KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwbr20 Gulan rûp. 1-8
  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”
  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2020)
  • Binserî
  • 4-10 GULANÊ
  • FIKIRIÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 36-37
  • “Birên Ûsiv Hevsûdî Wî Dikirin”
  • w14 1/8 12-13
  • “Guh Bidine Vê Xewna ku Min Dîtîye”
  • w14 1/8 13 ¶2-4
  • “Guh Bidine Vê Xewna ku Min Dîtîye”
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • it-1 678
  • Edom
  • it-1 561-562
  • Xweyîtî
  • Xwendina Kitêba Pîroz
  • 11-17 GULANÊ
  • FIKIRIÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 38-39
  • “Yehowa Tu Car Ûsiv Tenê Nedihîşt”
  • w14 1/11 12 ¶4-5
  • “Ezê çawa vê xirabîya mezin bikim?”
  • w14 1/11 14-15
  • “Ezê Çawa Vê Xirabîya Mezin Bikim?”
  • w14 1/11 15 ¶2
  • “Ezê Çawa Vê Xirabîya Mezin Bikim?”
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • it-2 555
  • Onan
  • w04 15/1 30 ¶4-5
  • Pirsên Xwendewana
  • Xwendina Kitêba Pîroz
  • 18-24 GULANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 40-41
  • “Yehowa Ûsiv Xilaz kir”
  • w15 1/2 14 ¶4-5
  • “Şirovekirin ji Xwedê ye!”
  • w15 1/2 14-15
  • “Şirovekirin ji Xwedê ye!”
  • w15 1/2 15 ¶3
  • “Şirovekirin ji Xwedê ye!”
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • w15 1/11 9 ¶1-3
  • We zanibû?
  • Çima Ûsiv pêşiya ku rastî Firewin bihata, ser rûyê xwe kur kir?
  • w09 15/11 28 ¶14
  • Ça Xizmetkarên Xwedê Merîfetiyê Bidine Kifşê
  • Xwendina Kitêba Pîroz
  • 25-31 GULANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 42-43
  • “Ûsiv Yekî Xwegirtî bû”
  • w15 1/5 13 ¶5
  • “Ez Dewsa Xwedê Me?”
  • w15 1/5 14 ¶1
  • “Ez Dewsa Xwedê Me?”
  • w15 1/5 14 ¶2
  • “Ez Dewsa Xwedê Me?”
  • it-2 108 ¶4
  • Ûsiv
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • it-2 795
  • Rûbên
  • w04 15/1 29 ¶1
  • Fikirên Qîmet ji Kitêba Destpêbûn; II
  • Xwendina Kitêba Pîroz
Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2020)
mwbr20 Gulan rûp. 1-8

Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”

4-10 GULANÊ

FIKIRIÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 36-37

“Birên Ûsiv Hevsûdî Wî Dikirin”

(Destpêbûn 37:3, 4) Îsraêl ji nava kurêd xweda, ji hemûya zeftir Ûsiv hiz dikir, çimkî ew kur, mezinaya wîda bibû û ewî kinceke reng-rengî û dirêj jêra çêkir. 4 Bira dîna xwe danê, ku bavê wan, wî ji hemû bira zeftir hiz dike, ew li ber çevê wan reş bû û nikaribûn zarê xweş pêra xeberdana.

w14 1/8 12-13

“Guh Bidine Vê Xewna ku Min Dîtîye”

Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Bira dîna xwe danê, ku bavê wan, wî ji hemû bira zeftir hiz dike, ew li ber çevê wan reş bû û nikaribûn zarê xweş pêra xeberdana” (Destpêbûn 37:4). Em dikarin hestên wan fem bikin, lê piroblêm vê yekêda bû ku wana îzin dan, wekî jera hevsûdiyê koka xwe dilê wanda berde (Metelok 14:30; 27:4). Qe usa bûye, wekî payê kesekî dane, yan jî şixulek tesmîlî wî kirine, û te destpêkiriye hevsûdiyê wî bikî, çimkî tu hîviya vê keremê bûyî ku bistînî? Derecên usada birên Ûsiv bînine bîra xwe. Rûyê hevsûdiyêda wana tiştekî usa kir, ji bo çi jî paşê gelek poşman bûn. Mesela wan me hîn dike, wekî çiqas ferz e, “tevî yêd şa dibin şa bin” (Romayî 12:15).

Çaxê birên Ûsiv hevsûdî wî dikirin, bêşik ewî ev yek texmîn dikir. Gelo ewî kinca xweye, ku bavê wî ji hizkirinê pêşkêşî wî kiribû, vedişart çaxê birên xwe didît? Diqewime usa difikirî. Lê Ûsiv dixwest îzbat kira, wekî bav şaş nabe, ku îtbariya xwe wî tîne, û lema jî bi mêrxasî ew kinc li xwe dikir. Bi vê yekê ewî meseleke baş mera hîştiye. Rast e Bavê meyî ezmana firqiyê nake orta xizmetkarên xwe, lê carna ew yên amin cûde dike û qebûlkirina xwe wanra dide kifşê. Xêncî vê yekê Yehowa hîviyê ye, ku ewana her tîştî bikin, wekî ji vê dinya bênamûs û xirab cûde bin. Mîna kinca Ûsive mexsûs, îro jî rabûn-rûniştina Mesîhiyên rast, wana ji merivên din cude dike. Carna ev dibe menî, wekî hevsûdiyê wana dikin û nefret dikin (1 Petrûs 4:4). Gelo Mesîhî gerekê veşêre, wekî ew Xwedayê rast dihebîne? Hemikî na! Çawa ku Ûsiv kinca xwe venedişart (Lûqa 11:33).

(Destpêbûn 37:5-9) Ûsiv xewnek dît, rabû birêd xwera gilî kir, hingê ew hê li ber çevê wan ket. 6 Ewî gote wan: “Hîvî dikim guh bidine vê xewna ku min dîtîye. 7 Awa eme zevîyêda me gurz girê didan, min dîna xwe dayê wê gurzê min rabû tîk sekinî, lê awa gurzêd we dora wî girtin û li ber gurzê min ta bûn”. 8 Birayêd wî gotinê: “Ku usa ye tê li ser me bibî padşa? Yan li ser me bibî hakim?” Û bona xewn û xeberêd wî hê gelekî jenandine wî. 9 Xewneke din jî dîsa dît, rabû ew birayêd xwera gilî kir û got: “Awa min xewneke din jî dît: min dîna xwe dayê wê hîv û ro û yanzdeh steyrkava li ber min ta dibûn”.

(Destpêbûn 37:11) Birayêd wî hevsûdîya wî kirin, lê bavê ev yek dilê xweda xwey kirin.

w14 1/8 13 ¶2-4

“Guh Bidine Vê Xewna ku Min Dîtîye”

Ev xewn Yehowa dane Ûsiv. Ev xewnên pêxembertiyê bûn, û Xwedê dixwest, wekî Ûsiv gilî ke. Em dikarin bêjin, wekî Ûsiv gerekê ew yek bikira, çi ku paşê hemû pêxembera gerekê bikirana, dêmek dîvan û elametiya Xwedê derbazî cimeta wîye serhişk kirana.

Ûsiv bi merîfetî gote birên xwe: “Hîvî dikim guh bidine vê xewna ku min dîtîye”. Birên wî ev xewn fem kirin, û wan xwaş nehat. “Birayêd wî gotinê: “Ku usa ye tê li ser me bibî padşa? Yan li ser me bibî hakim? Û bona xewn û xeberêd wî hê gelekî jenandine wî”. Xewna duda, Ûsiv ne tenê birên xwera gilî kir, lê bavê xwera jî, û ev yek bavê jî xweş nehat. “Bavê wî lê hilat û gote wî: ‘Ev çi xewn e, ku te dîtîye? Çima ez û dîya te û birayêd teva, emê bên li ber te heta erdê ta bin?” Lê dîsa jî Aqûb ser giliyên kurê xwe fikirî, wekî diqewime Yehowa bi saya Ûsiv xwestiye tiştek bêje? (Destpêbûn 37:6, 8, 10, 11).

Ûsiv xizmetkarê Yehowayî paşin nîbû, kîjanî ku li gora qirara Xwedê gerekê pêxembertî bikira, û pêxembertiya kîjanî ku wê meriya xweş nehata û peyketin pêşda bianiya. Ji wan pêxembera yek, Îsa bû, kîjanî ku got: “Heger ez zêrandime, wê we jî bizêrînin” (Yûhenna 15:20). Bawerî û mêrxasiya Ûsiv meseleke baş e bona hemû Mesîhiya.

(Destpêbûn 37:23, 24) Û gava Ûsiv hat gihîşte birayêd xwe, kinca Ûsiv jê êxistin, awa gotî ew kinca wîye reng-rengîye dirêj ku li wî bû. 24 Û ew girtin avîtine çelekê, ew çel vala bû av têda tunebû.

(Destpêbûn 37:28) Midyanîyêd bazirgan ku derbaz dibûn, Ûsiv ji çelê kişandin derxistin û Ûsiv bi bîst zîvî firotine îsmayîlîya. Wana jî Ûsiv birine Misirê.

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Destpêbûn 36:1) Ev e serecema rikinyata Esaw, awa gotî Edom.

it-1 678

Edom

(Edom) [Sor].

Edom navê Esawî duda bû, yan jî sernavê wî bû, ew birê Aqûb bû (Dsp. 36:1). Ev nav layîqî Esaw bû, çimkî ewî nixurtiya xwe seva tûsî şorba sor firote birê xwe (Dsp. 25:30-34). Usa qewimî, wekî çaxê ew hate bûyînê, rengê sor lê dixist (Dsp. 25:25), û ecêbimayî ew e, wekî wan hine ciya kîderê ku Esaw tevî zuretên xwe dijît, rengê xaliyê jî sor bû.

(Destpêbûn 37:29-32) Rûbên ser çelêda vegerîya, dîna xwe dayê ku Ûsiv çelêda nîne. Hingê ewî kincê xwe qelaştin, 30 li ser birayêd xweda vegerîya û got: “Kurik tune! Û ez, ez kuda herim?” 31 Nêrîk serjêkirin û kinca Ûsiv hildan xûnêda kirin. 32 Ew kinca reng-rengîye dirêj şandin, anîn dane bavê xwe û gotin: “Me ev dîtîye, hîvî dikim, dîna xwe bidê, eva kinca kurê te ye, tê nas kî, yan na?”

it-1 561-562

Xweyîtî

Çaxê şivan digote xweyê pêz, wekî ewê kerê pezê wî biçêrine, ewî cabdarî hildida ser xwe, ku wê miqatî wan be. Him jî bi van giliya ewî xweyê pêz dida bawerkirinê, ku kerê pêz wê xweykirî be û tu kes wê wana nedize. Hergê ew van derecada xweyê sozê xwe nîbûya, ew borcdar bû heqê zirarê bide. Çaxê terewila ziyan didane pêz, wî çaxî li gora qanûnê, ew neheq nîbû. Lê seva ku heqiya xwe îzbat kira, şivan gerekê cendekê pezên ji devê terewila veçirandî, nîşanî xweyê pêz kira. Paşî van îzbatiya, xweyî bawer dibû, wekî şivan neneheqe.

Eva prînsipa usa jî van derecada didane xebatê, çaxê tiştek yan kesek tesmîlî merivekî dikirin. Ev prînsîp malbetêda jî didane xebatê. Mesele, birê mezin cabdar bû miqatî xûşk-birên xwe be. Lema jî femdarî ye çima li gora Destpêbûn 37:18-30, Rûbên birê mezin, berxwediket çaxê birên wî xwestin Ûsiv bikujin. Rûbên got: “Em vî nekujin . . . Xûnê nerêjin, . . . destê xwe hilnedine li ser wî . . . Ewî ev yek got, wekî ew ji destê wan xilaz kira û li bavê vegeranda”. Hine wext şûnda çaxê Rûbên Ûsiv nedît, ew usa berxweket, wekî kincê xwe qelaşt, û got: “Kurik tune! Û ez, ez kuda herim?” Ewî fem dikir, ku wê seva vê yekê caba xwe bide. Birên Ûsiv seva xwe heq derxin, bi mixenetî îzbatiya nerast bavê xwera nîşan kirin, ku yan çi terewila wî kuştine. Wana nêrîk serjêkir, kinca Ûsiv xûna wîda kirin. Çaxê Aqûbê baveşîrê wan ev yek dît, ewî Rûbên neheq nekir, çimkî fem kir wekî Ûsiv rûyê wîda nemiriye (Dsp. 37:31-33).

Xwendina Kitêba Pîroz

(Destpêbûn 36:1-19) Ev e serecema rikinyata Esaw, awa gotî Edom. 2 Esaw qîzêd kenanîya xwera xwestin: Edaha qîza Êylonê hîtî û Oholîvamaya qîza Enayê kurê Sîvonê hîwî. 3 û qîza Îsmayîl, xûşka Nêbayot, Basmet. 4 Edahê Esawra Elîfaz anî. Basmetê Rihûêl anî, 5 Oholîvamayê Yehûş, Yalam û Qorax anîn. Ev in kurêd Esaw, yêd ku welatê Kenanêda jêra bûn. 6 Esaw rabû jinêd xwe, kur û qîzêd xwe û hemû merivêd mala xwe, kerî û garanêd xwe, hemû heywanêd xwe û hemû hebûka xweye ku welatê Kenanêda qazinc kiribû hildan, ji rûyê birê xwe Aqûbda çû welatekî din.7 Çimkî hebûka wan gelek bû, nikaribûn hevra bimana, welatê ku ew têda çawa xerîb diman, têra wan nedikir ji dest kerî û garanêd wan. 8 Esaw, awa gotî Edom, li çîyayê Sêhîrê cî-war bû. 9 Ev e serecema rikinyata Esawê bavê edomîya, li serê çîyayê Sêhîrê. 10 Navê kurêd Esaw ev in: Elîfaz, kurê Esawî ji Edahê. Rihûêl, kurê Esawî ji Basmetê. 11 Kurêd Elîfaz, Têman, Omar, Sipo, Getam û Qinaz bûn. 12 Tîmna, carîya Elîfazê kurê Esaw bû, ewê jî Elîfazra Amalêk anî. Ev bûn kurêd Edaha jina Esaw. 13 Kurêd Rihûêl ev in: Nahat, Zerah, Şamma û Mîsah, ev bûn kurêd Basmeta jina Esaw. 14 Kurêd Esaw, yêd ku Oholîvamaya qîza Enayê kurê Sîvonê Esawra anîn, ev in: Yehûş, Yalam û Qorax. 15 Ev in bavê berekêd zarêd Esaw. Bavêd berekêd zarêd Elîfazê kurê Esawî nixurî, ev bûn: Bavê bereka xwe Têman, bavê bereka xwe Omar, bavê bereka xwe Sipo, bavê bereka xwe Qinaz, 16 bavê bereka xwe Qorax, bavê bereka xwe Getam, bavê bereka xwe Amalêk. Evana li welatê Edomêda bavêd berekêd Elîfaz bûn, kurêd Edahê bûn. 17 Ev in zarêd Rihûêl kurê Esaw: Bavê bereka xwe Nahat, bavê bereka xwe Zerah, bavê bereka xwe Şamma, bavê bereka xwe Mîsah. Evana li welatê Edomêda bavêd berekêd Rihûêl bûn, kurêd Basmeta jina Esaw bûn. 18 Ev in kurêd Oholîvamaya jina Esaw: Bavê bereka xwe Yehûş, bavê bereka xwe Yalam, bavê bereka xwe Qorax. Evana bûn bavê berekêd zarêd Oholîvamaya jina Esaw, qîza Enayê. 19 Ev in kurêd Esaw, awa gotî Edom û ev in mîrêd wan.

11-17 GULANÊ

FIKIRIÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 38-39

“Yehowa Tu Car Ûsiv Tenê Nedihîşt”

(Destpêbûn 39:1) Ûsiv berjêrî Misirê kirin. Wezîrê Firewin, Potîfarê misirîyî serwêrê nobedara, ew ji destê îsmayîlîyêd ku ew berjêr biribûne wir kirî

w14 1/11 12 ¶4-5

“Ezê çawa vê xirabîya mezin bikim?”

“Ûsiv berjêrî Misirê kirin. Wezîrê Firewin, Potîfarê misirîyî serwêrê nobedara, ew ji destê îsmayîlîyêd ku ew berjêr biribûne wir kirî” (Destpêbûn 39:1). Bidine ber çevê xwe, dilê wî xortê cahil çiqas dêşe, çaxê cara duda wî difiroşin. Ew îda xweyê serê xwe nîne! Wezîrê Firewin bûye xweyê wî, û ew pey wî kûçê bajêrra derbaz dibe, kîderê ku qalme-qalma meriva û bazirgana ye, diçe ber bi mala xweye teze.

De bidine ber çevê xwe, ev cî seva Ûsiv çiqas cude bû ji wî cîyî, kîderê ku ew dima! Ew malbeteke usada mezin bibû, ku pez xweyî dikirin, û carê cîkî çadirada diman. Lê Misiriyên dewletî, mesele, ça Potîfar malên dewlemandda dijîtin, kîjan ku reng-rengî xemilandî bûn. Li gora giliyê arkêoloja, Misiriyên berê gelek qîmet dikirin baxçên bedew bi baxên bilind, golên biçûk kîjanada papîrûs, lotos û cûre-cûre kulîrkên avê şîn dibûn. Wana hine tam orta baxçeda ava dikirin. Eyvanên (balkon) van tama hebûn, kîderê ku Misirî hêsa dibûn, usa jî pencerên mezin hebûn bi saya kîjana ku hewa temiz diketê hindur, têda gelek ode, xwarinxana mezin û hela hê ciyên bona xulama jî hebûn.

(Destpêbûn 39:12-14) Hingê xanimê dest avîte kinca wî girt û got: “Serê xwe minra dayne”. Lê ewî kinca xwe destê wêva berda û revî derkete derva. 13 Çaxê ewê dîna xwe dayê, ku ewî kinca xwe dêstva berda û revî derva, 14 ewê gazî merivêd mala xwe kirin, wanra gilî kir û got: “Hela dîna xwe bidinê, evî çû îbranîk anî ku namûsa mera bilîze. Eva hate cem min, ku dest bavêje min, lê min bi dengê bilind kire qarîn.

(Destpêbûn 39:20) Axayê Ûsiv ew girt avîte kelê, wî cîyê ku girtîyêd padşê girêdayî bûn. Û ew li wir kelêda ma.

w14 1/11 14-15

“Ezê Çawa Vê Xirabîya Mezin Bikim?”

Em derheqa kelên Misiriya yên berê, gelek tişt nizanin. Arkêoloja kevir-kuçikê wan kela dîtine, yên ku mîna şkeftê kolayî hindurê qeyada bûn. Ûsiv ser vê kelê, kîjanîda rûniştibû, got “çel”, ji vê xeberê tê kifşê, wekî şevqa tevê nedikete hindur û wêdêrê gelek terî bû (Destpêbûn 40:15). Ji kitêba Zebûr em pêdihesin, wekî hindava Ûsivda gelek sert bûn. Wêderê tê gotinê: “Zincîr li lingê wî xistin, ew êşandin, Bi hesin ew ji stûyê wî girêdan” (Zebûr 105:17, 18). Carna Misiriya destê girtiya qayîm piştêva zincîr dikirin, û stûyê hinekava jî hesin girêdidan. De bidine ber çevê xwe Ûsivra çiqas çetin bû, ku hindava wîda usa sert bûn, him jî ewî qe tiştekî xirab nekiribû!

Lê ya lape xiraba ev bû, ku Ûsiv nizanibû wê kengê wî aza kin. Kitêba Pîroz dibêje wekî ew gelek sala kelêda bû! Û nava wan hemû salada ewî nizanibû wê ji kelê derê yan na. Lê ewî çawa karibû hêviya xwe qewî xwey kira û dilteng nebûya?

Kitêba Pîroz şirowedike, ku Ûsiv ji ku qewat distand: “Xudan tevî Ûsiv bû û huba xweye amin da kifşê” (Destpêbûn 39:21). Ne dîvarên kelê, ne zincîr, ne şkeft, nikarin riya Yehowa bigirin, ku huba xweye amin hindava xizmatkarên xwe bide kifşê (Romayî 8:38, 39). Hela bidine ber çevê xwe ku Ûsiv ça derd û êşa dilê xwe Bavê xweyî ezmanra eyan dike, paşê jî edilayî û rihetiya dil distîne, çi ku tenê “Xwedêyê hemû berdiliyê” dikare bide (2 Korintî 1:3, 4; Fîlîpî 4:6, 7). Yehowa dîsa çi cûreyî alî Ûsiv kir? Ji Kitêba Pîroz em pêdihesin, wekî Yehowa usa kir, ku Ûsiv “ber çevê serwêrê kelê kerem dît”.

(Destpêbûn 39:21-23) Lê Xudan tevî Ûsiv bû û huba xweye amin da kifşê, usa ku ewî ber çevê serwêrê kelê kerem dît. 22 Serwêrê kelê hemû girtîyêd kelê dane destê Ûsiv. Û çi ku li wir dihate kirinê, ewî dida kirinê. 23 Serwêrê kelê dîna xwe nedida wan tiştêd destê wîda, çimkî Xudan tevî wî bû û hemû şixulê wî Xudan jêra li hev danî.

w14 1/11 15 ¶2

“Ezê Çawa Vê Xirabîya Mezin Bikim?”

Kitêba Pîroz şirowedike, ku Ûsiv ji ku qewat distand: “Xudan tevî Ûsiv bû û huba xweye amin da kifşê” (Destpêbûn 39:21). Ne dîvarên kelê, ne zincîr, ne şkeft, nikarin riya Yehowa bigirin, ku huba xweye amin hindava xizmatkarên xwe bide kifşê (Romayî 8:38, 39). Hela bidine ber çevê xwe ku Ûsiv ça derd û êşa dilê xwe Bavê xweyî ezmanra eyan dike, paşê jî edilayî û rihetiya dil distîne, çi ku tenê “Xwedêyê hemû berdiliyê” dikare bide (2 Korintî 1:3, 4; Fîlîpî 4:6, 7). Yehowa dîsa çi cûreyî alî Ûsiv kir? Ji Kitêba Pîroz em pêdihesin, wekî Yehowa usa kir, ku Ûsiv “ber çevê serwêrê kelê kerem dît”.

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Destpêbûn 38:9, 10) Onan fem kir, ku ew zureta wî nayê hesabê, gava tevî jinbira xwe radiza, ewî meya xwe dirête erdê, ku zuretê li pey birê xwe nexe. 10 Ev kirina wî li ber çevê Xudan xirab kifş kir, ew jî kuşt. Cihûda gote bûka xwe Tamarayê: “Jinebî mala bavê xweda rûnî, heta kurê min Şêlah mezin be”. Çimkî digot: “Belkî ew jî mîna birayêd xwe bimire”. Tamara çû li mala bavê xwe rûnişt.

it-2 555

Onan

(Ev tê hesabê qewata zarbûyînê; ênêrjiya)

Onan kurê Cihûda yê duda bû, lê diya Onan qîza Şûya bû, kîjan ku Kenanî bû (Dsp. 38:2-4; 1 Dr. 2:3). Çaxê Yehowa Er birê Onanî mezin rûyê xirabiya wîda kuşt, Cihûda gote Onan jina birê xwe bistîne. Û hergê ji wî kur bihata bûyînê, ew kur wê nehata hesabê zureta Onan, ew wê bihata hesabê nixuriyê Er. Mal û milkê ku nixurîra diket, wê bibûya para wî. Lê hergê zar nehata bûyînê, ew mal û milk dighîşte Onan. Çaxê Onan tevî jinbira xwe Tamarê radiza, ewî meya xwe dirête erdê, ku zuret li pey birê xwe nexe. Ev kirên Onan nedihate hesabê mastûrbasiya. Ev kirê wî mîna vê yekê bû, gava mêr borcê xweyî sêksûalî nîvîda dihêle. Onan qesta nedihîşt wekî meya wî bikeve organa Tamarêye cinsî. Ji vir tê kifşê, wekî Yehowa Onanê bêzuret kuşt ne sava mastûrbasiyê, lê çimkî ewî gura bavê xwe nekir, timatî kir, û miqabilî sazkirina Xwedê derket, dêmek normên zewacê teriband (Dsp. 38:6-10; 46:12; Jm. 26:19).

(Destpêbûn 38:15-18) Gava Cihûda çev wê ket, wî tirê ew qavek e, çimkî ewê rûyê xwe nixamtibû. 16 Ji rê dagerîya berbi wê çû û gotê: “Tê qayl bî ku serê xwe minra daynî?” Çimkî wî nizanibû ku ew bûka wî ye. Ewê got: “Tê çi bidî min ku tu serê xwe minra daynî?” 17 Ewî got: “Ezê ji nava kêrî karekê tera bişînim”. Ewê got: “Tê çi kefîl bihêlî heta ku tu bişînî?” 18 Ewî got: “Ez çi kefîl bihêlim?” Ewê got: “Ka mora xwe, benpişta xwe û darê destê xwe”. Ewî jî ew tişt dane wê û serê xwe pêra danî. Û ew ji wî hemle derket.

w04 15/1 30 ¶4-5

Pirsên Xwendewana

Cihûda nerastî kir, çaxê nexwest ku Tamar bibe jina kurê wî Şelah. Xêncî wê yekê, ewî bênamûsî kir tevî kulfetê, kîjan ku bi nihêrandina wî qav bû. Ev yek miqabilî qirara Xwedê bû, çimkî li gora qirara wî, mêr gerekê zewacêda tenê tevî jina xwe raza (Destpêbûn 2:24). Bi rastî problêm ne tenê vê yekêda bû, ku Cihûda tevî jina qav bênamûsî kir, lê problêm usa jî wê yekêda bû, wekî ewî vê zewacêda bi nezanbûnê ciyê kurê xwe Şelah girt û bû bavê zureta qanûnî.

Derheqa Tamarê em dikarin bêjin, wekî heleqetiya wê tevî Cihûda nedihate hesabê bênamûsî. Zarên cêwî ku ji wê hatine bûyînê, zarên qanûnî bûn. Çaxê Bowazê ji Beytlehmê, Rûta Mowabî vî cûreyî jintî stand, hingê rûspiyên Beytlehmê Pêrês kurê Tamarê anîne bîra xwe û derheqa wî baş xeber dan. Ewana gotine Bowaz: “Bira mala te bibe mîna mala Pêrês, çawa ku Tamarê ji wê malê zuret li pey Cihûda xist, usa jî Xudanê ji vê kulfeta cahil bide te” (Rût 4:12). Pêrês hela hê jî kete nava rêza rikinyata Îsa Mesîh (Metta 1:1-3; Lûqa 3:23-33).

Xwendina Kitêba Pîroz

(Destpêbûn 38:1-19) Û usa qewimî, ku wî çaxî Cihûda ji cem birayêd xwe berjêr bû, çû cem merivekî edûllamî, navê wî Hîra. 2 Li wê derê Cihûda qîza Şûa merivekî kenanî dît, ew stand serê xwe wêra danî. 3 Ewa pê ma kurek anî, Cihûda navê wî danî Er. 4 Ew dîsa pê ma kurek anî, navê wî danî Onan. 5 Ewê dîsa kurek anî, navê wî danî Şêlah. Gava ewê ew zar anî, Cihûda li Kizîbê bû. 6 Cihûda kurê xweyî nixurî Erra qîzek anî, navê wê Tamara. 7 Kurê Cihûdayî nixurî Er, li ber çevê Xudan yekî xirab bû û Xudan ew kuşt. 8 Cihûda gote Onan: “Borcê tîyîtîyê biqedîne: tevî jina birê xwe razê, wê bistîne û zuretê pey birê xwe xe”. 9 Onan fem kir, ku ew zureta wî nayê hesabê, gava tevî jinbira xwe radiza, ewî meya xwe dirête erdê, ku zuretê li pey birê xwe nexe. 10 Ev kirina wî li ber çevê Xudan xirab kifş kir, ew jî kuşt. 11 Cihûda gote bûka xwe Tamarayê: “Jinebî mala bavê xweda rûnî, heta kurê min Şêlah mezin be”. Çimkî digot: “Belkî ew jî mîna birayêd xwe bimire”. Tamara çû li mala bavê xwe rûnişt. 12 Gelek wext derbaz bû, qîza Şûayê jina Cihûda mir. Cihûda baristan bibû, rabû xwexa bi tevî dostê xwe Hîrayê edûllamî hevraz çû Tîmnahê, cem pezbirêd kerê pezêd xwe. 13 Hingê cab dane Tamarayê gotin: “Va ye xezûrê te hevraz tê Tîmnahê pezê xwe bibire”. 14 Evê kinca jinebîtîya xwe ji xwe êxist, xwe xêlî kir û xwe pêça û ber dergehê Eynayîmê, li ser rîya Tîmnahê rûnişt. Çimkî ewê dît ku Şêlah mezin bûye û ew nedane wî. 15 Gava Cihûda çev wê ket, wî tirê ew qavek e, çimkî ewê rûyê xwe nixamtibû. 16 Ji rê dagerîya berbi wê çû û gotê: “Tê qayl bî ku serê xwe minra daynî?” Çimkî wî nizanibû ku ew bûka wî ye. Ewê got: “Tê çi bidî min ku tu serê xwe minra daynî?” 17 Ewî got: “Ezê ji nava kêrî karekê tera bişînim”. Ewê got: “Tê çi kefîl bihêlî heta ku tu bişînî?” 18 Ewî got: “Ez çi kefîl bihêlim?” Ewê got: “Ka mora xwe, benpişta xwe û darê destê xwe”. Ewî jî ew tişt dane wê û serê xwe pêra danî. Û ew ji wî hemle derket. 19 Tamara rabû çû, xêlîya li ser xwe hilda û kinca jinebîtîya xwe li xwe kir.

18-24 GULANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 40-41

“Yehowa Ûsiv Xilaz kir”

(Destpêbûn 41:9-13) Hingê serwêrê şeravdara Firewinra xeberda û gotê: “Îro gunekarîya min hate bîra min. 10 Wê hingê gava Firewin hêrsa xwe li ser xulamêd xwe rakir, ez avîtime girtîxana mala serwêrê nobedara, tevî serwêrê nanpêja. 11 Min û wî şevekêda xewn dîtin, me her yekî li gora femîna xewna xwe, xewn dîtin. 12 Li wir xortekî îbranî tevî me hebû, ew xulamê serwêrê nobedara bû, me xewnêd xwe wîra gilî kirin, ewî mera şirovekirin, xewnêd me her yekî ewî rast mera şirovekirin. 13 Ewî çawa mera şirovekirin, usa jî bû, ez vegerîyame li ser qulixê xwe, lê ewê din hate darxistinê”.

w15 1/2 14 ¶4-5

“Şirovekirin ji Xwedê ye!”

Rast e şerevdar derheqa Ûsiv bîr kiribû, lê Yehowa tu car wî bîr nedikir. Carekê Firewin du xewnên ecêb dît. Pêşiyê ewî dît, ku heft noginên bedewe kok ji çemê Nîl derketin, lê pey wanra heft noginên din, yên hişkolekîye qav-qavkî derketin. Wan noginên hişkolekîye qav-qavkî, ew her heft noginên bedewe kok xwarin. Paşê xewna xweda Firewin dît, wekî ser sapekî heft simbilên tijî û rind derketin. Lê pey wanra va ye heft simbilêd valaye ji bayê rohilatê şewitî şîn bûn, kîjan ku ew her heft simbilêd tijîye rind hûfî xwe kirin. Çaxê sibehê zû Firewin hişyar bû, dilê wî nerihet bû ji bo wan xewna, ewî gazî hemû koçeka û zaniyara kir ku wan xewna wîra şirovekin. Lê tu kesî nikaribû şirovekira (Destpêbûn 41:1-8). Em nizanin menî çi bû, dibeke ewana gelek ecêbmayî man yan jî giliyê wan hev nedigirt. Çi jî hebû, Firewin mena wan xewna pênehesiya, û ew hizret bû wekî kesek wan xewna wîra şiroveke.

Hema wî çaxî Ûsiv kete bîra şeravdar! Îsafa wî ew çerçirand, û ewî Firewinra gilî kir, ku du sal pêşda kelêda xortekî ça xewna wî û ya nanpêj, şirovekir. Firewin got, wekî Ûsiv derbêra bînin cem wî (Destpêbûn 41:9-13).

(Destpêbûn 41:16) Ûsiv li Firewin vegerand û gotê: “Ev hunirê min nîne, lê Xwedêyê cabeke xêr bide Firewin”.

(Destpêbûn 41:29-32) Va ye, heft salê bên, ku temamîya welatê Misirê wê têr û tijî be. 30 Lê pey wan salara, wê heft sala bibe xelayî û hemû têr û tijîbûna welatê Misirê wê bê bîrkirinê. Xelayê welêt daqurtîne. 31 Û wê usa be, ku ji dest wê xelaya ku wê peyra bê, ew têr û tijîbûna welêt îdî neyê bîranînê. Çimkî xelayê gelekî giran be. 32 Lê xewna ku Firewinra du cara hatîye wekilandinê, tê hesabê, ku ev yek alîyê Xwedêda eseyîkirî ye û Xwedê wê zûtirekê bike.

w15 1/2 14-15

“Şirovekirin ji Xwedê ye!”

Yehowa merivên milûk û amin hiz dike, lema jî ewî mena wan xewna ne ku koçek û zaniyarara vekir, lê Ûsivra. Ûsiv şirovekir, ku mena wan du xewna yek e. Vekilandina wê elametiyê dida kifşê “ku ev yek alîyê Xwedêda eseyîkirî ye”. Noginêd bedewe kok û simbilên tijîye rind, têne hesabê, wekî temamiya welatê Misirê wê heft sala têr û tijî be, lê noginên hişkolekîye qav-qavkî û simbilên vala, têne hesabê ku paşî salên têr-tije wê heft sala Misirêda bibe xelayîke mezin. Ev xelayî wê temamiya erdê Misirê zeft ke (Destpêbûn 41:25-32).

(Destpêbûn 41:38-40) Firewin gote xulamêd xwe: “Hûn dikarin merivekî mîna vî bibînin, ku Ruhê Xwedê têda be?” 39 Hingê Firewin gote Ûsiv: “Xwedê ku ev yek li ber te vekirîye, bîlan û serwaxtê mîna te tunene. 40 Tu li ser mala minra be, temamîya cimeta min jî guhdarîya gotinêd devê te bike, ez tenê textê xweda ji te mestir bim”.

w15 1/2 15 ¶3

“Şirovekirin ji Xwedê ye!”

Firewin sozê xwe anî sêrî. Zûtirekê kincên kitaniye zirav Ûsiv kirin. Firewin zincîreke zêr avîte stûyê Ûsiv, gustîla morê kire tiliya Ûsiv û hukumetiya mezin da destê wî, him jî ereba xwe da wî, ku ew bi vê li temamiya welatê Misirê here-bê û nêta xwe bîne sêrî (Destpêbûn 41:42-44). Hema usa nava rojekêda, girtiyê kelê bû merivê duda paşî Firewin. Bêşik, Yehowa bi merdanî Ûsiv kerem kir seva baweriya wî! Yehowa didît ku çawa nava gelek salada, xizmetkarê wîyî amin ji bo neheqiya merivên din diçerçirî. Xwedê wededa ev derecên çetin safî dikir. Xêncî wê yekê, Yehowa ne tenê xem kir ku Ûsiv ji ziyanê xwey ke, lê usa jî wekî cimeta Îsraêlê ku wê wede şûnda saz bûya, biparêze. Ji gotarên din ya vê jûrnalê, em pêdihesin ku çawa Yehowa ev yek dikir.

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Destpêbûn 41:14) Hingê Firewin şande pey Ûsiv. Ew bi lez ji zindanê derxistin, rûyê xwe kur kir, kincêd xwe guhastin û hate cem Firewin.

w15 1/11 9 ¶1-3

We zanibû?

Çima Ûsiv pêşiya ku rastî Firewin bihata, ser rûyê xwe kur kir?

Li gora kitêba Destpêbûn, Firewin temî da ku Ûsivê Îbranî derbêra ji kelê bînin cem wî, ku xewnên wî şiroveke. Wî çaxî Ûsiv îda çend sala kelêda bû. Rast e Firewin dewa kir ku Ûsiv bi lez bînin cem wî, lê dîsa jî Ûsiv wede dît ku pêşiya çûyînê ser rûyê xwe hilde (Destpêbûn 39:20-23; 41:1, 14). Ev yek ku nivîskarê vê kitêbê hûr bi hûr derheqa vê yekê şirovedike, dide kifşê wekî ew gelek rind haş edetên Misiriya hebû.

Nava gelek miletên berêda usa jî nava Îbraniyada, edet bû ku mêr rûyê xwe berdin. Li gora ênsîklopêdiya Kitêba Pîroz ya “McClintock and Strong’s Cyclopedia of Biblical, Theological, and Ecclesiastical Literature”, “nava miletên ruhlatêda tenê Misiriya rûyê xwe bernedidan”.

Gelo li gora edetê Misiriya, mêra gerekê tenê ser rûyê xwe hildana? Jûrnala “Biblical Archaeology Review” dibêje, wekî li gora hine edetên Misiriya, pêşiya ku meriv biçûya cem Firewin, ewî gerekê xwe usa hazir kira, ça bêjî diçû paristgehê. Lema jî Ûsiv li gora vî edetî gerekê porê serê xwe û bedena xwe kur kira.

(Destpêbûn 41:33) Bira niha Firewin merivekî bîlan û serwaxt bibîne û wî dayne li ser temamîya welatê Misirê.

w09 15/11 28 ¶14

Ça Xizmetkarên Xwedê Merîfetiyê Bidine Kifşê

14 Wedê berê dê-bavê xwedêxof malda zarên xwe qeydên merîfetiyê hîn dikirin. Dîna xwe bidine giliyê ji Destpêbûn 22:7, ji kîderê tê kifşê ku Birahîm û Îshaq hindava hevda çi cûreyî bûn. Ji rabûn-rûniştina Ûsiv jî tê kifşê, wekî ew rind hatibû şîretkirinê. Hela hê kelêda jî ew tevî girtiyên din merîfet bû (Dsp. 40:8, 14). Ji xeberdana tevî Firewin tê kifşê, wekî ewî rind zanibû ku çi cûreyî tevî merivên xweyîhuqumet, xeber de (Dsp. 41:16, 33, 34).

Xwendina Kitêba Pîroz

(Destpêbûn 40:1-23) Û usa qewimî, ku pey van yekara, şeravdar û nanpêjê padşê Misirê, hindava xweyê xwe, padşê Misirêda neheqî kirin. 2 Hêrsa Firewin li ser du wezîrêd wî, awa gotî li serwêrê şeravdar û serwêrê nanpêjê wî rabû 3 û ew avîtine girtîxana kela mala serwêrê nobedara, wî cîyê ku Ûsiv têda girtî bû. 4 Serwêrê nobedara Ûsiv kire wekîlê wan û ewî xizmetkarîya wan dikir. Û evana hinek wext girtîxanêda man. 5 Û şevekêda van her duya, şeravdar û nanpêjê padşê Misirê, yêd ku kelêda girtî bûn, her yekî ligora femîna xewna, xewnê xwe dîtin. 6 Sibehê zû Ûsiv hate cem wan, dîna xwe dayê ku ewe va medekirî ne. 7 Û ewî ji wan wezîrêd Firewin, yêd ku mala xweyê wîda tevî wî girtîxanêda bûn pirsî: “Hûn çima îro mirûz kirî ne?” 8 Wana gote wî: “Me xewn dîtine û kesek tune ku şiroveke”. Ûsiv wanra got: “Şirovekirin ji Xwedê ye! Kerem kin, minra bêjin”. 9 Serwêrê şeravdara xewna xwe Ûsivra gilî kir û got: “Xewna minda va ye koleke tirîyê ber min bû, 10 li ser wê kolê sê çiqil hebûn, ewê gupik da, gulêd wê vebûn û gûşîyêd tirîya gihîştin. 11 Kasa Firewin jî destê minda bû, min tirî hildan, kasa Firewinda guhaştin û kas da destê Firewin». 12 Ûsiv gote wî: “Şirovekirina wê ev e: sê çiqil, ew sê roj in. 13 Sê roja şûnda Firewinê te bilind ke û dîsa wê te dayne li ser qulixa te û çawa tu cem wî şeravdar bûyî, tê dîsa mîna edetê berê, kasa Firewin bidî destê wî. 14 Lê gava dergehekî xêrê li ser te vebe, min bînî bîra xwe, qencîkê jî minra bikî û li ber Firewin min bîr bînî, min ji vê malê derxî. 15 Çimkî rast ez ji welatê îbranîya hatime dizînê, usa jî vira min tiştekî usa nekiribû, ku biketama vê zindanê”. 16 Serwêrê nanpêja dît, ku şirovekirina wî li wî xweş hat, gote Ûsiv: “Xewna minda va ne sê sele nanê sipî li ser serê min bûn, 17 sela lape jorinda her cûre xwarinêd Firewin hebûn, yêd ku nanpêj çêdike û teyreda ji sela li ser serê min nikul dikirin dixwarin”. 18 Ûsiv lê vegerand û gotê: “Şirovekirina wê ev e: sê sele, ew sê roj in. 19 Sê roja şûnda Firewinê te bilind ke û te dar xe, teyredeyê jî te nikul kin goştê te bixwin”. 20 Roja sisîya, ku roja bûyîna Firewin bû, ewî mesrefek bona hemû xulamêd xwe danî û ji nava xulamêd xwe, serwêrê şeravdara û serwêrê nanpêja bilind kirin. 21 Serwêrê şeravdara danî li ser qulixa wî û ewî kas da destê Firewin, 22 lê serwêrê nanpêja dar xist, çawa Ûsiv şirovekiribû. 23 Îdî Ûsiv ne kete bîra serwêrê şeravdara û ewî ew bîr kir.

25-31 GULANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 42-43

“Ûsiv Yekî Xwegirtî bû”

(Destpêbûn 42:5-7) Kurêd Îsraêl hatibûn genim bikirin, tevî yêd mayîne hatî, çimkî li welatê Kenanêda xelayî bû. 6 Ûsiv xwexa serwêrê wî welatî bû. Ewî xwexa jî xurek difirote temamîya cimeta welêt. Birayêd Ûsiv hatin û li ber wî deverûya çûne erdê. 7 Ûsiv birayêd xwe ku dîtin ewî ew nas kirin. Lê xwe usa da kifşê yanê ew wan nas nake, tevî wan hêrs xeberda û gote wan: “Hûn ji ku hatine?” Wana got: “Em ji welatê Kenanê bona xurek kirînê hatine”.

w15 1/5 13 ¶5

“Ez Dewsa Xwedê Me?”

Lê em çi dikarin bêjin derheqa Ûsiv? Ewî derbêra birên xwe nas kir! Xêncî wê yekê, çaxê ewî dît ku birên wî ber wî ta dibin, ewî xewnên xwe kire bîra xwe, yê ku Yehowa pêşda dabû wî. Wan xewnada Xwedê wîra dabû kifşê, wekî wê bê wede ku birên wî, wê ber wî ta bin, xût ev yek jî qewimî! (Destpêbûn 37:2, 5-9; 42:7, 9) Gelo Ûsiv wê çi bike? Ew wê xwe bavêje pêsîra wan û wanra şa be, yan wê kînê bajo?

w15 1/5 14 ¶1

“Ez Dewsa Xwedê Me?”

Diqewime îro em rastî derecê usa neyên çawa Ûsiv. Lê dîsa jî tu kes ji me xweyîkirî nîne ji şer-dewên tevî malbetê. Çaxê em rastî derecên çetin tên, êmosiyên me dikarin me zeft kin. Lema jî wê baş be çev bidine Ûsiv û bixebitin ku fem bikin, wekî Yehowa çi ji me dewa dike? (Metelok 14:12). Rast e, edilaya tevî malbetê gelek ferz e, lê diha ferz e edilayê tevî Xwedê û Kurê wî unda nekin (Metta 10:37).

(Destpêbûn 42:14-17) Ûsiv gote wan: “Hema ev e ku min gote we: ‘Hûn cesûs in! 15 Hûnê bi vê yekê bêne cêribandin: Ez serê Firewin kim, hûn ji vir dernakevin heta ku birayê weyî biçûk neyê vê derê. 16 Ji nav xweda yekî bişînin, bira here birayê we bîne, lê hûnê girtî bin, ku aha gotinêd we bêne cêribandinê, wanda rastî heye yan na. Lê heger na. Ez serê Firewin kim: ‘Hûn cesûs in!” 17 Sê roja ew avîtine girtîxana kelê.

w15 1/5 14 ¶2

“Ez Dewsa Xwedê Me?”

Ûsiv çend cara birên xwe cêriband, ku bivîne hela dilê wanda çi heye. Ewî destpêkir bi saya terciman wanara xeber de, û gelek sert bû tevî wan. Ewî wana neheq kir û got ku ewana cesûs in. Ewana destpêkirin xwe rast derxin û derheqa malbeta xwe wîra gilî kirin, usa jî gotin wekî birakî wanî biçûk malda maye. Ûsiv xwe girt, wekî êmosiya wî zeft nekin. Ewî wana bawer nekir û destpêkir wana bicêribîne. Ewî gote wan: “Hûnê bi vê yekê bêne cêribandin: . . . hûn ji vir dernakevin heta ku birayê weyî biçûk neyê vê derê”. Wede şûnda Ûsiv qayîl bû wana berde, ku herin Binyamîn bînin, lê dewsê kesek ji birên wî gerekê ça girtî cem Ûsiv bima (Destpêbûn 42:9-20).

(Destpêbûn 42:21, 22) Û hingê hevra gotin: “Bi rastî em hindava birayê xweda gunekar in, çimkî me telî-tengîya wî dît, gava li ber me lava-dîlek dikir, lê me guh nedayê, lema jî ev telî-tengî tê serê me”. 22 Rûbên li wan vegerand û got: “Min wera nedigot: ‘Hindava kurikda guna nekin? Lê we gura min nekir, niha xûna wî ji me tê xwestinê”.

it-2 108 ¶4

Ûsiv

Vê demê birên Ûsiv texmîn kirin, wekî Xwedê wana ceza dike çimkî gelek sal pêşda ewana neheqî birê xwe kirin û ew firotine dîltiyê. Hingê ewana destpêkirin ber Ûsiv gunên xwe bînin rûyê xwe, lê wana hela hê nizanibû ku ew birê wan e. Çaxê Ûsiv dît ku ewana gunê xwe tînin rûyê xwe, dilê wî usa tije bû, ku ew derket çû û kele-kel giriya. Çaxê ew vegeriya, ferman da ku Şimhûn bigirin, heta ku ewana birên xweyî biçûk bînin (Dsp. 42:21-24).

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Destpêbûn 42:22) Rûbên li wan vegerand û got: “Min wera nedigot: ‘Hindava kurikda guna nekin? Lê we gura min nekir, niha xûna wî ji me tê xwestinê”.

(Destpêbûn 42:37) Rûbên bavê xwera xeberda û got: “Heger ez wî neynim nedime te, tu van her du kurêd min bikuje, ka ewî bide destê min û ezê wî paşda bînim bidime te”.

it-2 795

Rûbên

Hine xeyset-hunurên Rûbênî baş hingê eyan bûn, çaxê ewî neh birên xwe da bawerkirinê ku Ûsiv nekujin, lê bavêjne bîra ziha. Rûbên dixwest dizîkava vegere û Ûsiv xilaz ke (Dsp. 37:18-30). Bîst sal şûnda, çaxê Msisirêda birên wî orta hevda şêwir dikirin ku Xwedê wana seva Ûsiv ceza dike, Rûbên anî bîra wan ku ew vê yekêda neheq nîbû (Dsp. 42:9-14, 21, 22). Lê çaxê Aqûb nehîşt, wekî Binyamîn bivine Misirê, hingê Rûbên gote bavê xwe, ku wê bona Binyamîn cabdar be. Him jî ewî gotê: “Heger ez wî neynim nedime te, tu van her du kurêd min bikuje” (Dsp. 42:37).

(Destpêbûn 43:32) Wîra başqe, wanra başqe û wan misirîyara jî, yêd ku tevî wan dixwarin başqe danîn. Misirîya tevî îbranîya nan ne dixwar, çimkî bona misirîya ev yek heramî bû.

w04 15/1 29 ¶1

Fikirên Qîmet ji Kitêba Destpêbûn; II

43:32: Çira Misiriya mikur dihat ku tevî Îbraniya ber sifirekî nan bixwin? Diqewime menî ew bû, ku hebandina wan cude bû, û Misirî gelek miletê xwera firnaq dibkûn. Misiriya şivan nimiz hesab dikirin (Destpêbûn 46:34). Çima? Çimkî şivan bi eslê xwe ji berekên nimiz bûn. Yan jî dibe ku menî wê yekêda bû, ku erd bona bêcerkirinê usa hindik bû, ku Misiriya xweş nedihat, çaxê şivan cî digeriyan wekî pezên xwe biçêrînin.

Xwendina Kitêba Pîroz

(Destpêbûn 42:1-20) Aqûb bihîst ku li Misirê genim heye û Aqûb gote kurêd xwe: “Hûn çi çevê hev dinihêrin?” 2 Gote wan: “Awa min bihîstîye ku li Misirê genim heye, berjêrî li wir bin û ji wir mera bikirin, ku em bijîn nemirin”. 3 Dehe birayêd Ûsiv berjêr çûne Misirê, ku genim bikirin. 4 Lê Aqûb birayê Ûsiv Binyamîn, tevî birayêd wî ne şand, digot: “Belkî qezîk bê serê wî”. 5 Kurêd Îsraêl hatibûn genim bikirin, tevî yêd mayîne hatî, çimkî li welatê Kenanêda xelayî bû. 6 Ûsiv xwexa serwêrê wî welatî bû. Ewî xwexa jî xurek difirote temamîya cimeta welêt. Birayêd Ûsiv hatin û li ber wî deverûya çûne erdê. 7 Ûsiv birayêd xwe ku dîtin ewî ew nas kirin. Lê xwe usa da kifşê yanê ew wan nas nake, tevî wan hêrs xeberda û gote wan: “Hûn ji ku hatine?” Wana got: “Em ji welatê Kenanê bona xurek kirînê hatine”. 8 Ûsiv birayêd xwe nas kirin, lê wana ew nas nekirin. 9 Hingê Ûsiv ew xewnêd ku li ser wan dîtibûn bîr anîn û gote wan: “Hûn cesûs in, hûn hatine ku cîkî sistîya vî welatî bibînin”. 10 Wana gote wî: “Na xweyê me, xulamêd te hatine ku xurek bikirin”. 11 Em hemû kurêd bavekî ne, em merivne şîrhelal in, xulamêd te ne cesûs in. 12 Ewî gote wan: “Na, hûn hatine ku cîkî sistîya welêt bibînin”. 13 Wana got: “Em xulamêd te, donzdeh bira ne, welatê Kenanêda kurêd bavekî ne, yê biçûk niha li cem bavê me ye, lê yek jî îdî tune”. 14 Ûsiv gote wan: “Hema ev e ku min gote we: ‘Hûn cesûs in! 15 Hûnê bi vê yekê bêne cêribandin: Ez serê Firewin kim, hûn ji vir dernakevin heta ku birayê weyî biçûk neyê vê derê. 16 Ji nav xweda yekî bişînin, bira here birayê we bîne, lê hûnê girtî bin, ku aha gotinêd we bêne cêribandinê, wanda rastî heye yan na. Lê heger na. Ez serê Firewin kim: ‘Hûn cesûs in!” 17 Sê roja ew avîtine girtîxana kelê. 18 Roja sisîya Ûsiv gote wan: “Aha bikin ku hûn sax bimînin, çimkî ez ji Xwedê ditirsim. 19 Heger hûn merivne şîrhelal in, bira ji birayêd we yek vê mala ku hûn têda girtî ne, bimîne, lê yêd mayîn genim xelaya mala xwera bigihînin, 20 birayê xweyî biçûk jî minra bînin, wekî gotina we rast derê û hûn nemirin. Wana usa jî kir.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin