MÎNA ÎSA BIJÎN
“Pêşkêşa Me seva Yehowa”
Çi cûreyî em dikarin “bi dilê xweva pêşkêşiyê” bidine Yehowa? (1 Dr. 29:5, 9, 14) Jêrê tê gotinê derheqa cûre-cûre mecala, çi ku em dikarin bijbêrin, seva ku qurbanên rezedilî bikin, û bi wê yekê piştgiriya şixulê Şedên Yehowa bikin çawa mihala xweda usa jî hemdinyayêda.
QURBANKIRIN BI ONLAYNÊ YAN GAVA DAVÊJNE QUTIYÊN BONA QURBANKIRINÊ, DIDIN XEBITANDINÊ BONA:
- ŞIXULÊ HEMDINYAYÊ- Avakirin û çêkirina xaniyên Beytela û xaniyên başqekirî bona tercimana - mektebên teşkîleta me - xizmetkarên mexsûse hertim - teşqelên tebiyetê - derxistin û hazirkirina edebyata, bi cûrê êlêktroîk û neşêrkirî 
- XERCÊN CIVATÊ- xercên bona tezekirina Oda Civatê û hewcên Civatê - hemû pera ku bi rêzolûsiyayê Civatêda distînin, dişînin Beytelê bona: - Avakirina Oda Civatê, û Oda Civata mezin hemdinyayêda 
- Alîkariya xûşk-bira hemdinyayêda 
- Hemû şixulên din 
 
CIVATÊN MEZIN
Qurbanên ku ser Civata mezine sêrojî têne kirinê, têne xebitandinê bona şixulê hemdinyayê. Xût bi wan qurbankirina, têne dadanê xercên bona civata mezine sêrojî, mexsûs û hemdinyayê.
Qurbanên ku ser Civata mezine yekrojî têne kirinê, xerc dikin ser çêkirin û xweykirina Oda Civata, yan jî hergê lazim e Oda hildin kirê. Mihal usa jî dikare safî ke, wekî perê qurbankirî, yên ku mane, bişînin bona şixulê hemdinyayê ya Şedên Yehowa.