KILAMA 87
Werên! Hêlana Bistînin
- 1. Li ser wê dinê merî zulmyê dikin. - Rastya Xwedê ew nas nakin. - Nikarin gavên xwe rêberî bikin, - Û rast şixula safî kin. - Hergê em timê tevî hev bicivin, - Emê dilgermyê bistînin. - Ew hêlanê dide me qencyê bikin, - Qewatê dide ku herin. - Werên em hertim xwe rya rast bigirin - Û bawerya xwe qewî kin. - Civîn hîn dikin ku çawa em bijîn. - Hizkirina Xwedê xwey kin. 
- 2. Xwedê rind zane hewcê me çida ne, - Wê rêberya rast bide me. - Bi temamî îtbarya xwe wî bîne. - Civata xwe tu nehêle. - Biratya me timê me qewî dike, - Hazir e dest bavêje me. - Tevî malbeteke usa bextewar, - Emê tu car tenê nîbin. - Roja şabûnê çiqas nêzîk dibe, - Hevdu hê zêde hiz bikin. - Hingê emê bîlanya rast bistînin, - Ku civatê xwe qîmet kin. 
(Usa jî binihêre Zeb. 37:18; 140:1; Metlk. 18:1; Efes. 5:16; Aqûb 3:17).