KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • Êlyas, Tirs û Tenêbûn li ser Xwe Texmîn Kiriye
    Zarên Xwe Hîn kin
    • Gedê biçûk tenê ye û ditirse

      SERÊ 7

      Êlyas, Tirs û Tenêbûn li ser Xwe Texmîn Kiriye

      Hela dîna xwe bide şikil. Tu gedê biçûk divînî? Tê kifşê wekî ew tenê ye û ditirse, usa nîne? Lê te, tirs û tenêbûn li ser xwe texmîn kiriye?~ Her kes ji me, carna ev yek li ser xwe texmîn dike. Di Kitêba Pîrozda jî tê gilîkirinê derheqa hevalêd Yahowa, yêd ku tenê mane û tirsiyane. Yek ji wan meriya Êlyas bû. Werê em derheqa wî pêbihesin.

      Jin padşa Îzabêl, bi hêrs dike qare-qar

      Îzabêl dixwest Êlyas bikuşta

      Hê gelek sal pêşiya bûyîna Îsa, Êlyas di Îsrayêlêda dijît. Ahab padşê Îsrayêlê, Xwedayê rast dêmek Yahowa nediheband. Ew û kulfeta wî Îzabêl, serê xwe ber xwedanê qelp Bael, datanîn. Lema gelek merî jî di Îsrayêlêda destpêkirin Bael bihebînin. Jin padşa Îzabêl zulmkar bû, û dixwest wan hemû meriya bikuşta, yêd ku Yahowa dihebandin. Û Êlyas jî ewê dixwest bikuşta! Lê tu zanî Êlyas çi kir?~

      Êlyas revî! Ew çû kûraya beriyê û di şkeftêda xwe veşart. Ça tu dişirmîş dibî ew çira revî?~ Belê, ew tirsiya. Lê Êlyas gerekê netirsiya. Çira? Çimkî ewî zanibû, wekî Yahowa dikaribû alî wî bikira. Hê pêşiya wê yekê, Yahowa qewata xwe Êlyasra nîşan kir. Carekê Yahowa agir ji ezman barand, û bi vê yekê caba duayê Êlyas da. Lema niha jî, Yahowa dikaribû alî wî bikira!

      Yahowa caba duayê Êlyas dide bi wê yekê, ku agir ji ezman dibarîne; Êlyas di şkeftêda ne; Çaxê Êlyas bihîst giliyê Yahowaye hêlankirinê, ewî şa bû

      Ça Yahowa alî Êlyas kir?

      Çaxê Êlyas di şkeftêda bû, Yahowa tevî wî xeber da û ji wî pirsî: ‘Tu vira çi dikî?’ Êlyas caba xwe da: ‘Tenê ez mam ji wan meriya, yêd ku tera qulix dike. Û ez ditirsim, çimkî min dixwazin bikujin’. Êlyas dişirmîş bû, wekî hemû qulixkarêd Yahowa îda hatine kuştinê. Lê Yahowa gote Êlyas: ‘Na, ev usa nîne. Xêncî te dîsa 7 000 meriyêd din jî hene, yêd ku minra qulix dikin û min dihebînin. Mêrxas be. Cem min dîsa gelek şixul seva te heye ku bikî!’ Ça tu dişirmîş dibî, Êlyas şa bû çaxê derheqa vê yekê bihîst?~

      Ji mesela Êlyas tu çi dikarî hîn bî?~ Tu car netirse û dişirmîş nebe wekî tu tenê yî. Hevalêd te hene, yêd ku te û Yahowa hiz dikin. Xêncî wê yekê, qewata Yahowa zef e, û ewê hertim alî te bike! Belê Yahowa wê timê tevî te be û piştovanî te be. Ji bo vê yekê tu bextewar û şa yî?~

      JI KITÊBA PÎROZ BIXÛNE

      • 1 Padşatî 19:3-18

      • Zebûr 145:18

      • 1 Petrûs 5:9

      PIRS:

      • Hêna Êlyas, di Îsrayêlêda merî Yahowa dihebandin yan na? Kêra ewana qulix dikirin?

      • Çira Êlyas revî û xwe di şkeftêda veşart?

      • Yahowa çi gote Êlyas?

      • Ji mesela Êlyas çi em dikarin hîn bin?

  • Cem Yoşiya Hevalêd Baş Hebûn
    Zarên Xwe Hîn kin
    • Yoşiya padşa guh dide hevalê xweyî Yêremiya

      SERÊ 8

      Cem Yoşiya Hevalêd Baş Hebûn

      Ça tu dişirmîş dibî, çetin e bikî ew çi ku rast e?~ Gelek merî dişirmîş dibin, wekî çetin e. Mesele di Kitêba Pîrozda tê gilîkirinê derheqa gedekî, kîjanîra ku gelek çetin bû bike ew çi ku rast bû. Navê wî Yoşiya bû. Lê cem Yoşiya hevalêd baş hebûn. Û ewana alî wî dikirin. Werê em hê zêde pêbihesin derheqa Yoşiya û hevalêd wî.

      Bavê Yoşiya, Amon bû. Amon padşê Cihûdayê bû. Amon yekî gelek zulm bû û serê xwe ber pûta datanî. Çaxê Amon mir, kurê wî Yoşiya bû padşê Cihûdayê. Lê hingê Yoşiya heyşt salî bû! Ça tu dişirmîş dibî, Yoşiya jî mîna bavê xwe yekî zulm bû?~ Na, ew yekî usa nîbû!

      Sêfaniya pêxember giliyê Yahowa, elamî merivêd Cihûdayê dike

      Sêfaniya elamî meriya dikir ku serê xwe ber pûta daneynin

      Rast e Yoşiya hê zar bû, lê yeke ewî dixwest gura Yahowa bike. Lema jî Yoşiya hevalêd usa xwera dijbart, yêd ku Yahowa hiz dikirin. Ewana alî Yoşiya kirin, wekî bike ew çi ku rast bû. Lê gelo hevalêd wî kî bûn?

      Yek ji wan, Sêfaniya bû. Sêfaniya pêxember bû. Û ewî elamî merivêd Cihûdayê dikir, wekî serê xwe ber pûta daneynin, yanê na, wê tiştekî xirab bê serê wan. Yoşiya guh da Sêfaniya û serê xwe ber Yahowa datanî, ne ku ber pûta.

      Lê hevalê Yoşiya din jî, Yêremiya bû. Yêremiya û Yoşiya, salada weke hev bûn. Ewana usa jî nêzîkî hev diman û tevayî mezin dibûn. Bi rastiyê jî ewana hevalêd gelek baş bûn. Çimkî çaxê Yoşiya mir, Yêremiya kilam ser wî nivîsî derheqa wê yekê, ku çiqas dilê wî ser Yoşiya dişewite. Yêremiya û Yoşiya alî hev dikirin, wekî bikin ew çi ku rast bû. Wana usa jî gura Yahowa dikir.

      Yoşiya û Yêremiya alî hev dikirin, wekî bikin ew çi ku rast bû

      Çi tu dikarî ji Yoşiya hîn bî?~ Rast e Yoşiya hê biçûk bû, lê yeke ewî dixwest bike ew çi ku rast bû. Ewî usa jî zanibû, wekî tevî wan meriya gerekê hevaltiyê bike, yêd ku Yahowa hiz dikin. Tu jî hevalêd usa xwera bijbêre, yêd ku Yahowa hiz dikin û dikarin alî te bikin, wekî bikî ew çi ku rast e!

      JI KITÊBA PÎROZ BIXÛNE

      • 2 Dîrok 33:21-25; 34:1, 2; 35:25

      PIRS:

      • Kî bû bavê Yoşiya? Ewî tiştêd rast dikir?

      • Rast e Yoşiya hê biçûk bû, lê ewî çi dixwest bike?

      • Navê herd hevalê Yoşiya çi bûn?

      • Çi tu dikarî ji Yoşiya hîn bî?

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Elametiyên Konfêdênsîal
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin