KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwbr20 Tîrmeh rûp. 1-8
  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”
  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2020)
  • Binserî
  • 6-12 TÎRMEHÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 6-7
  • “Tê Niha Bibînî, ku Ezê Çi Serê Firewin Bikim”
  • it-2 436 ¶3
  • Mûsa
  • it-2 436 ¶1-2
  • Mûsa
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • it-1 78 ¶3-4
  • Himzor
  • it-2 435 ¶5
  • Mûsa
  • Xwendina Kitêba Pîroz
  • 13-19 TÎRMEHÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 8-9
  • “Firewinê Babax bê Hemdê Xwe, Qirara Xwedê Tîne Sêrî”
  • it-2 1040-1041
  • Serhişkî
  • it-2 1181 ¶3-5
  • Zulmî
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • it-1 878
  • Kermêş
  • w04 15/3 25 ¶9
  • Fikirên Sereke ji Kitêba Derketin
  • Xwendina Kitêba Pîroz
  • 20-26 TÎRMEHÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 10-11
  • “Mûsa û Harûn Mêrxasiyê Didine Kifşê”
  • w09 15/7 20 ¶6
  • Mîna Îsa bi Mêrxasî Mizgîniyê Bela kin
  • it-2 436 ¶4
  • Mûsa
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • w95 1/9 11 ¶11
  • Şedên ku Miqabilî Xudanê Qelp Derketin
  • it-1 783 ¶5
  • Derketina ji Misirê
  • Xwendina Kitêba Pîroz
  • 27 TÎRMEHÊ-2 TEBAXÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 12
  • “Cejina Derbazbûnê bona Mesîhiya Gelek Ferz e”
  • w07 1/1 20 ¶4
  • “Tê Tenê Şa bî”
  • it-2 583 ¶6
  • Cejina Derbazbûnê
  • w13 15/12 20 ¶13-14
  • “Ew Wera Bibe Rojeke Bîranînê”
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • it-2 582 ¶2
  • Cejina Derbazbûnê
  • it-1 504 ¶1
  • Civînên Pîroz
  • Xwendina Kitêba Pîroz
Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2020)
mwbr20 Tîrmeh rûp. 1-8

Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”

6-12 TÎRMEHÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 6-7

“Tê Niha Bibînî, ku Ezê Çi Serê Firewin Bikim”

(Derketin 6:1) Xudan gote Mûsa: “Tê niha bibînî, ku ezê çi serê Firewin bikim. Wê wan bi destê zor berde û wê wan bi destê zor ji welatê xwe derxe”.

(Derketin 6:6, 7) Awa bêje zarêd Îsraêl: ‘Ez Xudan im! Ezê we ji bin barêd misirîyaye giran derxim û we ji xulamtîya wan aza kim, pê zenda berbirî we dirêjkirî û dîwanêd giran xilaz kim. 7 Û ezê we bikime cimeta xwe û bibime Xwedêyê we. Û hingê hûnê bizanibin ku Xudan Xwedêyê we ez im, yê ku hûn ji bin barêd misirîyaye giran derxistin.

it-2 436 ¶3

Mûsa

Îsraêliya xwe cûre-cûre didane kifşê. Mesele, pêşiyê wana Mûsa bawer kir, lê paşê çaxê Firewin cefê wan giran kir, wana destpêkir ser Mûsa bikine kute-kut. Ji bo vê yekê Mûsa bi diltengiyê li Yehowa kire hewar-gazî (Drk. 4:29-31; 5:19-23). Hingê Yê Herî Jorin wî qewî kir û gotê ku wê qirara xwe bîne sêrî, kîjan ku Birahîm, Îshaq û Aqûb hîviyê bûn. Yehowa dixwest cimeta Îsraêlê aza kira û ew bikira cimeteke mezin erdê sozdayîda, bi çi jî wê mena navê Yehowa bi temamî eyan bûya (Drk. 6:1-8). Dîsa jî Îsraêliya gura Mûsa nedikirin. Lê paşî bela neha, wana xwe qewî li Mûsa girt û hazir bûn tevî wî şixulkariyê bikin. Lema jî îda paşî bela deha, Mûsa karibû bi terbetî rêberiyê cimetê bike û wana ji Misirê derxe (Drk. 13:18).

(Derketin 7:4, 5) Firewinê guhdarîya we neke. Û ezê destê xwe daynime li ser Misirê û refêd xwe, cimeta xwe, zarêd Îsraêl pê dîwanêd mezin ji welatê Misirê derxim. 5 Û hingê misirîyê bizanibin ku ez Xudan im, gava ez destê xwe dirêjî li ser Misirê kim û zarêd Îsraêl ji nav wan derxim”.

it-2 436 ¶1-2

Mûsa

Ber Firewin sekinîne. Mûsa û Harûn roleke muhîm lîstin ‘şerê xudanada’. Bi saya du sêrbazên sereke, navê kîjana ku Yanîs û Yambrîs bûn (2 Tîm. 3:8), Firewin gazî hemû xudanên Misirê dikir, wekî îzbat ke, ku ewana ji Yehowa qewattir in. Keremeta pêşin, kîjan ku Harûn bi rêberiya Mûsa ber Firewin kir, da kifşê wekî Yehowa ji xudanên Misirê qewattir e. Lê yeke Firewin ser ya xwe sekinî bû (Drk. 7:8-13). Wede şûnda paşî bela sisiya, sêrbaz jî mecbûr bûn qebûl kin, ku “eva tilîya Xwedê ye”. Xêncî wê yekê paşî belake din, dêmek kulê pizika, sêrbaza ziyaneke usa mezin standin, wekî nikaribûn bêne ber Firewin û miqabilî Mûsa derên (Drk. 8:16-19; 9:10-12).

Bela dilê hineka nerm dike, lê dilê hineka jî hişk dike. Mûsa û Harûn, bûne elamçiyê her Dehe Bela, kîjan ku li gora giliyê wan diqewimîn. Evê yekê îzbat dikir, wekî Yehowa Mûsa şandibû. Navê Yehowa Misirêda eyan bû û gişka derheqa wî xeber didan. Evê yekê dilê Îsraêliya û dilê hine Misiriya nerm kir, lê dilê Firewin û piştgirên wî hişk kir (Drk. 9:16; 11:10; 12:29-39). Misiriya rind zanibûn, wekî ev hemû tişt tê serê wan, çimkî Yehowa dîwana xudanên wan dike. Paşî nehe bela, Mûsa Misirêda bû “merivekî gelekî xweyîqedir”, çawa ber çevê xulamên Firewin, usa jî ber çevê cimetê (Drk. 11:3).

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Derketin 6:3) Ez çawa Xwedêyê Herî Zor, Birahîm, Îshaq û Aqûbva xuya bûme, lê bi navê xwe Xudan wanva xuya nebûme.

it-1 78 ¶3-4

Himzor

Çaxê Yehowa derheqa bûyîna Îshaq soz da Birahîm, hingê ewî ser xwe got “Xwedayê Himzor” (Êl Şad day). Birahîm gerekê bawer kira, wekî qewata Xwedê digihîjê, ku wî sozê xwe bîne sêrî. Wede şûnda Yehowa ev sernavê xwe dida xebatê, çaxê soz dida ku wê Îshaq û Aqûb, çawa xweyîwarê peymana tevî Birahîm, kerem ke (Dsp. 17:1; 28:3; 35:11; 48:3).

Li gora vê yekê, wede şûnda Yehowa gote Mûsa: “Ez çawa Xwedêyê Herî Zor [bê Êl Şad day], Birahîm, Îshaq û Aqûbva xuya bûme, lê bi navê xwe Xudan wanva xuya nebûme” (Drk. 6:3). Ev yek nedihate hesabê, wekî evan meriva nave Yehowa nizanibûn, çimkî him wana him jî hine merivên ku pêşiya wan dijîtin, gelek car ev nav didane xebatê (Dsp. 4:1, 26; 14:22; 27:27; 28:16). Bi rastî kitêba Destpêbûnda, kîderê ku derheqa baveşîra tê gotinê, xebera “Himzor” tenê 6 cara hatiye nivîsarê, lê têksta Îbraniye orîjînalêda navê Yehowa 172 cara nivîsar e. Rast e, evan baveşîra rind zanibûn wekî ev sernav “Himzor”, layîqî Xwedê ye, lê dîsa jî mecala wan tune bû, wekî mena navê Xwedê Yehowa, rast fem bikin. Li gora vê yekê, ferhengekêda “The Illustrated Bible Dictionary” (Para 1, rûp. 572) usa hatiye gotinê: “Xewn-xeyala, ku pêşiya wê yekê baveşîrara hatibû dayînê, derheqa wan soza bû, kîjan ku axiriyê gerekê bihatana sêrî. Û ev dihate hesabê, wekî ewana gerekê dudilî nebûna, ku Xwedê (êl), yanê Yahweh, dikare (şadday) vê yekê bîne sêrî. Lê ev xeyala ku ber tûmê agir hatibû dayînê, daha girîng û şexsî bû, çimkî qewata Xwedê eyan dikir û usa jî dida kifşê, wekî Xwedê wê timê tevî baveşîra be. Dêmek navê Yahweh wan hemû tiştava girêdayî bû” (Neşirkar J.D. Dûglas, 1980).

(Derketin 7:1) Xudan gote Mûsa: “Hela binihêre, ez te dikime mîna Xwedê bona Firewin, birê te Harûn jî wê bibe pêxemberê te.

it-2 435 ¶5

Mûsa

Xwe paş dixist, lê Xwedê ew ret nekir. Mûsa xwe ji temiya Yehowa paş xist û got ku ew zimanda giran e. Belê, ew hatibû guhastinê û îda ew Mûsa nîbû, kîjanî ku 40 sal pêşda destpêkir xweserîxwe cimeta Îsraêlê aza ke. Lê niha ew lavaya Yehowa dike, ku wî ji vê temiyê aza ke. Rast e hêrsa Yehowa rabû, lê dîsa jî Yehowa wî ret nekir. Dewsê Yehowa, birê Mûsa Harûn wîra ça alîkarçî kifş kir. Usa Mûsa ça wekîlê Xwedê bû, yanê bona Harûn “Xudan” bû, kîjanî ku dewsa Mûsa xeber dida. Paşwextiyê Xwedê rêberî dida Mûsa, ewî jî ev yek derbazî Harûn dikir. Harûn jî ev hemû rêberî elamî rûspiyên Îsraêlê û Firewin dikir (kîjan ku serwêrtî dikir paşî Firewinê ku 40 sal pêşda Mûsa lê revî) (Drk. 2:23; 4:10-17). Wede şûnda Yehowa ser Harûn got “pêxemberê” Mûsa, çimkî ewî bi navê Mûsa xeber dida, anegorî vê yekê ça Mûsa ji Xwedê xeber dida û kar dikir. Xêncî vê yekê, Yehowa got, ku Mûsa wê bibe “Xwedê bona Firewin”, dêmek ser Firewin hukumtî bikira. Lema jî Mûsa gerekê serwêrê Misirê netirsiya (Drk. 7:1, 2).

Xwendina Kitêba Pîroz

(Derketin 6:1-15) Xudan gote Mûsa: “Tê niha bibînî, ku ezê çi serê Firewin bikim. Wê wan bi destê zor berde û wê wan bi destê zor ji welatê xwe derxe”. 2 Xwedê tev Mûsa xeber da û gote wî: “Ez Xudan im. 3 Ez çawa Xwedêyê Herî Zor, Birahîm, Îshaq û Aqûbva xuya bûme, lê bi navê xwe Xudan wanva xuya nebûme. 4 Min tevî wan peymana xwe girêda, ku welatê Kenanê bidime wan, welatê wanî xerîbîyê, wê dera ku firarî derbaz kirin. 5 Min zarînîya zarêd Îsraêl bihîst ku misirîya ew kirine xulam û min peymana xwe bîr anî. 6 Awa bêje zarêd Îsraêl: ‘Ez Xudan im! Ezê we ji bin barêd misirîyaye giran derxim û we ji xulamtîya wan aza kim, pê zenda berbirî we dirêjkirî û dîwanêd giran xilaz kim. 7 Û ezê we bikime cimeta xwe û bibime Xwedêyê we. Û hingê hûnê bizanibin ku Xudan Xwedêyê we ez im, yê ku hûn ji bin barêd misirîyaye giran derxistin. 8 Û ezê we bibime wî welatî, bona kîjanî min sond xwar ku bidime Birahîm, Îshaq, Aqûb, ezê wî çawa war bidime we. Ez Xudan im’”. 9 Mûsa ev yek zarêd Îsraêlra got, lê wan ji diltengîyê û ji dest şixulêd giran guhdarîya Mûsa nekirin. 10 Xudan tev Mûsa xeber da û gotê: 11 “Here cem Firewinê padşê Misirê bêje ku zarêd Îsraêl ji welatê xwe berde”. 12 Hingê Mûsa li ber Xudan xeber da û gotê: “Va ye, zar êd Îsraêl guhdarîya min nakin, îdî ku ma ku Firewin guhdarîya min bike? Ez jî zimênda giran im”. 13 Û Xudan bona zarêd Îsraêl û Firewinê padşê Misirê tevî Mûsa û Harûn xeberda û emirî ser wan kir ku zarêd Îsraêl ji Misirê derxin. 14 Pêşîyêd malbetêd wan ev in. Kurêd Rûbên, nixurîyê Îsraêl, ev in: Henox, Pallû, Hesrûn û Karmî. Ev in malbetêd Rûbên. 15 Kurêd Şimhûn ev in: Yemûêl, Yamîn, Ohad, Yaxîn, Sohar û kurê kulfeta kenanî Şawûl. Ev in malbetêd Şimhûn.

13-19 TÎRMEHÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 8-9

“Firewinê Babax bê Hemdê Xwe, Qirara Xwedê Tîne Sêrî”

(Derketin 8:15) Lê gava Firewin dîna xwe dayê ku rihetî ketê, dilê xwe kire kevir û gura wan nekir, çawa ku Xudan gotibû.

it-2 1040-1041

Serhişkî

Nava terîxiya însanetêda, Yehowa sebir dikir wan meriva û cimeta, yên ku hêjayî mirinê bûn û mecal dida wan, wekî bijîn (Dsp. 15:16; 2 Pt. 3:9). Ev sebira Xwedê baş hukum dibû ser hine meriya, ewana dihatine guhastinê û rema wî distandin (Yêş. 2:8-14; 6:22, 23; 9:3-15), lê yên din miqabilî Yehowa û cimeta wî derdiketin û diha sert dibûn (Qn.Dc. 2:30-33; Yêş. 11:19, 20). Derheqa Yehowa tê gotinê, wekî ew dihêle ku meriv bibine serhişk û dilê wan bibe kevir, çimkî Ew riya meriya nagire, çaxê ewana serhişkiyê dikin. Axiriyê çaxê Yehowa yên serhişk ceza dike, qewata Wî eşkere dibe û bi vê yekê navê wî tê hurmetkirinê (Beramberî hev ke tevî Drk. 4:21; Yn. 12:40; Rm. 9:14-18).

(Derketin 8:18, 19) Sêrbaza jî bi sêrbazîyêd xwe kirin ku kermêşa derxin, lê nikaribûn. Û awa li ser meriva û heywên kermêş bûn. 19 Sêrbaza gote Firewin: “Eva tilîya Xwedê ye”. Lê dilê Firewin bû kevir û gura wan nekir, çawa ku Xudan gotibû.

(Derketin 9:15-17) Heger min destê xwe dirêj kira û bi nexweşîya hal li te û cimeta te xista, tê ser dinê bihatayî undakirinê. 16 Lê bona vê yekê min tu xweykirî, wekî qewata xwe nîşanî te bikim û li ser temamîya dinyayê navê min bê gotinê. 17 Tu hê miqabilî cimeta min disekinî ku wê bernedî?

it-2 1181 ¶3-5

Zulmî

Yehowa Xwedê hine dereca usa dide xebatê, ku merivên zulm ne jî fem dikin çawa xwexa jî qirara Wî tînin sêrî. Rast e, merivên zulm miqabilî Xwedê dertên, lê Yehowa dikare şixulên wan haqas sînor ke, çiqas ku lazim e, seva ku xizmetkarên wî bikaribin bêqisûrtya xwe xwey kin. Xêncî wê yekê, Yehowa dikare usa bike, wekî kirên merivên zulm, heqiya Wî eyan kin (Rm. 3:3-5, 23-26; 8:35-39; Zb. 76:10). Ew fikir usa jî nivîsar e Metelok 16:4-da: “Her tişt Xudan bi merem kirîye, nepak jî bona roja oxirmê giran”.

Ew yek tevî Firewin jî qewimî, çaxê Yehowa bi saya Mûsa û Harûn dewa kir, wekî Îsraêliya ji dîltiyê aza ke. Ne ku Yehowa usa kir, wekî Firewin bibe yekî zulm, lê Yehowa hîşt ew bijî û dereceke usa çêkir ku zulmya Firewin eyan bû. Ew kirên Firewin nîşan kirin, wekî ew hêjayî mirinê ye. Meniya wê yekê ku çima Yehowa hîşt wekî Firewin bijî, tê kifşê ji Derketin 9:16: “Lê bona vê yekê min tu xweykirî, wekî qewata xwe nîşanî te bikim û li ser temamîya dinyayê navê min bê gotinê”.

Dehe belayên ku hatine ser Misirê û qirkirina Firewin tevî ordiya wî Bera Sorda, îzbat dikirin wekî Yehowa çiqas qewat e (Drk. 7:14–12:30; Zb. 78:43-51; 136:15). Wede şûnda, cimetên der-dor dîsa derheqa navê Xwedê xeber didan, û usa navê Xwedê ser temamiya dinyayê bela bû (Yêş. 2:10, 11; 1 Sm. 4:8). Hergê Yehowa derbêra Firewin bikuşta, hingê wê eyan nebûya ku ew çiqas qewat e.

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Derketin 8:21) Lê heger tu cimeta min bernedî, awa ezê li ser te, li ser xulamêd te, li ser cimeta te û li ser malêd te peranîya mêş-moza bişînim û malêd misirîya bi peranîya mêş-mozava wê tijî bin, usa jî ser wî erdê ku ew dimînin.

it-1 878

Kermêş

Em nikarin bêjin ku ew xebera Îbranî, kîjan ku hatiye welgerandinê ça kermêş, bi rastî kîjan kêzik dihate hesabê. Xebera “arov” bela çarada tê gotinê. Ev bela ya pêşin bû ji wan bela, yên ku hukum nedibûn ser Îsraêliyên ku erdê Goşenêda dijîtin (Drk. 8:21, 22, 24, 29, 31; Zb. 78:45; 105:31). Xebera “arov” hine welgerandinada usa tê nivîsarê: “kermêş” (JB, NW, Ro), “mêş” (Yg), “kêzik” (AS, KJ, RS), “mixmixk” (AT), û “mêş-moz” (LXX).

Hine cûrên wan kermêşa çermê meriva û heywana qul dikin û xûna wan vedixwin. Ewana him jî bedena meriya û heywanada hêka datînin, bedena wanda dijîn û ziyanê didine wan. Kermêşên wî cûreyî heçî zef ciyên germ dijîn. Çaxê kermêş hatine ser Misirê, wana ziyaneke mezin da Misiriya û heywanên wan. Ewan kermêşa gelekara mirin jî anîn.

(Derketin 8:25-27) Firewin gazî Mûsa û Harûn kir, got: “Herin vî welatîda Xwedêyê xwera qurbanê bidin”. 26 Lê Mûsa gotê: “Ne cayîz e ku em vê yekê bikin, çimkî ew qurbana ku emê Xudan Xwedêyê xwera bidin, ev yek misirîyara heramî ye. Heger em bi wê qurbandayîna ku bona misirîya heram e, rabin li ber çevê wan bidin, gelo ewê me nedine li ber kevira? 27 Emê rîya sê roja herine berîyê û Xudan Xwedê xwera qurbanê bidin, çawa ku ew mera bêje”.

w04 15/3 25 ¶9

Fikirên Sereke ji Kitêba Derketin

8:26, 27: Çima Mûsa got, wekî qurbanên Îsraêliya “bona misirîya heram e”? Gelek heywan bona Misiriya pîroz dihatine hesabê. Ev qurban, Firewinra dida kifşê ferzbûna dewakirina Mûsa, ku Îsraêliya berde. Dêmek Îsraêlî gerekê aza bûna, wekî Yehowara qurban bidana.

Xwendina Kitêba Pîroz

(Derketin 8:1-19) Xudan gote Mûsa: “Here cem Firewin û bêje wî: ‘Xudan aha dibêje: Cimeta min berde ku xulamtîya min bike. 2 Lê heger tu nexwezî berdî, va ye ezê pê beqa temamîya topraxêd te xim. 3 Çemê beqava bikimkime û ewê rabin bikevine mala te, oda teye razanê, nivîna te, malêd xulamêd te, nava cimeta te, tendûrêd te û şkeva teye hevîr. 4 Û beqê rabine li ser te, li ser cimeta te û li ser hemû xulamêd te’”. 5 Hingê Xudan gote Mûsa: “Bêje Harûn: ‘Destê xwe şivdarêva dirêjî li ser çema, cewa û gola ke û li ser welatê Misirê, beqa derxe’”. 6 Û Harûn destê xwe dirêjî li ser avêd Misirê kir. Beq derketin û welatê Misirê nixamtin. 7 Sêrbaza jî bi sêrbazîya xwe usa kirin û li ser welatê Misirê beq derxistin. 8 Firewin gazî Mûsa û Harûn kir û got: “Reca ji Xudan bikin, ku beqa ji min û ji cimeta min dûr xe û ezê cimetê berdim ku Xudanra qurbanê bidin”. 9 Hingê Mûsa gote Firewin: “Tu xwexa minra wede kifş ke, ez kengê bona te, bona xulamêd te û bona cimeta te reca bikim, ku beq ji te û ji malêd te unda bin, tenê ewê çêmda bimînin”. 10 Û ewî got: “Sibê”. Mûsa got: “Bira weke gotina te be! Ku tu bizanibî, yekî mîna Xudan Xwedêyê me tune. 11 Beqê ji te, ji malêd te, ji xulamêd te û ji cimeta te wê dûr kevin, tenê çêmda wê bimînin”. 12 Mûsa û Harûn ji cem Firewin derketin û Mûsa bona wan beqa, kîjan ku Xudan anîbûne ser Firewin gazî Xudan kir. 13 Xudan weke gotina Mûsa kir, û beqêd malada, hewşada û kewşenada hişk bûn. 14 Ew kom-kom top kirin û bîn kete welêt. 15 Lê gava Firewin dîna xwe dayê ku rihetî ketê, dilê xwe kire kevir û gura wan nekir, çawa ku Xudan gotibû. 16 Hingê Xudan gote Mûsa: “Bêje Harûn: ‘Bira şivdara xwe dirêj ke toza erdê xe, ku ew li ser temamîya welatê Misirê bibe kermêş’”. 17 Û usa kirin. Harûn destê xwe şivdara xweva dirêj kir, toza erdê xist û kermêş li ser meriva û heywên rabûn. Li ser temamîya welatê Misirê hemû toza erdê bû kermêş. 18 Sêrbaza jî bi sêrbazîyêd xwe kirin ku kermêşa derxin, lê nikaribûn. Û awa li ser meriva û heywên kermêş bûn. 19 Sêrbaza gote Firewin: “Eva tilîya Xwedê ye”. Lê dilê Firewin bû kevir û gura wan nekir, çawa ku Xudan gotibû.

20-26 TÎRMEHÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 10-11

“Mûsa û Harûn Mêrxasiyê Didine Kifşê”

(Derketin 10:3-6) Mûsa û Harûn çûne cem Firewin û gotine wî: “Xudan Xwedêyê îbranîya aha dibêje: ‘Heta kengê tê nexwazî ber min xwe bişkênî? Cimeta min berde ku xulamtîya min bike. 4 Lê heger tu nexwezî cimeta min berdî, va ye ezê sibê kulîya bişînime li ser topraxa te, 5 ewê rûyê erdê usa bigirin, ku erdê îdî neyê kifşê çi jî pey teyrokêra bona we maye wê bixwin û usa jî hemû darêd erdê weda ye şînbûyî wê bixwin. 6 Ewê malêd te, malê xulamêd te û malêd hemû misirîya tijî bin, wekî ne bavêd te, ne jî bavê bavêd te ji roja rûbarî dinê ketine heta niha tiştê usa nedîtine’”. Û pişta xwe dayê ji cem Firewin derket.

w09 15/7 20 ¶6

Mîna Îsa bi Mêrxasî Mizgîniyê Bela kin

6 Bifikirin derheqa mêrxasiya Mûsa, çaxê ewî tevî Firewin xeber dida. Firewin hesab dikirin ça xudan, dêmek kurê xudanê tevê, navê kîjanî ku Ra bû. Diqewime ewî mîna Firewinên din ev pût diheband, yê ku wî eyan dikir, dêmek xwexa xwe diheband. Giliyê Firewin qanûn bûn; hukumtiya wî sînorkirî nîbû. Firewin yekî sert û xweserîxwe bû. Ewî giliyê tu kesî hilnedida hesab. Bidine ber çevê xwe, wekî Mûsa, şivanê milûk, çend cara dihate ber merivekî usa. Û tu kes hîviya wî nîbû û ne jî wîra şa bû. Gelo Mûsa çi elamî wan dikir? Mûsa derheqa bela elamî wan dikir, yên ku ziyaneke mezin wê bidana Misirê. Lê Mûsa ji Firewin çi dewa dikir? Ewî dewa dikir, wekî Firewin çend mîliyon dîlên xwe berde! Bi rastî jî Mûsara mêrxasî lazim bû! (Jm. 12:3; Îbr. 11:27)

(Derketin 10:24-26) Hingê Firewin gazî Mûsa kir û gotê: “Herin Xudan bihebînin, lê tenê bira pez û dewarêd we bimînin, jin-zarêd we jî bira tev we bên”. 25 Mûsa got: “Gerekê tu qurban û dîyarîyêd tevayîşewatê jî bidî destê me, ku em bidine Xudan Xwedêyê xwe. 26 Emê heywanêd xwe jî tev xwe bibin, qet simek jî gere nemîne, çimkî bona Xudan Xwedêyê xwera xulamtî kirinê, em gerekê ji wan hildin. Heta em neçine wir, em nizanin emê bi çi Xudanra xulamtîyê bikin”.

(Derketin 10:28) Û Firewin gote Mûsa: “Ji cem min here! Haş xwe hebe ku careke din rûyê min rûyê te nekeve, çimkî wê roja ku rûyê min rûyê te keve, tê bimirî”.

(Derketin 11:4-8) Mûsa gote Firewin: “Xudan aha dibêje: ‘Nêzîkîya nîvê şevê ezê nava Misirêra derbaz bim. 5 Welatê Misirêda her nixurîyê bimire, ji nixurîyê Firewinî ku ser text rûniştîye, heta nixurîyê carîya ku ser destêre û usa jî her nixurîyê heywên. 6 Û wê zarînîke kûr bikeve temamîya welatê Misirê, ku tiştê usa ne qewimîye û ne jî wê biqewime. 7 Lê hindava zarêd Îsraêlda, ji meriva girtî heta heywên, sekê jî zimanê xwe nelipitîne. Hingê hûnê bizanibin, ku Xudan li nav Misirê û Îsraêlda firqîyê datîne. 8 Û ev hemû xulamêd te wê berjêr bêne cem min, ber min tabin û bêjin: “Tu û temamîya cimeta ku pey te tê derkeve”. Pey vê yekêra ezê derkevim’”. Û Mûsa gelekî hêrs ji cem Firewin derket.

it-2 436 ¶4

Mûsa

Mêrxasî û Bawerî ber Firewin. Mûsa û Harûn bi saya Yehowa û ruhê wîyî pîroz, karibûn temiya Wî bînin sêrî. Hingê Firewin serwêrê lapî girîng bû. De bidine ber çevê xwe, qesira wî çiqas bedew bû. Firewinê babax ser textê Padşatiyê rûniştiye, û wî hesab dikirin ça xudan. Dor-berê wî şîretkar, nobedar, seresker û xulamên wî sekinîne. Usa jî wêderê hebûn serwêrên rêlîgiyê, koçek û sêrbaz, kîjan ku neyarên Mûsa bûn. Ew hemû meriv paşî Firewin gelek girîng dihatine hesabê. Ev hemû tişt bona vê yekê bû, ku çawa Firewin usa jî xudanên Misirê, hurmet-rûmet bin. Mûsa û Harûn gerekê gelek car bihatana cem Firewin, dilê kîjanî ku her car diha sert dibû û ewî nedixwest Îbraniyên dîl aza ke. Firewin ev dîl hesab dikirin ça hebûka xwe. Çaxê Mûsa û Harûn derheqa bela heyşta elam dikin, berî wan didin, lê paşî bela neha ewana dane tirsandinê, ku hergê dîsa bêne cem Firewin, wê bêne kuştinê (Drk. 10:11, 28).

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Derketin 10:1, 2) Hingê Xudan gote Mûsa: “Here cem Firewin, çimkî min dilê wî û dilê xulamêd wî kire kevir, wekî van nîşanêd xwe nav wanda bikim 2 û wekî tu zarê xwera û zarêd zarê xwera gilî kî, ku min pê kirêd xwe misirî çawa kirin pêkenî û çi nîşan min kirin, ku hûn bizanibin ez Xudan im”.

w95 1/9 11 ¶11

Şedên ku Miqabilî Xudanê Qelp Derketin

11 Heta ku Îsraêlî Misirêda bûn, Yehowa Mûsa şande cem Firewin û gotê: “Here cem Firewin, çimkî min dilê wî û dilê xulamêd wî kire kevir, wekî van nîşanêd xwe nav wanda bikim û wekî tu zarê xwera û zarêd zarê xwera gilî kî, ku min pê kirêd xwe misirî çawa kirin pêkenî û çi nîşan min kirin, ku hûn bizanibin ez Xudan im” (Derketin 10:1, 2). Îsraêliyên guhdar gerekê zarên xwera derheqa keremetên Yehowa gilî kirana. Zarên wan jî gerekê zarên xwera gilî kirana. Usa her nisil derheqa vê yekê pêdihesiya. Vî cûreyî kirên Yehowa nedihatin bîrkirinê. Anegorî vê yekê, îro jî dê-bav cabdar in, wekî derheqa Yehowa zarên xwera gilî kin (Qanûna Ducarî 6:4-7; Metelok 22:6).

(Derketin 11:7) Lê hindava zarêd Îsraêlda, ji meriva girtî heta heywên, sekê jî zimanê xwe nelipitîne. Hingê hûnê bizanibin, ku Xudan li nav Misirê û Îsraêlda firqîyê datîne.

it-1 783 ¶5

Derketina ji Misirê

Yehowa bi keremetî qewata xwe eyan kir, usa ewî navê xwe bilind kir û cimeta Îsraêlê aza kir. Çaxê ewana ji Misirê derketin û ji Bera Sor derbazî aliyê Rohilatê bûn, ewana bêxofiyêda bûn. Hingê Mûsa û hemû mêra destpêkirin kilamê bistirên. Lê Meryema pêxember, def girte destê xwe û hemû kulfet jî def destada bi reqasê li pey wê derketin (Drk. 15:1, 20, 21). Cimeta Îsraêlê bi temamî ji dijminê xwe aza bû. Çaxê ewana ji Misiriê derdiketin, Xwedê wana xwey dikir, wekî tu terewil û meriv nikaribe ziyanê bide wan; heta kûçika jî devê xwe ser wan venekirin (Drk. 11:7). Rast e kitêba Derketinda nayê gotinê, ku tevî ordiya Misirê Firewin jî mir, lê Zebûr 136:15-da zelal tê gotinê, wekî Yehowa “Firewin, ordîya wîva avîte Bera Sor”.

Xwendina Kitêba Pîroz

(Derketin 10:1-15) Hingê Xudan gote Mûsa: “Here cem Firewin, çimkî min dilê wî û dilê xulamêd wî kire kevir, wekî van nîşanêd xwe nav wanda bikim 2 û wekî tu zarê xwera û zarêd zarê xwera gilî kî, ku min pê kirêd xwe misirî çawa kirin pêkenî û çi nîşan min kirin, ku hûn bizanibin ez Xudan im”. 3 Mûsa û Harûn çûne cem Firewin û gotine wî: “Xudan Xwedêyê îbranîya aha dibêje: ‘Heta kengê tê nexwazî ber min xwe bişkênî? Cimeta min berde ku xulamtîya min bike. 4 Lê heger tu nexwezî cimeta min berdî, va ye ezê sibê kulîya bişînime li ser topraxa te, 5 ewê rûyê erdê usa bigirin, ku erdê îdî neyê kifşê çi jî pey teyrokêra bona we maye wê bixwin û usa jî hemû darêd erdê weda ye şînbûyî wê bixwin. 6 Ewê malêd te, malê xulamêd te û malêd hemû misirîya tijî bin, wekî ne bavêd te, ne jî bavê bavêd te ji roja rûbarî dinê ketine heta niha tiştê usa nedîtine’”. Û pişta xwe dayê ji cem Firewin derket. 7 Xulamêd Firewin gotine wî: “Heta kengê evê bibe bela serê me, van mêrêd wan berde bira Xudan Xwedêyê xwera xulamtîyê bikin. Gelo tu hê nabînî ku Misir wêran bû?” 8 Mûsa û Harûn vegerandine cem Firewin û ewî gote wan: “Herin Xudan Xwedêyê xwera xulamtîyê bikin. Lê kî û kê wê herin?” 9 Mûsa gotê: “Emê bi biçûk û mezinêd xweva herin, kur û qîzêd xweva, pez û dewarêd xweva herin, çimkî bona me cejina Xudan e”. 10 Firewin gote wan: “Heger ez destûra we û jin-zarêd we bidim bira Xudan tevî we be. Lê vê yekê bizanibin ku dilê we qelp e. 11 Na, xêr! Hûn mêr tenê herin xulamtîyê Xudanra bikin, ne we ew yek dixwest?” Û berî wan dan ji cem Firewin derxistin. 12 Xudan gote Mûsa: “Destê xwe dirêjî ser welatê Misirê ke, bira kulî rabine li ser welatê Misirê û hemû gîhayê erdê, çi ku pey teyrokêra maye bixwin”. 13 Mûsa şivdara xwe dirêjî ser welatê Misirê kir û Xudan temamîya wê rojê û temamîya wê şevê, bayê rohilatê rakir. Serê sibehê bayê rohilatê kulî anîn. 14 Û kulîya temamîya welatê Misirê girt û li ser temamîya topraxa Misirê bêhesab danîn, usa ku ne berî vê yekê haqas kulî hebûne û ne jî pey vêra. 15 Kulîya temamîya rûyê erdê girt û welat bû terî, hemû şînaya erdê û berêd daraye ku pey teyrokêra mabûn xwarin. Temamîya welatê Misirêda tu tiştê şîn li ser dara û kola ne ma.

27 TÎRMEHÊ-2 TEBAXÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 12

“Cejina Derbazbûnê bona Mesîhiya Gelek Ferz e”

(Derketin 12:5-7) Berxê we bira bêqusûr nêr û yeksalî be, ji pêz yan jî ji bizina hildin. 6 Wî xwey kin heta çardehê vê mehê, paşê temamîya civîna mixulqeta Îsraêl, çaxê ro diçe ava wê serjêke. 7 Bira ji wê xûnê hildin, her du rexderîya û derezûnga derê wê malê xin, kîderê wê wî berxî bixwin.

w07 1/1 20 ¶4

“Tê Tenê Şa bî”

4 Îsa 14 Nîsanê, sala 33 D.M.-da, mir. Îsraêlêda 14 Nîsanê roja şayê bû, çimkî vê rojê wana Cejina Derbazbûnê derbaz dikir. Her sal vê rojê, malbetên Îsraêlî şîv derbaz dikirin, ser kîjanê wana goştê berxê bêqisûr dixwar. Vî cûreyî wana dianî bîra xwe, wekî xûna berx çiqas ferz bû. Gava 14 Nîsanê sala 1513 B.D.M.-da melek hemû nixuriyên Misiriya kuşt, hingê hemû nixuriyên Îsraêlî bi saya xûna berx hatine xilazkirinê (Derketin 12:1-14). Berxa Cejina Derbazbûnê bibû sîmbola Îsa, derheqa kîjanî ku Pawlos got: “Berxê meyî Cejina Derbazbûnê, awa gotî Mesîh bona me hate serjêkirinê” (1 Korintî 5:7). Mîna xûna berxê Cejina Derbazbûnê, xûna Îsaye rêtî jî mecalê dide gelek meriya ku xilaz bin (Yûhenna 3:16, 36).

(Derketin 12:12, 13) Wê şevê ezê nava welatê Misirêra derbaz bim û her nixurîyê welatê Misirê xim, ji mêriv girtî heta heywên. Ezê dîwana hemû xwedêyêd Misirê bikim. Ez Xudan im. 13 Xûnê bona we bibe nîşan li ser malêd kîderê hûn dimînin. Gava ez welatê Misirê xim û wê xûnê bibînim, hingê ezê ser wera derbaz bim û belayê ser weda neyê ku we unda ke.

it-2 583 ¶6

Cejina Derbazbûnê

Hine tişt ku Cejina Derbazbûnêva girêdayî bûn, sîmbola wan pêxembertiya bûn, yên ku ser Îsa hatine sêrî. Mesele, Misirêda çaxê Îsraêliya xûna berx rexderî dixistin, usa wana nixuriyên xwe ji mirinê xilaz dikir. Pawlos got, wekî Mesîhiyên bi ruh kifşkirî, ev heye civîna nixuriya (Îbr. 12:23), û Mesîh bi saya xûna xwe wana aza kir (1 Ts. 1:10; Ef. 1:7). Îzin tune bû, wekî hestûyê berxê Cejina Derbazbûnê, bişkênin. Hatibû pêxembertîkirinê, ku tu hestûyê Îsa wê neyê şkênandinê û ev yek wedê mirina wî hate sêrî (Zb. 34:20; Yn. 19:36). Usa, ew Cejina Derbazbûnê ku Îsraêliya nava qirnada derbaz dikirin, bibû para Qanûnê û sîmbola wan tişta ku gerekê biqewimiyana û Îsa Mesîh eyan bûya ça “Berxê Xwedê” (Îbr. 10:1; Yn. 1:29).

(Derketin 12:24-27) Û vê yekê çawa qanûn, bona xwe û zarêd xwe heta-hetayê xweykin. 25 Gava hûn herine wî welatê ku Xudanê bide we, çawa ku ewî wera soz daye, vê derecê bikin. 26 Lê gava zarêd we ji we bipirsin: ‘Ev çi dereceye ku hûn derbaz dikin?’ 27 hingê bêjin: ‘Eva qurbana Derbazbûna Xudan e ku Misirêda li ser malêd zarêd Îsraêlra derbaz bû, misirîya xist û malêd me xilaz kirin’”. Cimet deverûya çû û heband.

w13 15/12 20 ¶13-14

“Ew Wera Bibe Rojeke Bîranînê”

13 Hemû tiştên ku Cejina Derbazbûnêva girêdayî bûn, ji nisilekî heta nisila din, bav gerekê kurên xwera gilî kirana. Yek ji wan tişta ew bû, wekî qewata Yehowa digihîjê ku xizmetkarên xwe biparêze. Usa zar pêdihesiyan, ku Yehowa Xwedayê rêalî ye, kîjan ku bona cimeta xwe xem dike û hazir e wana xwey ke. Yehowa ev yek hingê îzbat kir, gava nixuriyên Îsraêliya ji mirinê xwey kir, çaxê qira nixuriyên Misiriya anî.

14 Dê-bav ku Mesîhî ne, borcdar nînin her sal zarên xwera mena Cejina Derbazbûnê şirovekin. Lê ewana gerekê zarên xwera şirovekin, wekî Xwedê cimeta xwe diparêze. Xêncî wê yekê zar gerekê texmîn kin baweriya dê-bavên xwe, ku Yehowa heta niha jî cimeta xwe diparêze (Zb. 27:11; Îş. 12:2). Gelo hûn qewatê didine xebatê ku wan tişta ne ku sert, lê bi hewas zarên xwe hîn kin? Bixebitin ku wan hemû tişta usa zarên xwe hîn kin, wekî alî wan bikin ku ruhanîda pêşda herin.

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Derketin 12:12) Wê şevê ezê nava welatê Misirêra derbaz bim û her nixurîyê welatê Misirê xim, ji mêriv girtî heta heywên. Ezê dîwana hemû xwedêyêd Misirê bikim. Ez Xudan im.

it-2 582 ¶2

Cejina Derbazbûnê

Bi saya Dehe Bela, Yehowa dîwana xudanên Misirê kir, îlahî wedê bela deha çaxê nixurî mirin (Drk. 12:12). Pez bona xudanê wanî Ra pîroz dihate hesabê. Lema jî çaxê Îsraêliya xûna berx rexderiyên xwe xistin, ev yek ber çevê Misiriya bêhurmetkirina xudanê wan bû. Ga jî dihate hesabê pîroz, lema jî çaxê gayê nixurî dimirin, ev yek bêhurmetkirina xudanê wanî Osîrîs bû. Lê Firewin dihate hesabê kurê xudan Ra, lema jî çaxê nixuriyê Firewin mir, eşkere hate kifşê wekî xudan Ra û xwexa Firewin jî bêqewat in.

(Derketin 12:14-16) Bira ew wera bibe rojeke bîranînê, wê bona Xudan xwey kin, bira eva cejina nava nisilêd weda bibe erf-edetê heta-hetayê. 15 Heft roja nanê şkeva bixwin. Hema roja pêşinda hevîrtirşk ji mala xwe derxin, çimkî ji roja pêşinda heta roja hefta kê ku tiştêd hevîrtirşkkirî bixwe, wê ji nav Îsraêl bê raqetandinê. 16 Bira roja pêşin wera bibe civîna pîroz û roja hefta jî civîna pîroz. Wan rojada tu şixul neyê kirinê, pêştirî xwarinêd xwe ku her kes xwera dikare hazir ke.

it-1 504 ¶1

Civînên Pîroz

Ev “civînêd pîroz” bi vê yekê cude dibûn, ku wedê wan civîna cimetê gerekê tu şixul nekira. Mesele, Yehowa derheqa roja pêşin û hefta ya Cejina Nanê Şkeva, wedê kîjanî “civînêd pîroz” derbaz dibûn, got: “Wan rojada tu şixul neyê kirinê, pêştirî xwarinêd xwe ku her kes xwera dikare hazir ke” (Drk. 12:15, 16). Xêncî wê yekê wedê “civînêd pîroz”, kahîna qurban Yehowara dianîn (Qn.Kh. 23:37, 38), û evê yekê qanûna derheqa şixulên her rojî nediteriband. Wedê “civînêd pîroz” wedê betalbûnê nîbû, lê ji vê yekê cimetê aliyê ruhanîda kareke mezin distand. Her roja Şemiyê meriv diciviyan, wekî tevayî Xwedê bihebînin û hîn bin. Ser wan civîna Xebera Xwedê dihate xwendinê û şirovekirinê. Wede şûnda ev yek îda kinîştada dikirin (Kr.Şn. 15:21). Dêmek roja Şemiyê û rojên civînên pîroze din, cimetê tu şixul nedikir, lê ev wede bona wê yekê didane xebatê, wekî dua bikin û usa jî derheqa Xwedê û qirarên wî bifikirin (Binihêre CIVÎN).

Xwendina Kitêba Pîroz

(Derketin 12:1-20) Xudan welatê Misirêda tev Mûsa û Harûn xeber da û got: 2 “Eva meha li nava mehada wera bibe ya pêşin, ew li nava mehêd salêda wera bibe ya pêşin. 3 Hemû civîna Îsraêlra xeber din û bêjin: ‘Dehê vê mehê, bira her merivek bona mala xwe berxekî hilde, serê her malê berxek. 4 Lê heger neferê malekê hindik bin, wê nikaribin berxekî bixwin, bira tevî wî cînarê nêzîkî mala xwe bibe yek, wî berxî hilde bavêje ser hesabê nefera, ka her kesê çiqasî bikaribe bixwe. 5 Berxê we bira bêqusûr nêr û yeksalî be, ji pêz yan jî ji bizina hildin. 6 Wî xwey kin heta çardehê vê mehê, paşê temamîya civîna mixulqeta Îsraêl, çaxê ro diçe ava wê serjêke. 7 Bira ji wê xûnê hildin, her du rexderîya û derezûnga derê wê malê xin, kîderê wê wî berxî bixwin. 8 Bira wê şevê goştê wî bixwin, ewî ser êgir bipêjin, pê nanê şkeva û pincara tel bixwin. 9 Ji wî goştî, xav yan avêda kelandî nexwin, lê ser êgir pijandî be, tevî ser pê û dil hinava. 10 Heta serê sibehê ji wî tiştekî nehêlin, lê çi jî bimîne heta sibehê ser êgir bişewitînin. 11 Bi vî awayî wî bixwin, bira piştê we girêdayî bin çarixêd we nigêd weda bin û şiv jî destê weda bin, hûn wî zû bixwin. Ew Derbazbûna Xudan e. 12 Wê şevê ezê nava welatê Misirêra derbaz bim û her nixurîyê welatê Misirê xim, ji mêriv girtî heta heywên. Ezê dîwana hemû xwedêyêd Misirê bikim. Ez Xudan im. 13 Xûnê bona we bibe nîşan li ser malêd kîderê hûn dimînin. Gava ez welatê Misirê xim û wê xûnê bibînim, hingê ezê ser wera derbaz bim û belayê ser weda neyê ku we unda ke. 14 Bira ew wera bibe rojeke bîranînê, wê bona Xudan xwey kin, bira eva cejina nava nisilêd weda bibe erf-edetê heta-hetayê. 15 Heft roja nanê şkeva bixwin. Hema roja pêşinda hevîrtirşk ji mala xwe derxin, çimkî ji roja pêşinda heta roja hefta kê ku tiştêd hevîrtirşkkirî bixwe, wê ji nav Îsraêl bê raqetandinê. 16 Bira roja pêşin wera bibe civîna pîroz û roja hefta jî civîna pîroz. Wan rojada tu şixul neyê kirinê, pêştirî xwarinêd xwe ku her kes xwera dikare hazir ke. 17 Cejina Nanê Şkeva xweyî kin, çimkî hema wê rojêda min refêd we ji welatê Misirê derxistin, usa ku evê rojê li nav nisilêd xweda xweyî kin, çawa erf-edetê heta-hetayê. 18 Ji roja çardehê meha pêşin êvarêda, hûn gerekê nanê şkeva bixwin heta êvara roja bîst yekê wê mehê. 19 Heft roja hevîrtirşk malêd weda tune be, çimkî kî ku tiştêd hevîrtirşkkirî bixwe, wê ji nav civîna Îsraêl bê raqetandinê, heger xerîb be yan binelî be. 20 Tiştekî hevîrtirşkkirî nexwin. Wan hemû cîyada kîderê ku hûn dimînin nanê şkeva bixwin’”.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin