KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • Rastiyê Hîn ke
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2016) | Tebax
    • MÎNA ÎSA BIJÎN

      Rastiyê Hîn ke

      Destpêbûyî ji meha Îlonê, di “Bernama Civînêda ya Bijîn û Xizmet kin”, wê pêşanîna teze bê zêde kirinê bi navê “Rastiyê Hîn ke”. Nêta me wê ew be, wekî hînkirineke Kitêba Pîroz meriyara eyan kin û seva vê yekê bidine xebatê pirs û rêz.

      Hergê em divînin ku kesek hewasa xwe dide kifşê, em dikarin wîra edebyetekê bihêlin, yan vîdêoya jw.org nîşan kin. Em gerekê nava çend rojada serlêdana dubare bikin, wekî tevî wî merivî şêwirkirina xwe berdewam kin. Pêşanînên teze wê li ser hîmê fikirên sereke bin, yên ku em dikarin bivînin li xilaziya seriyada ji pirtûka “Kitêba Pîroz Çi Dikare Me Hîn ke?”. Li wir em dikarin pirs û rêzên zêde bivînin, yên ku dikarin alî me bikin serlêdana dubare bikin yan jî hînkirina Kitêba Pîroz derbaz kin, û seva vê yekê tenê Kitêba Pîroz bidine xebatê.

      Tenê rêk heye, ya ku dibe berbi jîyînê (Mt. 7:13, 14). Em xeber didin tevî cûre-cûre meriya, yên ku ji cûre-cûre rêlîgiyayê ne, lema jî em gerekê dîna wan bidine rastiyên Kitêba Pîroz, yên ku xût wana dikeve (1 Tîm. 2:4). Çaxê em rind zanin cûre-cûre têmên Kitêba Pîroz û hê cêribandî dibin, seva ku “xebera rastiyê rast” şiro vekin, hingê şabûna me hê zêde dibe û em rind rastiyê derbazî meriya dikin (2 Tîm. 2:15).

  • Kampaniya Mexsûs seva Belakirina “Birca Qerewiliyê” di Meha Îlonêda
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2016) | Tebax
    • MÎNA ÎSA BIJÎN

      Kampaniya Mexsûs seva Belakirina “Birca Qerewiliyê” di Meha Îlonêda

      Birca Qerewiliyê № 5 2016 | Berdilî û Alîkarî Wedê Çetinaya

      Temamiya dinyayêda, merivara berdilî lazim e (Wz. 4:1). Nava meha Îlonêda, emê qewatê bidine xebatê seva ku bela kin “Birca Qerewiliyê”. Ev jûrnal derheqa berdilî ye. Evê jûrnalê çiqas dikarin, hê zêde bela kin. Ji bo wê yekê ku em dixwazin rû bi rû tevî meriya xeber din, seva ku berdilî bidine wan, emê nehêlin evê jûrnalê wê derê, kîderê ku kes malda tune.

      ÇI BÊJIN

      “Hemûyara carna berdilî lazim e. Lê kîderê em dikarin berdilî bivînin? [Bixûne 2 Korintî 1:3, 4.] Di vê jûrnala “Birca Qerewiliyêda” tê şirowekirinê, ku çi cûrey Xwedê berdilî dide me”.

      Hergê meriv hewasa xwe dide kifşê û jûrnalê hildide, . . .

      Paşê wîra bêje, ku hergê dixwaze dikarî tevî wî hînkirina Kitêba Pîroz derbaz kî.

      Pirsek dayne, caba kîjanî ku tê wedê serlêdanê bidî. Mesele dikarî pirs kî “Çima Xwedê dihêle wekî kul-derd hebin?”

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin