DERS 9
Bi Vîdêo û Şikila Hîn ke
(Destpêbûn 15:5)
FIKIRÊN SEREKE: Vîdêo û şikila bide xebatê, seva ku fikirên sereke ya têmê, daha zelal bidî kifşê.
EVÊ YEKÊ ÇAWA BIKIN:
- Bijbêre vîdêo û şikilên usa, bi saya çi jî hînkirina te wê daha kêrhatî be. Di civatêda tu dikarî bidî xebatê, şikil, xerîte û tiştên din, kîjan ku wê fikirên sereke zelal kin. Wedê xizmetê tu usa jî dikarî bidî xebatê vîdêo, seva ku merivara femdarî be. Gelek ferz e alî guhdarên xwe bikî, wekî ewana ne ku tenê bîra xweda xwey kin meselên ku tu wanara nîşan dikî, lê fikira sereke jî fem bikin. 
- Bawer be, ku guhdarên te rind divînin meselên te. Besa xeberê, wedê têma xwe çaxê tu şikilekî nîşan dikî, bawer be ku guhdarên tera ev rind tê kifşê.