SERÊ 21
Îsa Sax e!
Îsa xwe nîşanî şagirtêd xwe dike, wekî wana şîret ke û dilgerm ke
PAŞÎ mirina Îsa Mesîh, sê roj derbaz dibe, û çend jin ji şagirtêd Îsa diçin berbi tirba wî û dibînin, wekî kevirê ku şkeft dadida, vêdakirî ye, û hindurê mezel vala ye.
Nişkêva du milyaket têne kifşê, û yek ji wan dibêje: “Hûn li wî Îsayê Nisretê digerin...ew ji mirinê rabûye!” (Marqos 16:6). Ewana zûskava revîn cem şagirtêd Îsa, wekî evan tişta gilî kin. Wî çaxî rêva Îsa rastî wan hat, û wanara got: “Netirsin! Herin bêjine birêd min, ku ew herine Celîlê û li wir wê min bibînin” (Metta 28:10).
Wê rojê hine wede şûnda, du şagirtêd Îsa ji Orşelîmê diçûne gundê Emwas. Merîk nêzîkî wan bû û pirsî, ka derheqa çi ewana xeber didin. Ev merî Îsayê saxbûyî bû, lê wana Îsa nas nekir. Şagirtêd medekirî caba wî dan, wekî derheqa Îsa Mesîh xeber didin. Mêrê nenas destpêkir ew giliyê ji Kitêba Pîroz, yê ku derheqa Mesîh hatibûn nivîsarê, wanara gilî kir û şirovekir. Rastî jî, pêxembertî derheqa Mesîh, li ser Îsa hûr bi hûr hatin sêrî.a Çaxê şagirta fem kir, wekî ev merî Îsa ye, yê ku ça ruh hatibû sax kirinê, Îsa betavebû.
Ev du şagirt pêra-pêra vegeriyan Orşelîmê. Wana şagirtêd Îsaye ku tevayî top bibûn, dîtin û hemû tişt wanara gilî kirin. Wê gavê, rast e derî dadayî bû, lê nişkêva Îsa hate kifşê û ber wan sekinî. Şagirtêd ecêbmayî, nikaribûn bawerkirana wekî eva Îsa ye! Lê Îsa pirs kir: “Hûn çima şaşmayî mane û dudilî ne?”. Û paşê zêde kir: “Awa nivîsar e, ku Mesîh gerekê cefa bikişîne û roja sisiya ji mirinê rabe” (Lûqa 24:38, 46).
Di nava 40 rojada, Îsa gele car xwe nîşanî şagirta kir. Carekê Îsa xwe nîşanî 500 şagirta kir! Ça tê kifşê, hingê Îsa şixulekî ferz da wana: “Niha herin hemû mileta hîn kin,...û wan hemû temiyêd ku min dane we mileta hîn kin, wekî ew xwey kin. Ez îroda timê heta axiriya dinyayê tevî we me!” (Metta 28:19, 20).
Çaxê Îsa cara paşin rastî 11 şagirtêd xweye amin hat, ewî soz da: “Gava Ruhê Pîroz bê ser we, hûnê qewatê bistînin û...heta serê dinê jî bibine şedêd min” (Karêd Şandiya 1:8). Paşî vê yekê, Îsa hilkişiya li ezmana û nava ewrada ber çevê şagirta betavebû.
Li ser hîmê kitêbêd Metta serê 28; Marqos serê 16; Lûqa serê 24; Yûhenna serê 20 û 21; 1 Korintî 15:5, 6.
a Hê zêde bona pêxembertiyêd derheqa Mesîh, yêd ku li ser Îsa hatibûn sêrî, hûn dikarin pêbihesin ji vê broşûrê, SERÊ 14, SERÊ 15, û SERÊ 16, usa jî elametiyê zêde “Îsa, Mesîhê Sozdayî ye” ji kitêba “Çi hîn dike Kitêba Pîroz?”