Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”
1-7 ADARÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | JIMAR 7-8
“Ji Zoma Îsraêliya Em Çi Hîn Dibin”
it-1 497 ¶3
Civat
Îsraêlêda gelek car mêrên cabdar bona halxweşiya cimetê ça wekîl şixul dikirin (Ez. 10:14). Mesele çaxê konê pîroz hatibû danînê “serwêrêd qebîlêd wan” diyarî anîn (Jm. 7:1-11). Usa jî wedê Nehemiyada kahîn, Lêwî û “serokên” cimetê ça wekîlên wan “peymanek xwurt” mor kiribûn (Nm. 9:38–10:27). Gava Îsraêlî beriyêda bûn ji “serwêrêd civînê, bijartîyêd civînê û merivêd nav û deng” 250 mêr tevî Qorax, Datan, Abîram û On bûne yek û miqabilî Mûsa derketin (Jm. 16:1-3). Li gora rêberiya Xwedê Mûsa 70 rûspiyên ku serwêrên cimetê bûn, kifş kirin wekî alî wî bikin “nîrê vî miletî” hildin, çimkî wîra çetin bû tenê ewê yekê bike (Jm. 11:16, 17, 24, 25). Qanûna Kahîntiyê 4:15-da tê gotinê derheqa “rûspîyêd cimetê” û ev rûspî, serok, hakim û serwêr ça tê kifşê wekîlê cimetê bûn (Jm. 1:4, 16; Yêş. 23:2; 24:1).
it-2 796 ¶1
Rûbên
Zoma Îsraêlêda ji konê pîroz aliyê başûrêda bereka Rûbên cîwar bû, lê aliyê dinva ji wan bereka Şimhûn bû, alîkîva jî bereka Gad. Çaxê zom rê diket ew sê berek, rêberiya kîjanî ku Rûbên dikir, pey sê berekên din diçûn, dêmek Cihûda, Îsaxar û Zebûlon (Jm. 2:10-16; 10:14-20). Anegorî wê yekê, gava konê pîroz hate tesmîlkirinê, bereka pey hev diyarî anîn (Jm. 7:1, 2, 10-47).
w04 1/8 25 ¶1
Fikirên Sereke ji Kitêba Jimar
8:25, 26. Lêwiyên emirda mezin xizmetkirina xweye eseyî xilaz dikirin. Bi wê yekê qedir hindava salên emirê wan dihate kifşê û Lêwiyên din jî dikaribûn xizmetkirina xwe destpêkin. Lê dîsa jî Lêwiyên emirda mezin dikaribûn bi rezedilî alî Lêwiyên din bikin. Rast e salên emirva girêdayî nîne, ku bibin mizgînvanên Padşatiyê yan na, lê prînsîpa ji vê qanûnê gelek tişta me hîn dike. Hergê ji bo salên emir Mesîhî nikare hine borcdariya bîne sêrî, ew dîsa jî dikare xizmetêda haqas kar bike çiqas ku qewata wî digihîjê.
Xizna Kitêba Pîroz
it-1 835
Nixurî
Nixuriyên Îsraêlê gerekê bibûna serê malbetê, ewana dihatine hesabê wekîlê cimetê. Usa jî Yehowa ser hîmê peymana ku tevî Birahîm girêdabû, temamiya cimeta Îsraêl nav dikir “kurê minî nixurî” (Drk. 4:22). Ji bo wê yekê ku Yehowa jîyîna hemû nixuriya xilaz kir, ewî temî da wekî “her nixurîyê ku betinê vedike, heger merî be yan heywan” tesmîlî wî bikin (Drk. 13:2). Usa ew nixuriyên kurîn dibûne para Yehowa.
(Jimar 8:17) Çimkî hemû nixurîêd Îsraêl, ji mêriv girtî heta heywên para min in. Li wê roja ku min hemû nixurîyêd erdê Misirê qir kirin, min hingê ew xwera kifş kirin.
(Jimar 7:1-17) Gava Mûsa pîrozgeh da sekinandinê xilaz kir, ew û her tiştêd wê rûn kirin û pîroz kir, hingê gorîgeh û hemû hacetêd wê jî rûn kirin û pîroz kir. 2 Serwêrêd Îsraêl, serwêrêd olkêd wan, awa gotî serwêrêd qebîlêd wan, yêd ku serwêrîya navnivîsarê dikirin, dîyarî anîn. 3 Dîyarîyêd xwe anîne li ber Xudan: Şeş erebê girtî, donzdeh ga, her erebek du serwêr bûn û herekîra gak, vana ev anîne li ber Pîrozgehê. 4 Xudan Mûsara xeberda û got: 5 “Ji wan hilde, ewê bona xizmetkarîya Konê Civînê bêne xebatê. Wan bide lêwîya, her kesîra anegorî xebata wî”. 6 Mûsa erebe û ga hildan û ew dane lêwîya. 7 Du erebe û çar ga dane zarêd Gêrşon, anegorî xebata wan. 8 Çar erebe heyşt ga dane zarêd Mêrarî, anegorî xebata wane bi serwêrîya Îtamarê kurê Harûnê kahîn. 9 Lê neda kurê Qohat çimkî xebata Cîyê Pîroz li ser wan bû, wana ew gere li ser milê xwe bibirana. 10 Serwêra dîyarîya pîrozkirina gorîgehê roja rûnkirinê anîn. Serwêra dîyarîyêd xwe anîne li ber gorîgehê. 11 Xudan gote Mûsa: “Rojê serwêrek bira dîyarîya xwe bîne, bona pîrozkirina gorîgehê”. 12 Roja pêşin Nehşonê kurê Amînadav ji qebîla Cihûda dîyarîya xwe anî. Dîyarîya wî ev bû: teşteke zîvîne 130 şêkilê , taseke zîvîne 713 şêkilê, anegorî şêkilê pîrozgehê, her du jî bi arê xasî rûnda stirayî dagirtî bona dîyarîya nanî, 14 kevçîkî zêrînî 10 şêkilê bixûrêva dagirtî, 15 canegak, beranek, berxekî yeksalî bona dîyarîya tevayîşewatê, 16 nêrîkî bona dîyarîya paqijbûnê, 17 du ga, pênc beran, pênc nêrî û pênc berxêd yeksalî bona dîyarîya heleqetîyê. Eva dîyarîya Nehşonê kurê Amînadav bû.
8-14 ADARÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | JIMAR 9-10
“Yehowa Çawa Rêberiyê Cimeta Xwe Dike”
it-1 398 ¶3
Zom
Ew zoma mezin (Mûsa kitêba Jimar serê 33-da derheqa 40 ciyên sekinandinêye zomê dibêje) bi organîze cîguhastî dibû. Heta ku stûna ewir li ser konê pîrozra sekinî bû, zom cîda dima. Lê çaxê stûna ewir cîguhastî dibû, hingê temamiya zomê jî cîguhastî dibû. “Bi gotina Xudan zarêd Îsraêl rê diketin û bi gotina Xudan zomêd xwe lê didan” (Jm. 9:15-23). Ew rêberiya Yehowa bi saya du boriyên zîvîne kolandî elamî cimetê dikirin (Jm. 10:2, 5, 6). Çaxê dengê boriyê kin lêdixistin, hingê zomê fem dikir, wekî gerekê rê kevin. Cara pêşin zom rê ket “bîstê meha dudaye sala duda [1512 B.D.M.]”. Pêşiyê sindoqa peymanê dibirin, paşê jî sê berek rê diketin, bereka Cihûda pêşiyê diçû, paşê Îsaxar û Zebûlon. Pişt wanva Gêrşonî û Mêrarî, kîjan ku li gora rêberiyê tiştên konê pîroz dibirin, diçûn. Pey wan bereka sê berekên din diçûn. Ya pêşiyê bereka Rûbên bû, paşê Şimhûn û Gad diçûn, pey wanra jî Qohatî, yên ku tiştên pîroz dibirin. Paşê jî sê berekên din diçûn, ew hebûn Efrayîm, Minaş û Binyamîn. Sê berekên xilaziyê jî ew bûn: ya pêşiyê bereka Dan, paşê Aşêr û Neftelî. Bi wî cûreyî pêşiya û xilaziya zomê berekên lapî mezin û qewî diçûn (Jm. 10:11-28).
w11 15/4 4-5
Tu Rêberiya Xwedê Têderdixî?
Ça em dikarin razîbûna xwe bona rêberiya ji Xwedê bidine kifşê? Pawlosê şandî got: “Guhdariya rêberêd xwe bikin û gura wanda bin” (Îbrn. 13:17). Carna ew yek dikare hêsa nîbe. Bide ber çevê xwe ku tu hêna Mûsada zoma Îsraêliyada nî. Îda çendeke tu pey stûna êgir yanê ewir diçî û divînî ku ew sekinî. Dibek tuyê bifikirî: “Gelo ew wê çiqas wext wî cîyî bisekine? Rojekê, heftêkê yan çend meha? Gelo ez gerekê hemû hûr-mûrê xwe derxim?” Dibeke pêşiyê tu tenê tiştên zef lazim derxî. Lê paşî çend roja tuyê biwestî ku timê tiştên xwe bigerî, lema jî tuyê safî kî her tiştî derxî û cîwar daynî ber dest. Lê çaxê te îda her tişt cîwar kir, tu divînî wekî stûn rabû. Wî çaxî tu fem dikî, wekî gerekê paşda hûr-mûrê xwe top kî û rêkevî! Ew yek hêsa nîne, lê yeke wê derecêda Îsraêlî gerekê derbêra rê ketana (Jimar 9:17-22).
Lê ça em xwe didine kifşê, çaxê ji Xwedê rêberiyê distînin? Em dixebitin wekî derbêra wan rêberiya bînin sêrî? Yan em berdewam dikin ça hîn bûne usa jî bikin? Gelo em haş rêberiyên paşin hene, mesele wekî çawa hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kin, ser zimanên xerîb xizmet kin, qulixkirina tevî malbetê derbaz kin, tevî Komîtêya Hevkariya Nexweşxana şixulkariyê bikin, û ça ser civatên mezin xwe bidine kifşê? Razîbûna me bona rêberiya Xwedê hingê jî tê kifşê, gava em gura şîretên wî dikin. Çaxê em gerekê safîkirineke ferz bikin, em ser xwe îtbar nînin, lê dewsê ji Yehowa û teşkîleta wî rêberiyê digerin. Wedê teyrok û birûskê zar ça cî-sitarê cem dê-bavê xwe digere, usa jî em çaxê rastî derecên giran tên, kîjan ku mîna teyrokê ser meda dibarin, em teşkîleta Yehowada cî-sitarê digerin.
Xizna Kitêba Pîroz
it-1 199 ¶3
Civîn
Ferzbûna Civîna. Ji rêberiya ku Yehowa dabû Îsraêliya derheqa Cejina Derbazbûnêye hersalî, tê kifşê wekî çiqas ferzl e hazir bin ser civatên ku Yehowa kifş kiriye seva cimeta xwe ruhanîda qewî ke. Her mêrê ku paqij bû û rêvîtiyêda nîbû, lê Cejina Derbazbûnê nedikir, gerekê bihata kuştinê (Jm. 9:9-14). Çaxê Hizqiya Padşa gazî hemû bineliyên Cihûdayê û Îsraêlê kir ku bêne Orşelîmê, wekî Cejina Derbazbûnê derbaz kin, ewî got: “Ya lawên Îsraêl! vegerin Xwedayê Birahîm . . . Mîna bavên xwe stû hişk nebin; lê belê dest bidin Xudan û bikevin perestgeha wî ya ku abadîn wê pîroz kiriye û ji Xwedayê xwe XUDANRA qûlitiyê bikin û wê hêrsa wî ya sor ji ser we vegere! . . . Xwedayê me XUDAN xêrê dike û zef heyfa wî pê tê û ger hûn vegerin wî, wecê [rûyê] xwe ji we nazivirîne!” (2 Dr. 30:6-9). Hergê kesekî bêmenî civat berdida, ewî dida kifşê ku pişta xwe daye Xwedê. Rast e Mesîhî îro cejinên usa, ça mesele Cejina Derbazbûnê derbaz nakin, yeke Pawlos şîret da, wekî cimeta Xwedê civîna bernedin. Ewî nivîsî: “Bira em bona hevdu xem bikin, wekî hizkirinê û qencîkirinêda hêlana bidine hev. Bira em dest ji lihevcivînê nekişînin, çawa ku hineka xwera kiriye xeyset, lê em dil bidine hev û hê zêde, çimkî em dibînin ku Roja Axretê nêzîk dibe” (Îbr. 10:24, 25; binihêre CIVAT).
(Jimar 9:13) Heger meriv paqij be û li rêwîtîyê nîbe lê Cejina Derbazbûnê neke ew nefsa gere ji nava miletê xwe bê birînê, çimkî dîyarîya Xudan wedê wêda ne daye, ew merivê gerekê gunê xwe bikişîne.
(Jimar 10:17-36) Lê gava Pîrozgeh dihate hevdanê hingê zarêd Gêrşon û zarêd Mêrarî diçûn û Pîrozgeh dibirin. 18 Peyra ala zoma Rûbên anegorî ordîyêd xwe diçû û Elîsûrê kurê Şidêyûr serwêrê ordîya wî bû. 19 Serwêrê ordîya qebîla zarêd Şimhûn Şilûmîyêlê kurê Sûrîşaday bû. 20 Serwêrê ordîya qebîla zarêd Gad Elyasafê kurê Dihûyêl bû. 21 Peyra Kahatî diçûn, yêd ku tiştêd pîroz dibirin. Pîrozgeh gere berî hatina wan bihata vegirtinê. 22 Peyra ala zoma zarêd Efrayîm anegorî ordîyêd xwe diçû û Elîşamayê kurê Emîhûd serwêrê ordîya wî bû. 23 Serwêrê ordîya qebîla zarêd Minaşe Gamalyêlê kurê Pidahsûr bû. 24 Serwêrê ordîya qebîla zarêd Binyamîn Abîdanê kurê Gîdonî bû. 25 Peyra çawa piştgirê hemû zoma, ala zoma zarêd Dan anegorî ordîyêd xwe diçû û Axîhezerê kurê Emîşaday serwêrê ordîya wî bû. 26 Serwêrê ordîya qebîla zarêd Aşêr Pagîyêlê kurê Okran bû. 27 Serwêrê ordîya qebîla zarêd Neftelî Ahîrayê kurê Eynan bû. 28 Ev in qeydêd çûyîna zarêd Îsraêl anegorî ordîyêd wan. Ew bi vî awayî diçûn. 29 Hingê Mûsa gote Hovavê kurê Rihûêlê midyanîyî xezûrê xwe: “Em diçine li wî cîyê ku Xudan got: ‘Ezê wî bidime we’. Tevî me were emê qencîyê bona te bikin, çimkî Xudan qencî soz daye Îsraêl”. 30 Lê ewî caba Mûsa da: “Ez nayêm, lê ezê vegerim herime li erdê xwe û nava merîyêd xwe”. 31 Mûsa got: “Ji kerema xwe me nehêle, çimkî tu zanî ku berîyêda em kîderê zomêd xwe lêdin, tê bibî rêberê me. 32 Awa heger tu tevî me bêyî, ew qencîya ku Xudanê bona me bike, emê jî bona te bikin”. 33 Usa ew ji çîyayê Xudan rîya sê roja çûn. Sindoqa Peymana Xudan jî pêşîya wanva rîya sê roja diçû, wekî cîyê rihetbûnê wanra raçev ke. 34 Ewrê Xudan rojê li ser wan bû çaxê ew ji zomê rêdiketin. 35 Û dema birina sindoqê, Mûsa digot: “Rabe Xudan! Û bira dijminêd te bela bin, yêd dijenine te bira ji ber te birevin”. 36 Lê çaxê sekinandinê ewî digot: ‘Xudan li hezar-hezarêd Îsraêl vegere!’
15-21 ADARÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | JIMAR 11-12
“Çima Gerekê Nekine Kute-Kut?”
w01 15/6 17 ¶20
Nebine Merivên ku Zû Bîr Dikin
20 Heçî zef Mesîhî nakevine telika bênamûsiyê. Lê em gerekê fesal bin, wekî xwera nekine xeyset bikine kute-kut, yan na emê hêrsa Xwedê rakin. Pawlos şîreta usa dide me: “[Yehowa, DT] necêribînin, çawa ji wan [Îsraêliya] hineka cêriband û bi mera hatine lêdanê mirin. Û bîna xwe teng nekin, çawa ji wan hineka bîntengî kirin û bi destê milyaketê mirinê koka wan hat” (1 Korintî 10:9, 10). Îsraêliya ser Mûsa, Harûn û hela hê ser Yehowa jî dikirine kute-kut. Mana wan xweş nedihat, kîjan ku Xwedê bi keremetî dida wan (Jimar 16:41; 21:5). Gelo Yehowa ser kute-kuta wan usa dinihêrî ça ser bênamûsiyê? Ji Kitêba Pîroz em pêdihesin, wekî merivên neqayîl, yên ku dikirine kute-kut ji merên jerdadayî hatine kuştinê (Jimar 21:6). Lê pêşiya wê qewimandinê 14 700 zêdetir merivên miqabil bona kute-kuta xwe hatine qirkirinê (Jimar 16:49). Werên em tu car sebira Yehowa necêribînin û hindava her tiştên ku ew mera dide, bêqedir û bêşêkir nîbin.
w06 15/7 15 ¶7
Bêşêkir û Neqayîl Nîbin
7 Nihêrandina Îsraêliya lap hate guhastinê! Pêşiyê Îsraêliya bi kilama pesinên şêkirdariyê didane Yehowa, çimkî ewî wana ji Misirê aza kir û Bera Sorra derbaz kir (Derketin 15:1-21). Lê gava beriyêda ewana rastî çetinaya hatin û xofa Kenaniya kete dilê wan, hingê ewana razîbûna xwe unda kirin û neqayîlbûn dane kifşê. Dewsa ku razî bin, wekî Yehowa ewana aza kirin, wana destpêkir wî neheq kin, çimkî difikirîn wekî rûyê Xwedêda hine tişt çida ku ewana hewce bûn, wana kêm bû. Kute-kut û neqayîlbûna wan da kifşê, wekî ewana bêşêkir bûn û qîmet nedikirin her tiştên ku Yehowa dida wan. Niha femdarî ye çima ewî got: “Heta kengê ev civîna hane xirab wê hindava minda bîna xwe teng ke?” (Jimar 14:27; 21:5).
it-2 719 ¶4
Şer-Dew
Kute-kut. Kute-kut meriva bînteng dike û qidûm dêxe. Îsraêliya hine wext paşî derketina ji Misirê destpêkirin ser Yehowa bikine kute-kut. Bi vê yekê ewana miqabilî rêberiya Xwedê derdiketin, ya ku ewî bi saya Mûsa û Harûn dida (Drk. 16:2, 7). Kute-kuta wan usa dilê Mûsa êşand, wekî ewî xwera mirin dixwest (Jm. 11:13-15). Merivê ku dike kute-kut, jîyîna xwe dike bin qeziyê. Îsraêliya çi ku miqabilî Mûsa digotin, Yehowa hesab dikir ku miqabilî wî û rêberiya Wî dibêjin (Jm. 14:26-30). Geleka emirê xwe unda kirin ji bo nihêrandina xweye nerast û kute-kutê.
Xizna Kitêba Pîroz
it-2 309
Mana
Şirovekirin. Mana mîna “toximê mêxikê” û “mîna bidolaxê bû”, ev cûrê dilopên mûmêye zelal bû û dur dianî bîra meriva. “Tema wê mîna katê pê hingiv” yan katê şîrin bi bizirê zeytûnê bû. Mana top dikirin, paşê bi destar dihêran, yan jî conîda dikutan, paşê jî beroşêda dikelandin û pê wê kate çêdikirin (Drk. 16:23, 31; Jm. 11:7, 8).
(Jimar 11:7, 8) (Mana jî mîna ji koma toximê mêxikê bû, rengê wê jî mîna bidolaxê bû. 8 Cimet digerîya, top dikirin û bi destar dihêran, yan jî conîda dikutan, beroşda dikelandin û ji wê kate çêdikirin. Tema wê mîna tema katê rûn bû.
(Jimar 11:1-15) Û bû wekî cimetê tengasîyêda hindava Xwedêda bîna xwe teng kir. Xudan bihîst, hêrsa wî rabû û agirê Xudan nava wanda alav pêket û pêşa zomê hûfî xwe kir. 2 Hingê cimetê hewara xwe Mûsa anî. Mûsa bi dua xwe avîte Xudan û agir vêsîya. 3 Navê wî cîyî Mûsa danîn Tavera, çimkî agirê Xudan li nava wanda alav pêket. 4 Miletêd başqeye bê pergal nava wanda dilhavijî kirin. Zarêd Îsraêl jî dîsa girîyan û gotin: “Kê wê goşt bide me em bixwin? 5 Tê bîra me ew mesîyêd Misirêda ku me bê heq dixwarin. Usa jî xiyar, zeveş, pîvazok, pîvaz û sîr. 6 Lê niha nefsa me çila bûye, tu tişt tune, tenê manaye li ber çevêd me”. 7 (Mana jî mîna ji koma toximê mêxikê bû, rengê wê jî mîna bidolaxê bû. 8 Cimet digerîya, top dikirin û bi destar dihêran, yan jî conîda dikutan, beroşda dikelandin û ji wê kate çêdikirin. Tema wê mîna tema katê rûn bû. 9 Û gava şev qiravîyê li nava zomê dadanî, manayê jî serda datînî). 10 Mûsa bihîst wekî cimet neferêd xweva, her kes li ber derê konê xwe, digirî. Hingê hêrsa Xudan gelekî rabû, kirina van li ser Mûsa jî giran rûnişt. 11 Mûsa gote Xudan: “Te çima evdê xwe avîte nava oxirmêd giran? Çima min kerem li ber çevêd te ne dît? Te çima nîrê hemû vî miletî avîte stûyê min? 12 Dibe ez vî miletîda pê mame, yan ew ji min dinê ketine, wekî tu minra dibêjî: ‘Wan hemêza xweda bibe’, çawa destdergûş zara şîrxur dibe, heta wî erdê ku te bavêd wanra sond xwarîye? 13 Ezê goşt ji ku bînim wekî bidime temamîya vî miletî? Çimkî ew li ber min digirîn, dibêjin: ‘Goşt bide me em bixwin!’ 14 Ez nikarim tenê temamîya vî miletî bibim, çimkî giran e bona min! 15 Wekî tu usa tînî serê min, diha rind e min bikuje, heger min li ber çevêd te kerem dîtîye.Ezê belengazîya xwe nebînim!”
22-28 ADARÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | JIMAR 13-14
“Bawerî Çawa Me Mêrxas Dike”
w06 1/10 16-17 ¶5-6
Mêrxas in bi saya Bawerî û Xofa Ber Xwedê
5 Ji cesûsa tenê Yêşû û Kaleb hazir bûn biketana Erdê Sozdayî. Wana derheqa Kenaniya digot: “Ewê bibine xurê me. Sîya ser wan ji ser wan hate hildanê. Xudan tevî me ye, ji wan netirsin” (Jimar 14:9). Gelo nihêrandina Yêşû û Kaleb rast bû? Sed selefî erê! Wana jî tevî temamiya cimetê dîtibû, ku Yehowa ça bi Deh Bela Misirî û xudanên wan nimiz kirin. Paşê wana dît ça Yehowa Firewin û ordiya wîye zor avîte Bera Sor (Zebûr 136:15). Lema jî femdarî ye ku deh cesûs û hemûşkên ku ketine ber bayê wan, ji bo tirsa xwe nikarin heq derên. Yehowa êşa dilê xwe eyan kir û got: “Heta kengê ewê bawerîya xwe min neyne, heqa jî nîşan min li nava wîda kirin?” (Jimar 14:11).
6 Yehowa meniya problêmê eyan kir; ji tirsa Îsraêliya hate kifşê, wekî baweriya wan kêm bû. Belê, bawerî û mêrxasî hevva girêdayî ne, lema jî Yûhennayê şandî derheqa civata Mesîhiya û şerê wanî ruhanî usa got: “Em dinyayê bindest dikin, awa gotî bi baweriya xwe” (1 Yûhenna 5:4). Îro bi saya baweriyê, ya ku mîna ya Yêşû û Kaleb e, şeş mîlyona zêdetir Şedên Yehowaye cahil û emirda mezin, firqî tune bi sihet-qewata baş yan xirab, nav temamiya dinyayêda mizgîniya xêrê bela dikin. Tu dijmin nikare ewê ordiya qewî û mêrxas bide sekinandinê û kerkirinê (Romayî 8:31).
Xizna Kitêba Pîroz
it-1 740
Erdê ku Xwedê Da Îsraêliya
ERDÊ ku Xwedê dida Îsraêliya bi rastî jî erdekî baş bû. Çaxê Mûsa deh cesûs şande Erdê Sozdayî, ku lê binihêrin, wana xwera ji wî erdî hêjîr, hinar û gûşî tirî anîn. Ev gûşî usa mezin bû, wekî du cesûsa tevayî, dabûne ser milê xwe! Rast e ji bo kêmasiya baweriyê tirs ketibû dilê wan, lê dîsa jî derheqa wî erdî wana got: “Bi rastî şîr û hingiv jê dikişe” (Jm. 13:23, 27).
(Jimar 13:27) Mûsara salix kirin û gotin: “Em çûne wî erdê ku te em şandinê, bi rastî şîr û hingiv jê dikişe, evana jî berê wî ne.
(Jimar 13:1-20) Xudan Mûsara xeberda got: 2 “Xwera meriva bişîne ku cesûsîya erdê Kenanê bikin, kîjanî ku ez didime zarêd Îsraêl. Ji her qebîleke bavêd wan merivekî bişîne, awa gotî ji serwêrê navawanda”. 3 Hingê Mûsa ew anegorî gotina Xudan ji berîya Paranê şandin. Ew hemû meriv serwêrê zarêd Îsraêl bûn. 4 Ev in navêd wan: Ji qebîla Rûbên Şamûayê kurê Zakûr bû. 5 Ji qebîla Şimhûn Şafatê kurê Horî bû. 6 Ji qebîla Cihûda Kalêbê kurê Yifûneh bû. 7 Ji qebîla Îsaxar Îgalê kurê Ûsiv bû. 8 Ji qebîla Efrayîm Hoşêyayê kurê Nûn bû. 9 Ji qebîla Binyamîn Paltîyê kurê Rafû bû. 10 Ji qebîla Zebûlon Gaddîyêlê kurê Sodî bû. 11 Ji qebîla Minaşe (qebîleke ji Ûsiv) Gaddîyê kurê Sûsî bû. 12 Ji qebîla Dan Emîyêlê kurê Gimallî bû. 13 Ji qebîla Aşêr Sitûrê kurê Mixayîl bû. 14 Ji qebîla Neftelî Nahbîyê kurê Vofsî bû. 15 Ji qebîla Gad Geyûêlê kurê Maxî bû. 16 Ev in navêd wan merivêd ku Mûsa şandin cesûsîya erdê bikin. Mûsa navê Hoşêyayê kurê Nûn danî Yêşû . 17 Mûsa ew şandin ku cesûsîya erdê Kenanê bikin û gote wan: “Rabin herine Necefê û heta erdê çîya-banîya hilkişin. 18 Binihêrin erd çawa ye. Merivêd li wî erdî dijîn qewat in yan sist in, pir in yan hindik in? 19 Erdê ku ew lê ne çawa ye, qenc e yan xirab e? Bajarêd ew lê dijîn vekirî ne yan sûrkirî ne? 20 Erd çawa ye, xweyî deremet e yan bê ber e, bax hene yan tunene? Serxwe bin û ji berê wî erdî bînin”. (Ev wedê tirîyêd pêşin bû.)
29 ADARÊ-4 NÎSANÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | JIMAR 15-16
“Qure û Xweda Bawer Nîbin”
w11 15/9 27 ¶12
Yehowa Te Nas Dike?
12 Çaxê cimeta Îsraêl ser riya Erdê Sozdayî bû, Qorax hate ser wê fikirê, wekî rêberiya cimeta Xwedê nerast tê kirinê. Him jî 250 serokên cimetê, yên ku hizreta guhastina bûn, pişta wî girtin. Diqewime Qorax û mêrên din difikirîn, wekî Yehowa ji wan razî ye. Wana gote Mûsa: “Bes e îdî wera! Temamîya civînê, hemû jî pîroz in û Xudan li nava wanda ye” (Jimar 16:1-3). Bi rastî jî ewana çiqas xweda bawer û babax bûn! Mûsa gote wan: “Xudan wê eyan ke, kî para wî ye”. (Bixûne Jimar 16:5.) Xilaziya roja din Qorax û hemûşk, ku miqabilîbûnêda pişta wî girtin, mirin (Jimar 16:31-35).
w11 15/9 27 ¶11
Yehowa Te Nas Dike?
11 Mûsa hindava safîkirin û rêberiya Yehowa bi qedir bû, lê nihêrandina Qorax lap cûrekî mayîn bû. Nihêrandina wan hukum dibû ser heleqetiya wan tevî Yehowa. Qorax ji bereka Lêwî, ji mala Qohat bû. Wîra qedirê mezin hatibû dayînê. Ewî bi çevê xwe dîtibû ku çawa Yehowa cimeta xwe Bera Sorra derbaz kir. Diqewime ewî usa jî hevkarî dikir çaxê ber Çiyayê Sînayê Yehowa dîwana Îsraêliyên neguhdar dikir. Qorax cîguhestina sindoqa peymanêda jî alîkarî dida (Drk. 32:26-29; Jm. 3:30, 31). Tê kifşê, wekî ew bi gelek sala Yehowara amin bû û zoma Îsraêlêda jî merivekî xweyîqedir bû.
Xizna Kitêba Pîroz
w98 1/9 20 ¶1-2
Tiştên Lapî Ferz Daynin ser Ciyê Pêşin!
Yehowa kirê wî merivî hesab nekir şaşîke biçûk. Kitêba Pîroz dibêje: “Paşê Xudan gote Mûsa: ‘Ew meriv bira bê kuştinê’” (Jimar 15:35). Çima Yehowa xweş nehat kirê wî merivî?
Şeş rojên cimetê hebûn bona wê yekê, ku şixulê xweyî herrojî bikin. Mesele qirşa top kin, xwarinê çêkin yan jî bona kinc û mala xwe xem bikin. Roja hefta bona hewcên ruhanî bû. Rast e topkirina qirşada tiştekî xirab tune bû, lê nerast ew bû, wekî ew şixul wê rojê hate kirinê, kîjan ku bona hebandina Yehowa başqekirî bû. Îro Mesîhî bin Qanûna Mûsada nînin, lê dîsa jî ew derece zelal dike ku jîyîna meda ya here ferz gerekê çi be (Fîlîpî 1:10).
(Jimar 15:32-35) Carekê gava zarêd Îsraêl berîyêda bûn, wana merivek dît ku roja şemîyê qirş top dikir. 33 Yêd ku wextê qirş topkirinê ew dîtin, girtin anîne li cem Mûsa, Harûn û temamîya civînê 34 û ew hiştine bin nobedarîyê, çimkî hê nehatibû safî kirinê, ku çi bînine sere wî. 35 Paşê Xudan gote Mûsa: “Ew meriv bira bê kuştinê, temamîya civînê bira wî ji zomê der bide li ber kevira”.
(Jimar 15:1-16) Xudan Mûsara xeberda got: 2 “Zarêd Îsraêlra xeber de û bêje wan: ‘Gava hûn herine wî erdê cî-warêd xwe, kîjanî ku ez bidime we 3 û hûn Xudanra dîyarîyêd şewatê bidin, heger ew ya tevayîşewatê be, yan qurbaneke ji pêz-dêwêr be bona ad-qirar qedandinê, yan dîyarîyêd rezedilîyê be, yan jî ya cejinêd weda be, wekî Xudanra dîyarîya bînxweş bidin, aha bikin: 4 Dîyardar ku dîyarîya xwe tîne, bira Xudanra dîyarîya nanî bide, awa gotî pareke çapêye ji deha yek arê xas, tevî pareke hînêye ji çara yek rûnda stirayî. 5 Û bona her berxa dîyarîya tevayîşewatê, yan jî qurbana pareke hînêye ji çara yek şerav, çawa dîyarîya serdakirinê bide. 6 Lê tevî beran, pareke çapêye ji deha dudu arê xasî stirayî, pareke hînêye ji sisîya yek jî rûnda stirayî, çawa dîyarîya nanî bide, 7 usa jî pareke hînêye ji sisîya yek şerav bona dîyarîya serdakirinê, çawa dîyarîya bînxweş Xudanra bide. 8 Gava tu canega çawa dîyarîya tevayîşewatê, yan qurbana bona qedandina ad-qirarê, yan dîyarîya heleqetîyê Xudanra bidî, 9 hingê tevî canega pareke çapêye ji deha sisê arê xas tevî nîv hîn rûnda stirayî, çawa dîyarîya nanî bide. 10 Usa jî nîv hîn şerav bona dîyarîya serdakirinê bide. Eva dîyarîya şewatêye bînxweş e bona Xudan. 11 Bi vî awayî bira tevî her boxeyî, her beranî, her berxî û her karê nêrîn aha bê dayînê, 12 çi ku bê dayînê, bi vî awayî tevî her dîyarîyê anegorî hesabê wan bide. 13 Her binelîyê welat bira usa bike çaxê dîyarîya şewatê, çawa dîyarîya bînxweş, bide Xudan. 14 Heger li nava weda xerîbek bijî yan yek ku li nava zuretêd weda tevî we ye û dîyarîya şewatê çawa dîyarîya bînxweş Xudanra bide bira usa bide çawa ku hûn didin. 15 Civînêra qeyde-qanûnek be, bona we û bona xerîbê ku li nava weda dijî. Qeyde-qanûna heta-hetayê be zuretêd wera, çawa hûn bin, usa jî xerîbê li ber Xudanbe. 16 Qanûnek û dîwanek be bona we û bona xerîbê nav weda dijî’”.
5-11 NÎSANÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | JIMAR 17-19
“Ez im Para Te”
w11 15/9 13 ¶9
Tu Dihêlî, wekî Yehowa Bibe Para Te?
9 Bifikire derheqa Lêwiya, ku erd ça war nedistandin. Şixulê wanî sereke ew bû ku bona hebandina rast xem bikin û bawer bin, wekî Yehowa wê bona hewcên wanî matêrîalî xem bike, çimkî ewî gote Lêwiya: “Ez im para te” (Jimar 18:20). Rast e em mîna kahîna û Lêwiya paristgehêda xizmet nakin, lê dîsa jî em dikarin çev bidine wan û bawer bin, wekî Yehowa wê bona me xem bike. Em çiqas nêzîkî xilaziya vê dinya zulm dibin, haqas hê zêde mera lazim e îtbariya xwe Yehowa bînin, wekî ew wê bona me xem bike (Eyan. 13:17).
w11 15/9 7 ¶4
Yehowa Para Min e
4 Ev xizmetî bona Lêwiya çi dihate hesabê? Yehowa got, wekî wê bibe warê wan, dêmek wê dewsa erdê xizmetkirina mexsûs tesmîlî wan ke. Milkê wan “bona XUDAN kahîntî” bû (Yêşû 18:7). Ji kontêksta rêza Jimar 18:20 tê kifşê, wekî ji bo wê yekê ewana kesîb nedibûn. (Bixûne Jimar 18:19, 21, 24.) Lêwiya gerekê “her deheka Îsraêl, çawa war . . . ji ber şixulê wanî Konê Civînêva” bistandana. Dêmek, gerekê 10 selef ji hemû berê erdê û heywana bistandana. Lê wana xwexa jî gerekê bona piştgiriya hebandinê 10 selef ji “hemû tiştêd here qenc” ku distandin qurban kirana (Jimar 18:25-29). Kahînara usa jî “her dîyarîyêd pîroz” diket, kîjan ku Îsraêliya dianîn ciyê hebandinê. Ça tê kifşê gelek menî hebûn ku endemên kahîntiyê bawer bin, wekî Yehowa wê bona wan xem bike.
Xizna Kitêba Pîroz
g02 6/8 14 ¶2
Xwê Tişteke Qîmet e
Xwê sîmbola wê yekê bû, ku tiştek wê tu car neyê guhastinê. Ji bo vê yekê Kitêba Pîrozda girêdana peymanê nav dikirin “peymana xwê”. Girêdana peymanê bi wê yekê derbaz dibû, ku xureka xwêkirî dixwarin (Jimar 18:19). Li gora Qanûna Mûsa, qurbanên ku datanîn ser gorîgehê, gerekê xwê kirana, çi ku sîmbola neriziyê û nexirabkirinê bû.
(Jimar 18:19) Her dîyarîyêd pîroz ku zarêd Îsraêl dîyarî Xudan dikin, ez didime te, kurêd te û qîzêd teye tevî te, çawa qeyde-qanûna heta-hetayê. Eva peymana xwê ye heta-hetayê li ber Xudan, bona te û bona zureta te tevî te”.
(Jimar 18:1-13) Xudan gote Harûn: “Tu, kurêd xwe û malbeta xweva, hûnê cabdarê neheqîya hindava Pîrozgehêda bin. Tu û kurêd xweva, hûnê cabdarê neheqîya hindava kahîntîya xweda bin. 2 Usa jî birayêd xwe ye ji qebîla Lêwî, awa gotî bereka bavê xwe nêzîkî xwe ke. Bira ew ber destê te bin û tera qulix kin. Tu û kurêd xweva gerekê hûnê li ber Konê Şedetîyê bin. 3 Bira ew nobedarîya te bikin û nobedarîya temamîya Kon bikin, ev borcê wan e. Lê nêzîkî hacetêd cîyê pîroz û gorîgehê nebin ku ne ew bimirin ne jî hûn. 4 Bira ew tevî te bin û nobedarîya Konê Civînê bikin, nava hemû şixulê Konda. Yekî din bira nêzîkî we nebe. 5 Bira nobedarîya cîyê pîroz û gorîgehê bikin. Û wê îdî xezeb neyê serê zarêd Îsraêl. 6 Va ye min birayêd we lêwî ji nava zarêd Îsraêl hildan, ew bona we çawa pêşkêş Xudanra hatine dayînê ku şixulê Konê Civînê bikin. 7 Lê tu û kurêd xweva hûn gere kahîntîya xwe xweyî kin, nava hemû şixulê gorîgehêda û usa jî qulixê pişt perdêda. Ez şixulê kahîntîyê pêşkêşî we dikim, lê gava yekî din nêzîk be wê bê kuştinê”. 8 Xudan gote Harûn: “Va ye ez te kifş dikim, ku xweyîtîya dîyarîyêd minra dayî bikî. Ji hemû tiştêd pîroze zarêd Îsraêl ez parê didime te û kurêd te çawa qeyde-qanûna heta-hetayê. 9 Evê bibe para te ji tiştêd here pîroz, ji dîyarîyêd agir: Hemû gorîyêd wan awa gotî her dîyarîya wane nanî, her dîyarîya wane paqijbûnê, her dîyarîya wane bervadayînê, çi ku ewê daynine li ber min. Ewê bona te û kurêd te yêd here pîroz bin. 10 Wê cîyê pîrozda bixwin. Her qisimê nêrîn dikare wê bixwe. Bira ew bona te pîroz be. 11 Ev jî para te ye ji dîyarîyêd wan: Hemû dîyarîyêd hejandinêye zarêd Îsraêl, ez wan didime te, kurêd te û qîzêd teye tevî te, çawa qeyde-qanûna heta-hetayê. Her kesê paqijî mala teda bira ji wê bixwe. 12 Hemû rûnê nûyî herî qenc, hemû şerava nûye here qenc û genimê pêşîyêyî ku ew didine Xudan ez wan didime te. 13 Berêd deremeta pêşine her tiştî ku erdê wanda ne kîjana ewê Xudanra bînin, bira para te be. Her kesê paqijî mala teda dikare wê bixwe.
12-18 NÎSANÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | JIMAR 20-21
“Milûk Bimînin Çaxê Ser We Hukum Dikin”
Şkestî bin wekî Dilê Yehowa Şa kin
19 Emê kêm şaşiya bikin. Were dîsa derheqa Mûsa şêwir kin. Ew bi deha sala şkestî dima û dilê Yehowa şa dikir. Lê îda nêzîkî xilaziya 40 salên rêwîtiya beriyêda, Mûsa şkestîbûn nîşan nekir. Çi ser wî hukum kir? Xûşka wî, dibeke ya ku Misirêda emirê wî xilaz kir, mir, û Kadeşêda hate çelkirinê. Wî wedeyî, Îsraêliya dîsa jî destpêkirin bikine kute-kut, ku yançi ew ça lazim e miqatî wan nabe. Cimetê “bîna xwe li Mûsa teng dikir”, çimkî av tune bû. Bidine hesabê xwe, wana haqas keremet bi destê Mûsa dîtin, kîjan ku ewî bi alîkariya Yehowa dikir, û hin jî Mûsa gelek wext bi dil û can rêberî wan dikir, yeke cimetê kire kute-kut. Wana ne tenê bona avê dikirine çûre-çûr, lê usa jî ser Mûsa, têbêjî ew neheq bû, wekî av tune bû (Jimar 20:1-5, 9-11).
Şkestî bin wekî Dilê Yehowa Şa kin
20 Ser vê yekê, hêrsa Mûsa rabû û ewî îda nermbûna xwe unda kir. Dewsa ku ça Yehowa temî da wî, bi baweriyê qeyêra xeber de, Mûsa tevî cimetê hêrse-hêrs xeber da û got wekî ew wê keremetê bike. Paşê, ewî du cara qeyê xist û gelek av kişiya. Ewî ji qurebûnê û hêrsê şaşîke mezin berda (Zeb. 106:32, 33). Seva vê yekê, ku Mûsa wedekî şkestî nema, Xwedê nehîşt wekî ew bikeve Erdê Sozdayî (Jimar 20:12).
21 Ji vê derecê em dersên ferz hîn dibin. Ya pêşin em gerekê timê ser xwe bixebitin, wekî her gav şkestî bin. Hergê em ser wedekî jî miqatî xwe nebin, emê qure bin û tiştên bêaqilayî xeber din û bêfemtiyê bikin. Ya duda, strês dikare me sist ke, û lema em gerekê çi destê me tê bikin seva şkestî bin, îlahî çaxê ser me hukum dikin.
w09 1/9 19 ¶5
Hakimê ku Xwe li Rastiyê Digirt
Ya pêşin, Xwedê negotibû Mûsa, wekî cimetêra xeber de û nejî wana ça miqabil sûcdar ke. Ya duda, Mûsa û Harûn rûmet nedane Xwedê. Xwedê gote wan: “We . . . pîrozîya min . . . eyan ne kir” (Rêza 12). Ev giliyê Mûsa ku “em ji vî qeyayî wera avê derxin”, da kifşê wekî ne ku Xwedê, lê ewî û Harûn bi keremetî av dane cimetê. Ya sisiya, ew cezakirin ku Mûsa û Harûn neketin Erdê Sozdayî li gora safîkirina Yehowaye berê bû. Yehowa safî kiribû, wekî nisila pêşiyêye miqabil wê nekeve Kenanê. Ew safîkirin Mûsa û Harûn jî diket (Jimar 14:22, 23). Ya çara, Mûsa û Harûn rêberê cimetê bûn. Dêmek Xwedê diha zêde tişt ji wan meriya dewa dike, cabdariya kîjanî ku mezin e (Lûqa 12:48).
Xizna Kitêba Pîroz
w14 15/6 26 ¶12
Hûn Ser Kêmasiyên Meriva Usa Dinihêrin Ça Yehowa?
12 Ji wan dereca her yekêda Yehowa dikaribû pêra-pêra Harûn ceza kira. Lê ewî didît, wekî Harûn merivekî xirab nîne û hemû tişt gunê wî nîbû. Kifş e carna Harûn dikete ber bayê merivên der-dorê xwe yan jî ji bo derecên çetin tiştên nerast dikir. Lê çaxê şaşiyên wî didane rûyê wî, ewî bi hazirbûn derbêra qebûl dikir û piştgiriya dîwana Yehowa dikir (Derk. 32:26; Jimar 12:11; 20:23-27). Yehowa dîna xwe dida baweriya Harûn û wê yekê ku ew ça derbêra tobe dike. Qirna şûnda Harûn û rikiniyata wî dîsa jî dihatine naskirinê ça merivên ku ji Yehowa xof dikirin (Zeb. 115:10-12; 135:19, 20).
(Jimar 20:23-27) Li çîyayê Hor li ser sînorê topraxê Edom Xudan Mûsa û Harûnra xeberda û got: 24 “Bira Harûn here bigihîje cimeta xwe. Ew naçe li erdê ku min da zarêd Îsraêl, çimkî we li ber avêd Mêrîbahê gotinêd min înkar kirin. 25 Harûn û Êlazarê kurê wî hilde û wan hilkişîne li çîyayê Horê. 26 Kincêd Harûn jê bêxe û wan Êlazarê kurê wî ke. Bira Harûn li wir bemire û here bigihîje cimeta xwe”. 27 Mûsa anegorî emirê Xudan kir û ew li ber çevêd temamîya civînê hilkişîyane li çîyayê Horê.
(Jimar 20:1-13) Meha yekê temamîya civîna zarêd Îsraêl hate berîya Sînê û li Qadêşê milet cî-war bû. Wir Meryem mir û li wir jî hate definkirinê. 2 Av tune bû bona civînê û ew miqabilî Mûsa û Harûn civîyan. 3 Milet bîna xwe li Mûsa teng dikir û digot: “Xwezî em jî hinge bimirana gava birayêd me li ber Xudan mirin! 4 Çima we civîna Xudan anî li vê berîyê? Wekî em û heywanê me qir bin? 5 Çima we em ji Misirê derxistin, wekî me bînine li vî cîyê hanî xirab? Ne cîyê çandinê ye, ne cîyê dared hêjîra, ne baxêd tirîya, ne hinara, heta av jî vir tune em vexwin!” 6 Mûsa û Harûn dûrî cimetê ketin, çûne li ber derê Konê Civînê, dever û ketin û rûmeta Xudan wanva xuya bû. 7 Xudan Mûsar a xeberda û got: 8 “Şivdarê hilde, tu Harûnê birê xweva civînê bicivînin, li ber çevêd wan qeyêra xeberdin ku ew ji xwe avê bide. Û tê bona wan avê ji qeyayê derxî ku civîn û heywanêd wan bidî vexwarinê”. 9 Mûsa şivdara ku li ber Xudan bû hilda, çawa ku Xudan emirî li wî kir. 10 Hingê Mûsa û Harûn civîn civandine li ber qeyayê û Mûsa gote wan: “Bibihên gelî raberîkara, dibe ku em ji vî qeyayî wera avê derxin?” 11 Mûsa destê xwe bilind kir û bi şivdara xwe du cara qeyê xist û bêhesab av derket, civînê û heywanê wan vexwarin. 12 Xudan gote Mûsa û Harûn: “Çimkî we bawarîya xwe li min ne anî û pîrozîya min zarêd Îsraêlva eyan ne kir, lema hûn vê civînê nabine li erdê ku min da wan”. 13 Eva avêd Mêrîbahê bûn kîderê zarêd Îsraêl Xudanra ketine dewê û Xudan pîrozîya xwe wanva eyan kir.
19-25 NÎSANÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | JIMAR 22-24
“Yehowa Nifir Kire Kerem”
Elamkirina Mizgîniya Derheqa Îsa
5 Ça qirna yekêda usa jî rojên meda, peyketinê şixulê belakirina mizgîniyê neda sekinandinê. Bi saya Mesîhiyên ku mecbûr bûn ji ciyê xwe derbazî ciyê din bin, yan ketine kela, yan ji bo peyketina revîn welatên din, mizgîniya derheqa Padşatiyê gihîşte gelek ciya. Mesele wedê Şerê Hemdinyayêye II, Şedên Yehowa girtîgeha Natsîstada şedetiya mezin didan. Cihûyek ku wêderê Şedên Yehowa nas kir, dibêje: “Ruhê Şedên Yehowa kîjan ku girtî bûn, usa qewî bû, ku minra îzbat kir, wekî baweriya wan ser hîmê Kitêba Pîroz e û axiriyê ez jî bûme Şedê Yehowa”.
it-2 291
Bêaqilayî
Bêaqilaya Wan yên ku Miqabilî Yehowa Dertên. Bilam pêxember bêaqilayî kir ku xwest miqabilî cimeta Yehowa pêxembertiyê bike, seva ku ji Balaq, Padşê Mowabiya pera bistîne. Lê Yehowa nehîşt, wekî ew vê yekê bike. Petrûsê şandî derheqa Bilam usa nivîsiye: “Kera bêzare-bêziman bi zimanê merivayê xeber da û pêşiya bêaqiliya pêxember girt”. Petrûs ser bêaqilaya Bilam da xebatê xebera Yûnanî “parafronîa”, kîjan ku tê hesabê “kêleka hiş sekinî ye” (2 Pt. 2:15, 16; Jm. 22:26-31).
Xizna Kitêba Pîroz
w04 1/8 27 ¶2
Fikirên Sereke ji Kitêba Jimar
22:20-22: Çima hêrsa Yehowa ser Bilam rabû? Yehowa gote Bilam pêxember, wekî nifira cimeta Îsraêl neke (Jimar 22:12). Lê dîsa jî Bilam pêxember tevî merivên Balaq çû, seva ku nifira Îsraêlê bike. Bilam dixwest dilê padşê Mowabê bikire û ji wî pêşkêşa bistîne (2 Petrûs 2:15, 16; Cihûda 11). Rast e Bilam mecbûr bû dewsa nifira cimetê kerem ke, lê dîsa jî ewî qebûlkirina padşê stand çimkî şîret da, wekî jinên ku Bael dihebandin mêrên Îsraêlî bikine telika bênamûsiyê (Jimar 31:15, 16). Timaya Bilam bû menî ji bo çi jî hêrsa Ye-howa ser wî rabû.
(Jimar 22:20-22) Xwedê şev hate li cem Bilam û gotê: “Heger ev merivana hatine gazî te dikin, rabe tevî wan here, lê tenê çi ku ezê tera bêjim wê bike”. 21 Bilam sibehê rabû têra kera xwe girêda û tevî wekîlêd Mowab çû. 22 Gava Bilam diçû hêrsa Xudan rabû û milyaketê Xudan li ser rê çawa pêxem sekinî. Bilam jî kera xwe dajot, her du xulamêd wî jî tevî wî bûn.
(Jimar 23:11-26) Balaq gote Bilam: “Te çi anî sere min? Min tu derxistî li vir ku nifira li dijminêd min bikî, lê tu bimbarek dikî!” 12 Bilam caba wî da û got: “Çi ku Xudan datîne li ser zarê min ez gere tenê wê bêjim!” 13 Balaq gote wî: “Ji kerema xwe tevî min were cîkî din, tê wî ji wir bibînî. Tê tenê pareke wî bibînî lê temamîya wî tê nebînî, ji wir tê minra nifira lê bikî”. 14 Û Balaq ew bire li deşta Sofîmê li ser sere Pîsgayê û heft gorîgeh çêkirin. Canegak û beranek li ser her gorîgehê da. 15 Ewî gote Balaq: “Li vir ber tevayîşewatê xwe bisekine ezê jî li wir rastî Xudan bêm”. 16 Xudan Bilamva xuya bû û xeber danî li ser zarê wî gotê: “Vegere li cem Balaq ha bêjê”. 17 Bilam hate li cem Balaq, va ye, ew tevî wekîlêd Mowab li ber tevayîşewatê xwe sekinîye. Balaq gote wî: “Xudan çi got?” 18 Bilam mesela xwe pêşda anî û got: “Rabe Balaq û bibihê, guh bide min kurê Sîpor! 19 Xwedê ne însan e ku derewa bike, ne jî benî Adem e ku poşman be. Ewî got wê neke? Xeber da wê neyne sêrî? 20 Va ye, min emir stand ku bimbarek kim. Xwedê bimbarek kir ez nikarim biguhêzim. 21 Neheqî li nava Aqûbda ne dîtîye, xem li nava Îsraêlda kifş nekirîye. Xudan Xwedêyê wî tevî wî ye, şabûna bona padşê nava wî ye. 22 Xwedê ew ji Misirê derxistin. Qewata wan mîna qewata gayê beyanî ye. 23 Sêrbazî li nava Aqûbda tuneye, koçektî li nava Îsraêlda tuneye. Niha wê bêjine Aqûb û Îsraêl: “Ku Xwedê çi kir”. 24 Awa milet çawa makeşêr radibe û çawa şêr banzdide, pal nade heta talên nexwe û xûna yêd kuştî venexwe. 25 Balaq gote Bilam: “Ne nifira li wî bike, ne jî wî bimbarek ke!” 26 Bilam caba Balaq da û got: “Min eva yeka ne gote te: wekî çi ku Xudan bêje min ezê wê bikim?”
26 NÎSANÊ-2 GULANÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | JIMAR 25-26
“Gelo Kirê Merivekî Dikare Gelekara Karê Bîne?”
“Ji Qaviyê Birevin!”
MESÎGIR diçe wî cîyî, kîderê dikare ew cûre mesî bigire, kîjanî dixwaze. Ew xwarina mesiya dijbêre û dike çengelê, ya ku ser dara mesîgira ye û davêje avê. Ew bi sebir hîviyê ye, wekî mesî devê xwe bavêje vê xwarinê û bê girtinê.
2 Mîna wê yekê, meriv jî dikarin bikevine telika. Mesele, çaxê Îsraêlî Deşta Mowabêda çadirada dijîtin, ewana îda nêzîkî Erdê Sozdayî dibûn. Padşê Mowabê soz da Bilam, wekî hergê ew nifira cimeta Îsraêl bike, ewê gelek pera bide wî. Axiriyê Bilam xwest usa bike, wekî Îsraêlî tiştekî usa bikin, ku bêne nifirkirinê. Ewî gelek fesal telik bijart. Ewî jinên Mowabî yên cahil şande zoma Îsraêlê, seva wana bide şaşkirinê (Jimar 22:1-7; 31:15, 16; Eyantî 2:14).
“Ji Qaviyê Birevin!”
4 Çima haqas Îsraêlî, ketine telika Bilam? Ewana tenê derheqa xwestinên xwe difikirîn, û bîr kirin hemû tişt, çi ku Yehowa seva wana kiribû. Gelek meniyên Îsraêliya hebûn, wekî Xwedêra amin bimînin. Ewî ewana xilaz kirin ji dîltiya Misirê, beriyêda têr dikir, û bê xof ewana dibirine Erdê Sozdayî (Îbranî 3:12). Lê yeke wana bênamûsî kir. Pawlosê şandî nivîsî: “Em qaviyê nekin, çawa ji wan hineka qavî kir û . . . qir bûn” (1 Korintî 10:8).
Xizna Kitêba Pîroz
it-1 359 ¶1-2
Sînor
Ça tê kifşê parevekirina erdê du tiştava girêdayî bû: peşkavîtinêva û hejmara neferên berekava. Diqewime peşkavîtinê dida kifşê ku kîjan berek kîderê erdê bistîne ça milk. Mesele evê eyan dikir ku deşt be yan bilindcî be, aliyê Bakurê, Başûrê, Rohilatê yan Roavayê be. Safîkirinên bi peşkavîtinê ji Yehowa bûn, lema jî menî tune bûn, ku cimet hevsûdiyê hev bikin û bikine kute-kut (Mtl. 16:33). Xêncî wê yekê Xwedê bi saya peşkavîtinê dikaribû xem bikira, wekî cîwarbûna her berekekê li gora pêxembertiya ji Destpêbûn 49:1-33 bûya, kîjan ku Aqûb ji bîna ber Xwedê gotibû.
Çaxê bi saya peşkavîtinê cîwarkirina bereka safî dibû, paşê çapa têrîtoriya li ser hîmê hejmara neferên berekê, safî dikirin. “Bi peşk avîtinê hûnê ji wî erdî, anegorî malbetêd xwe, par bistînin. Malbeta mezin wê zef bistîne, ya biçûk wê hindik bistîne, kêra kîderê bikeve ewê jî bibe para wî” (Jm. 33:54). Ev safîkirina derheqa cîwarkirinê, ku bi saya peşkavîtinê distandin, nedihate guhastinê. Lê çapa têrîtoriyê dikaribû bihata guhastinê. Mesele çaxê têderxistin, ku têrîtoriya bereka Cihû gelek mezin e, ew kêm kirin û parên wê dane bereka Şimhûn (Yêş. 19:9).
(Jimar 26:55, 56) Tenê bi peşk avîtinê bira erd bê parevekirinê. Anegorî navêd qebîlêd kal-bavêd wan ew bira war bistînin. 56 Bi peşk avîtinê bira war bê parevekirinê çawa yê mezinra usa jî yê biçûkra”.
(Jimar 25:1-18) Îsraêl li Şîttîmê dima ku milet destpêkir tevî qîzêd Mowab bêesilî kir. 2 Wana milet teglîfî qurbanêd heykelêd xwe kirin, milet xwar û li ber heykelêd wan ta bû. 3 Îsraêl Bael-Pihorva hate girêdanê. Hingê hêrsa Xudan li Îsraêl rabû. 4 Xudan gote Mûsa: “Hemû serwêrêd milet hilde û wan ber tevê li ber Xudan daliqîne. Hingê alava hêrsa Xudan wê li Îsraêl dayne. 5 Mûsa gote hakimêd Îsraêl: “Her kes ji we, wan merivêd xwe bikujin, kîjan ku Bael-Pihorva hatine girêdanê”. 6 Va ye yekî ji zarêd Îsraêl, li ber çevê Mûsa û temamîya civîna zarêd Îsraêl, gava ew li ber derê Konê Civînê digirîyan, hat jineke midyanî anî mala xwe. 7 Pînhasê kurê Êlazarê kurê Harûnê ka hîn ev yek ku dît, ji nava civînê rabû, rimek girte destê xwe, 8 ew pey li wî îsraêlî çû kete konê wî û rim zikê her duyara kir, zikê îsraêlî jî jinê jî. Hingê bela li nava Îsraêlda seqirî. 9 Ji dest belayê 24000 merî mirin. 10 Xudan Mûsara xeberda û got: 11 “Pînhasê kurê Êlazarê kurê Harûnê kahîn hêrsa min ji zarêd Îsraêl vegerand, çimkî ewî bi xîreta min nav wanda xîret kir û min zarêd Îsraêl ji kumreşîya xwe qir nekir. 12 Lema bêjî wî: ‘Va ye ez peymana xwe ye edilayê tevî wî girêdidim, 13 ewê bona wî û bona zureta wî pey wîra bibe peymana kahîntîya heta-hetayê. Çimkî ewî bona Xwedêyê xwe kire xîret û bona zarêd Îsraêl kewandin kir’”. 14 Navê îsraêlîyê kuştî, yê ku tevî jina midyanî hatibû kuştinê Zîmrî bû, kurê Salûyê serwêrê olka şimhûnîya. 15 Navê jina midyanîye kuştî jî Kozbî bû, qîza Sûrê serwêrê qebîla olkeke midyanî. 16 Xudan Mûsar a xeberda û got: 17 “Tevî midyanîya dijminatîyê bajon û qira wan bînin. 18 Çimkî wana bi mixenetîyê dijminatî wera ajotin û hûn xapandin, nava wê qewimandina Pihor û xûşka wan Kozbîya qîza serwêrê midyanîda, ya ku rûyê Pihorda roja belayê hate kuştinê”.