KILAMA 44
Duayê Merivê Dilşkestî
Ya Neşirkirî
(Zebûr 4:1)
1. Yehowa Bav, hîvî dikim,
tu dengê min bibhê.
Derdê giran ser dilê min,
nade min moletê.
Û tu çare ez navînim,
teyaxa min tune.
Tu halê minda binhêre,
birînê min qenc ke.
(LÊWEGERANDIN)
Min qewî ke, bide sebir.
Lava dikim ez bi hêsir.
Dudilîbûn ji min dûr xe.
Û dilê nû minra bide.
2. Kengê sist im bi Xebera
xwe dilbînyê didî.
Çaxê nikarim xeber dim,
tu her tiştî zanî.
Ez îtbarya xwe te tînim
tu min bişidîne.
Tu zanî halê dilê min,
mezin e rema te.
(LÊWEGERANDIN)
Min qewî ke, bide sebir.
Lava dikim ez bi hêsir.
Dudilîbûn ji min dûr xe.
Û dilê nû minra bide.
(Usa jî binihêre Zeb. 42:6; 119:28; Rom. 8:26; 2 Korn. 4:16; 1 Yûhn. 3:20).