KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb22 Îlon rûp. 5
  • Zewac Peymana Her-Heyî ye

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Zewac Peymana Her-Heyî ye
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2022)
  • Têmên Mîna Wê
  • Kitêba Pîroz Derheqa Azepiyê û Zewacê Çi Dibêje?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Zewac​ Pêşkêşa ji Xwedê yê
    “Xwe Nava Hezkirina Xwedêda Xwey Ke”
  • Hazir be bona Zewacê
    Çawa Malbeta Xwe Bextewar kin
  • Zewac Pêşkêşa Ji Xwedê ye
    Nava Hizkirina Xwedêda Bimîne
Hê Zêde Binihêre
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2022)
mwb22 Îlon rûp. 5
Qîz û xortek tevayî xizmet dikin.

MÎNA ÎSA BIJÎN

Zewac Peymana Her-Heyî ye

Zewaca Mesîhiyaye baş rûmetê dide navê Yehowa û cotê zewicîra şabûnê tîne (Mq. 10:9). Seva ku zewac bextewar be, pêşiya ku Mesîhî hevalzewac xwera bijbêre, ew gerekê prînsîpên Kitêba Pîroz hilde hesab.

Wî çaxî gerekê hevalzewac xwera bijbêrin, çaxê hestên sêksûalîye gur îda derbaz bûne, çimkî wî wedeyî çetin e safîkirinên bîlan bikin (1 Kr. 7:36). Heta tu nezewicî yî, emirê xwe bi bîlanî derbaz ke, wekî heleqetiya xwe tevî Xwedê qewî kî û hunurên baş nav xweda pêşda bînî. Û çaxê tu bizewicî, tuyê bikaribî zewaca xwe bextewar kî.

Pêşiya ku qayîl bî kesekîra bizewicî, êpêce wede xerc ke, wekî “merivê hindurê dilda” ça lazim e nas kî (1 Pt. 3:4). Hergê wedê hevnaskirinê tu tiştekîda dudilî dibî, derheqa vê yekê tevî wî (wê) xeber de. Zewacêda tu diha zêde gerekê bikevî heyra hevalzewacê xwe, ne ku heyra xwe (Flp. 2:3, 4). Hergê tu pêşiya zewacê prînsîpên Kitêba Pîroz emirê xweda didî xebatê, wê tera diha hêsa be paşî zewacê jî wan prînsîpa bidî xebatê û zewaca te wê bextewar be.

BINIHÊRIN VÎDÊO “HAZIRBÛNA BONA ZEWACÊ PARA 3: XERCÊN XWE ‘BIDE BER HESÊB’” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Heleqetiya xûşkê tevî Şêyn, ça berdewam bû?

  • Xûşkê wedê hevnaskirinê çi têderxist?

  • Dê-bavê wê ça alî wê kirin, û kîjan safîkirineke bîlan ewê kir?

Birê ku tevî xûşkekê dibe nas, gerekê wan pirsa bide xwe:

Kîjan xeyset-hunurên wêye baş hene? Ew ça dide kifşê ku şixulên Padşatiyê datîne ser ciyê pêşin? Gelo ew pey rêberiyên Kitêba Pîroz û teşkîletê diçe? Ew dide kifşê ku bona merivên din xem dike?

Xûşka ku tevî birakî dibe nas, gerekê wan pirsa bide xwe:

Kîjan xeyset-hunurên wîye baş hene? Gelo çi bona wî diha ferz e, xizmetî û cabdariyên civatê, yan xebat, pere, sport û hêsabûn? Ew hindava malbeta xweda çawa ne? Ew dide kifşê ku bona merivên din xem dike?

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin