KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwbr21 Çile rûp. 1-9
  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2021)

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2021)
  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2021)
  • Binserî
  • 4-10 ÇILEYÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA KAHÎNTIYÊ 18-19
  • “Temizaya Nav-Namûsiyê Xwey kin”
  • w19.06 28 ¶1
  • Çawa ji Telika Şeytan Xwe Xwey kin
  • w17.02 20 ¶13
  • Yehowa Rêberiyê Cimeta Xwe Dike
  • w14 1/7 7 ¶2
  • Xwedê wê Çi Bîne Serê Merivên Zulm
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • w06 15/6 22 ¶11
  • “Hînkirina Te Çiqasî Ez Hiz Dikim!”
  • 11-17 ÇILEYÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA KAHÎNTIYÊ 20-21
  • “Yehowa Cimeta Xwe Başqe Dike”
  • w04 15/10 11 ¶12
  • Hêviya Te Heye Cinetêda Bijîyî?
  • it-1 1199
  • Milk
  • it-1 317 ¶2
  • Teyrede
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • it-1 563
  • Xwebirîndarkirin
  • 18-24 ÇILEYÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA KAHÎNTIYÊ 22-23
  • “Cejinên Hersalî Çi Me Hîn Dikin?”
  • it-1 826-827
  • Cejina Nanê Şkeva
  • it-2 598 ¶2
  • Roja Pênciye Hesabê
  • w14 15/5 29 ¶11
  • Hûn Tevî Teşkîleta Yehowa Dimeşin?
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • w19.02 3 ¶3
  • Bêqisûrtiya Xwe Xwey kin!
  • 25-31 ÇILEYÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA KAHÎNTIYÊ 24-25
  • “Sala Yûbîlê û Azaya Axiriyê”
  • it-1 871
  • Azayî
  • it-1 1200 ¶2
  • Milk
  • it-2 122-123
  • Yûbîl
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • w09 1/9 22 ¶4
  • Hergê Kesekî Hûn Dane Xeydandinê
  • 1-7 SIBATÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA KAHÎNTIYÊ 26-27
  • “Çawa ji Yehowa Bêne Keremkirinê”
  • w08 15/4 4 ¶8
  • Pey “Tiştê Pûç” Nekeve
  • it-1 223 ¶3
  • Xwedêxofî
  • w91 1/3 17 ¶10
  • Bira “Edilayiya Xwedê” Dilê Te Xwey ke
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • it-2 617
  • Nexweşiyên Hal
  • 8-14 SIBATÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | JIMAR 1-2
  • “Yehowa Cimeta Xwe Organîze Dike”
  • w94 1/12 9 ¶4
  • Hebandina Yehowa Emirê Meda Ciyê Hêja Digire
  • it-1 397 ¶4
  • Zom
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • it-2 764
  • Navnivîsar
  • 15-21 SIBATÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | JIMAR 3-4
  • “Xizmeta Lêwiya”
  • it-2 683 ¶3
  • Kahîn
  • it-2 241
  • Lêwî
  • it-2 241
  • Lêwî
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • w06 1/8 23 ¶13
  • Bîlan û Xwedêxof be!
  • 22-28 SIBATÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | JIMAR 5-6
  • “Hûn Ça Dikarin Çev Bidine Nezîra?”
  • it-2 477
  • Nezîr
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • w05 15/1 30 ¶2
  • Pirsên Xwendevana
Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2021)
mwbr21 Çile rûp. 1-9

Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”

4-10 ÇILEYÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA KAHÎNTIYÊ 18-19

“Temizaya Nav-Namûsiyê Xwey kin”

w19.06 28 ¶1

Çawa ji Telika Şeytan Xwe Xwey kin

Çaxê Yehowa derheqa kirên heram, yên miletên xerîb Îsraêliyara got, paşê zêde kir: “Mîna wan kirêd welatê Kenanê, kîjanî ku ezê we bibimê, nekin . . . Erd herimî, ezê bela wî bînime serê wî”. Bona Xwedêyê pîroz, cûrê jîyîna Kenaniya usa xirab bû, wekî erdê wan ber çevê wî heram û qirêj bû (Qan. Kah. 18:3, 25).

w17.02 20 ¶13

Yehowa Rêberiyê Cimeta Xwe Dike

13 Serwêrên pûtparist pê hiş-aqilê xwe rêberî dikirin. Besa xeberê, merivên bin serwêrên Kenanî tiştên ecêb dikirin, mesele zinêkarî dikirin, mêr tevî mêr radiza, xwe heywanara diherimandin, zar qurban dianîn, û pûtparistî dikirin (Qan. Kah. 18:6, 21-25). Serwêrên Babîlonê û Misirê edetên temizayê usa xwey nedikirin, çawa ku Xwedê temî da Îsraêliya (Jimar 19:13). Lê cimeta Xwedê didît wekî serwêrên wan ça aliyê ruhanîda, namûsiyêda û fîzîkîda temizayê xwey dikin. Eyan e ku Yehowa rêberî wan dikir.

w14 1/7 7 ¶2

Xwedê wê Çi Bîne Serê Merivên Zulm

Gelo wê çi bê serê wan meriya, kîjan ku naxwazin riya xirab derên? Werên em ser vî sozê ji Kitêba Pîroz bifikirin: “Rastê bijîn li ser erdê û kamilê li ser wê bimînin, nepakê ji ser rûyê erdê unda bin herin û koka bêamina wê bê hatinê” (Metelok 2:21, 22). Hukumkirina merivên zulm wê îda tune be. Gava ser erdê edilayî be, merivên ku gura Xwedê dikin, wê hêdî-hêdî ji gunekariyê aza bin (Romayî 6:17, 18; 8:21).

Xizna Kitêba Pîroz

w06 15/6 22 ¶11

“Hînkirina Te Çiqasî Ez Hiz Dikim!”

11 Were em dîna xwe bidinê ku çawa ji Qanûna Mûsa tê kifşê, ku Xwedê bona halxweşiya cimeta xwe xem dikir. Yehowa temî dabû, wekî çaxê Îsraêlî zeviyê top kin, gerekê hinekî bona yên destteng bihêlin ku pey wanra xwera top kin. Xweyê erd gerekê devê zeviyê heta xilaziyê nedirûta, rezên tiriya û baxên zeytûnê bi temamî top nekirana. Gava Îsraêliya zeviyê xwe didirûtin û hergê gurzek li erdê bîr bikirana, îzina wan tune bû paşda vegerin û hildin. Bi wê temiyê dihate kifşê xemkirin hindava xerîba, sêwiya û jinebiya. Rast e çetin bû ku zeviyêda bermaya top kin, lê dîsa jî bi saya wê yekê wana pars nedikir (Qanûna Kahîntiyê 19:9, 10; Qanûna Ducarî 24:19-22; Zebûr 37:25).

(Qanûna Kahîntiyê 19:9, 10) Gava hûn zevîya xwe bidirûn, devê zevîyê heta xilazîyê nedirûyî û simbilêd ji zevîya te ketî berev nekî. 10 Tirîyêd xwe ku diçinî paşin nekî, tirîyêd ji destê te ketî hilnede, wana yê kesîb û xerîbra bihêle, ez Xudan Xwedêyê we me.

(Qanûna Kahîntiyê 18:1-15) Xudan Mûsara xeberda û got: 2 “Tevî zarêd Îsraêl xeber de û bêje wan: ‘Ez Xudan Xwedêyê we me. 3 Mîna wan kirêd welatê Misirê, kîjanîda ku hûn têda diman nekin, mîna wan kirêd welatê Kenanê, kîjanî ku ezê we bibimê, nekin û li pey erf-edetêd wan neçin. 4 Qirarêd min biqedînin û qeyde-qanûnêd min xwey kin pê wan herin, ez Xudan Xwedêyê we me. 5 Qeyde-qanûn û qirarêd min xwey kin, ew merivê ku biqedîne bi wan wê bijî, ez Xudan im. 6 Tu kes nêzîkî pismama xweye nêzîk nebe ku şerma wê veke, ez Xudan im. 7 Şerma bavê xwe yan şerma dîya xwe venekî. Ewa dîya te ye şerma wê venekî. 8 Şerma jinbava xwe venekî, ew şerma bavê te ye. 9 Şerma xûşka xwe, qîza bavê xwe, yan qîza dîya xwe, heger malda bûyî be yan derva şerma wan venekî. 10 Şerma qîza kurê xwe, yan şerma qîza qîza xwe venekî, çimkî ew şerma te ye. 11 Şerma qîza jinbava xwe, ku ji bavê te bûye ew xûşka te ye, şerma wê venekî. 12 Şerma meta xwe venekî, çimkî ewa ji xûna bavê te ye. 13 Şerma xatîya xwe venekî, çimkî ewa ji xûna dîya te ye. 14 Şerma apê xwe venekî û nêzîkî jina wî nebî, ew jinapa te ye. 15 Şerma bûka xwe venekî, ewa jina kurê te ye, şerma wê venekî.

11-17 ÇILEYÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA KAHÎNTIYÊ 20-21

“Yehowa Cimeta Xwe Başqe Dike”

w04 15/10 11 ¶12

Hêviya Te Heye Cinetêda Bijîyî?

12 Lê dîsa heye tiştek, çi ku em gerekê bîr nekin. Xwedê gote Îsraêliya: “Hemû emirêd ku ez îro li we emir dikim xweyî kin, wekî hûn qewat bin derbaz bin û herin wî erdî xwera bikine milk” (Qanûna Ducarî 11:8). Qanûna Kahîntiyê 20:22, 24-da tê gotinê: “Hemû qeyde-qanûn û qirarêd min xwey kin û wan biqedînin, wekî ew erdê ku ez we dibim ku ser bijîn medê xwe li we lihev nexe. Û min wera got: ‘Hûnê li welatê wan war bin, ezê wî çawa milk bidime we, welatekî ku şîr û hingiv jê dikişe’”. Dêmek, seva ku Îsraêlî erdê Sozdayî war bûna, gerekê heleqetiya baş tevî Yehowa Xwedê xweyî kirana. Îsraêliya gura Xwedê nedikirin, lema jî ewî hîşt wekî Babîlonî hicûmî ser wan kin û wana ji erdê wan aksor kin.

it-1 1199

Milk

Hemû hebûk, kîjan ku paşî mirina xweyê hebûkê digihîşte wî kesî, îzina kîjanî ku hebû bistîne, dêmek ew hemû tiştên ku ji kal-bava ça war digihîşte zuretên wan, milk bû. Xebera Îbranî “naxal”, yan “naxala”, tê hesabê “bistînin ça war”, dêmek tiştekî li gora mafê milkstandinê bistînin yan jî bidine kesekî (Jm. 26:55; Hz. 46:18). Xebera “yaraş” carna tê xebitandinê, gava derheqa milkstandinê xeberdan diçe, lê gelek car ev gilî tê hesabê milk “hildin destê xwe” (Dsp. 15:3; Qn.Kh. 20:24). Ev usa jî tê hesabê “milk zeft kin” yan “berîdinê”, çi ku bi qewata eskera tê kirinê (Qn.Dc. 2:12; 31:3). Xeberên Yûnanî yên ku milkva girêdayî ne, nêzîkî xebera “klêros” in, ya ku serê-sêrîda dihate hesabê “peşk”. Wede şûnda mena vê hate guhastinê ser “hevkarî” û paşê “milk” (Mt. 27:35; Kr.Şn. 1:17; 26:18).

it-1 317 ¶2

Teyrede

Paşî Sêlavê, Nuh hine heywan û “teyredêd helal” Xwedêra qurban kir (Dsp. 8:18-20). Paşî wê yekê meriyara îzin hate dayînê, wekî goştê teyreda bixwin, lê bê xûn (Dsp. 9:1-4; beramber ke Qn.Kh. 7:26; 17:13). Diqewime ev teyrede, kîjan ku li gora nihêrandina Xwedê layîqî qurbankirinê bûn, paqij dihatine hesabê. Kitêba Pîrozda kîderê ku tê gotinê derheqa xwarina goştê teyreda, tê kifşê, wekî pêşiya ku Qanûna Mûsa biketa qewatê, tu teyrede nepaqij nedihate hesabê (Qn.Kh. 11:13-19, 46, 47; 20:25; Qn.Dc. 14:11-20). Kitêba Pîrozda nayê gotinê, wekî teyrede li ser hîmê çi nepaqij hesab dikirin. Gelek ji wan teyreda ew bûn, yên ku heywanên mirî û tiştên genî dixwarin. (Binihêre SILÊMANÊ DUNIKUL.) Xewn-xeyala ku Xwedê nîşanî Petrûs kir, dida kifşê, wekî paşî girêdana peymana nû qanûna derheqa xwarina heywanên nepaqij hatibû hildanê (Kr.Şn. 10:9-15).

Xizna Kitêba Pîroz

it-1 563

Xwebirîndarkirin

Qanûna Xwedê qedexe dikir, wekî xwe bona miriya birîndar kin (Qn.Kh. 19:28; 21:5; Qn.Dc. 14:1). Meniya vê yekê ew bû, wekî cimeta Îsraêl milkê Yehowa bû û seva wî pîroz bû (Qn.Dc. 14:2). Lema jî cimeta Îsraêl gerekê xwe ji hemû edetên pûtparistiyêva girêdayî dûr bigirta. Xêncî wê yekê şîna vî cûreyî, ku xwe birîndar dikirin, nerast bû, çimkî cimetê derheqa halê miriya û hêviya saxkirinê rind zanibû (Dn. 12:13; Îbr. 11:19). Him jî evê qedexekirinê Îsraêlî hêlan dikirin, wekî qedirê bedenê bigirin, ku çêkirina destê Xwedê ye.

(Qanûna Kahîntiyê 21:5) Kahîn bira porê serê xwe belek-belekî kur nekin, serê rûdana xwe nebirin û li ser xwe dexma çê nekin.

(Qanûna Kahîntiyê 20:1-13) Xudan Mûsara xeberda û got: 2 “Usa jî bêje zarêd Îsraêl: ‘Kî ji zarêd Îsraêl yan jî xerîbekî nava Îsraêlda ku dimîne zara xwe Moloxra bike qurban, ew gerekê ese bê kuştinê, cimeta wî welatî ewî bide li ber kevira. 3 Ezê berê xwe bidime li wî merivî û ewî ji nava cimeta wî bidime undakirinê, çimkî ewî ji zarêd xwe dane Molox, wekî Pîrozgeha min biherimîne û navê minî pîroz bêhurmet ke. 4 Lê gava ew meriva ji zarêd xwe bide Molox û cimeta wî welatî çevê xwe bigire wekî wî nekujin, 5 hingê ezê berê xwe bidime li wî merivî û mala wî, ewî û wan merivêd ku li pey wî diçin ku tevî Molox bêesilîyê bikin ji nav cimeta wan bidime undakirinê. 6 Û ewê ku xwe li yê gazî ruha dike û micêwirê cina bigire ku rîya wanda here bêesilîyê bike, ezê berê xwe bidime wî, ewî ji nava cimeta wî bidime undakirinê. 7 Awa xwe pîroz kin û pîroz bin, çimkî ez Xudan Xwedêyê we me. 8 Qeyde-qanûnêd min xwey kin û biqedînin, çimkî ez Xudan im pîrozkirê we. 9 Ewê ku nifira dê û bavê xwe bike, ese ew gerekê bê kuştinê. Ewî nifir li dê û bavê xwe kirine, xûna wî li serê wî be. 10 Ewê ku dest bavêje kulfeteke mêrkirî, yan jî dest bavêje jina yekî, ese ew gerekê bê kuştinê, yê kirî jî ya kirî jî. 11 Û ewê ku serê xwe jinbava xwera dayne, ewî şerma bavê xwe vekir, ese ew her du jî gerekê bêne kuştinê, xûna wan li serê wan be. 12 Heger yek serê xwe bûka xwera dayne, ese her du jî gerekê bêne kuştinê, vana kirêtî kirîye, xûna wan li serê wan be. 13 Heger yek çawa tevî kulfetê serê xwe mêrekîra dayne, her duya jî kirêtî kirîye, ese gerekê bêne kuştinê, xûna wan li serê wan be.

18-24 ÇILEYÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA KAHÎNTIYÊ 22-23

“Cejinên Hersalî Çi Me Hîn Dikin?”

it-1 826-827

Cejina Nanê Şkeva

Roja pêşine Cejina Nanê Şkeva, civîna mexsûs derbaz dikirin, û ev roja şemiyê dihate hesabê. Roja din, 16 Nîsanê, kahînra berên pêşine ji simbilên ceh dianîn, kîjan ku Palêstînayêda berê erdêye pêşin bû. Pêşiya vê cejinê îzin tune bû genimê berê pêşin bixwin ne jî îzin hebû biqelînin yan jî pê wî genimî nan bipêjin. Kahîn, berên pêşin dihejand, û ew yek dihate hesabê ku pêşkêşî Yehowa kirine. Him jî wê rojê berxekî yeksalî bêqisûr bona diyariya tevayîşewatê tevî diyariya naniye rûnda stirayî û diyariya serdakirinê Xwedêra dianîn (Qn.Kh. 23:6-14). Yehowa temî nedabû, wekî genim yan ar ser gorîgehê bişewitînin, çawa ku wede şûnda kahîna destpêkirin bikin. Wedê vê cejinê ne tenê cimetê berên deremeta ewlin dianî, lê usa jî her malbetekê û her merivekî, yên ku Îsraêlêda xweyê erd bûn, başqe diyariyên şêkirdariyê qurban dikirin (Drk. 23:19; Qn.Dc. 26:1, 2; binihêre BERÊN PÊŞIN).

Mene. Yehowa bi saya Mûsa temî dabû ku wedê wê cejinê Îsraêlî nanê şkeva bixwin, ew yek li gora Derketin 12:14-20 bû. Ew dewakirin rêza 19-da nivîsar e: “Heft roja hevîrtirşk malêd weda tune be”. Qanûna Ducarî 16:3-da ser nanê şkeva tê gotinê “nanê zelûlîyê”, çimkî her sal evê yekê dianî bîra Îbraniya ku ewana çawa bi lez ji Misirê derketin (çaxê wedê wan tune bû ku hevîr hilê [Drk. 12:34]). Usa wana dikire bîra xwe halê Îsraêlêye giran dîltiyêda, ji kîjanî ku Yehowa ew xilaz kirin. Him jî Yehowa xwexa wanara got: “Hemû rojêd emirê xweda, roja xweye ji welatê Misirê derketinê bîr bînî”. Wedê cejina pêşine ji sê cejinên hersaliye mezin, Îsraêlî difikirîn derheqa wê yekê, ku bûne cimeteke serbest, û wekî Yehowa Xilazkirê wan e (Qn.Dc. 16:16)

it-2 598 ¶2

Roja Pênciye Hesabê

Îsraêliya berên pêşin yên genim, ne mîna berên pêşine ceh dianîn. Wana gerekê ji du dehekên parên êfayê arê xas (4.4 lîtr) du nanê hilatî bipetana. Wana ev nan “ji cî-warêd xwe” dianîn, û usa hazir dikirin, çawa ku her roj xwera dipetin, lê ne mîna wan nana ku konê pîrozda didane xebatê (Qn.Kh. 23:17). Tevî wan nana usa jî diyariya tevayîşewatê, diyariya bona paqijkirina guna û diyariya heleqetiyê bi du berxa, dianîn. Kahîn du nan û hine goştê berxê digirte destê xwe û ber Yehowa dihejand, çi ku bi sîmbolîk dihate hesabê, ku pêşkêşî Yehowa dikin. Paşî wê yekê ev hemû tişt ça diyariya heleqetiyê dibû xwarina kahîn (Qn.Kh. 23:18-20).

w14 15/5 29 ¶11

Hûn Tevî Teşkîleta Yehowa Dimeşin?

11 Teşkîleta Yehowa derheqa halxweşiya me xem dike û me hêlan dike guh bidine şîreta Pawlosê şandî: “Bira em bona hevdu xem bikin, wekî hizkirinê û qencîkirinêda hêlana bidine hev. Bira em dest ji lihevcivînê nekişînin, çawa ku hineka xwera kiriye xeyset, lê em dil bidine hev û hê zêde, çimkî em dibînin ku Roja Axretê nêzîk dibe” (Îbr. 10:24, 25). Cejinên hersalî û civînên dine bona hebandinê, cimeta Îsraêl ruhanîda dişidand. Xêncî wê yekê, qewimandinên usa, ça Cejina Holikçêkirinê hêna Nehemiyada şayîke mezin bû (Drk. 23:15, 16; Nm. 8:9-18). Civatên me jî kareke vî cûreyî didine me. Werin em bi temamî her tiştên ku ser van civata mera têne dayînê, bidine xebatê, seva ku em aliyê ruhanîda sihet-qewat bin û şabûna xwe unda nekin (Tît. 2:2).

Xizna Kitêba Pîroz

w19.02 3 ¶3

Bêqisûrtiya Xwe Xwey kin!

3 Çi cûreyî xizmetkarên Xwedê bêqisûrtiyê didine kifşê? Ewana bi temamiya dilê xwe Yehowa hiz dikin û jêra amin dimînin, û timê pê kirên xwe dilê wî şa dikin. Dîna xwe bidinê, xebera bêqisûr çi tê hesabê. Kitêba Pîrozda xebera ku hatiye welgerandinê “bêqisûr”, tê hesabê “tam” yan jî “bêkêmasî”. Besa xeberê, çaxê Îsraêliya Yehowara heywan qurban dikirin, Qanûnê ji wan dewa dikir, wekî heywan bêkêmasî bin (Qan. Kah. 22:21, 22). Cimeta Xwedêra îzin tune bû, wekî heywanên usa qurban kirana, kîjan mesele, bênig, bêguh, bêçev bûna, yan nexweş bûna. Bona Yehowa gelek ferz bû, wekî ew heywan tam û sax-silamet bûna (Malx. 1:6-9). Em dikarin Yehowa fem kin, ku çira bona wî ew yek ferz bû. Çaxê em dixwazin tiştekî bikirin, mesele êmîş, kitêb, yan jî hacetekê, em naxwazin kêmasiya wî tiştî hebe, yan qul yan jî xirabbûyî be. Em dixwazin ew tişt tam û rind be. Yehowa jî dixwaze, wekî hizkirin û aminiya me hindava wîda, tam û bêkêmasî be.

(Qanûna Kahîntiyê 22:21, 22) Kê dewarekê yan pezekê ji ber sozdayînekêva yan bi rezedilîya xwe Xudanra dîyarîya heleqetîyê bide, ew gerekê bêqusûr be, wekî bê qebûlkirinê, tu qusûr gerekê li ser wê tunebe. 22 Kor, yan seqet, yan dexme, yan gilê, yan gurî, yan kos, yêd ha Xudanra neynin, ji van nekine dîyarîya şewatê Xudanra, daneynine li ser gorîgehê.

(Qanûna Kahîntiyê 23:9-25) Xudan Mûsara xeberda û gotê: 10 “Tevî zarêd Îsraêl xeber de û bêje wan: ‘Gava hûn bikevine wî welatî, kîjanî ku ezê bidime we û hûn erdê wî bidirûn, gurzê dirûnêyî ewlin bînine cem kahîn. 11 Ew gerekê wî gurzî li ber Xudan bihejîne, ku ew bona we bê qebûlkirinê. Kahînê evî gurzî roja pey şemîyêra bihejîne. 12 Û roja ku gurzê xwe bihejînin, gerekê berxekî yeksalîyî bêqusûr jî bona dîyarîya tevayîşewatê Xudanra bidin. 13 Û usa jî tevî berxê, ji dehe para du parê êfayê arê xasî rûnda stirayî, çawa dîyarîya şewatêye bînxweş Xudanra bidin û dîyarîya wêye serdakirinê jî pareke hînê şerav be. 14 Heta wê roja ku hûn dîyarîyêd xwe didine Xudanê xwe, nan yan qeynok, yan genimê simbilada nexwin. Ev yeka nava nisilêd we û cî-warêd weda qeyde-qanûna heta-hetayê be. 15 Pey roja şemîyêra, gava we gurzê dîyarîya hejandinê anî, xwera heft heftîêd tam hesabkin. 16 Heta roja pey her heft heftîyara pêncî rojî hesab kin û dîyarîya nanîye nû Xudanra bînin. 17 Ji cî-warêd xwe bona dîyarîya hejandinê du nana bînin, ew gerekê ji arê xasî ji dehe para du parêd êfayê hilatî û pijandî be, eva berê pêşin e bona Xudan. 18 Tevî wî nanî heft berxêd yeksalîye bêqusûr, canegakî û du berana jî çawa dîyarîya tevayîşewatê, tevî dîyarîyêd wane nanî û dîyarîyêd wane serdakirinê Xudanra bidin. Evê Xudanra bibe dîyarîya şewatê ye bînxweş. 19 Bona dîyarîya ji ber gunava ji bizina nêrîkî û bona dîyarîya heleqetîyê du berxêd yeksalî bidin. 20 Kahîn tevî nanê berê bêşin bona dîyarîya hejandinê du berxa li ber Xudan bide, evanayê Xudanra pîroz bin, bona kahîn bin. 21 Hema xût wê rojê elam kin, ku wera bibe roja civîna pîroz, tu şixulî nekin, bira ev yeka nava cî-warêd we û nisilêd weda bibe qeyde-qanûna heta-hetayê. 22 Gava hûn nanê welatê xwe bidirûn, dema dirûnê devê zevîyê heta xilazîyê nedirûyî û simbilêd dirûye ketî top nekî, vana yê kesîb û yê xerîbra bihêlî. Ez Xudan Xwedêyê we me’”. 23 Xudan Mûsara xeberda û gotê: 24 “Zarêd Îsraêlra xeber de û bêje wan: ‘Yekê meha hefta wera bibe roja rihetîyê, civîna pîroze bona roja bîranîna dengê borîyê. 25 Tu şixulî nekin, lê belê dîyarîya şewatê Xudanra bînin’”.

25-31 ÇILEYÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA KAHÎNTIYÊ 24-25

“Sala Yûbîlê û Azaya Axiriyê”

it-1 871

Azayî

Xwedayê Azayê. Yehowa Xwedayê azayê ye. Ewî cimeta Îsraêlê ji dîltiya Misirê aza kir. Ewî gote wan, ku hergê ewana gura wî bikin, wê tu tişt wan kêm nebe (Qn.Dc. 15:4, 5). Dawid jî derheqa azaya qesirên Orşelîmêda nivîsiye (Zb. 122:6, 7). Rast e Qanûnêda dihate gotinê, ku hergê Îbranî kesîb bûya, ewî dikaribû xwe bifirota dîltiyê, wekî ebûra xwe û malbeta xwe bike. Lê li gora Qanûnê sala hefta ew gerekê aza bûya (Drk. 21:2). Sala Yûbîlêda (kîjan ku her 50 sal carekê dibû) hemû bineliya azayî distand. Usa hemû Îbraniyên ku dîl bûn, aza dibûn vedigeriyane mal û milkê xwe (Qn.Kh. 25:10-19).

it-1 1200 ¶2

Milk

Îzina malbeta tune bû erdê xwe bifiroşin, çimkî ew ça milk ji nisil derbazî nisilên din dibû. Lê wana dikaribû ewî erdî bidine kirê û heqê kirê berê erdê bû; bahê erd wê yekêva girêdayî bû ku çiqas sal maye heta sala Yûbîlê. Hergê pêşiya Yûbîlê xweyê milk heq nedabû û erdê xwe paşda nestandibû, sala Yûbîlê ewî erdê xwe paşda distand, çimkî wê salê hemû erdên ku kirê hildabûn, paşda didane xweyê erd (Qn.Kh. 25:13, 15, 23, 24). Ew qanûn usa jî bona wan mala bû ku şeherên bêdîwarda bûn û dihatine hesabê pareke deştê. Hergê kesekî mala xweye şeherê bi dîwar sûrkirîda difirot û salekêda bi saya kirînê ewî mala xwe paşda venedigerand, wî çaxî ew mal dibû milkê yê ku kiriye. Lê şeherên Lêwiyada timê îzin hebû ku mala xwe bi saya kirînê paşda vegerînin, çimkî milkên wane din tune bûn (Qn.Kh. 25:29-34).

it-2 122-123

Yûbîl

Gava qanûna derheqa Yûbîlê dianîn sêrî, evê yekê cimet ji problêmekê xweyî dikir, kîjan ku îro gelek welatada belabûyî ye; dêmek hine meriv zef dewletî ne, hinek jî zef kesîb in. Çaxê hemû bineliya baş dijît, usa temamiya milet qewî dibû. Hingê merivên kesîb tune bûn, ku nikaribûna ji bo aboriya xirab xebat xwera bidîtana. Lê her kes ji wana bi pêşe û feresetên xwe bona halxweşiya cimetê tevayî kar dikirin. Hergê Îsraêliya gura Xwedê bikirana û hînbûna ji wî qebûl kirana, ewî wê zeviyên wan bereket kira, serwêrtiya wan wê baş bûya û ewana wê bi saya rêberiya Xwedê serfiraz bûna (Îş. 33:22).

Xizna Kitêba Pîroz

w09 1/9 22 ¶4

Hergê Kesekî Hûn Dane Xeydandinê

Hergê Îsraêlîk Îsraêlîkî din xista û çevê wî birêta, hingê ewî gerekê li gora Qanûnê bi heqî cezakirin bistanda. Lê îzina merivê ziyanstandî tune bû, ku merivê neheq yan kesek ji neferên wî ceza kira. Qanûnê dewa dikir, wekî ew vê qewimandinê ber serwêra, dêmek ber hakimên kifşkirî gilî ke, ku ewana lêkolîn bikin. Zanebûna wê yekê ku merivê zordar wê hema usa bê cezakirinê, çawa ew serê kesekî bike, wana ji kirên xirab xweyî dikir. Lê tenê ew yek nîbû.

(Qanûna Kahîntiyê 24:20) Şkênandin ji ber şkênandinêva, çev ji be çevva, diran ji ber diranva, ewî çawa zede meriv xistibe, usa jî gerekê li wî bikin.

(Qanûna Kahîntiyê 24:1-23) Xudan Mûsara xeberda û gotê: 2 “Temîyê bide zarêd Îsraêl, wekî tera bona ronayê bizirê lêdayîyî paqij bînin, ku çira timê bişxule. 3 Harûn gerekê Konê Civînêda, alîyê perda şedetîyê der, çirê saz ke, ji êvarda heta sibehê li ber Xudan timê bişxulîne. Eva nava nisilêd weda qeyde-qanûna heta-hetayê be. 4 Çirê gerekê li ser şemdana zêrê xalis li ber Xudan timê hazir kin. 5 Arê xas hildî û pê wî arî donzdeh nana lêxî, her nanek gerekê du par ji dehe parêd êfayê* be. 6 Û wan du cêrge, şeş-şeş dayne li ser textê bi zêrê xalis zêrkirî li ber Xudan. 7 Û bixûra safî daynî li ser her du cêrga, ku li ser nan bona Xudan bibe bîranîn çawa dîyarîya şewatê. 8 Her rojêd şemîyê timê donzdeh nana gerekê alîyê zarêd Îsraêlda bidine li ber Xudan, çawa peymana heta-hetayê. 9 Evanayê para Harûn û kurêd wî bin, gerekê ew vana di cîyê pîrozda bixwin, çimkî eva bona wan ji dîyarîyêd şewatêye Xudane here pîroz e. Eva qeyde-qanûna heta-hetayê ye”. 10 Kurê jineke îsraêlî ku bavê wî misirî bû, çû nava zarêd Îsraêl, ewî zomêda tevî yekî îsraêlî şer kir. 11 Û kurê wê jina îsraêlî kifirî navê Xudan kir û nifir kir, ew girtin anîne cem Mûsa. (Navê dîya wî Şilomît bû, ji bereka Dan qîza Dîbrî). 12 Ew girtî hiştin heta ku qirara Xudan wanva eyan be. 13 Xudan Mûsara xeberda û gotê: 14 “Wî merivê ku kifirî ji zomê derxe û hemûyêd ku bihîstine bira destêd xwe bidine li ser serê wî û temamîya cimetê wî bidine li ber kevira bikujin. 15 Bêje zarêd Îsraêl: ‘Kî ku nifira Xwedêyê xwe bike, ewê gunê xwe bikişîne. 16 Kî kifirîya navê Xudan bike ew ese gerekê bê kuştinê, temamîya cimetê gerekê wî bide li ber kevira bikuje. Heger xerîb be yan binelî, kîjanî kifirî navê Xudan kir ew gerekê bê kuştinê. 17 Kî ku merivekî xe bikuje, ew ese gerekê bê kuştinê. 18 Kîjan ku heywanekî xe bikuje, ji ber wî heywanîva gere bide: Heywan ji ber heywênva. 19 Heger yek zedekê li yekî din xe, ewî çawa kirîye usa ji li wî bikin: 20 Şkênandin ji ber şkênandinêva, çev ji be çevva, diran ji ber diranva, ewî çawa zede meriv xistibe, usa jî gerekê li wî bikin. 21 Yê heywan kuşt gerekê ji berva bê dayînê, lê yê merî kuşt gerekê bê kuştinê. 22 Bona xerîba jî, bona binelîya jî qanûna we gerekê yek be, çimkî ez Xudan Xwedêyê we me’”. 23 Mûsa ev yek gote zarêd Îsraêl û ew merivê nifir kir ji zomê derxistine der û dane li ber kevira. Zarêd Îsraêl usa kirin çawa ku Xudan gotibû Mûsa.

1-7 SIBATÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA KAHÎNTIYÊ 26-27

“Çawa ji Yehowa Bêne Keremkirinê”

w08 15/4 4 ¶8

Pey “Tiştê Pûç” Nekeve

8 Hebûk çawa dikare bibe xudan? Werên em meselekê şêwir kin. Îsraêla berêda, kevirên çolê dikaribûn bidana xebatê bona danîna dîvêr yan jî avakirina mala. Lê hergê ev kevir bikirana heykel bona hebandinê yan jî pê pût çêkirana, evê yekê dikaribû cimet ji Yehowa dûr xista (Qan. Kah. 26:1). Em dikarin usa derheqa pera jî bêjin. Pere lazim in seva ebûra xwe bikin, usa jî dikarin bona xizmetkirinê bidine xebatê (Waîz 7:12; Lûqa 16:9). Lê hergê seva pera qazanc kin, em xizmeta xwe didine alîkî, hingê pere bona me dibine xudan. (Bixûne 1 Tîmotêyo 6:9, 10). Îro meriv heçî zef xwe li vê yekê digirin, ku tiştên matêrîalî qazanc kin, lê em gerekê nihêrandina rast ser tiştên matêrîalî xwey kin (1 Tîmt. 6:17-19).

it-1 223 ¶3

Xwedêxofî

Bi saya heleqetiya mexsûs tevî Yehowa, Mûsa li ber çevê cimeta Xwedê “kirinêd saw” dikir (bi Îbranî “mora”) (Qn.Dc. 34:10, 12; Drk. 19:9). Baweriya kîjana ku qewî bû, sawa hukumetiya Mûsa ser wan hebû. Wana fem dikir, ku Xwedê bi Mûsa xeber dide. Îsraêlî usa jî gerekê hindava pîrozgeha Yehowa xwedêxof bûna (Qn.Kh. 19:30; 26:2). Ev dihate hesabê, ku ewana gerekê hindava pîrozgehê bi qedir bûna û Yehowa usa bihebandana, çawa ku ewî temî dabû, û li gora temiyên wî bijîtana.

w91 1/3 17 ¶10

Bira “Edilayiya Xwedê” Dilê Te Xwey ke

10 Yehowa gote cimetê: “Heger hûn pê qeyde-qanûnêd min rabin-rûnên û temîyêd min xwey kin û wan biqedînin, ezê jî wera baranê wededa bibarînim, erdê deremeta xwe bide û darêd deştê jî berêd xwe bidin. Ezê edilayê bidime welatê we, hûnê rihet paldin, tu kesê zemetê nede we, rewirêd xirab ezê ji welêt bidime hildanê û şûrê welatê wera derbaz nebe. Û ezê nava weda bigerim, ezê bibime Xwedêyê we û hûnê jî bibine cimeta min” (Qanûna Kahîntiyê 26:3, 4, 6, 12). Îsraêl dikaribû edilayêda bûya, ji dijmina xweyîkirî bûya, kêmasiya wan wê tu tiştîda tune bûya û heleqetiya wan tevî Yehowa baş bûya. Ev hemû tişt wê yekêva girêdayî bû ku wana Qanûna Yehowa bianiyana sêrî (Zebûr 119:165).

Xizna Kitêba Pîroz

it-2 617

Nexweşiyên Hal

Cezakirin ji bo Teribandina Qanûna Xwedê. Xwedê gote Îsraêliya, ku hergê ewana peymana tevî wî xwey nekin, ew wê nexweşiyên hal ser wanda bîne (Qn.Kh. 26:14-16, 23-25; Qn.Dc. 28:15, 21, 22). Nivîsarên Pîrozda sihet-qewata fîzîkî û ruhanî beramberî keremên Xwedê dibe (Qn.Dc. 7:12, 15; Zb. 103:1-3; Mtl. 3:1, 2, 7, 8; 4:21, 22; Ent. 21:1-4), lê nexweşî beramberî gune û qisûrtiyê dibe (Drk. 15:26; Qn.Dc. 28:58-61; Îş. 53:4, 5; Mt. 9:2-6, 12; Yn. 5:14). Çaxê hine derecada Yehowa Xwedê xwexa meriv bi nexweşiyê ceza dikir, ev nexweşî derbêra digihîşte wan. Mesele, Meryem, Gehazî û Ûzîya ji Xwedê bi nexweşiya kotîbûnê hatine cezakirinê (Jm. 12:10; 2 Dr. 26:16-21; 2 Pd. 5:25-27). Lê gelek derecada nexweşiyên hal pêşda dihatin ji bo kirên nerast yên merivekî yan jî yên temamiya cimetê. Bi rastî wana berên kirên xwe diçinîn; bedena wan ji bo kirên wanî nerast diçerçirî (Gl. 6:7, 8). Pawlos derheqa merivên ku bênamûsî dikirin digot, wekî Xwedê “ew bi xwestina dilê wan dane destê heramiyê, ku bedena xwe nava hevda biherimînin . . . û heqê jirêketina xweye qazinckirî hildidane ser xwe” (Rm. 1:24-27).

(Qanûna Kahîntiyê 26:16) Hingê jî ezê aha serê we bikim: Risasê bişînime ser we, hîlê û germê, ku ronayîya çeva kêm dikin û canîya mêriv dihelîne dimaşîne, hûnê badîhewa toxim bireşînin, çimkî dijminêd weyê keda we bixwin.

(Qanûna Kahîntiyê 26:18-33) Lê heger pey haqas tiştîra hûn gura min nekin, hingê ezê ji ber gunê weva heft car zêde we ceza kim. 19 Ezê kubar-babaxîya we bişkênim, ezmanê we bikime hesin û erdê we bikime sifir. 20 Qewata weyê cîkî badîhewa pûç be here, erdê weyê deremeta xwe need û darêd erdê jî berê xwe nedin. 21 Heger pey haqas tiştra jî hûn miqabilî min bin û nexwazin gura min bikin, hingê ezê anegorî gunê we, heft cara zêde bela li ser weda bînim. 22 Rewirêd çolê ezê bişînim li ser we, ewê we bêzuret bihêlin, qira heywanêd we bînin, we bixwin kêm kin û rîyêd weyê vala bin. 23 Heger pey vê yekêra jî hûn li ser hişê xweda neyên û miqabilî min herin, 24 hingê jî ezê miqabilî we bim, ji ber gunê weva ezê jî heft cara zêde bela we bidimê. 25 Ezê şûrê heyfa peymana min hildanê li ser weda bişînin, heger hûn bajarêd xweda jî bicivin, ezê nexweşîya hala bişînime nava we û hûnê bikevine destê dijmin. 26 Gava ez nan li we bikime hizret, hingê dehe kulfetê tendûrekêda nanê we lêxin û pê mêzînê nanê we bidine we, hûnê bixwin û têr nebin. 27 Lê heger pey van yekara jî hûn gura min nekin û miqabilî min herin, 28 hingê jî ezê bi hêrs miqabilî we bisekinim û ji ber gunê weva heft cara zêde we bidime ceza. 29 Hingê hûnê goştê kur û qîzêd xwe bixwin. 30 Hêlanêd weye jorin ezê wêran kim, pûtêd weye tevê ezê xirab kim, cinyazêd we bidime li ser kerîyêd pûtêd weye hûrdexweşî bûyî, nefsa minê ji we zivêr be. 31 Bajarêd we ezê bikime xirabe û pîrozgehêd we bikime xikî-xwelî û bîna qurbanêd weye bînxweşîyê ezê hilnedim. 32 Erdê we ezê bêkes bikim, dijminêd weye ku lê dimînin wê ecêbmayî bin. 33 Ezê we belayî nava mileta kim, şûr li pey we bişînim, welatê weyê bêkes bimîne û bajarêd weyê vala bin.

8-14 SIBATÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | JIMAR 1-2

“Yehowa Cimeta Xwe Organîze Dike”

w94 1/12 9 ¶4

Hebandina Yehowa Emirê Meda Ciyê Hêja Digire

4 Hergê te jorva ser zoma Îsraêliya yên beriyêda binihêriya, teyê çi bidîta? Teyê rêzên çadira bidîta, kîderêda ku weke sê mîlyona zêdetir binelî cîwar bibûn, dêmek sê berek aliyê bakurê, sisê aliyê başûrê, sisê aliyê rohilatê û sisê aliyê roavayê bûn. Orta zomêda teyê usa jî çar komên biçûk bidîta. Wêderê malbetên bereka Lêwî dijîtin. Lê meydana zomêda avayîkî mexsûs hebû, der-dorê kîjanê perdekirî bû. Ev konê civînê bû, yê ku merivên bîlan pê rêberiya Yehowa ava kiribûn (Jimar 1:52, 53; 2:3, 10, 17, 18, 25; Derketin 35:10).

it-1 397 ¶4

Zom

Zoma Îsraêliya pir mezin bû. Li gora hesabê ku jorê hatibû dayînê, têda 603 550 esker bûn, him jî jin, zar, kal-pîr, nexweş, nivîşkan, Lêwî ku weke 22 000 bûn û usa jî merivên “ji gelek mileta”; bi temamî zomêda weke 3 000 000 meriv bûn (Drk. 12:38, 44; Jm. 3:21-34, 39). Çetin e bêjin, wekî têrîtoriya zoma Îsraêliya çiqas bû, çimkî nihêrandina meriya derheqa vê yekê ji hev cude dibe. Zoma ku ber Erîhayê deşta Mowabêda danîbûn, ji “Bêt-Haşîmotê heta Abêl-Haşîtîmê” bû (Jm. 33:49).

Xizna Kitêba Pîroz

it-2 764

Navnivîsar

Hesabkirina cimetê bi navnivîsarê, nîşan dikir, wekî kî ji kîjan berekê ye. Ev tenê hesabkirina meriva nîbû. Navnivîsara ku Kitêba Pîrozda tê gotinê, bona gelek nêta bû: mesele ku xerc ji meriva hildin, meriva bivin eskeriyê, yan jî (bona Lêwiya) borcdariyên xizmetkirina konê pîrozda parevekin.

(Jimar 1:2, 3) “Temamîya civîna zarêd Îsraêl anegorî malbetêd wan, olkêd wan, navê her mêrî yeko-yeko bijmire. 3 Tu û Harûn her kesê eskerîyêra hazir ji bîstsalîyê jortir anegorî ordîyêd wan nava Îsraêlda bijmirin.

(Jimar 1:1-19) Xudan li berîya Sînayê Konê Civînêda yekê meha duda, dusalîya zarêd Îsraêle ku ji erdê Misirê derketibûn, Mûsara xeberda û got: 2 “Temamîya civîna zarêd Îsraêl anegorî malbetêd wan, olkêd wan, navê her mêrî yeko-yeko bijmire. 3 Tu û Harûn her kesê eskerîyêra hazir ji bîstsalîyê jortir anegorî ordîyêd wan nava Îsraêlda bijmirin. 4 Tevî we gere merivek ji her qebîlê hebe. Merivê ku serwêrê olka xwe ye. 5 Ev in navêd merivêd ku wê tevî we bisekinin: Ji Rûbên Elîsûrê kurê Şidêyûr. 6 Ji Şimhûn Şilûmîyêlê kurê Sûrîşaday. 7 Ji Cihûda Nehşonêkurê Amînadav. 8 Ji Îsaxar Nitanêlê kurê Sûhar. 9 Ji Zebûlon Elyabê kurê Hêlon. 10 Ji qebîla zarêd Ûsiv: Ji Efrayîm Elîşamayê kurê Emîhûd. Ji Minaşe Gamalyêlê kurê Pidahsûr. 11 Ji Binyamîn Abîdanêkurê Gîdonî. 12 Ji Dan Axîhezerê kurê Emîşaday. 13 Ji Aşêr Pagîyêlê kurê Okran. 14 Ji Gad Elyasafê kurê Dihûyêl. 15 Ji Neftelî Ahîrayê kurê Eynan”. 16 Ev in bijartîyêd ji civînê, serwêrêd qebîlêd bavêd wan, serwêrêd elaletêd Îsraêl. 17 Mûsa û Harûn ev merivêd bi nav kifşkirî hildan. 18 Û yekê meha duda wana temamîya civînê civand û ew anegorî malbetêd wan, olkêd wan, navê yêd ji bîstsalîyê jortir yeko-yeko jimartin, 19 çawa ku Xudan temî Mûsa kir wan bijmire li berîya Sînayêda.

15-21 SIBATÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | JIMAR 3-4

“Xizmeta Lêwiya”

it-2 683 ¶3

Kahîn

Bin Peymana Qanûnêda. Çaxê Îsraêlî dîlên Misirê bûn, Yehowa hemû nixuriyên nêrîn Îsraêlêda xwera buhurtî-jibare kirin, lê nixuriyên Misiriya wedê bela deha kuta kirin (Drk. 12:29; Jm. 3:13). Dêmek nixuriyên Îsraêliya îda para Yehowa bûn, û ewî dikaribû şixulê mexsûs tesmîlî wan kira, û ewana ça kahîn û xizmetkarên pîrozgehê kifş kirana. Lê Yehowa safî kir, wekî seva vê yekê hemû mêrên ji bereka Lêwî bide xebatê. Lema jî ewî îzin da cimetê, wekî dewsa hemû nixuriyên ji 12 berekên din Lêwiya bidin (zuretên Efrayîm û Minaş, kurên Ûsiv, du berek bûn). Ji navnivîsarê hate kifşê, wekî nixuriyên berekên din, yên yekmehî û hê mezintir 273 meriv ji Lêwiya zêdetir bûn. Ji bo vê yekê Xwedê heqê kirînê bona her yekî ji wan nixuriya xwest, bahê kîjanî ku pênc şêkil bû ($11); hemû pere dane Harûn û kurên wî (Jm. 3:11-16, 40-51). Lê hê pêşiya vê yekê, Yehowa hemû mêrên ji malbeta Harûn, kîjan ku ji bereka Lêwiya bûn, başqe kir, seva ku ewana Îsraêlêda ça kahîn xizmet kin (Jm. 1:1; 3:6-10).

it-2 241

Lêwî

Borcdarî. Bereka Lêwî ji malbetên sê kurên Lêwî pêşda hatin, dêmek ji Gêrşon, Qohat û Mêrarî (Dsp. 46:11; 1 Dr. 6:1, 16). Çaxê beriyêda çadir lêdixistin, her malbetekî zanibû ku ciyê wan ber konê pîroz gerekê kîderê be. Malbetên zarên Qohat yên rikiniyata Harûn pêşberî konê pîroz aliyê rohilatê cîwar dibûn. Zuretên din yên Qoat cîwar dibûn aliyê başûrê, malbetên Gêrşoniya aliyê roavayê, û malbetên Mêrarî aliyê bakurê (Jm. 3:23, 29, 35, 38). Lêwiya gerekê konê pîroz vegirtana, hev derxistana û cîguhastî kirana. Çaxê wede digihîşt ku rêkevin, Harûn û kurên wî ew perda ku Ciyê Pîroz ji Ciyê Herî Pîroz başqe dikir, vedikirin. Ewana usa jî Sindoqa Peymanê, gorîgeh û tiştên pîroze din dinixamtin. Ew hemû tişt Qohatiya cîguhastî dikirin. Lê perdên kon, tej, perdên hewşê û tog (diqewime togên çadirê) Gêrşoniya cîguhastî dikirin. Mêrarî jî cabdar bûn bona çîtên pîrozgehê, stûnên dora hewşê, usa jî bona singa û hemû hacetên din (Jm. 1:50, 51; 3:25, 26, 30, 31, 36, 37; 4:4-33; 7:5-9).

it-2 241

Lêwî

Wedê Mûsada Lêwî 30 saliya xweda destpêdikirin cabdariyên xwe bînin sêrî. Mesele, çaxê zom cîguhastî dibû, wana konê pîroz û tiştên vê derbaz dikirin (Jm. 4:46-49). Hine cabdariyên din jî Lêwiya dikaribûn 25 saliya xweda destpêkirana. Lê ça tê kifşê, şixulên giran nedidane destê wan, mesele cîguhestina konê pîroz (Jm. 8:24). Hêna Dawid Padşada hate safîkirinê ku ewana îda wê bikaribin ji 20 saliya xweda xizmeta xwe destpêkin. Meniya vê yekê ew bû, wekî îda lazim nîbû konê pîroz cîguhastî kin (dewsa kîjanî ku gerekê paristgeh bûya). Lêwiya 50 saliya xweda, ev xizmetkirina ku borcdar bûn bînin sêrî, xilaz dikirin (Jm. 8:25, 26; 1 Dr. 23:24-26; binihêre SALÊN EMIR.) Lêwiya gerekê Qanûn rind bizanibûna, çimkî gelek car lazim bû, wekî ber cimetê Qanûnê bixûnin û wana hîn kin (1 Dr. 15:27; 2 Dr. 5:12; 17:7-9; Nm. 8:7-9).

Xizna Kitêba Pîroz

w06 1/8 23 ¶13

Bîlan û Xwedêxof be!

13 Halê xweye giranda Dawid texmîn dikir, wekî Yehowa alî wî dike. Ewê yekê xofa Xwedê dilê wîda pêşda dianî û baweriya wî dişidand (Zebûr 31:22-24). Lê sê derecada ku rind nas in, xofa Xwedê dilê Dawidda unda bû, çi ku kul-derd pêşda anî. Dereca pêşinda Dawid rêberî kir, wekî Sindoqa Peymanê daynin ser erebê û derbazî Orşelîmê kin. Lê li gora Qanûnê Lêwiya ew gerekê ser milê xwe derbaz kirana. Hingê Ûzza, yê ku erebe dajot, destê xwe dirêjî Sindoqa Xwedê kir û girt, wekî rast ke, û bona kirê wîyî bêhurmetî ew cîda hate kuştinê. Ûzza gunekî giran kir, lê dîsa jî Dawid neheq bû, ku qedir hindava Qanûna Xwedê neda kifşê, ji bo çi jî qezîke usa qewimî. Xwedêxof bin tê hesabê, wekî hemû tiştî li gora rêberiya Xwedê bikin (2 Samûyêl 6:2-9; Jimar 4:15; 7:9).

(Jimar 4:15) Gava Harûn û kurêd wî nixamtina cîyê pîroz û her tiştêd cîyê pîroz xilaz kin, wextê rêketina zomê zarêd Qohat wê bên ku hildin, lê bira ew dest nedine pîrozîyê wekî nemirin. Ev e barê zarêd Qohat li Konê Civînê.”

(Jimar 4:34-49) Mûsa, Harûn û serwêrêd civînê zarêd qohatîya anegorî malbetêd wan û olkêd wan jimartin, 35 her kesê ji sîsalîyê heta pêncîsalîyê ku qulixkirinêra hazir e şixulê Konê Civînê bike, 36 hesabê wan anegorî malbetêd wan 2750 nefs bûn. 37 Ev e hesabê malbetêd Kahatîya hemûyêd ku Konê Civînêda dixebitîn, kîjan ku Mûsa û Harûn jimirîn, çawa ku Xudan pê Mûsa temî kiribû. 38 Hesabê zarêd Gêrşon anegorî malbetêd wan û olkêd wan, 39 her kesê ji sîsalîyê heta pêncîsalîyê ku qulixkirinêra hazir bû şixulê Konê Civînê bikira, 40 hesabê wan anegorî malbetêd wan, olkêd wan 2630 nefs bûn. 41 Ev e hesabê malbetêd zarêd Gêrşon hemûyêd ku Konê Civînêda dixebitîn, kîjan ku Mûsa û Harûn anegorî temîya Xudan ew jimartin. 42 Hesabê malbetêd zarêd Mêrarî anegorî malbetêd wan û olkêd wan, 43 her kesê ji sîsalîyê heta pêncîsalîyê ku qulixkirinêra hazir bû şixulê Konê Civînê bikira, 44 hesabê wan anegorî malbetêd wan 3200 nefs bûn. 45 Ev e hesabê malbetêd Mêrarî kîjan ku Mûsa û Harûn anegorî temîya Xudan ew jimartin. 46 Temamîya lêwîya anegorî malbetêd wan û olkêd wan ku Mûsa, Harûn û serwêrêd Îsraêl ew jimartin, 47 her kesê ji sîsalîyê heta pêncîsalîyê ku hazir bû şixul û hildana Konê Civînê bikira, 48 hesabê wan 8580 nefs bûn. 49 Evana weke gotina Xudan, her kes bi destê Mûsa anegorî qulixê xwe û barhildanê aha hatine jimarê, çawa ku Xudan temî li Mûsa kiribû.

22-28 SIBATÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | JIMAR 5-6

“Hûn Ça Dikarin Çev Bidine Nezîra?”

it-2 477

Nezîr

Ewê ku soz dida, wekî wê bibe Nezîr, gerekê sê tiştên sereke bianiya sêrî: 1) Şerav û tu cûre îçke venexwara, usa jî tu tiştên ji tiriya çêkirî nexwara û venexwara, firqî tune ew gihîştî yan xang bûya, yan jî tiriyê hişkkirî, nişa tiriya, dims sirke bûya. 2) Porê serê xwe kur nekira. 3) Destê xwe neda tu cinyazî, hergê jî merivê wîyî nêzîk bûya, mesele dê, bav, bira yan xûşk (Jm. 6:1-7).

Sozên Mexsûs. Merivê ku sozê mexsûs dida, “ku ew bibe nezîrê Xudan”, dêmek başqekirî û tesmîlkirî bona Yehowa, ne ku seva meriv payê wî bidin. Derheqa Nezîra hatibû gotinê: “Hemû rojêd wîye nezîrîyê bira ew Xudanra pîroz be” (Jm. 6:2, 8; beramber ke Dsp. 49:26).

Çi ku ji Nezîra dihate dewakirinê, gelek ferz bû hebandinêda û ev hemû tişt bi nêta mexsûs dihate kirinê. Îzina Nezîr, çawa ku îzina serekkahînê ku ciyê pîrozda xizmet dikir, tune bû ku destê xwe bide cinyaz, hela hê ciniyazê merivê xweye nêzîk jî. Cabdariya serekkahîn û ewên ku tevî wî xizmet dikirin, mexsûs bû, lema jî çaxê wana cabdariyên xwe ber Yehowa dianîn sêrî, îzina wan tune bû şeravê û îçkeya sert vexwin (Qn.Kh. 10:8-11; 21:10, 11).

Xêncî wê yekê, Nezîrra (bi Îbranî “nazir”) usa hatibû gotinê: “Ew bira pîroz be, porê serê xwe bira bihêle dirêj bin”. Porê dirêj nîşana vê yekê bû, ku ew meriv sozê Nezîriyê xweyî dike (Jm. 6:5). Xebera “nazir” usa jî didane xebatê, çaxê xeberdan diçû derheqa rezên tiriya ku sala Şemiyê û sala Yûbîlêda nedibirîn (Qn.Kh. 25:5, 11). Ser bereniya serekkahîn ya ji zêr, kîjan ku papaxva bû, mîna morkolandinê giliyê usa nivîsar bû: “Pîroz Xudanra”. Ser vê bereniyê usa jî digotin “nîşana pîroz ya tesmîlkirinê” [bi Îbranî “nêzêr”, çi ku nêzîkî xebera “nazir” e] (Drk. 39:30, 31). Xebera “nêzêr” dihate hesabê ça tac usa jî papaxê fermî, kîjan ku padşên Orşelîmêye bi rûn kifşkirî, dikirine serê xwe (2 Sm. 1:10; 2 Pd. 11:12; binihêre TAC; TESMÎLKIRIN). Pawlosê şandî çaxê civata Mesîhiyara dinivîsî, got wekî porê dirêj kulfetra bona nixamtinê hatiye dayînê. Por dianî bîra jina, wekî ew ji mêr cude dibe, çimkî li gora qirara Xwedê ew gerekê gura mêrda be. Dêmek, ew dewakirin ku por kur nekin (çi ku bona mêr netebiyetî ye), şeravê venexwin û temiz bimînin, dianî bîra Nezîr, wekî çiqas ferz bû xwe înkar ke û bi temamî gura Yehowa bike û qirara wî bîne sêrî (1 Kr. 11:2-16; binihêre POR; GIRÊDANA SERÎ; TEBYET).

Xizna Kitêba Pîroz

w05 15/1 30 ¶2

Pirsên Xwendevana

Lê Nezîriya Şimşon hevekî cude dibû. Hê pêşiya bûyîna wî, melekê Yehowa gote diya Şimşon: “Tuyê ducanî bimînî û lawekî bînî dinê û divê gûzan li serê wî nekeve; ji ber ku wê ji rema dayikê ji Xwedêra bibe Nezîr û wê ew destpêbike û Îsraêl ji destê Filistiyan ve xelas bikin” (Hakimtî 13:5). Şimşon sozê Nezîrî nedabû. Xwedê xwexe wî kifş kir, ku temamiya jîyîna xweda bibe Nezîr. Lema jî ev qedexakirina ku destê xwe nedine cinyaz, wî nediket. Lê hergê ew dewakirin wî jî biketa, û ewî nişkêva destê xwe bida cinyaz, ewî wê bikaribûya dîsa Nezîrtî bikira, kîjan ku ji bûyîna wî destpêbû? Hemikî. Eşkere ye, wekî dewakirin bona merivê ku ji bûyînê bûye Nezîr û bona ewê ku bi xwestina xwe dibû Nezîr, ji hev cude dibûn.

(Jimar 6:6, 7) Hemû rojêd ku wî xwe Xudanra nezîr kirîye ew bira nêzîkî tu cinyazî nebe, 7 ne cinyazê bavê xwe, ne dîya xwe, ne birê xwe ne jî xûşka xwe. Heta bona mirina wan jî ew bira paqijîya xwe neherimîne, çimkî nezîrîya bona Xwedêyê wî li ser serê wî ye.

(Jimar 5:1-18) Xudan Mûsara xeberda û got: 2 “Emirî zarêd Îsraêl ke ku hemûyêd kotî, hemûyêd gemar jê diçe û hemûyêd nepaqij ku dest dane cinyaz ji nava zomê derxin. 3 Çawa mêr usa jî jin ji zomê derxine der wekî ew zomêd xwe, nava kîjana ez hêwirîme neherimînin”. 4 Zarêd Îsraêl xût usa kirin ew ji nava zomê derxistine der. Çawa ku Xudan gotibû Mûsa zarêd Îsraêl xût usa kirin. 5 Xudan tevî Mûsa xeberda û got: 6 “Bêje zarêd Îsraêl, heger mêr yan jinek, li ber Xudan bêesilîyê bike, awa gotî gunekî hindava yekî dinda bike û ew meriv gunê xwe fem bike, 7 bira ew gunê xweyî kirî bide rûyê xwe, bira ew ji ber gunê xweva tam bide û bira çarîka pênca jî serda zêdeke û bide wî li ber kê gune kirîye. 8 Lê heger pismamê wî merivî tune be ku ji ber guneva bidine wî, hingê dayîna ji ber guneva, digihîje Xudan bona kahîn, serda jî beranê gunekewandinê, bi kîjanî gunekewandin wê bona wî bê kirinê. 9 Û hemû hedîyêd ji hemû tiştêd pîroze zarêd Îsraêl ku ewê bînine li cem kahîn, bira para wî be. 10 Tiştêd pîroze her kesî para kahîn in, kê çi ku bide wî ew para wî ye”. 11 Xudan Mûsara xeberda û got: 12 “Zarêd Îsraêlra xeber de û bêje wan: ‘Her mêrê ku jina wî ji rîya xwe derê û hindava mêrê xweda şîrhelal nîbe, 13 mêrek serê xwe wêra dayne û eva yeka ji mêrê wê veşartî bimîne, lê ew dizîva herimîye, şede jî miqabilî wê tuneye, ew nehatîye girtinê. 14 Heger ruhê kumreşîyê bê li ser mêrê wê û ew kumreşîyê jina xwe bike, jin jî herimî ye, yan jî heger ruhê kumreşîyê bê li ser wî û ew kumreşîyê jina xwe bike lê jin ne herimîye, 15 bira mêr jina xwe bîne li cem kahîn. Bira bona wê qurbanê bide awa gotî parek ji deha êfa arê cehe, lê bira rûn nerêje li ser wê û ne jî bixûrê, çimkî ev dîyarîya nanîye kumreşîyê ye, dîyarîya nanîye bîranînê ye bona eyankirina neheqîyê. 16 Kahîn bira wê bibe û li ber Xudan bide sekinandinê. 17 Kahîn bira ava pîroz bike derdana axîn, axa erdê Konê Şedetîyê hilde û bike nava wê avê. 18 Peyra kahîn bira jinê li ber Xudan bide sekinandinê û laçika serê wê veke, dîyarîya nanîye bîranînê bide destê wê awa gotî dîyarîya nanîye kumreşîyê. Lê destê kahînda jî gere ava tele nifir kirinê hebe.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin