KILAMA 142
Xwe Qewî li Baweriyê Digirin
Ya Neşirkirî
	- 1. Çend hezar sal merî dijîn li teryêda, - Ça bêjî ev pey bayê dinê ketye. - Ev bûne dîl li vê dinya xirabda - Ser wana gune hukum dike. - (LÊWEGERANDIN) - Şa bin, bistirên, Padşatî hatye, - Ev wê ji kul û derda me aza ke. - Demekî kinda emê pir şa bin, - Bawerya me heye emê hîvyê bin. 
- 2. Roja Xwedê îda tê ew pir nêzîk e - Wê îda kes nevêje: “Ku ye ev roj?” - Efrînê xwe wê her-heyî aza ke. - Emê rûmet kin Xwedê her roj. - (LÊWEGERANDIN) - Şa bin, bistirên, Padşatî hatye, - Ev wê ji kul û derda me aza ke. - Demekî kinda emê pir şa bin, - Bawerya me heye emê hîvyê bin. 
(Usa jî binihêre Zeb. 27:14; Waîz. 1:14; Yowl. 2:1; Hebq. 1:2, 3; Rom. 8:22).