KILAMA 65
Timê Pêş!
- 1. Timê pêş, timê pêş, her gav tu here, - Zêna xwe zêde ke, Xwedê mecalê dide. - Di xizmetyêda tu hê pêşda here, - Xwedê wê te kerem ke. - Tu hemû dera dannasîn ke, - Kirên Îsa tu berdewam ke. - Xwedê tu car nahêle tu bikevî, - Di rastyêda qewî be. 
- 2. Timê pêş, timê pêş, mêrxasî bêje, - Mizgînya xêrê tu her kesîra bela ke. - Xwedê Padşa ye, eşq pesnê wî bide, - Mal bi mal tu xizmet ke. - Hergê dijmin te bitirsîne, - Xwe ker neke, ku cimet se ke. - Wa Padşatiya Yehowa îda hatye, - Dil û şa tu hîn bike. 
- 3. Timê pêş, timê pêş, vê rêda here, - Di şixulê Xwedêda cêribandî bibe. - Bira Xwedê ruhê pîroz bide te, - Bi şabûnê tije bî. - Tu meriya bi hizkirin hîn ke, - Ku xeber heta dil bighîje. - Alî wan bike wekî pêşda herin, - Ronayêda bimeşin. 
(Usa jî binihêre Fîlî. 1:27; 3:16; Îbrn. 10:39).