KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb21 Çile rûp. 7
  • Civatên Hersalî; Mecalên ku Hizkirinê Bidine Kifşê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Civatên Hersalî; Mecalên ku Hizkirinê Bidine Kifşê
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2021)
  • Têmên Mîna Wê
  • Yehowa Zane Em Çida hewce ne
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2019)
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2021)
mwb21 Çile rûp. 7

MÎNA ÎSA BIJÎN

Civatên Hersalî; Mecalên ku Hizkirinê Bidine Kifşê

Xûşk-birên ji cûre-cûre mileta ser civata mezine hemdinyayê tevayî sekinîne û şikil dikişînin.

Çima civatên mezine hersalî usa me xweş tên? Çawa ku Îsraêla berêda îro jî civatên meyî mezin mecalê didine me, wekî bi seda û hezara xûşk-bira tevayî Yehowa bihebînin. Em şa dibin ku wêderê zanebûnê distînin, çimkî ev alî me dike hê nêzîkî Yehowa bin. Xêncî wê yekê em dişêkirînin ew wedê qîmet, ku dikarin tevî heval û malbeta xwe wêderê derbaz kin. Razîbûna meye ji dil me hêlan dike, wekî her sê roja ser van civata bin.

Ser civînên me, em gerekê ne ku tenê derheqa wê yekê bifikirin ku çi dikarin bona xwe bistînin, lê usa jî ça em dikarin hizkirinê bidine kifşê (Gl. 6:10; Îbr. 10:24, 25). Çaxê em ber xûşk-bira derî vedikin, yan jî xwera ciyên zêde nagirin, em didine kifşê, wekî kara merivên din digerin (Flp. 2:3, 4). Civatên mezin mecaleke baş didine me, wekî hevalên teze xwera bivînin. Em dikarin nêtê xwera daynin, wekî pêşiya û paşî civatê, û usa jî wedê nanxwarinê kesekîra bibine nas (2 Kr. 6:13). Hevaltiya ku wêderê destpêbe dikare tu car xilaz nebe! Xêncî wê yekê, gava merivên der-dor hizkirinê orta meda divînin, dikarin hêlan bin ku Yehowara xizmet kin (Yn. 13:35).

BINIHÊRIN VÎDÊO “HIZKIRIN TU CAR KUTA NABE!; CIVATÊN MEZINE HEMDINYAYÊ” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Derece ji vîdêo “Hizkirin tu Car Kuta Nabe!; Civatên Mezine Hemdinyayê”. Xûşk-bira hev hemêz dikin û silav dikin ser civata mezine hemdinyayê.

    Sala 2019 ser civata mezine hemdinyayê xûşk-bira çawa hindava mêvanada hizkirin dane kifşê?

  • Derece ji vîdêo “Hizkirin tu Car Kuta Nabe!; Civatên Mezine Hemdinyayê”. Xûşk bira tevî mêvana şikil dikişînin.

    Çima yektî û hizkirin nav cimeta Yehowada usa mexsûs e?

  • Derece ji vîdêo “Hizkirin tu Car Kuta Nabe!; Civatên Mezine Hemdinyayê”. Koma xûşk-birên ji Korêyayê nîşana silavkirinê destê xweda digirin û çaxê mêvan tên wana silav dikin.

    Birên ji Koma Rêberiyê çawa dîna me dane ser hizkirinê?

  • Derece ji vîdêo “Hizkirin tu Car Kuta Nabe!; Civatên Mezine Hemdinyayê”. Keçikeke bextewar “Kitêba Pîroze Welgerandina Dinya Teze”, ku standiye destê xweda digire.

    Çawa hûn dikarin ser civatên meye mezin hê zêde hizkirinê bidine kifşê?

    Almanyayêda û Korêya Başûrda hizkirina Mesîhîtî çi cûreyî xûşk-bira kirine yektiyê?

  • Em gerekê çi nêtê daynin pêşiya xwe?

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin