KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwbr22 Adar rûp. 1-11
  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”
  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2022)
  • Binserî
  • 7-13 ADARÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 SAMÛYÊL 12-13
  • “Kubarî berbi Bêhurmetiyê Dibe”
  • w00 1/8 13 ¶17
  • Kubarî berbi Bêhurmetiyê Dibe
  • w07 15/6 27 ¶8
  • Yehowa Guhdarîkirina Te Qîmet Dike
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • w11 15/7 13 ¶15
  • Tuyê pey Rêberiya Yehowa Herî?
  • 14-20 ADARÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 SAMÛYÊL 14-15
  • “Guhdarîkirin ji Qurbanê Çêtir e”
  • w07 15/6 26 ¶4
  • Yehowa Guhdarîkirina Te Qîmet Dike
  • it-2 521 ¶2
  • Guhdarîkirin
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • it-1 493
  • Dilşewatî
  • 21-27 ADARÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 SAMÛYÊL 16-17
  • “Eva Şerê Yehowa ye”
  • wp16.5 11 ¶2-3
  • “Eva Şerê Yehowa ye”
  • wp16.5 11-12
  • “Eva Şerê Yehowa ye”
  • wp16.5 12 ¶4
  • “Eva Şerê Yehowa ye”
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • it-2 871-872
  • Şawûl
  • 28 ADARÊ-3 NÎSANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 SAMÛYÊL 18-19
  • “Ji bo Pêşdaçûyînên Xwe Qure Nebe, lê Milûk Bimîne”
  • w04 1/4 15 ¶4
  • Wedê Guhastina Îtbariya Xwe Ruhê Xwedê Bîne
  • w18.01 28 ¶6-7
  • Firqiya Orta Meriva Bivînin
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • it-2 695-696
  • Pêxember
  • 4-10 NÎSANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 SAMÛYÊL 20-22
  • “Ça Bibine Hevalê Baş”
  • w19.11 7 ¶18
  • Pêşiya Xilaziya Dinyayê Hevaltiya Qewî Qazanc kin
  • w08 15/2 8 ¶7
  • Ser Riyên Yehowa Bimeşe
  • w09 15/10 19 ¶11
  • Dinya Dilsarda Hevaltiya Xwe Xwey kin
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • w05 15/3 24 ¶4
  • Fikirên Sereke ji Kitêba Yekê Samûyêl
  • 18-24 NÎSANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 SAMÛYÊL 23-24
  • “Bi Sebir Hîviya Yehowa be”
  • w04 1/4 16 ¶8
  • Wedê Guhastina Îtbariya Xwe Ruhê Xwedê Bîne
  • w04 1/6 22-23
  • Gelo Derecên Emirê Te, Te Kontrol Dikin?
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • w17.11 27 ¶11
  • Nehêle Tu Tişt Te ji Xelatê Dûr xe
  • 25 NÎSANÊ-1 GULANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 SAMÛYÊL 25-26
  • “Tu Safîkirinada Lez Dikevî?”
  • ia 78 ¶10-12
  • Ewê Serwaxtî Dida Kifşê
  • ia 80 ¶18
  • Ewê Serwaxtî Dida Kifşê
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • ia 80 ¶16
  • Ewê Serwaxtî Dida Kifşê
Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2022)
mwbr22 Adar rûp. 1-11

Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”

7-13 ADARÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 SAMÛYÊL 12-13

“Kubarî berbi Bêhurmetiyê Dibe”

w00 1/8 13 ¶17

Kubarî berbi Bêhurmetiyê Dibe

17 Alîkîva kirên Şawûl dikaribûn heq derxistana, çimkî hingê halê cimeta Xwedê xirab bû, ewana bin tirsêda bûn û îlaca wan tune bû (1 Samûyêl 13:6, 7). Çaxê hewcetî heye, baş e gava kesek xîret dike ku çarekê bike. Lê bîr nekin, wekî Yehowa nêt û dilê meriva divîne (1 Samûyêl 16:7). Rast e Kitêba Pîrozda nayê gotinê Şawûl çira ew yek kir, lê eyan e wekî Xwedê dît ku bi rastî nêta wî çi bû. Mesele, diqewime Yehowa dît wekî ji bo qurebûnê Şawûl sebira xwe unda kir. Dibeke Şawûl eciz bû, wekî ew ça padşê temamiya Îsraêlê, mecbûr bû hîviya pêxemberekî kal be, yê ku egle dibû. Çi jî hebû, Şawûl tirê ew yek îzinê dide wî her tiştî hilde destê xwe û miqabilî rêberiya zelal derê, ya ku wîra hatibû dayînê. Axiriya vê yekê çi bû? Samûyêl bona vê yekê payê Şawûl neda. Dewsê, ewî wî sûcdar kir û gotê: “Îdî wê padşatiya te berdewam neke . . . çimkî te fermana Xudan bicîh neanî [neanî sêrî]” (1 Samûyêl 13:13, 14, ÎM). Dîsa jî kubarî berbi bêhurmetiyê bir.

w07 15/6 27 ¶8

Yehowa Guhdarîkirina Te Qîmet Dike

8 Ji serhatiya Şawûl em eşkere divînin ku çiqas ferz e gura Xwedê bikin. Destpêka padşatiya xweda, Şawûl “xwe biçûk . . . didît”, çimkî yekî milûk û şkestî bû. Lê wede derbaz bû, qurebûn û fikrên nerast ser safîkirinên wî hukum dikirin (1 Samûyêl 10:21, 22; 15:17, ÎM). Carekê Şawûl gerekê tevî Filistiya şer kira. Samûyêl pêxember jêra got, wekî ew hîviya wî be û tiştekî neke, heta ew bê wekî bona Yehowa qurbanê bîne û bêje çi bike. Lê Samûyêl hingê nehat çaxê hîviya wî bûn, lema cimet îda hev bela dibû. Gava Şawûl vê yekê dît, “qurbana şewitandinê da”, çi ku ber çevê Yehowa nerast bû. Çaxê Samûyêl hat, padşa destpêkir xwe heq derxe, yançi ji bo derengîketina Samûyêl ew mecbûr bû qurbanê bîne, wekî qebûlkirina Yehowa bistîne. Bona Şawûl diha ferz bû qurbanê bîne, ne ku gura rêberiyê bike û hîviyê be heta Samûyêl bê û xwexa qurbanê bîne. Samûyêl jêra got: “Te bêaqilî kir. Te guh neda fermana Xwedayê xwe Xudan ku li te kiribû”. Belê, ji bo neguhdarîkirinê Şawûl padşatiya xwe unda kir (1 Samûyêl 10:8; 13:5-13, ÎM).

Xizna Kitêba Pîroz

w11 15/7 13 ¶15

Tuyê pey Rêberiya Yehowa Herî?

15 Gelo Îsraêlî difikirîn, wekî padşa diha bi îtbar e ne ku Yehowa? Heger usa bû, wana xwe disparte tiştê pûç! Him jî xof hebû, wekî ewana pey tiştên din jî biketana, yên ku Şeytan ji ber xwe derxistibû. Padşa dikaribûn hêsa cimetê bikirana nava pûtparistiyê. Merivên pûtparist dixalifin bi vê yekê ku difikirin wekî tişt, mesele xudanên ji dar yan ji kevir, diha rêalî û bi îtbar in, ne ku Efirandarê her tiştî, Yehowa Xwedê, ku nayê dîtinê. Pawlosê şandî rind got ku pût “heyîna xweva pûç in” (1 Korn. 8:4). Ewana nikarin bivînin, bibihên, xeber din û tiştekî bikin. Rast e merî dikare wana bivîne û destê xwe bide wan, lê hebandina wanra mîna xeyala vala ye, ku dibe berbi undabûnê (Zeb. 115:4-8).

(1 Samûyêl 12:21, ÎM) Nedin pey pûtên bêkêr ku nikarin tu kesî rizgar [xilaz] bikin. Ew pûç û vala ne.

(Metta 13:45-58) Dîsa Padşatiya Ezmana mîna vê yekê ye: Merivekî bazirganî durên rind digere. 46 Gava durekî pir qîmet dibîne, diçe hemû hebûka xwe difiroşe û wî durî dikire. 47 Dîsa Padşatiya Ezmana mîna vê yekê ye: Torek tê avîtinê nava berê û hemû cûre mesî dikevinê. 48 Gava tor tijî dibe, dikişînine devê golê û rûdinîn mesiyên kêr dibijêrin dikine derdana, lê yên bêkêr wêda davêjin. 49 Axiriya dinyayê jî wê usa be. Milyaketê derkevin xiraba ji nav qenca bibijêrin 50 û bavêjine kûra agir. Li wir wê bibe girî û çirke-çirka dirana”. 51 Îsa ji wan pirsî: “We ev hemû tişt fem kirin?” Wana jêra got: “Belê”. 52 Ewî jî wanara got: “Bona vê yekê her qanûnzanek ku Padşatiya Ezmana hîn bûye, mîna merivekî xweyîmilk e, ku ji xizna xwe tiştên kevin û nû derdixe”. 53 Gava Îsa ev mesele xilaz kirin, ji wir çû 54 hate cî-miskenê xwe, kinîşta wanda ew hîn dikirin. Ew jî zendegirtî diman û digotin: “Ev serwaxtî û qewata keremeta ji ku gihîştiyê? 55 Ne ev kurê necar e? Ne navê diya wî Meryem e? Ne Aqûb, Ûsiv, Şimhûn û Cihûda birên wî ne? 56 Ne hemû xûşkên wî cem me ne? Ev hemû tişt ji ku gihîştine wî?” 57 Bi vî awayî ew ji wî çûn, lê Îsa jî wanara got: “Pêxember tu ciyî ne bêqedir e, pêştirî mala xwe û cî-miskenê xweda”. 58 Ewî li wê derê gelek keremet nekirin, çimkî baweriya wan tunebû.

14-20 ADARÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 SAMÛYÊL 14-15

“Guhdarîkirin ji Qurbanê Çêtir e”

w07 15/6 26 ¶4

Yehowa Guhdarîkirina Te Qîmet Dike

4 Çi ku cem me heye, îda ya Yehowa ye, çimkî ew e Efirandar. Lê gelo heye tiştek ku em dikarin bidine wî? Belê, heye û eva tiştekî gelek qîmet e. Gelo ev çi ye? Caba vê pirsê em dikarin vê rêzêda pêbihesin: “Kurê min, serwaxt be û dilê min şa ke, ku ez bikaribim caba qardarên xwe bidim” (Metelok 27:11). Guhdarîbûna me ew heye tiştek çi ku em dikarin bidine Xwedê. Halê me her kesî û cûrê mezinkirina me ji hev cude dibe. Lê gava em gura Xwedê dikin, em caba Mîrê-cina didin, yê ku dibêje wekî meriv nava tengasiyên giranda wê Xwedêra amin nemînin. Qedirekî çiqas mezin e ku em dikarin bi guhdarîkirinê dilê Xwedê şa kin!

it-2 521 ¶2

Guhdarîkirin

Heger meriv gura Xwedê nake, ew nikare qebûlkirina wî bistîne. Samûyêl gote Şawûl Padşa: “Ma Xudan ji guhdariya [ji xebera “şama”] gotinên xwe zêdetir, ji pêşkêşî û qurbanên şewitandinê hiz dike? Guhdarîkirin [raste-rast guhdayîn] ji qurbana . . . çêtir e” (1 Sm. 15:22, ÎM). Gura Yehowa nekin tê hesabê giliyên wî pişt guhê xweva bavêjin, îtbariya xwe giliyên wî neynin, dêmek baweriya xwe Wî neynin. Lema jî merivê neguhdar ji sêrbaz û pûtparista cude nabe (1 Sm. 15:23; beramber kin Rm. 6:16). Gava meriv giliyên kesekîra qayîl dibe, lê wan giliya nayne sêrî, ew nîşan dike wekî îtbariya xwe wî kesî nayne û qedirê wî nagire (Mt. 21:28-32). Merivên ku rastiya Xwedê dibihên û tenê hişê xweda qebûl dikin, lê çi ku Xwedê dewa dike, nakin, xwexa xwe dixapînin û keremên Xwedê nastînin (Aqb. 1:22-25). Kurê Xwedê zelal nîşan kir ku heger meriv tiştên usa dike çi ku Xwedê dibêje, lê bi cûrê nerast û bi nêtên nerast dike, ewê tu car Padşatiya Xwedê war nebe (Mt. 7:15-23).

Xizna Kitêba Pîroz

it-1 493

Dilşewatî

Heger meriv dilşewatî dide kifşê, lê ne li gora qirara Xwedê, ew yek dikare berên gelek xirab bîne. Ji mesela Şawûl Padşa ew yek rind tê kifşê. Ewî gerekê temiya Xwedê bianiya sêrî ku qira Amalêkiya bîne, kîjan ku miletê pêşin bû ku hicûmî ser cimeta Xwedê kir, paşî derketina wane ji Misirê. Şawûlra hate gotinê wekî gunê xwe vî cimetî neyne. Yeke ew kete ber bayê cimeta xwe, û bi temamî temiya Yehowa neanî sêrî. Lema jî Yehowa terka Şawûl da û padşatî ji wî stand (1 Sm. 15:2-24). Seva ku mîna Şawûl gune nekin û qebûlkirina Yehowa unda nekin, em gerekê timê îtbariya xwe temiyên Yehowa bînin û bawer bin ku ewana timê rast in. Ya herî ferz bona me gerekê ew be ku Yehowara amin bimînin.

(1 Samûyêl 15:24, ÎM) Şawûl Samûêlra got: “Min gune kir, çimkî min dev ji emrê Xudan û ji gotinên te berda, ez ji gel [cimetê] tirsiyam û min bi ya wan kir.

(Metta 14:1-16) Hingê Hêrodesê serwêrê Celîlê bona Îsa bihîst, 2 xulamên xwera got: “Eva Yûhennayê nixumdar e ji nav miriya rabûye. Lema jî pê wî keremet têne kirinê”. 3 Hêrodes xwexa Yûhenna girtibû girêdabû û avîtibû kelê, rûyê Hêrodiya jina Fîlîpoyê birê xweda. 4 Çimkî Yûhenna Hêrodesra gotibû: “Ne rast e ku tu Hêrodiyayê bistînî”. 5 Û Hêrodes jî dixwest ew bikuşta, lê ji cimetê ditirsiya, çimkî cimetê Yûhenna çawa pêxember qebûl dikir. 6 Gava roja bûyîna Hêrodes hat, qîza Hêrodiyayê şayiyêda bona wan reqisî û dilê Hêrodes gelekî xweş hat. 7 Ewî sond xwar û gote qîzikê: “Tu çi bixwazî ezê bidime te”. 8 Qîzik jî ji diya xwe hatibû şîretkirinê û gotê: “Ka li vir, ser siniyê serê Yûhennayê nixumdar bide min”. 9 Padşa ber xwe ket, lê çimkî li ber teglîfkiriya sond xwaribû, emir kir ku xwestina wê bê dayînê. 10 Ewî şand kelêda serê Yûhenna da lêxistinê 11 û serê wî li ser siniyê anîn dane keçikê. Keçikê jî diya xwera bir. 12 Hingê şagirtên wî hatin cinyazê wî hildan û ew defin kirin. Paşê çûn Îsara gotin. 13 Gava Îsa ev yek bihîst, ji wê derê bi qeyikê tenê çû cîkî xewle. Lê gava elaletê bihîst, ji bajara peya pey wî çûn. 14 Çaxê Îsa ji qeyikê derket û elaleteke giran dît, hingê gunê wî li wan hat û nexweşên wan qenc kirin. 15 Berê êvarê şagirtên wî hatine cem û gotinê: “Ev der cîkî xikî-xwelî ye, îdî dereng e. Îzina elaletê bide ku herine gunda xwera xurek bikirin”. 16 Lê Îsa wanara got: “Ne hewce ye ku ew herin. Hûn xurek bidine wan”.

21-27 ADARÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 SAMÛYÊL 16-17

“Eva Şerê Yehowa ye”

wp16.5 11 ¶2-3

“Eva Şerê Yehowa ye”

Dawid, Şawûl da bawerkirinê û kire bîra wî, ku çawa ewî tevî şêr û hirç şer kiribû. Dibe ku Dawid bi vê yekê xwe qure dikir? Na. Dawid zanibû ku bi saya kê ewî karibû wan terevila bikuje. Ewî got: “Yehowa ku min ji destê şêr û hirçê xilaz kiriye, wê ji destê vî Filîstî jî min xilaz bike”. Axiriyêda Şawûl qayîl bû û got: “Here û bila Yehowa tevî te be” (1 Samûyêl 17:37).

Dibeke hûn jî dixwazin ku baweriya we mîna ya Dawid usa qewî be. Hela bifikirin, çira Dawid usa bawer bû? Zanebûna derheqa Xwedê û ew tiştên ku tevî wî qewimîn, baweriya wî hindava Xwedê qewî kirin. Ewî rind Yehowa nas kir, mesele ku ew Xweyê sozên xwe ye û ku xizmetkarên xwe diparêze. Lema jî seva ku baweriya me jî usa qewî be, em gerekê berdewam kin bi saya Nivîsarên Pîroz, Xwedê rind nas kin. Û çaxê em bijîn li gora wê yekê çi ku pêdihesin, emê bivînin ku baweriya me jî qewî dibe (Îbranî 11:1).

wp16.5 11-12

“Eva Şerê Yehowa ye”

Bide hesabê xwe ku çawa xortê cahil bi dengê bilind Golyatra dibêje: “Tu pê şûr, rim û tîrê xwe têy ser min, lê ez bi navê Yehowa Xudanê ordiya, Xudanê rêzên eskerên Îsraêlê, kîjana ku te bêhurmet dikir, têm ser te”. Heta roja îroyîn, ev caba Dawid eyan dike, ku baweriya wîye mezin hebû. Çimkî seva wî qewat û çekên meriya, himberî Xwedê tu tişt nîbûn. Golyat, bêhurmet dikir Yehowa, û Yehowa wê caba wî bida. Çawa ku Dawid got, “ev şera Yehowa ye” (1 Samûyêl 17:45-47).

Dawid kor nîbû û didît ku Golyat û çekên wî pir mezin in. Lê ewî nehîşt ku ev tişt wî bitirsînin û ew bilerize. Ewî mîna Şawûl û eskerên wî, şaşiya usa berneda, dêmek netirsiya. Dawid xwe beramberî Golyat nekir. Dewsê ewî li ser Golyat bi çevê Yehowa dinihêrî. Rast e bilindaya Golyat 2.9 mêtr bû, û ew ji hemû merivên din zef bilindtir bû, lê himberî Xwedêyê Himzor bilindaya wî, tu tişt nîbû. Belê, himberî Xwedê, Golyat mîna kêzikekê bû, û Yehowa wê ew kuta kira.

wp16.5 12 ¶4

“Eva Şerê Yehowa ye”

Roja îroyîn xizmetkarên Xwedê nakevine şerên usa. Çimkî ew wede îda derbaz bûye (Metta 26:52). Lê yeke em gerekê çev bidine baweriya Dawid. Anegorî Dawid, Yehowa seva me jî gerekê zêndî be. Dêmek em gerekê tenê wî bihebînin û ji wî bitirsin. Carna çetinayên me, seva me dikarin zef mezin bêne kifşê, lê himberî qewata Yehowa ev gelek biçûk in. Hergê em Yehowa dijbêrin wek Xwedayê xwe, û baweriya xwe wî tînin mîna Dawid, hingê tu çetinayî û cêribandin wê me netirsînin. Çimkî qewata Yehowa digihîje hemû tiştî!

Xizna Kitêba Pîroz

it-2 871-872

Şawûl

Paşî wan qewimandina û paşî ku Dawid ça padşê axiriyê hate kifşkirinê, ruhê Yehowa Şawûl hîşt. Hingêda “ruhekî xirab ji aliyê Xudanva ew eciz dikir”. Yehowa ruhê xweyî pîroz ji Şawûl stand, û bi vê yekê hîşt wekî ruhê xirab ser Şawûl hukum ke, kîjan ku dilrihetî ji wî distand û hest, fikir û hişê wî berbi xirabiyê bir. Neguhdarîkirina Şawûl, nêt û xwestinên dilê wîye nerast eşkere dikir, û ruhê Xwedê îda nikaribû ser wî hukum kira û ew xwey kira. Lê çimkî Xwedê hîşt, wekî dewsa ruhê wîyî pîroz “ruhekî xirab” ser Şawûl hukum ke, em dikarin bêjin wekî ev “ruhekî xirab ji aliyê Xudanva” bû. Lema xulamên Şawûl jî gotin, wekî “ji aliyê Xwedêva ruhekî xirab” hatiye ser wî. Li gora şîreta xulamekî xwe, Şawûl Dawid kire stranbêjekî xwe. Dawid gerekê dilê padşa rihet kira, gava ruhê xirab dihate ser wî (1 Sm. 16:14-23; 17:15, ÎM).

(1 Samûyêl 16:14, ÎM) Ruhê Xudan ji Şawûl veqetiya. Ruhekî xirab ji aliyê Xudanva ew eciz dikir.

(Metta 14:17-33) Wana lê vegerand û gotinê: “Li vir pêştirî pênc nan û du mesiya tiştekî meyî mayîn tune”. 18 Ewî wanara got: “Wan nan û mesiya bînine cem min”. 19 Îsa emir kir ku elalet li ser şînayiyê rûnên. Ewî her pênc nan û her du mesî hildan, berê xwe ezmênda kir şikirî da û ew nan kerkirin. Paşê da şagirta, şagirta jî da elaletê. 20 Hemûya jî xwar têr bûn û donzdeh sele jî tijî hûrikên bermayî berev kirin. 21 Ewên ku xwarin, pêştirî jin û zara qasî pênc hezar mêra bûn. 22 Pêra-pêra Îsa pêyî ser şagirta kir, ku bikevine qeyikê û pêşiya wî derbazî wî berî golê bin, heta ku xwexa elaletê verêke. 23 Çaxê ewî elalet verêkir, tenê rabû çû serê çiyê, ku dua bike. Gava ro çû ava, ew li wira tenê bû, 24 lê qeyik îdî ji devê golê dûr ketibû û nava pêlada bû, çimkî ba miqabilî wê bû. 25 Qereberbangê Îsa ser golêra peya diçû nêzîkî wan dibû. 26 Lê gava şagirta dît ku ew ser golêra peya diçe, bizdiyan û gotine hev: “Ev xeyal e!” Û wana ji tirsa kire qîrîn. 27 Lê Îsa wê demê deng da wan û got: “Ser xwe bin! Ez im! Netirsin!” 28 Petrûs lê vegerand û gotê: “Xudan, heger tu yî, emir ke ku ez ser avêra bême cem te”. 29 Îsa gotê: “Were!” Petrûs ji qeyikê peya bû, ser avêra çû, ku here cem Îsa. 30 Lê çaxê ewî bayê qayîm dît tirsiya û îdî wê nuq bûya, kire qîrîn: “Xudan, min xilaz ke!” 31 Wê demê Îsa destê xwe dirêjî wî kir, ew girt û jêra got: “Kêmbawero! Çima tu dudilî bûyî?” 32 Çaxê ketine qeyikê, ba sekinî. 33 Û ewên qeyikêda serê xwe li ber wî danîn û gotinê: “Rastî tu Kurê Xwedê yî”.

28 ADARÊ-3 NÎSANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 SAMÛYÊL 18-19

“Ji bo Pêşdaçûyînên Xwe Qure Nebe, lê Milûk Bimîne”

w04 1/4 15 ¶4

Wedê Guhastina Îtbariya Xwe Ruhê Xwedê Bîne

Zûtirekê ew şivanê cahil gerekê nav temamiya welatê xweda bibûya yekî nav û deng. Wî kirine berdestiyê padşê û stranbêjê wî. Ewî eskerekî terikî, bi navê Golyat, kuşt, yê ku usa xof bû, wekî eskerên Îsraêlî nevêribûn miqabilî wî şer kin. Paşê Dawid ça seresker hate kifşkirinê û şerên tevî Filistiyada serdiket. Cimet ew hiz dikir û kilamada pesnê wî didan. Him jî, pêşiya vê yekê şîretkarê Şawûl derheqa Dawid got, wekî ew ne tenê “baş li çengê dixe”, lê usa jî ku ew “mêrxasekî wêrek, aqil û lihevhatî ye” (1 Sm. 16:18; 17:23, 24, 45-51; 18:5-7, ÎM).

w18.01 28 ¶6-7

Firqiya Orta Meriva Bivînin

6 Hine meriv qure bûne ji bo bedewbûna xwe, yan jî çimkî nav û deng in, aliyê mûsîkîda hoste ne, fîzîkîda qewî ne, yan jî çimkî gişk wanra firnaq dibin. Bal Dawid ew her fereset hebû, lê yeke temamiya emirê xweda ew milûk ma. Çaxê ewî Golyat kuşt, Şawûl Padşa jêra got wekî dixwaze qîza xwe bide wî. Dîna xwe bidin ku Dawid ça ser vê yekê caba wî da, ewî got: “Ez kî me û jîyana min û li Îsraêlê eşîra bavê min çî ye ku ez bibim zevayê qiral [padşa]?” (1 Sam. 18:18). Gelo çi alî Dawid kir ku milûk bimîne? Dawid zanibû ku her hunur, fereset, û qedir-hurmet ku bal wî hebûn ji Xwedê bûn, çimkî Xwedê xwe milûk kir ku “dîna xwe” da wî (Zeb. 113:5-8). Belê, Dawid fem dikir ku her tiştên baş çi ku bal wî hene ji Yehowa ne (Beramber kin 1 Korintî 4:7).

7 Mîna Dawid, îro cimeta Yehowa jî milûktî nav xweda pêşda tînin. Em metal dimînin çaxê zanin ku Yehowa, Kesê herî jorin nav dinyalikêda, milûk e (Zeb. 18:35). Em aliyê xweda dixwazin evê şîretê bidine xebatê: “Dilşewatiyê, qenciyê, milûktiyê, berbihêriyê û sebirê li xwe wergirin” (Kols. 3:12). Hin jî em zanin wekî hizkirin “kubar nabe, pişika xweda nawerime” (1 Korn. 13:4). Çaxê em milûk in, ew yek dikare meriva berbi Yehowa bîne. Mesele, çawa jin dikare pê kirên xwe dilê mêrê xwe bikire wekî ew bê ser riya rast, usa jî meriv dikarin nêzîkî Yehowa bin çaxê bivînin milûktiya cimeta wî (1 Pet. 3:1).

Xizna Kitêba Pîroz

it-2 695-696

Pêxember

Rast e pêxember pê ruhê Yehowa dihatine kifşkirinê, yeke ew nayê hesabê ku wana timê ji bîna ber Xwedê xeber dida. Ruhê Xwedê hingê dihate ser wan, gava ewana gerekê tiştekî elam kirana (Hz. 11:4, 5; Mx. 3:8). Ew yek usa ser wan hukum dikir, ku ewana hêlan dibûn xeber din (1 Sm. 10:10; Yêr. 20:9; Am. 3:8). Ewana ne tenê tiştên ecêbmayî dikirin, lê usa jî bi xeberdan û rabûn-rûniştina xwe hestên gelek qewî didane kifşê. Diqewime ji bo vê cûrê rabûn-rûniştina wan, digotin ku kesek xwe ça pêxember dide kifşê (1 Sm. 10:6-11; 19:20-24; Yêr. 29:24-32; beramber kin Kr.Şn. 2:4, 12-17; 6:15; 7:55). Ji bo vê yekê ku hiş-aqilê pêxembera, xîret û mêrxasiya wan bi temamî ser şixulê wan bû, meriv metal diman û wana ecêb hesab dikirin. Mesele, pêxemberê ku hate cem Yehû, wekî ew ça padşa kifş ke, ber çevê sereskera ça kesê ecêb hate kifşê. Lê gava ewana pêhesiyan wekî ew pêxember e, wana elametiya wî qebûl kir (2 Pd. 9:1-13; beramber kin Kr.Şn. 26:24, 25). Carekê gava Şawûl pey Dawid ketibû, ewî bin hukumê ruh ça pêxember xwe da kifşê, ewî kincên xwe êxist û “temamiya şev û rojê bi awayeke rût û tezî pal da”. Ça tê kifşê bi saya vê yekê Dawidra mecal vebû bireve, xwe xilaz ke (1 Sm. 19:18–20:1, ÎM). Lê ev yek nayê hesabê ku pêxember her gav tezî digeriyan. Kitêba Pîroz besa du dereca dike, gava pêxember tezî digeriyan, lê wana vê yekê bona vê nêtê dikir, wekî dîna meriva bikişînin ser pêxembertiya xwe (Îş. 20:2-4; Mx. 1:8-11). Eyan nîne ku çira Şawûl tezî paldayî bû, diqewime ew yek nîşan dikir wekî ew merivekî sist e, ji kîjanî kincên padşa hate standinê, û wekî ew nikare miqabilî hukumê Yehowa derkeve.

(1 Samûyêl 19:23, 24, ÎM) Rabû çû Nayota Ramayê. Ruhê Xwedê ser wîva jî hat. Heta gihîşt Nayota Ramayê, ewî jî pêxembertî kir. 24 Şawûl kinc ji xwe kirin û li ber Samûêl pêxembertî kir. Temamiya şev û rojê bi awayeke rût û tezî pal da. Loma jî dibêjin: “Gelo Şawûl jî kete nava pêxembera?”

(Metta 15:1-15) Hingê fêrisî û qanûnzanên Orşelîmê hatine cem Îsa û gotinê: 2 “Çima şagirtên te pey rawrizimên kal û bava naçin? Destneşûştî nan dixwin”. 3 Ewî li wan vegerand û got: “Lê hûn çima bona rawrizimên xwe pey temiyê Xwedê naçin? 4 Çimkî Xwedê got: ‘Qedirê dê û bavê xwe bigire’ û ‘Ewê ku gilîkî qolayî dê û bavê xwera bêje gerekê bê kuştinê’. 5 Lê hûn dibêjin: ‘Ewê ku diya xwera yan bavê xwera bêje: Ew alîkariya ku gerekê ji min bigihîje te ew Xwedêra tê dayînê, 6 îdî ji wî nakeve ku ew qedirê dê û bavê xwe bigire’. Bi vî awayî bona xatirê raw-rizimên xwe hûn xebera Xwedê dikine xwelî. 7 Durûno! Îşaya bona we rast pêxembertî kiriye û gotiye: 8 ‘Eva cimeta bi zarê xwe qedirê min digire, lê dilê wan ji min dûr e. 9 Badîhewa min dihebînin, temiyên meriva çawa qanûnên min cimetê hîn dikin’”. 10 Hingê Îsa elalet gazî cem xwe kir û gote wan: “Bibihên û fem bikin! 11 Ne ku tiştê diçe dêv, ew meriva diherimîne, lê çi ku ji dêv dertê, ew meriva diherimîne”. 12 Hingê şagirtên wî hatin û gotine wî: “Tu zanî gava fêrisiya ev xeber bihîst, dilê wan ma?” 13 Ewî li wan vegerand û got: “Her dara ku Bavê minî Ezmana daneçikandiye, wê ji kokêva bê rakirinê. 14 Ji wan vegerin! Ewe kor in û rêberê kora ne. Heger kor rêberiyê kora bike, her duyê jî bikevine çelê”. 15 Petrûs lê vegerand û gotê: “Vê meselê mera şiroveke”.

4-10 NÎSANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 SAMÛYÊL 20-22

“Ça Bibine Hevalê Baş”

w19.11 7 ¶18

Pêşiya Xilaziya Dinyayê Hevaltiya Qewî Qazanc kin

18 Îro cûre-cûre çetinayên xûşk-birên me hene. Mesele, gelek ziyanê distînin ji teşqelên tebiyetê, yan jî diçerçirin ji bo xezebên ku meriv pêşda tînin. Çaxê tiştên usa diqewimin, hinek ji me dibeke bikaribin ewan hevala mala xweda xwey kin. Yên mayîn dikarin aliyê pereda alîkariyê bidin. Lê her kes ji me dikare Yehowara dua bike, wekî alî xûşk-birên me bike. Çaxê em pêdihesin, wekî xûşk yan birak dilteng e, diqewime em nizanin ku çi bêjin yan jî çi bikin bona wan. Lê her kes ji me dikare tiştekîda alîkariyê bide. Mesele, em dikarin kêleka hevalên xwe bin û tevî wan wede derbaz kin. Hin jî em dikarin bi dil û can guh bidine wan, çaxê ewana mera tiştekî gilî dikin. Û em usa jî dikarin wanra rêzên ji Kitêba Pîroz gilî kin, kîjan ku dilbîniyê didin (Îşa. 50:4). Ya lape ferz ew e, wekî kêleka hevalê xwe bin, gava wanra hûn lazim in. (Bixûne Metelok 17:17.)

w08 15/2 8 ¶7

Ser Riyên Yehowa Bimeşe

7 Xwedê dixwaze wekî em hevalên amin bin (Metlk. 17:17). Kurê Şawûl, Yonatan, hevalê Dawide nêzîk bû. “Yonatan Dawidva hat girêdan. Ewî bi dil û can, wek nefsa xwe jê hiz kir” (1 Sam. 18:1, 3, ÎM). Yonatan hela hê Dawidra got jî, wekî bavê wî, Şawûl, dixwaze wî bikuje. Çaxê Dawid revî xwe veşart, Yonatan çû cem wî û tevî wî peyman girêda. Gava Yonatan dixwest tevî Şawûl derheqa Dawid xeber de, hindik mabû ewî emirê xwe unda kira, lê ev herdu heval dîsa rastî hev hatin û hevaltiya xwe diha qewî kirin (1 Sam. 20:24-41). Cara paşin gava wana hev dît, Yonatan ruhanîda Dawid şidand (1 Sam. 23:16-18).

w09 15/10 19 ¶11

Dinya Dilsarda Hevaltiya Xwe Xwey kin

11 Amin be. Silêman nivîsî: “Heval her gav hiz dike, bira bûye bona roja oxirmê giran” (Metlk. 17:17). Dibeke gava ewî van giliya dinivîsî, ew difikirî derheqa hevaltiya bavê xwe Dawid tevî Yonatan (1 Sam. 18:1). Şawûl padşa dixwest, wekî kurê wî Yonatan paşî wî bibe padşa. Lê Yonatan qebûl dikir, wekî Yehowa Dawid bijart ku bibe padşa. Yonatan çev nedida bavê xwe û hevsûdiya Dawid nedikir. Ew nedixeyîdî, wekî padşatî wê negihîje wî, û buxdana ku Şawûl davîte ser Dawid, bawer nedikir (1 Sam. 20:24-34). Gelo em mîna Yonatan in? Gava hevalên me cabdariya distînin, gelo em wanra şa dibin? Gava ewana rastî tengasiya tên, em ber dilê wanda tên û alî wan dikin? Heger em derheqa hevalên xwe gevestiya dibihên, em derbêra bawer dikin? Yan mîna Yonatan em hevalê xwe diparêzin û jêra amin dimînin?

Xizna Kitêba Pîroz

w05 15/3 24 ¶4

Fikirên Sereke ji Kitêba Yekê Samûyêl

21:12, 13. Yehowa dixwaze, wekî em wedê çetinaya hiş-aqil û feresetên xwe bidine xebatê. Him jî ewî Xebera xwe daye me, kîjan ku me serwaxt dike, zanebûnê û femkariyê dide me (Metelok 1:4). Xêncî vê yekê, em dikarin alîkariyê ji rûspiyên civatê bistînin.

(1 Samûyêl 21:12, 13, ÎM) Dawid ev gotin xistin dilê xwe û ji Axîşê Padşayê Gatê gelekî tirsiya. 13 Xwe li dewsa dîna danî û helwesta [rabûn-rûniştina] xwe guhast. Deriyên dergehê bajêr da ber nehpûçka û gilêz [şirtik] ji dev û lêvên wî hat.

(Metta 15:16-32) Îsa got: “Hûn jî hela hê fem nakin? 17 Çima hûn fem nakin, çi ku diçe dêv, derbazî nav-dil dibe û derdikeve derva? 18 Lê ew tiştên ku ji dêv dertên, ew ji dil dertên û hema ev in ku mêriv diherimînin. 19 Çimkî ji dil fikirên xirab, kuştin, zinêkarî, qavî, dizî, derewî, buxdan dertên. 20 Ev in ku meriva diherimînin, lê destneşûştî nanxwarin meriva naherimîne”. 21 Îsa rabû ji wê derê çû aliyê Sûr û Saydê. 22 Û kulfeteke kenanî ji wê derê hat, kire gazî û gote wî: “Xudan, Kurê Dawid, min were remê. Qîza min cina dikeve, gelekî cefê dibîne”. 23 Lê ewî caba wê neda. Şagirtên wî nêzîkî wî bûn hîvî jê kirin û gotin: “Tiştekî bêje vê, bira dûrî me keve, çimkî pey me ketiye dike qare-qar”. 24 Ewî cab da û got: “Ez tenê bona pezên mala Îsraêlêye undabûyî hatime şandinê”. 25 Lê ew kulfeta hat xwe avîte nigê wî û gotê: “Xudan, alî min bike!” 26 Ewî li wê vegerand û gotê: “Ev ne rast e, wekî nanê ber zara hildin û bavêjine ber sa”. 27 Ewê jî got: “Belê Xudan, ne se jî wan hûrikên ku ji sifra xweyê wan dikevine erdê dixwin?” 28 Wî çaxî Îsa lê vegerand û gotê: “Evdê, baweriya te mezin e. Bira anegorî xwestina te tera be”. Hema ji wê demê qîza wê qenc bû. 29 Îsa ji wir çû ber gola Celîlê, rabû serê çiyê rûnişt. 30 Elaleteke giran hate cem wî, ku tevî xwe gelek seqet, kor, lal, şilûşet û nexweşên mayîn anîbûn û avîtine ber piyên Îsa. Ewî jî ew qenc kirin. 31 Gava elaletê dît ku lala xeber dan, şilûşet qenc bûn, seqet geriyan û çevê kora vebûn, zendegirtî man û pesinê navê Xwedê Îsraêlê dan. 32 Îsa gazî şagirtên xwe kir û got: “Gunê min vê elaletê tê. Eva sê roj e tevî min e û tiştekî wanî xwarinê tune. Ez naxwazim wan birçî verêkim ku rêva dilê wan xweva here”.

18-24 NÎSANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 SAMÛYÊL 23-24

“Bi Sebir Hîviya Yehowa be”

w04 1/4 16 ¶8

Wedê Guhastina Îtbariya Xwe Ruhê Xwedê Bîne

8 Dawid safî kir ziyanê nede Şawûl. Ewî bawerî û sebir da kifşê, lema jî her tişt da destê Yehowa. Gava padşa ji şkeftê derket, Dawid kire gazî û jêra got: “Bira Xudan bibe dadgerê [hakimê] min û te û heyfa min ji te bistîne. Lê ezê destê xwe li te bilind nekim” (1 Samûyêl 24:12, ÎM). Rast e Dawid zanibû, wekî Şawûl neheq e, yeke ewî heyfê hilneda, û ne jî ew bêhurmet kir û tiştên xirab ser wî nedigot. Derecên dinda jî Dawid xwe digirt, wekî heyfê hilnede. Ewî îtbariya xwe Yehowa dianî, wekî ewê dîwana heq bike (1 Samûyêl 25:32-34; 26:10, 11).

w04 1/6 22-23

Gelo Derecên Emirê Te, Te Kontrol Dikin?

Dersa sisiya: dewsa ku prînsîpên Kitêba Pîroz biteribînin seva ku halê xwe aliyê başda biguhêzin, em gerekê hîviya Yehowa bin. Aqûb nivîsî: “Sebir jî, bira bi dûmika dirêj be, wekî hûn kamil û gihîştî bin, tu kêmasîke we tunebe” (Aqûb 1:4). Em gerekê heta xilaziyê cêribandinada teyax kin û prînsîpên Kitêba Pîroz neteribînin, seva ku zû-zû halê xwe biguhêzin. Vî cûreyî emê sebira xwe qewî kin. Hingê baweriya me wê cêribandî û paqij be, û usa jî ew wê diha qewî be. Sebira Ûsiv û Dawid hema usa bû. Wana bona safîkirina problêma xwe çarekî usa nedigeriya, rûyê çida jî wê qebûlkirina Yehowa unda kirana. Dewsa vê yekê, çi ji destê wan dihat wana dikir. Ewana hîviya Yehowa bûn, û bona vê yekê keremên mezin standin! Yehowa wana dida xebatê wekî cimeta xwe xilaz ke û rêberiya wan bike (Destpêbûn 41:39-41; 45:5; 2 Samûyêl 5:4, 5).

Em jî dikarin rastî cêribandineke usa bên, ku bixwazibin prînsîpên Kitêba Pîroz biteribînin, seva ku problêma xwe safî kin. Mesele, dibeke tu berxwe dikevî, çimkî te hela hê hevalzewacê layîq xwera nedîtiye. Heger usa ye, her tiştî bike, wekî ev prînsîpa Yehowa ku tenê “bawermendê Xudan” bistînin, neteribînî (1 Korintî 7:39). Yan jî diqewime malbeta teda problêm hene. Hingê dewsa ku li gora nihêrandina vê dinyayê van problêma safî kî, dêmek ji hev biqetin yan jî başqe bijîn, diha baş e tevayî çetinayên orta xweda safî kin (Malaxî 2:16; Efesî 5:21-33). Yan jî diqewime tera çetin e ebûra malbeta xwe bikî. Hingê hîviya Yehowa be û bi cûrê neqanûnî yan jî bi qelpî pera qazanc neke (Zebûr 37:25; Îbranî 13:18). Femdarî ye, em gişk jî gerekê çi destê me tê bikin, seva ku Yehowa qewata me kerem ke. Lema jî were em bi temamiya dilê xwe hîviya Yehowa bin, heta ku ew bona me delîlekê bike (Mîxa 7:7).

Xizna Kitêba Pîroz

w17.11 27 ¶11

Nehêle Tu Tişt Te ji Xelatê Dûr xe

11 Hergê em bi rastiyê bi hizkirin in û qenc in, wê mera hêsa be xwe ji hevsûdiyê xwey kin. Xebera Xwedê dibêje: “Hizkirin dûmikdirêj û şîrin e, hizkirin hevsûdiyê nake” (1 Korn. 13:4). Seva ku hevsûdî dilê meda şîn nebe, em gerekê ser tişta pê çevê Xwedê binihêrin, û xûşk-bira hesab kin ça endemên bedenekê, dêmek civatê. Kitêba Pîroz dibêje: “Gava endemek tê pesindayînê, hemû endem tevî wê şa dibin” (1 Korn. 12:16-18, 26). Belê, çaxê xûşk-bira pêşda diçin û kerema distînin, emê ne ku hevsûdiyê wana bikin, lê tevî wan şa bin. Dîna xwe bidine mesela kurê Şawûl Padşa, Yonatan. Çaxê Dawid dewsa wî hate kifşkirinê ça padşa, Yonatan hevsûdî wî nekir, lê dewsê piştgiriya wî kir û dil da wî (1 Sam. 23:16-18). Lê gelo em jî çev didine Yonatan?

(1 Samûyêl 23:16, 17, ÎM) Di vê navberêda kurê Şawûl Yonatan rabû çû Horeşê bal Dawid û li ser navê Xwedê hêz [qewat] da wî. 17 Got: “Netirse! Bavê min Şawûl wê dest nede te. Tê bibî Padşê Îsraêlê, ezê jî bibim alîkarê te. Bavê min Şawûl jî vê yekê zane”.

(Metta 16:1-13) Fêrisî û sadûqî hatine cem wî ku wî bicêribînin û jê xwestin ku ji ezmana nîşanekê nîşanî wana ke. 2 Ewî li wan vegerand û got: “Gava dibe êvar, hûn dibêjin: ‘Hewa wê xweş be, çimkî ezman sor bûye’. 3 Lê serê sibehê dibêjin: ‘Îro hewa wê xweş nîbe, çimkî ezman xumam û sor e’. Hûn rûyê ezmên enene dikin ku hewayê çawa be, lê nîşanên zemana enene nakin. 4 Nisilê xirab û xalifî nîşanekê dixwaze, lê jêra nîşaneke din nayê dayînê, pêştirî nîşana Ûnis pêxember”. Û ewî ew hiştin û çû. 5 Gava şagirtên wî derbazî wî alî bûn, bîr kirin xwera nan hildana. 6 Îsa wanara got: “Miqatî xwe bin, hevza xwe ji hevîrtirşkê fêrisî û sadûqiya bikin”. 7 Lê ewana nav hevda xeber didan û digotin: “Nanê me tune, lema aha dibêje”. 8 Lê ev yek Îsava eyan bû û got: “Kêmbawerno! Hûn çima nav hevda xeber didin, ku nanê we tune? 9 Hûn hê fem nakin? Nayê bîra we, çawa pênc nana têra pênc hezar meriva kir û we çend sele bermayî hildan? 10 Û heft nana jî têra çar hezar meriva kir û we çend zembîl bermayî hildan? 11 Hûn çawa fem nakin, wekî min bona nan wera negot? Lê bona wê yekê, ku hûn hevza xwe ji hevîrtirşkê fêrisî û sadûqiya bikin”. 12 Şagirta hingê fem kir, wekî ewî bona hevîrtirşkê nan wanra negot, ku hevza xwe bikin, lê ji hînkirina fêrisî û sadûqiya. 13 Îsa çû aliyê Qeyseriya Fîlîpoyê û ji şagirtên xwe pirsî: “Bi texmîna meriva Kurê Însan kî ye?”

25 NÎSANÊ-1 GULANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 SAMÛYÊL 25-26

“Tu Safîkirinada Lez Dikevî?”

ia 78 ¶10-12

Ewê Serwaxtî Dida Kifşê

10 Gelo eskerên Dawid hindava van şivana ça bûn? Wana hêsa dikaribû keriyên wan zeftî xwe kirana, lê wana tu car usa nedikir. Dewsê, wana şivan û pezên Nabal diparast. (Bixûne 1 Samûyêl 25:15, 16.) Van ciya şivan û pez rastî gelek derecên xof dihatin. Wêderê heywanên beyanî tije bûn, û him jî aliyê sînora Îsraêlêye başûrê, gelek qaçax û diz hebûn.

11 Dawidra hêsa nîbû beriyêda hemû eskerên xwe têr ke. Carekê Dawid deh eskerên xwe şande cem Nabal, wekî xwarinê ji wî bixwaze. Dawid bona vê yekê wedekî baş bijart. Hingê Nabal pezên xwe hevrîng dikir û li gora edet xweyê keriyê gerekê destvekirî bûya û sifire vekira. Dawid usa jî xeberên rast û bi qedir bijart. Ewî hela hê jî xwe nav kir ça kurê wî, dibeke seva ku hindava wî qedir bide kifşê, çimkî ew emirda mezin bû. Lê gelo Nabal xwe ça da kifşê? (1 Sam. 25:5-8)

12 Ew gelek hêrs ket û eskerên Dawid bêhurmet kir. Xulamekî derheqa vê yekê Abîgaîlêra gilî kir. Nabalê tima, dikire qare-qar wekî çira ew gerekê nan, av û goşt bide merivên nenas. Xêncî vê yekê, ewî ser Dawid got wekî ew heye xulamê ku ji axayê xwe revî. Tê kifşê wekî mîna Şawûl, Nabal jî Dawid nefret dikir. Lê nihêrandina Yehowa ji nihêrandina wan cude dibû, ewî Dawid hiz dikir û wî ne ku ça xulamekî raber, lê ça padşê Îsraêlêye axiriyê hesab dikir (1 Sam. 25:10, 11, 14).

ia 80 ¶18

Ewê Serwaxtî Dida Kifşê

18 Abîgaîl neheqiya mêrê xwe hilda ser xwe û ji Dawid baxşandinê xwest. Ewê got, wekî mêrê wê yekî serhişk e û navê wî jî vê yekê îzbat dike. Diqewime bi wan giliya ewê dixwest Dawidra nîşan kira, wekî nehêja bû ew heyfê hilde. Abîgaîl Dawid ça bijartiyê Xwedê hesab dikir û zanibû, wekî ew “şerê Xudan pêşda dibe”. Ewê usa jî nîşan kir, wekî sozê Yehowa derheqa Dawid û padşatiyê zane, lema gotê: “Xudan . . . te li ser Îsraêlê bike serwêr”. Paşê ewê lavaya Dawid kir ku badîhewa xûnê nerêje, çimkî usa ew wê ber çevê Xwedê neheq bûya, û axiriyêda ew yek bona wî wê bibûya meniya “xemgîniyê”, dêmek îsafa wî wê ew biçerçiranda. (Bixûne 1 Samûyêl 25:24-31, ÎM.) Rastî jî giliyên çiqas bîlan in!

Xizna Kitêba Pîroz

ia 80 ¶16

Ewê Serwaxtî Dida Kifşê

16 Gelo ev derece dide kifşê, wekî Abîgaîl qedrê prînsîpa serîtiyê nedigirt? Na. Nabal bêqedrî nîşan kir hindava bijartiyê Yehowa û rûyê wîda merivên bêsûc jî dikaribûn bihatana kuştinê, dêmek maliyên wî. Heger Abîgaîl xwe ker kira û tiştekî nekira, ewê jî tevî mêrê xwe neheq derketa. Çi jî hebû, ewê gerekê berî pêşin ne ku gura mêrê xwe, lê gura Xwedê bikira.

(1 Samûyêl 25:18, 19, ÎM) Li ser vê yekê, Abîgaîl yekser dusid nan, du meşk şerav, goştê pênc mihên amadekirî, pênc sea genimê qelandî, sed weşî mewîj û dusid kadikên bastîqê hejîra hildan û li kera bar kirin. 19 Piştre jî xulamên xwera got: “Hûn beriya min herin, ez li pey we têm.” Mêrê xwe Nabalra tu tişt negot.

(Metta 16:14-28) Wana got: “Hinek dibêjin Yûhennayê nixumdar e, hinekên din dibêjin Êlyas e, lê hinekên mayîn jî dibêjin Yêremiya ye, yan jî yek ji pêxembera ye”. 15 Ewî ji wan pirsî: “Lê hûn çi dibêjin? Bi texmîna we ez kî me?” 16 Şimhûn-Petrûs lê vegerand û gotê: “Tu Mesîh î, Kurê Xwedêyê sax”. 17 Îsa lê vegerand û gotê: “Xwezî li te, Şimhûnê kurê Yûhenna, çimkî xûn û goşt ev yek eyanî te nekirin, lê Bavê minî ezmana. 18 Ez tera dibêjim, ku tu Petrûs î, awa gotî qeyak î û li ser vî qeyayî ezê civîna xwe çêkim û qewata mirinê wê pê nikaribe. 19 Û ezê kilîtên Padşatiya Ezmana bidime destê te û çi ku tu li ser erdê girêdî, ezmanada jî wê girêdayî be û çi ku tu li ser erdê vekî, ezmanada jî wê vekirî be”. 20 Hingê Îsa temî şagirtên xwe kir, wekî kesîra nebêjin, ku ew Mesîh e. 21 Pey wê yekêra Îsa destpêkir şagirtên xwera eyan kir ku gerekê ew here Orşelîmê, ji aliyê rûspiya, serekên kahîna û qanûnzanada gelek cefa bikişîne û bê kuştinê, lê roja sisiya ji mirinê rabe. 22 Lê Petrûs ew da alîkî, lê hilat û gotê: “Dûrî hindava te, Xudan! Ew tişt li te neqewime!” 23 Îsa ser Petrûsda vegeriya û gotê: “Dûrî min here, Cino! Tu kevir î pêşiya min, çimkî ew nêt-fikira te ne ji Xwedê ye, lê ji merivayê ye”. 24 Hingê Îsa şagirtên xwera got: “Heger yek dixwaze li pey min bê, bira xwe înkar ke, xaçê xwe hilde û li pey min bê. 25 Çimkî kî ku dixwaze emirê xwe xilaz ke, ewê unda ke û kî ku emirê xwe bona min unda ke, ewê bibîne. 26 Çi feyde heger meriv temamiya dinyayê qazinc ke, lê emirê xwe unda ke? Yan jî meriv çi dikare ber emirê xweva bide? 27 Çimkî Kurê Însan wê bi rûmeta Bavê xwe tevî milyaketên xwe bê. Hingê wê anegorî emelên her kesî bide wan. 28 Ez rast wera dibêjim, hinekên li vir sekinî hene wê mirinê nebînin, heta ku Kurê Însan bi Padşatiya xweva tê nebînin”.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin