FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ÎBO 11-15
Îbo Bawer Dikir, ku wê Saxkirin Hebe
Îbo bawer dikir, ku Xwedê dikare ew sax ke
14:7-9, 13-15
Îbo derheqa baxekî got, dibeke dara zeytûnê, seva ku usa baweriya xwe hindava saxkirinêda bide kifşê
Sîstêma kokêya wê dara zeytûnê usa ne, ku çaxê serê darê dibirin, lê binê wî û kok dimîne, ew dar yeke dikare dîsa şîn be. Û heta ku kokên wê darê sax in, ew dîsa jî mezin dibe
Çaxê paşî qije-qije tevê, baran destpêdike bibare, hingê binê darêya zeytûnê ku ziha bû, dikare dîsa tezede şîn be