KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwbr20 Tebax rûp. 1-8
  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”
  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2020)
  • Binserî
  • 3-9 TEBAXÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 13-14
  • “Bisekinin Hûnê Bibînin Xilazkirina Xudan”
  • w13 1/2 4
  • Mûsa Mesela Baweriyê ye
  • w18.09 26 ¶13
  • Himzor e, lê bona Her Kesî Başqe Xem Dike
  • w09 15/3 7 ¶2-3
  • Haş ji Xwe Hebe, wekî Yehowa Bîr Nekî
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • it-1 1117
  • Rê
  • it-1 782 ¶2-3
  • Derketina ji Misirê
  • Xwendina Kitêba Pîroz
  • 10-16 TEBAXÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 15-16
  • “Bi Kilama Pesina Bidine Yehowa”
  • w95 15/10 11 ¶11
  • Çima Lazim e, wekî Rojên Îroyîn Xofa Xwedê Dilê Meda Hebe?
  • w95 15/10 11-12 ¶15-16
  • Çima Lazim e, wekî Rojên Îroyîn Xofa Xwedê Dilê Meda Hebe?
  • it-2 454 ¶1
  • Miqam
  • it-2 698
  • Pêxember
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • w11 1/9 14
  • We Zanibû?
  • w06 15/1 31
  • Pirsên Xwendevana
  • Xwendina Kitêba Pîroz
  • 17-23 TEBAXÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 17-18
  • “Merivê Milûk Alî yên Din Dike, ku Ruhanîda Pêşda Herin”
  • w13 1/2 6
  • Mûsa Mesela Hizkirinê ye
  • w03 1/11 6 ¶1
  • Îtbarî Ferz e, seva ku Bextewar Bijîn
  • w02 15/5 25 ¶5
  • Bêqisûrtî Rêberiyê Merivên Rast Dike
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • w16.09 6 ¶14
  • “Bira Destên Te Sist Nebin”
  • it-1 406
  • Qanûn
  • Xwendina Kitêba Pîroz
  • 24-30 TEBAXÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 19-20
  • “Dehe Temî û Tu”
  • w89 15/11 6 ¶1
  • Dehe Temî Çi Têne Hesabê bona Te?
  • w89 15/11 6 ¶2-3
  • Dehe Temî Çi Têne Hesabê bona Te?
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • it-2 687 ¶1-2
  • Kahîn
  • w04 15/3 27 ¶1
  • Fikirên Sereke ji Kitêba Derketin
  • Xwendina Kitêba Pîroz
  • 31 TEBAXÊ-6 ÎLONÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 21-22
  • “Bila Nihêrandina Te ser Jîyînê Mîna ya Yehowa be”
  • it-1 271
  • Lêdan, Lêxistin
  • lvs 95 ¶16
  • Tu Jîyînê Usa Qîmet Dikî Çawa Xwedê Qîmet Dike?
  • w10 15/4 29 ¶4
  • Yehowa Dixwaze, wekî Tu “Sax-Silamet” bî
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • w10 15/1 4 ¶4-5
  • Çima Em Gerekê Xwe Tesmîlî Yehowa kin?
  • it-1 1143
  • Stirû
  • Xwendina Kitêba Pîroz
Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2020)
mwbr20 Tebax rûp. 1-8

Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”

3-9 TEBAXÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 13-14

“Bisekinin Hûnê Bibînin Xilazkirina Xudan”

(Derketin 14:13, 14) Hingê Mûsa gote cimetê: “Netirsin, bisekinin hûnê bibînin xilazkirina Xudan, kîjan ku bona we ewê îro bike! Çimkî wan misirîyêd ku hûn îro dibînin, îdî hûnê tu car nebînin. 14 Xudanê dewsa we şer ke, hûn ker bin”.

w13 1/2 4

Mûsa Mesela Baweriyê ye

Diqewime Mûsa ne jî serva diçû, wekî Xwedê wê Bera Sor bike du para, ku cimeta xwe Îsraêl xilaz ke. Lê dîsa jî Mûsa dudilî nedibû, wekî Xwedê wê tiştekî bike, ku cimeta Xwe xwey ke. Mûsa dixwest, wekî cimet jî wê yekêda dudilî nebe. Kitêba Pîrozda nivîsar e: “Hingê Mûsa gote cimetê: ‘Netirsin, bisekinin hûnê bibînin xilazkirina Xudan, kîjan ku bona we ewê îro bike!’” (Derketin 14:13). Gelo Mûsa karibû baweriya Îsraêliya qewî ke? Belê, karibû. Kitêba Pîrozda derheqa Mûsa û hemû Îsraêliya usa tê gotinê: “Bi baweriyê cimeta Îsraêlê bera Sorra çawa bejêra derbaz bû” (Îbranî 11:29). Baweriya Mûsa ne ku tenê wî xilaz kir, lê usa jî wan meriva, yên ku çev dane baweriya wî û îtbariya xwe Yehowa anîn.

(Derketin 14:21, 22) Mûsa destê xwe dirêjî ser berê kir, Xudan temamîya şevê bi bayê rohilatêyî qayîm ber ajot û ber ziha kir. Av hate qelaştinê 22 û zarêd Îsraêl, li nava berê ser zihayêra çûn, av alîyê wanî çep û rastêva bû dîwar.

w18.09 26 ¶13

Himzor e, lê bona Her Kesî Başqe Xem Dike

13 Bixûne Derketin 14:19-22. Hela xwe daynin dewsa wan Îsraêliya, yên ku ketine telikê, çimkî alîkî ordiya Firewin e, aliyê din jî Bera Sor. Hûn divînin ku Xwedê dikeve nava wî şixulî. Ew usa dike, wekî stûna ewir pişt zoma we disekine. Bona Misiriya ewrayî û şevereş e, lê zoma weda ronayî ye! Paşê hûn divînin ça Mûsa destê xwe dirêjî ser berê dike, û bayê rohilatêyî qayîm berêda rêke fire vedike. Û bi terbetî hûn, neferên we, û heywanên weyî malê, usa jî Îsraêliyên din, ser xaliya binê berêra derbaz dibin. Lê hûn metal dimînin, çimkî divînin wekî ev xalî, ne ku şil û herî ye, yan jî qerimî ye, lê ew ziha û nerm e, û hêsa ye rê herî. Hela hê yên sist jî hêsa û sax-silamet derbazî aliyê din dibin.

(Derketin 14:26-28) Xudan gote Mûsa: “Destê xwe dirêjî ser berê ke, wekî av li ser misirîya, erebêd wan û sîyarîyêd wanda vegere”. 27 Mûsa destê xwe dirêjî ser berê kir, serê sibehê ber vegerîya ser qirara xwe, misirî direvîyan berbi wê û Xudan misirî kewkî berê kirin. 28 Av vegerîya û erebe, sîyarî û temamîya ordîya Firewin nixamt, ewêd ku pey wan ketibûne berê qet yek ji wan nema.

w09 15/3 7 ¶2-3

Haş ji Xwe Hebe, wekî Yehowa Bîr Nekî

Heta ku Misiriya erebên xweye şkestî çêdikirin, Îsraêlî gihîştine devê berêye rohilatê. Mûsa destê xwe dirêjî ser Bera Sor kir. Wî çaxî Yehowa herdu dîwarên avê jorda anî xwarê û rê hate dadanê. Bi mîlyona ton ava berê ser Firewin û ordiya wîda hate xwarê û hemû esker xeniqîn. Qe yek ji dijmina sax nema, û Îsraêlî aza bûn! (Drk. 14:26-28; Zb. 136:13-15)

Çaxê cimetên der-dor derheqa wê yekê pêhesiyan, tirseke mezin kete dilê wan (Drk. 15:14-16). Paşî çil sala, Rexaba ji Erîhayê gote du mêrên Îsraêlî: “Em ji ber we ketin toqînê [tirsê] . . . Ji ber ku, gava hûn ji Misirêva derketin Xudan çawa bera Gewez li ber we ziha kir” (Yêşû 2:9, 10). Hela hê miletên pûtparist jî bîr nekirin, wekî çawa Yehowa cimeta xwe aza kir. Îlahî Îsraêlî gerekê Xwedayê xwe bîr nekirana.

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Derketin 13:17) Gava Firewin cimet berda, Xwedê ew li rîya welatê filistînîyara nebirin, lê belê ew hê nêzîk bû, Xwedê got: “Ku nebe cimet çev şêr keve poşman be, paşda vegere Misirê”.

it-1 1117

Rê

Ji hêna berêda Palêstînayêda şeher û padşatî pê rêyên rêvîtiyê û rêyên arş-vêrşiyê hevva dihatin girêdanê (Jm. 20:17-19; 21:21, 22; 22:5, 21-23; Yêş. 2:22; Hkm. 21:19; 1 Sm. 6:9, 12; 13:17, 18; binihêrin RIYA PADŞÊ). Ça hinek dibêjin, riya sereke ji Misirê diçû şeherên Filistiya, Gaza û Aşkalonê, û berbi Bakur-Rohilatê dizivirî aliyê Megîdo. Ji wêderê diçû Hasorê, kîjan ku ji Bera Celîlê aliyê Bakurê bû, û berdewam dibû diçû şeherê Şamê. Ev rê ku Filistiyaêra derbaz dibû, riya lape kin bû ji Misirê heta Erdê Sozdayî. Lê Yehowa ji hizkirinê cimeta xwe Îsraêl rêke dinra bir, wekî Filistî hicûmî ser wan nekin û ewana netirsin (Drk. 13:17).

(Derketin 14:2) “Bêje zarêd Îsraêl ku vegerine pêşberî Pî-Hahîrotê, li navbera Mîgdolê û berê, pêşberî Bael-Siponê, nêzîkî berê zoma xwe lêxin.

it-1 782 ¶2-3

Derketina ji Misirê

Kîderê bû ev riya ku Bera Sorda hate vekirinê û Îsraêlî têra derbaz bûn?

Lazim e dîna xwe bidinê, ku gava Îsraêlî Êtamêda, dêmek “xilazîya berîyê”, zoma xwe lêxistin, Yehowa Mûsara got, wekî bêje cimetê ku ewana “vegerine pêşberî Pî-Hahîrotê . . . nêzîkî berê zoma xwe lêxin”. Usa Firewin wê dişirmîş bûya, wekî Îsraêlî “xalifîne” (Drk. 13:20; 14:1-3). Ew zandarên ku difikirin, wekî Îsraêlî riya Êl-Xajra derbaz bûne, dibêjin wekî gilî ku ji Îbranî hatiye welgerandinê “paşda vegerin”, ne ku dide kifşê “hinekî ji rê derên” yan jî “herin alîkî din”, lê tê hesabê “vegerin” yan jî “dorzivirandineke mezin bikin”. Ew zandar difikirin, wekî çaxê Îsraêlî gihîştin erdekî, kîjan ku ji pala Kendava Suweyşê aliyê Bakurê bû, ewana paşda vegeriyan û çûn xwe dane aliyê Rohilatêye ji çiyayê Djêbêl-Atakî, kîjan ku ji Kendava Suweyşê li aliyê Roavayê bû. Axiriyê ewana gihîştine cîkî usa, wekî hergê ji aliyê Bakurêva pey wan ketana, cimeta mezin wê nikaribûya tu cîkîra bireviya.

Li gora edetên Cihûyên qirna yekê D.M., hemû tişt hema usa jî qewimî (Binihêre PÎ-HAHÎROT). Rast e, gelek zandar cûrekî mayîn dibêjin, lê ya ferz ev e, wekî şirovekirina derheqa rêwîtiya Îsraêliya, ku jorê hate gotinê, li gora Kitêba Pîroz e (Drk. 14:9-16). Ça tê kifşê, bona Bera Sorra derbaz bûna, Îsraêlî gerekê gelek dûr bûna ji xilaziya Bera Sor aliyê bakurê (ji serê Kendava Suweyşê). Hergê usa nîbûya, ordiya Firewin wê hêsa bikaribûya dora berêra derbazî aliyê din bûya û ber devê berê hicûmî ser Îsraêliya bikira (Drk. 14:22, 23).

Xwendina Kitêba Pîroz

(Derketin 13:1-20) Xudan tev Mûsa xeber da û got: 2 “Nav zarêd Îsraêlda, ji her nixurîyê ku betinê vedike, heger merî be yan heywan, minra nedir ke. Ew para min e”. 3 Mûsa gote cimetê: “Bîr bînin vê rojê, gava ku hûn ji Misirê, wê mala xulamtîyê derketin, çimkî Xudan bi destê xweyî zor hûn ji wir derxistin. Nanê hilatî nexwin. 4 Hûn îro meha Abîbêda derdikevin. 5 Û gava Xudan te bibe welatê kenanîya, hîtîya, emorîya, hîwîya û yebûsîya, çawa ku wî kal-bavêd tera sond xwar ku wî welatî bide te, kîderê şîr û hingiv jê dikişe, vê mehêda evê derecê derbaz kî. 6 Heft roja nanê şkeva bixwî, roja hefta bira cejina Xudan be. 7 Wan heft rojada, gerekê nanê şkeva bê xwarinê, tiştêd hevîrtirşkkirî gerekê cem te tune be, ne jî nava temamîya topraxa teda cem te hevîrtirşk hebe. 8 Wê rojê gerekê zarê xwera gilî kî bêjî: ‘Ev bona wê yekê ye ku çi Xudan minra kir, gava ez ji Misirê derketim’. 9 Bira ev li ser destê te çawa nîşan be û li ser enîya te jî bona bîranînê be, wekî hînkirina Xudan ser zarê te be, çimkî bi destê zor Xudan tu ji Misirê derxistî. 10 Vî erf-edetî sal-sal wededa derbaz kî. 11 Û gava Xudan te bibe welatê kenanîya, çawa te û kal-bavêd tera sond xwarîye ku wî bide te, 12 hingê her nixurîyê ku betinê vedike, bide Xudan. Her nixurîyê nêrîn ji heywanêd te, para Xudan be. 13 Lê ji ber her nixurîyê kerêva berxekî bidî, lê heger berva nedî, stûyê wî bişkênî. Li nav zarêd xweda ji ber her nixurîyê merivayêva bidî. 14 Û gava zara te sibê ji te bipirse û bêje: ‘Ev çi ye?’ jêra bêjî: ‘Xudan bi destê zor em ji Misirê, ji mala xulamtîyê derxistin. 15 Gava Firewin bû kevir û nexwest me berde, Xudan her nixurîyêd welatê Misirêda, ji nixurîyê mêrivda girtî heta nixurîyêd heywên kuştin, bona wê yekê jî ez her nixurîyê nêrînî ku betinê vedike Xudanra qurban dikim û ji ber nixurîyêd zarêd xweva didim’. 16 Bira ev yeka nîşanek be li ser destê te û berenîk be li ber çevê te, çimkî bi destê zor Xudan em ji Misirê derxistin”. 17 Gava Firewin cimet berda, Xwedê ew li rîya welatê filistînîyara nebirin, lê belê ew hê nêzîk bû, Xwedê got: “Ku nebe cimet çev şêr keve poşman be, paşda vegere Misirê”. 18 Lê Xwedê cimet dora berîyêva zivirand û bire alîyê Bera Sor, zarêd Îsraêl sîlihkirî ji welatê Misirê derketin. 19 Mûsa hestûyêd Ûsiv jî tevî xwe hildan, çimkî Ûsiv zarêd Îsraêl dabûne sondê û gotibû: “Ese Xwedê wê ser weda bê, hingê hestûyêd min jî tevî xwe ji vir hevraz bibin”. 20 Ewana ji Sûkotê rêketin Êtamêda, xilazîya berîyê konêd xwe vegirtin.

10-16 TEBAXÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 15-16

“Bi Kilama Pesina Bidine Yehowa”

(Derketin 15:1, 2) Hingê ev stirana Mûsa û zarêd Îsraêl Xudanra stiran û gotin: “Xudanra distirêm, çimkî ew xweyê rûmeta mezin e, hesp û sîyarî avîtine berê. 2 Xudan e qewata min û rûspîtîya min. Ew minra bû xilazbûn. Ew e Xwedêyê min û ezê şikirîyê bidime wî. Ew e Xwedêyê bavê min û ezê wî bilind kim.

w95 15/10 11 ¶11

Çima Lazim e, wekî Rojên Îroyîn Xofa Xwedê Dilê Meda Hebe?

11 Çaxê Yehowa qira ordiya Misiriya anî, navê wî ber çevê xizmetkarên wî bilind bû û temamiya dinyayê derheqa navê wî pêhesiya (Yêşû 2:9, 10; 4:23, 24). Belê, navê wî ji navê hemû xudanên Misiriyaye qelp bilindtir bû, yên ku nikaribûn xizmetkarên xwe xilaz kin. Axiriyê Misirî gelek poşman bûn, ku îtbariya xwe xudanên qelp, merivê gunekar û ordiyên qewî anîn (Zebûr 146:3). Ecêbmayî nîne, wekî Îsraêlî hêlan bûn pê kilamê pesina bidin Xwedayê sax. Vê kilamêda dihate kifşê xofa wan hindava Xwedê, yê ku bi qewata mezin cimeta xwe xilaz kir!

(Derketin 15:11) Kî ye mîna te nav xwedêyada, ya Xudan? Kîjan e mîna te pîrozîyêda xweyîrûmet, xweyîpesin-qudret û keremetkir?

(Derketin 15:18) Xudanê heta-hetayê padşatîyê bike”.

w95 15/10 11-12 ¶15-16

Çima Lazim e, wekî Rojên Îroyîn Xofa Xwedê Dilê Meda Hebe?

15 Hergê wî çaxî em tevî Mûsa bûna, bêşik meyê jî ev kilam bistira: “Kî ye mîna te nav xwedêyada, ya Xudan? Kîjan e mîna te pîrozîyêda xweyîrûmet, xweyîpesin-qudret û keremetkir?” (Derketin 15:11). Nava gelek qirnada hestên wî cûreyî nav xizmetkarên Xwedêda pêşda dihatin. Xilaziya Kitêba Pîrozda Yûhennayê şandî derheqa xizmetkarên amin, yên bi ruh kifşkirî, usa dibêje: “Stirana Mûsayê xulamê Xwedê û stirana Berx distiran”. Kilameke çiqas mexsûs e! “Kirêd te mezin û ecêb in Xudan Xwedêyê Hemû Zorayiyê! Riyêd te rast û ser heqiyê ne, ya Padşayê mileta. Xudan, kî ji te wê netirse û rûmetê nede wî navê te? Çimkî tu tenê yê pîroz î” (Eyantî 15:2-4).

16 Roja îroyîn jî xizmetkarên Xwedê, ku bi saya rastiyê azayî standine, kirên Xwedê û qanûnên wî dişêkirînin. Merivên ji hemû mileta, kîjan ku qanûnên Xwedêyî rast qebûl dikin û li gora vê dijîn, aliyê ruhanîda aza dibin û ji vê diniya heram cude dibin. Her sal bi seda hezara meriv ji vê dinyayê derdikevin û dikevine nava teşkîleta Yehowa, kîderê ku rastî û temizayî heye. Zûtirekê çaxê Xwedê dîwana rêlîgiya qelp û diniya zulm bike, merivên rast wê her-heyî dinya tezeda bijîn.

(Derketin 15:20, 21) Meryema xûşka Harûne pêxember def girte destê xwe, hemû kulfet jî def destada bi reqasê li pey wê derketin. 21 Û Meryemê li wan vedigerand: “Xudanra bistirên, çimkî ew xweyê rûmeta mezin e, hesp û sîyarî avîtine berê”.

it-2 454 ¶1

Miqam

Çaxê Îsraêlêda komêva distiran, ev kom parevedibû. Ev yan dibû du para û pey hevra distiran, yan jî pêşiyê yek ji komê başqe dibû, distira, komê jî peyra kilam berdewam dikir. Diqewime hema derheqa wê yekê Kitêba Pîrozda tê gotinê çaxê dibêje, ku Meryemê kilam “li wan vedigerand” (Drk. 15:21; 1 Sm. 18:6, 7). Ev yek ku ça hine Zebûr hatine nivîsarê, mesele Zebûra 136, îzbat dike wekî wedê berê wî cûreyî distiran. Xêncî wê yekê, hêna Nehemiyada gava du komên mezin ji bo avakirina dîwarên Orşelîmê kilama pesindayînê distiran, diqewime ewana hema wî cûreyî distiran (Nm. 12:31, 38, 40-42; binihêre KILAM).

it-2 698

Pêxember

Kitêba Pîrozda ji kulfeta cara pêşiyê ser Meryemê tê gotinê pêxember. Meryemê ji bîna ber Xwedê kilam distiran. Diqewime Xwedê bi saya wan kilama qirara xwe elamî cimetê dikir (Drk. 15:20, 21). Lema jî Meryemê û Harûn gotine Mûsa: “Dibe Xudan [Yehowa] tenê bi devê Mûsa xeber da? Ne bi devê me jî xeber da?” (Jm. 12:2). Yehowa bi Mîxa pêxember got, wekî çaxê Îsraêlî ji Misirê derdixist, Ewî “Mûsa, Harûn û Mîryam” dabû pêşiya wan (Mx. 6:4). Rast e, Meryemêra qedirekî mezin hatibû dayînê, ku qirara Xwedê derbazî cimetê bike, lê dîsa jî kifşkirina wê usa bilind nîbû, ça ya Mûsa. Çaxê ewê destpêkir xwe bilind hesab ke, Xwedê ew sert ceza kir (Jm. 12:1-15).

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Derketin 16:13) Usa qewimî ku êvarê qarîtk firîn hatin û zome nixamtin, serê sibehê dor-berê zomê qiravîyê danî.

w11 1/9 14

We Zanibû?

Çima diqewime Xwedê qarîtka bijart, wekî beriyêda cimeta Îsraêl têr ke? Paşî derketina Îsraêliya ji Misirê, Xwedê du cara goştê qarîtka têr-tije da wan (Derketin 16:13; Jimar 11:31).

Qarîtk ew hene teyredên biçûk, dirêjaya kîjana weke 18 santîmêtr e û giraniya wan weke 100 gram e. Ew teyrede cîguhastî dibin. Ewana hêlûnên xwe Asiyaya Roavayêda û Ewropayêda datînin, lê zivistanê Afrîkaya Bakurêda û Erebistanêda dimînin. Wedê cîguhastinê ewana bi refên mezin ser Bera Navînva ji aliyê rohilatê û ser Nîvgirava Sînayêva difirin.

Li gora ferhengokekê “The New Westminster Dictionary of the Bible”, qarîtk “zû difirin û usa difirin ku ba pişta wan xe; lê hergê ba usa tê wekî rûyê wan dixe yan jî hergê dirêj difirin û divestin, hingê ewana bi refên mezin dikarin bikevine ser erdê, û ji vestandinê hişê xwe unda kin”. Pêşiya ku bifirin, wanara lazim e rojekê yan du roja hêsa bin, wekî qewata xwe bistînin. Wî çaxî hêsa ye wana bigirin. Destpêka qirna 20, Misirê her sal weke sê mîlyon qarîtk difirote welatên din.

Çaxê qarîtk dora zoma Îsraêliya ketine erdê, her du cara jî bahar bû. Rast e, wî wedeyî qarîtk bi tebiyetî ser nîvgirava Sînayêva difiriyan, lê Yehowa bakî mezin rakir, kîjanî ku ew qarîtk anîn ser zoma Îsraêliya (Jimar 11:31).

(Derketin 16:32-34) Mûsa got: “Ev temîya Xudan e: ‘Ji wî omêrekî dagirin ku nava nisilêd weda bê xweykirinê, wekî ewana wî nanî bibînin kîjan ku min hûn berîyêda dane xwarinê, gava min hûn ji welatê Misirê derxistin’”. 33 Mûsa gote Harûn: “Cêrekî hilde omêre mane tijî ke û dayne li ber Xudan, bona ku nav nisilêd weda bê xweyîkirinê”. 34 Çawa Xudan temî da Mûsa, Harûn usa ew danî li ber Şedetîyê ku bê xweyîkirinê.

w06 15/1 31

Pirsên Xwendevana

Îsraêliya hine wede şûnda paşî derketina ji Misirê, destpêkirin bona xwarinê bikine kute-kut. Lema jî Yehowa mana da wan (Derketin 12:17, 18; 16:1-5). Wî çaxî Mûsa gote Harûn: “Cêrekî hilde omêre mane tijî ke û dayne li ber Xudan, bona ku nav nisilêd weda bê xweyîkirinê”. Paşê jî usa tê gotinê: “Çawa Xudan temî da Mûsa, Harûn usa ew danî li ber Şedetîyê [qutiya bona xweykirina kaxazên ferz] ku bê xweyîkirinê” (Derketin 16:33, 34). Çaxê Harûn mana kire cêr bona xweykirinê, hingê Qutiya Peymanê pê selên peymanê hê tune bûn.

Xwendina Kitêba Pîroz

(Derketin 16:1-18) Temamîya civîna zarêd Îsraêl ji Êlîmê rêketin, hatine berîya Sînê, ku li navbera Êlîmê û Sînayêda ye, panzdehê meha duda bû ku ji welatê Misirê derketibûn. 2 Temamîya civîna zarêd Îsraêl berîyêda, hindava Mûsa û Harûnda bîna xwe teng kirin. 3 Zarêd Îsraêl gotine wan: “Xwezî em bi destê Xudan li welatê Misirêda bimirana, gava em ber sîtilê goşt rûdiniştin û me têr nan dixwar, we em derxistine vê berîyê ku temamîya civînê birçîya bikujin”. 4 Hingê Xudan gote Mûsa: “Va ye ezê wera ji ezmên nan bibarînim, bira cimet her roj derkeve, çiqas lazime têra wê rojê berev ke, wekî wan bicêribînim ka ewê anegorî temîya min bikin yan na. 5 Û roja şeşa çi ku bînin bira hazir kin, ew ser topkirina her rojîra dubare be”. 6 Mûsa û Harûn gotine hemû zarêd Îsraêl: “Vê êvarê hûnê bizanibin ku Xudan hûn ji welatê Misirê derxistine. 7 Serê sibehê hûnê rûmeta Xudan bibînin, çimkî ewî bihîst ew bîntengîya weye hindava Xudanda. Em kî ne ku hûn hindava meda bîntengîyê dikin?” 8 Mûsa got: “Xudanê êvarê bona xwarinê goşt bide we û serê sibehê jî nan bide heta ku hûn têr bixwin, çimkî Xudan bihîst ew bîntengîya we. Em kî ne? Hûn bîna xwe li me teng nakin lê li Xudan”. 9 Mûsa gote Harûn: “Bêje temamîya civîna zarêd Îsraêl: ‘Li ber Xudan bisekinin, çimkî ewî bîntengîya we bihîst’”. 10 Gava Harûn temamîya civîna zarêd Îsraêlra xeber dida, wana dîna xwe da berîyê, va ye rûmeta Xudan li nav ewrda hate xanê. 11 Xudan tev Mûsa xeber da û gotê: 12 “Min bîntengîya zarêd Îsraêl bihîst. Tevî wan xeberde û bêje wan: ‘Berê êvarê hûnê goşt bixwin û serê sibehê jî hûnê bi nan têr bin, hingê hûnê bizanibin ku ez Xudan Xwedêyê we me’”. 13 Usa qewimî ku êvarê qarîtk firîn hatin û zome nixamtin, serê sibehê dor-berê zomê qiravîyê danî. 14 Gava ew qiravîya danî hilat, va ye ser rûyê berîyê tiştekî mîna kapekê hûr, gilover, mîna qişê li ser erdê hebû. 15 Gava zarêd Îsraêl dîtin, gotine hev: “Ev çi ye?” Çimkî nizanibûn ew çi ye. Mûsa gote wan: “Ev ew nan e ku Xudan bona xwarina we da. 16 Temîya Xudan ev e: ‘Bira her kesî we qasî xwarina xwe ji wî berev ke. Serê her neferê omêrekî berev ke, weke hesabê wan nefsa, çiqas ku konê her kesîda hene’”. 17 Zarêd Îsraêl usa jî kirin. Berev kirin hineka gelek, hineka hindik. 18 Û gava çap kirin , kê gelek top kir, zêde nebû û kê hindik top kir, kêm nebû. Her yekî qasî xwarina xwe berev kir.

17-23 TEBAXÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 17-18

“Merivê Milûk Alî yên Din Dike, ku Ruhanîda Pêşda Herin”

(Derketin 18:17, 18) Hingê xezûrê Mûsa gote wî: “Kirina te ne tiştekî qenc e, 18 bi vê yekê hin tê bihelî-bimaşî, hin jî ev cimeta ku tevî teye, çimkî ev şixula bona te gelekî giran e, tu tenê nikarî vê yekê bikî.

w13 1/2 6

Mûsa Mesela Hizkirinê ye

Mûsa cimeta Îsraêl hiz dikir. Îsraêliya fem dikirin, wekî Yehowa ew kifş kiriye, bona rêberiyê wan bike û ewana bona cûre-cûre problêmên xwe hêsa bikaribin alîkariyê ji Mûsa bixwazin. Em dixûnin: “Cimet serê sibehê heta êvarê cem Mûsa sekinî ma” (Derketin 18:13-16). Bidine ber çevê xwe Mûsara çiqas çetin bû bi siheta guh bide problêmên cimetê! Lê Mûsa dil-eşq hazir bû alî cimetê bike, çimkî ewana hiz dikirin.

(Derketin 18:21, 22) Lê tu, ji nava hemû cimetê, merivêd jêhatî, Xwedêxof, merivêd amine ku kara xwe nagerin bibijêre û ji van, serhezara, serseda, serpêncîya û serdeha ser wan kifş ke. 22 Bira her gav evana hakimtîyê li cimetê bikin, her tiştêd çetin tera bêjin, lê yêd sivik, bira xwexa hakimtîyê bikin, bi vî awayî wê ji ser te sivik be û wî barî tevî te hildin.

w03 1/11 6 ¶1

Îtbarî Ferz e, seva ku Bextewar Bijîn

Ewan mêra pêşiya ku cabdariyên mezin bistandana, xeyset-hunurên baş dabûne kifşê. Wana îda îzbat kiribûn, wekî xofa Xwedê dilê wanda heye; wana Efirandar gelek hiz dikir û ditirsiyan dilê wî biêşînin. Gişkara eyan bû, wekî ewan mêra hemû tişt dikirin, seva ku xwe li normên Xwedê bigirin. Ewana mixenetî nefret dikirin û îzbat dikirin, wekî nav-namûs in. Û dihate kifşê, wekî cabdarî wê ser wana xirab hukum neke. Ewana wê wan cabdariya nedine xebatê bona kara xwe yan jî bona kara bira-pismam û hevalên xwe.

(Derketin 18:24, 25) Mûsa gotina xezûrê xwe qebûl kir û ew her tiştê ku wîra got kir. 25 Û Mûsa ji nava temamîya îsraêlîya merivêd jêhatî bijartin û ew ser cimetê serwêr, awa gotî serhezar, sersed, serpêncî û serdehe kifş kirin.

w02 15/5 25 ¶5

Bêqisûrtî Rêberiyê Merivên Rast Dike

Mûsa merivekî şkestî û milûk bû. Çaxê ewî problêmên Îsraêliya safî dikir, ew qudûm ket. Lema jî xezûrê wî Yetro şîreteke baş da wî, wekî hine cabdariyên xwe belayî ser merivên din ke, kîjan ku wê bikaribûna bînin sêrî. Mûsa fem dikir, wekî qewata wî bi sînor e, lema jî bi bîlanî şîret qebûl kir (Derketin 18:17-26; Jimar 12:3). Merivê milûk natirse hukumetiya xwe unda ke, û wîra çetin nîne cabdariya xwe bide wan meriva, yên ku dikarin bînin sêrî (Jimar 11:16, 17, 26-29). Dewsê, ew wê alî merivên din bike, ku ruhanîda pêşda herin (1 Tîmotêyo 4:15). Em jî gerekê usa bikin.

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Derketin 17:11-13) Gava Mûsa destê xwe bilind dikir, îsraêlîya li ser diketin, lê gava destê xwe berdida, amalêkî li ser diketin. 12 Lê gava destêd Mûsa westîyan, hingê kevirek hildan danîne bin wî û ew li ser wî rûnişt. Harûn û Hûr jî yekî alîkîva yê din jî alîyê dinva destêd wî bilind xwey kirin, heta ro çû ava destêd wî qewîn sekinîn. 13 Yêşû Amalêk cimetêva devê şûrra derbaz kir.

w16.09 6 ¶14

“Bira Destên Te Sist Nebin”

14 Wedê şer, Harûn û Hûr bi rastiyê destê Mûsa digirtin. Lê em ça dikarin destên sist qewî kin? Em gerekê dîna xwe bidin ku kê hewcê alîkariyê ye, û çida lazim e alî wan bikin. Mesele, merivên emirda mezin, sihet-qewata kê jî xirab e, yan ewên ku neferên malê miqabilî wan dertên, yên ku tenê ne, yan ewên ku merivê xweyî nêzîk unda kirine. Em usa jî dikarin cahila qewî kin, çimkî ewana vê dinyayêda rastî cêribandina tên. Ev dinya, wana hêlan dike ku ewana tiştên nerast bikin, yan jî pêşdaçûyî bin mesele xwendina bilindda, matêriyalîda, yan profêsiyêda (1 Têsln. 3:1-3; 5:11, 14). Bifikirin ku wedê civatê, xizmetiyê, nanxwarinê, yan çaxê pê têlê xeberdidin, hûn ça dikarin halê xûşk-bira bipirsin û çida dikarin alî wan bikin.

(Derketin 17:14) Hingê Xudan gote Mûsa: “Vê yekê bona bîranînê kitêbêda binivîse û bigihîne guhê Yêşû ku ezê bîranîna Amalêk, bin perê ezmanda lap bidime hildanê”.

it-1 406

Qanûn

Gotinên ji nivîsarên Mûsa îzbat dikin, wekî ew nivîsar ji bîna ber Xwedê ne. Wan nivîsarada gelek qanûn û rêberî bona hebandina rast hene. Mûsa xwexa safî nekiribû, ku bibe rêberê cimeta Îsraêlê; pêşiyê ewî ev kifşkirin înkar kir (Drk. 3:10, 11; 4:10-14). Bi rastî, Xwedê Mûsa kifş kir û hukumetîkî usa da wî, wekî ew keremeta bike. Îlahî sêrbazên Misirê mecbûr bûn, wekî qebûl kin, ku qewata Mûsa ji Xwedê ye (Drk. 4:1-9; 8:16-19). Dêmek Mûsa hizreta wê yekê nîbû, ku bibe gotarvan û nivîskar. Lê ewî guh dida rêberiya Xwedê û ruhê pîroz stand. Evê yekê wî hêlan kir bêje û binivîse wan giliya, kîjan ku wede şûnda bûne para qanûna Kitêba Pîroz (Drk. 17:14).

Xwendina Kitêba Pîroz

(Derketin 17:1-16) Temamîya civîna zarêd Îsraêl, li gora gotina Xudan ji firarîya berîya Sînê çûn li Rifîdîmê konêd xwe vegirtin, li wir bona cimetê ava vexwarinê tune bû. 2 Hingê cimetê qirka Mûsa girt û gotinê: “Avê bide me em vexwin”. Mûsa gote wan: “Hûn çima qirka min digirin? Çima Xudan dicêribînin?” 3 Cimet wêderê tî bû, bîna xwe li Mûsa teng kirin û gotinê: “Çima te em ji Misirê derxistin, wekî me, zarêd me û heywanêd me tîbûna bikujî?” 4 Mûsa gazî Xudan kir û got: “Ez xwe li vê cimetê çawa bikim? Hindik maye ku min bidine li ber kevira!” 5 Hingê Xudan gote Mûsa: “Derbazî pêşîya cimetê be, ji rûspîyêd Îsraêl tevî xwe hilde û wê şivdara xwe, bi kîjanê te çemê Nîlê xist, bigire destê xwe û here. 6 Va ye ezê li wir Horêbêda ser qeyê, li ber te bisekinim û tu qeyê xe, wê ji wê avê derê cimetê vexwe”. Mûsa li ber çevê rûspîyêd Îsraêl usa kir. 7 Û navê wî cîyî danî Massah û Mêrîbah, çimkî zarêd Îsraêl wir ketine dewê, Xudan cêribandin û gotin: “Gelo Xudan nav meda ye yan na?” 8 Amalêkî hatin li nav Rifîdîmê tev Îsraêl şer kirin. 9 Mûsa gote Yêşû: “Mera mêra bibijêre û here tev Amalêk şer ke, sibê ezê li serê gir bisekinim û şivdara Xwedê jî destê minda”. 10 Yêşû usa kir çawa ku Mûsa got, tevî Amalêk şer kir. Mûsa, Harûn û Hûr rabûne serê gir. 11 Gava Mûsa destê xwe bilind dikir, îsraêlîya li ser diketin, lê gava destê xwe berdida, amalêkî li ser diketin. 12 Lê gava destêd Mûsa westîyan, hingê kevirek hildan danîne bin wî û ew li ser wî rûnişt. Harûn û Hûr jî yekî alîkîva yê din jî alîyê dinva destêd wî bilind xwey kirin, heta ro çû ava destêd wî qewîn sekinîn. 13 Yêşû Amalêk cimetêva devê şûrra derbaz kir. 14 Hingê Xudan gote Mûsa: “Vê yekê bona bîranînê kitêbêda binivîse û bigihîne guhê Yêşû ku ezê bîranîna Amalêk, bin perê ezmanda lap bidime hildanê”. 15 Mûsa gorîgehek çêkir û navê wê danî: Xudan ala mine. 16 Û got: “Li ser textê Xudan dest bilind bû! Xudanê tev Amalêk qurne-qurne şer ke”.

24-30 TEBAXÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 19-20

“Dehe Temî û Tu”

(Derketin 20:3-7) Pêştirî min xwedêyêd teye mayîn tune bin. 4 Tu pûtî mîna dilqê tiştekîda xwera çênekî, ne jor li ezmên, ne jêr li ser erdê, ne jî nava avêd bin erdêda. 5 Ber tu pûtî ta nebî û xulamtîya wan nekî, çimkî ez Xudan Xwedêyê te Xwedêkî kumreş im, ku bona neheqîyêd bava tînime serê zara, heta nisilê sisîya û çara ku dijenine min, 6 lê ewêd ku min hiz dikin û temîyêd min xwey dikin, ezê heta hezar nisilî hindava wanda huba xweye amin bidime kifşê. 7 Navê Xudan Xwedêyê xwe badîhewa nedî ser zarê xwe, çimkî Xudan wê yê ku navê wî badîhewa dide ser zarê xwe, bê ceza nahêle.

w89 15/11 6 ¶1

Dehe Temî Çi Têne Hesabê bona Te?

Çar temiyên pêşin dîna me didin ser cabdariyên me hindava Yehowa. Temiya pêşin: Xwedê aminiyê dewa dike (Metta 4:10). Temiya duda: Xizmetkarên wî gerekê pûta nehebînin (1 Yûhenna 5:21). Temiya sisiya: Em gerekê timê bi qedir navê Xwedê bidine xebatê (Yûhenna 17:26; Romayî 10:13). Temiya çara: Jîyîna meda şixulên ruhanî gerekê ciyê pêşin bigirin. Ev yek mecalê dide me, wekî em hêsa bin, dêmek “roja şemiyê” xweyî kin û xweda bawer nîbin (Îbranî 4:9, 10).

(Derketin 20:8-11) Roja şemîyê bîne bîra xwe, wekî wê pîroz xwey kî. 9 Şeş roja bixebite û hemû şixulêd xwe bike, 10 lê roja hefta, şemîya rihetîya bona Xudan Xwedêyê te ye, tu şixulî nekî, ne tu, ne kurê te, ne qîza te, ne xulamê te, ne carîya te, ne heywanê te, ne jî xerîbê nava teda. 11 Çimkî Xudan şeş rojada erd û ezman, ber û hemûyêd nav wanda çêkirin û roja hefta rihet bû, lema Xudan dua roja şemîyê kir û ew pîroz kir.

(Derketin 20:12-17) Qedirê dê û bavê xwe bigirî, wekî emirê te li ser erdê ku Xudan Xwedêyê teyê bide te dirêj be. 13 Nekujî. 14 Zinîyê nekî. 15 Nedizî. 16 Miqabilî tu kesî şedetîya derew nedî. 17 Dilhavijîya mala tu kesî nekî. Ne dilhavijîya kulfeta tu kesî, ne xulamê wî, ne carîya wî, ne gayê wî, ne kera wî, usa jî tu tiştê tu kesî”.

w89 15/11 6 ¶2-3

Dehe Temî Çi Têne Hesabê bona Te?

Temiya Pênca: Rojên meda jî bona yektiya malbetê guhdariya zara hindava dê-bava gelek ferz e û keremên Yehowa tîne. Û bi rastî jî ev “temiya pêşin tevî sozdayînê” hêviya çiqas baş dide! Ev dibêje wekî wê ne tenê “çerxa te rast be”, lê usa jî wê “ser erdê emirê te dirêj be” (Efesî 6:1-3). Niha wan “rojêd axiriyêda zemanêd” xirabda, guhdarîbûna cahila mecalê dide wan, wekî heta-hetayê bijîn (2 Tîmotêyo 3:1; Yûhenna 11:26).

Hizkirin wê nehêle, ku em xirabiyê merivara bikin. Mesele ev wê me xwey ke ji mêrkujiyê (Temiya Şeşa), bênamûsiyê (Temiya Hefta), diziyê (Temiya Heyşta), û ji boxdanbêjiyê (Temiya Neha) (1 Yûhenna 3:10-12; Îbranî 13:4; Efesî 4:28; Metta 5:37; Metelok 6:16-19). Lê em çi dikarin bêjin derheqa nêt-fikirên xwe? Temiya Deha, kîjan ku timayê qedexe dike, dewakirinên Yehowa tîne bîra me, wekî nêt-fikirên me ber çevê Xwedê timê rast bin (Metelok 21:2).

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Derketin 19:5, 6) Û niha heger hûn rast gura min bikin û peymana min xweyî kin, hingê hûnê ji nav hemû miletada bibine milkê min, çimkî temamîya dinê ya min e. 6 Hûnê jî minra bibine padşatîya kahîna û miletekî buhurtî’. Ev in ew gotin ku tu gerekê zarêd Îsraêlra bêjî”.

it-2 687 ¶1-2

Kahîn

Kahîntiya Mesîhîtî. Yehowa soz da, wekî cimeta Îsraêl wê bibe “padşatîya kahîna û miletekî buhurtî”, hergê peymana wî xweyî ke (Drk. 19:6). Xêncî wê yekê, kahîntiya Harûn wê berdewam bûya, heta ku kahîntiya diha mezin eyan bûya. Kahîntiya Harûn siya vê kahîntiya mezin bû (Îbr. 8:4, 5). Ev yek wê qewatêda bûya, heta Qanûna peymanê bihata hildanê û peymana teze bihata girêdanê (Îbr. 7:11-14; 8:6, 7, 13). Pêşiyê tenê mecala Îsraêliya hebû bibine kahîn û Padşatiya Xwedêye sozdayîda xizmet kin. Lê paşê ev mecal merivên cûre-cûre miletara hate dayînê (Kr.Şn. 10:34, 35; 15:14; Rm. 10:21).

Ji Cihûya tenê hineka Îsa qebûl kirin. Lema jî hejmara wan nedigihîşt haqasî, çiqas ku lazim bû, wekî ji wana cimeta pîroz û padşatiya rêalî ji kahîna saz bûya (Rm. 11:7, 20). Bi qirna pêşda Yehowa derheqa Îsraêla neamin bi Hoseya pêxember usa pêxembertî kir: “Ezê jî te red bikim, bona ku tu ji minra êdî kahîntiyê neke. Û ji ber ku te zagona Xwedayê xwe ji bîr kiriye: Ezê jî zarokên te ji bîr bikim!” (Hos. 4:6). Îsa jî gote serwêrên Cihûya: “Padşatiya Xwedê wê ji we bê standinê û miletekî usara bê dayînê, wekî bona wî ber bîne” (Met. 21:43). Lê çaxê Îsa Mesîh li ser erdê bû, ew xwexa jî bin vê Qanûnêda bû û kahîntiya Harûn qebûl dikir. Lema jî çaxê ewî yên kotî qenc kir, temî da wan, ku herin cem kahîn û hediyê bidin (Met. 8:4; Marq. 1:44; Lûqa 17:14).

(Derketin 20:4, 5) Tu pûtî mîna dilqê tiştekîda xwera çênekî, ne jor li ezmên, ne jêr li ser erdê, ne jî nava avêd bin erdêda. 5 Ber tu pûtî ta nebî û xulamtîya wan nekî, çimkî ez Xudan Xwedêyê te Xwedêkî kumreş im, ku bona neheqîyêd bava tînime serê zara, heta nisilê sisîya û çara ku dijenine min,

w04 15/3 27 ¶1

Fikirên Sereke ji Kitêba Derketin

20:5: Çi tê hesabê, wekî Yehowa “bona neheqîyêd bava” zara ceza dike? Her merivek, çaxê mezin dibe, ser hîmê fikir û kirên xwe tê dîwankirinê. Lê çaxê cimeta Îsraêl xwe li pûtparistiyê digirt, ev yek xirab hukum dibû ser nisilên wan, û hela hê ser Îsraêliyên amin jî. Gava Îsraêliya xwe li hebandina qelp digirtin, merivên aminra jî çetin bû nekevin ber bayê wan.

Xwendina Kitêba Pîroz

(Derketin 19:1-19) Meha sisîyada zarêd Îsraêl pey derketina Misirêra, hema wê rojê gihîştine berîya Sînayê. 2 Ji Rifîdîmê rêketin çûne berîya Sînayê û berîyêda konêd xwe vegirtin. Îsraêl li wê derê ber çîyê konêd xwe vegirtin. 3 Mûsa hilkişîya cem Xwedê û Xudan ji çîyê gazî wî kir û gotê: “Aha bêje mala Aqûb û zarêd Îsraêlva bide eyankirinê: 4 ‘We dît min çi anî serê misirîya û hûn çawa hildan li ser perêd teyrê sîmir anîne cem xwe. 5 Û niha heger hûn rast gura min bikin û peymana min xweyî kin, hingê hûnê ji nav hemû miletada bibine milkê min, çimkî temamîya dinê ya min e. 6 Hûnê jî minra bibine padşatîya kahîna û miletekî buhurtî’. Ev in ew gotin ku tu gerekê zarêd Îsraêlra bêjî”. 7 Mûsa hat gazî rûsipîyêd cimetê kir û hemû xeberêd ku Xudan temî dabû wî ber wan danî. 8 Û temamîya cimetê hevra cab da û got: “Hemû gotinêd Xudan emê bikin!” Û Mûsa gotina cimetê gîhande Xudan. 9 Xudan gote Mûsa: “Va ye ezê nav ewrekî sixda bême cem te, wekî cimet bibihê ezê çawa tevî te xeber dim û her gav te bawer bike”. Mûsa gotina cimetê gîhande Xudan 10 û Xudan gote Mûsa: “Here cem cimetê û wan îro û sibê paqij ke, bira kincêd xwe bişon. 11 Bona roja sisîya hazir bin, çimkî roja sisîya li ber çevê temamîya cimetê, Xudanê peyayî ser çîyayê Sînayê be. 12 Her alîyava, bona cimetê sînor kifş ke û bêje: ‘Miqatî xwe bin, ku ranebine çîyê yan jî pêşê kevin. Her kesê ku nêzîkî çîyê be, gerekê bimire. 13 Bira dest wî nekeve, lê wî bidine ber kevira yan jî pê tîrê lêxin, heger heywan be yan merî be gerekê sax nemîne’, çaxê dengê borîya ji stirûyê berên dirêj bê lêdanê, hingê ew dikarin hilkişine çîyê”. 14 Mûsa ji serê çîyê peyayî cem cimetê bû, cimet paqij kir û wana kincêd xwe şûştin. 15 Ewî gote cimetê: “Bona roja sisîya hazir bin, nêzîkî kulfeta nebin”. 16 Roja sisîya, gava sibeh zelal dibû, bû qirçîn û birûskê birq vedida, ewrekî six li ser çîyê bû û dengê borîya ji stirû gelekî qayîm hat, risasê li temamîya cimeta zomê girt. 17 Mûsa cimet ji zomê derxiste li ber Xwedê û ew binatara çîyê sekinîn. 18 Temamîya çîyayê Sînayê dû dikir, çimkî Xudan agirda peyayî ser wî bû, dûyê wî mîna dûyê firnê hildikişîya û temamîya çîyê qayîm dihejîya. 19 Dengê borîya stirû çiqas diçû qayîm dibû, Mûsa xeber da û Xwedê bi deng caba wî da.

31 TEBAXÊ-6 ÎLONÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 21-22

“Bila Nihêrandina Te ser Jîyînê Mîna ya Yehowa be”

(Derketin 21:20) Heger yek bi şivdarê xulam yan carîya xwe xe û ew bin destê wîda bimire, ese gerekê bê cezakirinê.

it-1 271

Lêdan, Lêxistin

Îzina Îbraniya hebû, wekî xulam yan cariya xwe bona neguhdarîkirinê bide ber şiva. Lê hergê ji bo vê yekê xulam bimira, axayê wî dihate cezakirinê. Xêncî wê yekê, hergê paşî lêdanê xulam dîsa rojekê yan du roja sax bima, ev nîşana vê yekê bû, wekî axayê wî nedixwest wî bikuşta. Bi rastî, îzina axê hebû xulamê xwe ceza ke, çimkî xulam hebûka wî bû. Bi tebyetî nabe, ku meriv bixwaze ziyanê bide hebûka xweye qîmet. Xêncî wê yekê, hergê xulam rojek şûnda dimir, tu kesî nikaribû sed selefî îzbat kira, wekî ew ji bo lêdanê mir yan ji bo menîke din. Lema jî hergê xulam dîsa rojekê yan du roja sax dima, axayê wî nedihate cezakirinê (Drk. 21:20, 21).

(Derketin 21:22, 23) Gava meriv hevra şer kin û derb jina duhalî keve, zara wê wede zûtir bibe û zirareke mayîn tunebe, hingê bira mêrê wê çiqas ku ji wan bixwaze, bi qirara hakimtîyê bê dayînê. 23 Lê heger zirarek bibe, hingê gerekê emir ji ber emirva be,

lvs 95 ¶16

Tu Jîyînê Usa Qîmet Dikî Çawa Xwedê Qîmet Dike?

16 Emirê her merivekî qîmet e ber çevê Yehowa. Hela hê emirê zara ku hê nehatiye bûyînê jî, qîmet e ber çevê wî. Qanûna Mûsada dihate gotinê, hergê kesek bê hemdê xwe ziyanê bide kulfeteke hemle, û ew kulfet bimire yan jî zar ber here, ew kes ber çevê Yehowa tê hesabê mêrkuj. Ew tê hesabê, hergê ewî kesî nexwestiye jî, lê usa qewimî ku yek mir, ew kes gerekê emir ji ber emirva bida. (Bixûne Derketin 21:22, 23.) Ber çevê Xwedê zara zikê dêda jî merivê sax e. Ji bo wê derecê, tu ça difikirî, Xwedê ça dinihêre ser zarberkirinê? Ça tu dişirmîş dibî, Xwedê çi texmîn dike, gava divîne ku her sal bi mîlîona zar têne berkirinê?

(Derketin 21:28, 29) Heger gayê merivekî mêrekî yan jinekê xe û ew bimire, gerekê ese wî gayî bidine ber kevira û goştê wî neyê xwarinê, lê xweyê wî gayî bêceza be. 29 Lê heger bona lêxistina wî gayî zûva xweyê wîra hatîye gotinê û xweyê wî xem ne kirîye, hingê ew ga mêr yan jinekê xe bikuje, bira wî gayî bidine ber kevira û xweyê wî jî bê kuştinê.

w10 15/4 29 ¶4

Yehowa Dixwaze, wekî Tu “Sax-Silamet” bî

Li gora Qanûnê hergê heywan ziyan bida kesekî, hingê xweyê vê heywanê gerekê bihata cezakirinê. Mesele, hergê ga kesek bikuşta, xweyê wî gerekê ev ga bikuşta, wekî ewî ziyan neda kesekî din jî. Îzin tune bû goştê wî gayî bixwin yan jî bifiroşin, lema jî xweyê vê heywanê zirareke mezin distand. Lê hergê ga kesek bikuşta û paşî wê yekê xweyê wî miqatî wî nebûya, û ewî dîsa kesek bikuşta, wî çaxî him ga him xweyê wî gerekê bihatana kuştinê. Evê qanûnê dianî bîra hemûya, wekî çiqas ferz e miqatî heywanên xwe bin (Drk. 21:28, 29).

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Derketin 21:5, 6) Lê heger xulam aşkere bêje: ‘Ez axayê xwe, jin û zarêd xwe hiz dikim, naxwazim derême azayê’ 6 hingê axayê wî, bira wî bibe cem hakima û wî nêzîkî dêrî, yan rexderî ke, axayê wî bi dirêşê guhê wî qul ke û heta ew xweş be bira xulamê wî be.

w10 15/1 4 ¶4-5

Çima Em Gerekê Xwe Tesmîlî Yehowa kin?

4 Tesmîlbûyîna Mesîhîtî gaveke ferz e. Ew tê hesabê ne ku tenê hine borcdarî hildin ser xwe, lê hê zêde. Tesmîlbûyîn çi karê mera tîne? Werên bi meselê şêwir kin, wekî borcdariya me hindava hevala çi karê tîne. Seva ku kesekîra hevaltiyê bikin, em gerekê hazir bin hine cabdarî hildin ser xwe, dêmek tu xwe borcdar texmîn dikî, wekî bona hevalê xwe xem bikî. Hevaltiya Dawid û Yonatan, derheqa kîjana ku Kitêba Pîrozda nivîsar e, meseleke lape baş e. Ewana hela hê peymana hevaltiyê jî tevî hev girêdan. (Bixûne 1 Samûyêl 17:57; 18:1, 3.) Rast e, hevaltiya usa qewî tek-teka heye, lê meriv dikarin hevaltiya xwe bişidînin, hergê hindava hevda xwe borcdar texmîn dikin (Metlk. 17:17; 18:24).

5 Qanûnêda ku Xwedê dabû Îsraêliya, derheqa derecên mayîn dihate gotinê, kîjanîda borcdarî kar dianî. Hergê xulam nedxwest ji axayê xweyî qenc aza bûya, lê dixwest mala wîda bima û bihata xweykirinê, ewî dikaribû tevî wî peyman girêda, kîjan ku nedihate teribandinê. Qanûnêda usa dihate gotinê: “Heger xulam aşkere bêje: ‘Ez axayê xwe, jin û zarêd xwe hiz dikim, naxwazim derême azayê’ hingê axayê wî, bira wî bibe cem hakima û wî nêzîkî dêrî, yan rexderî ke, axayê wî bi dirêşê guhê wî qul ke û heta ew xweş be bira xulamê wî be” (Drk. 21:5, 6).

(Derketin 21:14) Lê heger yek bi hemdê xwe ji mixenetîyê yekî xe bikuje, ewî heta ji gorîgeha min hildî, ku bê kuştinê.

it-1 1143

Stirû

Giliyê ji Derketin 21:14 diqewime dihate hesabê, wekî seva kuştina bi hemdê xwe hela hê kahîn jî gerekê bihata dîwankirinê. Û hergê mêrkuj xwe li stirûyê gorîgehê jî bigirta, yeke ew wê ji dîwanê xilaz nebûya. (Beramber ke tevî 1 Pd. 2:28-34.)

Xwendina Kitêba Pîroz

(Derketin 21:1-21) Ev in ew qanûnêd ku tu gerekê dayînî li ber zarêd Îsraêl: 2 Gava tu xulamekî îbranî bikirî, bira ew şeş sala tera xulamtîyê bike, lê sala hefta bira bê heq derê azayê. 3 Heger ew tenê hatibe, bira ew tenê jî derê, lê heger ew zewicîbe, bira jin jî pêra derê. 4 Heger axayê wî ew zewicandibe û jinê kur û qîz wîra anîbin, hingê bira jin û zar axêra bimînin û ew tenê derê. 5 Lê heger xulam aşkere bêje: ‘Ez axayê xwe, jin û zarêd xwe hiz dikim, naxwazim derême azayê’ 6 hingê axayê wî, bira wî bibe cem hakima û wî nêzîkî dêrî, yan rexderî ke, axayê wî bi dirêşê guhê wî qul ke û heta ew xweş be bira xulamê wî be. 7 Gava yek qîza xwe çawa carî bifiroşe, gerekê ew usa derneyê çawa xulam dertê. 8 Heger ew axayê xwe xweş neyê ku wê xwera bixwaze, bira îzinê bide pismamê wêyî nêzîk ku wê bikirin, lê îzina wî tune ku wê bifiroşe malbeteke din, çimkî ewî ew xapandîye. 9 Heger wê kurê xwera bixwaze, gerekê ew weke dereca qîza xwe bona wê bike. 10 Heger axayê wê hêwîkê bîne ser wê, gerekê xwarina wê, kinca wê û tev razana wê ser nebire. 11 Heger ew van her sê tişta bona wê neyne sêrî, hingê ewa bira bê heq, bê kirîn here. 12 Yê ku mêriv bikuje, ew ese gerekê bê kuştinê. 13 Lê heger ewî bi hemdê xwe nekir, lê Xwedê ew da destê wî, ezê bona te cîkî kifş kim ku ew bireve wir. 14 Lê heger yek bi hemdê xwe ji mixenetîyê yekî xe bikuje, ewî heta ji gorîgeha min hildî, ku bê kuştinê. 15 Yê ku dê û bavê xwe xe, ese gerekê bê kuştinê. 16 Yê ku merîya bidize, heger ew firotî be yan cem wî be, ese gerekê bê kuştinê. 17 Yê ku dê û bavê xwe bêhurmet ke, ese gerekê bê kuştinê. 18 Gava meriv hevra şer kin û yek bi kevir yan kulmê yekî xe û ew nemire, lê ew bikeve cî-nivînê, 19 paşê heger rabe bi dar bigere, yê lêxistî bêceza be, tenê gerekê wê zirara bêxebatîya wî bikişîne û wî bide qenckirinê. 20 Heger yek bi şivdarê xulam yan carîya xwe xe û ew bin destê wîda bimire, ese gerekê bê cezakirinê. 21 Lê heger ew rojekê yan duda bijî, hingê bira wî ceza nekin, çimkî ew heqê wî ye.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin