PIRSA 7
Kitêba Pîroz derheqa rojêd me çi pêxembertiyê dike?
“Miletê rabe li ser milet, padşatî li ser padşatiyê . . . Ev hemû mîna êşa kulfetê ye, ku destpêdike pê digire”
“Gelek pêxemberêd derew wê derkevin û geleka bixalifînin. Ji dest zêdebûna neheqiyê hizkirina geleka wê sar be”
“Gava hûn dengê şera û besa şera bibihên, hûn xwe unda nekin. Gerekê ev tişt biqewimin, lê ew hê ne axirî ye”
(Marqos 13:7).
“Cî-ciya erdhejêd mezin, xelayî-celayê û mîna nexweşiya hal wê bibin, li ezmên jî tiştêd xof û tirs û nîşanêd mezin wê biqewimin”
(Lûqa 21:11).
“Lê vê yekê zanibe ku rojêd axiriyêda zemanêd xirab wê bên. Merivê bibine xwehiz, perehiz, kubar, babax, kifir, ne gura dê-bavada, bêşêkir, heram, dilsar, bêrem, buxdanbêj, temsist, zulmkar, neyarêd qenciyê, nemam, culet, xwerazî, rihetîhiz, ne ku Xwedêhiz.
Pişkê xwedênasiyê wê li wan keve, lê wê qewata wê înkar kin”