Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”
1-7 MIJDARÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | YÊŞÛ 18-19
“Yehowa bi Bîlanî Erd Parevedike”
it-1 359 ¶1
Sînor
Ça tê kifşê parevekirina erdê du tiştava girêdayî bû: peşkavîtinêva û hejmara neferên berekava. Diqewime peşkavîtinê dida kifşê ku kîjan berek kîderê erdê bistîne ça milk. Mesele evê eyan dikir ku deşt be yan bilindcî be, aliyê Bakurê, Başûrê, Rohilatê yan Roavayê be. Safîkirinên bi peşkavîtinê ji Yehowa bûn, lema jî menî tune bûn, ku cimet hevsûdiyê hev bikin û bikine kute-kut (Mtl. 16:33). Xêncî wê yekê Xwedê bi saya peşkavîtinê dikaribû xem bikira, wekî cîwarbûna her berekekê li gora pêxembertiya ji Destpêbûn 49:1-33 bûya, kîjan ku Aqûb ji bîna ber Xwedê gotibû.
it-1 1200 ¶1
Milk
Warê kal-bava. Yehowa erd ça milk da Îsraêliya, çap û sînorên kîjanî ku ewî pêşda Mûsara eyan kiribû (Jm. 34:1-12; Yêş. 1:4). Bona kurên Gad, kurên Rûbên, û nîvê bereka Minaş, Mûsa xwexa erd başqe kiribû (Jm. 32:33; Yêş. 14:3). Lê berekên din milkê xwe bi saya peşkavîtinê standin, yê ku Yêşû û Eleazar bona wan avîtin (Yêş. 14:1, 2). Li gora pêxembertiya Aqûb, ya ku Destpêbûn 49:5, 7-da nivîsar e, Şimhûn û Lêwîra erd ça milk nehate dayînê. Hindurê milkê Cihûdada, hine parên erdê (û hine şeherên başqekirî) warê Şimhûn bûn (Yêş. 19:1-9). Lê bereka Lêwîra 48 şeher hatibûn başqekirinê, yên ku nav temamiya Îsraêlêda bûn. Ji bo wê yekê ku Lêwiyara şixulê mexsûs hatibû dayînê, ku ciyê pîrozda xizmet kin, war û milkê wan Yehowa bû. Bona xizmetkirina xwe wana ça milk dehek distandin (Jm. 18:20, 21; 35:6, 7). Her malbetekêra erd ser têrîtoriya bereka wan dihate dayînê. Çiqas ku malbetên teze saz dibûn, haqas jî erd ser têrîtoriyên diha biçûk bona wan dihatin parevekirinê.
it-1 359 ¶2
Sînor
Çaxê bi saya peşkavîtinê cîwarkirina bereka safî dibû, paşê çapa têrîtoriya li ser hîmê hejmara neferên berekê, safî dikirin. “Bi peşk avîtinê hûnê ji wî erdî, anegorî malbetên xwe, par bistînin. Malbeta mezin wê zef bistîne, ya biçûk wê hindik bistîne, kêra kîderê bikeve ewê jî bibe para wî” (Jm. 33:54). Ev safîkirina derheqa cîwarkirinê, ku bi saya peşkavîtinê distandin, nedihate guhastinê. Lê çapa têrîtoriyê dikaribû bihata guhastinê. Mesele çaxê têderxistin, ku têrîtoriya bereka Cihûda gelek mezin e, ew kêm kirin û parên wê dane bereka Şimhûn (Yêş. 19:9).
Xizna Kitêba Pîroz
(Yêşû 18:1-3) Û hemûya civaka lawên Îsraêl li Şîloyê civiyan û li wir, Çadira Civandinê danîn û welat di bin rêvabiriya wanda bû. 2 Çi heye ku hin heft eşîrên Îsraêl yên ku ji erdêva parên xwe nestendine, hebûn. 3 Yêşû ji lawên Îsraêlra got: Gelo hûnê kengê vê pûçbûna ji ser xweva bavêjin, bona ku bi destva xisitina erdê ku Xwedayê bapîrên we Xudan daye we, hin hûnê çiqasî bisekinin?
(Metta 6:1-12) Haş ji xwe hebin, ku hûn qenciyên xwe ber meriva nekin, wekî ji wan bêne kifşê. Yan na, hûn ji Bavê xweyî ezmana heq nastînin. 2 Awa çaxê tu xêra dikî, pêşiya xwe boriyê nexe, çawa durû kinîşt û kûçada dikin, wekî meriv pesinê wan bidin. Ez rast wera dibêjim, ku wana heqê xwe îdî standiye. 3 Lê çaxê tu xêra dikî, bira destê çepê nizanibe destê rastê çi xêr kir, 4 ku xêrên te dizîva bin. Û Bavê teyî tiştên ku tu dizîva dikî dibîne, wê heqê te bide te. 5 Gava hûn dua dikin, mîna durûya nebin. Ew hiz dikin kinîşt û meydanada bisekinin dua bikin, ku ber meriva bêne kifşê. Ez rast wera dibêjim, îdî wana heqê xwe standiye. 6 Lê çaxê tu dua dikî, bikeve oda xwe, derî li xwe bigire û Bavê xwera ku nayê dîtinê duayê xwe bike. Û Bavê teyî tiştên ku tu dizîva dikî dibîne, wê heqê te bide te. 7 Gava ku hûn dua dikin, mîna pûtparista pirxeber nebin. Wana tirê bona pir xeberdana wan duayên wanê bêne bihîstinê. 8 Hûn mîna wan nebin, çimkî berî xwestina we, Bavê we zane çi wera lazim e. 9 Lê hûn aha dua bikin: ‘Bavê meyî ezmana! Navê te pîroz be, 10 Padşatiya te bê, emirê te be, çawa li ezmên, usa jî li ser erdê. 11 Nanê meyî rojê roj bi roj bide me. 12 Deynên me bibaxşîne, çawa ku em dibaxşînine deyndarên xwe.
it-1 359 ¶5
Sînor
Li gora nivîsarên derheqa parevekirina erdê aliyê roavayê ji Ûrdunê, ya pêşin peşk bona bereka Cihûda, Ûsiv (Efrayîm), û nîvê bereka Minaş hatibû avîtinê, yên ku roavayê Ûrdunê cîwar bûn; sînorên erdên wan hatibûn kifşkirinê û şeherên wan nivîsandinê (Yêş. 15:1-63; 16:1-10; 17:1-13). Kifş e wede şûnda parevekirina erdê dane sekinandinê, çimkî zoma Îsraêl ji Gîlgalê derbazî Şîlo bû (Yêş. 14:6; 18:1). Eyan nîne çiqas wext derbaz bû, lê axiriyê Yêşû beziya heft berekên din, çimkî ewana xwe paş dixistin, wekî erdê zeft kin (Yêş. 18:2, 3). Cûre-cûre fikir hene derheqa wê yekê, ku çima heft bereka xwe paş dixistin. Li gora nihêrandina hine lêkolînkara, ev heft berek hesab dikirin wekî eseyî nîne derbêra erdê mayî zeft kin, çimkî pêşda wedê altkirina erda, wana gelek milk û hebûna dijmina zeft kiribûn. Ew hebûn têra wan dikir û ewana xwera rihet dijîtin, û neditirsiyan ku Kenanî wê hicûmî ser wan kin. Usa jî diqewime wana xwe paş dixist, çimkî nedixwestin rastî hicûmkirina qewî bên ji aliyê miletên der-dor ku dijminên wan bûn (Yêş. 13:1-7). Xêncî wê yekê, diqewime wana vê para Erdê Sozdayî usa rind nizanibûn, ça erdê ku wanara îda hatibû parevekirinê.
8-14 MIJDARÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | YÊŞÛ 20-22
“Dersên ji Hevnefemkirinê”
w06 15/4 5 ¶3
Çawa Hevdu Fem Bikin
Hergê em dilê xwe hevdura vekin, hingê orta meda hevnefemkirin wê pêşda neyê. Hine wext şûnda paşî vê yekê ça Îsraêlî ketine Erdê Sozdayî, berekên Rûbên, Gad û nîvê bereka Minaş, yên ku ji Çemê Ûrdunê aliyê rohilatê dijîtin, nêzîkî çêm gorîgeheke gelek “mezin” ava kirin. Lê Îsraêliyên ji berekên din ev kirê wan nerast fem kirin. Wana tirê wekî birên wan, yên ku ji Çemê Ûrdunê aliyê rohilatê dijîtin, bûne raber, lema jî safî kirin miqabilî wan şer kin. Lê pêşiyê wana wekîl şandin, wekî hûr bi hûr her tiştî pêbihesin. Wana bi vê yekê serwaxtî dane kifşê! Çawa ku îzbat bû, ev gorîgeh nehatibû avakirinê, seva ku qurbana ser bînin. Lê meniya avakirina vê gorîgehê ev bû, ku ewana ditirsiyan wekî wede şûnda berekên din wê wanra bêjin: “Di Xudanda para we nîne!” Ev gorîgeh gerekê bibûya şedê vê yekê, ku berekên Rûbên, Gad û nîvê bereka Minaş jî xizmetkarên Yehowa bûn (Yêşû 22:10-29). Navê vê gorîgehê danîn Şede, çimkî ev dida kifşê wekî Îsraêliyên ji van bereka jî, Yehowa ça Xwedayê rast hesab dikirin (Yêşû 22:34).
w08 15/11 18 ¶5
“Ser Nêta Edilayiyê . . . bin”
Hine Îsraêlî dikaribûn bifikiriyana, wekî gunê van bereka eşkere ye, û heger nişkêva hicûmî ser wan kin, wê diha kêm eskerên xwe unda kin. Lê berekên ku aliyê roavayê Çemê Ûrdunê cî-war bibûn, bi leze-lez safî nekirin çi bikin, dewsê wana wekîl şandin wekî tevî birên xwe derheqa vê problêmê bişêwirin. Wana got: “Hûn li dijî Xudan rabûn, gelo hûnê çawa vê xayînitiyê ji Xwedayê Îsrayêlra bikin?” Bi rastî ev berekên ku gorîgeh ava kiribûn, pişta xwe nedabûne Xwedê. Lê vê derecêda çaxê wana neheq kirin, wana xwe ça dane kifşê? Gelo ewana miqabilî qardarên xwe derketin û wanra ketine dewê yan jî ser wan xeyîdîn? Ev berek rihet caba wan dan û eşkere gotin, wekî nêta wan ev bû ku bidine kifşê, wekî ewana jî xizmetkarên Yehowa ne. Cabeke usa alî wan kir heleqetiya baş tevî Xwedê xwey kin û xwe ji xûnrêtinê biparêzin. Xeberdana rihet vê derecê safî kir û edilayî xwey kir (Yêşû 22:13-34).
Xizna Kitêba Pîroz
(Yêşû 21:43, 44) Û welatê ku Xudan bo dayînê soz dabû bapîrên wan, bi temamî da Îsraêliya 44 Û mîna ku Xudan ji bapîrên wanra sond dabû, wan ji her alîva gîhand rihetiyê. Yek jî ji neyarên wan, hêz [qewat] negîhand ku li ber wan bisekine. Xudan gişka da destê wan.
(Metta 6:13-34) Û me nebe cêribandinê, lê me ji yê xirab xilaz ke, çimkî padşatî, qewat û rûmet yên te ne, heta-hetayê. Amîn’. 14 Heger hûn neheqiyên merivaye hindava weda ku dikin bibaxşînin, Bavê weyî Ezmana jî wê we bibaxşîne. 15 Lê heger hûn neheqiyên meriva nebaxşînin, Bavê we jî neheqiyên we nabaxşîne. 16 Gava ku hûn rojî digirin, mîna durûya medekirî nîbin. Ew medê xwe dikin, wekî meriv bizanibin ku ew rojî ne. Ez rast wera dibêjim, ku wana heqê xwe standiye. 17 Lê çaxê tu rojî digirî, serçevê xwe bişo, serê xwe şe ke, 18 wekî meriv nizanibin ku tu rojî yî, lê tenê Bavê teyî ku nayê dîtinê zanibe. Û Bavê teyî tiştên ku tu dizîva dikî dibîne, wê heqê te bide te. 19 Li ser dinê xiznê xwera necivînin. Li vê derê zeng û bizûz xirab dikin û diz derevedikin didizin. 20 Lê xiznê xwera li ezmên bicivînin. Li wê derê zeng û bizûz xirab nakin û diz jî derevenakin nadizin. 21 Çimkî xizna te kîderê be, dilê te jî wê li wê derê be. 22 Çira bedenê çev e. Heger çevê te pak e, temamiya bedena teyê ronayî be. 23 Lê heger çevê te xirab e, temamiya bedena teyê terî be. Awa heger ew ronaya ku nav teda ye terî ye, terî wê çiqas zêde be! 24 Tu kes nikare du axara xulamtiyê bike, çimkî yan wê hîlê wî ji yekî here û yê dinê hiz bike, yan jî wê qedirê yekî bigire û yê dinê bêhurmet ke. Hûn nikarin hin Xwedêra, hin jî hebûkêra xulamtiyê bikin. 25 Lema ez wera dibêjim, bona emirê xwe xema nekin, ku hûnê çi bixwin û çi vexwin, ne jî bona bedena xwe, ku hûnê çi li xwe kin. Ne emir ji xwarinê qîmettir e û beden jî ji kinca? 26 Dîna xwe bidine teyredên ezmên. Ewana ne direşînin, ne didirûn û ne jî embarada dicivînin, lê Bavê weyî Ezmana risqê wan digihîne. Ne hûn ji wan qîmettir in? 27 Îdî ji we kî dikare bi xemên xwe deqekê ser emirê xweda zêde ke? 28 Û bona kinca hûn çima xem dikin? Dîna xwe bidine sosinên çolê, çawa şîn dibin, ne dixebitin û ne jî dirêsin. 29 Lê ez wera dibêjim, ku Silêman jî li nava temamiya wê xêr-xizna xweda mîna ji wan yekê xwe nekir. 30 Heger gîhayê çolê, ku îro heye û sibê davêjine nava êgir, Xwedê usa dixemilîne, lê çiqas zêde wê li we ke, kêmbawerno? 31 Îdî xem nekin û nebêjin: ‘Emê çi bixwin?’ yan: ‘Çi vexwin?’ yan jî: ‘Çi li xwe kin?’ 32 Pûtparist li pey wan hemû tişta dikevin, lê Bavê weyî ezmana zane ku hûn hewcê wan hemû tişta ne. 33 Lê berê pêşin li Padşatiya Xwedê bigerin û bikin ku rastiya wî biqedînin û ew hemûyê wera bêne dayînê. 34 Îdî bona roja sibê xema nekin, çimkî roja sibê wê bona xwe xema bike. Xemên rojê besî wê ne.
it-1 402 ¶3
Kenan
Rast e gelek Kenanî sax man û neketin bin nîrê Îsraêliya, gava Îsraêlî erdê wan zeft kirin, dîsa jî dikarin bêjin wekî Yehowa ev welat bi temamî “da Îsraêliya”, çawa ku soz dabû kal-bavên wan. Ewî her aliyava rihetî da wan, û “qet sozek jî, ji sozên ku Xudan dabû gelê [cimeta] Îsraêliya vala derneketin; gişk hatin cîh” (Yêş. 21:43-45). Hemû dijminên dor-berê Îsraêliya ji wana ditirsiyan û bona Îsraêliya xof nîbûn. Xwedê wanra pêşda gotibû ku wê hêdî-hêdî berî Kenaniya de, wekî erd derbêra vala nebe û heywanên beyanî têda zêde nebin (Drk. 23:29, 30; Qn.Dc. 7:22). Rast e çekên Kenaniya ji çekên Îsraêliya qewîtir bûn, çimkî erebên wan bi kêlendiyên hesin bûn, lê dîsa jî ew yek ku Îsraêlî nikaribûn hine erdên wan zeft kirana, neheqiya Yehowa nîbû, û em nikarin bêjin wekî Xwedê sozê xwe neanî sêrî (Yêş. 17:16-18; Hkm. 4:13). Ça Kitêba Pîroz eyan dike, ew yek ku cara Îsraêlî didane der, ji bo neaminiya wan bû (Jm. 14:44, 45; Yêş. 7:1-12).
15-21 MIJDARÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | YÊŞÛ 23-24
“Temiya Paşin ku Yêşû Da Îsraêliya”
it-1 75
Peyman
Dereca derheqa peymangirêdanê hate guhastinê, çaxê cimeta Îsraêl kete Kenanê, dêmek Erdê Sozdayî. Çawa ku Xwedê zureta Îsraêliyara soz dabû, ewî ev erd kire bin destê wan. Lema jî ewana ketine vî erdî ne ku ça xerîb û bineliyên wedelû, lê ça xweyê vî erdî. Yehowa qedexe kir, wekî ewana tevî miletên pûtparist peymanê girêdin (Drk. 23:31-33; 34:11-16). Îsraêlî gerekê li gora qanûn û temiyên Xwedê bijîtana, ne ku li gora edetên miletên pûtparist, kîjan ku gerekê ji vî erdî bihatana derxistinê (Qn.Kh. 18:3, 4; 20:22-24). Usa jî qedexekirî bû, wekî tevî van mileta bizewicin. Hergê wana peymana zewacê tevî wan girêda, vî çaxî wê heleqetiya wan ne tenê tevî jinên wane pûtparist hebûya, lê tevî merivatiya wan jî, û Îsraêlî wê destpêkirana eyd-qeydên wan bianiyana sêrî. Ev yek wê wanra bibûya telik û ewana wê ji Yehowa dûr ketana (Qn.Dc. 7:2-4; Drk. 34:16; Yêş. 23:12, 13).
w07 1/11 26 ¶19-20
Xebera Yehowa Timê Tê Sêrî
19 Ser hîmê vê yekê çi ku me emirê xweda dîtiye, em dikarin bi bawerî bêjin: “Hûn bi hemû hebûn û dilê xweva dizanin ku, yek jî ji gotinên ku Xwedayê we Xudan daye we, vala derneket gişk jî hatin cîh, yê ku vala derket çênebû” (Yêşû 23:14). Yehowa xizmetkarên xwe diparêze û bona wan xem dike. Gelo qe usa bûye, wekî Yehowa sozê xwe wextda neaniye sêrî? Tiştekî usa neqewimiye! Bi rastî jî hemû îzbatkirin hene, wekî em îtbariya xwe Xebera Xwedê bînin.
20 Çi axirî hîviya me ye? Yehowa soz dide, wekî heçî zef ji me wê ser erdê bijîn, ya ku wê bibe cinet. Lê hine xizmetkarên wî, wê tevî Îsa ser ezmên serwêrtiyê bikin. Hêviya me çi be jî, hemû meniyên me hene wekî mîna Yêşû, Yehowara amin bimînin. Zûtirekê çaxê ev hemû sozên Xwedê kîjan ku em gelek hîviyê ne, bêne sêrî, hingê emê jî bikaribin bêjin: “Gişk jî hatin cîh”.
Xizna Kitêba Pîroz
(Yêşû 24:2) Û Yêşû ji hemûya gelra bi gotina: Xwedayê Îsraêl Xudan usa dibêje, dest bi axaftina xwe kir: Têrahê bavê Birahîm û bavê Nahor û bapîrên we yên din di demên kevinda ji çemê Feratê wêda dijiyan û qûlitiyê [xizmetiyê] ji îlahên [xudanên] dinra dikirin.
(Metta 7:1-15) Loma nekin, ku lome li we nebin. 2 Hûn çi loma bikin, ew lome jî wê li we bibin û hûn bi çi çapê bipîvin, bi wê çapê jî wera wê bê pîvanê. 3 Tu çima qirşikê çevê birê xweda dibînî, lê kêranê çevê xweda nabînî? 4 Yan jî çawa tu dikarî bêjî birê xwe: ‘Bihêle ku ez qirşik ji çevê te derxim’, lê va ye kêran çevê teda heye? 5 Durû! Pêşiyê kêranê çevê xwe derxe. Paşê tê qenc bibînî ku çawa qirşik ji çevê birê xwe derxî. 6 Tiştê buhurtî nedine sa û ne jî durên xwe bavêjine ber beraza. Heger na, berazê wan bin nigên xweda pêpes kin û seyê jî vegerin we bidirînin. 7 Bixwazin hûnê bistînin, bigerin hûnê bibînin, derî xin wê ber we vebe. 8 Çimkî kî ku dixwaze distîne, kî ku digere dibîne û kî ku derî dixe ber vedibe. 9 Ji we kîjan e ew meriv, ku kurê wî nan jê bixwaze, ew kevir bidê? 10 Yan jî mesî bixwaze, ew mer bidê? 11 Hûn ku xirab in, zanin tiştên qenc bidine zarên xwe, lê Bavê weyî ezmana wê çiqas tiştên qenc bide ewên ku ji wî dixwazin. 12 Her çi ku hûn dixwazin meriv bona we bikin, hûn jî usa wanara bikin. Ev e mena hînkirina Qanûnê û pêxembera. 13 Derê tengra bikevine hindur, çimkî fire ye ew derî û ber e ew riya ku dibe berbi undabûnê û gelek in ewên ku wêda diçin. 14 Lê gelekî teng e ew derî û zemet e ew riya ku dibe berbi jiyînê û hindik in ewên ku wê rêyê dibînin. 15 Hevza xwe ji pêxemberên derew bikin. Ewê bi postê pêz bêne cem we, lê hindurva gurên peranî ne.
w04 1/12 12 ¶1
Fikirên Sereke ji Kitêba Yêşû
24:2; Gelo Têrah, bavê Birahîm, pûtparist bû? Sêrîda Têrah xizmetkarê Yehowa nîbû. Diqewime ewî serê xwe ber xudanê hîvê bi navê Sîn datanî, hebandina kîjanî ku şeherê Ûrda gelek belabûyî bû. Li gora edetên Cihûya, Têrah diqewime xwexa jî pût çêdikirin. Lê çaxê Birahîm bi gotina Xwedê ji Ûrê derket, Têrah tevî wî çû (Destpêbûn 11:31).
22-28 MIJDARÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | HAKIMTÎ 1-3
“Serhatiya Mêrxasiyê û Fêlbaziyê”
w04 15/3 31 ¶3
Ehûd Koka Dijmina Tîne
Ehûd kirên xweda pêşdaçûyî bû ne ji bo wê yekê ku ew yekî zên û jîr bû, ne jî ji bo wê yekê ku dijminê wî sist bû. Pêkhatina qirara Xwedê fereset û derecên merivava girêdayî nîne. Meniya sereke ya serketina Ehûd ev bû, ku Xwedê piştgiriya wî dikir, çimkî ewî qirara Xwedê dianî sêrî û cimeta Wî aza dikir. Yehowa bona cimetê, Ehûd ça hakim kifş kir, û çaxê Yehowa hakim kifş dikirin ewî piştgiriya wan dikir, û timê cimet “ji destê neyarên wan xilaz dikir” (Hakimtî 2:18; 3:15).
w04 15/3 30 1-3
Ehûd Koka Dijmina Tîne
Berî pêşin Ehûd xwera şûrekî dudevî çêkir, yê ku usa kin bû wekî hêsa dikaribû binê kincê xweda veşarta, wekî nobedara bal wî şûr nedîtana. Mêra timê şûr aliyê çepê kembera xweva dikirin, wekî bi destê rastê hêsa derxin. Lê Ehûd destçep bû, lema jî ewî şûrê xwe aliyê rastê kemberêva kiribû, û nobedara wê ne jî bikaribûna têderxistana wekî cem wî şûr heye. Bi wî cûreyî Ehûd nekete çeva û hêsa pêşkêş û xerc Eglonra, padşê Mowabêra, anî (Hakimtî 3:16, 17).
Kitêba Pîrozda hûr bi hûr nayê gotinê, wekî qesira Eglon padşada çi diqewimî gava Ehûd teze hate wêderê, lê kin tê gotinê wekî çaxê Ehûd xerc û pêşkêş dane Eglon, ewî ev mêrên ku xerc anîbûn, paşda şandin (Hakimtî 3:18). Dêmek Ehûd ev mêr birin cîkî dûr û bêxof û xwexa jî paşda vegeriya qesirê. Gelo çima ewî usa kir? Çira ewî ew mêr tevî xwe hilda bûn? Seva ku ewana wî biparêzin? Çimkî usa dihate dewakirinê gava dihatine cem padşê? Yan wana gerekê alî wî bikirana, wekî barê giran bivirana? Diqewime pêşiya ku nêta xwe bîne sêrî, ewî dixwest îzbat be, wekî ev mêr cîkî bêxof in? Firqî tune menî çi bû, ku ewî usa kir, eyan e wekî ew tenê vegeriya qesira Eglon.
Ehûd ji qûçên kevirên Gîlgalê vegeriya û gote padşê: “Ya qiral! Gotinek minî bi dizîka ji tera heye”. Ça ewî karibû dîsa biketa oda padşê, Kitêba Pîrozda nayê gotinê. Gelo bi rastî nobedara xof texmîn nekirin? Diqewime ewana fikirîn ku tenê mêrekî Îsraêlî bona axayê wan xof nîne? Ji bo wê yekê ku Ehûd tenê hat, dibeke ewana fikirîn, wekî ew dixwaze nemamiya bineliyên xwe bike û wana bifiroşe? Çi jî nîbûya, nêta Ehûd ku tevî padşe tenê bimîne, hatê sêrî (Hakimtî 3:19).
Xizna Kitêba Pîroz
(Hakimtî 2:10-12) Û hemûya ew nifşe [rikiniyat] jî beşdarî bapîrên xwe bûn û nifşeyek [rikiniyata] din, ya bi Xudan û bi karê ku bona Îsraêlê kiriyeva nizanin afirîn 11 Û lawên Îsraêl, ya ku di çevên Xudanda xirab e kirin û Baalanra qûlitiyê kirin 12 û dev ji Xwedayê Bapîrên xwe Xudanê ku wan ji welatê Misirê derxistiye, berdan û li pey îlahên [xudanên] din, yên ku ji îlahên [xudanên] neteweyên [miletên] li dora wan in meşiyan û ji wanra xwar bûn û Xudan bi hêrs kirin.
(Metta 8:1-12) Paşê Îsa ji çiyê hate xwarê, elaleteke giran da pey wî çû. 2 Hingê yekî kotî hat xwe avîte ber wî û gotê: “Xudan! Heger bixwazî, tu dikarî min paqij kî”. 3 Îsa destê xwe dirêj kirê lê ket û gotê: “Ez dixwazim. Paqij be!” Û destxweda ew ji kotîbûnê paqij bû. 4 Hingê Îsa jêra got: “Binihêre, tu kesîra tiştekî nebêjî, lê here xwe nîşanî kahîn ke û hediya ku Mûsa temî daye bide, wekî hemûyara bibe şedetî, ku tu paqij bûyî”. 5 Gava Îsa kete Kefernahûmê, sersedek hate cem wî, hîvî jê kir û gotê: 6 “Xudan, xulamê min şilûşet malda paldaye, gelekî cefê dibîne”. 7 Îsa gote wî: “Ezê bêm wî qenc kim”. 8 Sersed lê vegerand û gotê: “Xudan, ez ne hêja me ku tu bêyî mala min. Lê tenê xeberekê bêje û xulamê minê bi wê xeberê qenc be. 9 Ez xwexa jî merivekî bin hukumda me û bin destê minda jî esker hene. Ez yekîra dibêjim: ‘Here’, diçe, yekî dinra dibêjim: ‘Were’, tê û xulamê xwera dibêjim: ‘Vî tiştî bike’, dike”. 10 Gava Îsa ev yek bihîst, zendegirtî ma û gote ewên ku pey wî diçûn: “Ez rast wera dibêjim, Îsraêlêda jî min bawerîke aha yekîda nedîtiye. 11 Ez wera dibêjim, ku gelekê ji rohilatê û ji roavayê bên û şayiya Padşatiya Ezmanada tevî Birahîm, Îshaq û Aqûb rûnên, 12 lê zarên Padşatiyê wê bêne avîtinê teriya derva. Li wir wê bibe girî û çirke-çirka dirana”.
w05 15/1 24 ¶7
Fikirên Sereke ji Kitêba Hakimtî
2:10-12. Em gerekê xwe grafîka xwendina Kitêba Pîroz bigirin, wekî “hemû qencîyên” Yehowa bîr nekin (Zebûr 103:2). Dê-bav gerekê xem bikin wekî rastiyên ji Xebera Xwedê bikine dilê zarên xwe (Qanûna Ducarî 6:6-9).
29 MIJDARÊ-5 KANÛNA PÊŞIN
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | HAKIMTÎ 4-5
“Yehowa bi Saya Du Kulfeta Cimeta Xwe Diparêze”
“Ez bi Dayîkî li Îsraêlê Rabûm”
Sîsera! Çaxê Îsraêlî ew nav dibihîstin tirs dikete dilê wan. Rêlîgiya û kûltûra Kenaniya nas bû bi xirabiyê, wana bona xudanên xwe zarên xwe dikirine qurban û di paristgehêda qavî dikirin. De bide hesabê xwe, jîyîna bin serwêrtiya sereskerê Kenanî û eskerên wî ça bûye? Kilama Debora dide kifşê ku tu kesî di gundada ne dijît û hatin-çûyîn jî gelek çetin bû (Hakimtî 5:6, 7). Em dikarin bidine ber çevê xwe, ku meriv çawa xwe vedişêrin nava çiya û mêşada. Yên gundada dijîn, ji tirsê nikarin erdê bêcer kin û ne jî dikarin bijîn gundên vekirîda. Meriv rêyên sereskera nikarin herin, çimkî li wêderê ewana ditirsin ku pey wan kevin, zarên wan birevînin, û jinên wan xirab kin.
“Ez bi Dayîkî li Îsraêlê Rabûm”
Çerçirandina Îsraêliya 20 sala kişand. Lê çaxê Yahowa dît ku ewana poşman bûne û têne guhastinê, û çaxê Debora “bi dayîkî” Îsraêlêda rabû, halê wan hate guhastinê. Derheqa vê yekê Deborayê xwexa û Barak bi rêberiya Xwedê kilamêda gotin. Em rast nizanin ku zarê Deborayê hebûn yan na, kîjan ku jina Lappîdot bû. Lê tê kifşê ku ew bi sîmbolîk diya Îsraêlê bû. Yahowa Debora kifş kir seva ku ew çawa dayîk xweyîtiyê Îsraêlê bike. Û hin jî ewê gerekê rêberî bida Barak, kîjan ku qewî û bi bawerî bû, seva ku ew miqabilî Sîsera derkeve (Hakimtî 4:3, 6, 7; 5:7).
“Ez bi Dayîkî li Îsraêlê Rabûm”
Yaêlê gerekê zû safîkira. Ewê gote Sîsera ku here hêsa be. Sîsera gote wê ku hergê kesek bê û wî bigere, ciyê wî nevêje. Ewê leyîf avîte ser wî, û çaxê Sîsera av ji wê xwest, ewê şîr wîra anî. Zûtirekê Sîsera kete xewa kûr. Wî çaxî Yaêlê singê çadirê û çagûç hilda, kîjan ku jinê ku di çadirada diman bi hostetî didane xebatê. Ew ber serê Sîsera rûnişt, û wê demê ewê gerekê bi qirara Yahowa gaveke ferz bavîta. Pirtîk dudilîbûn yan jî şaşbûn dikaribû hemû tişt xirabkira. Gelo wî çaxî ew derheqa çi difikirî? Gelo ew difikirî derheqa cimeta Yahowa, ku çawa ewî mêrikî bi deha sala ewana diçerçirandin? Yan ew difikirî ku niha wede ye ew Yahowara eyan ke, ku ew aliyê wî ye? Kitêba Pîroz gilî nake. Em tenê zanin, ku ewê jinikê çi lazim bû kir. Û Sîsera mir! (Hakimtî 4:18-21; 5:24-27).
Xizna Kitêba Pîroz
(Hakimtî 5:20) Stêrkan ji ezmananva cengê [şer] kirin, li dijî Sîsera ji destekên xweva cengê kirin.
(Metta 8:13-34) Paşê Îsa sersedra got: “Here! Bira li gora baweriya te tera be”. Û wê demê xulamê wî qenc bû. 14 Gava Îsa hate mala Petrûs, xwesiya wî tayêda paldayî dît. 15 Ewî destê xwe da destê wê û tayê jê berda, rabû berdestî wîra kir. 16 Gava ro çû ava, gelek cinaketî anîne cem wî. Ewî bi xeberê ruhên heram derxistin û hemû nexweş qenc kirin. 17 Ev aha bû, ku ew gotina bi zarê Îşaya pêxember bê sêrî, ku nivîsar e: “Ewî nexweşiyên me hildan û êşên me birin”. 18 Çaxê Îsa elalet dora xwe dît, emir li şagirta kir ku herine wî berî golê. 19 Hingê qanûnzanek nêzîkî wî bû û gotê: “Dersdar! Tu kuda jî herî, ezê pey te bêm”. 20 Îsa gote wî: “Rûviyara qul hene, teyredên ezmênra jî hêlîn, lê bona Kurê Însan cîk tune ku serê xwe lê dayne”. 21 Şagirtekî wî gotê: “Xudan! Îzinê bide min ku ez pêşiyê herim bavê xwe defin kim”. 22 Lê Îsa jêra got: “Tu pey min were. Bira mirî miriyê xwe defin kin”. 23 Gava Îsa kete qeyikê, şagirtên wî tevî wî çûn. 24 Nişkêva firtoneke mezin li golê rabû, usa ku qeyik pêlada unda dibû. Lê ew razayî bû. 25 Hingê şagirt nêzîkî wî bûn, ew hişyar kirin û gotinê: “Xudan! Me xilaz ke! Em unda dibin!” 26 Îsa gote wan: “Çima hûn usa tirsonek in kêmbawerno?” Wê demê rabû li bayê û golê hilat û hemû tişt seqirîn. 27 Merivên tevî wî ecêbmayî man û gotin: “Ev kî ye, ku ba û gol jî êlimî wî dibin?” 28 Gava Îsa derbazî wî aliyê topraxên Gerdarînê bû, du cinaketî ji nav goristana derketin û rastî wî hatin. Ew usa har bûn, ku kesek nikaribû wê rêra derbaz bûya. 29 Wana kire qîrîn û gotin: “Tu çi ji me dixwazî, Kurê Xwedê? Ji wext zûtir hatî cefê bidî me?” 30 Ji wana wêdatir sûrîkî berazayî mezin diçêriya. 31 Cina reca ji wî dikir û digotinê: “Heger tu me derdixî, bihêle em herin bikevine nava sûriyê beraza”. 32 Ewî gote wan: “Herin!” Ew jî derketin çûn ketine nava beraza û ew sûrî pêva jorda revî, xwe ji kendêlda avîtine golê û xeniqîn. 33 Berazvan revîn çûne bajêr, çi ku hatibû serê cinaketiya gotin. 34 Hingê hemû merivên bajêr derketine pêşiya Îsa û gava ew dîtin, reca ji wî kirin ku ji erdê wan here.
w05 15/1 25 ¶5
Fikirên Sereke ji Kitêba Hakimtî
5:20; Steyrka ça ji ezmana pêş Barakva şer dikirin? Kitêba Pîroz raste-rast caba vê pirsê nade. Diqewime meleka ji ezmana pêş wîva şer dikirin, yan jî ew barana mêtêorîta bû, yên ku şîretkarên Sîsera, ça nîşana qeziyê fem kirin, yan jî pêxembertiya derew ku steyrnasa gotine Sîserayê. Lê şik tune wekî destê Xwedê nava wê yekêda bû.
6-12 KANÛNA PÊŞIN
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | HAKIMTÎ 6-7
“Bi Vê Qewata Xwe Here”
w02 15/2 6-7
Prînsîpên Xwedê Karê Tera Tînin
Gîdeyon, hakimekî Îsraêlê, rast ser xwe dinihêrî û bi zêdeyî derheqa xwe nedifikirî. Ewî xîret nedikir ku bibe serwêrê cimetê, û çaxê ew vî şixulîda hate kifşkirinê, ewî derbêra got, wekî hêjayî vê kifşkirinê nîne, çimkî malbeta wî bereka Minaşda, ya herî nimiz e. Usa jî ewî got: “Ez di mala bavê xweda yê herî biçûk im” (Hakimtî 6:12-16).
w05 15/7 16 ¶3
“Şûrê Xudan û yê Gîdeon!”
Nişkêva hişbûna şevê tê teribandinê, çimkî 300 eskerên Îsraêlî 300 kûpên herî dişkênin, 300 boriya dixin û dikine qarînî. De bidine ber çevê xwe tirs û xofeke çiqas mezin kete dilê Midyana! Gava Îsraêliya dikirne qare-qar “şûrê Xudan û yê Gîdeon!”, Midyanî usa ziravqetî bûn, wekî xwexa jî destpêkirin bikine qare-qar. Ji bo qarîniyê û tevlihevbûnê wana nikaribû têderxistana kê heval û kê dijmin e. 300 eskerên Îsraêlî ji ciyê xwe ne jî leqiyan, wî çaxî Xwedê tevlihevbûneke usa kire nav dijimina, wekî wana xwexa destpêkirin qira hev bînin. Zoma dijmina hatiye altkirinê, riya wan girtî ye, eskerên dijmina yên mayî jî ku dixwestin bireviyana, hatine girtinê û qirkirinê. Midyanî îda bona Îsraêliya xof nîbûn. Bi saya wê yekê Îsraêlî ji bindestiya Midyana, ku gelek wext dikişand, aza bûn (Hakimtî 7:19-25; 8:10-12, 28).
Xizna Kitêba Pîroz
(Hakimtî 6:27) Û Gîdeon, ji qûlên xwe deh zilamî rahişt [bijart] û mîna ku Xudan jêra gotibû çêkir û usa bû ku, ji ber tirsa maliyên bavê xwe û zilamên bajêr ji ber ku vî tiştî bi rojê nikaribû çêkira, şev çêkir.
(Metta 9:1-14) Îsa kete qeyikê paşda vegeriya hate bajarê xwe. 2 Wê derê şilûşetek nivînêda paldayî anîne cem. Gava Îsa baweriya wan dît, gote yê şilûşet: “Lawo, ser xwe be! Gunên te hatine baxşandinê”. 3 Lê ji qanûnzana hinek nav xweda fikirîn: “Eva kifiriya dike”. 4 Fikirên wan Îsava eyan bûn û got: “Hûn çima dilê xweda tiştê xirab difikirin? 5 Kîjan rihet tê gotinê: ‘Gunên te hatine baxşandinê’, yan ‘Rabe û bigere’? 6 Lê wekî hûn bizanibin ku hukumê Kurê Însan heye li ser dinê guna bibaxşîne”, hingê gote yê şilûşet: “Rabe nivîna xwe hilde, here mala xwe!” 7 Ew jî rabû çû mala xwe. 8 Gava elaletê ev yek dît, xofê ew girtin û şikirî dane Xwedê, ku ev hukum daye meriva. 9 Îsa ji wir pêşda çû, yekî ku navê wî Metta bû li ciyê xerchildanê rûniştî dît û gotê: “Pey min were”. Ew jî rabû pey Îsa çû. 10 Gava Îsa mala Mettada ser sifrê rûniştibû, gelek xercgir û gunekarên din hatin tevî Îsa û şagirtên wî rûniştin. 11 Çaxê fêrisiya ev yek dît, şagirtên wîra gotin: “Çima dersdarê we tevî xercgir û gunekara dixwe û vedixwe?” 12 Lê gava Îsa ev yek bihîst wanara got: “Saxlem ne hewcê hekîm in, lê nexweş. 13 Herin mena van xebera hîn bin: ‘Ez remê dixwazim, ne ku qurbanê’. Ez nehatime gazî yên rast kim, lê gazî gunekara”. 14 Hingê şagirtên Yûhenna hatine cem wî û gotinê: “Çima em û fêrisî gelek cara rojî digirin, lê şagirtên te rojî nagirin?”
w05 15/1 26 ¶6
Fikirên Sereke ji Kitêba Hakimtî
6:25-27. Gîdeyon serwaxtî da kifşê bi vê yekê ku badîhewa hêrsa miqabilên xwe ranekir. Çaxê em mizgînê bela dikin, em gerekê fesal bin, wekî bi cûrê xeberdana xwe meriva eciz nekin.
13-19 KANÛNA PÊŞIN
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | HAKIMTÎ 8-9
“Milûktî ji Qurebûnê Çêtir e”
w00 15/8 25 ¶3
Çawa Hûn Hevnefemkirinê Safî Dikin?
Çaxê Gîdeyon tevî Midyana şerê giran dikir, ewî alîkarî ji bereka Efrayîmiya xwest. Lê paşî şer Efrayîmî hatin cem Gîdeyon û wî neheq kirin, wekî çima ewî pêşiya ku biçûya şêr, gazî wana nekir. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî ewana gelek ser wî hêrs ketin û wîra şer kirin. Gîdeyon usa caba wan da: “Gelo li cem kirina we, ya ku niha ez dikim çi ye? . . . Xwedê serokên Midyanê, Oreb û Zeeb dan destê we û gelo li cem kirina we, min karibû çi bikira?” (Hakimtî 8:1-3). Gîdeyon xeberên usa bijart ku ber dilê wanda bê, û bi saya vê yekê şerê giran orta wanda pêşda nehat. Diqewime Efrayîm berekeke gelek pozbilind bû û bi zêdeyî derheqa xwe difikirî. Lê dîsa jî ev yek riya Gîdeyon negirt ku edilayê tevî wan xwey ke. Gelo em dikarin vê yekêda çev bidine wî?
Şkestî bin Çi Nayê Hesabê?
15 Gîdeyon merivekî gelek şkestî û milûk bû û ew meseleke baş e bona me. Çaxê cara pêşin milyaketê Yehowa jêra eyan bû û giliyê Xwedê gote wî, Gîdeyon got wekî bona wî şixulî ew nelayîq e, çimkî ew ji bereka herî biçûk e û necêribandî ye (Hakim. 6:15). Paşê, çaxê ewî qebûl kir şixulê ku Yehowa jêra da, ew dixwest bawer bûya wekî ewî bi temamî fem kir çi ku Xwedê ji wî dewa dikir, û ewî dua dikir wekî Yehowa rêberiyê bide wî (Hakim. 6:36-40). Gîdeyon merivekî mêrxas û qewî bû, lê usa jî ew yekî aqil û serwaxt bû (Hakim. 6:11, 27). Ewî ew şixul dikir, ne seva navê wî bilind be. Û çaxê ewî îda hemû tişt kir çi ku Yehowa ji wî xwest, ew bi şabûnê vegeriya mala xwe (Hakim. 8:22, 23, 29).
w08 15/2 9 ¶9
Ser Riya Yehowa Bimeşe
9 Seva ku bibine dostê Xwedê, em gerekê “rem û şkestî bin” (1 Pt. 3:8; Zb. 138:6). Derheqa vê yekê ku şkestîbûn çiqas ferz e, kitêba Hakimtî serê 9-da tê gotinê. Yotamê kurê Gîdeyon, metelokeke usa got, wekî carekê sê bax çûn ku xwera padşakî kifş kin. Ev baxa zeytûnê, hejîrê û reza tiriyê bû. Ev bax dihatine hesabê merivên hêja, yên ku nedixwestin ser birên xweye Îsraêlî hukum bikin. Lê tûmê stirû, yê ku hêjayî agir bû, dihate hesabê hukumetiya Abîmelexê qure, mêrkujekî dilsar, yê ku bi timayî dixwest serwêrtiyê bikira. Rast e ewî sê sala xwe ça serwêrê Îsraêlê dida kifşê, lê ew nişkêva bi mirina robetî mir (Hkm. 9:8-15, 22, 50-54). De bidine hesabê xwe ku çiqas ferz e “şkestî bin”!
Xizna Kitêba Pîroz
(Hakimtî 8:27) Û Gîdeon ji wê efodekê çêkir û wê danî bajarê xwe, Ofrayê û hemûya Îsraêl li wir, li pey wê zinê kirin û Gîdeonra û maliyên wîra bû dafikek [telik].
(Metta 9:15-38) Îsa gote wan: “Qet dibe ku xwendiyên dewatê şînê bikin, heta ku zeva tevî wan e? Lê rojê bên, gava zeva ji wan bê hildanê, hingê wê rojî bigirin. 16 Kesek pê parçê nû kinca kevin pîne nake, çimkî parçê kinca kevinva dirûtî wê zorê li kinca kevin bike û ciyê qelişî wê hê li ber hev here. 17 Ne jî şerava nû dikine meşkên kevin. Heger usa be, meşkê biteqin, şeravê birije û meşkê jî xirab bin. Lê şerava nû dikine meşkê nû û her du jî têne xweyîkirinê”. 18 Gava Îsa hê ev yeka wanara digot, serwêrek hat xwe avîte ber nigê wî û gotê: “Qîza min hêja miriye. Lê were destê xwe dayne ser wê û ewê bijî”. 19 Îsa rabû tevî şagirtên xwe da pey wî çû. 20 Kulfeteke nexweş, ku donzdeh salên wê bûn ser xûnê vebibû, piştêva hat û rîşiyên kincê Îsa ket. 21 Ewê nêta xweda danîbû: “Heger ez tenê kincê wî kevim, ezê qenc bim”. 22 Îsa ser milê xweva vegeriya ew dît û gotê: “Evdê! Ser xwe be! Baweriya te tu qenc kirî”. Û wê demê ew kulfet qenc bû. 23 Gava Îsa gihîşte mala serwêr, dîna xwe dayê, wê elalet tevîhev bûye û bilûrvan jî zelûlî lê dixin 24 û gote wan: “Derkevin! Qîzik nemiriye, lê hênijiye”. Wana qerfê xwe pê dikirin. 25 Lê gava cimet derxistine derva, Îsa çû hindur destê wê girt û qîzik rabû ser xwe. 26 Eva deng-besa temamiya wî welatîda bela bû. 27 Gava Îsa ji wir derket çû, du merivên kor dane pey wî kirine qîrîn û gotin: “Kurê Dawid! Me were remê!” 28 Gava ku gihîştine malê, ew her du kor hatine cem wî. Îsa ji wan pirsî û got: “Hûn bawer dikin, ku ez dikarim alî we bikim?” Wana got: “Belê Xudan”. 29 Hingê Îsa destê xwe da çevên wan û got: “Li gora baweriya we wera be”. 30 Wê demê çevên wan vebûn. Îsa hişk temî li wan kir û got: “Haş ji xwe hebin, ku tu kes vê yekê nehese”. 31 Lê ew derketin, temamiya wî welatîda nav û dengê wî bela kirin. 32 Çaxê ewana derketin çûn, hineka cinaketîkî lal anî cem Îsa. 33 Gava ewî cin derxist, yê lal xeber da. Elalet ecêbmayî ma û got: “Li Îsraêlê jî tiştekî aha tu car neqewimiye”. 34 Lê fêrisiya digot: “Ew bi hukumê serwêrê cina cina derdixe”. 35 Îsa hemû gund û bajara digeriya, kinîştên wanda hîn dikir, Mizgîniya Padşatiyê dannasîn dikir û li nav cimetê hemû cûre nexweşî qenc dikirin. 36 Gava ewî elalet dît, gunê wî li wan hat, çimkî ewana mîna pezê bê şivan, beredayî û belabûyî bûn. 37 Hingê ewî şagirtên xwera got: “Nandirûn gelek e, lê pale hindik in. 38 Awa hîvî ji xweyê dirûnê bikin, wekî pala nandirûna xwera bişîne”.
it-1 753 ¶1
Êfod, I
Gîdeyon êfod bi nêteke baş çêkir, seva ku rûmetê bide Yehowa bona serketina ku ewî da Îsraêliya. Lê êfod “Gîdeonra û maliyên wîra bû dafikek [telik]” çimkî Îsrayêlî destpêkirin serê xwe ber vî daynin (Hkm. 8:27). Lê Kitêba Pîrozda nayê gotinê wekî Gîdeyon jî serê xwe ber datanî. Pawlosê şandî hela hê got jî, wekî Gîdeyon yek ji wan xizmetkarên Yehowayî amin bû, ku dikete nava “elaleta şedaye giran” (Îbr. 11:32; 12:1).
20-26 KANÛNA PÊŞIN
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | HAKIMTÎ 10-12
“Yeftah Merivekî Ruhanî bû”
Xwedê yên Amin Qebûl Dike
Diqewime mesela Ûsiv jî hukum dibû ser Yeftah. Ûsiv merivekî amin bû. Û ew rem bû hindava birên xwe, yên ku wî nefret dikirin (Destp. 37:4; 45:4, 5). Dibeke Yeftah difikirî ser meselên wî cûreyî, û ewê yekê alî wî kir tiştên usa bike, çi ku Yahowa xweş tê. Bêşik, birên Yeftah dilê wî gelek êşandin, lê yeke ewî dîsa berdewam dikir Yahowara xizmet bike û alî cimeta xwe bike (Hakim. 11:9). Bona Yeftah hê ferz ew bû navê Yahowa hurmet be, ne ku bikeve heyra problêmên xwe. Ewî qewî safî kiribû Yahowara amin bimîne, û evê yekê hin wîra û hin jî merivên dinra kar dianî (Îbrn. 11:32, 33).
it-2 27 ¶2
Yeftah
Yeftah serwêrekî serxwe û mêrxas bû, ewî şixulê xwe egle nedikir. Ewî wekîl şandin bal padşê Ammonê û wî vê yekêda neheq kir, ku ew kete erdê Îsraêlê. Padşê Ammonê cab da û got, wekî Îsraêlî ev erd ji Ammoniya zeftî xwe kiribûn (Hkm. 11:12, 13). Vê derecêda Yeftah da kifşê wekî ev ne ku tenê eskerê mêrxas e, lê usa jî yekî bi merîfet e û terîxiya cimeta Xwedê rind zane. Ew tevî gotinên Ammoniya qayîl nebû, û çend îzbatkirin anî: 1) Îsraêl hicûmî ser Ammon, Mowab û Edom nekiribû (Hkm. 11:14-18; Qn.Dc. 2:9, 19, 37; 2 Dr. 20:10, 11); 2) Gava Îsraêlî erd zeft dikirin, wî çaxî ev erd (dêmek erdê ji bo kîjanî vê demê ewana hevra ketibûne dewê), têrîtoriya mileteke Kenanê bû, dêmek erdê Emoriya bû, û Xwedê ev erdê Emoriya û xudanê wan Sîhon da destê Îsraêliya; 3) Weke 300 sala Ammoniya ev têrîtoriya dewa nedikirin, lê çi qewimî wekî ewana niha vî erdî dixwazin? (Hkm. 11:19-27)
it-2 27 ¶3
Yeftah
Yeftah eyan kir, wekî meniya sereke ya vê derecê, ev pirsa hebandinê bû. Ewî elamî wan kir, wekî ji bo wê yekê ku Yehowa ev erd dabû Îsraêliya, ewana wê bihustekê jî ji vî erdî nedine wan pûtparista. Yeftah got wekî xudanê Ammoniya Kimoş e. Lê hine meriv dibêjin wekî ev yek şaşî ye. Rast e Ammonî xudanê bi navê Mîlkom dihebandin, û Mowabiya jî Kimoş dihebandin, dîsa jî ev cimet pizmamê hev bûn û gelek xudana dihebandin. Silêman kete ber bayê jinên xweye pûtparist û hebandina Kimoş kire Îsraêlê, û bi wê yekê miqabilî qanûna Xwedê derket (Hkm. 11:24; 1 Pd. 11:1, 7, 8, 33; 2 Pd. 23:13). Xêncî vê yekê li gora nihêrandina hine zandara, navê Kimoş dihate hesabê “Zeftkar” (Binihêrin “Gesenius’s Hebrew and Chaldee Lexicon”, welgerandina S. Trêgêls, 1901, rûp. 401). Diqewime Yeftah navê vî xudanî hilda, çimkî Ammonî hesab dikirin, wekî bi alîkariya vî xudanî wana miletên der-dor zeftî xwe dikirin û vî xudanî erd dabû wan.
Xizna Kitêba Pîroz
(Hakimtî 11:1) Û Yeftahê Gîleadê mêrxasekî dilawêr bû û lawê fahîşekekê [qavekê] bû û bavê wî Gîlead bû.
(Metta 10:1-15) Îsa her donzdeh şagirt gazî cem xwe kirin û hukum da wan ku ruhên heram derxin, hemû êş û nexweşiya jî qenc kin. 2 Navê her donzdeh şandiya ev in: Yê pêşin Şimhûn, ku Petrûs tê gotinê û birê wî Endrawis, Aqûbê Zebedî û birê wî Yûhenna, 3 Fîlîpo û Bertolomeyo, Tûma û Mettayê xercgir, Aqûbê Halfawo û Tedayo 4 Şimhûnê welatparist û Cihûdayê Îsxeryotî, ewê ku nemamiya Îsa kir. 5 Îsa ev her donzdeh şandin, temî li wan kir û got: “Neçine nava necihûya û nekevine bajarên Sameryayê. 6 Lê pêşiyê herine nav pezên mala Îsraêlêye undabûyî. 7 Gava hûn herin, dannasîn kin û bêjin: ‘Padşatiya Ezmana nêzîk bûye’. 8 Nexweşa qenc kin, miriya sax kin, kotiya paqij kin, cina derxin. We bêheq standiye, bêheq jî bidin. 9 Li ber pişta xweda tu tiştî hilnedin: Ne zêr, ne zîv, ne sifir, 10 ne tûrik bona rê, ne du dest kiras, ne çarix, ne şivdar, çimkî pale hêjayî risqê xwe ye. 11 Çi bajar yan gundê ku hûn bikevinê, maleke hêja bibînin û li wir bimînin, heta ku hûn ji wir diçin. 12 Gava hûn herine malê, silavê bidine wê û bêjin: ‘Edilayî vê malêra’. 13 Û heger ew mal hêja ye, bira silava we li ser wê be, lê heger ne hêja ye, bira silava we li we vegere. 14 Lê kî ku we qebûl neke û guhdariya xeberên we neke, gava ku hûn ji wê malê, yan jî ji wî bajarî derdikevin, toza nigên xwe dawşînin. 15 Ez rast wera dibêjim, Roja Axretê halê welatê Sodom û Gomorayê wê ji ya wî bajarî çêtir be.
it-2 26
Yeftah
Kurê Qanûnî. Diya Yeftah qav bû, lê ew yek nayê hesabê, wekî ew ji qaviyê hatibû bûyînê û kurê neqanûnî bû. Diya wî qavî dikir pêşiya ku bibûya jineke Gîled, çawa ku Rexab jî pêşiya ku bibûya jina Selmon, qavî dikir (Hkm. 11:1; Yêş. 2:1; Mt. 1:5). Ew yek ku birên Yeftah yên ji jina sereke ya Gîled, berî wî dan wekî ew milk nestîne, îzbat dike wekî Yeftah kurê qanûnî bû (Hkm. 11:2). Xêncî wê yekê, wede şûnda hine bineliyên Gîledê (ji kîjana yên lapî girîng û navdar birên Yeftah bûn) wî ça serok bijartin (Hkm. 11:11). Usa jî ewî konê pîrozda Xwedêra qurban anî (Hkm. 11:30, 31). Îzina Yeftah wê tune bûya ev tişt bikira hergê ew kurê neqanûnî bûya, çimkî Qanûnêda dihate gotinê: “Zara ji qavîyê bûyî nikare bikeve civîna Xudan, ne jî zureta wîye deha dikare bikeve nava civîna Xudan” (Qn.Dc. 23:2).
27 KANÛNA PÊŞIN-2 ÇILEYÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | HAKIMTÎ 13-14
“Dê-Bav ji Mesela Manoah û Jina Wî Çi Ders Dikarin Xwera Hildin”
w13 15/8 16 ¶1
Dê-Bavno ji Zarotiyê Zarên Xwe Hîn kin
Were em dîna xwe bidine mesela Manoah ji bereka Dan, yê ku Îsraêlêda, şeherê Sorada dijît. Melekê Yehowa jina wîye bêzuretra elam kir, wekî ewê kurekî bîne (Hakim. 13:2, 3). Manoahyê amin û jina wî, bêşik vê elametiyêra gelek şa bûn. Lê dîsa jî meniya wane bona xemgîniyê hebû. Lema jî Manoah dua kir û got: “Ya Xudan, ez lava dikim, bila zilamê Xwedê, yê ku te şandibû dîsa were û ka emê bona lawikê ku bibe çi bikin, hînî me bike” (Hakim. 13:8). Manoah û jina wî berxwe diketin, wekî ça ewê zarokê mezin kin. Bêşik ewana kurê xwe Şimşon qanûna Xwedê hîn dikirin û ewana, ça em zanin, wê yekêda pêşdaçûyî bûn. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî “ruhê Xudan” destpêkir ser wî hukum bike. Axiriyêda çaxê Şimşon Îsraêlêda bû hakim, ewî kirên gelek mexsûs dianî sêrî (Hakim. 13:25; 14:5, 6; 15:14, 15).
w05 15/3 25-26
Bi Saya Qewata Yehowa Şimşon Dijmina Alt Dike!
Şimşon mezin dibû û Yehowa wî “pîroz” dikir (Hakimtî 13:24). Rojekê Şimşon hate bal dê-bavê xwe û gote wan: “Li Tîmnayê pîrekek ji qîzên Filistiyan dîtim û niha wê bi jintî ji minra bistînin” (Hakimtî 14:2). De bidine ber çevê xwe wekî dê-bavê wî çiqas ecêbmayî man. Dewsa ku cimeta Îsraêl ji destê vî dijminî xweyî ke, kurê wan safî kir tevî wan peymana zewacê girêde û qîzeke wan xwera jintî bîne. Usa jî zewaca tevî jinên pûtparist miqabilî Qanûna Xwedê bû (Derketin 34:11-16). Dê-bavê wî wîra gotin: “Gelo qey di nava qîzên birayên teda yan jî di nava hemûya netewa [cimeta] meda pîrek nîne [tune] ku tu bona ku ji Filistiyên bêsunet jinê bistînî diçî?” Lê Şimşon caba bavê xwe da û got: “Wê ji minra bistîne; ji ber ku ew bi çevê minva xweş tê xuyanê” (Hakimtî 14:3).
Xizna Kitêba Pîroz
(Hakimtî 14:2, 3) Û derket û ji dayik û bavê xwera gîhand û got: Li Tîmnayê pîrekek ji qîzên Filistiyan dîtim û niha wê bi jintî ji minra bistînin. 3 Û dayik û bavê wî jêra gotin: Gelo qey di nava qîzên birayên teda yan jî di nava hemûya netewa [cimeta] meda pîrek nîne [tune] ku tu bona ku ji Filistiyên bêsunet jinê bistînî diçî?
(Metta 10:16-31) Awa ez we dişînim çawa pez nava gura. Îdî mîna mera serwaxt bin û mîna kevotka dilsax. 17 Lê hevza xwe ji meriva bikin, ewê we bibine ber dîwana û kinîştên xweda we bidine ber qamçiya. 18 Rûyê minda wê we bibine ber weliya û padşa, ku hûn ber wan û necihûya şedetiyê bidin. 19 Lê çaxê we bibine ber dîwana, xem nekin ku hûnê çawa yan çi xeber din. Tiştên ku hûnê xeber din, wê demê wera wê bê dayînê. 20 Çimkî ne ku hûnê xeber din, lê Ruhê Bavê weyî ku nava weda ye wê xeber de. 21 Bira wê birê xwe bide kuştinê, bavê jî kurê xwe û zar jî wê himberî dê û bavê xwe rabin û wan bidine kuştinê. 22 Bona navê min hûnê ber çevê hemûya reş bin. Lê kî ku heta xilaziyê sebir ke ewê xilaz be. 23 Û gava nav vî bajarîda we bizêrînin, birevine bajarekî din. Ez rast wera dibêjim, heta hatina Kurê Însan, hûn hemû bajarên Îsraêlê pêra nagihînin bigerin. 24 Şagirt ji dersdarê xwe ne mestir e û ne jî xulam ji axayê xwe. 25 Besî şagirt e, wekî mîna dersdarê xwe be û xulam jî mîna axayê xwe be. Heger malxê malêra ‘Belzebûl’ gotin, hingê neferên wîra wê çi bêjin? 26 Awa îdî tu car ji meriva netirsin. Tiştekî dizîva tune ku derneyê û ne jî veşartî ku kifş nebe. 27 Çi ku ez teriyêda wera dibêjim, ewî nav ronayêda bêjin û çi ku hûn guhada dibihên, ser bana bikin dengî. 28 Û ji wan netirsin yên ku bedenê dikujin, lê nikarin ruh bikujin. Lê hûn ji wî bitirsin, yê ku dikare ruh û bedenê cenimêda unda ke. 29 Ne du çivîk bi diravekî çarqurûşê têne firotanê? Lê yek jî ji wan bêyî emirê Bavê we nakeve erdê. 30 Lê çi li we dikeve, her têlekî porên serê we jimartî ne. 31 Îdî netirsin. Hûn ji gelek çivîka qîmettir in.
w05 15/3 26 ¶1
Bi Saya Qewata Yehowa Şimşon Dijmina Alt Dike!
Gelo bi çi nêtî Şimşon got, wekî qîzeke Filistiya wî “xweş tê”? Li gora ensîklopêdiyekê ev gotin usa tê şirovekirinê: “Ev qîz ne ku ji bo bedewbûna xwe Şimşon xweş hat, lê ça kesê bi saya kîjanê ewê bikaribûya nêta xwe bianiya sêrî” (“McClintock and Strong’s Cyclopedia”). Gelo kîjan nêt? Hakimtî 14:4-da tê gotinê, wekî Şimşon mecal digeriya heyfê ji Filistiya hilde. Hema bona vê yekê ew qîzik wî xweş hat. Çaxê Şimşon mezin dibû, “ruhê Xudan” destpêkir ser wî hukum bike (Hakimtî 13:25). Ev xwestina wîye ecêb, wekî vê qîzê wîra jintî bînin, ji bo rêberiya ruhê pîroz bû. Yehowa pê ruhê pîroz alî Şimşon dikir, çaxê ew hakimê Îsraêlê bû. Gelo Şimşon wê çawa heyfê ji Filistiya hilde? Ya pêşin Yehowa wîra got ku wê piştgiriya wî bike.