FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 9-11
“Zimanê Temamîya Dinyayê yek bû”
11:1-4, 6-9
Di Babîlonêda, Yehowa zimanê merivên neguhdar lev xist û usa wana ji hev bela kir. Îro ew ji hemû mileta û zimana, elaleta mezin dicivîne, û zimanekî “paqij” dide wan, seva ewana “bangî navê Xudan bikin” û bikaribin tevayî wîra xizmet kin (Sf. 3:9; Ent. 7:9). Zimanê “paqij” ev heye rastî derheqa Yehowa û qirara wî, kîjanî ku em Nivîsarên Pîrozda divînin.
eva ku zimanê teze hîn bin lazim e hê zêde bikin, ne ku tenê giliyên teze bi ezberî hîn bin. Ev tê hesabê, wekî em hîn dibin ku bi cûrekî teze bifikirin. Anegorî vê yekê, gava em zimanê paqij hîn dibin, hişê me timê aliyê başda tê guhastinê (Rm. 12:2). Bi saya vê yekê nava cimeta Xwedêda yektî tê xweykirinê (1 Kr. 1:10).