Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”
2-8 KANÛNA PÊŞIN
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | EYANTÎ 7-9
“Elaleteke Mezin ji Aliyê Yehowada Keremkirî”
(Eyantî 7:9) Pey vê yekêra min dîna xwe dayê, va elaleteke usa mezin, ku tu kesî nikaribû bijimarta ji her miletî, ji her berekê, ji her cimetê û ji her zimanî li ber text û wî Berxî sekinî bûn. Çuxêd çîle-qerqaş li wan bûn û çiqilêd xurma jî destêd wanda bûn.
it-1 997 ¶1
Elaleta Mezin
Pirs pêşda tê: Hergê “elaleta mezin” ew in, yên ku wê ser erdê bijîn, çima tê gotinê wekî ewana “li ber text [yê Xwedê] û wî Berxî sekinî bûn” (Ent. 7:9). Çaxê Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî çaxê meriv ber kesekî sekiniye, ew dikare bê hesabê, wekî ewî kesî, ew meriv qebûl kiriye (Zb. 1:5; 5:5; Mtl. 22:29; Lq. 1:19). Eyantîda serên pêşiyêda tê gotinê: “Padşêd dinyayê, mezinêd wê, sereskerêd wê, dewletiyêd wê, egîtêd wê û hemû merivêd xulam û aza”, wê xwe “ji rûyê wî veşêrin, Yê ku li ser text rûniştî ye, usa jî ji xezeba Berx. Çimkî roja xezeba wane mezin hat û kî dikare teyax ke?” (Ent. 6:15-17; beramber ke tevî Lq. 21:36). Lema jî femdarî ye, wekî “eleleteke usa mezin” ji wan meriva ne, yên ku ji roja hêrsa Xwedê xilaz bûne û karibûne bisekinin, çawa yên ji Xwedê û Berx qebûlkirî.
(Eyantî 7:14) Min wîra got: “Ez xulam, ez nizanim, tu zanî”. Hingê ewî minra got: “Evana ew in, yêd ku ji wê tengasiya mezin hatine, çuxêd xwe pê xûna wî Berxî şûştine, çîl-qerqaş kirine.
it-2 1127 ¶4
Tengasî
Weke 30 sal paşî wêrankirina Orşelîmê, derheqa elaleteke mezin ji her miletî, ji her berekî, ji her cimetî û ji her zimanî, Yûhennayê şandîra giliyê usa hatine gotinê: “Evana ew in, yêd ku ji wê tengasiya mezin hatine” (Ent. 7:13, 14). Ev yek ku elaleteke mezin ji tengasiya mezin dertê, tê hesabê wekî ewê ji vê tengasiyê xilaz be. Ev bi vê yekê tê îzbatkirinê, ku xebera Yûnanî ya ku Eyantî 7:14-da nivîsar e, mîna xebera ji Karên Şandiya 7:9, 10, kîderê tê gotinê: “Xwedê tevî [Ûsiv] bû, ew ji hemû tengasiyêd wî xilaz kir”. Ew xeber têne hesabê, wekî Ûsiv ne tenê qewat stand ku ber hemû tengasiya teyax ke, lê ew usa jî wan tengasiyara derbaz bû.
(Eyantî 7:15-17) Lema ewe li ber textê Xwedê ne, paristgeha wîda şev û ro wî dihebînin. Yê li ser text rûniştî, wê konê xwe li ser wan vegire. 16 Ewê îdî ne tî bin, ne birçî bin û ne jî tev û germayiyê li wan xe. 17 Çimkî ew Berxê ku goveka textda ye, wê şivantiyê li wan bike, wan bibe ser kaniyêd ava jiyînê. Û Xwedê jî wê hemû hêsirêd çevêd wan paqij ke”.
it-1 996-997
Elaleta Mezin
Ew Kê Tê Hesabê. Eyantî serê 7 usa jî hine rêzên din ku hevgirêdayî ne tevî vî serî, alî me dikin, ku fem kin, kê ye “eleleteke mezin”. Eyantî 7:15-17-da tê gotinê, wekî Xwedê wê “konê xwe li ser wan vegire”, û wana bive berbi “kaniyên ava jiyanê” û ewê “hemû hêsirêd çevêd wan paqij ke”. Di Eyantî 21:2-4-da jî giliyê vî cûreyî nivîsar in: “Konê Xwedê nava merivada ye!”, “Ewê ji çevêd wan hemû hêsirêd wan paqij ke” û “îdî mirinê tunebe”. Vê xeyalêda xeberdan diçe derheqa wan meriva, kî ku li ser erdê ne, ne ku ser ezmana ji kîderê Orşelîma Nû tê xwarê.
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(Eyantî 7:1) Pey vê yekêra min dîna xwe dayê, wê çar milyaket li her çar qulbêd dinyayê sekinî ne û bayêd her çar qulbêd dinyayê hişk girtine, wekî li erdê, berê û tu darê nexin.
re 115 ¶4
Îsraêla Xwedê Morkirî ye
4 Bêşik çar melek têne hesabê çar komên meleka, yên ku bi gotina Xwedê, qirara wî girtine ku hê neyê sêrî, heta wedê kifşkirî bê. Gava melek ev bayên hêrsa Xwedê berdin û ev ji bakûrê, başûrê, rohilatê û ji roavayê bên, wê her tiştî ser riya xwe wêran kin. Evê mîna vê yekê be, ça wedê berê Yehowa bi saya çar baya, cimeta Êlamiya kuta kir (Yêremya 49:36-38). Ew bayê ku wê bê, wê neyê xuyanê û ewê ji firtonê qewîtir be, bi kîjanî Yehowa Amoniya kuta kir (Amos 1:13-15). Roja hêrsa Yehowa, wê tu pareke teşkîleta Şeytan nemîne, û wî çaxî Xwedê we hukumtiya xwe ser heta-hetayê heq derxe (Zebûr 83:15, 18; Îşaya 29:5, 6).
(Eyantî 9:11) Milyaketê geliyê hey-wayê li ser wan padşa bû, ku navê wî bi îbranî “Abadûn” bû, bi yûnanî “Apoliyon”, ku tê femkirinê: “Wêrankir”.
it-1 12
Abadûn
Abadûn, melekê geliyê hey-wayê kî ye?
Di Eyantî 9:11-da Abadûn tê navkirênê “melekê geliyê hey-wayê”. Ser zimanê Yûnanî navê vî cûreyî Apoliyon, tê hesabê “Wêrankir”. Di qirna 19-da meriva her tişt dikirin, wekî îzbat kin ku vê rêzêda tê pêxembertîkirinê derheqa wan kesa, çawa ku Împerator Vêspasîyan, Muhemmed û hela hê Napoleon jî, û hesab dikirin wekî ev milyaketê Şeytan e. Lê di Eyantî 20:1-3-da tê kifşê, ku melekê bi “kilîta geliyê hey-wayê” şandiyê Xwedê ye ji ezmên, ne ku milyaketê Şeytan e, çimkî ew Şeytan girêdide û davêje geliyê hey-wayê. Di kitêbekêda “The Interpreter’s Bible”, ya ku ser hîmê Kitêba Pîroz e, derheqa Eyantî 9:11 hatiye gotinê: “Abadûn ne ku milyaketê Şeytan e, lê melekê Xwedê ye, yê ku bi xwestina Xwedê wê wêrankirinê destpêke”.
Ça îda jorê ji rêzên Nivîsarên Îbranî hate gotinê, xebera abadûn hevgirêdayî ye tevî şêolê û mirinê. Eyantî 1:18-da Mesîh Îsa dibêje: “Ez sax im heta-hetayê. Û ez im xweyê kilîtêd Mirinê û Diyarê Miriya”. Lûqa 8:31-da tê kifşê, wekî hukumê Îsa heye ser geliyê hey-wayê. Û ev yek ku qewata Îsa heye, wekî wêran ke û hela hê Şeytan jî kuta ke, rind tê kifşê ji Îbranî 2:14, kîderê tê gotinê wekî Îsa wê “pê mirina xwe, . . . unda ke, awa gotî Mîrêcin”, kîjan ku sebebê mirinê ye. Eyantî 19:11-16-da Îsa eyan dibe ça kifşkiriyê Xwedê, yê ku gerekê Wêran ke, ku Qirara wî bîne sêrî. (Binihêre APOLIYON).
Xwendina Kitêba Pîroz
(Eyantî 7:1-12) Pey vê yekêra min dîna xwe dayê, wê çar milyaket li her çar qulbêd dinyayê sekinî ne û bayêd her çar qulbêd dinyayê hişk girtine, wekî li erdê, berê û tu darê nexin. 2 Hingê min milyaketekî din jî dît ku ji rohilatê dihat û mora wiye ji Xwedêyê sax hebû. Ewî bi dengekî bilind li wan her çar milyaketa kire gazî, yêd ku wanra hatibû dayînê, ku zirarê bidine erdê û berê, wanra got: 3 “Zirarê nedine erdê, berê û dara, heta ku em morê li eniya xulamêd Xwedêyê xwe nexin”. 4 Hingê reqema yêd ku hatibûne morkirinê min bihîst: Ji hemû qebîlêd zarêd Îsraêl sed çil çar hezar hatibûne morkirinê. 5 Ji qebîla Cihûda donzdeh hezar, ji qebîla Rûbên donzdeh hezar, ji qebîla Gad donzdeh hezar, 6 ji qebîla Aşêr donzdeh hezar, ji qebîla Neftelî donzdeh hezar, ji qebîla Minaşe donzdeh hezar, 7 ji qebîla Şimhûn donzdeh hezar, ji qebîla Lêwî donzdeh hezar, ji qebîla Îsaxar donzdeh hezar, 8 ji qebîla Zebûlon donzdeh hezar, ji qebîla Ûsiv donzdeh hezar û ji qebîla Binyamîn donzdeh hezar hatibûne morkirinê. 9 Pey vê yekêra min dîna xwe dayê, va elaleteke usa mezin, ku tu kesî nikaribû bijimarta ji her miletî, ji her berekê, ji her cimetê û ji her zimanî li ber text û wî Berxî sekinî bûn. Çuxêd çîle-qerqaş li wan bûn û çiqilêd xurma jî destêd wanda bûn, 10 bi dengekî bilind dikirine gazî digotin: “Xilazbûn ji destê Xwedêyê me ye, Yê ku li ser text rûniştî ye û ji destê wî Berxî ye”. 11 Hingê ew hemû milyaketêd ku li dora text, rûspiya û wan her çar ruhbera girtibûn, ber text deverûya çûne erdê, serê xwe ber Xwedê danîn 12 û gotin: “Amîn! Pesin, rûmet, serwaxtî, şikirî, hurmet, qewat û zorayî bira heta-hetayê Xwedêyê mera be. Amîn!”
9-15 KANÛNA PÊŞIN
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | EYANTÎ 10-12
“Du Şede Hatine Kuştinê û Hatine Saxkirinê”
(Eyantî 11:3) Û ezê temiyê bidime du şedêd xwe, ewê kurx xwekirî hezar dusid şêst rojî pêxembertiyê bikin”.
w14 15/11 30
Pirsên Xwendevana
Kî ne ev du şede, derheqa kîjana ku Eyantî serê 11-da tê gotinê?
Eyantî 11:3-da tê gilîkirinê derheqa du şeda, kîjan ku gerekê 1 260 roja pêxembertî bikirana. Paşê jî tê gotinê, wekî cenewir wê “wan bindest ke û bikuje”. Lê “pey sê roj û nîvara”, ev du şede wê vegerine jîyînê, çi ku bona dîtiya wê ecêbmayî be (Ent. 11:7, 11).
Kî ne ev du şede? Seva ku caba vê pirsê bistînin, hine giliyên ji vê para Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin. Berê pêşin, em pêdihesin wekî ewana mîna “her du darêd zeytûnê û her du şemdan in” (Ent. 11:4). Ev şirovekirin dike bîra me şemdan û du darên zeytûnê ji pêxembertiya Zekeriya. Darên zeytûnê têne hesabê du kesên kifşkirî, dêmek Serok Zorobabêl û Serekkahîn Îsa, kîjan ku “li cem Xudanê hemûya dinê disekinin” (Zek. 4:1-3, 14). Ya duda, li gora şirovekirinê, du şede keremeta dikin, kîjan ku mîna wan keremeta bûn, yên ku Mûsa û Êlyas dikirin (Beramber ke Eyantî 11:5, 6 tevî Jimar 16:1-7, 28-35 û 1 Padşatî 17:1; 18:41-45).
Gelo hevgirêdana wan parên ji Eyantî û Zekerya hene? Wan her du parada tê gotinê derheqa rûnkiriyên Xwedê, kîjan ku rêberî hildidane ser xwe, wedê çetinaya û cêribandina. Pêxembertiya ji Eyantî serê 11 hate sêrî, çaxê birên bi ruh kifşkirî, kîjan ku rêberî hildidane ser xwe wî çaxî, gava sala 1914-da li ezmên Padşatiya Xwedê hate kifşkirinê, wana weke sê sala û nîva kurx xwekirî dannasîn dikirin.
Çaxê ew dem derbaz bû, ewana ça bêjî kuştî bûn: ewana avîtibûne kelê ser wedekî kin; bi sîmbolîk ev yek sê roj nîv kişand. Dijminên cimeta Xwedê şa dibûn, çimkî wana tirê, ku karibûn şixulê wî bidine sekinandinê (Ent. 11:8-10).
Çawa hatibû pêxembertîkirinê, paşî sê roj nîva du şede hatine saxkirinê. Ew mesîhiyên bi ruh kifşkirî ji kelê hatibûn azakirinê. Ewên ku amin man, kifşkirina xwe ji Xwedê standin bi saya Xudan Îsa Mesîh. Di sala 1919-da ewana nava van merivada bûn, kîjan ku hatine kifşkirinê, seva xizmet kin ça “xulamê amin û serwaxt”, wekî van rojên axiriyê derheqa hewcên ruhaniye cimeta Xwedê xem bikin (Mt. 24:45-47; Ent. 11:11, 12).
Ça tê kifşê Eyantî 11:1, 2-da ew qewimandin hêvgirêdayî ne tevî vî wedeyî kengê paristgeha ruhanî gerêkê bihata çapkirinê. Malaxî serê sisiyada derheqa çapkirina vî cûreyî tê gotinê, yanê lêkolîn û paqijkirina paristgeha ruhanî (Mlx. 3:1-4). Lêkolîn û paqijkirinê çiqas wede kişand? Ew di sala 1914-da destpêbû û xilaz bû destpêka sala 1919. Ew wede 1 260 roj bûn (42 meh) bi sîmbolîk sê roj û nîv, derheqa kîjanî ku Eyantî serê 11-da tê gotinê.
Em gelek şa ne ku Yehowa paqijkirina vî cûreyî kir, seva ku cimeta mexsûs bona kirên qenc başqe ke! (Tîto 2:14). Xêncî wê yekê em qîmet dikin meselên yên bi ruh kifşkirî, kîjan ku rêberî hildidane ser xwe wedê cêribandina, usa ewana wek du şedên sîmbolîk bûn .
(Eyantî 11:7) Gava ewana şedetiya xwe ser hevda bînin, hingê ew cenewirê ku ji geliyê hey-wayê derdikeve, wê tevî wan şer ke, wan bindest ke û bikuje.
(Eyantî 11:11) Pey sê roj û nîvara Xwedê ruh ber wanda anî, ew rabûne ser piya û xofeke mezin kete ser yêd ku ew dîtin.
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(Eyantî 10:9, 10) Ez jî çûme cem wî milyaketî û min jêra got: “Ka wê kitêba biçûk bide min”. Ewî minra got: “Han vê hilde û bixwe. Evê nav-dilê teda tel be, lê devê teda wê mîna hingiv şîrin be”. 10 Hingê min kitêba biçûk ji destê milyaket hilda û xwar. Devê minda mîna hingiv şîrin bû, lê çaxê min ew xwar, min nav-dilê xweda telayî kifş kir.
it-2 880-881
Kitêba Gulometkkirî
Bi Sîmbolîkî Çi Tê Hesabê. Hine dereceda Kitêba Pîrozda xebera “kitêba gulomatkkirî”, bi sîmbolîk tê xebitandinê. Çawa Hezeqiyêl usa jî Zekerya çaxê kitêba gulomatkkirî dîtin, ev her-du aliyava lêkirî bû. Dibe ku ev yek dida kifşê ferzbûna temiya û elametiya, çimkî bi tebyetî tenê ser alîkî kitêbê dinivîsîn (Hz. 2:9-3:3; Zek. 5:1-4). Xeyalekêda kîjan ku kitêba Eyantîda hatibû nivîsarê, Ewê ku ser text rûniştibû, destê xweyî rastêda kitêba gulomatkkirî girtibû bi heft mora morkirî. Evan mora ça bêjî îzin nedidan ku pêbihesin têda çi nivîsar e. Heta Berxê Xwedê ew mor venekira, elametiya vê kitêbê mîna surekê weşartî bû (Ent. 5:1, 12; 6:1, 12-14). Hine wext şûnda xeyalêda Yûhennara ev kitêba gulomatkkirî hatibû dayînê, wekî bixwe. Tema vê şîrin bû, lê gava ewî daqurçand, wîra tel hate xuyanê. Ev kitêb vekirî bû, û îda morkirî nîbû, dêmek elametiya vê îda eyan bû bona femkirinê. Ji bo elametiya ku têda nivîsar bû, Yûhennara ev şîrin hate kifşê, lê zelal e ev elametî usa jî derheqa wê yekê bû, wekî ewî gerekê bona telayê jî pêxembertî bikira (Ent. 10:1-11). Hezeqiyêlra jî kitêba gulometkkirî hatibû nîşankirinê, kîderêda nele-nel, keser û kilamên şînê hebûn (Hz. 2:10).
(Eyantî 12:1-5) Hingê nîşaneke mezin ezmênda xuya bû: Kulfetekê ro li xwe wergirtibû, hîv binê piyada û kofîke ji donzdeh steyrka jî li sêrî bû. 2 Ew hemle bû û ketibû ber zarê, êşa xwe dikişand û dikire qîrîn. 3 Pey vê yekêra nîşaneke din jî ezmênda xuya bû. Min dîna xwe dayê, va ziyakî zerî mezin ku heft serî û dehe stirûyêd wî hebûn û heft tac jî li serêd wî bûn. 4 Poça wî ji sê para pareke steyrkêd ezmên kişand û avîte ser erdê. Ew ziya li ber wê kulfeta ku ketibû ber zarê sekinî, ku hema çawa zar bibe wê zarê hûfî xwe ke. 5 Wê kulfetê zareke kurîn anî, ku wê bi şivdara hesinî şivantiyê li hemû mileta bike. Lê zara wê hate rahiştinê, li cem Xwedê û ber textê wî.
it-2 187 ¶7-9
Sancûyê Zaranînê
Eyantîda tê gotinê derheqa xeyalê, kîjan ku Yûhennara hatibû dayînê: Ewî dît kulfeta ezmanî ya hemle, kîjan ku “êşa xwe dikişand û dikire qîrîn”. Ewê “zareke kurîn anî, ku wê bi şivdara hesinî şivantiyê li hemû mileta” bike (Ent. 12:1, 2, 4-6). Ew yek ku Xwedê ew zar hilda cem xwe, tê hesabê, wekî Xwedê ew hesab kir ça kurê xwe. Ew tîne bîra me edetê berê ku zara tezebûyî dibirne cem bavê, wekî ew wî qebûl ke. (Binihêre ZARBÛYÎN.) Dêmek ew “kulfet” tê hesabê, “jina” Xwedê, “Orşelîma Jorin”, “dayka” Mesîh û dayka birên wîyî ruhanî (Gl. 4:26; Heb. 2:11, 12, 17).
Hemikî “kulfeta” Xwedê ya ezmanî kamil e, û sancûyê zaranîna wê êşa rêalîva girêdayî nîne. Lema jî sancûyê wê bi sîmbolîk têne hesabê, ku ew fem dike, wekî roja zaranîna wê îda nêzîk e (Ent. 12:2).
Gelo ew zara kurîn” kî ye? Ew gerekê “pê şivdara hesinî şivantiyê” mileta bike. Ev yek Zebûra 2:6-9-da hatibû pêxembertîkirinê derheqa Padşatiya Xwedê. Lê Yûhennara ew xeyal hate eyankirinê gelek wext şûnda paşî bûyîna Îsa ser erdê, paşî mirin û saxkirina wî. Dêmek ev xeyal derheqa bûyîna Padşatiya Mesîhtî ye, bin serwêrtiya Kurê Xwedê, Îsa Mesîh, kîjan ku hate saxkirinê, “kêleka Xwedêye rastê rûnişt û ji wir şûnda hîviyê ye, heta ku dijminêd wî bin piyêd wîda bêne danînê” (Îbr. 10:12, 13; Zb. 110:1; Ent. 12:10).
Xwendina Kitêba Pîroz
(Eyantî 10:1-11) Hingê min milyaketekî dinêyî zor dît ku ji ezmên dihate xwarê. Ewr lê wergirtî bû û keskesor li sêrî bû, rûyê wî mîna royê bû, nigêd wî jî mîna stûnêd êgir bûn. 2 Destê wîda kitêbeke biçûke vekirî hebû, nigê xweyî rastê danî ser berê, nigê xweyî çepê jî danî ser bejê 3 û bi dengê bilind mîna mirîniya şêr kire qarîn. Çaxê ku wî kire qarîn, her heft gurîniyêd ewra pê dengêd xwe xeber dan. 4 Gava wan her heft gurîniyêd ewra xeber dan, min kir ku binivîsim, lê ji ezmên dengek hate min ku digot: “Ew tiştêd ku her heft gurîniyêd ewra gotin, wan eyan neke, nenivîse”. 5 Hingê ew milyaketê ku min dîtibû, wekî wî nigek danîbû ser berê û yek jî ser bejê, destê xweyî rastê berbi ezmên bilind kir 6 û pê ewî sond xwar ku heta- hetayê sax e, awa gotî pê wî yê ku ezman, hemûyêd wêda, erd, hemûyêd wêda û ber, hemûyêd wêda efirandine û got: “Îdî wextê derengî nekeve. 7 Lê gava milyaketê hefta deng li boriyê xe, hingê wê ew sura tivdîra Xwedê bê sêrî, ya ku wî elamî xulamêd xwe pêxembera kiribû”. 8 Pey vê yekêra wî dengê ku min ji ezmên bihîstibû, dîsa tevî min xeber da û got: “Here, wê kitêba vekirî ji destê wî milyaketî hilde, yê ku li ser berê û bejê sekinî ye”. 9 Ez jî çûme cem wî milyaketî û min jêra got: “Ka wê kitêba biçûk bide min”. Ewî minra got: “Han vê hilde û bixwe. Evê nav-dilê teda tel be, lê devê teda wê mîna hingiv şîrin be”. 10 Hingê min kitêba biçûk ji destê milyaket hilda û xwar. Devê minda mîna hingiv şîrin bû, lê çaxê min ew xwar, min nav-dilê xweda telayî kifş kir. 11 Wî çaxî minra hate gotinê: “Gerekê tu dîsa li ser gelek cimeta, mileta, zimana û padşa pêxembertiyê bikî”.
16-22 KANÛNA PÊŞIN
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | EYANTÎ 13-16
“Cenewirên Xof Netirsin”
(Eyantî 13:1, 2) Hingê min dîna xwe dayê, va cenewirek ji berê derdiket. Heft serêd wî û dehe stirûyêd wî hebûn, li ser stirûyêd wî dehe tac bûn û li ser her heft serêd wî jî navêd kifiriya bûn. 2 Ew cenewirê ku min dît, mîna piling bû, nigêd wî mîna lepê hirça bûn û devê wî jî mîna devê şêra bû. Vî ziyayî qewata xwe, textê xwe û hukumê xweyî mezin da wî cenewirî.
w12 15/6 8 ¶6
Yehowa, Ew Xwedê ye ku Sura Vedike
6 Xilaziya qirna yekê D.M., Îsayê saxbûyî Yûhennayê şandîra çend xeyalên ecêbmayî eyan kir (Ent. 1:1). Xeyalekêda Yûhenna dît Mîrê-cina, kîjan ku wek ziya hate kifşê, û ber devê bera mezin sekinî bû. (Bixûne Eyantî 13:1, 2). Yûhenna usa jî dît cenewirekî ecêb, kîjan ku ji vê berê derket û ji Mîrê-cina hukumtiya mezin stand. Hine wext şûnda melek Yûhennara nîşan kir, wekî heft seriyên vî cenewirê sorê gevez, kîjan ku Eyantî 13:1-da tê gotinê, tê hesabê “heft padşa”, yan “serwêrtî” (Ent. 13:14, 15; 17:3, 9, 10). Gava Yûhenna ew gilî dinivîsîn, ji wana pênc padşa îda ketibûn, yekî hê serwêrtî dikir, lê yê din hela hê nehatibû. Gelo Yûhenna derheqa kîjan padşatiya digot? Emê şêwir kin, wekî bi sîmbolîk her serîkî wî cenewirî çi tê hesabê, yê ku Eyantîda hatine dayînê. Emê usa jî bivînin, ku derheqa wan padşatiya, pêxembertiya Danyêlda çi hatibû nivîsarê. Hine dereceda derheqa wan padşatiya hê bi seda sala pêşda hatibû nivîsarê.
(Eyantî 13:11) Hingê min dîna xwe dayê, va cenewirekî din ji erdê derdiket, du stirûyê wiye mîna yê berxa hebûn û mîna ziyê xeber dida.
(Eyantî 13:15) Hukum wîra hate dayînê, wekî ruh ber heykelê cenewirda bîne, ku heykelê cenewir xeber de û bikaribe ewêd ku cenewir nehebînin bide kuştinê.
re 194 ¶26
Miqabilîbûn Himberî Du Cenewirên Devxûn
26 Gelo ev çi ye? Ev heye serwêrtiya hemdinyayê ya Anglo-Amêrîkayê, dêmek serê hefta yê cenewirê pêşin, lê îda bi roleke teze! Ev yek ku xeyalêda ew mîna cenewirekî başqe eyan dibe, alî me dike zelal bivînin, wekî ew bi serê xwe dinyayêda kar dike. Ev cenewirê sîmbolîk kîjan bi du stirûya ye du welat in, û bi hevra şixulkariyê dikin lê her kes xwe bi serî xwe ye. Du stiriyên wîye “mîna yê berxa”, eyan dike wekî ew yan çi yekî qenç û milûk e, ku dixwaze serwêrtiya xwe zelal ke çawa pêşdaçûyî, layîq, û hêja ye ku çev bidine wî. Lê ew mîna ziya xeber dide, dêmek hukum dike, dide tirsandinê û zurbetiyê dike wêderê, kîderê ku wî û serwêrtiya wî qebûl nakin. Ev serwêrtî hêlan dike ku gura Padşatiya Xwedêda nîbin, kîderê ku Berxê Xwedê serwêrtiyê dike. Dewsê ew hêlan dike, ku Şeytanra yanê ziyayê mezinra xizmetiyê bikin û şixulê wî pêşda bivin. Cenewir hêlan dike, wekî cudebûn û nefretî ji bo nasîonalîzmê pêşda bê, û bi wê yekê ewana cenewirê pêşinra qulix bikin.
re 195 ¶30-31
Miqabilîbûn Himberî Du Cenewirên Devxûn
30 Terîxî nîşan dike, wekî ev tê hesabê teşkîleta ku bi destê Brîtanya Mezin û Weletên Yekbûyî hatibû sazkirinê. Ev welat li ser temamiya dinyayê hukum dikir û ya ku destpêkêda dihate navkirinê Lîga Mileta. Hine wext şûnda Eyantî serê 17-da, ew bi sîmbolîkeke din eyan dibe, dêmek çawa cenewirê sorê gewez, yê ku xwe bi serî xwe bû. Ev teşkîleta hemdinyayê “xeberdide”, bi babaxiyê dibêje, wekî tenê ew dikare edilayê û bêxofiyê însanetêra bîne. Lê bi rastî ewî tiştekî usa saz kir, kîderê ku serwêrên welata himberî hev dertên û buxdana davêjne hev. Ev dide tirsandinê û dibêje, wekî halê wan welata wê xirab ke, yên ku naxwazin hukumetiya wî qebûl kin. Lîga Mileta wan endemên welata nava xweda derdixistin, kîjan ku îdêalojiya wanra qayîl nedibûn. Destpêka tengasiya mezin stiriyên wî cenewirî yên ku bona şer hazirkirîne, wê wêrankirinê destpêkin (Ent. 7:14; 17:8, 16).
31 Paşî şerê Hemdinyayê ya II, cenewir îda bi cûrê Teşkîleta Miletên Yekbûyî derdiket û îda meriv dikuştin. Usa di sala 1950-da eskerên Teşkîleta Miletên Yekbûyî şerda kar dikirin kîjan ku orta Korêya Bakurê û ya Başûrê da diçû. Eskerên Miletên Yekbûyî tevî eskerên Korêya Başûrê li gora hesab, 1 420 000 merivên Korêya bakurê û çînayî kuştin. Lê ji sala 1960-1964 Miletên Yekbûyî bi şer di Kongoyêda (Kînşasa) derketin. Xêncî wê yekê serwêrên dinyayê, û hela hê Papa Pawlosê VI û Yûhenna Pawlosê II, berdewam dikirin îzbat kin, wekî ev cenewirê bi sîmbolîk, yê lapî baş û qewî ye bona edilaya însanetê, ku tenê ev e hêviya wan. Serwêr didine kifşê, ku hergê milet wî cenewirîra qulix nekin, wê xwexa qira xwe bînin. Ewana ça bêjî usa dikin, ku hemûşka bikujin, yên ku naxwazin gura wî cenewirî bikin û wîra qulix kin (Qanûna Ducarî 5:8, 9).
(Eyantî 13:16, 17) Ewî pêyî ser hemûya kir, awa gotî biçûk û mezina, dewletî û belengaza, aza û xulama ku nîşanê bidine ser destê xweyî rastê yan eniya xwe, 17 wekî tu kes nikaribe ne bikire, ne jî bifiroşe, pêştirî wî, yê ku nîşana cenewir, awa gotî navê wî yan hesabê navê wî ser e.
w09 15/2 4 ¶2
Fikirên Sereke ji Kitêba Eyantî-II
13:16, 17. Firqî tune em rastî kîjan çetinaya tên gava şixulên her rojîva mijûl dibin, mesele, tişta dikirin, difroşin, çi jî hebe em gerekê nehêlin ku cenewir me bike bin qolê xwe. Qebûl kin nîşana cenewir ser dest yan eniya xwe, tê hesabê îzinê bidine wî, wekî ew kirên me kontrol bike û li ser nihêrandina me hukum ke.
Fikirên Qîmet ji Xebera Xwedê
(Eyantî 16:13, 14) Hingê min dîna xwe dayê, va sê ruhêd herame mîna beqa, ji devê wî ziyayî, ji devê cenewir û ji devê pêxemberê derew derdiketin. 14 Evana ew ruhêd cina bûn, yêd ku nîşanêd ecêb dikin. Ew diçine cem hemû padşêd dinyayê, wekî wan bicivînin, bona şerê wê Roja Mezine Xwedêyê Hemû Zorayiyê.
w09 15/2 4 ¶5
Fikirên Sereke ji Kitêba Eyantî-II
16:13-16. “Ruhêd heram” bi sîmbolîk tê hesabê belakirina hîkirinêna cinanî, kîjan ku wê ser padşên dinyayê usa hukum ke, wekî rijandina heft kasên hêrsa Xwedê riya wan negire ku miqabilî Yehowa herin û berdewam kin top bin ku miqabilî wî derên (Mt. 24:42, 44).
(Eyantî 16:21) Ji ezmên teyroka gire weke pêncî kîlogramê ser merivada barî. Meriva ji dest lêdana teyrokê kifirî li Xwedê kirin, çimkî eva bela gelekî giran bû.
w15 15/7 16 ¶9
“Azabûna We Îdî Nêzîk e!”
9 Tengasiya mezin, wê ne ew wede be, ku “mizgîniya Padşatiyê” dannasîn kin. Wedê dannasînkirina vê mizgîniyê wê derbaz be. Çimkî zûtirekê “xilazî” wê bê! (Metta 24:14). Cimeta Xwedê wê bi mêrxasî elametiya dîwankirinê elam ke. Ew elametî dikare ew be, ku dinya Şeytane zulm, îda bi temamî wê bê kutakirinê. Kitêba Pîroz ewê elametiyê beramberî teyrokê dike: “Ji ezmên teyroka gire weke pêncî kîlogramê ser merivada barî. Meriva ji dest lêdana teyrokê kifirî li Xwedê kirin, çimkî eva bela gelekî giran bû” (Eyantî 16:21).
Xwendina Kitêba Pîroz
(Eyantî 16:1-16) Hingê min dengekî bilind ji paristgehê bihîst ku digote her heft milyaketa: “Herin, her heft tasêd xezeba Xwedê birêjine ser erdê”. 2 Milyaketê pêşin çû tasa xwe rête ser erdê, pizikêd pîse xirab li ser wan meriva derketin, yêd ku nîşana cenewir li ser wan bû û serê xwe li ber heykelê wî danîbûn. 3 Yê duda tasa xwe rête ser berê, ber bû mîna xûna miriya û hemû heywanêd berêda qir bûn. 4 Yê sisiya tasa xwe rête ser çema û avêd kaniya, ew bûne xûn. 5 Wî çaxî min dengê milyaketê ava bihîst ku digot: “Tu ser rastiyê yî, Yê heyî, Yê hebûyî û Yê pîroz î, ku te dîwanêd bi vî awayî kirin. 6 Çimkî wan xûna cimeta Xwedê û pêxembera rêt û te xûn li wan da vexwarinê. Rast ew xurê vê yekê ne”. 7 Hingê dengek ji gorîgehê hat, ku aha digot: “Belê, ya Xudan Xwedêyê Hemû Zorayiyê, dîwanêd te rast û heq in”. 8 Milyaketê çara tasa xwe rête ser royê û wêra hate dayînê, ku merivayê bi êgir biqelîne. 9 Hingê meriv ji dest şewata germayiyê hatine qelandinê û kifirî navê Xwedê kirin, ku hukumê wî li ser van bela heye. Lê ew ji kirêd xweye xirab venegeriyan, wekî şikirî bidana wî. 10 Milyaketê pênca tasa xwe rête ser textê cenewir û terîstanî hate ser padşatiya wî, ji êşê meriva zimanê xwe digestin 11 û ji dest êşa û pizika kifirî li Xwedêyê ezmên kirin, lê ji kirêd xweye xirab venegeriyan. 12 Milyaketê şeşa tasa xwe rête ser çemê Firatêyî mezin, ava çêm çikiya, wekî rê bona padşêd rohilatê bê hazirkirinê. 13 Hingê min dîna xwe dayê, va sê ruhêd herame mîna beqa, ji devê wî ziyayî, ji devê cenewir û ji devê pêxemberê derew derdiketin. 14 Evana ew ruhêd cina bûn, yêd ku nîşanêd ecêb dikin. Ew diçine cem hemû padşêd dinyayê, wekî wan bicivînin, bona şerê wê Roja Mezine Xwedêyê Hemû Zorayiyê. 15 “Va ye ezê mîna diza bêm! Xwezî li wî, yê ku hişyar dimîne û kincêd xwe xwey dike, wekî tezî negere û eyba wî xuya nebe!” 16 Hingê wan ruha ew padşa civandine wî ciyî ku bi îbranî jêra “Harmegedon” tê gotinê”.
23-29 KANÛNA PÊŞIN
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | EYANTÎ 17-19
“Şerê Xwedê, Kîjan ku wê Hemû Şera Bide Hildanê”
(Eyantî 19:11) Hingê min dîna xwe dayê, ezman vebû va ye hespekî boz, ku siyarê wîra Amin û Rast digotin. Ew dîwankirinê û şerê xweda ser rastiyê ye.
(Eyantî 19:14-16) Ordiyêd ezmên jî li hespêd boze siyar kitanêd çîl-qerqaşe paqij li wan pey wî diçûn. 15 Ji devê wî şûrekî tûj derdiket, wekî li mileta xe. Ewê pê şivdara hesinî şivantiyê li wan bike, wî hewzê şerava xezeba Xwedêyê Hemû Zorayiyêda wan bihincirîne. 16 Li ser kinca wî, ser hêta wî navek nivîsar bû: PADŞÊ PADŞA Û XUDANÊ XUDANA.
w08 1/4 8 ¶3-4
Harmegedon Ev Heye Şerê Xwedê, Kîjan ku wê Hemû Şera Bide Hildanê
Heta ku qewata merivên zulm heye, yên rast nikarin edilayêda û bêxofiyêda bijîn (Metelok 29:2; Waîz 8:9). Bi rastî nikarî zulmiyê û qelpiyê ji meriya dûrxî, çimkî ev nav wanda rûniştiye. Lema jî edilaya rast û heqî tenê hingê dikare hebe, gava yên zulm tune bin. Silêman nivîsî: “Bona yê rast, nepak berva tê dayîn” (Metelok 21:18).
Hemikî Xwedê xwexa wê bibe Hakim, lema jî em dikarin bawer bin, wekî her dîwaneke ku miqabilî yên zulm bê kirinê, wê bi heqî be. Carekê Birahîm got: “Ev yek nabe ku hakimê temamîya dinyayê dîwana rast neke?” (Destpêbûn 18:25). Xêncî wê yekê, Kitêba Pîroz me dide bawerkirinê, ku mirina meriva dilê Yehowa şa nake. Ew vê yekê hingê dike, gava îda îlac tune (Hezeqêl 18:32; 2 Petrûs 3:9).
it-1 1146 ¶1
Hesp
Xeyala Yûhennayê Şandîda, Îsa Mesîhê rûmetkirî wek siyarê hespê boz, eyan dibe û pey wî eskerên li ser hespên boz tên. Ev xeyal dihate hesabê, wekî şerê ku Mesîh destpêke himberî dijminên Bavê xwe Yehowa, ev wê bi heqî û rastiey be (Ent. 19:11, 14). Xeyaleke pêşiya wêda, cûre-cûre siyar didane kifşê kirên Mesîh çawa Padşa, usa jî xezebên, kîjan ku pey kifşkirina wî ça Padşa, pêşda hatin (Ent. 6:2-8).
(Eyantî 19:19, 20) Hingê min ew cenewir û padşêd dinyayê ordiyêd wanva li cîkî civiyayî dîtin, wekî şerê xwe tevî wî siyarê hespê boz û ordiya wîva bikin. 20 Hingê ew cenewir tevî wî pêxemberê derew dîl hatine girtinê, yê ku li ber wî cenewirî nîşanêd ecêb dikirin. Ewî bi wan kira ew xalifandin, yêd ku nîşana cenewir qebûl kirin û serê xwe li ber heykelê wî danîn. Cenewir û pêxemberê derew jî saxe-sax hatine avîtinê nav gola agirê kirkûtêyî dişixule.
re 286 ¶24
Serketina Esker-Padşa Harmegedonêda
24 Cenewirê bi heft seriya û deh stiriya, kîjan ku ji berê derket, tê hesabê teşkîleta polîtîkî ya Şeytan. Ji zerpa mezin betawedibe tevî pêxemberê qelp, yanê serwêrtiya hefta ya dinyayê (Eyantî 13:1, 11-13; 16:13). Wana “saxe-sax”, dêmek gava ewana hela hê her tiştî dikin û bi yektî miqabilî cimeta Xwedê dertên, davêjne “gola agirê kirkûtê”. Gelo ev gola agirê kirkûtê rêalî ye? Na, çimkî cenewir û pêxemberê derew, terevilên bi sîmbolîk in. Ev gol tê hesabê kutakirina bi temamî, ev cî ye ji kîderê nikarin wegerin. Wede şûnda mirin, gadês û Mîrê-cina jî wê bêne avîtinê li wêderê (Eyantî 20:10, 14). Hemikî ev cenim nîne li kîderê ku yan çi yên gunekar heta-hetayê diçerçirin, çimkî hela hê fikira derheqa vê yekê jî, ber çevê Yehowa reş e (Yêremya 19:5; 32:35; 1 Yûhenna 4:8, 16).
(Eyantî 19:21) Ewêd mayîn jî pê wî şûrê ku ji devê siyarê hespê boz derdiket, hatine kuştinê û hemû teyrede ji cinyazêd wan têr bûn.
re 286 ¶25
Serketina Esker-Padşa Harmegedonênda
25 Ewên ku para vê serwêrtiyê nîbûn, lê dîsa jî nedixwestin ji kirên vê dinyaya xirab dûrkevin, “pê wî şûrê ku ji devê siyarê hespê boz derdiket, hatine kuştinê”. Îsa wê wana hêjayî mirinê ke. Lê hindava wanda nayê gotinê derheqa gola êgir. Gelo ewana wê bêne saxkirinê? Tu ciya nayê gotinê, wekî ewên ku aliyê Yehowada bêne dîwankirinê, wê bêne saxkirinê. Xwexa Îsa got, wekî hemûyên ku “pezên” Xwedê nînin, wê “herin nava agirê hetahetayê, ku bona Mîrêcin û milyaketêd wî hazir bûye“ yanê wê ser herheyî bêne kutakirinê (Metta 25:33, 41, 46). Ev wê bibe “Roja Axretê . . . kîjanêda merivêd nepak wê unda bin herin” (2 Petrûs 3:7; Nehûm 1:2, 7-9; Malaxî 4:1).
Fikirên Qîmet ji Xebera Xwedê
(Eyantî 17:8) Ew cenewirê ku te dît, wextekê hebû, lê niha tune. Ewê zûtirê ji geliyê hey-wayê derkeve û here unda be. Bineliyêd rûbarî dinêye ku navêd wan ji wextê efirandina dinyayêda kitêba jiyînêda nehatine nivîsarê, wê ecêbmayî bimînin, gava wî cenewirî bibînin, yê ku hebû û niha tune, lê wê hebe.
re 247-248 ¶5-6
Sura Mexsûs Eyan Dibe
5 “Cenewir . . . hebû». Belê, ev hebû bi cûrê Lîga Mileta bû, ji 10 Çileyê sala 1920 û vê teşkîletêda cûre-cûre zemanada 63 welat hebûn. Wede şûnda Japoniya, Almanya, Îtalya ji vê derketin û Yektiya Sovyetê ji vê hate derxistinê. Di meha Îlonêda sala 1939-da Serwêrê Natsîsta yê Almanyayê şerê Hemdynayêye II destpêkir. Lîga Mileta nikaribû edilaya hemdinyayê çêke, lema jî ewê îda tu kar nedianî. Di sala 1942-da ewê bona kara hemdinyayê tu rol nedilîst. Xût wî wedê çetinda Yehowa cimeta xwera nêta vê xeyalê vekir! Li ser civata mezin bi navê “Dinya Teze”, birê Nor elam kir, wekî li ser hîmê pêxembertiyê “cenewir . . . tune”. Lê paşê ewî pirseke usa pêşda anî: “Gelo Lîga Mileta wê geliyê heywayêda bimîne?” Ewî k’itêba Eyantî 17:8 wekiland û paşê caba xwe da: “Ew yektiya mileta wê dîsa pêşda bê”. Hema usa jî qewimî, çi ku rastiya pêxembertiya Xebera Yehowa îzbat kir!
Cenewir ji Geliyê Heywayê Dertê
6 Cenewirê sorê gewez bi rastî ji geliyê heywayê derket. 26 Hezîranê sala 1945-da li San-Fransîzkoyêda (Welatên Yekbûyî) 50 welata bi boriya dengê xwe dan, wekî wê qebûl kin Qeyd-qanûnê Teşkîleta miletên Yekbûyî. Nêta vê ew bû, “wekî piştgiriya edilayî û bêxofiya hemdinyayê bikin”. Lîga Mileta û Teşkîleta Miletên Yekbûyî, gelek tiştada mîna hev bûn. Ensîklopêdiyekêda “The World Book” tê gotinê: “Hine tiştada Teşkîleta Miletên Yekbûyî mîna Lîga Mileta ye, kîjan ku paşî şerê Hemdinyayê ya I pêşda hat . . . Gelek welat, yên ku Lîga Mileta saz kiribûn, wede şûnda Teşkîleta Miletên Yekbûyî saz kirin. Teşkîleta Miletên Yekbûyî mîna Lîga Mileta bi wê nêtê saz kirin, wekî edilayê nava welatada xwey ke. Endemên sereke yên Teşkîleta Miletên Yekbûyî, gelek tiştada dikine bîra me endemên sereke ya Lîga Mileta”. Dêmek ça tê kifşê Teşkîleta Miletên Yekbûyî, ev heye cenewirê sorê gewez ku derketiye. Niha weke 190 welat nava wêda nin, çi ku hê zêde ye ne ku 63 welatên ku diketine Lîga Mileta. Xêncî wê yekê, Teşkîleta Miletên Yekbûyî hê zêde, cabdarî hildaye destê xwe ne ku Lîga Mileta ku pêşya wê hebû.
(Eyantî 17:16, 17) Ew her dehe stirûyêd ku te dîtin, usa jî cenewir wê hevra bijenine ya qav. Ewê destê wê ji her tiştî bikin, wê tezî kin û goştê wê bixwin, êgirda bişewitînin. 17 Çimkî Xwedê ev yek kire dilê wan, ku xwestina wî bikin û ser nêtekê bin, padşatiya xwe bidine cenewir, heta ku xeberêd Xwedê bêne sêrî.
w12 15/6 18 ¶17
Yehowa Eyan dike Wekî Zûtirekê wê Çi Biqewime.
17 Lê rêlîgiya qelp wê xwexwe betawenebe. Ya qav vê hukumê xwe xwey ke, wê her tiştî bike, wekî padşa bin hukumê wêda bin heta ku Xwedê bike “dilê wan, ku xwestina wî bikin” (Bixûne Eyantî 17:16, 17). Zûtirekê Yehowa wê polîtîkên vê diniyayê hêlan ke, kîjan ku eyan in ça Teşkîleta Miletên Yekbûyî, wekî hucumî ser rêlîgiyên qelp bikin. Ewê îda nikaribe ser padşên vê diniyayê hukum ke û wê hebûka xwe unda ke. Bi deha sala pêşda tu kesî wê bawer nekira, ku ew yek dikare biqewime. Lê roja îro ya qav îda ancaxî xwe ser cenewirê sorê gewez digire. Lê dîsa jî ya qav wê xwexwe ji pişta cenewir neşiqite. Lê nişkêva wê jorda bi sert lê bavêjin (Ent. 18:7, 8, 15-19).
Xwendina Kitêba Pîroz
(Eyantî 17:1-11) Ji wan her heft milyaketêd ku xweyê her heft tasa bûn, yekî hat tevî min xeber da û got: “Were vê derê, ez dîwana wê qava bi nav û deng nîşanî te kim, ya ku li ser gelek ava rûniştî ye. 2 Padşêd dinyayê tevî vê qavî kirin û bineliyêd rûbarî dinê pê şerava qaviya wê serxweş bûn”. 3 Hingê Ruhê Pîroz hate ser min, wî milyaketî ez birime berîkê. Min dîna xwe dayê, va jinek li ser cenewirekî sorê gevez siyar, ku serda-pêda ji her aliyava bi navêd kifiriyava tijî bû û heft serêd wî û dehe stirûyêd wî hebûn. 4 Ew kulfeta kinca şîrk û sorê gevezva wergirtî bû, pê zêr, kevirêd qîmet, lal û durva xemilî bû. Kaseke zêrîn destê wêda bû, ew kas jî kirêtî û mirdariya qaviya wêva dagirtî bû. 5 Li ser eniya wê navekî surî nivîsar bû: BABÎLONA MEZİN, MAKA QAVA Û KİRÊTÎYÊD DİNYAYÊ. 6 Min dîna xwe dayê, wê ew kulfeta pê xûna cimeta Xwedê û pê xûna şedêd Îsa serxweş bûye. Gava ku min ew dît, ez gelekî ecêbmayî mam. 7 Hingê wî milyaketî minra got: “Tu çima ecêbmayî mayî? Ezê sura wê kulfetê û sura wî cenewirê ku ewa lê siyar e, kîjan ku heft serêd wî û dehe stirûyêd wî hene, tera bêjim. 8 Ew cenewirê ku te dît, wextekê hebû, lê niha tune. Ewê zûtirê ji geliyê hey-wayê derkeve û here unda be. Bineliyêd rûbarî dinêye ku navêd wan ji wextê efirandina dinyayêda kitêba jiyînêda nehatine nivîsarê, wê ecêbmayî bimînin, gava wî cenewirî bibînin, yê ku hebû û niha tune, lê wê hebe. 9 Li vir hiş-aqil kêr tê. Ew her heft serî, heft çiya ne, ser kîjana ew kulfet rûniştî ye, usa jî heft padşa ne. 10 Ji wan pênc ketine, yek heye, yê din hê nehatiye û gava bê, gerekê hinek wext bimîne. 11 Ew cenewirê ku wextekê hebû û niha tune, ew xwexa jî padşê heyşta ye. Ew yekî ji wan her hefta ye û wê here unda be.
30 KANÛNA PÊŞIN-5 ÇILEYÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | EYANTÎ 20-22
“Va Ez Her Tiştî Nû Çêdikim”
(Eyantî 21:1) Hingê min erd û ezmanekî nû dîtin, çimkî erd û ezmanê berê derbaz bûn û îdî ber tunebû.
re 301 ¶2
Erd û Ezmanekî Nû
2 Bi seda sala pêşiya rojên Yûhenna, Yehowa Îşayara got: “Ji ber ku a vay, ez ezmanên nû û erdên nû diafirînim û dê bîranîna tiştên berê neyên kirin û neyên ramanê” (Îşaya 65:17; 66:22). Sêrîda ev pêxembertî hate sêrî, çaxê Cihûyên amin wegeriyane Orşalîmê sala 537 B.D.M., paşî 70 saliya dîlitiya Babîlonêda. Ew wedê tezekirinê bû. Cimeta temiz saz bû, yanê “erdê nû” ya ku gura rêberiya teze, dêmek “ezmanê nû” dikir. Petrûsê şandî dina xwe dide ser wê yekê, ku ev pêxembertî wê dîsa bê sêrî: “Lê em hîviya erdekî nû û ezmanêd nû ne, li gora sozê wî, kîjanada rastiyê bimîne” (2 Petrûs 3:13). Lê Yûhenna nîşan dike, wekî ev soz wê roja Xudanda bê sêrî. Wê derbaz bin “erd û ezmanê berê” dêmek teşkîleta Şeytan û cinên wî û her tiştên ku wêva girêday ne. Ev “bera” nerihet dêmek merivê qelp û neguhdar wê bêne qirkirinê. Devsa wan wê “erd û ezmanekî nû” saz be, dêmek elaleteke erdê nû ya ku wê gura serwêrtiya teze bikin, yanê Padişatiya Xwedê (Beramber ke Eyantî 20:11).
(Eyantî 21:3, 4) Min ji text dengekî bilind bihîst ku digot: “Va konê Xwedê nava merivada ye! Ewê xwexa nav wanda bijî, ewana wê bibine cimeta wî û Xwedê xwexa jî wê tevî wan bimîne, çawa Xwedêyê wan. 4 Ewê ji çevêd wan hemû hêsirêd wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştêd berê derbaz bûn”.
“Va ez Her Tiştî Nû Çêdikim”
[Xwedê] ji çevêd wan hemû hêsirêd wan paqij ke (Eyantî 21: 4). Ewê çi cûreyî hêsira paqij ke? Ev ne hêsirên şabûnê ne, ne jî ev hêsir in yên ku bona çevên me kêrhatî ne. Vira tê gotinê derheqa hêsirên ji bo kul-derda û diltengiyê. Xwedê wê ne tenê ser wedekî kin van hêsirên meriya ziha ke, lê wê ser herheyî paqij ke û îda tu car meriv wê ji bo neheqiyê û derdê giran negirîn.
“Îdî mirinê tunebe” (Eyantî 21:4). Xêncî mirinê dijminê me, qe tiştên usa hene ku dikarin hê zêde hêsirên meriya bibarînin? Yehowa wê merivên guhdar ji mirinê xilaz ke. Ewê çi cûreyî vê yekê bike? Ewê meniya sereke ya mirinê kuta ke, dêmek gune ku me ji Adem standye (Romayî 5:12). Yehowa wê kamiliyê bide merivên amin ser hîmê qurbanbûna Îsa Mesîh. Hingê wê koka dijminê meyî paşin bê, dêmek mirin (1 Korintî 15:26). Merivê heq wê usa bijîn çawa ku Xwedê pêşda bona wan qirar kiribû.
“Ne êş-êşûk” wê hebe (Eyantî 21:4). Çi cûre êş wê îda tune bin? Xwedê wê êşê bide hildanê kîjan ku ji bo gune û qisurtiyê pêşda hatiye dêmek êşa dil û ya fîzîkî kîjan ku jîyîna mîliyona meriva pir çetin dike.
(Eyantî 21:5) Hingê ewî li ser text rûniştî got: “Va ez her tiştî nû çêdikim”. Û minra got: “Binivîse, çimkî ev xeberne amin û rast in”.
w03 1/8 12 ¶14
Yehowa Xwedê Rastiyê ye
14 Em gerêkê wan gotina yên ku Yehowa Kitêba Pîrozda dide me, henek negirin. Xwedê bi rastî usa ye çawa Xebera xweda eyan dike û wê bi rastî usa bike çi ku soz dide. Em bi temamî dikarin îtbariya xwe Xwedê bînin. Em dikarin bawer bin, ku Yehowa wê van giliyên xwe bîne sêrî: “Wekî heyfê ji wan hilde, yêd ku naxwazin Xwedê nas kin û gura Mizgîniya Xudanê me Îsa nakin” (2 Têsalonîkî 1:8). Em usa jî dikarin baweriya xwe giliyê Yehowa bînin, gava ew dibêje ku hiz dike wan meriya, kîjan ku riya rastra dimeşin. Ew usa jî soz dide jîyîna herheyî bide wan, yên ku baweriya xwe didine kifşê, usa jî ewê êşê û mirinê bide hildanê. Yehowa giraniya giliyên xwe da kifşê, gava gote Yûhennayê şandî: “Binivîse, çimkî ev xeberne amin û rast in” (Eyantî 21:4, 5; Metelok 15:9; Yûhenna 3:36).
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(Eyantî 20:5) (Lê ew miriyêd mayîn sax nebûn, heta hezar sal temam bû.) Ev e rabûna miriyaye pêşin.
it-2 249 ¶2
Jîyîn
Çawa ji temiya Xwedê Ademra tê kifşê, hergê Adem guhdar bûya ewê nemira (Dsp. 2:17). Gava dijminê xilaziyê mirin bê kutakirinê, hingê gune ku dibe berbi mirinê, wê li ser merivên guhdar hukum nebe. Ew meriv wê nemirin (1 Kr. 15:26). Xilaziya serwêrtiya Mesîh, kîjan ku li gora Eyantî wê 1 000 salî bikişîne, mirin wê bê hildanê. Di vê kitêbêda derheqa ewên ku tevî Îsa dibine padşa û kahîn, tê gotinê ku ewana “dîsa sax bûn û tevî Mesîh hezar salî padşatî kirin”. Giliyê “ew miriyêd mayîn sax nebûn, heta hezar sal temam bû” eşkere ye bona wan meriya ne, kîjan ku wê bijîn xilaziya serwêriya hezarsalî, lê pêşiya wê yekê ça Şeytan ji geliya heywayê bê azakirinê seva însanetê bide cêribandinê. Xilaziya serwêriya hezarsalî meriv wê bigihîjine kamiliyê, çawa Adem û Hêwa bûn. Hingê ewana wê bi temamî bigihîjine jîyîna kamiliyê. Ewê ku cêribandina paşinda qewî bimîne, gava Şeytan bê azakirinê li ser wedekî kin, wê bikaribin heta-hetayê ji jîyîna xwe lezetê bivînin.
(Eyantî 20:14, 15) Hingê Mirin û Diyarê Miriya hatine avîtinê nava gola êgir. Ev gola êgir mirina duda ye. 15 Û navê kê vê kitêba jiyînêda nivîsar tunebû, ew hate avîtinê nava gola êgir.
it-2 189-190
Gola Êgir
Ev gilî tenê kitêba Eyantîda tê dîtinê û bi sîmbolîkî ye. Kitêba Pîroz xwexa nêta vê şirovedike: “Ev gola êgir mirina duda ye”.
Rêzên jorê ya vî serî eşkere didine kifşê, wekî nêta wan giliya derheqa gola agirê sîmbolîkî ye. Di Eyantîda tê gotinê, wekî mirinê davêjin vê golê (Eyantî 19:20; 20:14). Zelal e, ku mirinê nikarî raste-rast bişewitînî. Usa jî Şeytan davêjne vê golê, dêmek kesê ruhanî ku nayê dîtinê. Şeytan kesê ruh e, lema jî agir bi xwe nikare ziyanê bide wî (Eyantî 20:10; beramberî hev ke tevî Derketin 3:2; Hakimtî 13:20).
Gola agir tê hesabê “mirina duda” û Eyantî 20:14-da tê gotinê wekî “mirin û diyarê miriya” gerekê bêne avîtinê li vê golê. Ça tê kifşê ev gol nikare bê hesabê mirina ku ji Adem derbazî meriya bûye (Rm. 5:12), û ne jî derheqa hadêsê ye (şêol). Dêmek ew gerekê mirineke din bê ji kîjanî wegerandin tuneye. Derheqa vê golê tu ciya nayê gotinê ku ew miriyên xwe paşda dide (Ent. 20:13). Wana davêjine gola êgir navê kîjana ku nehatiye nivîsarê li “kitêba jîyînêda”, dêmek ewê ku tobe nake û miqabilî hukumtiya Yehowa dertê. Ev tê hesabê mirina heta-hetayê yanê mirina duda (Ent. 20:15).
Xwendina Kitêba Pîroz
(Eyantî 20:1-15) Hingê min dîna xwe dayê, va milyaketek ji ezmên dihate xwarê, kilîta geliyê hey-wayê û zincîreke mezin destê wîda bû. 2 Ewî ew ziya girt, awa gotî ew merê berê, ku xwexa Mîrêcin û Şeytan e û hezar salî girêda. 3 Ewî ew avîte geliyê hey- wayê, ser wî kilît kir û mor lêxist, wekî îdî mileta nexalifîne, heta hezar sal temam be. Pey wê yekêra ew gerekê bona wextekî kin bê berdanê. 4 Hingê min kursî dîtin ku ew li ser wan rûniştin, kîjanara hate dayînê, wekî dîwanê bikin. Usa jî min ruhêd wan dîtin, serê kîjana bona şedetiya Îsa û bona xebera Xwedê hatibûne lêxistinê, kîjana serê xwe li ber cenewir û heykelê wî danenîbûn û ne jî nîşana wî hildabûne ser enî yan destê xwe. Evana dîsa sax bûn û tevî Mesîh hezar salî padşatî kirin. 5 (Lê ew miriyêd mayîn sax nebûn, heta hezar sal temam bû.) Ev e rabûna miriyaye pêşin. 6 Xwezilî û buhurtî-jibare ye, ewê ku para wî tevî rabûna miriyaye pêşin heye. Mirina duda li ser wan hukum nake, lê ewê bibine kahînêd Xwedê û Mesîh û wê tevî wî hezar salî padşatiyê bikin. 7 Gava hezar sal temam be, Mîrêcin wê ji zindana xwe bê berdanê, 8 ewê derkeve, wekî wan miletêd her çar qulbêd dinêda, awa gotî Gog û Magogê bixalifîne û wan bona şer li cîkî bicivîne. Reqema wan wê mîna qûma devê berê be. 9 Evana wê temamiya erdê bela bin û dora wargehê ordiya cimeta Xwedê û bajarê hizkirî bigirin. Lê ji ezmên agirê bibare, wan hûfî xwe ke. 10 Ew Mîrêcinê ku ew xalifandin, wê bê avîtinê nava gola agirê kirkûtê, wî ciyê ku cenewir û pêxemberê derew têda ne. Li wir wê şev û roj, heta-hetayê biçerçirin. 11 Hingê min textekî mezinî çîlî-qerqaş dît û yek li ser rûniştibû. Erd û ezman ji ber wî betavebûn û dewsa wan kifş nebû. 12 Wê hingê min miriyêd biçûk û mezin dîtin ku li ber text sekinî bûn. Kitêb vebûn û kitêbeke din jî vebû, awa gotî kitêba jiyînê. Dîwana miriya anegorî wan kirêd wane kitêbada nivîsar hate kirinê. 13 Berê miriyêd xwe dan, Mirinê û Diyarê Miriya jî miriyêd xwe dan. Dîwana her merivekî ji wan anegorî kirinêd wan hate kirinê. 14 Hingê Mirin û Diyarê Miriya hatine avîtinê nava gola êgir. Ev gola êgir mirina duda ye. 15 Û navê kê vê kitêba jiyînêda nivîsar tunebû, ew hate avîtinê nava gola êgir.