Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”
3-9 ÇILEYÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | HAKIMTÎ 15-16
“Nemamî Zulmiya Mezin e!”
w12 15/4 8 ¶4
Nemamî Nîşana Rojên Axiriyê ye!
4 Pêşiyê were em şêwir kin ku dilketiya Şimşon Delîlayê, çi xirabî kir. Şimşon seva ku cimeta Xwedê biparêze, safî kiribû miqabilî Filîstiya derkeve. Diqewime pênc serwêrên Filistî zanibûn, wekî Delîla bi dilê temiz Şimşon hiz nake. Lema jî wana gelek pere dane Delîlayê, seva ku ew pêbihese zoraya qewata wî çida ne, wekî bikaribin wî zeft kin. Delîlaya xwehiz qayîl bû, lê sê cara jêra hev nehat ku bigihîje nêta xwe. Hingê ewê “bi gotinên xwe her roj zorê” dida wî “û jêra bû ser êşî”. Axiriyêda Şimşon gelek bînteng bû, teyax nekir û jêra gilî kir ku çira ew porê xwe qet kur nake, çimkî hergê kur ke, wê qewata wî unda be. Hingê Delîla hîviyê bû, wekî Şimşon ser çokên wê xevra here û gazî merivekî kir ku porê wî kur ke. Paşê ewê Şimşon da destê dijmina (Hkm. 16:4, 5, 15-21). Delîlayê zulmîke çiqas mezin kir! Ewê ji bo timayê nemamiya wî merivî kir, kîjanî ku lê hiz dikir.
w05 15/1 27 ¶5
Fikirên Sereke ji Kitêba Hakimtî
14:16, 17; 16:16. Heleqetî malbetêda dikare xirab be, hergê kesek bixwaze bi vê yekê bigihîje nêta xwe, ku hêsira bibarîne û bike çûre-çûr (Metelok 19:13; 21:19).
w12 15/4 11-12 ¶15-16
Nemamî Nîşana Rojên Axiriyê ye!
15 Ewên ku zewacêda nin, çawa dikarin hevalzewacê xwera amin bimînin? Xebera Xwedêda tê gotinê: “Şa be tevî jina xweye cahiltiyê”, û “bi pîreka xwe [yan jî bi mêrê xwe] ya ku tu jê hiz dikî, jiyanek xweş” derbaz ke (Metlk. 5:18; Waîz 9:9). Mêr-jin emirda çiqas mezin dibin, haqas hê zêde gerekê heleqetiya wan him aliyê fîzîkîda him jî êmosiyalîda qewî be. Ev yek tê hesabê, wekî ewana gerekê miqatî hev bin, wede tevî hev derbaz kin û hê nêzîkî hev bin. Ewana gerekê ser xwe bixebitin, seva ku him zewaca xwe xwey kin, him jî heleqetiya xwe tevî Yehowa. Lema jî ewana gerekê tevayî Kitêba Pîroz lêkolîn kin, hergav tevayî xizmet kin û tevayî jî dua bikin, wekî Yehowa wana kerem ke.
YEHOWARA AMIN BIMÎNIN
16 Mesîhiyên ku gunê giran dikin, gerekê rûspî “hişk li wan hilê, ku saxlem bin baweriyêda” (Tîto 1:13). Hineka xwe nerast didane kifşê, lema jî gerekê ji civatê bihatana derxistinê. Çaxê ewana bi vî cûreyî dihatine lêhilatinê, dikaribûn dîsa jî heleqetiya xwe tevî Yehowa baş kin (Îbrn. 12:11). Lê em çi gerekê bikin hergê merivekî me yan jî hevalê meyî nêzîk ji civatê tê derxistinê? Vê derecêda aminiya me ne ku hindava wî merivî tê cêribandinê, lê hindava Yehowa. Yehowa dîna xwe dide wê yekê, hela em gura temiya wî dikin, dêmek heleqetiya me tevî yê ji civatê derxistî, heye yan na (Bixûne 1 Korintî 5:11-13.)
Xizna Kitêba Pîroz
w05 15/3 27 ¶6
Şimşon bi Saya Qewata Yehowa Dijmin Alt Kirin
Hiş-aqilê Şimşon pêda ser şerê wîyî tevî Filîstiya bû. Ewî gerekê şeherê Gazayêda cî-sitar xwera bidîta, seva ku heyfê dijminên Xwedê veke. Lema ew mala jineke qavda ma. Lê nêt-fikirên wî hindava wê kulfetê xirab nîbûn. Nîvê şevê ew ji mala vê kulfetê derket, dergehên şeher pêda derxist û bire ser çiyayê nêzîkî Hebronê, kîjan ku weke 60 kîlomêtira dûrî şeherê Gaza bû. Şimşon ev yek bi qewata Xwedê kir (Hakimtî 16:1-3).
(Hakimtî 16:1-3) Û Şîmşon çû Gazayê û li wir fahîşekekê [qav] dît û ket cem wê. 2 Û ji Gazayiyanra, bi gotina: Şîmşon hate vir, agahî hate dayîn. Û dora wî girtin û di tûmiya şevêda di deriyê bajêrda li dijî wî di kemînêda man û bi gotina: Dema roj hilê emê wî bukujin, di tûmiya şevêda xwe tev nedan. 3 Û Şîmşon heta nîvê şevê raket û nîvê şevê rabû û bi perîkên deriyê bajêrva û bi her du sitûnên wê girt û tevî zendê wan ji wir qetand û wan hilgirt ser milên xwe û hilkişand ser çiyayê ku li hemberê Hebronê ye.
(Metta 11:1-15) Çaxê Îsa temiyên ku dane her donzdeh şagirtên xwe xilaz kirin, ji wî ciyî çû nav bajarên wan, ku hîn ke û dannasîn ke. 2 Gava Yûhenna kelêda bona şixulên Mesîh bihîst, çend şagirtên xwe şandine cem wî 3 û jê pirsîn: “Tu ew î, yê ku gerekê bihata, yan em hîviya yekî din bin?” 4 Îsa caba wan da û got: “Herin, çi ku hûn dibînin û dibihên Yûhennara bêjin. 5 Kor dibînin, seqet digerin, kotî paqij dibin, ker dibihên, mirî radibin û feqîrara jî Mizgînî tê dayînê. 6 Û xwezî li wî, ku minda şik nakeve”. 7 Gava ewana çûn, Îsa bona Yûhenna elaletêra destpêkir got: “Hûn derketine beriyê çi bibînin? Qamîşekî ku ji bayê diheje? 8 Yan hûn derketin çi bibînin? Merivekî kincê nazik li xwe kirî? Ne ewên ku kincê nazik li xwe dikin, ew malên padşada ne? 9 Yan hûn derketin çi bibînin? Pêxemberekî? Belê ez wera dibêjim, ji pêxemberekî jî mestir e. 10 Eva ew e, bona kîjanî nivîsar e: ‘Va ye ezê qasidê xwe pêşiya teva bişînim. Ewê riya te pêşiya teva hazir ke’. 11 Ez rast wera dibêjim, ji nava ewên ku ji kulfeta dinê ketine, tu kes ji Yûhennayê nixumdar mestir nebûye. Lê Padşatiya Ezmanada yê herî biçûk ji wî mestir e. 12 Ji rojên Yûhennayê nixumdar heta niha Padşatiya Ezmana bi zorbetiyê tê hicûmkirinê û yên zorbe dikin ku zeftî xwe kin. 13 Çimkî hemû pêxembera û Qanûnê heta Yûhenna bona Padşatiya Ezmana şedetî dan. 14 Û heger hûn dixwazin vê yekê qebûl kin, ew e Êlyasê ku gerekê bihata. 15 Guhê kêyî bihîstinê heye bira bibihê.
10-16 ÇILEYÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | HAKIMTÎ 17-19
“Neguhdarîkirin Çetinaya Pêşda Tîne”
it-2 390-391
Mîka
1. Mîka Efrayîmî bû. Ewî temiya duda ji Dehe Temiya teriband (Drk. 20:15). Ewî ji diya xwe 1 100 kidur zîv dizî. Çaxê ewî gunê xwe da rûyê xwe û tiştên ku dizîbû paşda vegerand, diya wî got: “Bona ku pûtekî qewartî û yekî rijandî çêbikim, zîvê . . . lawê xwe, ji aliyê xweva . . . ji XUDANRA pîroz kiribûm û niha ezê wê şûnda bidim te”. Diya wî 200 parên zîv da zîvkar, yê ku “pûtekî qewartî û pûtekî rijandî” çêkir, û ewê paşê pût mala Mîkada danî. Mîka cem kîjanî ku mala xudana hebû, efod û terafîm çêkir û hukumetî da kurekî xwe, wekî ew ça kahîn bal wî xizmet ke. Rast e nêta vê yekê ew bû, ku rûmetê bidine Yehowa, lê bi rastî ev yek miqabilî qanûna Xwedê bû, kîjan ku pûtparistî qedexe dikir (Drk. 20:4-6). Evê yekê usa jî hindava konê Yehowayî pîroz û pîroziya wî bêhurmetî dida kifşê (Hkm. 17:1-6; Qn. Dc. 12:1-14). Wede şûnda Mîka gote Yonatanê nebiyê Mûsa, wekî tevî wî bijî. Mîka ev Lêwiyê cahil ça kahîn hilda cem xwe (Hkm. 18:4, 30). Mîka xwera firnaq dibû, çimkî ewî tirê ku rast dike. Ewî got: “Niha ez dizanim ku wê XUDAN qenciyê . . . minra bike” (Hkm. 17:7-13). Lê Yonatan ji zureta Harûn nîbû, lema jî îzina wî tune bû ça kahîn xizmet ke. Bi rastî usa Mîka gunên xwe diha zêde kir (Jm. 3:10).
it-2 391 ¶2
Mîka
Zûtirekê paşî vê yekê Mîka tevî ordîke biçûk pey Daniya ket û gihîşte wan. Çaxê ji wî pirsîn ku ew çi dixwaze, ewî got: “We kahîn û îlahên ku çêkirime . . . birin û êdî ji minra çi ma?” Hingê Daniya, Mîka dane tirsandinê û gotinê, ku hergê ew nesitire, ewana wê hicûmî ser wî bikin. Çaxê Mîka dît ku Danî ji ordiya wî qewattir in, ew paşda vegeriya mal (Hkm. 18:22-26). Daniya miletê Laîşê dane ber şûra û bajar şewitandin, û dewsê bajarekî teze ava kirin, navê kîjanî ku danîn Dan. Yonatan tevî kurên xwe bûne kahînên Daniya. Wana “di hemû rojên ku mala Xwedê [konê pîroz] li Şîloyê bû de pûtê qewartî yê ku Mîka çêkiribû, bona xwe . . . hîştin” (Hkm. 18:27-31).
Xizna Kitêba Pîroz
Welgerandina Kitêba Pîroz ku Hêsa ye Fem kin
6 Îro hê zêde îzbatkirin heye seva vê yekê, ku ferz e em navê Yehowa bidine xebatê. “Welgerandina Dinya Teze” ya tezekirîda sala 2013, navê Xwedê 7 216 car hate xebitandinê. Dêmek ji derxistina pêşiya wê, şeş cara zêde. Pênc ji wana hatine zêdekirinê, çimkî navê Xwedê hebû di kitêbên Gulometkkirîda ya Bera Mirî, ku wan paşwextiyada hate dîtinê. (Binihêre spartin.) Ew pênc car nivîsar in di van ciyada, 1 Samûyêl 2:25; 6:3; 10:26; 23:14, 16-da. Ya şeşa di Hakimtî 19:18-da hate zêdekirinê ji bo vê yekê, ku manûskrîptên kevin ya Kitêba Pîroz hê kûr hatine lêkolînkirinê.
(Hakimtî 19:18) Û jêra got: Em ji Beytlehem-Cihûdayê, derbasî aliyên li paşî çiyayiya Efrayîm dibin: ez ji vir im û çûm Beytlehem-Cihûdayê û naha ez diçim mala XUDAN û kesî ku min bigire mala xwe nîne.
(Metta 12:1-14) Hingê Îsa rojeke şemiyê nava zeviyara derbaz bû, şagirtên wî birçî bûn û destpêkirin simbilên genim çinîn û xwarin. 2 Gava fêrisiya ev yek dît, wîra gotin: “Hela binihêre, şagirtên te roja şemiyê tiştê necayîz dikin”. 3 Îsa wanara got: “We nexwendiye ku Dawid çi kir, gava ew û yên pêra birçî bûn? 4 Ne ew kete Xana Xwedê û nanê Xwedêra dayî xwar, ew nan ne wîra cayîz bû bixwara, ne jî ewên tevî wîra, lê tenê kahînara? 5 Yan jî we Qanûnêda nexwendiye, ku kahîn rojên şemiyê paristgehêda şemiyê diherimînin û dîsa bê sûc in? 6 Lê ez wera dibêjim, ku li vir yekî ji paristgehê mestir heye. 7 Heger we zanibûya mena vê xeberê çi ye ku tê gotinê: ‘Ez remê dixwazim, ne ku qurbanê’, hingê weyê yên bêsûc gunekar nekirana. 8 Çimkî Kurê Însan Xudanê roja şemiyê ye”. 9 Îsa ji wir rabû çû, hate kinîşta wan. 10 Merivek li wir hebû, ku destê wî kişiyabû. Hineka dixwest ku xeyba Îsa bikirana, ji wî pirsîn û gotinê: “Cayîz e ku meriv roja şemiyê nexweşa qenc bikin?” 11 Ewî jî wanara got: “Ew ji we kî ye, ku pezeke wî hebe û roja şemiyê bikeve çelê, wê negire û dernexe? 12 Lê însan çiqas ji pêz qîmettir e! Awa roja şemiyê qencîkirin cayîz e”. 13 Hingê wî merivîra got: “Destê xwe dirêj ke”. Ewî jî dirêj kir û mîna destê din qenc bû. 14 Lê fêrisî derketine derva bona Îsa li hev şêwirîn ku çawa wî bidine kuştinê.
17-23 ÇILEYÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | HAKIMTÎ 20-21
“Berdewam kin Derheqa Yehowa Pêbihesin”
w11 15/9 32 ¶2
Çaxê Tu Rastî Çetinaya Têyî, Dikarî Çev Bidî Pînhas?
Bineliyên Gîbeayê yên ji bereka Binyamîn, cariya Lêwîkî xirab kirin û kuştin. Paşî wê yekê berekên din safî kirin ku herin tevî bereka Binyamîn şer kin (Hakim. 20:1-11). Pêşiya ku biçûna şêr, wana Yehowara dua kir ku alî wan bike, lê du cara dane der û zirareke mezin standin (Hakim. 20:14-25). Gelo ewana fikirîn ku Yehowa duayên wan nabihê? Bi rastî Yehowa dixwest wekî ewana heyfê vekin?
w05 15/1 27 ¶9
Fikirên Sereke ji Kitêba Hakimtî
20:17-48: Çira Yehowa îzin da, wekî bereka Binyamîn du cara serkevin, ne ewana hêjayî cezakirinê bûn? Yehowa dixwest berekên amin bicêribîne hela ewana çiqas hazir in zulmiyê kokêva ji Îsraêlê derxin, lema jî ewî hîşt wekî ewana pêşiyê zirareke mezin bistînin.
w11 15 /9 32 ¶4
Çaxê Tu Rastî Çetinaya Têyî, Dikarî Çev Bidî Pînhas?
Em ji vê yekê çi hîn dibin? Rast e rûspî qewatê didine xebatê û Xwedêra dua dikin, wekî alî wan bike ku problêmên civatê safî kin, lê yeke hine problêm dîsa jî dimînin. Derecên usada wê baş be, wekî rûspî giliyê Îsa bîr nekin: “Bixwazin [dua bikin] hûnê bistînin, bigerin hûnê bibînin, derî xin wê ber we vebe” (Lûqa 11:9). Hergê jî usa tê kifşê ku duayên wan bê cab dimînin, yeke bira dikarin bawer bin, ku Yehowa wedê lazimda wê caba duayên wana bide.
Xizna Kitêba Pîroz
We Zanibû?
Berê şerda ça şidan didane xebatê?
Dawid pê şidanê û kevir Golyatê terikî kuşt. Ça tê kifşê, çaxê ew şivan bû, hingê hîn bû şidanê bide xebatê (1 Samûyêl 17:40-50).
Şiklê şidanê ser nexşên Misirî û Aşûriye berê hene. Ew çek kidorekî çerm bû û du aliyava togên çermî pêva bûn. Merivê ku şidan dida xebatê, kevirekî girover û hilû hildida, kîjan ku 5-8 santîmetir bû û giraniya wî 250 gram bû. Ewî kevir dikire vî kidorî, ser serê xwera qayîm dizvirand, paşê togek berdida û hingê kevir qayîm difiriya hema ciyê kifşkirî diket.
Rohilata Navînda wedê kolandinê gelek kevirên şidanê dîtin, kîjan ku berê şerada didane xebatê. Çaxê merivê cêribandî pê şidanê kevir davît, leza vî kevirî digihîşte 160-240 kîlomêtir sihetêda. Nihêrandina zandara ji hev cude dibe derheqa wê yekê, ku lezbûnêda kevirê şidanê û tîr mîna hev in. Lê hemikî şidan jî gelek xof bû, çimkî dikaribû meriv bikuşta (Hakimtî 20:16).
(Hakimtî 20:16) Ji hemûya vê netewê, heft sed çepokên bijartî hebûn; her yek bi qûsikê dikaribû kevir bavêta mûyê û şaş nedibû.
(Metta 12:15-30) Û gava Îsa pê hesiya, ji wê derê çû, gelek elalet jî pey wî çû. Ewî hemû jî qenc kirin 16 û temî da wan ku bona wî nekine dengî. 17 Eva aha bû ku ew gotina bi zarê Îşaya pêxember bê sêrî: 18 “Va ye xulamê min, yê ku min bijartiye û hizkiriyê minî ku min begem kiriye. Ezê Ruhê xwe daynime ser wî û ewê miletara heqiyê elam ke. 19 Ewê ne bikeve hucetê, ne bike qare-qar û ne jî yekê dengê wî meydana bibihê. 20 Ew qamîşê perçiqî hûr nake, pilta diçirûse vênasîne, heta ku heqiyê bigihîne sêrî. 21 Û hemû milet wê gumana xwe daynine ser navê wî”. 22 Hingê cinaketîkî kor û lal anîne cem wî û ewî ew qenc kir, usa ku ewî hin dît û hin jî xeber da. 23 Û temamiya elaletê zendegirtî ma û got: “Gelo ev e kurê Dawid?” 24 Lê gava fêrisiya bihîst gotin: “Eva bi hukumê serwêrê cina Belzebûl cina derdixe”. 25 Lê nêtên dilê wan Îsava eyan bûn û wanara got: “Her padşatiya ku nav wêda tifaq tunebe wê wêran be û her bajar yan mala ku li nava wêda tifaq tunebe ew namîne. 26 Heger Mîrêcin xwexa xwe derdixe, ku usa ye nava padşatiya wîda bêtifaqî heye, îdî padşatiya wî wê çawa bimîne? 27 Heger ez bi hukumê Belzebûl cina derdixim, lê yên ku xwe li we digirin bi çi derdixin? Wekî usa ye ewê bibine hakimên we. 28 Lê heger ez bi hukumê Ruhê Xwedê cina derdixim, îdî Padşatiya Xwedê gihîştiye we. 29 Yan çawa yek dikare bikeve mala mêrxasekî û hebûka wî talan ke, heger pêşiyê wî mêrxasî girênede? Gava girêda, hingê wê bikaribe mala wî talan ke. 30 Kî ku ne tevî min e, miqabilî min e û kî ku tevî min top nake, bela dike.
24-30 ÇILEYÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | RÛT 1-2
“Xwe li Hizkirina Amin Bigire”
Çev Bidine Dostên Yehowayî Nêzîk
5 Rût dikaribû bifikiriya ku vegere welatê xwe Mowabê, kîderê ku malbeta wê û merivên wêyî nêzîk wê miqatî wê bûna û ew xwey kirana. Hin jî eyd-qeyd, ziman û cimeta wê Mowabî bûn. Lê Nahomiyê nikaribû jêra ew hemû tişt li Beytlehmêda soz bida. Û lema Nahomiyê gote Rût ku vegere welatê xwe Mowabê. Nahomî ditirsiya ku wê nikaribe bûka xwera ne mêr, ne jî malê bivîne. Lê Rût çi safî kir? Binihêrin firqiya orta wê û Orpayê. Orpa “vegeriya gelê xwe û îlahê [xudanên] xwe” (Rût 1:9-15). Lê gelo Rût jî dixwest vegere xudanên cimeta xwe yên qelp? Eyan e ku na.
Çev Bidine Dostên Yehowayî Nêzîk
6 Tê kifşê ku Rût derheqa Yehowa Xwedê pêhesiya bû dibeke ji mêrê xwe yan ji Nahomîyê. Rût zanibû ku Yehowa mîna xudanên Mowabê nîne, û ew hêja ye ku wî hiz bike û bihebîne. Lê zanebûn bes nîbû. Rût gerekê safîkirineke mezin bikira. Gelo ewê bijart ku Yehowa bibe Xwedêyê wê? Ew yek Rût bi bîlanî safî kir. Ewê gote xasiya xwe: “Wê gelê te bibe gelê min, û Xwedayê te bibe Xwedayê min” (Rût 1:16). Belê hizkirina Rût hindava Nahomîyê dilê me digire. Lê bona wê hê ferz bû hizkirina wê hindava Yehowa, û ew hizkirin gelek ecêbmayî ye. Ew yek usa jî Bowaz ecêbmayî kir, kîjanî ku paşê dua li Rût kir, çimkî ewê sitar bin perê Yehowa digeriya. (Bixûne Rût 2:12.) Ew yek tîne bîra me ku ça cûcika çivîkê dikeve bin perê dê-bavê xwe seva bê xweykirinê (Zeb. 36:7; 91:1-4). Yehowa bona Rût hema bavekî usa bû. Yehowa ew kerem kir bona baweriya wê, û Rût tu car poşman nedibû bona safîkirina xwe.
Xizna Kitêba Pîroz
w05 1/3 27 ¶1
Fikirên Sereke ji Kitêba Rût
1:13, 21: Gelo bi rastî Yehowa jîyîna Nahomiyê giran kir û hîşt wekî ew kul-derda bivîne? Na. Nahomiyê ne jî tu tiştîda Xwedê neheq dikir. Lê ji bo wê yekê, çi ku hate serê wê, ew fikirî, ku Yehowa miqabilî wê ye. Hingê Nahomî gelek dilteng bû. Xêncî vê yekê, wedê berê çaxê jin zar dianî ew yek dihate hesabê kerema ji Xwedê. Lê çaxê jin bêzuret bû, dihate hesabê ku ew nifirkirî ye. Lema jî Nahomî ya ku du kurên xwe çel kiribû û bê nebî mabû, difikirî wekî Yehowa ew nimiz kiriye.
(Rût 1:20, 21) Lê ewê digote wan: “Minra nebêjin Nahomî , lê minra bêjin Mara, çimkî Yê Herî Zor derd û kulava ez danîme. 21 Ez têr-tijî derketim çûm, lê Xudan ez destvala vegerandim. Îdî çima bêjine min Nahomî? Heger Xudan çerxa min çep kir û Yê Herî Zor ez kirime vê rojê?”
(Rût 1:1-17) Hêna serwêrtîya hakimada welêtda bû xelayî. Ji Beytlehma Cihûda merivek tevî kulfeta xwe û her du kurên xwe çû erdê Mowabê xerîbîyêda ma. 2 Navê wî merivî Elîmelex bû, navê kulfeta wî Nahomî bû, navê her du kura, yek Mahlon bû, yek jî Kîlyon. Evana Efratî bûn, ji Beytlehma Cihûda çûne erdê Mowabê û li wir man. 3 Mêrê Nahomîyê Elîmelex mir, Nahomî her du kurava man. 4 Van her du kura qîzên Mowabîya standin, navê yekê Orpa bû, navê yekê jî Rût. Evana li wir weke dehe sala man. 5 Paşê her du kurê wê Mahlon, Kîlyon jî mirin û evê kulfetê her du kur mêrva unda kirin. 6 Pey vê yekêra eva rabû ku tevî her du bûkên xwe ji erdê Mowabê vegere welatê xwe, çimkî evê erdê Mowabêda bihîstibû, ku Xudan serî li cimeta xwe xistîye, risqê wan gîhandî ye. 7 Eva ji wî cîyê xwe, tevî her du bûkên xwe rabû ku rêkeve vegere welatê Cihûda. 8 Hingê Nahomîyê gote her du bûkên xwe: “Herin lawo, her kes vegere mala bavê xwe. Bira Xudan rema xwe li we bike, hûn hindava min û mêrên xweye mirîda çawa bûne, ew weke wê yekê jî bîne pêşîya we. 9 Bira Xudan bextê we veke, her kes ji we mala mêrê xweda sitar be”. Pey vê gotinêra Nahomî çû rûyê wan, hingê zûkîn kete wan ew girîyan. 10 û gotin: “Na, emê jî tevî te li ser miletê teda vegerin”. 11 Lê Nahomîyê gote wan: “Na qîzên min, paşda vegerin, hûnê tevî min bêne çi? Tu betinê minda kur hene, ku ew bibine mêrên we? 12 Paşda vegerin herin qîzên min, çimkî min îdî salên xwe derbaz kirine, ez xa îdî mêr nakim. Yan heger min bigota guman heye, ku ezê îşev mêr kim kura bînim, 13 gelo hûnê haqas wext bimana, heta ew mezin bûna? Yan bona vê yekê hûnê bimana weyê mêr nekirana? Na qîzên min, dilê min ji we zeftir li ser we dêşe, çimkî destê Xudan li ser min giran bûye”. 14 Û wan dîsa kire zarîn û girîyan. Orpa çû rûyê xwesîya xwe vegerîya, lê Rût ji wê neqetîya. 15 Hingê Nahomîyê gote Rûtê: “Va ye jintîyate li ser cimeta xwe û xwedêyên xweda vegerîya, tu jî li pey jintîya xwe here”. 16 Lê Rûtê gotê: “Pêyî li ser min neke, ku ez ji te biqetim dûr kevim, çimkî tu kuda herî ezê bêm, tu li ku bimînî ezê jî li wir bimînim. Cimeta teyê cimeta min be, Xwedê teyê Xwedêyê min be. 17 Tu li kîderê bimirî ezê jî li wir bimirim û li wir bême defin kirinê. Çi hatîye li serê min, bira Xudan ji vê yekê xirabtir bîne li serê min, heger pêştirî mirinê, tiştekî mayîn min ji te biqetîne”.
31 ÇILEYÊ-6 SIBATÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | RÛT 3-4
“Navekî Baş Qazanç ke”
w12 1/10 22 ¶5
“Kulfeteke Xweyîesil”
Bowaz heyf û bi nermî tevî Rût xeber da, û evê yekê dilbînî da wê. Ewî gotê: “Duayê Xudan li te be qîza min! Rastîya teye vê axirîyê ji ya pêşin qenctir e, çimkî tu pey cahilên kesîb yan dewletî neçûyî” (Rût 3:10). Hizkirin û qenciya Rût ya pêşiyê, vê yekêda dihate kifşê ku ewê safî kir tevî Nahomiyê here Orşelîmê, û miqatî wê be. Lê qenciya wêye axiriyê ew bû, çi ku ewê vê demê dikir. Bowaz dîna xwe dayê, wekî kulfeta usa cahil hêsa dikaribû cahilekî dewletî yan kesîb bistanda. Lê Rût dixwest ne ku tenê Nahomiyêra qenciyê bike, lê usa jî xezûrê xweyî mirîra, seva ku welatê wîda navê wî unda nebe. Bêşik gelek Bowaz xweş hat, wekî kulfeta usa cahil yeke haqas qedirgir e.
w12 1/10 23 ¶1
“Kulfeteke Xweyîesil”
Rût ev giliyê Bowaz dikire bîra xwe, çaxê jêra got, wekî ew “kulfeteke xweyîesil” e. Ev gilî lê qewî kir. Rût navekî usa baş qazanç kir, çimkî dixwest derheqa Yehowa pêbihesiya û wîra xizmet kira. Xêncî wê yekê, ewê qenciya mezin û berdilî hindava Nahomiyê da kifşê û miletê wê hiz kir. Ewê usa jî dil-eşq eyd-qeydên wan qebûl kir, kîjan ku wêra nenas bûn. Hergê em çev bidine baweriya vê kulfeta amin, emê hindava merivada qenc bin û eyd-qeydên wan bêhurmet nekin. Usa emê bikaribin navekî baş qazanç kin.
w12 1/10 24 ¶3
“Kulfeteke Xweyîesil”
Bowaz Rût jintî stand. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Bi rema Xwedê ew hemle derket û kurek anî”. Kulfetên Beythlemê Nahomiyêra şa dibûn, payê Rût didan û digotin wekî ew heft kura çêtir e. Dawid Padşa ji rikiniyata kurê Rût bû (Rût 4:11-22). Îsa Mesîh jî ji rikiniyata Dawid bû (Metta 1:1).
Xizna Kitêba Pîroz
w05 1/3 29 ¶3
Fikirên Sereke ji Kitêba Rût
4:6: Çi cûreyî pismamekî dikaribû ji bo îzina kirînê hebûka xwe “unda kira”? Hergê merivê ku kesîb bibû, erdê xwe difirot, hingê pismamekî wî seva ku vî erdî bikire, gerekê heqê vî erdî bida. Bahê vî erdî anegorî wî wedeyî bû, ku heta sala Yûbîlê çiqas wede mabû (Qanûna Kahîntiyê 25:25-27). Dêmek ewî pismamî pareke hebûka xwe unda dikir. Xêncî wê yekê, hergê Rûtra kur bihata bûyînê, erdê ku Bowaz kirî bû, kurê Rûtra diket, ne ku pismamekî Bowazra.
(Rût 4:6) Hingê wî pismamî got: “Ez vî borcê pismamtîyê nikarim biqedînim, nebe ku ez warê xwe reş kim. Vî borcê pismamtîya min tu biqedîne, çimkî ji qewata min der e”.
(Rût 4:7-22) (Berê nava Îsraêlda ev yek hebû, kirîn yan firotanekêda ku her tişt bi şedetî û îzbatî bibûya, hingê mêriv sola nigê xwe dêxist û dida hevalê xwe. Û ev yek Îsraêlda dibû şedetî.) 8 Paşê wî pismamî gote Bowaz: “Tu xwera bikire”. Û sola nigê xwe êxist da wî. 9 Wî çaxî Bowaz gote wan rûsipîya û temamîya cimetê: “Hûn îro şede ne, ku min hemû hebûka Elîmelex, Kîlyon û Mahlon ji Nahomîyê kirî. 10 Û jina Mahlon, Rûta Mowabî jî min xwera jin stand, wekî navê yê mirî ji nava biratîya wî û cî-warên wî unda nabe. Bona roja îroyîn hûn şede ne”. 11 Hingê hemû cimeta ber dergeh, rûsipîyava tevayî gotin: “Em şede ne. Bira Xudan wê kulfeta ku wê bikeve mala te, bike mîna Rahêlê û Lêayê, kîjana ku mala Îsraêl ava kirin. Tu nava Efratêda qewat bî û Beytlehmêda jî navekî qazinc kî. 12 Bira mala te bibe mîna mala Pêrês, çawa ku Tamarê ji wê malê zuret li pey Cihûda xist, usa jî Xudanê ji vê kulfeta cahil bide te”. 13 Bowaz Rût stand, ew bûne helalê hev. Bi rema Xwedê ew hemle derket û kurek anî. 14 Hingê kulfeta gote Nahomîyê: “Şikir ji Xudan, ku ewî îro tu bê zuret bê pismamê nêzîk nehiştî, wekî navê vê rikinyatê Îsraêlda neyê bîrkirinê! 15 Bira eva tifala bibe bîna li ber te û şiva destê te, emirê mezinayîyêda, çimkî eva ji wê bûka ku te hiz dike dinê ketîye, ya ku tera ji heft kura çêtir e”. 16 Pey vê gotinêra Nahomîyê kurik hilda da hemêza xwe û jêra bû berdergûş.17 Kulfetên cînara nav lê kirin û gotin: “Nahomîyêra kurek bû” Û navê wî Ovêd danîn. Eva bavê Yêşayê bavê Dawid bû.18 Û zuretên Pêrês ev in: Ji Pêrês Hesrûn bû, 19 ji Hesrûn Ram bû, ji Ram Amînadav bû, 20 ji Amînadav Nehşon bû, ji Nehşon Salmon bû, 21 ji Salmon Bowaz bû, ji Bowaz Ovêd bû 22 ji Ovêd Yêşa bû, ji Yêşa jî Dawid bû.
7-13 SIBATÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 SAMÛYÊL 1-2
“Duada Dilê Xwe Yehowara Veke”
ia 55 ¶12
Ewê Duada Dilê Xwe Xwedêra Vekir
12 Hanna duakirinêda meseleke baş e bona hemû xizmetkarên Xwedê. Anegorî vê yekê ça zar arxayîn tevî dê-bavê xwe dilê xwe vedike, usa jî Yehowa bi dil dixwaze wekî cimeta wî dilê xwe wîra veke (Bixûne Zebûr 62:8; 1 Têsalonîkî 5:17.) Ji bîna ber Xwedê Petrûsê şandî giliyê usa nivîsî, kîjan ku dilbîniyê didine me: “Hemû xemên xwe bavêjine ser wî, çimkî ew bona we xem dike” (1 Pet. 5:7).
w07 15/3 16 ¶4
Hannayê Çawa Edilaya Dil Stand?
Em ji vê serhatiyê çi hîn dibin? Çaxê em derdê dilê xwe duada Yehowara vedikin, em dikarin kela dilê xwe wîra birêjin û alîkariyê ji wî bixwazin. Hergê me aliyê xweda her tişt kir seva ku problêma xwe safî kin, lê dîsa jî ew nesafîkirî dimîne, em gerekê bidine destê Yehowa. Derecên usada gelek ferz e, wekî evê yekê bîra xweda xwey kin (Metlk. 3:5, 6).
Xizna Kitêba Pîroz
w05 15/3 21 ¶5
Fikirên Sereke ji Kitêba 1 Samûyêl
2:10: Çima Hannayê dua dikir, wekî Yehowa qewatê bide padşê xwe, ne wî çaxî nav Îsraêliyada padşa tune bû? Qanûna Mûsada hatibû pêxembertîkirinê, wekî nav Îsraêliyada wê kesek bê bijartinê, ku bibe padşê wan (Qanûna Ducarî 17:14-18). Çaxê Aqûb ber mirinê bû, got: “Serwêrtîyê ji Cihûda kêm nebe” (Destpêbûn 49:10). Xêncî wê yekê Îsraêlî ji zureta Sarayê bûn û Yehowa derheqa Sarayê usa got: “Padşên mileta jî wê jê derên” (Destpêbûn 17:16). Lema jî Hannayê derheqa padşê axiriyê dua dikir.
(1 Samûyêl 2:10) Kesên li dijî Xudan in, Wê perçe perçe bibin, Xudan ji ezmên li ser wan dike gurmîn. Wê binê dinyayê jî bibe ber dîwanê, Yê ku padşayê xwe hêzdar dike, Hêza padşayê xwe yê kifşkirî zêde dike Xudan e.”
Metta 12:31-46) Bona vê yekê ez wera dibêjim, her gune û kifirî wê li meriva bêne baxşandinê, lê ewê ku kifiriya Ruh bike, li wî nayê baxşandinê. 32 Kî tiştekî miqabilî Kurê Însan bêje, wê bê baxşandinê, lê heger yek hindava Ruhê Pîrozda bêje, li wî nayê baxşandinê, ne vê dinê ne jî wê dinê. 33 Heger dar qenc e, berê wê jî qenc e, heger dar xirab e, berê wê jî xirab e, çimkî dar ji berê xwe tê naskirinê. 34 Çêjikên mera! Hûn çawa dikarin qenc xeber din, heger hûn xirab in? Çimkî çi ku dilada heye zar jî wê dibêje. 35 Merivê qenc, ji xizna xweye qenc qenciyê derdixe, lê merivê xirab, ji xizna xweye xirab xirabiyê derdixe. 36 Ez wera dibêjim, Roja Axretê meriv bona her xebereke pûç ku xeber didin wê cabdar bin. 37 Çimkî hûnê bi xeberên xwe bêsûc bin û bi xeberên xwe gunekar bin”. 38 Hingê hineka ji qanûnzan û fêrisiya wîra gotin: “Dersdar! Em dixwazin ku nîşanekê ji te bibînin”. 39 Ewî li wan vegerand û got: “Nisilê xirab û xalifî nîşanekê dixwaze, lê jêra nîşaneke din nayê dayînê pêştirî nîşana Ûnis pêxember. 40 Çawa ku Ûnis sê roj û sê şeva zikê hûtda ma, Kurê Însan jî usa wê sê roj û sê şeva nava kûrayiya erdêda bimîne. 41 Merivên Nînewayê wê Roja Axretê rabin û dîwana vî nisilî bikin, çimkî ewana bi dannasîniya Ûnis ji gunekirinê vegeriyan û va yekî ji Ûnis mestir li vir heye. 42 Padşa Başûrê Roja Axretê wê rabe vî nisilî neheq ke, çimkî ewa ji serê dinê hat, ku serwaxtiya Silêman bibihê û va ye yekî ji Silêman mestir li vir heye. 43 Çaxê ruhê heram ji mêriv dertê, ciyê bê av digere ku rihetiyê bibîne. Lê gava nabîne, 44 hingê ew dibêje: ‘Ez vegerime wê mala xweye ku jê derketime’. Gava ew tê, dibîne wê mal vala, paqijkirî û hevdayî ye. 45 Hingê diçe heft cinên dine ji xwe xirabtir jî tîne, dikevine wir dijîn. Û axiriya wî merivî ji pêşiyê xirabtir dibe. Usa jî wê bê serê vî nisilê xirab”. 46 Hê ewî elaletêra xeber dida, diya wî û birayên wî li derva sekinîn, dixwestin tevî wî xeber dana.
14-20 SIBATÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 SAMÛYÊL 3-5
“Yehowa bona Her Kesî Başqe Xem Dike”
Himzor e, lê bona Her Kesî Başqe Xem Dike
3 Samûyêl konê pîrozda destpêkir “xizmetê” Yehowara bike, çaxê hê biçûk bû (1 Sam. 3:1). Êvarekê çaxê Samûyêl diçû razê, tiştekî mexsûs qewimî. (Bixûne 1 Samûyêl 3:2-10.) Ewî dengê kesekî bihîst, ku dike gazî û navê wî hildide. Samûyêl tirê ku ew dengê Elî Serekkahîn e, revî bal û got: “A vay ez, ji ber ku te bangî [gazî] min kir”. Elî got wekî ewî gazî wî nekiriye. Çaxê dîsa du cara ew yek qewimî, Elî fem kir wekî ew Xwedê ye ku gazî Samûyêl dike. Lema jî ewî gote gede, ku ew ça caba Xwedê bide, û gede gura wî kir. Lê çira Yehowa bi saya milyaketê xwe, derbêra xwe Samûyêlra eyan nekir? Kitêba Pîrozda derheqa vê yekê nayê gotinê, lê yeke ji vê qewimandinê tê kifşê ku ewî xem kir bona Samûyêlê cahil, çimkî dereca wî hilda hesab. Lê çi cûreyî?
Himzor e, lê bona Her Kesî Başqe Xem Dike
4 Bixûne 1 Samûyêl 3:11-18. Qanûna Yehowa temî dida zara, wekî qedirê yên emirda mezin bigirin, îlahî yên ku xweyîhukum bûn (Derk. 22:28; Qan. Kah. 19:32). Hûn qe dikarin bawer kin, ku Samûyêlê biçûk şebeqê zû rabe û xwexa bi mêrxasî Elîra dîwana Xwedê elam ke? Femdarî ye, ewî wê usa nekira. Kitêba Pîroz dibêje, wekî Samûyêl “tirsiya ku xewn û xeyalê Elîra bêje”. Lê Xwedê Elîra eyan kir, wekî Ew gazî Samûyêl dike. Elî ev yek fem kir, lema jî gote Samûyêl: “Ji min veneşêre . . . hemû tiştên ku ji tera gotine, yekî jî”. Samûyêl gura wî kir û hemû tişt jêra gilî kir.
Xizna Kitêba Pîroz
w05 15/3 21 ¶6
Fikirên Sereke ji Kitêba 1 Samûyêl
3:3: Gelo bi rastî Samûyêl li Ciyê Herî Pîrozda radiza? Na. Samûyêl Lêwiyê ji malbeta Qohatiya bû, kîjan ku kahîn nîbûn (1 Dîrok 6:33-38). Lema jî ew gerekê neketa Ciyê Herî Pîroz û nedîta, çimkî îzina wî tune bû (Jimar 4:17-20). Lê tenê pareke ciyê pîroz hebû, kîderê îzina Samûyêl hebû ku bikevê. Ev hewşa Konê Şedetiyê bû. Ça tê kifşê ew hema wêderê radiza. Elî jî wêderê cîkî hewşêda radiza. Ça tê kifşê ev gilî: “Sindoqa Xwedê li wir bû” ser wî ciyî tê gotinê, kîderê ku kon danî bûn.
(1 Samûyêl 3:3) Qendîla Xwedê hê netefiyabû. Samûêl li Perestgeha Xudan ku Sindoqa Xwedê bû, radiza.
(Metta 13:1-14) Wê rojê Îsa ji malê derket, li devê golê rûnişt. 2 Û haqas elalet hate cem wî, ku ew kerba kete qeyikê rûnişt û temamiya elaletê devê golê sekinî. 3 Ewî gelek tişt bi mesela ew hîn kirin û got: “Toximreş rabû çû ku toxim bireşîne. 4 Gava direşand, hinek ji wan ketine devê rê, teyrede hatin û ew xwarin. 5 Hinekên din ketine ser erdê kevirî, ku li wir xwelî kêm bû. Ew zû şîn bûn, çimkî telaşê xweliyê ne kûr bû. 6 Lê çaxê tev derket, ew şewitîn û çimkî rawên wan tunebûn, hişk bûn. 7 Hinekên din ketine nava stiriya, stirî rabûn û ew xeniqandin. 8 Lê hinekên din jî ketine nava erdê qenc û ber dan, yê sed, yê şêst û yê sî. 9 Guhê kêyî bihîstinê heye bira bibihê!” 10 Wê gavê şagirtên wî nêzîk bûnê û gotinê: “Çima bi mesela tu wanara xeber didî?” 11 Ewî li wan vegerand û got: “Wera hatiye dayînê ku hûn surên Padşatiya Ezmana bizanibin, lê wanara nehatiye dayînê. 12 Çimkî kêra ku heye, wê hê lê zêde be û serda birije û kêra ku tune, çi heye jî wê jê bê standinê. 13 Ez bona wê yekê bi mesela wanra xeber didim, ku ewana dinihêrin û nabînin, dibihên, lê guhê xwe nadine ser û fem nakin. 14 Li ser wan pêxembertiya Îşaya tê sêrî ku dibêje: ‘Hûnê bibihên û guh bidinê, lê fem nekin, hûnê binihêrin û dîna xwe bidinê, lê nebînin.
21-27 SIBATÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 SAMÛYÊL 6-8
“Padşê Te Kî ye?”
it-2 163 ¶1
Padşatiya Xwedê
Cimet Dixwaze ku Padşê Wan Hebe. Weke 400 sal paşî derketina ji Misirê û 800 sal zêdetir paşî wê yekê, ku Xwedê peyman tevî Birahîm girêda, Îsraêliya xwestin ku padşê wan hebe, çimkî dixwestin mîna miletên din bin. Bi xwestina xwe wana da kifşê, ku naxwazin wekî Yehowa serwêrtiyê ser wan bike (1 Sm. 8:4-8). Bi rastî meniya cimetê hebû ku hîviyê bin, wekî Xwedê Padşatiya xwe kifş ke, çimkî ewî soz dabû Birahîm û Aqûb. Lê xêncî wê yekê dîsa meniyên din hebûn ku ewana baweriya xwe wan soza bînin. Menî ew bûn: pêxembertiya Aqûb kîjan ku ewî ber mirinê got (Dsp. 49:8-10); giliyê Yehowa, kîjan ku ewî Îsraêliyara paşî derketina ji Misirê got (Drk. 19:3-6); giliyê ji peymana Qanûnê (Qn. Dc. 17:14, 15), û hela hê giliyê Bilam pêxember, kîjan ku ewî li gora qirara Xwedê gotibû (Jm. 24:2-7, 17). Ev hêvî diya Samûyêl, Hannayê duayê xweda da kifşê (1 Sm. 2:7-10). Lê hingê Yehowa sura xweye pîroz derheqa Padşatiyê hela hê bi temamî eyan nekiribû, û ne jî da kifşê ku çi çax wê bê kifşkirinê, wê çi cûreyî be û wê kîderê be, ser erdê yan ser ezmana be. Lema jî çaxê Îsraêliya xwera padşa xwest, wana da kifşê ku ewana xweda bawer bûn.
w11 1/1 27 ¶1
Derecê Çetinda Ew Amin Ma
Dîna xwe bidê, ku Yehowa ça caba Samûyêl da, gava ewî derheqa xwestina cimetê wîra gilî kir: “Di her tiştê ku ji tera dibêjin . . . , gotina netewê guhdarî bike, ji ber, yê ku naxwazin ne tu yî; lê bona ku ez li ser wan qiraletiyê [serwêrtiyê] nekim, min nexwestin!”. Bê şik ev gilî berdilîke mezin dane Samûyêl, lê Îsraêliya bi vê xwestina xwe, dane kifşê wekî Xwedayê Himzor ber tu tiştî hesab nakin! Yehowa gote pêxemberê xwe ku bêje cimetê, wekî ev xwestina wan wê çi axiriyê pey xwe bîne. Samûyêl giliyê Yehowa derbazî wan kir, lê yeke wana digot: “Na; lê belê, wê li ser me qiralek [padşek] bibe”. Samûyêlê ku gura Xwedêda bû, çû û ew meriv kifş kir ça padşa, kîjan ku Yehowa bijartibû (1 Samûyêl 8:7-19).
w10 15/1 30 ¶9
Eyan bû ku Serwêrtiya Yehowa Heq e
9 Terîxiyê rastiya giliyê Yehowa îzbat kir. Serwêrtiya meriva gelek problêm bona Îsraêliya dianî, îlahî çaxê ev serwêr Yehowara amin nediman. Ji mesela Îsraêliya tê kifşê, ku nava gelek qirnada çaxê merivên ku Yehowa nas nedikirin, serwêrtî dikirin, evê yekê tiştekî baş nedianî. Îro hine merivên polîtîkê Xwedêra dua dikin, wekî ew wana kerem ke, ku edilayê û bêxofiyê pêşda bînin. Lê gelo Xwedê wê wan meriya kerem ke, yên ku serwêrtiya Wî qebûl nakin? (Zb. 2:10-12).
Xizna Kitêba Pîroz
w02 1/4 12 ¶13
Eseyî ye Bêne Nixumandinê?
13 Pêşiya ku meriv bê nixumandinê û bibe Şedê Yehowa, ew gerekê ji riya xweye berê vegere. Merivê ku bi dil û can safî dike, wekî pey Îsa Mesîh here, bi rezedilî ji riya xweye berê vedigere. Merivên usa jîyîna xweye berê dihêlin û xwe li vê yekê digirin, çi ku ber çevê Xwedê rast e. Nivîsarên Pîrozda xeberên Îbranî û Yûnanî, yên ku nêta vegerandinê didine kifşê, têne hesabê “vegerandin” yan jî “zivirandin”. Ew yek dide kifşê, wekî ji riya xweye nerast vegerin û bêne berbi Xwedê (1 Padşatî 8:33, 34). Merivên ku dixwazin wan gava bavêjin, gerekê “kirên qenc bikin, wekî bê kifşê ew ji gunekirinê vegeriyane” (Karên Şandiya 26:20). Ew usa jî tê hesabê, wekî em ji rêlîgiyên qelp derên, temiyên Xwedê bînin sêrî û bi temamî Yehowara amin bin (Qanûna Ducarî 30:2, 8-10; 1 Samûyêl 7:3). “Vegerandin” alî meriv dike, wekî xeyset-hunurên xwe, nihêrandin û nêtên xwe biguhêze (Hezeqêl 18:31). Çaxê em vedigerin, em merivekî nû li xwe dikin (Karên Şandiya 3:19; Efesî 4:20-24; Kolosî 3:5-14).
(1 Samûyêl 7:3) Samûêl ji Mala Îsraîl re wiha got: “Heger hûn bi dil û can dixwazin vegerin Xudan, îlahên xerîb û pûtên Eştoretê ji nav xwe rakin. Xwe bispêrin Xudan û bi tenê jêra xulamiyê bikin. Wê Xudan jî we ji destê Filîstiyan rizgar bike.”
(Metta 13:15—30) Çimkî eva cimeta serhişk e, bi guha giran dibihên û çevên xwe girtine, wekî bi çeva nebînin, bi guha nebihên û bi hiş fem nekin, venegerin, ku ez wan qenc kim’. 16 Lê xwezî li çevên we, ku dibînin û guhên we, ku dibihên. 17 Ez rast wera dibêjim, gelek pêxember û merivên rast hizreta dîtina van tişta bûn çi ku hûn dibînin, lê nedîtin û bibihîstana çi ku hûn dibihên, lê nebihîstin. 18 Niha hûn şirovekirina mesela toximreş bibihên. 19 Her kesê ku xebera Padşatiyê dibihê û fem nake, yê Xirab tê toximê dilê wîda çandî direvîne. Eva ew in ku devê rê hatine çandinê. 20 Ewên li erdê kevirî hatine çandinê ew in, ku çaxê xeberê dibihên, ew zû bi eşq û şa qebûl dikin. 21 Lê raw ku nava wanda tunene, dirêj taw nakin. Gava bona xeberê rastî tengasiya yan zêrandinê tên, ew zû ji rê dikevin. 22 Ewên li nava stiriyada hatine çandinê ew in, ku xeberê dibihên û xemên vê dinyayê û derewên dewletiyê xeberê dixeniqînin, ew bê ber dimînin. 23 Lê ewên li nava erdê qencda hatine çandinê ew in, ku xeberê dibihên, fem dikin û ber didin, hinek sed, hinek şêst û hinek sî”. 24 Îsa meseleke din jî wanara pêşda anî û got: “Padşatiya Ezmana mîna vê yekê ye: Merivekî nav erdê xweda toximê qenc çand. 25 Gava hemû razayî bûn, dijminê wî hat û li nav genimda zîwan jî çand û çû. 26 Gava genim gihîşt berê xwe da, hingê zîwan jî pêra kifş bûn. 27 Xulamên xweyê erdê nêzîkî wî bûn û gotinê: ‘Axayê me! Te nava erdê xweda toximê qenc neçand? Lê ev zîwan ji ku hatin?’ 28 Ewî li wan vegerand û got: ‘Dijminekî ev tişt kiriye’. Xulama jî gote wî: ‘Niha tu qayl î ku em herin wan rakin?’ 29 Ewî got: ‘Na, nebe çaxê hûn zîwanê rakin, gênim jî pêra derxin. 30 Bihêlin bira her du jî hevra bigihîjin heta roja nandirûnê. Roja nandirûnê ezê palara bêjim, pêşiyê zîwanê biçinin, gurz-gurz girêdin bona şewatê, lê gênim bikine embara min’.
28 SIBATÊ-6 ADARÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 SAMÛYÊL 9-11
“Sêrîda Şawûl Milûk bû”
Bi Milûktî Yehowara Xizmet Bike
11 Mesele, bîne bîra xwe ku çi hatibû serê Şawûl Padşa. Serîda, ew xortekî milûk bû. Wî sînorên xwe zanibûn, û ew ditirsiya ku hê zêde cabdariya qebûl bike (1 Sam. 9:21; 10:20-22). Lê belê, paşî vê yekê ku ew bû padşa, Şawûl bû merivekî xweserî xwe. Carekê, Şawûl hîviya Samûyêl pêxember disekinî, yê ku wê qurbanek pêşkêş bikira. Lê gava pêxember derengî ket, Şawûl sebira xwe unda kir, û wî qurbanek pêşkêş kir. Îzina wî tune bû ku vê yekê bike, lema Yehowa ser wî hêrs ket û qirar kir ku kesekî din bike padşa (1 Sam. 13:8-14). Wê baş be ku em ji vê serhatiyê dersa bistînin û sînorên xwe bizanibin.
w14 15/3 9 ¶8
Çawa Ruhê Hazirbûnê Xwey kin
8 Ji mesela Şawûl, padşê Îsraêlê tê kifşê, ku xwehizî dikare hazirbûna me bitemirîne. Destpêka serwêrtiya xweda Şawûl yekî milûk bû (1 Sam. 9:21). Şawûl dikaribû bifikiriya, wekî wê rast bûya hergê wan Îsraêliya ceza kira, kîjan ku derheqa serwêrtiya wî xirab xeber didan, û usa wê serwêrtiya xweye ji Xwedê xwey kira. Lê ewî nexwest evê yekê bike (1 Sam. 10:27). Şawûl padşa rêberiya ruhê Xwedê qebûl kir û şerê tevî Amoniyada rêberî Îsraêliya kir. Wî şerîda Îsraêlî ser ketin û Şawûl bona wê yekê hurmet-rûmet da Yehowa (1 Sam. 11:6, 11-13).
w95 15/12 10 ¶1
Amonî, Miletê ku Qencî Neşêkirandin
Amoniya dîsa jî qenciya Yehowa neşêkirandin û dijminatî kişandin. Yehowa ev yek pişt guhê xweva neavît “Şawûl gava ev gotin [gotina Nahaş] bihîstin, Ruhê Xwedê bi awayekî xurt hat ser wî. Hêrsa Şawûl rabû”. Şawûl bin rêberiya ruhê Xwedê ji 330 000 meriva ordîk saz kir û usa Amonî kuta kirin û kesek “ji wan nehîştin” (1 Samûyêl 11:6, 11).
Xizna Kitêba Pîroz
w05 15/3 22 ¶8
Fikirên Sereke ji Kitêba 1 Samûyêl
9:9: Çi dide kifşê ev gilî: “pêxemberên îrora, wî çaxî digotin ‘yê ku dibîne’”? Ew gilî dide kifşê, ku wedê Samûyêl û wedê padşên Îsraêlê, pêxember gelek eyan dibûn. Lema jî hêdî-hêdî xeberên “yê ku dibîne”, hatine guhastinê ser xebera “pêxember”. Samûyêl pêxemberê pêşin bû Îsraêlêda (Karên Şandiya 3:24).
(1 Samûyêl 9:9) Berê dema ku yekî bixwesta ji Xwedê tiştekî bipirse, digot: “Were em herin ba yê ku dibîne.” Çimkî ji pêxemberên îrora, wî çaxî digotin “yê ku dibîne.”
(Metta 13:31-44) Meseleke din jî wanara pêşda anî û got: “Padşatiya Ezmana mîna vê yekê ye: Merivekî hebeke toximê xerdalê hilda, nav erdê xweda çand. 32 Ew ji hemû toxima hûrtir e, lê gava digihîje, ji hemû pincara mestir dibe û dibe dar, usa ku teyredên ezmên tên hêlînên xwe ser çiqilên wê çêdikin”. 33 Îsa meseleke din jî wanara got: “Padşatiya Ezmana mîna hevîrtirşk e, ku kulfetekê hilda, nava sê kod arda stira, heta ku hemû hilat”. 34 Îsa ev hemû tişt bi mesela elaletêra gotin û bê mesele tu tişt wanara nedigot. 35 Ev yek aha bû, ku ew gotina bi zarê pêxember bê sêrî: “Ezê bi mesela wanra xeber dim, tiştên ji wextê efirandina dinyayêda veşartî gilî kim”. 36 Hingê Îsa elalet hişt, hate mal. Şagirtên wî hatine cem wî û gotinê: “Mesela genim û zîwanê mera şiroveke”. 37 Ewî li wan vegerand û got: “Ewê ku toximê qenc çand, Kurê Însan e. 38 Erd dinya ye, toximê qenc jî merivên para Padşatiyê ne, lê zîwan merivên para yê Xirab in. 39 Dijminê ku ew çand, Mîrêcin e. Nandirûn axiriya dinyayê ye, pale jî milyaket in. 40 Û çawa ku zîwanê top dikin dişewitînin, axiriya vê dinyayê jî wê usa be. 41 Kurê Însan wê milyaketên xwe bişîne û ewê ji Padşatiya wî hemûyên ku meriya ji rê derdixin û neheqiyê dikin bibijêrin 42 û bavêjine kûra agir. Li wir wê bibe girî û çirke-çirka dirana. 43 Hingê merivên rast wê Padşatiya Bavê xweda mîna tevê şewq bidin. Guhê kêyî bihîstinê heye bira bibihê! 44 Padşatiya Ezmana mîna vê yekê ye: Erdekîda xizneke veşartî hebû. Merivek wê dibîne, vedişêre, şabûna diçe hemû hebûka xwe difiroşe û wî erdî dikire.