KILAMA 62
Kilama Nû
(Zebûr 98)
- 1. Wa ew kilama nû derheqa hemû kirên baş, - Yên ku Xwedê kirye û dîsa wê bike. - Yehowa zor e, ew Xwedayê Altîndar e, - Bi heqiyê û rastiyê - Dîwanê ew dike. - (LÊWEGERANDIN) - Bistirê! - Kilamê Xwedêra. - Bistirê! - Yehowa ye Padşa. 
- 2. Bi dengê pir xweş û şa bistirê Padşêra, - Bi kilama, dil-eşq; Tu rûmet ke Xweda. - Bira em her kes bi dengekî hevra bistrên. - Dengek bira bidin - Borî, saz û çengê. - (LÊWEGERANDIN) - Bistirê! - Kilamê Xwedêra. - Bistirê! - Yehowa ye Padşa. 
- 3. Bira ber û erd rûmet kin navê Yehowa, - Efrînê ser erdê her gav bidin pesna. - Çem, zinar û çol bira kilamên nû bêjin, - Bona karên Xwedê - Pesna hertim bidin. - (LÊWEGERANDIN) - Bistirê! - Kilamê Xwedêra. - Bistirê! - Yehowa ye Padşa. 
(Usa jî binihêre Zeb. 96:1; 149:1; Îşa. 42:10).