MÎNA ÎSA BIJÎN
Sê Tişt ku Îtbariya Me Hindava Yehowa Qewî Dikin
Dawid Golyat alt kir, çimkî îtbariya xwe Yehowa dianî (1 Sm. 17:45). Yehowa dixwaze qewata xwe bona kara xizmetkarên xwe bide xebatê (2 Dr. 16:9). Ça em dikarin bidine kifşê, wekî em îtbariya xwe ne ku fereset û aqilê xwe, lê alîkariya Yehowa tînin? Dîna xwe bidine sê tişta, ku alî me dikin îtbariya xwe Yehowa bînin:
Timê dua bike. Dua bike ne tenê bona baxşandina şaşiyên xwe, lê seva ku Xwedê qewatê bide te, wekî wedê cêribandina şaşiya bernedî (Mt. 6:12, 13). Dua bike ne tenê seva ku Yehowa safîkirina ku te îda kiriye, kerem ke, lê wekî ew bîlaniyê bide te pêşiya ku safîkirinekê bikî (Aqb. 1:5).
Xwera bike xeyset her roj Kitêba Pîroz bixûnî û lêkolîn kî. Her roj Kitêba Pîroz bixûne (Zb. 1:2). Ser meselên ji Kitêba Pîroz bifikire, wekî ji mesela wan xwera dersa hildî û jîyîna xweda bidî xebatê (Aqb. 1:23-25). Nefikire wekî tu îda yekî cêribandî yî û xweda bawer nîbe, lê pêşiya ku derkevî xizmetiyê, xwe rind hazir ke. Xwe pêşda bona civata hazir ke, wekî bi temamî ji civata karê bistînî.
Tevî teşkîleta Yehowa hevkariyê bike. Haş ji rêberiyên teşkîletê hebe û derbêra pey van rêberiya here (Jm. 9:17). Guh bide rûspiya gava ewana şîret û rêberiya didin (Îbr. 13:17).
BINIHÊRIN VÎDÊO “TU MENÎ TUNE KU PEYKETINA BITIRSIN” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
• Çira tirs kete dilê xûşk-birên me?
• Çi alî wan kir tirsa xwe alt kin?