Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”
3-9 HEZÎRANÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | GALATÎ 4-6
“Mena Sîmbolîk Çi tê Hesabê bona Me”
(Galatî 4:24, 25) Eva yeka cûrekî mayîn tê femkirinê, ev her du jin du peyman in: Yek ji çiyayê Sînayê, bona xulamtiyê tîne, ew Hacer bû. 25 Hacer Erebistanêda tê hesabê çiyayê Sînayê û himberî Orşelîma niha dibe, ku zarêd xweva xulamtiyê dike.
it-1 1018 ¶2
Hacer
Li gora giliyê Pawlosê şandî, Hacer wek mena sîmbolîk tê şirowekirinê. Ev dihate hesabê cimeta Îsraêlê. Ev cimet tevî Yehowa bi Qanûna peymanê girêdayî bû, çi ku ber çiyayê Sînayê qewimî û ji kîjanî ku pêşda hatin “zarên bona dîltiyê”. Cimeta Îsraêlê gunekar bûn ji bo kirên xwe, lema jî ewana nikaribûn evê peymanê pêk bianiyana. Çaxê ev qanûn dihate xebitandinê, Îsraêlî nebûne merivne aza, lê wek gunekar dihatine sûcdarkirinê, û hêjayî mirinê bûn. Ewana awa gotî dîl bûn (Yn. 8:34; Rm. 8:1-3). Wedê Pawlosda, Orşelîm mîna Hacerê bû, çimkî ev dêbajar cimeta Îsraêlê dida kifşê ça milet, kîjan ku tevî zarên xwe ketine dîltiyê. Lê Mesîhiyên ku bi ruh hatine bûyînê, ev hene zarên “Orşelîma jorin”, yanê jina sîmbolîk ya Xwedê. Ev Orşelîm mîna Sera, kulfeteke aza, tu car dîltiyêda nîbû. Lê anegorî vê yekê çawa ku Îsmaêl Îshaq dizêrand, zarên “Orşelîma jorin” kîjana ku Kur aza kir, dihatine zêrandinê ji aliyê Orşelîmêda, ya ku dîltiyêda bû. Lê Hacer û kurê wê hatibûn berîdanê û ew mîna vê yekê ye, çaxê Yehowa cimeta Îsraêlê wek milet înkar kir (Gl. 4:21-31; binihêre usa jî Yn. 8:31-40).
(Galatî 4:26, 27) Lê ya aza, ew Orşelîma jorin tê hesabê, ku ew diya me hemûya ye. 27 Çimkî nivîsar e: “Şa be, bêzureta ku te zar nedanîn. Bi eşq bistirê, deng bilind ke, ku êşa zaranînê te nekişand. Çimkî zarêd te mêrberdayiyê wê ji zarêd ya xweyîmêr gelektir bin”.
w14 15/10 10 ¶11
Bira Baweriya Te Hindava Padşatiyê Qewî Be
11 Peymana tevî Birahîm hingê hate sêrî, çaxê zuretên wî erdê sozdayî war bûn. Lê ji Kitêba Pîroz tê kifşê, wekî ev peyman dikare usa jî aliyê ruhanîda bê sêrî (Gl. 4:22-25). Çawa Pawlosê şandî ji bîna ber Xwedê şirovekir, wekî para sereke ya zureta Birahîm, ew Mesîh e, lê para duda 144 000 Mesîhiyên bi ruh kifşkirî ne (Gl. 3:16, 29; Ent. 5:9, 10; 14:1, 4). Ew kulfeta ji kîjanî ku zuret gerekê pêşda bihata, dihate hesabê “Orşelîma jorin”, dêmek para ezmanî ya teşkîleta Xwedê, kîjan ji efirînên ruhanî ne (Gl. 4:26, 31). Çawa peymanêda dihatê gotinê, zureta kulfetê wê kerema, însanetêra bîne.
(Galatî 4:28-31) Awa hûn xûşk-birano, mîna Îshaq zarêd wî sozî ne. 29 Lê çawa hingê ewê ji merivayê bibû, yê ji aliyê Ruhda dizêrand, usa jî niha. 30 Lê nivîsar çi dibêje? “Ewê cariyê kurê wêva berdê derxe, çimkî kurê cariyê gerekê tevî kurê jina aza war nebe”. 31 Awa xûşk-birano, em ne zarêd cariyê ne, lê zarêd ya aza ne.
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(Galatî 4:6) Awa hûn ku lawêd wiye gihîştî ne, Xwedê Ruhê Kurê xwe şande nava dilê me, ku gazî Xwedê dike: “Abba!” awa gotî “Bavo!”
w09 1/4 13
We zanibû?
Çima çaxê Îsa dua dikir, Yehowara digot “Abba, Bavo”?
Ev xebera Aramî abba dikare bê hesabê “bav” yan “Ya Bavo”. Sê derecada di Nivîsarên Pîrozda ev xeber tê dîtinê û ev duakirinêda tê xebitandinê Bavê ezmanra dêmek Yehowara. Lê ev xeber çi tê hesabê?
Ensîklopêdiyekêda “The International Standard Bible Encyclopedia” tê gotinê: “Wedê Îsada, xebera abba dihate xebitandinê xeberdana her rojîda. Bi vî cûreyî zar bi nazikî û qedir, gazî bavê xwe dikir. Ev yek dida kifşê heleqetiya nêzîk tevî bavê û ew giliyê zarê ya pêşin bû. Xût vî cûreyî, Îsa tevî Bavê xwe xeber dida, gava dilê xwe wîra vedikir. Mesele, di baxçê Getşamanîda, çend sihet pêşiya mirina xwe, Îsa Yehowara dua kir û gote wî: “Abba, Bavo!” (Marqos 14:36)
Vê ensîklopêdiyayêda usa jî hatibû gotinê: “Destpêbûyî ji wedê Yûnaniya Romê, ev gilî abba, ku hindava Xwedêda dihate xebitandinê, ji edebyetên Cihû hêdî-hêdî tê hildanê. Mena vê yekê ev bû, wekî xebera abba, destpêkirin hesab kin ça tişteke bêqedir. Lê “Îsa ... evê xeberê duakirinêda dida xebatê û bi wê yekê eşkere dikir, wekî heleqetiya wî çiqas nêzîk e tevî Xwedê”. Du derecên dinda jî, xebera abba nemên Pawlosê şandîda tê dîtinê. Ev yek dide kifşê, wekî Mesîhiyên qirna yekê jî, xebera abba duakirinêda didane xebatê (Romayî 8:15; Galatî 4:6).
(Galatî 6:17) Ji vir şûnda bira tu kes zemetê nede min, çimkî min daxa birînêd Îsa hildaye ser bedena xwe.
w10 1/11 15
We zanibû?
Pawlosê şandî çi dixwest bigota, çaxê got, wekî “daxa birînêd Îsa hildaye ser bedena xwe”? (Galatî 6:17).
▪ Merivên ku wedê Pawlosda dijîtin, dikaribûn bi cûre-cûre giliyê wî fem bikin. Mesele wedê berê daxa ku bi hesina sor dikirin, dihate hesabê wekî bende paristgeh talan kirye, yan jî dîlê revî ye. Daxa usa tişteke şermî bû.
Lê ne her car, dax bi vî cûreyî hesab dikirin. Wedê berê gelek meriv ser bedena xwe dax dikirin, seva ku bidine kifşê, wekî ewana ji çi eslî ne û çi dihebînin. Mesele, li gora “Ferhengê Têolojiyêye Peymana Nû” cem “merivên Sûriyayê dax nîşana tesmîlbûynê xwedayê Ada û Atargatîs bû. Evê daxê wana li ser zend û stiyê xwe datanîn . . . Peyçûyên Dîonîs cûrê belgê li ser bedena xwe dax dikirin”.
Gelek merivên ku Kitêba Pîroz lêkolîn dikin, dibêjin wekî di vê rêzêda Pawlos digot derheqa dexmên ser bedena xwe, çi ku ji bo kutanê ser wî mabûn, wedê rêvîtiyiya wî. Wî çaxî ew gelek car rastî zorbetiyê dihat (2 Korintî 11:23-27). Lê em dikarin bêjin, wekî Pawlos ne ku derheqa nîşanekî digot, lê ev cûrê jîyîna wî bû, bi kîjanî ew ça Mesîhî cude dibû.
Xwendina Kitêba Pîroz
(Galatî 4:1-20) Awa ez dibêjim, warê ku xweyê her tiştî ye, lê heta ku xişîm e, ji xulêm nayê firqîkirinê. 2 Ew bin destê xweykiriya û xemkêşada ye, heta wî wextê ku bavê kifş kiriye. 3 Usa jî em gava hê ruhanîda “xişîm” bûn, me xulamtî sixirêd vê dinyayêra dikirin. 4 Lê gava wext pêra gihîşt, Xwedê Kurê xwe şand, ku ji kulfetê bû û kete bin Qanûnê, 5 wekî yêd bin Qanûnê aza ke û em jî bibine lawêd Xwedê. 6 Awa hûn ku lawêd wiye gihîştî ne, Xwedê Ruhê Kurê xwe şande nava dilê me, ku gazî Xwedê dike: “Abba!” awa gotî “Bavo!” 7 Bi vî awayî îdî tu ne xulam î, lê law î û heger law î, usa jî Xwedê tu kirî warê xwe. 8 Berê, gava we Xwedê nas nedikir, we xulamtî yêd usara dikirin, ku rast ne xwedê bûn. 9 Lê niha ku we Xwedê nas kiriye, lê belê Xwedê jî hûn nas kirine, hûn çawa dîsa vedigerine ser wan sixirêd vê dinêye bêqewate ne tu tişt û dîsa dixwazin xulamtiyê wanra bikin? 10 Hûn guh didine rojêd hesab, meha, rojgar û sala. 11 Ez bona we ditirsim, ku ew şixulê min bona we kiriye deya here. 12 Ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, bibine mîna min, çimkî ez jî mîna we bûme. We tu ziyan nedaye min. 13 Hûn zanin ku cara pêşin bêsihetiya qalibê min bû menî, min Mizgînî da we. 14 Û çi ku hate serê qalibê min, ew yek bû cêribandinek bona we, lê dîsa we ez bêhurmet nekirim yan pişta xwe neda min, lê weke milyaketekî Xwedê ez qebûl kirim û weke Mesîh Îsa. 15 Ew şabûna we çawa bû? Ez weke şîrê xwe, heger ji dest weva bihata, weyê çevê xwe jî derxista bida min. 16 Îdî ez bûme dijminê we, wekî min wera rast xeber daye? 17 Ewêd mayîne ku ketine demana we, ew xêra we naxwazin, lê belê ewana dixwazin we ji min biqetînin, wekî hûn bikevine demana wan. 18 Qenc e ku merî demana qenciyêda be û ne ku tenê gava ez nava weda bim, lê her gav. 19 Lawêd min, ez niha dîsa bona we mîna êşa kulfeta dikişînim, heta ku Mesîh nava weda bigihîje. 20 Xwezî ez niha li cem we bûma û min tiherê xeberdana xwe biguhasta, çimkî ez bona we nava mitalada me!
10-16 HEZÎRANÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | EFESÎ 1-3
“Yehowa Her Tiştî Rêberî Dike”
(Efesî 1:8, 9) ya ku wî bi merdanî ser meda barand, pê hemû serwaxtî û femdariyê. 9 Ewî sura xwestina xwe meva eyan kir, çawa li wî xweş hat, ya ku hê pêşda qirar kiribû, wekî yektiya Mesîhda bîne sêrî
it-2 837 ¶4
Sura Pîroz
Padşatiya Mesîh. Nemên xweda Pawlos rind şirovedike, ku çi ye sura pîroz derheqa Mesîh. Di Efesî 1:9-11-da ew dibêje, wekî Xwedê sura pîroz ya qirara xwe vekir. Pawlos berdewam dike: “Ya ku hê pêşda qirar kiribû, wekî yektiya Mesîhda bîne sêrî, ku gava wext pêra bigihîje, ew tivdîr miyaser be, hemû tişt bin serwêrtiya Mesîhda girêdayî bin, hin her tiştêd li erdê, hin jî li ezmana. Çawa Xwedê qirara xweda pêşda kifş kiribû, ku her tişt li gora xwestin û emirê wî be, em cihû yektiya Mesîhda para Xwedê ketine”. Ev sura pîroz, tevî serwêrtiya Padşatiya Xwedê girêdayî ye. Xebera “ezman” tê hesabê meriv, kîjan ku wê tevî Îsa serwêrtiyê bikin. Lê xebera “yên ser erdê” tê hesabê bineliyên vê Padşatiyê, kîjan ku wê ser erdê bijîn. Îsa dîna şagirtên xwe da wê yekê, ku sura pîroz Padşatiyêva girêdayî ye. Ewî got: “Wera hatiye dayînê ku hûn surêd Padşatiya Xwedê bizanibin” (Mq. 4:11).
(Efesî 1:10) ku gava wext pêra bigihîje, ew tivdîr miyaser be, hemû tişt bin serwêrtiya Mesîhda girêdayî bin, hin her tiştêd li erdê, hin jî li ezmana
w12 15/7 27-28 ¶3-4
“Yehowa Malbeta Xwe Top Dike”
3 Mûsa gote Îsraêliya: “Ya Îsraêl: Xwedayê me Yahowa, tek e Yahowa” (Qn.Dc. 6:4, DT). Kirên Yehowa tu car ji qirara wî cude nabin. Dêmek gava “wext pêra” gihîşt, Xwedê destpêkir şixulê xwe pêşda bive, seva ku hemû efirînên xweye serwaxt bike yek (Bixûne Efesî 1:8-10). Yehowa bi du cûra şixulê xwe pêşda dibe. Pêşiyê seva jîyîna ezmanî, yên bi ruh kifşkirî têne hazirkirinê, bin rêberiya Serwêrê wan, Îsa Mesîh. Ev wede destpêbû roja Pêncîhesabê sala 33-da D.M., çaxê Yehowa destpêkir bicive wan, kî ku wê tevî Mesîh li ser ezman serwêrtiyê bikin (Kr.Şn. 2:1-4). Bi saya qurbanbûna Mesîh, yên bi ruh kifşkirî, rast têne hesabkirinê bona jîyîna ezmanî. Ewana bi hazirbûn qebûl dikin, wekî wek “zarêd Xwedê” kifş kirîne (Rm. 3:23, 24; 5:1; 8:15-17).
4 Paşê jî ew hazir dike wan, kî ku wê li Cinetê ser erdê bin serwêrtiya Padşatiya Mesîhda bijîn. “Elaleteke mezin” ev hene para pêşiyê ye vê komê (Ent. 7:9, 13-17; 21:1-5). Wedê serwêrtiya hezarsalî, gelek merivên saxkirî jî tevî wan wê bibine yek (Ent. 20:12, 13). Bidine hesabê xwe yektiya me, ya ku wê wedê saxkirinê zelal bê kifşê! Xilaziya hezarsalî, hemûyên ser erdê wê rastî cêribandina paşin bên. Ewên ku amin bimînin, wê bêne hesabê “zarêd Xwedê” yên ku wê ser erdê bijîn (Rm. 8:21; Ent. 20:7, 8).
Fikirên Qîmet ji Xebera Xwedê
(Efesî 3:13) Awa ez ji we hîvî dikim, ku hûn ber xwe nekevin, bona wan cefayêd ku ez bona we dikişînim. Evana bona rûmeta we ne
w13 15/2 28 ¶15
Bira Tu Tişt Riya we Negire wekî Rûmetê Bistînin
15 Çaxê em bi xîret qirara Yehowa tîni sêrî, ev yek alî yên din dike rûmetê bistînin. Pawlos civata Efesêra nivîsî: “ez ji we hîvî dikim, ku hûn ber xwe nekevin, bona wan cefayêd ku ez bona we dikişînim. Evana bona rûmeta we ne” (Ef. 3:13). Çi cûreyî cefayên Pawlos bibûn “rûmet” bona Efesiya? Pawlos hazir bû nava çetinayada jî, bi xîret birayên Efesêra xizmet ke. Û bi vê yekê wanara da kifşê, wekî ev qedirekî mezin e ku ewana Mesîhî ne û Xwedêra qulix dikin. Hergê Pawlos ji bo cefayên xwe sist bûya, wê Efesiyara usa bihata kifşê, ku heleqetiya wan tevî Yehowa û xizmetiya wan qîmet nîne. Xîreta Pawlos, rûmetê dida hînkirina mesîhtî û nîşan dikir, wekî seva vê xizmetiyê hêjayî ye qurbana ji aliyê xweda bikin.
(Efesî 3:19) Belê bira hûn hizkirina Mesîh nas kin, ya ku ji her hiş-aqilî zêdetir e, wekî hûn temamiya Xwedêva tijî bin
cl 299 ¶21
Hizkirina Mesîh Nas kin
21 Xebera Yûnanî, çi ku tê welgerandinê wek “nas kin”, tê hesabê “bi şixula nas kin, têder xin”. Îsa hizkirinê bi şixula dida kifşê. Wek Îsa em jî gerekê qewata xwe bona halxweşiya meriya xerc kin û ji dil bibaxşînine wan. Hergê derheqa kirên Îsa bifikirin, ewê alî me bike, hestên wî fem bikin. Vî cûreyî emê hizkirina Mesîh bi şixula nas kin. Werên timê bîra xweda xwey kin, wekî çiqas hê zêde em çev didine Îsa, haqas hê zêde em nêzîkî Xwedayê hizkirî dibin, dêmek Yehowa.
Xwendina Kitêba Pîroz
(Efesî 1:1-14) Ji Pawlosê bi emirê Xwedê şandiyê Mesîh Îsa, Wan merivêd Xwedêra, yêd ku Efesêda dimînin û yektiya Mesîh Îsada amin in: 2 De bira kerem û edilayiya Xwedêyê Bavê me û Xudan Îsa Mesîh li we be. 3 Şikir ji Xwedêra, Bavê Xudanê me Îsa Mesîh, ku pê hemû dua-dirozgêd ruhaniye li diyarê ezmana yektiya Mesîhda dua li me kirin. 4 Berî efirandina dinyayê Xwedê yektiya wîda em bijartin, wekî em pîroz û bêqusûr bin, li ber wî hizkirinêda bijîn. 5 Ewî em pêşda kifş kiribûn, çawa li qirara wî xweş hat, ku me bi destê Îsa Mesîh bikişîne pêsîra xwe. 6 De werin em pesinê wî bidin, bona wê kerema wiye xweyîrûmet, pê kîjanê yektiya Hizkiriyê xweda qencî li me kir. 7 Yektiya wîda em aza bûne bi xûna wî, awa gotî afûbûna guna standiye. Eva yeka ji dewlemendtiya kerema wî ye, 8 ya ku wî bi merdanî ser meda barand, pê hemû serwaxtî û femdariyê. 9 Ewî sura xwestina xwe meva eyan kir, çawa li wî xweş hat, ya ku hê pêşda qirar kiribû, wekî yektiya Mesîhda bîne sêrî, 10 ku gava wext pêra bigihîje, ew tivdîr miyaser be, hemû tişt bin serwêrtiya Mesîhda girêdayî bin, hin her tiştêd li erdê, hin jî li ezmana. 11 Çawa Xwedê qirara xweda pêşda kifş kiribû, ku her tişt li gora xwestin û emirê wî be, em cihû yektiya Mesîhda para Xwedê ketine, 12 wekî em pesinê rûmeta wî bidin ku me pêşda gumana xwe daniye ser Mesîh. 13 Yektiya wîda hûn necihû jî bûne para Xwedê, gava we xebera rastiyê, awa gotî Mizgîniya xilazbûna xwe bihîst. We baweriya xwe wî anî û bi Ruhê Pîrozî sozdayî hatine morkirinê. 14 Ruhê Pîroz çawa bihê hatiye dayînê heta em sozê Xwedê war bin, çaxê Xwedê cimeta xwe lap aza ke, bona pesindayîna rûmeta xwe.
17-23 HEZÎRANÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | EFESÎ 4-6
“Her Çekên Xwedê li Xwe kin”
(Efesî 6:11-13) Her çekê Xwedê li xwe kin, ku hûn bikaribin miqabilî hunurêd Mîrêcin bisekinin. 12 Çimkî şerê me ne miqabilî xûn û goşt e, lê miqabilî serwêrtî û hukumetiya ye, miqabilî mîrêd vê dinya terî ye û miqabilî ordiyêd ruhaniye xirabe li diyarê ezmana ne. 13 Bona vê yekê çekêd Xwedê hildin, ku hûn bikaribin li ber roja oxirmê giran bisekinin û piştî kirina her tiştîra, ciyê xweda qewîn bisekinin.
Cahilno Miqabilî Mîrê-Cina Bisekinin
PAWLOSÊ şandî Mesîhî beramberî eskera kir, yên ku şerda nin. Belê, em bi rastî şerê ruhanîda nin, lê dijminên me rêalî ne. Şeytan û cinên wî şerda cêribandî û qewî ne. Alîkîva dikare bê kifşê, wekî wî şerîda em nikarin serkevin, îlahî Mesîhiyên cahil. Lê gelo cahil qe dikarin vî şerê tevî dijminên zulmda serkevin? Bi rastî ewana dikarin serkevin û serdikevin jî! Lê çawa? Ewana “yektiya Xudanda qewat” dibin, dêmek qewatê ji Xwedê distînin. Xêncî vê yekê, ewana mîna eskerên hînkirî, “her çekê Xwedê” li xwe dikin. (Bixûne Efesî 6:10-12).
(Efesî 6:14, 15) Awa ciyê xweda bisekinin, rastiyê mîna kemberê li pişta xwe bişidînin, heqiyê mîna zirih li sîngê xwe wergirin 15 û sol nigêd weda, bona Mizgîniya edilayiyê hazir sekinî bin.
Cahilno Miqabilî Mîrê-Cina Bisekinin
4 Mîna kemberê, rastiyên ku em ji Xebera Xwedê pêdihesin, me ji hînkirinên qelp xwey dikin (Yûhn. 8:31, 32; 1 Yûhn. 4:1). Û çiqas zef em rastiyên Xwedê hiz bikin, haqas wê mera hêsa be “zirihê” xwe kin, dêmek li gora prînsîpên Xwedê bijîn (Zeb. 111:7, 8; 1 Yûhn. 5:3). Xêncî vê yekê, çaxê em rastiyên ji Xebera Xwedê rind fem dikin, em dikarin hê qewî bisekinin û xwe ji dijmina xwey kin (1 Pet. 3:15).
7 Belê, prînsîpên Yehowayî heq jî mîna zirih, dilê meyî sîmbolîk xwey dike (Metlk. 4:23). Esker tu car ziriha ji hesin ser mêtaleke sist naguhêze. Em jî gerekê tu car prînsîpên Yehowa neguhêzin tevî wan tişta, çi ku em xwexa hesab dikin ku rast e. Meriv haqas bîlan nînin, wekî dilê xwe xwexa xwey kin (Metlk. 3:5, 6). Hê baş e em her gav ziriha xweye sîmbolîk ku Yehowa daye me, rind bidine ser dilê xwe.
10 Ev solên eskerên Romê alî wan dikir, wekî şer rind bivin, usa jî bi sîmbolîk solên ku Mesîhî pêdikin, alî wan dikin mizgîniya edilayê bela kin (Îşa. 52:7; Rom. 10:15). Lê mêrxasî jî lazim e, wekî em mizgîniyê bela kin. Boû ku 20 salî ye, dibêje: “Ez ditirsiyam hevaldersaxanên xwera şedetiyê bidim. Min şerm dikir. Niha ez fem dikim ku nelazim bû min şerm kira, û ez gelek şa me ku cahilên dinra şedetiyê didim”.
(Efesî 6:16, 17) Li ser her tiştîra jî baweriyê mîna mertalê bigirine xwe, bi kîjanê hûnê bikaribin hemû tîrêd agiriye ku Yê Xirab davêje, bitemirînin 17 Û xilazbûnê mîna kumzirihê hildin, mîna şûr jî xebera Xwedê, ku ji Ruhê Pîroz e.
Cahilno Miqabilî Mîrê-Cina Bisekinin
13 Hine “tîrêd agiriye” ku Şeytan dikare bavêje ser te, ew heye derewên derheqa Yehowa, yançi ew bona te xem nake û te hiz nake. Îdê ku 19 salî ye, derheqa xwe difikire wekî ew nehêjayî hizkirina Xwedê ye. Ew dibêje: “Gelek car ez difikirim, ku Yehowa ji min dûr e û naxwaze bibe Dostê min”. Lê gelo Îdê ça şer dike tevî wan fikira? Ew gilî dike: “Civat gelek baweriya min dişidînin. Berê ez ser civata rûdiniştim û min tu car caba xwe nedida, çimkî difikirîm ku tu kes wê nexwaze min bibihê. Lê niha, ez bona civatê xwe hazir dikim û du yan sê cara caba xwe didim. Belê, minra nehêsa ye, lê çaxê ez usa dikim ez xwe baş texmîn dikim. Û xûşk-bira jî gelek dil didine min. Paşî civatê ez timê pê fikirên usa derdikevim, ku Yehowa min hiz dike”.
16 Çawa kumzirih mejiyê esker xwey dike, usa jî bawerî û hêwiya ser “xilazbûnê” fikir û hiş-aqilê me xwey dike (1 Têsln. 5:8; Metlk. 3:21). Hêwî alî me dike wekî hiş-aqilê me ser sozên Yehowa be, û ew yek alî me dike wekî em ser çetinaya rast binihêrin (Zeb. 27:1, 14; Kar. Şand. 24:15). Lê hergê em dixwazin kumzirih me xwey ke, em gerekê ne ku ew bigirine destên xwe, lê bikine serê xwe.
20 Pawlos Xebera Xwedê beramberî şûr dike ku Yehowa daye me. Lê em gerekê rind hîn bin seva ew şûr bi hostetî bidine xebatê, çaxê derheqa baweriya xwe şedetiyê didin, yan jî çaxê lazim e tiştekîda fikir û nihêrandina xwe biguhêzin (2 Korn. 10:4, 5; 2 Tîmt. 2:15). Lê hûn ça dikarin vê yekêda pêşda herin? Sêbastîan ku 21 salî ye, dibêje: “Ez ji Kitêba Pîroz xwera başqe ji her serîkî rêzekê dinivîsim. Usa ez xwera rêzên ku gelek hiz dikim top dikim. Ew yek alî min dike ku nihêrandina min mîna ya Yehowa be”. Daniyêl, besa kîjanî me jorê kir, dibêje: “Çaxê ez Kitêba Pîroz dixûnim, ez xwera başqe wan rêza dinivîsim yên ku dikarin alî meriva bikin, kîjan ku xizmetiyêda rastî min tên. Min dît wekî meriv rind guh didin min, çaxê divînin ku ez Kitêba Pîroz hiz dikim û aliyê xweda her tiştî dikim seva alî wan bikim”.
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(Efesî 4:30) Û dilê Ruhê Xwedêyî Pîroz neêşînin, bi kîjanî hûn bona Roja Azayiyê hatine morkirinê.
it-1 1128 ¶3
Pîrozî
Ruhê pîroz. Ruhê Yehowa, yanê qewata wî, gura wîda ne û timê qirara wî tîne sêrî. Ev ruh hemû aliyava pîroz û paqij e, û tê xebitandinê usa çawa ku Xwedê dixwaze. Lema jî ev tê navkirinê “ruhê pîroz” (Zb. 51:11; Lq. 11:13; Rm. 1:4; Ef. 1:13). Çaxê ruhê pîroz li ser meriv hukum dike, ew wî hêlan dike wekî ev jî hizreta pîroziyê be yanê paqijiyê. Çaxê bende tişteke nepaqij yan nerast dike, bi vê yekê ew miqabilî vê ruhê diçe û ew dide xeydandinê (Ef. 4:30). Hemikî ruhê pîroz, ne kes e, û ev dide kifşê wekî xwexe Xwedê kesê pîroz e, lema jî ev ruh ça bêjî dikare bixeyde. Hergê meriv hînî vê yekê bûya, ku timê nerastiyê bike, bi vê yekê ew ça bêjî alava vê ruhê ditemirîne (1 Ts. 5:19). Hergê bende rast nabe, bi vê yekê ew ruhê Xwedêyî pîroz dide xeydandinê, û hingê Xwedê bona wî merivî dibe dijmin (Îş. 63:10). Ewê ku ruhê pîroz dide xeydandinê, ça bêjî wî nefret dike, gune dike, kîjan ku bi giliyên Îsa Mesîh, wê neyê baxşandin (Mt. 12:31, 32; Mq. 3:28-30; binihêre RUH).
(Efesî 5:5) Hûn vê yekê zanibin ku tu qav, yan heram, yan timakar (ku pûtparist e) Padşatiya Mesîh û Xwedêda war nabe.
it-1 1006 ¶2
Timayî
Bi Şixula Eyan Dibe. Hergê meriv tima ye, hingê ev xwestina wîyî nerast wê eseyî tiştekîda eyan be. Aqûb, nema xweda dibêje, wekî xwestina nerast, dibe berbi gune (Aqb. 1:14, 15). Dêmek, merivê tima bi kirên xwe eyan dibe. Pawlosê şandî, merivê tima beramberî merivên pûtparist dike (Ef. 5:5). Çaxê yê tima gelek dixwaze tiştekî qazanç ke, ev xwestin wî usa zeft dike, wekî ew tenê ser vê difikire. Û ev yek bona wî dibe xudan. Vê derecêda ev meriv îda nikare xizmeta xwe Xwedêra, jîyîna xweda dayne ser ciyê pêşin (Rm. 1:24, 25).
Xwendina Kitêba Pîroz
(Efesî 4:17-32) Awa ez vê yekê mêrkîmî dibêjim û bi navê Xudan temî li we dikim, ku hûn îdî tu cara wê rêda neçin, çawa pûtparist bi fikirêd xweye pûç diçin. 18 Ewana femêd xweda şûna reşva çûn û ji jiyîna Xwedê dûr ketine, ji dest nezaniya nava xwe û serhişkiya xwe. 19 Şerma rûyê xwe unda kirine û usa xwe dane doxînê, heta ku her cûre kirinêd heram dikin û têr nabin. 20 Lê we Mesîh usa nas nekir! 21 Belê we bona wî bihîstiye jî û çawa yêd para Îsa, hûn wê rastiya nava wîda hîn bûne. 22 De hûn xeysetê xweyî berê ji xwe dûr xin, wî merivê kevinî ku bi havijiyêd hilekarva dêrisbûyî ye 23 û bi ruh û fikirêd xweda nûyejiyîn bin, 24 merivê nû li ser xwe wergirin, ku kirasê Xwedêda bi rastiyê û helaliyê bê qelpî xuliqî ye. 25 Awa derewa ji pêsîra xwe dûr xin, ji we her yek hevalê xwera rast xeber de, çimkî em bi hevra endemêd Bedena Mesîh ne. 26 Heger hûn hêrs kevin, guna nekin, bira ro ser hêrsa wera neçe ava 27 û cî nedine Mîrêcin. 28 Ewê ku diziyê dike, bira îdî nedize, lê bi xûdana xweye helal bi destêd xwe bixebite, ku bikaribe dest bavêje ketiya jî. 29 Tu car bira ji devê we xebereke xirab derneyê, pêştirî tiştêd ku kêrî guhdara tên û karê didine wan. 30 Û dilê Ruhê Xwedêyî Pîroz neêşînin, bi kîjanî hûn bona Roja Azayiyê hatine morkirinê. 31 De bira her telayî, hêrs, berzeqî, qare-qar û kifirî-zifirî ji we dûr bin tevî her cûre kîn-boxiyêva. 32 Û hevra şîrin û dilşewat bin, li hev bibaxşînin, çawa Xwedê bi Mesîh baxşande we.
24-30 HEZÎRANÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | FÎLÎPÎ 1-4
“Bona tu Tiştî Xem Nekin”
(Fîlîpî 4:6) Bona tu tiştî xem nekin, lê xwestina we bira bi dua-dirozga, razîbûnêva tevayî, Xwedêva eyan be.
“Edilayiya Xwedê . . . ji her Hiş-Aqilî Derbaztir e”
10 Lê çi dikare alî me bike, wekî bona tu tiştî xema nekin û “edilaya Xwedê” bistînin? Giliyên Pawlos Fîlîpyara nîşan dikin, ku seva wedê tengasiya bîna xwe teng nekin, em gerekê dua bikin çimkî dua mîna derman e. Dêmek, çaxê em bona tiştekî berxwe dikevin, em gerekê duada dilê xwe Xwedêra vekin. (Bixûne 1 Petrûs 5:6, 7.) Bi baweriyê Yehowara dua bikin û dudilî nebin wekî ew we hiz dike û miqatî we dibe. Bi razîbûnê dua bikin bona wan kerema ku ew dide we. Emê hê zêde îtbariya xwe wî bînin hergê bîr nekin ku Yehowa “dikare her tiştî hê zêde ke, ne çawa em dixwazin yan difikirin” (Efes. 3:20).
(Fîlîpî 4:7) Û edilayiya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e, wê dil û fikirêd we yektiya Mesîh Îsada xwey ke.
“Edilayiya Xwedê . . . ji her Hiş-Aqilî Derbaztir e”
7 Çaxê birên Fîlîpî nema Pawlos xwendin, hê bîra wanda bû ku çi qewimî tevî Pawlos û ça ewana ecêbmayî man ku çaxê Yehowa wî ji tengasiyê xilaz kir. Lê Pawlos çi ders dixwest wana hîn kira? Ders ev bû: Berxwe nekevin, dua bikin û Xwedê wê edilaya xwe bide wan. Lê dîna xwe bidinê, wekî “edilayiya Xwedê ... ji her hiş-aqilî derbaztir e”. Ev çi tê hesabê? Hine welgerên Kitêba Pîroz dibêjin ku ev ji “her nêt-merem” û xwestina meriva mezintir e. Bi giliyên mayîn bêjin, Pawlos digot ku “edilayiya Xwedê” usa qewat û baş e, ku em ne jî dikarin bidine ber çevê xwe. Cara em nizanin ji tengasiyê ça derên, lê Yehowa zane û ew dikare me ji tengasiyê usa xilaz ke, ku em ne jî hîviyê ne. (Bixûne 2 Petrûs 2:9.)
“Edilayiya Xwedê . . . ji her Hiş-Aqilî Derbaztir e”
16 Lê “edilayiya Xwedê” bona me çi dike? Kitêba Pîroz dibêje wekî edilayîya Xwedê wê dil û fikirên me yektiya Mesîh Îsada xwey ke (Fîlî. 4:7). Xebera orîjînal ku hate welgerandinê “xwey ke” giliyê eskeriyê bû. Ev gilî didane xebatê bi vê nêtê, ku ordiya eskera, yên ku wedê berê cabdar bûn şeher xwey kin. Şeherê Fîlîpya hema usa dihate xweykirinê. Bineliyên wî şeherî xwera rihet radizan, çimkî ordiya eskeriyê dergehên şeher xwey dikir. Wî cûreyî, çaxê “edilayiya Xwedê” cem me heye, dil û hişê me rihet dimîne. Em zanin wekî çevê Yehowa ser me ye, û ku ew dixwaze em bextewar bin (1 Pet. 5:10). Çaxê em vê yekêda dudilî nînin, em çetinayada tu car gelek berxwe nakevin û bîna xwe teng nakin.
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(Fîlîpî 2:17) Belê heger cî bê ku xûna min ser wê baweriya weda bê rêtinê, ya ku xizmetkariya weda çawa qurban Xwedêra tê dayînê, ezê şa bim û tevî eşqa we bim.
it-2 528 ¶5
Dîyarî
Dîyarîya serdakirinê. Dîyariya serdakirinê tevî dîyariyên din tanîn, xût paşî wê yekê, ça cimeta Îsraêlê di Erdê Sozdayîda cîwar bûn (Jm. 15:2, 5, 8-10). Ew şerav bû ya ku ser gorîgehê dihatê rêtinê (Jm. 28:7, 14 beramber ke Drk. 30:9; Jm. 15:10). Pawlosê şandî mesîhyên Fîlîpêra nivîsî “heger cî bê ku xûna min ser wê baweriya weda bê rêtinê, ya ku xizmetkariya weda çawa qurban Xwedêra tê dayînê, ezê şa bim”. Bi mesela dîyariya serdakirinê, Pawlos dide kifşê wekî hazir e bona halxweşiya meriya, ça bêjî xwe birêjîne (Flp. 2:17). Pêşiya mirina xwe ewî Tîmotêyora nivîsî: “Ez xwexa qurbanbûnêra îdî ser roj-roja me û wextê çûyîna min pêra gihîştiye” (2 Tîm. 4:6).
(Fîlîpî 3:11) ku bi awayîkî bikaribim bigihîjime rabûna miriya
w07 1/1 26-27 ¶5
Saxkirina Pêşin îda Destpêbûye!
5 Ya duda, Mesîhiyên bi ruh kifşkirî, dêmek endemên “Îsraêla Xwedê”, wê herin ser ezmana û tevî Xudan Îsa Mesîh serwêrtiyê bikin. Ewana wê timê “tevî Xudan bin” (Galatî 6:16; 1 Têsalonîkî. 4:17). Ev qewimandin tê navkirinê “saxkirina pêşin” (Fîlîpî 3:10, 11; Eyantî. 20:6). Çaxê ev saxkirin xilaz be, wê bê ew wede gava bi mîlyona meriv sax bin, ku li Cineta ser erdê bijîn. Dêmek, firqî tune emê li ezmana yan ser erdê bijîn, “saxkirina pêşin” bona me jî ferz e. Gelo ev çi saxkirin e? Çi çax ewê biqewime?
Xwendina Kitêba Pîroz
(Fîlîpî 4:10-23) Ez bi saya Xudan gelekî şa me, ku we pey haqas wextra ez bîr anîm, bona min xem xwar. Belê we dikir jî, lê mecal nedikete we. 11 Ne ku ez hewcê tiştekî me ku vê yekê wera dibêjim. Ez hîn bûme, ku hemû halîda razî bim. 12 Tunebûnê zanim, hebûnê zanim, ez her aliyîda û her halîda ser vê surê vebûme û hîn bûme ku razî bim, heger têr bim, heger birçî, yan hebûnêda bim yan jî tunebûnêda. 13 Ez her tiştî bi saya wî dikarim, yê ku qewatê dide min. 14 Lê we qenc kir, ku tengasiya minda komek da min. 15 Û belê hûn jî zanin gelî fîlîpiya, ku ji serê dannasîniya Mizgîniyêda gava ez ji Mekedonyayê derketim, tu civînê tevkariyêda destê xwe dirêjî min nekir, pêştirî we. 16 Çimkî carekê-duda ew tiştêd minra kêrhatî we heta Têsalonîkiyê jî şandin. 17 Ez ne ku tiştekî pêşkêş dixwazim, lê dixwazim ku kar ser hesabê weda zêde be. 18 Min her tişt standiye û nava hebûnêda me. Ew tiştêd ku we bi destê Êpafrodîto minra şandine ew besî min in. Ew dayîna we bîneke xweş e, hediya qebûl û li Xwedê xweş e. 19 Û Xwedêyê min wê hemû kêmasiyêd we pê wê xizna xweye rûmete ji Mesîh Îsa tijî ke. 20 Awa şikir ji Xwedê û Bavê me, heta-hetayê! Amîn. 21 Temamiya cimeta Xwedêye para Mesîh Îsa silav kin. Ew birayêd ku tevî min in li we silav dikin. 22 Temamiya cimeta Xwedê li we silav dike, îlahî ewêd ku ji mala Qeyser in. 23 Kerema Xudan Îsa Mesîh tevî ruhê we be.