KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w15 9/1 rûp. 18-22
  • “Baweriyêda Hîmgirtî bin”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • “Baweriyêda Hîmgirtî bin”
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • BAWER BE KU YAHOWA WÊ ALÎ TE BIKE
  • HEGER EM DÎNA XWE BIDINE SER TIŞTÊN NE FERZ, BAWERIYA ME DIKARE UNDA BE
  • DÎNA XWE BIDE SER ÎSA KU BAWERIYA XWE QEWÎ KÎ
  • “Baweriya Me Zêde ke”
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Bawerî: Hunur ku Alî Me Dike Qewî bin
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2019
  • Gelo Baweriya Te Çiqas Qewî ye?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
  • Sozên Yehowa Bawer Bikin
    Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2016
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
w15 9/1 rûp. 18-22
Hine şagirt di qeyikêda ji bo firtonê tevhev in, Petrûs jî ji qeyikê peya dibe û ser avêra diçe

“Baweriyêda Hîmgirtî bin”

“Baweriyêda hîmgirtî bin . . . bişidin” (1 KORINTÎ 16:13).

KILAMÊN: 23, 34

HÛNÊ ÇA CABA XWE BIDIN?

  • Çira bawerî tiştekî qîmet e?

  • Em ça dikarin têderxin ku baweriya me sist bûye?

  • Çira em gerekê dîna xwe bidine mesela Îsa?

1. a) Çi qewimî tevî Petrûs wedê firtona li bera Celîlê? (Binihêre şikilê ewlin.) b) Çira Petrûs nuqî avê dibû?

CAREKÊ şev, Petrûsê şandî û hine şagirta di qeyikêda dixwast in xwe ji firtonê xilaz kin. Nişkêva wana Îsa dît, kîjan ku ser golêra peya diçû. Petrûs li Îsa kire gazî û hîvî kir ku ew jî dixwaze ser golêra peya here cem wî. Çaxê Îsa got ku ew bê bal wî, Petrûs ji qeyikê peya bû û destpêkir ser avêra here cem Îsa. Lê paşê, Petrûs nuqî avê dibû. Gelo çira? Çimkî ewî ser firtonê û pêlê avê nihêrî, û tirs kete dilê wî. Petrûs li Îsa kire gazî, ku ew alî wî bike û Îsa derbêra destê xwe dirêjî wî kir û got: “Kêmbawero! Çima tu dudilî bûyî?” (Metta 14:24-32).

2. Di vê têmayêda emê derheqa çi şêwir kin?

2 Were em şêwir kin sê tişta derheqa baweriya Petrûs, û ji mesela wî xwera dersê hildin: 1) ya pêşiyê, ça Petrûs bawer bû ku Yahowa dikare alî wî bike, 2) çira baweriya Petrûs sist bû, û 3) çi alî Petrûs kir ku baweriya xwe dîsa qewî ke. Şêwirkirina wan sê tişta, dikare alî me bike, ku em bizanibin ça em dikarin “baweriyêda hîmgirtî bin” (1 Korintî 16:13).

BAWER BE KU YAHOWA WÊ ALÎ TE BIKE

3. Çira Petrûs ji qeyikê peya bû, û me jî mîna wî çi kiriye?

3 Baweriya Petrûs qewî bû. Lê çira em dikarin usa bêjin? Çaxê Îsa gazî Petrûs kir, Petrûs derbêra ji qeyikê peya bû û ser golêra peya çû. Ew bawer bû ku Xwedê feresetê usa wê bide wî, ça ku dabû Îsa. Usa jî çaxê Îsa em teglîf kirin ku pey wî herin, me xwe tesmîlî Yahowa kir û hatine nixumandinê. Çira me ew yek kir? Çimkî baweriya me hindava Yahowa û Îsa em hêlan kirin, û me îtbariya xwe wan dianî, ku wê alî me bikin. (Yûhenna 14:1; bixûne 1 Petrûs 2:21.)

Baweriya Petrûs alî wî dikir tiştên usa bike, çi ku bona meriva tiştên nebûyî bû

4, 5. Çira bawerî tiştekî qîmet e?

4 Bawerî tiştekî qîmet e. Hema ji baweriyê bû ku Petrûs karibû ser avêra here, û ew yek bona meriva tiştekî nebûyî ye. Bawerî dikare alî me jî bike, ku tiştên usa bikin, ku dikare nebûyî be (Metta 21:21, 22). Ji me hineka nihêrandin û rabûn-rûniştandina xwe usa guhastine, wekî merivên ku berê em nas dikirin, niha nikarin me nas kin. Me guhastinên usa kiriye, çimkî em Yahowa hiz dikin û çimkî ewî alî me kiriye ku em wan guhastina bikin. (Bixûne Kolosî 3:5-10.) Baweriyê em hêlan kirin, ku em xwe tesmîlî Yahowa kin, û bibine dostên wî. Lê bêalîkariya Yahowa, meyê tu car nikaribûya ew yek bikira (Efesî 2:8).

5 Bawerî me qewî dike. Mesele, ew alî me dike ku miqabilî dijminê meyî qewî Mîrê-cin derên (Efesî 6:16). Usa jî, çaxê em îtbariya xwe Yahowa tînin, îda ne lazim e ku em gelek dilteng bin, çaxê problêmên me hene. Yahowa soz dide, ku çi ku mera lazim e wê bide me, hergê em baweriya xwe wî bînin û Padşatiya wî daynin ciyê pêşin (Metta 6:30-34). Û hê zêde, ji bo baweriya me, Yahowa wê emirê heta-hetayê bide me (Yûhenna 3:16).

HEGER EM DÎNA XWE BIDINE SER TIŞTÊN NE FERZ, BAWERIYA ME DIKARE UNDA BE

6, 7. a) Em tevî çi dikarin beramber kin ba û pêla ku Petrûs tirsandin? b) Em çira gerekê fem kin, ku diqewime ku em baweriya xwe unda kin?

6 Çaxê Petrûs ser bera Celîlêra diçû, nişkêva tirs kete dilê wî. Gelo çira? Ew tirsiya ji bo ba û pêla. Em ba û pêla dikarin beramber kin tevî gelek problêm û cêribandina, yê ku rastî Mesîhiya tên. Hergê jî ew problêm gelek mezin in, em bi alîkariya Yahowa dikarin qewî bimînin. Lê bînin bîra xwe ku çi qewimî tevî Petrûs. Ew nuqî avê nedibû ji bo wê yekê ku ba û pêlê avê wî dixistin. Kitêba Pîroz dibêje: “Çaxê ewî bayê qayîm dît tirsiya” (Metta 14:30). Petrûs îda ser Îsa nedinihêrî, çimkî dîna xwe da ser qewata firtonê. Lema jî baweriya wî sist bû. Em jî hergê dîna xwe bidine ser problêmên xwe, em dikarin destpêkin dudilî bin ku Yahowa wê alî me bike.

Gava em dîna xwe didine ser tiştên nerast, baweriya me dikare zû sist be

7 Em gerekê fem bikin, ku diqewime em baweriya xwe unda kin. Lê çira? Çimkî Kitêba Pîroz dibêje, ku undakirina baweriyê ew heye “gunê ku rihet li me diwele” (Îbranî 12:1). Hergê em jî mîna Petrûs dîna xwe bidine ser tiştên nerast, baweriya me dikare derbêra sist be. Lê ça em dikarin têderxin ku baweriya me bin xofêda ne? Ew pirsên jêrê dikarin alî me bikin ku xwe bicêribînin.

8. Sozên Xwedê ça dikarin mera rêalî nîbin, çawa ku berê mera rêalî bûn?

8 Gelo sozên Xwedê bona min niha jî usa rêalî ne, çawa ku berê? Mesele, Xwedê soz daye ku ew wê dinya Şeytan kuta ke. Gelo em dihêlin wekî dîna me here ser cûre-cûre wedederbazkirina, ku ew dinê dide me? Hergê usa be, dibeke em destpêkin dudilî bin ku xilazî nêzîk e (Hebaqûq 2:3). Bifikire ser meseleke din. Yahowa kirîn da me, û soz daye ku wê şaşiyên me bibaxşîne. Lê hergê em derheqa şaşiyên xwe zef bifikirin, em dikarin destpêkin dudilî bin ku Yahowa bi rastiyê me dibaxşîne, yan na (Karên Şandiya 3:19). Axiriyê, em dikarin şabûna xwe qulixkirinêda unda kin û îda dannasîn nekin.

9. Çi dikare biqewime hergê em emirê xweda, hiş-aqilê xwe bidin ser xwestinên xweye şexsî?

9 Gelo ez dîsa ya lape baş didime Yahowa? Çaxê em şixulê Yahowada gelek dixebitin, ew yek alî me dike ku dîna xwe bidine ser gumana xweye axiriyê. Lê wê çi biqewime hergê em hê zêde dîna xwe bidine ser xwestinên xweye şexsî? Mesele, em dikarin xebata usa qebûl kin, kîderê ku heq baş e, lê wede bona qulixkirinê îda namîne. Ew yek dikare baweriya me sist ke, û em dikarin bibine “xweranedîtî”, dêmek hê hindik Yahowara bikin, ne ku çiqas em bi rastiyê dikarin (Îbranî 6:10-12).

Şagirtên Îsa fem kirin, wekî bawerî lazim e, seva ku bikaribin bibaxşînin meriva

10. Em çaxê dibaxşînine meriva ça baweriya me hindava Yahowa tê kifşê?

10 Gelo minra çetin e ku bibaxşînim? Hergê kesek me dide xeydandinê yan dilê me dêşîne, gelo em ser wî hêrsdikevin û îda naxwazin tevî wî xeberdin? Hergê usa ne, dîna me dikare tenê here ser hestên me. Lê hergê em dibaxşînine meriva, em didine kifşê baweriya xwe hindava Yahowa. Gelo ça? Hergê kesek hindava me gune dike, ew dibe deyndarê me. Lê çaxê em gune dikin hindava Yahowa, em dibine deyndarên wî (Lûqa 11:4). Lê wekî em bibaxşînine meriva, em didine kifşê ku îtbariya xwe Yahowa tînin, û bawer dikin ku ew seva vê yekê wê me kerem ke. Û keremkirina wî hê qîmet e, ne ku deyn bistînin ji wî merivî kê me da xeydandinê. Şagirtên Îsa fem kirin, ku seva bikaribin bibaxşînine meriva lazim e bawerî. Çaxê Îsa got ku ewana gerekê bibaxşînine hela hê wan meriva jî, yên ku hindava wan gelek car gune kirine, hingê şagirta ji wî hîvî kirin: “Baweriya me zêde ke” (Lûqa 17:1-5).

11. Çira diqewime ku em ji şîreta karê nestînin?

11 Gelo ez dixeyîdim çaxê min şîret dikin? Çaxê şîretê didine te, dewsa ku vê şîretêda şaşiya bigerî, yan jî kêmasiya wî merivî kê şîretê dide te, usa bike ku tiştekî ji vê şîretê hîn bî (Metelok 19:20). Unda neke evê mecalê, ku hîn bî usa bifikirî çawa Yahowa!

12. Çira nebaş e ku ser merivên cabdar bikine kute-kut?

12 Gelo ez dikime kute-kut ser wan, yên ku civatêda cabdar in? Çaxê cimeta Îsraêlî hiş-aqilê xwe da ser giliyên deh cesûsaye nebaş, cimetê kire kute-kut ser Mûsa û Harûn. Paşê Yahowa ji Mûsa pirsî: “Heta kengê ewê baweriya xwe min neyne?” (Jimar 14:2-4, 11, PKM). Belê, Yahowa zanibû ku cimeta Îsraêl îtbariya xwe wî neanî, çimkî ser Mûsa û Harûn ku Yahowa ewana kifş kiribûn, kirine kute-kut. Hergê em jî bikine kute-kut ser wan, kîjana ku Yahowa dide xebatê seva ku rêberiyê cimeta xwe bike, ew yek dikare bide kifşê ku baweriya me hindava Yahowa sist bûye.

13. Çira em gerekê berxwenekevin hergê baweriya me hinekî sist bûye?

13 Paşî wan pirsên ku me şêwir kir, berxwenekeve hergê tu serva çûyî ku baweriya te sist e. Bîne bîra xwe, ku hela hê Petrûsê şandî jî tirsiya ye û dudilî bûye. Û cara, Îsa şandiyên xwe şîret dikir, çimkî baweriya wan kêm bû (Metta 16:8). Lê em dikarin derseke ferz hîn bin ji mesela Petrûs. Dîna xwe bidinê hela ewî çi kir paşî vê yekê çaxê dudilî bû û nuqî avê dibû.

DÎNA XWE BIDE SER ÎSA KU BAWERIYA XWE QEWÎ KÎ

14, 15. a) Petrûs çi kir çaxê nuqî avê dibû? b) Em ça dikarin “dîna xwe bidine” ser Îsa?

14 Petrûs çi kir çaxê nuqî avê dibû? Petrûs rind xwe avê dixist, û dikaribû vegere qeyikê (Yûhenna 21:7). Lê gelo ew çira venegeriya? Çimkî ew ser xwe guman nîbû ku xwexa alî xwe bike. Ewî dîsa dîna xwe da Îsa û alîkariya wî qebûl kir. Hergê me têderxist ku baweriya me sist bûye, em gerekê çev bidine Petrûs. Lê çawa?

15 Çawa ku Petrûs dîsa jî dîna xwe da Îsa seva ku ew alî wî bike, em jî gerekê “dîna xwe bidine” Îsa. (Bixûne Îbranî 12:2, 3.) Lê em nikarin Îsa bivînin çawa Petrûs karibû. Lê em ça dikarin “dîna xwe bidine” Îsa? Em dikarin lêkolîn bikin wan tişta çi Îsa dikir û hîn dikir, û paşê çiqas dikarin çev bidine wî. Hergê em usa bikin, ew yek wê alî me bike, seva ku baweriya xwe qewî kin. Were em şêwir kin hine tişta, ku çawa em dikarin çev bidine Îsa.

Petrûs ser avêre diçe; baweriya jinikê qewî ye

Çaxê em dîna xwe didine ser mesela Îsa û çev didine wî, baweriya me qewî dibe (Binihêre abzasa 15)

16. Kitêba Pîroz ça dikare alî me bike ku baweriya xwe qewî kin?

16 Îtbariya xwe hindava Kitêba Pîroz qewî ke. Îsa bawer bû ku Kitêba Pîroz Xebera Xwedê ye û ew şîreta lape baş dide (Yûhenna 17:17). Seva ku çev bidine Îsa, em gerekê Kitêba Pîroz her roj bixûnin, lêkolîn bikin, û bifikirin ser wan dersa ku em hîn dibin. Em usa jî gerekê bigerin caba wan pirsa, kîjan ku dikarin cem me pêşda bên. Mesele, tu qayîm bawer î ku em dijîn rojên axiriyêda? Hergê tu pêxembertiyên Kitêba Pîroz, kîjan ku îzbat dikin ku em dijîn rojên axiriyêda lêkolîn bikî, tuyê baweriya xwe qewî kî ku xilazî nêzîk e. Tu dixwazî baweriya xwe hindava sozên Yahowa bona axiriyê qewî kî? Lêkolîn bike wan pêxembertiyên Kitêba Pîroz, kîjan ku îda hatine sêrî. Tu bawer dikî ku Kitêba Pîroz îro jî kêrhatî ye? Tu dikarî bixûnî derheqa wan xûşk û bira, yên ku bi saya Kitêba Pîroz emirê xwe hê baş kirinea (Binihêre spartin.) (1 Têsalonîkî 2:13).

17. Çira Îsa dikaribû cêribandinên giranda teyax kira, û tu ça dikarî çev bidî wî?

17 Dîna xwe bide ser keremên Yahowa ku ewî soz daye. Îsa dîna xwe dida ser keremên xweyî axiriyê, û evê yekê alî wî kir, ku cêribandinên giranda jî teyax bike (Îbranî 12:2). Ewî tu car dîna xwe nedida ser wan tişta, çi ku evê dinyayê dida wî (Metta 4:8-10). Lê tu ça dikarî çev bidî mesela Îsa? Bifikire ser sozên Yahowayî baş. Bide ber çevê xwe, ku tu dinya tezeda nî. Binivîse yan jî bineqişîne, ku tuyê çi bikî di cinetêda. Yan jî tu dikarî xwera binivîsî, ku dixwazî tevî kê xeberdî yên ku wê ji mirinê rabin, û çi dixwazî wanra bêjî. Ser wan sozên Yahowa usa bifikire, ku ew ne tenê bona hemû meriva ne, lê usa jî xût şexsî bona te.

18. Duakirin ça dikare alî me bike ku baweriya xwe qewî kin?

18 Dua bike ku baweriya te hê zêde be. Îsa şagirtên xwe hîn kirin, ku ewana ji Yahowa ruhê pîroz hîvî kin (Lûqa 11:9, 13). Çaxê tu dua dikî ku Yahowa ruhê pîroz bide te, usa jî ji wî hîvî ke ku baweriya te hê zêde be. Çimkî bawerî ew heye yek ji berên ruhê pîroz. Di duakirinên xweda konkrêt be. Mesele, hergê tu divînî ku tera çetin e bibaxşînî meriva, hîvî ke ji Yahowa wekî baweriya te qewî ke û alî te bike ku tu bikaribî bibaxşînî.

19. Em ça dikarin xwera hevalên baş bijbêrin?

19 Hevalên usa bijbêre, yên ku baweriya wan qewî ye. Îsa fesal xwera heval dijbartin. Hevalên wîyî nêzîk, dêmek şandî, amin bûn û gura wî dikirin. (Bixûne Yûhenna 15:14, 15.) Tu jî çev bide Îsa, û xwera hevala fesal bijbêre. Yên usa bijbêre ku baweriya wan qewî ye û gura Îsa dikin. Hevalên rast gerekê hindava hevdu helal bin, hela hê wî çaxî jî, çaxê ewana gerekê şîretê bidin yan jî bistînin (Metelok 27:9).

20. Çi kar e çaxê em alî merivên din dikin ku baweriya xwe qewî kin?

20 Alî yên din bike ku baweriya xwe qewî kin. Îsa bi xeberdana xwe û kirên xwe alî şagirtên xwe dikir, ku ewana baweriya xwe qewî kin (Marqos 11:20-24). Em jî gerekê çev bidine Îsa. Çaxê em usa bikin, emê hin baweriya xwe û hin jî baweriya merivên din qewî kin (Metelok 11:25). Tu ça dikarî alî merivên di têrîtoriya xweda bikî? Çaxê tu meriva Kitêba Pîroz hîn dikî, dîna wî bide ser wan îzbatkirina ku Xwedê heye, ku ew bona me xem dike, û ku Kitêba Pîroz Xebera Xwedê ye. Lê ça tu dikarî alî xûşk û bira bikî, seva ku ewana baweriya xwe qewî xwey kin? Hergê te bihîst ku kesek ser merivên cabdar dike kute-kut, lez nekeve wî merivî sûcdar kî. Bi taktîkî alî wî bike ku ew baweriya xwe qewî ke (Cihûda 22, 23). Hergê tu mektebêda hîn dibî û dersdarê te derheqa êvalûsiyayê xeber dide, mêrxas be û derheqa baweriya xwe hindava efirandinê gilî ke. Çaxê tu gilî kî, dibek te ecêbmayî ke rêaksiya dersdar û ya wan, yên tevî te hîn dibin.

21. Yahowa me her kesîra çi soz daye?

21 Yahowa û Îsa alî Petrûs kirin, ku ew dudilî nebe û tirsa xwe bitemirîne. Axiriyê Petrûs bona geleka bû meseleke qewî, çimkî baweriya wî hebû. Yahowa alî me her kesî dike, ku baweriya me qewî bimîne. (Bixûne 1 Petrûs 5:9, 10.) Rast e qewat lazim e ku baweriya xwe qewî kin, lê Yahowa wê me xelat ke hergê em qewatê xerc kin seva wê yekê.

a Mesele, binihêre rêza gotara “Kitêba Pîroz Emirê Meriya Diguhêze”, ji jûrnala “Birca Qerewiliyê”.

GOTINÊN KU HATINE ŞIROVEKIRINÊ

  • Em dîna xwe didine Îsa çaxê lêkolîn dikin ku ewî çi dikir û çi hîn dikir, û paşê jî em çev didine wî

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin