KILAMA 90
Hevdu Hêlan kin
1. Xwedêra berdewam xizmet kin
Bawerya hevdu qewî kin.
Hizkirna rast hevra eyan kin.
Yektya xwe emê qîmet kin.
Hizkirna nav Şedên Xwedêda.
Alî dike em mêrxas bin.
Civat hertim me diparêze.
Tu car emê dilteng nebin.
2. Xeberên me bi hizkirinê
Dema çetin qewî dike.
Alîkarya hevalê nêzîk,
Dile her kesa şa dike.
Xebata bi yektî hewas e,
Çaxê nêta her kes yek e.
Dixwazin pişt bikutne hevda
Û barên hev sivik bikin.
3. Nêzîk e roja Xwedayê me,
Bi baweryê em divînin.
Seva rya rast em xwe bigirin
Ferz e tev bira bicivin.
Her-heyî Xwedê xweyê tekra,
Yektyêda emê xizmet kin.
Were hertim em hev hêlan kin,
Wekî Xwedêra amin bin.
(Usa jî binihêre Lûqa 22:32; Kar. Şand. 14:21, 22; Galt. 6:2; 1 Têsln. 5:14).