Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”
4-10 SIBATÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ROMAYÎ 1-3
“Berdewam ke Îsafa Xwe Hîn ke”
(Romayî 2:14, 15) Necihûyêd ku Qanûna wan tune, gava bê hemdê xwe xwestinêd Qanûnê diqedînin, belê ewe bê Qanûn in, xwexa bona xwe dibine qanûn. 15 Çimkî evana didine kifşê, ku xwestina Qanûnê dilê wanda nivîsar e. Îsafa wan jî şedetiya vê yekê dide û fikirêd wan carna li wan neheq dikin, carna bêsûc dikin.
Îsafa Temiz ber Xwedê
6 Carna hela hê merivên ku Yehowa nas nakin jî, fem dikin ku hene tiştên rast û nerast. Kitêba Pîroz dibêje: “Fikirêd wan carna li wan neheq dikin, carna bêsûc dikin” (Romayî 2:14, 15). Mesele gelek meriv zanin, wekî nerast e bikujin û diziyê bikin. Diqewime ewana fem nakin çima nerast e, lê bi rastî ewana guh didine îsafa xwe. Yehowa îsaf pêşkêşî însanetê kiriye, çi ku alî meriya dike têderxin çi ye rast û nerast. Dertê wekî ewana usa jî guh didine prînsîpên Xwedê yanê hînkirinên sereke, kîjan ku Yehowa daye me, wekî alî me bike jîyîna xweda safîkirinên rast bikin.
(Romayî 2:15) Çimkî evana didine kifşê, ku xwestina Qanûnê dilê wanda nivîsar e. Îsafa wan jî şedetiya vê yekê dide û fikirêd wan carna li wan neheq dikin, carna bêsûc dikin.
Îsafa Temiz ber Xwedê
8 Hine meriv difikirin, wekî guh bidine îsafa xwe ew tê hesabê bikevin ber bayê hestên xwe. Wana tirê dikarin bikin ew çi ku dixwazin, heta ku wana xweş tê. Lê hestên me nekamil in, û ewana dikarin me bixelifînin. Carna hestên me usa qayîm in, ku dikarin ser îsafa me hukum kin. Kitêba Pîroz dibêje: “Dil ji her tiştî zêdetir xapînokî ye û qels e; . . . kî dikare wî fem bike?” (Yêremya 17:9). Diqewime em difikirin, wekî ew yek rast e, lê bi rastî ev usa nîne. Besa xeberê, pêşiya ku Pawlos bibûya Mesîhî, ew cimeta Xwedê dizêrand û bawer dikir wekî ew rast dike. Ew difikirî ku îsafa wî rast e. Lê wede şûnda ewî got: “Hakimê min Xudan e” (1 Korintî 4:4; Karên Şandiya 23:1; 2 Tîmotêyo 1:3). Çaxê Pawlos pêhesiya ku Yehowa ça dinihêrî ser kirên wî, ewî fem kir ku gerekê bê guhastinê. Dêmek pêşiya ku tiştek bikin, em gerekê ji xwe bipirsin: “Yehowa çi dixwaze ku ez bikim?”
9 Çaxê tu kesek hiz dikî, tu naxwazî dilê wî yan wê bêşînî. Em Yehowa hiz dikin, lema jî em naxwazin tiştên usa bikin ku wî xweş neyê. Tirsa me ku dilê Yehowa bêşînin gerekê gelek mezin be. Ev yek rind tê kifşê ji mesela Nehemiyayê. Ew ciyê bilind digirt û dikaribû hêsa dewletî bûya, lê ewî ev mecal înkar kir. Gelo çima? Ewî meniya vê yekê zelal kir: “Ji ber tirsa Xwedê tiştekî usa nekirim” (Nehemiya 5:15). Nehemiya nedixwest tiştên usa bike, çi ku Yehowa wê xweş nehata. Mîna Nehemiya tirsa me jî ber Xwedê heye, yanê em ditirsin tiştên usa bikin, çi ku wê dilê Yehowa bêşîne. Çaxê em Kitêba Pîroz dixûnin, em pêdihesin ku çi Wî xweş tê. (Binihêre Elametiya Zêde 6).
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(Romayî 3:4) Tu car! De bira Xwedê rast be û hemû meriv derew, çawa nivîsar e: “Wekî gotinêd xweda tu rast derêyî û dîwana xweda tu serkevî”.
w08 15/6 30 ¶5
Fikirên Sereke ji Nema Romayara
3:4. Çaxê meriv zemetê dikişîne ku giliyê wî li gora giliyê Xwedê be, usa ew îzbat dike “Xwedê rast” e. Dêmek meriv îtbariya xwe giliyên ji Kitêba Pîroz tîne û li gora qirara Xwedê xwe kifş dike. Çaxê em bi xîret mizgîniya derheqa Padşatiyê elam dikin û meriya dikine şagirt, usa em alî wana dikin bivînin û fem kin, wekî Xwedê rast e.
(Romayî 3:24, 25) Lê ji kerema wî û bi azakirina Mesîh Îsa rasthesabbûnê pêşkêş distînin. 25 Xwedê ew kifş kiribû, ku ew bi xûna xwe li ber gunêd wan keve, yêd ku vê yekê bawer bikin. Xwedê ev yeka kir, ku rastiya xwe bide kifşê, çimkî wî bi sebira xwe guh neda wan gunêd ku pêşda hatibûne kirinê.
w08 15/6 29 ¶6
Fikirên Sereke ji Nema Romayara
3:24, 25: Çi cûreyî “bi azakirina Mesîh Îsa”, mera tê baxşandinê “gunêd ku pêşda hatibûne kirinê”? Çaxê Yehowa derheqa Mesîh pêxembertiya pêşin gotibû, ya ku Destpêbûn 3:15-da nivîsar e, ev sala 33 D.M.-da hate sêrî, çaxê Îsa ser stûna cefayê hate kuştinê (Galt. 3:13, 16). Çaxê Yehowa ev pêxembertî elam kir, hingê ewî hesab dikir ku kirîn îda hatiye dayînê, çimkî tu tişt nikaribû riya wî bigirta, ku ew qirara xwe bîne sêrî. Dêmek li ser hîmê qurbanbûna Îsa Mesîh, ku gerekê bihata dayînê, Yehowa dikaribû gunê zuretên Adem bibaxşanda, kîjana ku wê baweriya xwe, vî sozê Xwedê baniyana. Bi saya kirînê, wan hemûyara yên ku pêşiya Îsa dijîtin, mecal vebû wekî ji mirinê rabin (Kar. Şand. 24:15).
Xwendina Kitêba Pîroz
(Romayî 1:1-17) Ji Pawlos, xulamê Mesîh Îsa, şandîtîyêra gazîkirî, bona belakirina wê Mizgînîya Xwedê kifşkirî, 2 ya ku wî hê pêşda nivîsarêd pîrozda bi zarê pêxemberêd xwe soz dabû. 3-4 Eva Mizgînîya bona Kurê wî, Xudanê me Îsa Mesîh e, ku bi bedenî ji rikinyata Dawid bû û bi Ruhê pîrozîyê, gava ji mirinê rabû, qudretêda çawa Kurê Xwedê xuya bû. 5 Bi wî me kerema şandîtiyê stand, wekî bona navê wî hemû mileta hîn kin, ku bawer bikin û guhdar bin. 6 Hûn jî nava wanda gazîkiriyê Îsa Mesîh in. 7 Ji we hemûyara, hizkiriyêd Xwedêye pîrozbûnêra gazîkirî, ku Romayêda dimînin, kerem û edilayî be, ji Xwedêyê Bavê me û Xudan Îsa Mesîh. 8 Berê pêşin ez bi destê Îsa Mesîh bona we hemûya razîbûnê didime Xwedêyê xwe, çimkî baweriya we temamiya dinyayêda tê gotinê. 9 Xwedê şedê min e, ew Xwedêyê ku ez nava Mizgîniya Kurê wîda bi dil û can xulamtiyê dikim, ez her gav we bîr tînim 10 û timê nava duayêd xweda hîvî dikim, ku bi emirê Xwedê carekê rê bikeve min, ser weda bêm. 11 Çimkî ez gelekî heyra dîtina weda me, wekî pêşkêşeke ruhanî bigihînime we, ku hûn baweriyêda bişidin 12 Awa gotî ez jî tevî we, em dil bidin ber hev, bi wê baweriya min û weye her du aliyava. 13 Ez dixwazim ku hûn zanibin xûşk-birano, wekî gelek cara min xwestiye bême cem we, ku keda min nava weda jî hebe, çawa nava necihûyêd mayînda, lê heta niha rê neketiye min. 14 Ez borcdarê hemû mileta me, hin yê yûnanêd pêşdaçûyî û hin jî yê miletêd paşdamayî, deyndarê serwaxta û bêfema me. 15 Awa ez bi dil û can dixwazim Mizgîniyê bidime we jî, yêd ku Romayêda dimînin, 16 Belê ez Mizgîniyê şerm hesab nakim, çimkî ew qewata Xwedê ye, bona xilazbûna hemû bawermenda, pêşiyê bona cihûya, paşê necihûya. 17 Çimkî Mizgînî dide kifşê, ku Xwedê çawa meriva rast hesab dike, dike kirasê xwe, ev yek ji sêrî heta binî bi baweriyê ye, çawa nivîsar e: “Yê rast wê bijî, çimkî bawer dike”.
11-17 SIBATÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ROMAYÎ 4-6
“Xwedê Hizkirina Xwe Hindava Meda . . . da Kifşê”
(Romayî 5:8) Lê belê Xwedê hizkirina xwe hindava meda hingê da kifşê, gava eme hê gunekar bûn, Mesîh bona me mir.
(Romayî 5:12) Awa çawa bi merivekî gune kete dinê û ji gune jî mirin hat, usa jî mirin ser hemû meriva bela bû, çimkî hemûya jî gune kir.
w11 15/6 12 ¶5
Xwedê Hizkirina Xwe Mera Eyan Dike
5 Pawlos evê pirsê usa şirovedike: “Bi merivekî gune kete dinê û ji gune jî mirin hat, usa jî mirin ser hemû meriva bela bû, çimkî hemûya jî gune kir” (Rom. 5:12). Mera hêsa ye fem bikin evê yekê, çimkî Xwedê bona me da nivîsarê ku çi cûreyî jîyîna bende pêşda hat. Yehowa merivên pêşin Adem û Hêwa efirandin. Efirandar bêqisûr e, lema merivên pêşin jî bêqisûr hatine efirandinê. Îzina wan tenê ser tiştekî tune bû, û hergê wana gura vê qanûnê nekirana, wê bimirana (Destp. 2:17). Wana safî kir pêşberî qanûna Xwedê herin û wî înkar kin ça Qanûndar û Himzor (Qan. Dcr. 32:4, 5).
(Romayî 5:13, 14) Berî Qanûnê, dinyayêda gune hebû, lê dera ku qanûn tune, gune nayê hesabê. 14 Lê belê mirinê ji Adem girtî heta Mûsa hukum kir, heta ser wan jî, yêd ku mîna Adem gura Xwedê derneketin. Adem mîna terzekî wî bû, yê ku wê peyra bihata.
w11 15/6 12 ¶6
Xwedê Hizkirina Xwe Mera Eyan Dike
6 Paşî wê yekê çaxê Adem gune kir, ewî ça bavê temamiya însanetê, gune derbazî ser hemûya kir. Hemikî zuretên wî ev dewakirina Xwedê înkar nekiribûn çawa ku Adem kir, lema jî ewana vê yekêda neheq nîbûn; him jî hingê qanûn nehatibûn dayînê (Destp. 2:17). Lê çi jî hebû gune derbazî ser zuretên Adem bû. Bo vê meniyê, gune û mirin hukum dikirin heta Xwedê qanûn bida Îsraêliya, kîjan ku eşkere nîşan dikir ku ewana gunekar in. (Bixûne Romayî 5:13, 14.) Ev ku çawa gune hukum kiriye ser meriya em dikarin beramberî nexwaşiya giran bikin, kîjan ku ji dê-bava derbazî ser zara dibe, mesele nexweşiya xûnê, dêmek Anemî. Hemikî diqewime bal hine dê-bava ev nexweşî eyan nebe, lê ji wan dikare derbazî ser zarên wan be. Anegorî vê yekê, em dikarin derheqa gune jî bêjin. Gune ku ji Adem derbazî ser me bûye, em xwexa nikarin lê xilaz bin. Em hemûşk jî vî guneyîva girêdayî ne. Û axiriya wê timê mirin e. Hin jî ev derbazî ser hemû zara bûye. Gelo dermanê vî derdî heye?
(Romayî 5:18) Awa bi vî awayî pê neheqîkê dîwana temamiya merivayê bû, usa jî bi kirineke rast hemû meriv wê rast bêne hesabê û jiyînê bistînin.
(Romayî 5:21) Wekî çawa gune bi mirinê hukum kir, usa jî kerema Xwedê bi rasthesabkirinê hukum bike, me bibe berbi jiyîna heta-hetayê bi saya Xudanê me Îsa Mesîh.
w11 15/6 13 ¶9-10
Xwedê Hizkirina Xwe Mera Eyan Dike
9 Çi tê hesabê giliyê Yûnanî “rastdariyê tîne” yan “rast bêne hesabê”? Derheqa vê yekê nivîskarekî Kitêba Pîroz usa nivîsî: “Ev heye mêtafora qanûnî. Ev dide kifşê guhastina halê meriya hindava Xwedê, ne ku guhastin ku ew nav xweda dike. Ev mêtafor, dide kifşê, wekî Xwedê hakimekî usa ye, yê ku merivên gunekar, heq derdixe”.
10 “Hakimê temamiya dinyayê” li ser çi hîmî merivê neheq, heq derdixe? (Destp. 18:25). Xwedê ji hizkirinê Kurê xweyî tayê-tenê şande ser erdê û bi vê yekê hîm danî. Îsa nava cêribandinada, nefretkirin û qerfkirinêda gelek baş qirara Bavê xwe anî sêrî. Ewî hela hê ser stûna cefayê ber mirinê jî teyax kir û aminiya xwe Xwedêra xwey kir (Hebq. 2:10). Bi qurbanbûna jîyîna xweye kamil, Îsa kirîn pêşkêşî me kir, bi saya çi jî em dikarin ji gune û mirinê aza bin, kîjan ku ji Adem derbazî me bûye (Met. 20:28; Rom. 5:6-8).
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(Romayî 6:3-5) Hûn nizanin em ku yektiya Mesîh Îsada hatine nixumandinê, mirina wîda hatine nixumandinê? 4 Bi nixumandinê em îdî tevî mirina wî bûne û tevî wî hatine definkirinê, wekî çawa Mesîh bi rûmeta Bavê ji mirinê rabû, usa jî emê bikaribin jiyîna nûda bijîn. 5 Çimkî heger em mîna mirina wî mirin tevî wî bûn, emê usa jî mîna rabûna wî ji mirinê rabin.
w08 15/6 29 ¶7
Fikirên Sereke ji Nema Romayara
6:3-5: Çi tê hesabê Mesîh Îsada hatine nixumandinê û mirina wîda hatine nixumandinê? Çaxê Yehowa peyçûyên Mesîh bi ruhê pîroz kifş dike, dêmek usa ewana tevî Îsa Mesîh dibine yek û dibine endemên civata Mesîh, Serê kîjanî xwexa Îsa ye (1 Kr. 12:12, 13, 27; Kl. 1:18). Nixumandina wan Îsa Mesîhda ne. Mesîhiyên bi ruh kifşkirî usa jî “mirina wîda [Îsada] hatine nixumandinê”, yanê ewana bi jîyîna xwequrbankirinê dijîn û înkar dikin ewê mecalê ku heta-hetayê ser erdê bijîn. Çawa mirina Îsa mirina wan jî tê hesabê qurban, lê mirina wan nayê hesabê kirîn. Lê nixumandina wan mirina Îsada, hingê xilaz dibe, çaxê ewana dimirin û bona jîyîna ser ezmana têne saxkirinê.
(Romayî 6:7) Çimkî ewê ku miriye, ew ji gune azabûyî ye.
Çi Hêvî Heye Bona Kal-Bavê Min?
Kengê yên nerast wê bêne saxkirinê, gelo ewana wê bêne sûcdarkirinê ji bo kirên xweyî berê? Na. Romayî 6:7-da tê gotinê: “Ewê ku miriye, ew ji gune azabûyî ye”. Yên nerast bi mirina xwe heqê gunê xwe wê bidin. Lema jî ewana wê neyne sûcdarkirinê ji bo kirên, ku pêşiya mirina xwe kiribûn, lê ji bo kirên xweye paşê saxkirinê, ewana wê bêne sûcdarkirinê. Gelo çi mecal wê wanara bê daynê?
Xwendina Kitêba Pîroz
(Romayî 4:1-15) Em îdî çi bêjin bona Birahîmê baveşîrê xwe, aliyê bedenêda? Ewî çi dît? 2 Heger Birahîm bi kirêd xwe rast hesab bibûya, hingê dikaribû bi kirêd xwe bifiriya, lê ne li ber Xwedê. 3 Lê ka nivîsar çi dibêje? “Birahîm baweriya xwe Xwedê anî û ew yek jêra rastî hate hesabê”. 4 Awa heger yek şixulekî dike, maşê wî jêra nayê dayîn çawa pêşkêş, lê çawa deyn. 5 Lê heger yek şixul nake, lê baweriya xwe wî tîne, yê ku nepaka bêsûc dike, bi vê baweriyê ew rast hesab dibe. 6 Dawid jî aha xweziya xwe li wî merivî tîne, yê ku Xwedê bêyî kira wî rast hesab dike. 7 “Xwezîli wan, ku neheqiyêd wan hatine baxşandinê û gunêd wan hatine nixamtinê. 8 Xwezî li wî bendeyî, ku Xudan wîra gune hesab nake”. 9 Gelo eva xweziya li sinetbûyiya tê dayînê, yan nesinetbûyiya? Çawa me got, ku baweriya Birahîm jêra rastî hate hesabê. 10 Lê belê kengê hate hesabê? Pey sinetbûnêra, yan berî sinetbûnê? Ne ku pey sinetbûnêra, lê berî sinetbûnê. 11 Û paşê ewî sinetbûn nîşan stand, çawa mora rasthesabbûnê, bi wê baweriya xweye berî sinetbûnê. Bi vî awayî Birahîm bû bavê hemû bawermendêd nesinetbûyî, wekî ew jî rast bêne hesabê û 12 usa jî bû bavê sinetbûyiya, ne ku tenê yê sinetbûyiya, lê yê wan jî, kîjan pêga wê baweriyêda diçin, ya ku Birahîmê bavê me hê berî sinetbûnê bawer kir. 13 Ew sozê Birahîm û zureta wîra hate dayînê ku dinyayê war bin, ne ku bi kirêd Qanûnê bû, lê bi wê yekê bû, ku wî bawer kir û rast hate hesabê. 14 Heger tenê ewêd ji kirêd Qanûnê bibûna xweyê war, hingê bawerî wê pûç bûya û sozê jî betal bûya. 15 Çimkî Qanûn hêrsê radike. Dera ku qanûn tune, qanûnteribandin jî tune.
18-24 SIBATÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ| ROMAYÎ 7-8
Berdewam ke bi Sebir Hîviyê be
(Romayî 8:19) Hemû efirîn jî bê sebir çevnihêrî xuyabûna lawêd Xwedê ne.
w12 15/7 11 ¶17
Bira Yehowa te Bive Berbi Azabûna Rast
17 Derheqa azaya rast ya ku Yehowa dixwaze bide xizmetkarên xweyî amin, Pawlos dibêje: “Bê sebir çevnihêrî xuyabûna lawêd Xwedê ne”. Paşê ew dibêje: “Ku efirînê xwexa jî ji wê xulamtiya pûç aza bin û tevî azayî û rûmeta zarêd Xwedê bin” (Rom. 8:19-21). “Efirîn” tê gotinê derheqa wan meriva, yên ku wê ser erdê bijîn, û kerema bistînin, kengê lawên Xwedê yên rûnkirî “xuyabûna” xwe eyan kin. “Lawên” Xwedê wê xuyabûna xwe eyan kin, kengê bi bedena ruh bêne saxkirinê. Ewana tevî Îsa Mesîh wê dinê ji zulmiyê temiz kin û “elaleteke usa mezin” derbazî dinya teze kin (Eyan. 7:9, 14).
(Romayî 8:20) Belê efirîn jî ber bayê betaliyê ketin, ne ku bi hemdê xwe, lê Xwedê ew dane vê yekê. Lê belê ew [hêvî, DT] hebû,
w12 15/3 23 ¶11
Hêvî Şabûnê Mera Tîne
11 Yehowa hêvî da meriva çaxê soz da wan, wekî pê alîkariya “zureta”, wê wana xilaz ke ji “merê berê” dêmek Şeytan Mîrê-cina (Eyan. 12:9; Destp. 3:15). Hîmê lapî mezin û sereke yê ku dikete nava wî zuretî Îsa Mesîh bû (Galt. 3:16). Mirin û saxkirina Îsa bû hîmê qewî bona wê yekê, wekî meriv ji gune û mirinê aza bin. Seva ku ew hêvî bê sêrî, lazim e wekî “xuyabûna lawêd Xwedê” eyan be. Dêmek ewên bijartî yên ku xelata ezman standin, têne hesabê para “zureta” duda. Ewana wê xwe eyan kin kengê tevî Îsa destpêkin sîstêma Şeytan kuta kin (Eyan. 2:26, 27). Pezên din yên ku wê tengasiya mezin derbaz bin, bona wan ew yek wê bê hesabê xilazbûn (Eyan. 7:9, 10, 14).
(Romayî 8:21) ku efirînê xwexa jî ji wê xulamtiya pûç aza bin û tevî azayî û rûmeta zarêd Xwedê bin.
w12 15/3 23 ¶12
Hêvî Şabûnê Mera Tîne
12 Hezarsaliya Serwêrtiya Mesîh wê şabûnê merivara bîne! Wî çaxî “lawêd Xwedê” wê bi cûrê din xuyabûna xwe eyan kin. Ewana wê tevî Îsa ça padşa û kahîn serwêrtiyê bikin û alî meriva bikin karê bistînin ji qurbana Îsa. Bin serwêrtiya Padşatiya Xwedê “efirîn” wê destpêkin ji gune û mirinê aza bin. Merivên guhdar wê “ji wê xulamtiya pûç aza bin”. Hergê ewana Yehowara amin bimînin wedê Hezarsaliya Serwêrtiya Mesîh, û wedê cêribandina paşin, navê wan wê kitêba jîyînêda bê nivîsarê. Ewana wê “tevî azayî û rûmeta zarêd Xwedê bin” (Eyan. 20:7, 8, 11, 12). Ew bi rastî hêvîke mezin e!
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(Romayî 8:6) Axiriya fikira binyata merivayê mirin e, lê axiriya fikira Ruh jiyîn û edilayî ye.
Tê Bîra We?
Çi firqî heye orta “fikira binyata merivayê” û “fikira ruh”? (Rom. 8:6).
Ewên ku bi biniyata merivayê dijîn, bin hukumê bedena xweye gunekarda dijîn. Hiş-aqilê wan tenê ser xwestinên wan e û ewana timê derheqa wan tişta xeber didin. Jîyîna usa axiriyêda dibe berbi mirinê. Lê ew Mesîhiyên ku emirê xweda şixulên Xwedê û qirara wî datînin ciyê pêşin, ewana bin rêberiya ruhê pîrozda dijîn. Axiriya wan, jîyîn û edilayî ye (w16.12, rûp. 15-17).
(Romayî 8:26, 27) Usa jî Ruhê Pîroz tê hewara bêtaqetiya me, çimkî em nizanin gerekê çawa dua bikin, lê Ruhê Pîroz xwexa bi gotinêd kesere nayêne ser zar-zimana, bona me lava-navçêtiyê dike. 27 Û yê dila enene dike zane fikira Ruhê Pîroz çi ye, çimkî ew weke qirara Xwedê bona merivêd Xwedê lava-navçêtiyê dike.
w09 15/11 7 ¶20
Duayên te Çi Eyan Dikin Derheqa Te?
20 Carna em nizanin duayên xweyî şexsîda çi bêjin. Pawlos nivîsî, “em nizanin gerekê çawa dua bikin”. “Û yê dila enene dike zane fikira Ruhê Pîroz çi ye” (Rom. 8:26, 27). Yehowa usa kir, wekî Kitêba Pîrozda gelek dua bêne nivîsarê. Gava em dua dikin, Yehowa duayên me qebûl dike çawa hîvîkirin, û lema jî hîvîkirina me tîne sêrî. Yehowa me rind nas dike, û zane kîjan dua bona dereca meye. Çimkî ew dua bi ruhê wîyî pîroz hatiye nivîsarê. Yehowa caba duayên me dide çaxê ruhê pîroz “navçêtiyê dike”. Lê hergê em hê rind Kitêba Pîroz bizanibin hingê wê diha zû bikeve heşê me, ku em duayên xweda derheqa çi tevî wî xeber din.
Xwendina Kitêba Pîroz
(Romayî 7:13-25) Wekî usa ye ya qenc minra bû mirin? Na xêr! Lê ev kirê gune bû, ku bi ya qenc mirin ser minda anî. Ev yek aha bû, wekî hunurê gune kifş be û bi temiyê hê gunekariya gune kifş be. 14 Belê em zanin ku Qanûn ruhanî ye, lê ez xûn û goşt im, xulamekî gunera firotî. 15 Çimkî ez fem nakim çi dikim. Ne ku wî tiştî dikim, çi ku dixwazim, lê wî tiştî dikim, çi ku ber çevê min reş e. 16 Lê heger ez tiştê ne bi dilê xwe dikim, Qanûnê begem dikim, ku ew qenc e. 17 Lê awa ne ku ez wê yekê dikim, lê belê gunê ku nava minda dimîne dike. 18 Ez zanim ku nava minda, awa gotî binyata minda, tu tiştê qenc namîne, çimkî xîreta min qebûl nake, lê ew yek minra li hev nayê. 19 Belê wê qenciya ku dixwazim bikim nakim, lê xirabiya ku naxwazim wê dikim. 20 Heger ez wî tiştê ne bi dilê xwe dikim, îdî ne ku ez dikim, lê ew gunê ku nava minda dimîne, ew dike. 21 Awa ez qanûnekê dibînim: Gava dixwazim ku qenciyê bikim, bê hemdê min dibe xirabî. 22 Ez bi kûrayiya dilê xwe qanûna Xwedê begem dikim, 23 lê qanûneke din nava xweda dibînim ku miqabilî wê qanûna hişê min begem kiriye dike şer û min dike hêsîrê qanûna guna, ya ku nava minda ye. 24 Ez çi merivekî hêsîr-belengaz im! Kî wê min ji destê vî qalibê pûçî-mirî xilaz ke? 25 (Şikir ji Xwedêra, bi saya Xudanê me Îsa Mesîh!) Bi vî awayî ez xwexa bi hiş-aqilê xwe xulamtiyê qanûna Xwedêra dikim û bi qalibê xwe xulamtiyê qanûna gunara dikim.
25 SIBATÊ–3 ADARÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ROMAYÎ 9-11
“Mesela Derheqa Dara Zeytûnê”
(Romayî 11:16) Heger girika hevîrê pêşin helal e, temamiya şkevê pêva helal e. Û heger raw pîroz in, çiqil jî pêra pîroz in.
w11 15/5 23 ¶13
Çiqas Kûr e Zanebûna Xwedê!
13 Pawlosê Şandî wana yên ku bûne rikiniyata Birahîm, beramberî çikilê dara zeytûnêye sîmbolîk dike (Rom. 11:21). Ew dara zeytûnêye ji baxçe, dide kifşê, wekî qirara Xwedê wê bê sêrî, ya ku ewî bi peymanê tevî Birahîm girêda bû. Koka wê darê pîroz e, û ew Yehowa eyan dike yê ku emir dide Îsraêla ruhanî (Îşa. 10:20; Rom. 11:16). Lê bistiyê darê eyan dike Îsa Mesîh, çimkî ew yê sereke ye ji rikiniyata Birahîm. Lê hemû çiqilên darê tevayî, eyan dikin “hesabê wan”, yên ku ji rikiniyata Birahîm ciyê duda digirin.
(Romayî 11:17) Heger ji wan çiqila hinek şkestin, lê tu, necihû dara zeytûnêye beyanî bûyî, dewsa wan hatî servakirinê û tevî qinyata rawêd zeytûnê bûyî,
(Romayî 11:20, 21) Rast e. Ewana ji dest nebaweriyê şkestin û te bi baweriyê hîm girt. Kubar nebe, lê bitirse. 21 Çimkî heger heyfa Xwedê çiqilêd binyatî nehat, heyfa wî wê te jî neyê.
w11 15/5 24 ¶15
Çiqas Kûr e Zanebûna Xwedê!
15 Yehowa çi kir seva ku qirara xwe bîne sêrî? Pawlos şirovedike, wekî dewsa çiqilên şikesitî yên dara zeytûnêye ji baxçe, wê çiqilên dara zeytûnêye beyanî pêwa bêne qimtandinê. (Bixûne Romayî 11:17, 18.) Bi wê yekê, yên ku bi ruhê pîroz kifşkirî, ku ji miletê mayîn bûn, û nava kîjanada endemên civata Romê jî hebûn, bi sîmbolîk hatibûn qimtandinê dara zeytûnêye sîmbolîkva. Usa ewana bûne pareke rikiniyata Birahîm. Pêşiyê ewana mîna çiqilên dara zeytûnêye beyanî bûn, mecala kîjana tune bû, bibûna pareke wê peymana mexsûs. Lê Yehowa derî ber wan vekir, wekî bikaribin bibine Cihûyên ruhanî (Rom. 2:28, 29).
(Romayî 11:25, 26) Ez naxwazim xûşk-birano, ku hûn haş ji vê surê tunebin, ku hûn xwe dewsa zana daneynin. Pareke miletê Îsraêlê wê serhişk bimîne, heta hesabê wan necihûyêd ku wê xilaz bin, temam be. 26 Pey vê yekêra temamiya Îsraêlê wê xilaz be, çawa nivîsar e: “Azakir wê ji Siyonê bê û bêxwedêtiyê ji Aqûb dûr xe.
w11 15/5 25 ¶19
Çiqas Kûr e Zanebûna Xwedê!
19 Nêta Yehowa derheqa “Îsraêla Xwedê” bi cûrê mexsûs tê sêrî (Galt. 6:16). Pawlo got wekî, “temamiya Îsraêlê wê xilaz be” (Rom. 11:26). “Temamiya Îsraêlê”, dêmek hemû endemên Îsraêla ruhanî, wê xizmet kin ça padşa û kahîn wî wedeyîda, ku Yehowa kifş kiriye. Tu tişt nikare rê Yehowa bigire, ku nêta xwe bîne sêrî!
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(Romayî 9:21-23) Çima hukumê cêrker ser axê tune ku ji wê heriya stirayî hin derdanêd bona rûmetê çêke, hin jî bona bêrûmetê? 22 Lê çi vê yekêra heye, heger Xwedê berî kifşkirina hêrs û qewata xwe, bi dûmika dirêj gelekî sebira xwe li wan derdanêd hêjayî hêrsê bîne, yêd ku undabûnêra hazir sekinî ne? 23 Wî ev yek kir, wekî dewlemendtiya rûmeta xwe wan derdanara bide kifşê, yêd ku bûne xweyê vê remê, kîjan ku wî pêşda hazir kiribûn, wekî ew tevî rûmeta wî bibûna.
w13 15/6 25 ¶5
Bira Şîreta Yehowa Te Biguhêze
5 Çi dibe çaxê kesek naxwaze, wekî Hosteyê Mezin wî biguhêze? Xwedê demên usada hukumetiya xwe ça dide xebatê? Bidine hişê xwe, wê çi bînine serê wê herî, hergê pê wê neyê çêkirinê ev, çi ku gerekê ji wê çêbe. Hostayê cêra dikare ji wê heriyê derdaneke din çêke, yan jî ewê heriyê bavêje! Bi rastî hergê Hoste nikare çêke ew çi ku dixwaze, ew xwexa neheq e. Lê em nikarin dereca Hosteyê Mezin Yehowada, usa bêjin (Qan. Dcr. 32:4). Hergê meriv naxwaze ku Hosteyê Mezin wî biguhêze, dêmek problêm wîda ne. Ew yek ku Yehowa wê çi cûreyî meriv biguhêze, girêdayî ye wî merivîva, yên ku xwe tesmîlî Yehowa dike, wekî bibe derdanên kêrhatî. Mesele Mesîhiyên bijartî, “yêd ku bûne xweyê vê remê”, bûne “derdanêd bona rûmetê”. Lê ewên ku miqabilî Hosteyê Mezin dertên, axiriya-axiriyê dibine “derdanêd hêjayî hêrsê . . ., yêd ku undabûnêra hazir sekinî ne” (Rom. 9:19-23).
(Romayî 10:2) Ez şedê wana me, ku ew hindava Xwedêda xweyîxîret in, lê ev yek bê zanebûn e.
it-1 1260 ¶2
Xîret
Xîretiya Nerast. Meriv dikare bi dil xîret be, lê şaşiya berde û miqabilî Xwedê here. Ev yek qewimî tevî Cihûya, yên ku qirna yekêda dijîtin. Ewana dixebitîn ku Qanûna Mûsa rast bînin sêrî. Lê Pawlos da kifşê, wekî ji bo kêmasiya zanebûna wan, xîreta wan nerast e. Lema jî wana nikaribû rastiya ji Xwedê qazanc kirana. Lê seva ku ewê rastiyê qazanc kin û rast bêne hesabê, wanara lazim bû fem kirana ku ewana şaş bûne, û gerekê bi Mesîh berbi Xwedê herin (Rom 10:1-10). Xîreta Şawûlê ji Tarsûsê jî hema usa bû, ewî xwe gelek hebandina Cihûya girtibû, ewî “bêhesab civîna Xwedê dizêrand” û pey wan diket. Ewî Qanûn usa hûr bi hûr dianî sêrî, wekî xwe dida kifşê ku wê yekêda “bêleke” ye (Galt. 1:13, 14; Fîlî. 3:6). Lê bi rastî xîreta wî hindava hebandina Cihûya nerast bû. Lê Yehowa dît, wekî dilê wî temiz e, û lema jî bi saya Îsa remtiya nehêja hindava wîda da kifşê, û ew da ser riya hebandina rast (1 Tîmt. 1:12, 13).
Xwendina Kitêba Pîroz
(Romayî 10:1-15) Xûşk-birano! Dua û xwestina dilê min ji Xwedê bona xilazbûna Îsraêlê ye. 2 Ez şedê wana me, ku ew hindava Xwedêda xweyîxîret in, lê ev yek bê zanebûn e. 3 Wana fem nekir, ku Xwedê çawa mêriv rast hesab dike, xwestin bi cûrê xwe hîmê rastiyê daynin û li ber rastiya Xwedê ta nebûn. 4 Çimkî bi Mesîh Qanûn ser hevda hat, ku her bawermend bi wî rast bê hesabê. 5 Bona wê rastiya ji Qanûnê Mûsa aha dinivîse: “Merivê ku Qanûnê biqedîne, bi wê jî ewê bijî”. 6 Lê rastiya ku ji baweriyê ye, aha dibêje: “Dilê xweda nebêje: Kê wê rabe ezmên?” (awa gotî Mesîh jorda bîne), 7 yan: “Kê wê here diyarê miriya?” (awa gotî Mesîh ji nava miriya derxe). 8 Lê belê nivîsar çi dibêje? “Xebera Xwedê li cem te ye, li ser zarê te ye û dilê teda ye”, (awa gotî ew xebera baweriyê, ya ku em dannasîn dikin). 9 Heger tu bi devê xwe îqrar bikî, ku Îsa Xudan e û dilê xweda bawer bikî, ku Xwedê ew ji nava miriya rakiriye, tê xilaz bî. 10 Çimkî bi dil yek bawer dike, rast tê hesabê û bi dev îqrar dike, xilaz dibe. 11 Çawa nivîsar dibêje: “Her kesê ku wî bawer bike, wê şermî nebe”. 12 Li vir firqî tune nava cihû û necihûyada, çimkî Xudanê hemûya yek e, hindava wan hemûyada jî merd e, kîjanêd gazî wî dikin. 13 Çimkî nivîsar dibêje: “Kî gazî navê Xudan ke, wê xilaz be”. 14 Lê wê çawa gazî wî kin, heger baweriya xwe wî neanîne? Yan wê çawa wî bawer bikin, heger bona wî nebihîstine? Yan wê çawa bibihên, heger xeber dannasîn nebe? 15 Yan wê çawa xeberê dannasîn kin, heger neyêne şandinê? Çawa nivîsar e: “Çiqasî hewas in gavêd yêd mizgîniya xêrê didin!”