KILAMA 70
Kesên Hêja Bigerin
Ya Neşirkirî
	- 1. Îsa me hîn kir ku çawa em herin, - Mizgîn meryara bela kin. - “Ewên ku hewcê xwarna ruhanî ne - Her dera hûn wana bigerin, - Bi qedir qîmet slavê hûn wan bikin. - Edlaya Xwedê tevî wan be, - Hergê qebûl kin wê kerem bistînin - Hergê na, toza ling dawşîne”. 
- 2. Kê we qebûl ke, ew Îsa hiz dike, - Xwedê wê dilê wî veke. - Xebera Xwedê ku bi dil ew hilde - Tevî me, wê Xwedê rûmet ke. - Tu car netirse ku gere çi bêjî, - Ruhê pîroz wê mera veke. - Xeberên bi qedir ku wanra bêjin - Emê dilê wana qazanc kin. 
(Usa jî binihêre Kar. Şand. 13:48; 16:14; Kols. 4:6).