SERÊ 20
Îsa Mesîh Kuştin
Îsa cejina teze kifş dike. Paşê nemamiya wî dikin û wî dikujin
ÎSA sê sal û nîv li ser erdê dannasîn dikir û hîn dikir. Ewî zanibû wekî jîyîna wîye li ser erdê, zûtirekê wê xilaz be. Serkarê dînê cihûya dixwestin Îsa bikuştana, lê ji cimetê ditirsiyan, çimkî cimetê bawer dikir ku Îsa pêxember e. Wî çaxî Mîrê-cina, yek ji 12 şagirtêd Îsa, Cihûda Îsxeryotî, da şaşkirinê, wekî ew bona 30 zîvêd ku serkarêd dînê cihûya soz dabûn wî, nemamiya Îsa bike.
Rojek pêşiya mirinê, şev, Îsa Mesîh tevî şagirtêd xwe cejina Nanê Şkeva derbaz dikir. Çaxê Cihûda diçe, Îsa cejina teze dike qanûnê, cejina Êvara Bîranîna Mirina Îsa. Wî çaxî ewî nan hilda, dua kir, nan ker kir û 11 şagirtêd xwera bela kir û got: “Eva bedena min e, ku bona we tê dayînê. Vê yekê bona bîranîna min bikin”. Paşê Îsa kasa pê şeravê hilda û got: “Eva kasa peymana nû ye, pê xûna min girêdayî” (Lûqa 22:19, 20).
Wê şevê gelek tişt hebûn, kîjan ku Îsa Mesîh dixwest bigota şagirtêd xwe. Hingê Îsa temiya teze da şagirtêd xwe, wekî ewana gerekê bê timayî hevdu hez bikin, û serda giliyê usa got: “Bi vê yekê hemûyê zanibin hûn şagirtêd min in, heger hûn hevdu hiz bikin” (Yûhenna 13:34, 35). Îsa gote wan, wekî ewana gelekî berxwenekevin bona wan tiştêd ku gerekê biqewimin, û paşê dil-can bona wan dua kir. Paşê wana tevayî kilama pesindayînê gotin, û çûne li baxê Gêtşemaniyê.
Di baxê Gêtşemaniyêda Îsa ber Xwedê li ser çoka bi dil û can dua kir. Hine wede şûnda keşîş tevî eskerêd çekkirî hatin li wir. Cihûda nêzîkî Îsa bû ew ramûsa, û bi vê yekê nîşan da wan. Hingê esker Îsa girtin, lê şagirtêd wî revîn.
Îsa li ber hakimê cihûyayî mezin got, ku ew heye Kurê Xwedê. Hakima jî ew gunekar derxistin, ku yan çi ew Xwedê bêhurmet dike, û safî kirin ku Îsa Mesîh hêjayî mirinê ye. Paşê Îsa birin cem serkarê Romê, Pontî Pîlato. Pîlato gunekarî nedît Îsada, lê bona xwestina cimetê tevî wan razî bû, wekî Îsa bidine kuştinê.
Îsa birin li ser çiyayê Golgota, kîderê ku eskerêd Romê Îsa li ser kênar mix kirin. Nîvro, li ser temamiya erdê nişkêva bû terî. Û çaxê Îsa Mesîh mir, erd qayîm hejiya. Cinyazê Îsa kirine şkeftê. Rojeke din keşîşa şkeft mor kirin, û eskerêd nobedar dane ber. Lê Xwedê, Kurê xwe Îsa di tirbêda nehîşt. Ewî keremeteke mezin kir.
Li ser hîmê kitêbêd Metta serê 26 û 27; Marqos serê 14 û 15; Lûqa serê 22 û 23; Yûhenna serê 12 heta 19.