Têmêd Kitêba Pîroz seva Xeberdanê
1. Bext
A. Emirê meriya, pêşda nehatiye nivîsarê
Qirara Xwedê eseyî wê bê sêrî Îş. 55:11; Dsp. 1:28; Îbr. 6:17
Her kesîra mecal tê dayînê, wekî Xwedêra qulix kin Yn. 3:16; Flp. 2:12
2. Cenim, Dîyarê Miriya (Hadîs, Şêol)
A. Bi rastiyê cîkî usa nîne, kîderê ku merî agirda diçerçirin
Îboyê ku diçerçirî, dua dikir ku here li wê derê Îb. 14:13
Ev ciyê boş-betal e, kîderê ku tu şixul tune Zb. 6:5; Wz. 9:10; Îş. 38:18, 19
Îsa Mesîh ji dîyarê miriya, ji tirbê hate rakirinê Kr.Şn. 2:27, 31, 32; Zb. 16:10
Dîyarê miriya, tirb, wê miriya bide, lê xwexa wê bê kutakirinê Ent. 20:13, 14
B. Agir sîmbola, qirkirinê ye
Gunekarêd, ku tobe nakin, wê bi agira sîmbolîkê bêne kutakirinê Îbr. 10:26, 27
Çerçirandina Şeytan li agirda, mirina heta-hetayê ye Ent. 20:10, 14, 15
C. Serhatî derheqa mêrekî dewletî û Lazar, îzbat dikin, wekî çerçirandina agirî tune
Agir, çawa hemêza Birahîm, bi sîmbolîk e Lq. 16:22-24
Xêrxwaziya Birahîm, miqabilî teriyê ye Mt. 8:11, 12
Qirkirina Babîlonê, tê navkirinê çawa çerçirandina agirî Ent. 18:8-10, 21
3. Cejin, Roja Bûyînê
A. Mesîhiyêd pêşin, roja bûyînê û eyda sala teze derbaz nedikirin
Kî ku Xwedê nedihebandin, evan cejina derbaz dikirin Dsp. 40:20; Mt. 14:6
Em gerekê roja mirina Îsa Mesîh derbaz kin Lq. 22:19, 20; 1 Kr. 11:25, 26
Cejinêd ku bi serxwaşiyê û bênamûsiyê derbaz dibin, ne layîq in Rm. 13:13; Gl. 5:21; 1 Pt. 4:3
B. Roja Mezela
Tebiyetî ye, ku şîna miriyêd xwe bikin û bona wan bigirîn Dsp. 23:1, 2; 50:1-11; Yn. 11:31
Qeydêd ku wedê eyda roja mezela têne kirinê, bi baweriya nerast girêdayî ne; derxistina nanê miriya, xeberdan tevî miriya Wz. 9:5, 10
Mesîhiyêd rast wan eyd-qeydêd ku miqabilî qanûnêd Kitêba Pîroz dertên, nakin Qn.Dc. 18:11, 12
4. Dêr
A. Dêra ruhanî, li ser Îsa hatiye avakirinê
Xwedê namîne paristgehada, yêd ku bi destê meriya hatine çêkirinê Kr.Şn. 17:24, 25; 7:48
Dêra rastî, paristgeha ruhanî ye û ji kevirêd sax e 1 Pt. 2:5, 6
Îsa Mesîh kevirê enîşkê ye, lê şandî hîmê duda ne Ef. 2:20
Xwedê gerekê bi ruh û rastiyê bihebînin Yn. 4:24
B. Dêr li ser Petrûsê şandî, nehatiye avakirinê
Îsa ne gotiye ku li ser Petrûs hatiye avakirinê Mt. 16:18
Li ser Îsa tê gotinê, wekî ew “qeya” ye 1 Kr. 10:4
Petrûs li ser Îsa got, ku ew hîm e 1 Pt. 2:4, 6-8; Kr.Şn. 4:8-12
5. Duakirin
A. Duayêd ku Xwedê dibihê
Xwedê duayêd meriva dibihê Zb. 145:18; 1 Pt. 3:12
Xwedê wê nebihê duayêd neheqa, heger ewana riya xwe neguhêzin Îş. 1:15-17; 1 Pt. 3:11
Gerekê bi navê Îsa Mesîh dua bikin Yn. 14:13, 14; 2 Kr. 1:20
Gerekê li gora qirara Xwedê dua bikin 1 Yn. 5:14, 15
Lazim e bawerî Aqb. 1:6-8
B. Pirxeberî, duakirin Meriyemra û yêd pîrozara, bêkêr in
Gerekê Xwedêra dua bikin, bi navê Îsa Mesîh Yn. 14:6, 14; 16:23, 24
Duakirinêd pirxeber, nayêne bihîstinê Mt. 6:7
6. Efirandin
A. Li gora îzbatkirina zandariyê ye; miqabilî êvolûsiyê diçe
Ulm îzbat dike, ku hemû tişt pey hev hate efirandinê Dsp. 1:11, 12, 21, 24, 25
Qanûna Xwedê derheqa “cûrê”, nayê guhastinê Dsp. 1:11, 12; Aqb. 3:12
B. Rojêd efirandinê 24-sihet nakşînin
“Roj“ dikare bê hesabê ça wede Dsp. 5:1, 2
Seva Xwedê, rojek dikare gelek wede bikişîne Zb. 90:4; 2 Pt. 3:8
7. Erd
A. Qirara Xwedê bona erdê
Cinet li ser erdê, bona merivêd qedandî Dsp. 1:28; 2:8-15
Qirara Xwedê nayê guhastinê Îş. 55:11; 46:10, 11
Erd wê bi meriyêd edlayîhez, û qedandî wê tije be Zb. 72:7; Îş. 45:18; 9:6, 7
Cinet bi alîkariya Padşatiyê, wê tezeda kifş be Mt. 6:9, 10; Ent. 21:3-5
B. Tu car wê neyê hilşandinê, û vala nemîne
Erd wê heta-hetayê hebe Wz. 1:4; Zb. 104:5
Wedê Nuh, merî hatine qirkirinê, ne ku erd 2 Pt. 3:5-7; Dsp. 7:23
Mesela Nuh gumanê dide me, ku em jî dikarin xilaz bin Mt. 24:37-39
Yêd zulm wê qir bin, lê “elaleteke...mezin” wê xilaz be 2 Ts. 1:6-9; Ent. 7:9, 14
8. Ezman
A. Tenê 144 000 merî diçine li ezman
Tenê yêd bijartî; wê tevî Îsa padşatiyê bikin Ent. 5:9, 10; 20:4
Îsa, yê pêşin bû, paşê yêd mayîn dihatine bijartinê Kl. 1:18; 1 Pt. 2:21
Gelek merivêd din jî, wê li ser erdê bijîn Zb. 72:8; Ent. 21:3, 4
Tenê 144 000 merî, ciyê usa mexsûs digirin Ent. 14:1, 3; 7:4, 9
9. Gune
A. Çi ye gune
Înkarkirina qanûna Xwedê, û normêd wîyî bê qusûr 1 Yn. 3:4; 5:17
Merî çawa efrînê Xwedê, berbi wî cabdar e Rm. 14:12; 2:12-15
Qanûn dida kifşê, wekî gune çi ye, ku merî bikaribe wê nas ke Gl. 3:19; Rm. 3:20
Hemûşk gunekar in, tu kes nikare heta xilaziyê, normêd Yahowayî bêqusûr biqedîne Rm. 3:23; Zb. 51:5
B. Gelo çira ji bo gunê Adem, hemû merî diçerçirin
Ji Adem, gune û mirin derbazî li ser hemû meriya bû Rm. 5:12, 18
Xwedê rem e, lema jî însanetê teyax dike Zb. 103:8, 10, 14, 17
Bi saya qurbanbûna Îsa, ji gune aza dibin 1 Yn. 2:2
Gune û hemû kirêd Mîrê-cina, wê bêne xirabkirinê, dêmek hildanê 1 Yn. 3:8
C. Dara qedexekirî, neguhdarîkirin bû, ne ku razana mêr û jin tev hev
Dara qedexekirî, pêşiya efirandina Hêwayê hebû Dsp. 2:17, 18
Adem û Hêwayêra hatibû gotinê ku zara bînin Dsp. 1:28
Zar kerema Xwedê ne, ne ku cezakirin seva gune Zb. 127:3-5
Hêwa hingê gune kir, gava mêrê wê kêlekê nîbû; pêşiyê Hêwa gune kir Dsp. 3:6; 1 Tîm. 2:11-14
Adem, çawa malxê malbetê, miqabilî qanûna Xwedê rabû Rm. 5:12, 19
Ç. Çi tê hesabê, gunekirin miqabilî ruhê pîroz (Mt. 12:32; Mq. 3:28, 29)
Ev nayê hesabê ew gune, ku ji Adem li ser me derbaz bû Rm. 5:8, 12, 18; 1 Yn. 5:17
Kî ku ruh dide xeyîdandinê, dikare bê guhastinê Ef. 4:30; Aqb. 5:19, 20
Ewê ku zane, lê yeke gune dike, wê bimire 1 Yn. 3:6-9
Xwedê merivêd usa sûcdar dike û ruhê xwe ji wana distîne Îbr. 6:4-8
Em gerekê seva merivêd usa dua nekin, yêd ku tobe nakin 1 Yn. 5:16, 17
10. Harmegedon
A. Şerê Xwedê, yê ku zulmiyê kuta ke
Cimet top bûne seva şerê Harmegedonê Ent. 16:14, 16
Xwedê Kurê xwe û miliyaketa dide xebatê, seva ku şer bike 2 Ts. 1:6-9; Ent. 19:11-16
Ça em dikarin xilaz bin Sf. 2:2, 3; Ent. 7:14
B. Miqabilî hezkirina Xwedê dernayê
Dinya zef xirab e 2 Tîm. 3:1-5
Xwedê sebir dike, lê seva ku heqiyê hebe, lazim e tiştekî bikin 2 Pt. 3:9, 15; Lq. 18:7, 8
Yêd xirab gerekê qir bin, wekî meriyêd rast serfiraz bin Mtl. 21:18; Ent. 11:18
11. Hatina Îsa cara duda
A. Hatina Îsaye cara duda, meriv wê nebînin
Gote şagirta, ku dinya wê îda wî nebîne Yn. 14:19
Tenê şagirta dîtin, çawa ev çû li ezman; hatina wî jî wê usa be Kr.Şn. 1:6, 10, 11
Li ezmênda ne, çawa ruh yê ku nayê dîtinê 1 Tîm. 6:14-16; Îbr. 1:3
Vedigere bi hukumetiya ezman û yê padşatî Dn. 7:13, 14
B. Dikarin têderxin bi nîşanêd, ku eyan in
Şagirta pirsîn derheqa nîşana hatina wî Mt. 24:3
Mesîhî bi alîkariya zanebûnê ku standin, dibînin û fem dikin ku Îsa hatiye Ef. 1:18
Gelek qewimandin didine kifşê, ku Îsa hatiye Lq. 21:10, 11
Dijmin wê bibînin, çaxê qirqirin li ser wanda bê Ent. 1:7
12. Hebandin Kal-Bavara
A. Hebandin kal-bavara badîheva ye
Kal-bav mirîne û tiştekî nizanin Wz. 9:5, 10
Kal-bavêd pêşin hêja nînin, wekî wana bihebînin Rm. 5:12, 14; 1 Tîm. 2:14
Xwedê qedexe dike hebandina usa Drk. 34:14; Mt. 4:10
B. Qedirê meriya dikarin bigirin, lê tenê Xwedê gerekê bihebînin
Cahil gerekê qedirê mezina bigirin 1 Tîm. 5:1, 2, 17; Ef. 6:1-3
Tenê Xwedê gerekê bihebînin Kr.Şn. 10:25, 26; Ent. 22:8, 9
13. Îsa Mesîh
A. Îsa Kurê Xwedê ye û Padşayê kifşkirî
Nixuriyê Xwedê ye, û hemû tişt bi wî hatiye efirandinê Ent. 3:14; Kl. 1:15-17
Ji kulfetê hate bûyînê ça meriv, ji milyaketa nimiztir e Gl. 4:4; Îbr. 2:9
Bi ruhê pîroz hate bûyînê, seva jîyîna li ezmana hatibû başqekirinê Mt. 3:16, 17
Pêşiya hatina wî ser erdê çawa merî, ew usa bilind nîbû, ça niha Flp. 2:9, 10
B. Seva xilazkirinê, lazim e bawerî hindava Îsa Mesîh
Îsa, rikiniyata Birahîmê sozdayî ye Dsp. 22:18; Gl. 3:16
Tenê Îsa ye, serekkahîn, kirîn 1 Yn. 2:1, 2; Îbr. 7:25, 26; Mt. 20:28
Jîyîn bi alîkariya zanebûna derheqa Xwedê û Îsa, guhdarîkirin e Yn. 17:3; Kr.Şn. 4:12
C. Tenê bawerî hîndava Îsa, bes nîne
Bawerî, bi şixula gerekê bê îzbatkirinê Aqb. 2:17-26; 1:22-25
Gerekê temiyêd wî biqedînin, û bikin wan tişta, çi ku ewî dikir Yn. 14:12, 15; 1 Yn. 2:3
Ne hemûyêd ku gazî navê Xudan dikin, wê bikevine li Padşatiya wî Mt. 7:21-23
14. Jîyîn
A. Însanetê guhdarra emrê heta-hetayê hatiye sozdayînê
Xwedayê ku xweyê gotina xwe ye, jîyînê mera soz dide Tît. 1:2; Yn. 10:27, 28
Jîyîna heta-hetayê wan meriyara dikeve, yêd ku baweriyê nîşan dikin Yn. 11:25, 26
Mirin wê bê kutakirinê 1 Kr. 15:26; Ent. 21:4; 20:14; Îş. 25:8
B. Jîyîna li ezmana, seva wan endemêd bedena Îsa ne, yêd ku hatine bijartînê
Xwedê wana dijbêre bi xwestin û qirara xwe Mt. 20:23; 1 Kr. 12:18
Tenê 144 000, diçine li ezman Ent. 14:1, 4; 7:2-4; 5:9, 10
Hela hê Yûhennayê nixumdar jî, wê li Padşatiya ezmanda nîbe Mt. 11:11
C. Jîyîna li ser erdê, yêd mayînra hatiye sozdayînê, dêmek “pezêd” dinra
Yêd bijartî, tevî Îsa wê li ezmanda bijîn Ent. 14:1, 4; 7:2-4
“Pezêd...din”, nayêne hesabê birêd Îsa Yn. 10:16; Mt. 25:32, 40
Niha gelek top dibin, seva ku xilaz bin û li ser erdê bijîn Ent. 7:9, 15-17
Hebin yêd usa jî, ku bêne saxkirinê, seva jîyîna ser erdê Ent. 20:12; 21:4
15. Kitêba Pîroz
A. Kitêba Pîroz ji bîna ber Xwedê ye
Meriv bi rêberiya ruhê Xwedê dinivîsîn 2 Pt. 1:20, 21
Di vê kitêbêda hene pêxembertî: Dn. 8:5, 6, 20-22; Lq. 21:5, 6, 20-22; Îş. 45:1-4
Temamiya Kitêba Pîroz ji bîna ber Xwedê ye û kêrhatî ye 2 Tîm. 3:16, 17; Rm. 15:4
B. Rêberiya kêrhatî ye seva rojêd me
Înkarkirina prînsîpêd Kitêba Pîroz, mirinê tîne Rm. 1:28-32
Ji serwaxtiya meriva zêdetir e 1 Kr. 1:21, 25; 1 Tîm. 6:20
Xwey dike ji dijminê herî qewat Ef. 6:11, 12, 17
Meriya dibe li ser riya rast Zb. 119:105; 2 Pt. 1:19; Mtl. 3:5, 6
C. Hatiye nivîsarê bona kara merivêd ji hemû mileta û bereka
Mûsa, nivîskarê Kitêba Pîroze pêşin bû Drk. 17:14; 24:12, 16; 34:27
Xwedê evê kitêbê, tenê seva cimeta Êûropayê neda Rm. 10:11-13; Gl. 3:28
Xwedê qebûl dike merivêd ji hemû mileta Kr.Şn. 10:34, 35; Rm. 5:18; Ent. 7:9, 10
16. Kirîn
A. Îsa emirê xweyî merivayî berva da, çawa “kirîn” seva hemûya
Îsa emirê xwe, çawa kirîn da Mt. 20:28
Bi qîmeta xûna Îsaye rêtî, baxşandina ji gune distînin Îbr. 9:14, 22
Qurbanek bes bû Rm. 6:10; Îbr. 9:26
Kar xwexa bi nişkêva nayê; lazim e qebûl kî Yn. 3:16
B. Qîmeta, ku himberî Îsa bû
Adem bê qusûr hatibû efirandinê Qn.Dc. 32:4; Wz. 7:29; Dsp. 1:31; 1 Tîm. 4:4
Çaxê ewî gune kir, çawa xwe usa jî zuretêd xwe, kire nava gune Rm. 5:12, 18
Qewata zara, nagihîjê tiştekî biguhêzin; lazim bû kesekî, ku himberî Adem bûya Zb. 49:7; Qn.Dc. 19:21
Emirê Îsaye qedandî, kirîn e 1 Tîm. 2:5, 6; 1 Pt. 1:18, 19
17. Mirin
A. Meniya mirinê
Meriyê pêşin bê qusûr bû, û mecalê wê hebû, ku heta-hetayê bijî Dsp. 1:28, 31
Meniya mirinê, neguhdarîkirin e Dsp. 2:16, 17; 3:17, 19
Gune û mirin li ser hemû zuretêd Adem bela bûn Rm. 5:12
B. Halê miriya
Adem nefs nestand, ew ça nefs, dêmek ça bînberekî sax hate efirandinê Dsp. 2:7; 1 Kr. 15:45
Bende nefs e, yê ku dimire Hz. 18:4; Îş. 53:12; Îb. 11:20
Mirî haş ji xwe tune ne, ewana tu tişt nizanin Wz. 9:5, 10; Zb. 146:3, 4
Mirî razane û hîviya saxkirinê ne Yn. 11:11-14, 23-26; Kr. Şn. 7:60
C. Miriyara nikarin xeber din
Yêd mirî mîna ruh, bal Xwedê najîn Zb. 115:17; Îş. 38:18
Çaxê merî mecala digere ku tevî miriya xeber de, ev yek qedexekirî ye Îş. 8:19; Qn.Kh. 19:31
Koçek, û usa jî ewêd ku gazî ruha dikin, têne cezakirinê Qn.Dc. 18:10-12; Gl. 5:19-21
18. Nefs
A. Çi ye nefsa?
Merî nefs e Kr.Şn. 7:14; 1 Pt. 3:20
Cem nefs xûn heye, dikare bixwe, bimire Yêr. 2:34; Qn.Kh. 7:18; Hz. 18:4; Kr.Şn. 3:23
Dikarin bêjin ku cem merivê sax, nefs heye Drk. 16:16; Dsp. 46:18 (PKM)
B. Firqî orta ruh û nefs
Nefs, ev emirê bende ye 2 Pt. 2:5; Yn. 10:15; Qn.Kh. 17:11
Ruh bîna jîyînê ye, yan qewat e, yê ku emir dide bedenê Zb. 146:4; 104:29 (AB); Aqb. 2:26
Çaxê merî dimire, qewata emir vedgere bal Xwedê, çimkî emir Xwedê dide Wz. 12:7
Tenê Xwedê dikare, miriya vegerîne jîyînê û emir bide meriya Hz. 37:12-14
19. Nixumandin
A. Dewakirin bona mesîhiya
Îsa Mêsîh mesele hîşt Mt. 3:13-15; Îbr. 10:7
Sîmbola xweînkarkirinê yan tesmîlbûyînê Mt. 16:24; 1 Pt. 3:21
Tenê seva merivêd gihîştî, kîjan ku dikarin hîn bin Mt. 28:19, 20; Kr.Şn. 2:41
Nixumandina rast ev e, çaxê merî pêda dikeve bin avê Kr.Şn. 8:38, 39; Yn. 3:23
B. Ji gune paqij nake
Îsa ne seva wê yekê hate nixumandinê, ku ji gune paqij be 1 Pt. 2:22; 3:18
Xûna Îsa, ji gune paqij dike 1 Yn. 1:7
20. Padşatî
A. Padşatiya Xwedê wê çi bike seva însanetê
Qirara Xwedê wê bîne sêrî Mt. 6:9, 10; Zb. 45:6; Ent. 4:11
Serwêrtî, kîderê ku padşa heye û qanûn jî hene Îş. 9:6, 7; 2:3; Zb. 72:1, 8
Zulmiyê wê bide hildanê, û li ser temamiya erdê serwêrtiyê bike Dn. 2:44; Zb. 72:8
Bi alîkariya serwêrtiya 1 000 salî, merî wê kamil bin, û erd dîsa bibe cinet Ent. 21:2-4; 20:6
B. Destpêdike serwêritiyê bike, çaxê dijminêd Îsa hê kar dikin
Paşê saxkirinê, Îsa gerekê gelek wede hîviyê bûya Zb. 110:1; Îbr. 10:12, 13
Îsa serwêrtiyê hildide destê xwe, û miqabilî Mîrê-cina şer dike Zb. 110:2; Ent. 12:7-9; Lq. 10:18
Paşî kifşkirina Padşatiyê, wey li erdê, çimkî kul-derd zêde bûne Ent. 12:10, 12
Kul-derdêd roja îroyîn didine kifşê, wekî wede gihîşt ku em xwe li Padşatiyê bigirin Ent. 11:15-18
C. Dilda nîne, ne jî bi qewata meriya pêşda diçe
Padşatî li ezmana ye, ne ku li ser erdê 2 Tîm. 4:18; 1 Kr. 15:50; Zb. 11:4
Dilda nîne; Îsa fêrisiyara digot Lq. 17:20, 21
Ne ji vê dinyayê ye Yn. 18:36; Lq. 4:5-8; Dn. 2:44
Serwêrtî û normêd dinyayê, wê bêne guhastinê Dn. 2:44
21. Pêxemberêd Derew
A. Derheqa pêxemberêd derew, hatibû pêxembertîkirinê, ewana wedê şagirta jî hebûn
Ça em dikarin pêxemberêd derew têderxin Qn.Dc. 18:20-22; Lq. 6:26
Hatibû pêxembertîkirinê; ji berêd xwe wê bêne naskirinê Mt. 24:23-26; 7:15-23
22. Qenckirin, Ziman
A. Qenckirina ruhanî, her tim karê tîne
Nexweşiya ruhanî, zîyaneke qayîm tîne Îş. 1:4-6; 6:10; Mt. 13:15; Hs. 4:6
Cem me fermaneke ferz heye, wekî ruhanîda meriya qenc kin Yn. 6:63; Lq. 4:18
Ji gune paqij dike; bextewarbûnê tîne û emir dide Aqb. 5:19, 20; Ent.7:14-17
B. Padşatiya Xwedê, wê nexweşiyêd bedenê, bi temamî bide hildanê
Îsa Mesîh merî qenc dikirin, û derheqa keremêd Padşatiya Xwedê digot Mt. 4:23
Hate sozdayînê, ku bi alîkariya Padşatiyê merî bi temamî wê qenc bin Mt 6:10; Îş. 9:7
Hela hê mirin jî, wê bê kutakirinê 1 Kr. 15:25, 26; Ent. 21:4; 20:14
C. Tu tişt îzbat nake, wekî Xwedê qenckirina bi baweriyê qebûl dike
Şagirta bi keremetî, xwe qenc nedikirin 2 Kr. 12:7-9; 1 Tîm. 5:23
Paşî rojêd şagirta, pêşkêşêd jorin hatine sekinandinê 1 Kr. 13:8-11
Qenckirin, nîşana qebûlkirina Xwedê nîne Mt. 7:22, 23; 2 Ts. 2:9-11
Ç. Xeberdana ser zimana, wedelû ye
Nîşan bû; pêşkêşêd hê mezin gerekê bigerin 1 Kr. 14:22; 12:30, 31
Hatibû pêxembertîkirinê, wekî pêşkêşêd jorin ye ruh, wê derbaz bin 1 Kr. 13:8-10
Keremet îzbatkirina wê yekê nînin, wekî Xwedê ew yek qebûl dike Mt. 7:22, 23; 24:24
23. Qulixkar
A. Her mesîhîk gerekê qulixkar be
Îsa qulixkarê Xwedê bû Rm. 15:8, 9; Mt. 20:28
Mesîhî çev didine wî 1 Pt. 2:21; 1 Kr. 11:1
Seva ku qulixkirinê biqedînin, gerekê dannasîn kin 2 Tîm. 4:2, 5; 1 Kr. 9:16
B. Çi lazim e seva qulixkirinê
Ruhê Xwedê û zanebûna Xebera wî 2 Tîm. 2:15; Îş. 61:1-3
Qulixkirinêda çev bidine Îsa 1 Pt. 2:21; 2 Tîm. 4:2, 5
Xwedê bi ruh û organîzasîonê (teşkîletê) hîn dike Yn. 14:26; 2 Kr. 3:1-3
24. Rêlîgiya, (Dîn)
A. Rêlîgiya rast tenê yek e
Guman yek e, bawerî yek e, nixumandin yek e Ef. 4:5, 13
Temî hate dayînê, wekî şagirta hazir kin û hîn kin Mt. 28:19; Kr.Şn. 8:12; 14:21
Bi berêd xwe, dêmek bi kirêd xwe tê naskirinê Mt. 7:19, 20; Lq. 6:43, 44; Yn. 15:8
Hezkirin, tivaqî nava endemêd rêlîgiya rast Yn. 13:35; 1 Kr. 1:10; 1 Yn. 4:20
B. Hînkirinêd qelp sûcdar kî, ev rast e
Îsa hînkirinêd qelp sûcdar dikir Mt. 23:15, 23, 24; 15:4-9
Ewî usa dikir, çimkî dixwest pişta yêd “kur” bigire Mt. 15:14
Rastî wana aza kir, wekî bibine şagirtêd Îsa Yn. 8:31, 32
C. Heger eşkere tê kifşê ku rêlîgiya nerast e, eseyî ye wekî ew bê guhastnê
Rastî aza dike; nerastiya geleka îzbat dike Yn. 8:31, 32
Cimeta Îsrayêlê, û yêd dinêna hebandina xweye berê hîştin Yêş. 24:15; 2 Pd. 5:17; 1 Ts. 1:9
Mesîhiyêd pêşin nihêrandina xwe guhastin Gl. 1:13, 14; Kr.Şn. 3:17, 19
Pawlosê şandî rêlîgiya xwe guhast Kr.Şn. 26:4-6
Dinya pêda hate xalifandinê; lazim e nêt-fikirêd xwe nû kin Ent. 12:9; Rm. 12:2
Ç. Dikare usa bê kifşê ku “hemû rêlîgiya rast in”, lê ev yek qebûlkirina Xwedê nayîne
Yahowa mera kifş dike, ku çawa wî bihebînin Yn. 4:23, 24; Aqb. 1:27
Heger hebandin li gora qirara Xwedê nîne, em nikarin bêjin ku ew rast e Rm. 10:2, 3
Şixulêd baş dikarin bêne înkarkirinê Mt. 7:21-23
Bi kirêd xwe tê naskirinê Mt. 7:20
25. Rojêd Axriyê
A. Çi tê hesabê kutasî, dêmek “axriya vê dinyayê”
Axiriya vê dinyayê Mt. 24:3; 2 Pt. 3:5-7; Mq. 13:4
Ne ku kutasiya erdê, lê kutasiya zulmiyê 1 Yn. 2:17
Pêşiya qirkirinê, rojêd axiriyê dêmek kutasiyê, wê destpêbin Mt. 24:14
Yêd rast wê xilaz bin, paşê wê dinya teze kifş be 2 Pt. 2:9; Ent. 7:14-17
B. Lazim e hişiyar bin, ku bibînin nîşana rojêd axriyê
Xwedê nîşana dide me, wekî rêberiya me bike 2 Tîm. 3:1-5; 1 Ts. 5:1-4
Dinya fem nake, wekî ev yek çiqasî ferz e 2 Pt. 3:3, 4, 7; Mt. 24:39
Xwedê derengî nakeve, lê ew pêşda me şîret dike 2 Pt. 3:9
Ewêd ku hişiyar dimînin, xelatê wê bistînin Lq. 21:34-36
26. Roja Bîranînê
A. Derbazkirina Roja Bîranîna Xudan
Salê carekê derbaz dikirin, roja cejina Derbazbûnê Lq. 22:1, 17-20; Drk. 12:14
Bîra xwe tînin mirina Îsa Mesîh, bi çi jî ewî emirê xwe kire qurban 1 Kr. 11:26; Mt. 26:28
Gumana kîjana ku heye, wekî li ezmana bijîn, wê ji sîmbola bixwin û vexwin Lq. 22:29, 30; 12:32, 37
Lê gelo, çawa merî pêdihese, wekî ew wê li ezmanda bijî Rm. 8:15-17
27. Roja Şemiyê
A. Ji mesîhiya nayê dewakirinê, wekî roja şemiyê bigirin
Li ser hîmê mirina Îsa, qanûn hatiye hildanê Ef. 2:15
Ji mesîhiya nayê dewakirinê, wekî roja şemiyê bigirin Kl. 2:16, 17; Rm. 14:5, 10
Yêd ku roja şemiyê û edetêd din digirtin, wana qebûl nedikirin Gl. 4:9-11; Rm. 10:2-4
Bi bawerî û guhdarîkirinê dikevne nava rihetiya Xwedê Îbr. 4:9-11
B. Tenê ji cimeta Îsrayêlêye berê dihate dewakirinê, ku roja şemiyê bigirin
Roja şemiyê, cara pêşin hate derbazkirinê, paşî derketina ji Misirê Drk. 16:26, 27, 29, 30
Çawa nîşan, hate dayînê tenê cimeta Îsrayêlêra ya bedenî Drk. 31:16, 17; Zb. 147:19, 20
Li gora Qanûnê, gerekê salêd şemiyê jî bigirtana Drk. 23:10, 11; Qn.Kh. 25:3, 4
Eseyî nîne, wekî mesîhî roja şemiyê bigirin Rm. 14:5, 10; Gl. 4:9-11
C. Rihetiya Xwedê ye roja şemiyê (roja 7, ya efirandina heftiyê ye)
Destpêbû ji xilaziya efirandina li ser erdê Dsp. 2:2, 3; Îbr. 4:3-5
Berdewan dibû paşî rojêd Îsa li ser erdê Îbr. 4:6-8; Zb. 95:7-9, 11
Mesîhî, rihet dibin ji şixulêd dinyayê xwehez Îbr. 4:9, 10
Wê xilaz be, çaxê Padşatî şixulêd li ser erdê xilaz ke 1 Kr. 15:24, 28
28. Ruh
A. Çi ye ruhê pîroz
Qewata Xwedê ye, ne ku kes e Kr.Şn. 2:2, 3, 33; Yn. 14:17
Dihate xebitandinê çawa wedê efirandinê, nivîsandina Kitêba Pîroz, usa jî bona tiştêd dinêna Dsp. 1:2; Hz. 11:5
Dide bûyînê, kifş dike endemêd bedena Îsa Yn. 3:5-8; 2 Kr. 1:21, 22
Qewatê dide, û hin jî îro rêberiya cimeta Xwedê dike Gl. 5:16, 18
B. Ruh, ev qewata emir e
Hîmê jîyînê ye, yê ku bînê û emir dide bedenê Kr.Şn. 17:25, Îb. 27:3
Qewata emir bal Xwedê ye, û tenê ew dikare emir bide meriya Zek. 12:1; Wz. 8:8
Qewata emirê meriya, û heywana, cem Xwedê ye Wz. 3:19-21
Ruh vedgere cem Xwedê, yê ku dikare merî ji mirinê rake Lq. 23:46
29. Sala 1914
A. 1914 (D.M.) xilaziya wedê pûtparista
Rikinyata serwerêd padşatiyê hate sekinandinê, sala 607 (B.D.M.) Hz. 21:25-27
Heta avakirina serwêrtiyê, “heft wext ” derbaz bûn Dn. 4:32, 16, 17
Heft =2 × 3 1/2 wext, yan 2 × 1,260 roj Ent. 12:6, 14; 11:2, 3
Salek ji ber rojekêva. [Bi temamî 2,520 sal dike] Hz. 4:6; Jm. 14:34
Ev wede, heta kifşkirina Padşatiyê dikişîne Lq. 21:24; Dn. 7:13, 14
30. Saxkirin
A. Guman seva miriya
Hemûyêd tirbada wê rabin Yn. 5:28, 29
Saxkirina Îsa, gumanê dide 1 Kr. 15:20-22; Kr.Şn. 17:31
Yêd ku miqabilî ruh gune dikin, wê ranebin Mt. 12:31, 32
Yêd ku bawer dikin, wanara soz hatiye dayînê ku wê ji miriya rabin Yn. 11:25
B. Saxkirin seva jîyîna li ser erdê yan li ezman
Hemûyêd ji Adem bûyî dimirin; lê hemûyêd ji Îsa bûyî wê sax bin 1 Kr. 15:20-22; Rm. 5:19
Yêd saxbûyî ji hev cude dibin 1 Kr. 15:40, 42, 44
Yêd ku tevî Îsa ne, wê mîna wî bin 1 Kr. 15:49; Flp. 3:20, 21
Yêd ku serwêrtiyê nekin, wê li ser erdê bijîn Ent. 20:4b, 5, 13; 21:3, 4
31. Sêyekane
A. Xwedê, Bav, ev kesek e, û nav temamiya dinyayêda hêrî himzor e
Xwedê sê kes, dêmek sêyekane nîne Qn.Dc. 6:4; Mlx. 2:10; Mq. 10:18; Rm. 3:29, 30
Kur hatibû efirandinê; lê tenê Xwedê hê pêşiya wê yekê hebû Ent. 3:14; Kl. 1:15; Îş. 44:6
Xwedê li dinyayêda, serwêrê heta-hetayê ye Chd. 25; Dn. 4:35
Berî pêşin Xwedê gerekê bilind kin û rûmet kin Flp. 2:10, 11
B. Kur çawa li ezmanda ji Bav nimiztir bû, usa jî paşê hatina wîye li ser erdê
Kur li ezmanda guhdar bû, ji aliyê Bavêda hatiye şandinê Yn. 8:42; 12:49
Li ser erdê guhdar bû, Bav li ser wîra ne Yn. 14:28; 5:19; Îbr. 5:8
Li ezmanda hatiye bilindkirinê, lê yeke guhdar bû Flp. 2:9; 1 Kr. 15:28; Mt. 20:23
Yahowa, serî û Xwedayê Îsa ye 1 Kr. 11:3; Yn. 20:17; Ent. 1:6
C. Yektiya Îsa û Xwedê
Her tim gura Bavê xweda ne Yn. 8:28, 29; 14:10
Yektiya wan, çawa orta mêr û jin e Yn. 10:30; Mt. 19:4-6
Hemû qulixkar, gerekê di vê yekêda çev bidine wan Yn. 17:20-22; 1 Kr. 1:10
Tenê Yahowa, heta-hetayê bihebîne, û bi alîkariya Îsa Yn. 4:23, 24
Ç. Ruhê Xwedêyî Pîroz, ev qewat e, bi çi jî Xwedê kar dike
Qewat, kes nîne Mt. 3:16; Yn. 20:22; Kr.Şn. 2:4, 17, 33
Ne jî li ezmanda kes e, tevî Xwedê û Îsa Kr.Şn. 7:55, 56; Ent. 7:10
Xwedê wî dişîne, wekî qirara xwe bîne sêrî Zb. 104:30; 1 Kr. 12:4-11
Ewêd ku Xwedêra qulix dikin, qewatê distînin, û bi vê têne rêberîkirinê 1 Kr. 2:12, 13; Gl. 5:16
32. Şedêd Yahowa
A. Ji ku destpêdibe terîxiya Şedêd Yahowa
Yahowa eyan dike, wekî kî ne Şedêd wî Îş. 43:10-12; Yêr. 15:16
Destpêbûyî ji Habîl, şedêd amin hebûn Îbr. 11:4, 39; 12:1
Îsa Mesîh, şedê amin û rast bû Yn. 18:37; Ent. 1:5; 3:14
33. Şeytan Mîrê-cina, Cin
A. Şeytan Mîrê-cina, kesê ruhanî ye
Ew kesê ruhanî ye, ne ku zulmî nav merîda 2 Tîm. 2:26
Mîrê-cina kes e, mîna miliyaketa Mt. 4:1, 11; Îb. 1:6
Ji bo nêtêd xweye xirab, ew bû Mîrê-cina dêmek buxdanbêj Aqb. 1:13-15
B. Şeytan Mîrê-cina serwêrê vê dinyayê ye, û ew nayê dîtinê
Ew xwedê ye, ku li ser dinyayê serwêrtiyê dike 2 Kr. 4:4; 1 Yn. 5:19; Ent. 12:9
Heta ku pirsa ferz safî nebe, îzin wîra hatibû dayînê ku hê bijî Drk. 9:16; Yn. 12:31
Ewê bikeve geliya heywayê, dêmek geliya bêbin, paşê jî wê qira wî bê Ent. 20:2, 3, 10
C. Cin, miliyaketêd miqabil in
Pêşiya Sêlavê, tev Mîrê-cina bûne yek Dsp. 6:1, 2; 1 Pt. 3:19, 20
Hatine bêhurmetkirinê, ji ronaya Xwedê hatine qetandinê 2 Pt. 2:4; Chd. 6
Miqabilî Xwedê şer dikin, însanet dizêrînin Lq. 8:27-29; Ent. 16:13, 14
Tevî Şeytan wê bêne qirkirinê Mt. 25:41; Lq. 8:31; Ent. 20:2, 3, 10
Ç. Ji sêrbaziyê gerekî xwe dûr bigirin, çimkî cin pey wê yekê sekinî ne
Kitêba Pîroz evê yekê qedexe dike Îş. 8:19, 20; Qn.Kh. 19:31; 20:6, 27
Felikvekirin, ev jî şixulêd destêd cina ne; tê sûcdar kirinê Kr.Şn. 16:16-18
Berbi mirinê dibe Gl. 5:19-21; Ent. 21:8; 22:15
Felikvekirin bi alîkariya steyrka, tê qedexekirinê Qn.Dc. 18:10-12; Yêr. 10:2
34. Şedetîkirin
A. Hemû mesîhî gerekê şedetiyê bidin, û xeber din derheqa mizgîniya xêrê
Seva ku qebûlkirina Xwedê bistînin, em gerekê ber meriya Îsa qebûl kin Mt. 10:32
Gerekê Xebera Xwedê biqedînin û baweriyê bidine kifşê Aqb. 1:22-24; 2:24
Şagirtêd teze jî gerekê bibine dersdar Mt. 28:19, 20
Şedetîkirin hemûyara, xilazkirinê tîne Rm. 10:10
B. Lazim e wekî em cara dude bêne cem meriya û şedetiyê berdewan kin
Gerekê elam kin derheqa kutasiyê Mt. 24:14
Yêremiya pêxember, derheqa kutasiya Orşelîmê, bi sala elam dikir Yêr. 25:3
Mîna mesîhiyêd di qirna yekêda, em jî nikarin şedetiyê bidine sekinandinê Kr.Şn. 4:18-20; 5:28, 29
C. Lazim e şedetiyê bidin, wekî cabdarê xûna tu kesî nîbin
Gerekê pêşda elam kin, wekî kutasî nêzîk e Hz. 33:7; Mt. 24:14
Heger usa nekin, xûna meriya wê ser stûyê me be Hz. 33:8, 9; 3:18, 19
Pawlosê şandî cabdarê xûna tu kesî nîbû; ewî derheqa rastiyê xeber dida Kr.Şn. 20:26, 27; 1 Kr. 9:16
Xilaz dike wan meriya, yêd ku dannasîn dikin, û ewêd ku guh didin 1 Tîm. 4:16; 1 Kr. 9:22
35. Şikil di Hebandinêda
A. Di hebandinêda şikil yan jî tiştêd zîyaretî bidî xebatê, nerast e, çimkî ev Xwedê bêhurmet dike
Merî nikare şikilê Xwedê çêke 1 Yn. 4:12; Îş. 40:18; 46:5; Kr.Şn. 17:29
Mesîhiyara îzin tune ku di hebandinêda şikila bidine xebatê 1 Kr. 10:14; 1 Yn. 5:21
Em gerekê bi ruh û rastiyê Xwedê bihebînin Yn. 4:24
B. Cimeta Îsrayêlê, di hebandinêda şikila didane xebatê, û ev yek axrîke xirab wanara anî
Cihûyara îzin tune bû, wekî hebandinêda şikila bidine xebatê Drk. 20:4, 5
Şikil nabihên, û xeber nadin; yêd ku wana çêdikin, dibine mîna wan Zb. 115:4-8
Bû telik, û qirkirin anî Zb. 106:36, 40-42; Yêr. 22:8, 9
C. Îzin tune di hebandinêda şikila bidine xebatê
Xwedê naxwaze ku di hebandinêda şikila bidine xebatê Îş. 42:8
Tenê Xwedê “duayan dibihîze” Zb. 65:1, 2 (AB)
36. Xaç
A. Îsa li ser stûnê dardakirin, û bi vi yekê bêhurmet dikirin
Îsa li ser stûnê yan darê hate dardakirinê Kr.Şn. 5:30; 10:39; Gl. 3:13
Mesîhî jî wê bêne bêhurmetkirinê û zêrandinê 2 Tîm. 3:12; Mt. 24:9
B. Xaç gerekê nehebînin
Heger stûna Îsa didî kifşê, ev bêhurmetî ye Lq. 23:35; Îbr. 10:29
Di hebandinêda xaç yan stûn bidî xebatê, ev pûtparistî ye Drk. 20:4, 5; Yêr. 10:3-5; Ent. 9:20
Îsa ruh e, û li ser stûnê îda dardakirî nîne 1 Tîm. 3:16; 1 Pt. 3:18
37. Xilazkirin
A. Xilazkirin ji Xwedê ye, bi saya qurbanbûna Îsa, bi çi jî em hatine kirînê
Emir ev heye pêşkêş ji Xwedê, bi saya Kurê wî 1 Yn. 4:9, 14; Rm. 6:23
Tenê bi saya qurbanbûna Îsa dikarin xilaz bin Kr.Şn. 4:12
Çaxê merî ber mirinê tobe dike, ev bes nîne seva xilazkirinê, çimkî kirêd wî nayêne kifşê Aqb. 2:14, 26
Seva ku xilaz bin, lazim e qewatê bidine xebatê Lq. 13:23, 24; 1 Tîm. 4:10
B. “Heger carekî hatî xilazkirinê, dêmek her tim xilazkirî bî”, nihêrandina usa li gora Kitêba Pîroz nîne
Ewêd ku ruhê pîroz standine, dikarin ji Xwedê dûr kevin û bikevin Îbr. 6:4, 6; 1 Kr. 9:27
Rast e gele Îsrayêlî ji Misirê derketin û xilaz bûn, paşê hatine qirkirinê Chd. 5
Merî carekîra xilaz nabe Flp. 2:12; 3:12-14; Mt. 10:22
Ewêd ku dîsa gune dikin û vedigerin nav şixulêd xweye berê, axriya wan ji ya pêşin xirabtir e 2 Pt. 2:20, 21
C. Nihêrandina usa li gora Kitêba Pîroz nîne, çaxê dibêjin, ku “li axriyêda yeke hemûşk wê xilaz bin”
Seva hineka tobekirin nabe Îbr. 6:4-6
Mirina merivêd zulm, dilê Xwedê xweş nayê Hz. 33:11; 18:32; 1 Tîm. 2:4
Hezkirin, çevê xwe li ser neheqiyê danade Îbr. 1:9
Yêd zulm, wê bêne qirkirinê Îbr. 10:26-29; Ent. 20:7-15
38. Xûn
A. Berîdayîna xûnê, pîroziya xûnê dide undakirinê
Nuhra hatibû gotinê ku xûn pîroz e, dêmek emir e Dsp. 9:4, 16
Bi peymana qanûnê, xwarina xûnê qedexekirî bû Qn.Kh. 17:14; 7:26, 27
Seva mesîhiya jî, ev qedexekirin hate wekilandinê Kr.Şn. 15:28, 29; 21:25
B. Îzin tune pêşberî qanûna Xwedê herin, seva ku emirê xwe xilaz kin
Guhdarîkirin ji qurbanê qîmettir e 1 Sm. 15:22; Mq. 12:33
Kî emirê xwe li ser qanûna Xwedê bilindtir digire, wê zîyanê bibîne Mq. 8:35, 36
39. Yahowa, Xwedê
A. Navê Xwedêb
“Xwedê”, sernav e; cem Xwedayê me nav heye 1 Kr. 8:5, 6
Em dua dikin, wekî navê Xwedê pîroz be Mt. 6:9, 10
Navê Xwedê “Yahowa” ye. Lê ji hine welgerandinêd Kitêba Pîroz, navê Xwedê hatiye derxistinê Zb. 83:18 (AB); Îş. 42:8
Îsa, ev nav da eyankirinê Yn. 17:6, 26; 5:43; 12:12, 13, 28 (AB)
B. Xwedê heye
Merî nikare Xwedê bibîne, û sax bimîne Drk. 33:20; Yn. 1:18; 1 Yn. 4:12
Eseyî nîne, Xwedê bibînî wekî baweriya xwe wî bînî Îbr. 11:1; Rm. 8:24, 25; 10:17
Derheqa Xwedê, ji efirînêd wî dikarin pêbihesin, ku eşkere têne kifşê Rm. 1:20; Zb. 19:1, 2
Pêxembertî hatine sêrî, û ev yek îzbat dike, wekî Xwedê heye Îş. 46:8-11
C. Xeyset-hunurêd Xwedê
Xwedê hezkirin e 1 Yn. 4:8, 16; Drk. 34:6; 2 Kr. 13:11; Mx. 7:18
Bîlanî û serwaxtiya usa, yê ku cem Xwedê heye, bal tu kesî îda tune Îb. 12:13; Rm. 11:33; 1 Kr. 2:7
Heq e û heqiyê dike Qn.Dc. 32:4; Zb. 37:28
Himzor e, û pir qewat e Îb. 37:23; Ent. 7:12; 4:11
Ç. Hemûşk, Xwedakîra qulix nakin
Ew rê, yê ku tê kifşê wekî baş e, her gav rast nîne Mtl. 16:25; Mt. 7:21
Du rê hene, lê tenê yek ji wana dibe berbi jîyînê Mt. 7:13, 14; Qn.Dc. 30:19
Gelek Xudan hene, lê tenê Xwedakî rast heye 1 Kr. 8:5, 6; Zb.82:1
Seva ku bijî lazim e, wekî Xwedayê rast bizanibî Yn. 17:3; 1 Yn. 5:20
40. Yekbûyîna Rêlîgiya
A. Yekbûyîna tevî cûre-cûre rêlîgiya, Xwedê qebûl nake
Tenê rêk heye, yê ku teng e, û tenê hineka ew dibînin Ef. 4:4-6; Mt. 7:13, 14
Kitêba Pîroz şîret dike, ku hînkirinêd qelp, dixalifînin Mt. 16:6, 12; Gl. 5:9
Mera ferman hate dayînê, ku ji wan dûr bin 2 Tîm. 3:5; 2 Kr. 6:14-17; Ent. 18:4
B. Çaxê dibêjin ku “hemû rêlîgiyada tiştekî baş heye”, ev nihêrandina nerast e
Hineka xîret in, lê ne li gora qirara Xwedê Rm. 10:2, 3
Ew çi ku baş e, bi tiştêd xirab tê xirabkirinê 1 Kr. 5:6; Mt. 7:15-17
Dersdarêd qelp, berbi qirkirinê dibin 2 Pt. 2:1; Mt. 12:30; 15:14
Tê dewakirinê, ku hebandina temizda, aminiya helal hebe Qn.Dc. 6:5, 14, 15; Mt. 22:37
41. Zewac
A. Zewac gerekê bê hurmetkirinê
Tevî Îsa û bûkê, tê beramberîhevkirinê Ef. 5:22, 23
Cî-nivîna zewacê, gerekê nav-namûsî be Îbr. 13:4
Mêr-jin gerekê ji hev neqetin û dûr nebin 1 Kr. 7:10-16
Tenê menîk heye, ku çaxê mêr û jin dikarin ji hev biqetin, ev heye Pornêya (qavî) Mt. 19:9
B. Mesîhî gerekê prînsîpêd serwêriya di malbetêda, qîmet kin û hildin hesab
Mêr, serê malbetê ye, gerekê malbeta xwe hez bike û wana xwey ke Ef. 5:23-31
Jin gerekê mêrê xwe hez bike û gura wîda be 1 Pt. 3:1-7; Ef. 5:22
Zar gerekê guhdar bin Ef. 6:1-3; Kl. 3:20
C. Cabdariyêd dê-bava, hindava zara
Gerekê hezkirinê bidine kifşê, dîna xwe bidine wan û wede bibînin zarara Tît. 2:4
Hêrsa zarêd xwe ranekin, wana eciz nekin Kl. 3:21
Gerekê bona hewcêd wane ruhanî û yê bedenê, xem bikin 2 Kr. 12:14; 1 Tîm. 5:8
Gerekê zara pêşda hazir kin, ku bizanbin wekî bende çawa gerekê bijî Ef. 6:4; Mtl. 22:6, 15; 23:13, 14
D. Mesîhî gerekê tenê mesîhî bistîne
Çaxê dizewicî, gerekê “tenê bawermendê Xudan be” 1 Kr. 7:39; Qn.Dc. 7:3, 4; Nm. 13:26
E. Polîgamiya, ne li gora Kitêba Pîroz e
Cem mêrê pêşin gerekê tenê jinek hebûya Dsp. 2:18, 22-25
Îsa Mesîh ev norma pêşin, seva mesîhiya dîsa kifş kiriya Mt. 19:3-9
Nava mesîhiyêd pêşin, polîgamiya (zefjinî, zefmêrî), tunebû 1 Kr. 7:2, 12-16; Ef. 5:28-31
42. Zêrandin, Peyketin
A. Ji bo çi menî mesîhî têne zêrandinê
Îsa nefret dikirin, pêşda got ku bêne zêrandinê Yn. 15:18-20; Mt. 10:22
Jîyîna bi prînsîpêd rast, dîwana dinyayê dike 1 Pt. 4:1, 4, 12, 13
Şeytan, Xwedayê vê dinyayê ye, miqabilî Padşatiyê derdikeve 2 Kr. 4:4; 1 Pt. 5:8
Mesîhî natirse, Xwedê alî wî dike Rm. 8:38, 39; Aqb. 4:8
B. Jin gerekê nehêle, wekî mêr, ji Xwedê wê dûr xe
Pêşda hate elamkirinê; mêr dikare bi elametiya nerast bixalife Mt. 10:34-38; Kr.Şn. 28:22
Ew gerekê gumana xwe, li ser Xwedê û Îsa dayne Yn. 6:68; 17:3
Bi aminiya xwe dikare mêrê xwe xilaz ke 1 Kr. 7:16; 1 Pt. 3:1-6
Mêr serê malê ye, lê ew nikare jina xwe bide zorê, wekî jin usa Xwedê bihebîne çawa ku wîra dest dide 1 Kr. 11:3; Kr.Şn. 5:29
C. Mêr gerekê nehêle, wekî jina wî riya wî di qulixkirinêda bigire
Gerekê jin û malbeta xwe hez bike, û emir wanara bixwaze 1 Kr. 7:16
Borcdar e, wekî tişta safî ke, û malbetê xwey ke 1 Kr. 11:3; 1 Tîm. 5:8
Xwedê wî merivî hez dike, yê ku li aliyê rastiyê ye Aqb. 1:12; 5:10, 11
Ewê ku prînsîpêd Xwedê înkar dike, seva ku edilayî xwey ke, qebûlkirina Xwedê nastîne Îbr. 10:38
Malbetê, bive berbi jîyîna bextewar li dinya teze Ent. 21:3, 4
43. Zulmî, Kul-Derdêd Hemdinyayê
A. Kî seva kul-derdêd dinyayê cabdar e
Serwêrtiya merivêd zulm, heye sebebê kul-derdêd roja îroyîn Mtl. 29:2; 28:28
Serwêrê vê dinyayê, dijminê Xwedê ye 2 Kr. 4:4; 1 Yn. 5:19; Yn. 12:31
“Wey”, dêmek kul-derd, ji Şeytan Mîrê-cina tên, ev wedelû ne Ent. 12:9, 12
Şeytan wê bê girêdanê, paşê jî dinya teze bê, ya ku bi edilayê tije be Ent. 20:1-3; 21:3, 4
B. Gelo çira Xwedê dihêle, wekî kul-derd hebin
Mîrê-cina, aminya efrînêd Xwedê, danî bin şikê Îb. 1:11, 12
Yêd aminra mecele tê dayînê, wekî aminya xwe îzbat kin Rm. 9:17; Mtl. 27:11
Hate îzbatkirinê, wekî Mîrê-cina, derewîn e, pirsa ferz tê safîkirinê Yn. 12:31
Yêd amin bi emirê heta-hetayê têne xelatkirinê Rm. 2:6, 7; Ent. 21:3-5
C. Wedê kutsiyê dirêj dibe, û bi wê yekê remtiya Xwedê tê kifşê
Lazim e wekî meriyara elam kin, çawa ku rojêd Nuhda diqewimî Mt. 24:14, 37-39
Xwedê derengî nakeve û egle nabe, ew dilrem e 2 Pt. 3:9; Îş. 30:18
Kitêba Pîroz alî me dike, wekî seva roja Xwedê hazir bin Lq. 21:36; 1 Ts. 5:4
Xwe li wan hemû tişta bigire, yêd ku Xwedê dide seva ku te xwey ke Îş. 2:2-4; Sf. 2:3
Ç. Safîkirina kul-derdêd hemdinyayê, wê ji destê meriya neyê
Merî bin tirsêda nin, û xalifî ne Lq. 21:10, 11; 2 Tîm. 3:1-5
Padşatiya Xwedê, wê serfiraz be, ne ku ya meriva Dn. 2:44; Mt. 6:10
Hemû tiştî bike wekî niha tevî Padşa, di edilayiyêda bî Zb. 2:9, 11, 12
[Spartin]
a Di Kitêba Pîroze orîjînalêda derheqa nefs bi îbranî tê gotinê “nêfêş”, lê bi yûnanî “psîxê”. Lê di Mizgîniyêda welgerandina Stokholmê, ev du xeber, li ser zimanê kurmancî gelek car tê welgerandinê ça “nefs”
b Forma navê Xwedê ye rast, Yahweh, di Kitêba Pîrozda ya li ser zimanê kurmancîda heye, kitêba Derketin 3:15-da, (PKM). Dîna xwe bide nasiya bi steyrkê nîşankirî