KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • jl serê 28 rûp. 31
  • Çi Dikarin Bivînin ser Malpera Me?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çi Dikarin Bivînin ser Malpera Me?
  • Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
  • Têmên Mîna Wê
  • Ji Kîderê Em Dikarin Bivînin Cabên Pirsên Girîng?
    Ji Kîderê Em Dikarin Bivînin Cabên Pirsên Girîng?
  • Hûn Derheqa Vê Yekê Fikirîne?
    Hişyar Bin!—2019
  • Hê Zêde Pêbihesin
    Hişyar Bin!—2018
  • Rûpêla Sereke ji JW.ORG Xizmetiyêda Bide Xebatê
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (2023)
Hê Zêde Binihêre
Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
jl serê 28 rûp. 31

DERSA 28

Çi Dikarin Bivînin ser Malpera Me?

Kulfet ser tablêta xwe lêkolînê dike

Fransa

Malbet komputerê dide xebatê

Polonîstan

Kulfet bi onlaynê vîdêoya ser zimanê ker-lala dinihêre

Rûsya

Îsa Mesîh gote şagirtên xwe: “Bira ronaya we ber meriva şewq bide, ku ewana kirinên weye qenc bibînin û pesinê Bavê weyî ezmana bidin” (Metta 5:16). Van paşwextiya, em hemû têknolojiya teze bi temamî didine xebatê, mesele yek ji wan ev heye komputer. Malpera meye fermî heye jw.org, kîderê ku heye elametî, derheqa bawerî û şixulkariya Şedên Yehowa. Lê nêta vê malperê çi ye?

Cabên Kitêba Pîroz ser hemû pirsa. Vê malperêda tu dikarî caba wan pirsên ferz bivînî, yên ku meriv timê derheqa wan difikirin. Mesele, belavokên Gelo wê bê ew Wede, Çaxê Kul-Derd îda Tune bin? û Gelo bi Rastî Merî wê ji Mirinê Rabin? tu dikarî malpera meda bivînî. Ev belavok ser 600 zimana zêdetir hene. Usa jî tu dikarî bivînî Kitêba Pîroz Welgerandina Dinya Teze ser 130 zimana zêdetir û him jî edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz seva hînkirinê. Mesele, kitêba Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz? û dîsa jûrnalên Birca Qerewiliyê û Hişyar Bin! derxistinên teze. Evan edebyeta tu dikarî malperêda bixûnî yan jî bibihêyî, usa jî tu dikarî wana derbazî komputera xwe bikî bi formata aûdîo (MP3), PDF, yan EPUB. Xêncî vê yekê, hergê kesek ser zimanê xwe edebyeta dixwaze, tu dikarî hine rûpêla ji wan edebyeta ser kaxaza derxî, û bidî wî merivî. Usa jî ser zimanê nîşankirinê, dêmek seva ker-lala, gelek vîdêo-edebyet hene. Tu usa jî dikarî xwendina Kitêba Pîroz bi dramatîk û kilameke xweş komputera xweda bidî kişandinê, û wedê hêsabûnê bibihêyî.

Elametiya rast, derheqa Şedên Yehowa. Ser vê malperê usa jî hene elametiyên teze û vîdêo, derheqa şixulên meyî hemdinyayê. Him jî hene elametî derheqa komekdayîna me, û derheqa wan qewimandina, yên ku tevî Şedên Yehowa tevgirêdayî ne. Xêncî vê yekê tu dikarî pêbihesî careke din kengê civata mezin wê derbaz be, û usa jî bivînî elametî seva têklîbûna tevî fîlîalên me.

Bi van yeka ronaya rastiyê heta serê dinyayê şewq dide. Merî ji hemû welata heta ji ciyên lape sar û dûr jî, mesele Antarktîkê, ji vê ronaya rastiyê karê distînin. Em dua dikin, wekî xebera Yehowa ser temamiya dinyayê zû bela be, seva ku Xwedê hurmet-qîmet be (2 Têsalonîkî 3:1).

  • Ça malpera meye jw.org, alî hê zêde meriya dike, pêbihesin rastiya Kitêba Pîroz?

  • Tu ser malpera me çi dixwazî binihêrî?

HAŞ JI XWE HEBE:

Merivên miqabilî me, hinek malper saz kirine, û derheqa teşkîleta me elametiyên derew bela dikin. Nêt-merema wan ew e, wekî me ji xizmetkirina Yehowara dûr xin. Em gerekê ji van malpera xwe dûr bigirin (Zebûr 1:1; 26:4; Romayî 16:17).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin