KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • Yêremiya Nedisekinî û Timê Derheqa Yahowa Xeber Dida
    Zarên Xwe Hîn kin
    • SERÊ 9

      Yêremiya Nedisekinî û Timê Derheqa Yahowa Xeber Dida

      Elaleta hêrs, dora Yêremiya girt

      Çira merî li ser Yêremiya hêrs ketin?

      Yêremiya, ji çela kûr hatibû derxistinê

      Yahowa alî Yêremiya kir

      Çaxê em meriyara derheqa Yahowa xeber didin, carna ji bo vê yekê ewana dikarin qerfê xwe me bikin yan jî li ser me hêrs kevin. Û ev yek dikare li ser me usa hukum ke, wekî emê îda nexwazin derheqa Yahowa xeber din. Tevî te qe tiştêd usa qewimiye?~ Kitêba Pîroz gilî dike derheqa xortekî, yê ku Yahowa hiz dikir, lê hindik mabû ewî dannasînkirina xwe bida sekinandinê. Navê wî Yêremiya bû. Dixwazî hê zêde derheqa wî pêbihesî? Werê em binihêrin.

      Çaxê Yêremiya hê gelek cahil bû, Yahowa gote wî, wekî ew gerekê meriya elam ke, ku şixulêd xweye xirab bihêlin. Yêremiyara çetin bû evê yekê bike, û ew tirsiya. Ewî gote Yahowa: ‘Ez nizanim çi û ça bêjim. Ne ez hê gelek cahil im’. Lê Yahowa gotê: ‘Netirse. Ezê alî te bikim’.

      Paşî wê yekê Yêremiya destpêkir bêje meriya, ku hergê ewana şixulêd xweye xirab nehêlin û neyêne guhastinê, hingê ewana wê bêne cezakirinê. Ça tu dişirmîş dibî, merî guh dane Yêremiya û şixulêd xirab hîştin?~ Na. Ewana destpêkirin qerfê xwe wî bikin û li ser wî hêrs kevin. Hineka jî hela hê dixwestin ewî bikujin! Lê gelo hingê Yêremiya çi li ser xwe texmîn kir, ça dişirmîş dibî?~ Ew tirsiya û got: ‘Ez îda derheqa Yahowa tu car xeber nadim’. Lê bi rastiyê, ewî şixulê dannasînkirina xwe da sekinandinê?~ Na, ew nesekinî. Yêremiya gelek Yahowa hiz dikir, lema jî nikaribû xwe ker kira û xeber neda derheqa Yahowa. Û çimkî Yêremiya şixulê xwe neda sekinandinê û destê xwe danexist, Yahowa ew guman kiriye ku wê xilaz ke.

      Mesele, carekê hine merivêd xirab Yêremiya girtin û avîtine çela kûr, ya ku bi heriyê tije bû. Li wir Yêremiya bê xwarin û av hîştin. Ew mêrêd xirab dixwestin wekî Yêremiya di çelêda bimiriya. Lê bi alîkariya Yahowa ew xilaz bû!

      Tu çi ders dikarî seva xwe ji Yêremiya hildî?~ Rast e carna ew ditirsiya jî, lê yeke nedisekinî û timê derheqa Yahowa xeber dida. Çaxê tu jî meriyara xeber dî derheqa Yahowa, diqewime ewana wê qerfê xwe te bikin yan jî li ser te hêrs kevin. Ji bo vê yekê dibeke tu destpêkî bitirsî û bixelifî. Lê çi jî hebe tu car nesekine û derheqa Yahowa timê meriyara xeber de. Hingê çawa ku Yahowa alî Yêremiya kir, wê alî te jî bike.

      JI KITÊBA PÎROZ BIXÛNE

      • Yêremiya 1:4-8; 20:7-9; 26:8-19, 24; 38:6-13

      PIRS:

      • Yahowa çi gote Yêremiya ku bike?

      • Çira Yêremiya hindik mabû dannasînkirina xwe bida sekinandinê?

      • Yahowa çawa alî Yêremiya kiriye?

      • Tu çi ders dikarî seva xwe ji Yêremiya hildî?

  • Îsa Timê Guhdar bû
    Zarên Xwe Hîn kin
    • Ûsiv û Meriyem, Îsayê biçûk di perstgehêda divînin

      SERÊ 10

      Îsa Timê Guhdar bû

      Hêsa ye her gav gura dê-bavê xwe bikî?~ Carna hêsa nîne. Lê ça tu dişirmîş dibî Îsa gura kê dikir?~ Ewî gura Yahowa û dê-bavê xwe dikir. Mesela Îsa dikare alî te bike, wekî tu hela hê hingê jî gura dê-bavê xwe bikî, çaxê ev yek hêsa nîne. Werê em hê zêde derheqa vê yekê pêbihesin.

      Heta ku Îsa li ser erdê bihata bûyînê, ew tevî Bavê xwe Yahowa, di ezmanda bû. Lê li ser erdê jî dê-bavê wî hebûn. Navêd wan Ûsiv û Meryem bû. Lê tu zanî ewana çawa bûne dê-bavê Îsa?~

      Yahowa emirê Îsa ji ezman hilda û derbazî zikê Meryemê kir. Usa Îsa li ser erdê hate bûyînê. Ev yek keremet bû! Çawa ku zar zikê diya xweda mezin dibin, usa jî Îsa zikê Meryemda mezin dibû. Neh meh derbaz bûn, û Îsa hate bûyînê. Usa Meryem û Ûsiv bûne dê-bavê Îsa.

      Çaxê Îsa 12 salî bû, ewî tiştekî usa kir, ya ku da kifşê wekî ew gelek Bavê xwe Yahowa hiz dike. Ev yek qewimî wî çaxî, gava Îsa û malbeta wî, rê ketin seva ku herin Orşelîmê. Ewana diçûne Orşelîmê seva ku li wir Yahowara qulix kin. Lê çaxê ewana vedgeriyan malê, Ûsiv û Meryem tu cîkî nikaribûn Îsa bidîtana. Zanî Îsa kîderê bû?~

      Çira Îsa hate perstgehê?

      Ûsiv û Meryem gelek lez diketin çaxê ji Orşelîmê vedigeriyan mal. Û çaxê Îsa unda kirin, destpêkirin hemû ciya ewî bigerin. Ewana gelek berxwe diketin çimkî nikaribûn ew bidîtana. Lê sê roj şûnda, wana Îsa di perstgehêda dît! Ça tu dişirmîş dibî, Îsa çira di perstgehêda bû?~ Çimkî wê derê ewî dikaribû hê zêde derheqa Bavê xwe Yahowa pêbihesiya. Îsa gelek Yahowa hiz dikir û dixwest pêbihesiya ku ça dikaribû dilê wî şa kira. Hela hê çaxê Îsa mezin bû jî, ewî her gav gura Yahowa dikir. Îsara timê hêsa nîbû gura Bavê xwe bike, lê yeke ew gura wîda bû. Hela hê hingê jî ew guhdar bû, gava gerekê biçerçiriya. Lê Îsa gura Ûsiv û Meriyemê jî dikir?~ Belê. Di Kitêba Pîrozda nivîsar e wekî Îsa wanara jî guhdar bû.

      Çi tu dikarî ji mesela Îsa hîn bî?~ Tu gerekê gura dê-bavê xwe bikî, hela hê hingê jî çaxê tera hêsa nîne. Tuyê gura dê-bavê xwe bikî?~

      JI KITÊBA PÎROZ BIXÛNE

      • Lûqa 1:30-35; 2:45-52

      • Efesî 6:1

      • Îbranî 5:8

      PIRS:

      • Çawa Ûsiv û Meryem bûne dê-bavê Îsa?

      • Çaxê dê-bavê Îsa di Orşelîmêda ew unda kirin, paşê kîderê wî dîtin?

      • Çi tu dikarî ji mesela Îsa hîn bî?

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin