KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • th ders 10 rûp. 13
  • Guhastina Deng

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Guhastina Deng
  • Xwendin û Hînkirinêda Cêribandî be
  • Têmên Mîna Wê
  • Bi Dil û Can Xeber De
    Xwendin û Hînkirinêda Cêribandî be
  • Bi Bawerî Xeber de
    Xwendin û Hînkirinêda Cêribandî be
  • Xeberdana Tebyetî
    Xwendin û Hînkirinêda Cêribandî be
  • Bigihîne Dilê Meriva
    Xwendin û Hînkirinêda Cêribandî be
Hê Zêde Binihêre
Xwendin û Hînkirinêda Cêribandî be
th ders 10 rûp. 13

DERS 10

Guhastina Deng

Rêza kifşkirî

(Metta 10:27)

FIKIRÊN SEREKE: Fikir û êmosiya zelal bide kifşê bi guhastina bilindbûn û nimizbûna dengê xwe, usa jî li gora dereca û leziyê, dengê xwe biguhêze.

EVÊ YEKÊ ÇAWA BIKIN:

  • Bilindbûn û nimizbûna dengê xwe biguhêze. Gava tu dixwazî fikirên sereke bidî kifşê û guhdarên xwe hêlan kî, wekî tiştekî bikin, hevekî dengê xwe bilind ke, û hingê jî çaxê tu giliyê sûcdarkirinê dixûnî. Lê hergê tu giliyê tirs û berxwaketinê dixûnî, wê baş be dengê xwe hinekî nimiz kî.

    Şîretê kêrhatî

    Nelazim e her car dengê xwe bilind kî, çimkî guhdarara dikare bê kifşê, ku tu ser wan dikî qare-qar. Êmosiyên xwe, rast kontrol ke, wekî dîna meriva neçe tenê ser te.

  • Li gora dereca, dengê xwe biguhêze. Hergê zimanê weda layîq e, dikarî dengê xwe hevekî bilind kî seva êmosiya bidî kifşê. Car-cara em dikarin usa jî dengê xwe hevekî bilind kin, çaxê derheqa tiştekî mezin dibêjin yan jî dirêjaya tiştekî didine kifşê. Lê çaxê tu derheqa derd-kula xeber didî, hevekî hêdî xeber de.

  • Leziya dengê xwe biguhêze. Hevekî bi lez xeber de çaxê tu derheqa tiştên eciz xeber didî. Lê hevekî hêdî xeber de, çaxê dixwazî tiştekî ferz bêjî.

    Şîretê kêrhatî

    Fesal be, çimkî hergê tu nişkêva dengê xwe biguhêzî meriv dikarin bitirsin. Bi lez xeber nede, çimkî wê merivara çetin be ji te fem bikin.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin