KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • Kitêba Pîroz Hate Xweykirinê
    Birca Qerewiliyê (Bona Belakirinê) — 2016 | № 4
    • TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | KITÊBA PÎROZ​—HATE XWEYKIRINÊ Û GIHÎŞTE ME

      Kitêba Pîroz Hate Xweykirinê

      ÇETINAYÎ: Papîrûs û pêrgamênt tiştên nivîsandinêye ferz bûn, çi ku nivîskarên Kitêba Pîroz didane xebatê (2 Tîmotêyo 4:13).a Çawa ev hemû tişt hatine xweykirinê?

      Papîrûs hêsa diqelişe, rengê xwe unda dike, û sist dibe. Zandar Rîçard Parkînson û Stêfên Kwerkê dibêjin: “Wede derbaz dibe û belgê wê dirizin dibine ax. Çaxê kitêbên gulomatkkirî gelek wede têne xweykirinê, dirizin û kefikî dibin ji bo nêmê, usa jî kêzik û mişk dixwin. Îlahî çaxê nava xaliyêda weşartîne, mûristangên sipî (gêrîk) dikarin wana bixwin. Çaxê hine papîrûs hatine dîtin, ew ji ronayê û nêmê, hê zû xirab bûn.

      Pêrgamênt himberî papîrûsê daha dirêj tê xweykirinê. Lê ew jî xirab dibe hergê rind xwey nekin û hergê ew ciyê germ, nêm yan ronayî be.b Kêzik pêrgamêntê jî dikarin bixwin. Lema jî di kitêba “Everyday Writing in the Graeco-Roman East” usa hatiye nivîsandinê: “Ji bo wan meniya gelek destnivîsarên kewin heta roja îroyîn nehatine xweykirinê”. Hergê destnivîsarên Kitêba Pîroz jî nehatana xweykirinê, elametiya Kitêba Pîroz jî, mîna wan destnivîsarên kewin, wê unda bûna û negihîştana heta rojên me.

      ÇAWA KITÊBA PÎROZ HATE XWEYKIRINÊ: Li gora qanûna Cihûya, her padşak gerekê “ji kitêba van qanûna, . . . kitêbekê xwera ji ber wê binivîse”, dêmek pênc pirtûkên Kitêba Pîroze pêşin (Qanûna Ducarî 17:18). Xêncî wê yekê, bergirên cêribandî haqas manûskrîpt derdixistin, ku qirna yekêda, D.M.-da, Nivîsarên Pîroz hemû kinîştada li nava temamiya Îsraêlê hebûn, û hela hê li Makedonya dûrda jî! (Lûqa 4:16, 17; Karên Şandiya 17:11). Gelo çawa hine manûskrîptên lapî kewin heta rojên me hatine xweykirinê?

      1. Cêra ji axa sor; 2. Pareke ji kitêba Gulomatkkirî ya Bera Mirî

      Manûskrîptên ku eyan in ça Kitêbên Gulomatkkirî ya Bera Mirî, nava qirnada, di cêrên ji xaliya sorda hatine xweykirinê. Ev di şkeftada dîtin, kîderê ku hewake ziha bû

      Şkefta kîderê ku hine manûskrîptên Kitêba Pîroz hatibûn dîtinê

      Zandarê Peymana Nû, bi navê Fîlîp Komfort dibêje: “Cihûya kitêbên gulomatkkirî, nava kîjanada ku Nivîsarên Pîroz jî hebûn, di cêrada xwey dikirin, seva dirêj bêne xwey kirinê”. Paşê Mesîhiya jî usa dikirin. Lema jî hine manûskrîptên Kitêba Pîroz di cêrada didîtin, usa jî di qotiyada ciyê terîda yan jî di şkeftada kîderê ku hewa ziha bû.

      ÇI EM PÊHESIYAN: Bi seda parên manûskrîptên Kitêba Pîroz, îda 2 000 sal zêdetir e, ku hene, û heta rojên me hatine xweykirinê. Manûskrîptên tu nivîsandineke din haqas tune bûn, çiqas ku yên Kitêba Pîroz hene.

      a Papîrûs ev matêrîal e, ku li ser tê nivîsandinê. Ew ji wê şînkayê tê çêkirinê, navê kîjanê xût papîrûs e û ew ciyê avzêm şîn dibe. Pêrgamênt ji çermê heywana tê çêkirinê.

      b Mesele, dokûmênta fermîye Dêklarasiya Tevnebûyînê ya Dewlêtên Amerîka Yekbûyî, li ser pêrgamêntê hatibû nivîsandinê. 250 sal jî derbaz nebûn, ev îda xirab bibû û çetin bû nivîsandina wê têderxin.

  • Kitêba Pîroz Nava Çetinayada Hate Xweykirinê
    Birca Qerewiliyê (Bona Belakirinê) — 2016 | № 4
    • TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | KITÊBA PÎROZ​—HATE XWEYKIRINÊ Û GIHÎŞTE ME

      Kitêba Pîroz Nava Çetinayada Hate Xweykirinê

      ÇETINAYÎ: Gelek serwêrên polîtîkê û rêlîgiyayê, komêva top dibûn, seva ku miqabilî elametiya ji Kitêba Pîroz derên. Gelek cara wana hukumtî û navdariya xwe didane xebatê, seva ku kesek nikaribe Kitêba Pîroz tercime bike, neşir ke yan jî cem xwe xwey ke. Werên em du mesela binihêrin:

      • Nêzîkî sala 167 B.D.M.: Padşê Seleukiya bi navê Antîoxos Êpîfanes, xwest rêlîgiya Yûnaniya bike ya Cihûya. Û seva wê yekê ewî ferman da ku hemû kopiyên Nivîsarên Pîroze Îbraniya bêne kutakirinê. Terîxzan Hênrî Grêts derheqa berdestiyên wî padşayî usa nivîsî: “Ewana hemû ciya kîderê ku kitêbên gulomatkkirî ya Qanûnê didîtin, diqelişandin û dişewitandin. Usa jî wana dikuşt merivên ku Nivîsarên Pîroz dixwandin û qewat û berdilî distandin ji xwendina xwe”.

      • Weke 800 sal pêşda: Hine serwêrên Katolîka, berxwe diketin ku hine meriv, dewsa ku hînkirina Katolîka bela kin, ewana derheqa elametiya ji Kitêba Pîroz dannasîn dikirin. Û hergê cem wan meriva hebûn pirtûkên Kitêba Pîroz, ne ku Zebûrên Latînî ya Katolîka, ev meriv dihatine neheqkirinê û li ser wan digotin hêrêtîk. Dêrekê fermaneke usa derxist, wekî mêrivên wan, “timê rind û bi aminî hêrêtîka bigerin . . . û seva vê yekê ewana gerekê biketana hemû mala û ciyên weşartî, kîderê bi texmîna wan Kitêbên Pîroz hebûn. . . . Ew mal, kîderêda hêrêtîk didîtin, wêran dikirin”.

      Hergê vî şixulîda dijminên Kitêba Pîrozra hev bihata, elametiya ji vê kitêbê wê unda bûya.

      Rûpêlek ji Welgerandina Kitêba Pîroze Înglîzî, ya Wîlîam Tîndalê

      Kitêba Pîroze Welgerandina Wîlyam Tîndalê ya ser zimanê Înglîzî nava gelek çetinayada hate xweykirinê; mesele wedê qedexekirinê, şewitandina Kitêba Pîroz, û hela hê kuştina Tîndalê di sala 1536-da

      ÇAWA KITÊBA PÎROZ HATE XWEYKIRINÊ: Padşa Antîoxos, çevê xwe dabû ser Îsraêlê, lê Cihûya komên xwe di gelek ciyên dinda jî organîze kirin. Xêncî wê yekê, zandar hatin ser wê nêtê, wekî qirna yekêda D.M.-da, 60 selefî zêdetir Cihû ji Îsraêlê der dijîtin. Kinîştên xweda, Cihû kopiyên Nivîsarên Pîroz xwey dikirin. Nava wan kopiyada usa jî hebûn Nivîsarên Pîroze usa, yên ku nisila teze jî didane xebatê, hela hê Mesîhiya jî (Karên Şandiya 15:21).

      Nava Serdema Navînda, ewên ku Kitêba Pîroz hiz dikirin, bi mêrxasî ber peyketina teyax kirin û berdewam kirin Nivîsarên Pîroz tercime bikin û berbigirin. Parên Kitêba Pîroz, orta qirna 15-da, li ser weke 33 zimana zêdetir hebûn. Û wî çaxî hela hê neşirxane ku dihatine cîguhastinê, tune bûn! Paşî wê yekê, Kitêba Pîroz pir zû dihata tercimekirinê û neşirkirinê.

      ÇI EM PÊHESIYAN: Padşên qewî û kahînên derewîn, bona Kitêba Pîroz gelek çetinayî pêşda dianîn, lê yeke ev kitêb nava terîxiyêda kitêbeke zef belabûyî û tercimekirî ye. Xêncî wê yekê, ev Kitêb, hukum bûye li ser qanûn û zimanê hine welata, usa jî ser jîyîna bi mîlyona meriva.

  • Kitêba Pîroz Hate Xweykirinê û Nehatiye Guhastinê
    Birca Qerewiliyê (Bona Belakirinê) — 2016 | № 4
    • Bergirê Kitêba Pîroz, xebata xwe dike

      Masorêta, bi fesalî bergirtina Nivîsarên Pîroz dikirin

      TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | KITÊBA PÎROZ​—HATE XWEYKIRINÊ Û GIHÎŞTE ME

      Kitêba Pîroz Hate Xweykirinê û Nehatiye Guhastinê

      ÇETINAYÎ: Ne peyketin ne jî rizandinê Kitêba Pîroz kuta nekirin. Hine bergira û tercimana dixwestin elametiya ji Kitêba Pîroz biguhêzin. Carna ewana dixebitîn, seva ku Kitêba Pîroz li gora nihêrandin û hînkirinên xwe biguhêzin. Werên hine mesela şêwir kin:

      • Ciyê hebandinê: Nava qirna çara û dudada B.D.M., nivîskarên Pênc Kitêbên Samerî,a paşî Derketin 20:17, zêde kirin nivîsandina usa: “Di Aargaarîîzêmda. Û li vir tu gerekê gorîgehê ava kî”. Bi vê yekê cimeta Samerî dane kifşê ku yan çi Nivîsarên Pîroz, piştgiriya ciyê hebandina wan ya “Aargaarîîzêm” dike, dêmek Çiyayê Girîzîmê.

      • Hînkirin derheqa sêyekane: 300 sal jî derbaz nebûn paşî temamkirina Kitêba Pîroz, nivîskarê ku xwe li hînkirina sêyekane digirt, di 1 Yûhenna 5:7-da zêde kir giliyên usa: “li ezmên hersêk in: Bav, Xeber û Ruhê Pîroz. Û ewana yek in”. Lê ev gilî di têksta orîjînalda tune. Zandarê Kitêba Pîroz, Brûs Mêtzgêr dibêje: “Destpêbûna qirna şeşada, ev gilî gelek cara di manûskrîptên Latîniya Kevinda hatibûn dîtinê û di [Latînî] Vûlgatêda”.

      • Navê Xwedê: Li ser hîmê hînkirinên Cihûya, gelek tercimanên Kitêba Pîroz safî kirin, ku navê Xwedê ji Nivîsarên Pîroz derxin. Ewana dewsa navê Xwedê, sernavên usa nivîsîn, ça “Xwedê” yan “Xudan”. Li gora şêwirkirinê hate kifşê ku ew gilî di Kitêba Pîrozda tê gotinê ne ku tenê ser Efirandar, lê usa jî ser meriva, li ser pûta û hela hê li ser Mîrê-cina jî (Yûhenna 10:34-35; 1 Korintî 8:5, 6; 2 Korintî 4:4).b

      ÇAWA KITÊBA PÎROZ HATE XWEYKIRINÊ: Ya pêşin; Rast e hine bergirên Kitêba Pîroz nefesal bûn û hela hê nehelal jî. Lê gelekên din pir cêribandî û fesal bûn. Nava qirna şeşa û dehada B.D.M., Masorêta Nivîsarên Îbraniya bergirtin û têkst çêkirin, kîjan ku îro eyan e çawa têksta Masorêtî. Wana timê, xeber û herf dijmartin, seva ku bawer bin, wekî ewana bê şaşî derbaz kirine. Çaxê ewana difikirîn ku cîkî têksta orîjînalêda, ya ku wana dida xebatê, şaşî heye, wana kêlekê komêntarî datanîn. Masorêta nedixwestin têksta Kitêba Pîroz xirab kin dêmek biguhêzin. Zandarê Moşê Goşên-Gotstîn nivîsî: “Hergê wana usa bikira, wê bihata hesabê ça şixulê beqanûnî”.

      Ya duda; gelek manûskrîptên roja îroyîn alî gelek zandarên Kitêba Pîroz dikin, seva ku şaşiya bivînin. Mesele, serwêrên rêlîgiya nava qirnada hîn dikirin, wekî kitêba wane Latînî xût li ser hîmê orîjînalê bû. Lê di 1 Yûhenna 5:7-da ewana giliyên nerast dane xebatê, derheqa çi jî me jorê xeber da. Ev şaşî hela hê welgerandina Înglîzîda jî ya “Kîng Cêymsda” hebû, qedirê kîjanî ku geleka digirtin! Lê çaxê manûskrîptên din hatibûn dîtinê, çi hate kifşê? Brûs Mêtzgêr nivîsî: “Gotina [ji 1 Yûhenna 5:7] tu manûskrîptên kevinda (ya Sûrya, Koptîk, Ermenî, Etyopî, Erebî, Slovanî) tune bûne, xêncî Latînî”. Lema jî di cûrê tezekirîda ya “Welgerandina Kîng Cêyms” û Kitêbên Pîroze dinda, ev giliyên nerast derxistin.

      Çêstêr Bîtî P46, manûskrîpta Kitêba Pîroz ya papîrûsê ya nêzîkî sala 200 D.M.

      Çêstêr Bîtî P46, manûskrîpta Kitêba Pîroz ya papîrûsê ya nêzîkî sala 200 D.M.

      Gelo manûskrîptên kevin îzbat dikin, ku elametiya ji Kitêba Pîroz hatiye xweykirinê? Çaxê kitêbên gulomatkkirî ya Bera Mirî di sala 1947-da hatibûn dîtinê, îjar zandara dikaribûn têksta Masorêtî ya Îbraniya himberî têksta kitêbên gulomatkkirî bikin, yên ku hezar sal zêdetir pêşiya wê yekê hatibûn nivîsandinê. Endemê koma rêdaktora kitêbên gulomatkkirî ya Bera Mirî, got, wekî kitêbeke gulomatkkirîda “heye îzbatkirinên wê yekê, wekî Cihûyên bergir, ku têksta Kitêba Pîroz nava hezar sala zêdetir dinivîsîn, ewana amin û fesal bûn”.

      Di Kitêbxana Dûblînê ya Çêstêr Bîtî, di Îrlandyayêda, gelek papîrûs hene, nava kîjanada heçî zef her kitêbeke Nivîsarên Pîroze Îbraniya, hene. Di vê kitêbxanêda usa jî hene manûskrîptên qirna duda D.M. yên ku tenê weke sed sal paşî temamkirina Kitêba Pîroz hatibûn nivîsandinê. Ferhengeke Kitêba Pîrozda ya bi navê “The Anchor Bible Dictionary” usa tê gotinê: “Rast e di Papîrûsêda gelek elametiyên nû hene, yên ku dêtalên têkstî bûn, lê têksta orîjînalê nehatibû guhastinê”.

      “Em dikarin bêşik bêjin, wekî tu kitêbeke dine kevin usa rast û zelal ji têksta orîjînalê nehatiye derbaz kirinê”

      ÇI EM PÊHESIYAN: Li gora manûskrîptên kevin nehate îzbatkirinê, wekî têksta Kitêba Pîroz hatiye guhastinê û nerast e. Ev manûskrîpt bi rastî jî eyan kirin rastiya têksta Kitêba Pîroz. Frêdêrîk Kênyon derheqa Nivîsarên Pîroz ya Îbraniya usa nivîsî: “Rastiya tu kitêbên kevin usa bi gelek îzbatkirina nehatibû eyankirinê. Û tu zandarek nikare înkar ke, wekî têksta Kitêba Pîroz ku gihîşte heta rojên me, li gora orîjînalê rast e”. Derheqa Nivîsarên Pîroze Îbranî jî, zandarê Wîlîam Hênrî Grîn usa got: “Em dikarin bê şik bêjin, wekî tu kitêbeke dine kewin usa rast û zelal ji têksta orîjînalê nehatibû derbazkirinê”.

      a Pênc Kitêbên Samerî ev pênc kitêbên pêşin in ya Kitêba Pîroz yên ku tevayî topkirî ne. Ev kitêb aliyê cimeta Samerîda qebûlkirî ye.

      b Seva hê zêde elametî, binihêre “Rêberî Bona Hînbûna Kitêba Pîroz”, rûpêla 1-11. Usa jî dikarî bivînî li ser www.pr418.com

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin