Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”
7-13 MIJDARÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 PADŞATÎ 5-6
“Yên ku bi Mera ne, ji yên ku bi Wanra ne Zêdetir in”
it-1 716 ¶4
Êlîşa
Îsraêl ji Sûryayê Hate Azakirinê. Wedê serwêrtiya Yoram Îsraêlêda, Sûrya hazir dibû ku nişkêva hicûmî ser Îsraêlê bike. Lê Êlîşa derheqa her gaveke ku Sûryayê davît, Yoram Padşara gilî dikir, lema jî çend cara nêtên Ben-hadadê II dihatine teribandinê. Sêrîda Ben-hadad tirê nava eskerên wîda nemam heye, ku her tiştî Îsraêliyara gilî dike. Lê çaxê ew pêdihese ku bi rastî kî ye sebebê çetinayên wî, ew eskerên xwe pê hespa û firxûnên bona şer dişîne şeherê Dotanê, wekî Êlîşa bigirin (ŞIKIL, Para 1, rûp. 950). Xulamê Êlîşa gelek ditirse, lê Êlîşa dua dike wekî Xwedê çevê wî veke. Wî çaxî xulamê Êlîşa divîne ku “çiyayên derdora Êlîşa ji hespên agirî û erebeyên agirî tije bûye”. Çaxê eskerên Sûryayê nêzîkî wan dibin, Êlîşa dîsa derheqa keremetekê dua dike û dibêje: “Lava dikim, tu van kor bike”. Paşê ew eskerên Sûrîra dibêje: “Bidin pey min”. Lê ewî destê wana negirt, wekî wana bive. Ew yek dide kifşê, wekî korbûna wan ya fîzîkî nîbû, lê ya psîxîkî bû. Wana Êlîşa nas nekir, kîjan ku gerekê bigirtana, û fem nedikirin ku diçine kîderê (2 Pd. 6:8-19, ÎM).
w13 15/8 30 ¶2
Êlîşa Erebeyên Agirî Didît, Tu jî Wana Divînî?
Dotanêda dijmina dora Êlîşa girtibûn, lê ew dilrihet dima. Gelo çira? Çimkî baweriya wî hindava Yehowa qewî bû. Mera jî baweriya usa lazim e. Lema jî were em ji Yehowa hîvî kin, wekî ruhê pîroz bide me, seva em bikaribin baweriyê û hunurên ku dikevine nav berê ruhê pîroz, nav xweda pêşda bînin (Lûqa 11:13; Galt. 5:22, 23).
it-1 343 ¶1
Korbûn
Çaxê Xwedê li gora hîvîkirina Êlîşa, temamiya ordiya Sûryayê kor kir, ça tê kifşê ev korbûn bi rastî korbûna hiş-aqil bû. Hergê hemû esker çevada kor bûna, wê lazim bûya wekî destê wan bigirtana ku rê nîşanî wan kin. Lê ji Kitêba Pîroz em pêdihesin, wekî Êlîşa gote wan: “Rê ne ev e, bajar jî ne ev e, bidin pey min, (ÎM)”. Derheqa korbûna wî cûreyî, psîxoloj Wîlîam Cêyms kitêba xweda usa nivîsiye: “Ya lape ecêbmayî çi ku mejûda diqewime gava ev ziyanê distîne, ev heye korbûna hiş-aqil. Ev korbûn wê yekêda eyan dibe, ku meriv ne ku tişta navîne, lê fem nake ku ev tişt çi ye. Li gora psîxolojiyayê, wê demê mejûda unda dibe hevgirêdana orta wê yekê çi ku meriv divîne û ev çi tê hesabê; her car çaxê mejûda ev hevgirêdan diqete, wî çaxî korbûna hiş-aqil pêşda tê” (“Principles of Psychology”, 1981, Para 1, rûp. 59). Ça tê kifşê, çaxê eskerên Sûrî gihîştine Sameriyayê, Xwedê ev korbûn ji wan hilda û hişê wan vekir (2 Pd. 6:18-20). Diqewime hema bi korbûna wî cûreyî mêrên Sodomê hatine korkirinê. Wê demê ewana ne ku dilteng bûn ku tiştekî navînin, lê ça nivîsar e, ewana diçerçirîn wekî derê mala Lût bivînin (Dsp. 19:11).
Xizna Kitêba Pîroz
(2 Padşatî 5:15, 16, ÎM) Tevî peyayên [xulamên] xwe, vegeriya cem zilamê Xwedê. Hat li pêşiya wî sekinî û got: “Va ye, niha ez êdî dizanim ku Xwedê li her derê dinyayê tuneye, tenê li Îsraîlê heye. Ez lava dikim, ji vî xulamê xwe xelatekê qebûl bike”. 16 “Lê bi navê Xudanê Jîndar ku ez niha li pêşberî wî sekinî me, ez tiştekî naxwazim”. Ji bo bistîne zorê lê kir lê wî nexwest.
w05 1/8 9 ¶2
Fikirên Sereke ji Kitêba 2 Padşatî
5:15, 16: Êlîşa çima pêşkêşên Neman hilneda? Êlîşa pêşkêşên Neman înkar kir, çimkî fem dikir wekî ne ku ewî, lê Yehowa bi keremetî Neman qenc kir. Qe hişê Êlîşara jî derbaz nedibû, ku kifşkirina xweye ji Xwedê, bona kara xwe bide xebatê. Xizmetkarên Xwedêye roja îroyîn jî xizmetkirinêda kara xwe nagerin. Ewana giliyê Îsa hildidin hesab: “We bêheq standiye, bêheq jî bidin” (Metta 10:8).
(Metta 27:16-32) Hingê girtîkî wanî kifş hebû, ku navê wî Barabas bû. 17 Gava ku ewana civiyan, Pîlato wanara got: “Hûn kîjanî dixwazin ku ez bona we berdim, Barabas yan Îsayê ku Mesîh tê gotinê?” 18 Ewî zanibû ku ji dest hevsûdiyê Îsa dabûne destê wî. 19 Gava ew li herema dîwanê rûniştibû, kulfeta wî cab şand û got: “Karê te ewî bêsûc neketiye, çimkî vê şeva derbazbûyî xewnêda bona wî gelek tişt ser minra derbaz bûn”. 20 Lê serekên kahîna û rûspiya elalet razî kir, ku Barabas bixwazin û Îsa unda kin. 21 Welî dîsa wanara got: “Hûn ji van her duya kîjanî dixwazin ku ez wera berdim?” Wana jî got: “Barabas!” 22 Pîlato wanara got: “Lê ez Îsayê ku Mesîh jêra dibêjin çawa bikim?” Hemûya jî got: “Bira bê xaçkirinê!” 23 Welî got: “Lê evî çi xirabî kiriye?” Hingê wana hê kire qîrîn û gotin: “Bira bê xaçkirinê!” 24 Pîlato jî dît, wekî tiştek karê nade, lê hê şer û dew destpêdibe, av hilda li ber elaletê destên xwe şûştin û got: “Ez ji xûna vî bêsûc im. Hûn xwexa binihêrin”. 25 Û temamiya cimetê caba wî da û got: “Bira xûna wî li ser me û li ser zarên me be!” 26 Hingê Pîlato Barabas wanara berda, lê Îsa da ber qamçiya û da destê wan ku bê xaçkirinê. 27 Hingê eskerên welî Îsa birine hindurê qesirê û temamiya refa eskera ser wî civiya. 28 Kincê wî jê êxistin û çuxekî sorê gevez lê kirin. 29 Paşê tacek ji stiriya vegirtin dane serê wî û qamîşek jî dane destê wiyî rastê. Hingê ber wî çok dan, qerfê xwe pê kirin û gotin: “Xweş be, Padşê Cihûda!” 30 Tûyî wî kirin, qamîş hildan serê wî xistin. 31 Pey qerfkirinêra çuxê sor ji wî êxistin û kincê wî lêkirin û dane pêşiya xwe birin ku wî xaç kin. 32 Çaxê ew derketine derva, eskera yekî kûrênî dît ku navê wî Şimhûn bû, pêyî ser wî kirin ku xaçê wî hilde.
14-20 MIJDARÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 PADŞATÎ 7-8
“Yehowa Tiştên Nebûyî Dike”
it-1 716-717
Êlîşa
Wede şûnda Ben-hadadê II dîsa jî hicûmî ser Îsraêlê kir. Îjar Sûrî ne ku car-cara bi komên biçûk hicûm dikirin, lê temamiya ordiya wan dora Sameriyayê girt. Ewana wedekî usa dirêj dora bajar girtibûn, wekî halê bineliya gelek giran bû. Padşa pêhesiya wekî hela hê jî kulfetekê kurê xwe xwariye. Yoram Padşa sond xwar, wekî wê Êlîşa bikuje, lê sonda xweye ku bi lez dabû, neanî sêrî. Yoram hate navkirinê “kurê mêrkuja”, çimkî ji rikiniyata Ahab pêşda hatibû. Çaxê ew tevî alîkarçîkî xwe hate mala pêxember, ewî got ku hêviya xwe hindava alîkariya Yehowa unda kiriye. Êlîşa gotê, wekî roja din wê xurek têr-tije hebe. Alîkarçiyê padşa ser vê pêxembertiyê keniya, lema jî Êlîşa wîra got: “Tê bi çevên xwe bibînî, lê tê jê nexwî, (ÎM)”. Roja din Yehowa usa dike, wekî zoma Sûrîda dengê qayîm tê bihîstinê û eskera tirê ku ordîke mezin hicûmî ser wan dike. Ewana ji cî vediciniqin, zoma xweye bi xurekê têr-tije, cîda dihêlin û direvin. Çaxê Yoram Padşa pêdihese, wekî eskerên Sûrî zoma xwe hîştin revîn, ew temiyê dide wî alîkarçiyê xwe, wekî qerewiliya dergehê şeherê Sameriyayê bike. Çaxê ev alîkarçî ber dergeh sekinî bû, cimeta Îsraêlî ji bo birçîbûnê usa direviyane zoma Sûryayê berbi xwarinê, ku destpiyê xweda ewî dikujin. Dêmek alîkarçî xwarin dît, lê nexwar (2 Pd. 6:24-7:20).
Xizna Kitêba Pîroz
(2 Padşatî 8:19, ÎM) Lê ji bo xatirê xulamê xwe Dawid, Xudan nexwest Cihûdayê helak [kuta] bike. Çimkî wî soz dabû wî û zureta wî ku ronayîke herheyî bide wan.
it-2 195 ¶7
Çira
Padşên ji Rikiniyata Dawid. Yehowa Xwedê Dawid Padşa da ser textê Îsraêlê. Rêberiya Dawid ser cimetê bi bîlanî bû, çimkî ewî temiyên Xwedê dianî sêrî. Lema jî Dawid hatibû navkirinê “qendîla [çira] Îsraêlê” (2 Sm. 21:17). Gava Yehowa tevî Dawid peymana padşatiyê girêdida, jêra soz da: “Texta te wê abadîn li ciyê xwe bimîne” (2 Sm. 7:11-16). Dêmek serwêrên ji rikiniyata Dawid, ku ji kurê wî Silêman bûn, “çira” Îsraêlê bûn (1 Pd. 11:36; 15:4; 2 Pd. 8:19; 2 Dr. 21:7).
(Metta 27:33-48) Ewana gihîştine wî ciyê ku jêra Golgota digotin, ku tê femkirinê: “Ciyê Qafa”. 34 Şerava zirav tevkirî danê ku vexwe. Lê çaxê ewî tem kir, nexwest vexwe. 35 Ew xaç kirin, ser kincê wî peşk avîtin û li nav xweda bela kirin. 36 Paşê wê derê rûniştin û nobedarî li wî kirin. 37 Neheqiya wî nivîsîn danîn fêza serê wî: “EV ÎSA, PADŞÊ CİHÛYA YE”. 38 Hingê du qaçax jî tevî wî hatine xaçkirinê, yek milê rastê û yê din milê çepê. 39 Ewên ku wirra diçûndihatin çêrî wî dikirin, serê xwe dihejandin 40 û digotinê: “Ne teyê paristgeh hilşanda û sê rojada çêkira? De xwe xilaz ke, heger tu Kurê Xwedê yî! Ji xaç were xwarê!” 41 Usa jî serekên kahîna, qanûnzana û rûspiya tevayî qerfê xwe wî dikirin û digotin: 42 “Xelq xilaz kir, lê xwe nikare xilaz ke! Ev nîne Padşê Îsraêlê? De bira niha ji xaç bê xwarê û emê baweriya xwe wî bînin. 43 Gumana xwe danî ser Xwedê, de bira niha wî xilaz ke, heger Xwedê ji wî razî ye, çimkî digot: ‘Ez Kurê Xwedê me’”. 44 Qaçaxên ku tevî wî hatine xaçkirinê, wana jî usa ten li wî dixistin. 45 Nîvro ji siheta donzdeha heta siheta sisiya temamiya erdê bû terî. 46 Nêzîkî siheta sisiya Îsa bi dengekî bilind kire qîrîn û got: “Êlî, Êlî, lama sabaxtanî?” ku tê femkirinê: “Xwedêyê min, Xwedêyê min, te çima ez hiştim?” 47 Ewê ku nêzîk sekinîbûn, gava ev xeber bihîstin, gotin: “Ew gazî Êlyas dike”. 48 Yek ji wan bi lez bezî, lûfika berê hilda sirkêda kir, li ser qamîşekîva danî û da wî ku vexwe.
21-27 MIJDARÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 PADŞATÎ 9-10
“Ewî bi Mêrxasî û Xîret Kar Dikir”
w11 15/11 3 ¶2
Yehû bona Hebandina Rast Şer Dikir
Çaxê Yehû ji Xwedê temî stand, cimeta Îsraêlê halê xirabda bû. Welat bin rêberiya Îzabêla zulmda bû, ya ku jinebiya Ahab bû û diya Yoram Padşa, ku wî çaxî serwêrtî dikir. Ewê piştgiriya hebandina Bael dikir û miqabilî hebandina Yehowa derdiket. Ewê pêxemberên Xwedê dikuşt û cimet berbi “sêrbazî” û bênamûsiyê hêlan dikir (2 Pd. 9:22, ÎM; 1 Pd. 18:4, 13). Yehowa safî kir qira temamiya mala Ahab bîne, dêmek Yoram û Îzabêlê jî kuta ke. Pêkanîna wê safîkirina Xwedêda, Yehû rola sereke dilîst.
w11 15/11 4 ¶2-3
Yehû bona Hebandina Rast Şer Dikir
Du wekîl hatibûn şandinê cem Yehû, lê ewî tiştek negote wan û riya xwe berdewam kir. Ew nêzîkî Yoram Padşa û Ahazya Padşê Cihûya bû, yên ku firxûnên başqeda bûn. Yoram ji wî pirsî: “Te xêr e Yêhû?” Yehû sert caba wî da û got: “Sêrbazî û zinekariya diya te Îzabelê haqasî zêde bin, wê çawa xêr be?” Yoram ji caba wî tirsiya û zivirî ku bireve, lê wê demê Yehû bi lez tîr berda û dilê wî xist. Padşa firxûna xweda derbêra mir. Ahazya reviya ku xwe veşêre, lê Yehû pey wî ket û ew da kuştinê (2 Pd. 9:22-24, 27, ÎM).
Dîsa yek, ku ji mala Ahab gerekê bihata kuştinê, ew Jin-padşaya zulm Îzabêl bû. Yehû rast bû ku lê nav kir ya nifirkirî. Çaxê Yehû hate Yîzrêelê, ewî dît ku Îzabêl ji pencera qesirê wî dinihêre. Yehû wede unda nake û temiyê dide xulama, wekî ewê ji pencerê bavêjin. Paşê jî ewî hespên xwe ajote ser wê kulfeta ku Îsraêl diherimand, pêpes kir û kuşt. Yehû dîsa bi deha neferên mala Ahab kuştin (2 Pd. 9:30-34; 10:1-14).
w11 15/11 5 ¶3-4
Yehû bona Hebandina Rast Şer Dikir
Rast e, Yehû xûna geleka rêtibû, lê Nivîsarên Pîrozda derheqa wî tê gotinê ça derheqa merivekî mêrxas, yê ku Îsraêl ji bindestiya Îzabêlê û malbeta wê aza kir. Seva ku evê yekê bikin, hemû rêberên Îsraêlêra mêrxasî û xîret lazim bû. Ferhengeke Kitêba Pîrozda usa tê gotinê: “Ev şixuleke çetin bi temamî hate sêrî. Hergê ev şixul usa sert nehata kirinê, wî çaxî Îsraêlêda hebandina Baelra wê bi temamî nehata kutakirinê”.
Hemikî femdarî ye wekî îro ji Mesîhiya jî xeyset-hunurên mîna yên Yehû tê dewakirinê. Mesele, em çi dikarin bikin hergê kesek me dicêribîne tiştekî usa bikin, çi ku Yehowa sûcdar dike? Çaxê pirseke usa pêşda tê ku aminiya meva girêdayî ye, em gerekê derbêra bidine kifşê, wekî em naxwazin dilê Yehowa bêşînin.
Xizna Kitêba Pîroz
(2 Padşatî 10:29) Lê ji sûcên ku Yeroboamê lawê Nebat bi Îsraêlva daye kirin, li Beytelê û li Danê ji pey golikên zêr, ji pey wan neqetiya.
(2 Padşatî 10:31) Lê belê Yehû bala xwe neda ku bi hemûya dilê xwe di zagona Xwedayê Îsraêlê Xudanda bimeşe; ji sûcên ku Yeroboam bi Îsraêlêva dayiye kirin neqetiya.
w11 15/11 5 ¶6-7
Yehû bona Hebandina Rast Şer Dikir
Yehû diqewime difikirî, wekî başqebûna padşatiya Îsraêlê ji padşatiya Cihûdayê, dihate hesabê ku ewana gerekê aliyê hebandinêda ji hev cude bin. Lema jî Yehû mîna padşên Îsraêlêye berê, qewat dida xebatê seva ku ew du padşatî ji hev cude bimana, û hebandina golikara pêşda dibir. Lê evê yekê da kifşê, ku ewî îtbariya xwe Yehowa nedianî, kîjanî ku ew ça padşa kifş kiribû.
Rast e, Yehowa payê Yehû dabû, bona kirên wîye rast, lê dîsa jî Yehû bi temamiya dilê xwe qanûna Yehowa pêk neanî (2 Pd. 10:30, 31). Hergê em bifikirin ku Yehû berê çi dikir, dibeke em ecêbmayî bimînin ji bo wê yekê ku ewî ça paşê neaminî da kifşê. Lê dîsa jî ev bona me ders e. Em tu car gerekê heleqetiya xwe tevî Yehowa bêqîmet nekin. Her roj em gerekê aminiya xwe hindava Xwedê bişidînin, dêmek Xebera wî lêkolîn kin, ser bifikirin û bi dil û can Bavê xweyî ezmanara dua bikin. Werên em her tiştî bikin, seva ku bi temamiya dilê xwe qanûna Xwedê pêk bînin (1 Kr. 10:12).
(Metta 27:49-66) Lê hinekên din gotin: “Bisekine. Em bibînin, ka Êlyasê bê wî xilaz ke?” 50 Îsa dîsa bi dengekî bilind kire gazî û ruhê xwe da. 51 Hingê perda paristgehê ji sêrî heta binî qelişî, bû du tîşa. Erd hejiya, kevir qelişîn, 52 tirb vebûn û gelek miriyên buhurtî rabûn. 53 Ew ji tirba derketin pey rabûna Îsara, çûne Bajarê Pîroz û geleka ew dîtin. 54 Çaxê sersed û ewên ku tevî wî nobedariya Îsa dikirin, erdhej û ew hemû tiştê qewimî dîtin, risasê ew girtin û gotin: “Rastî jî eva Kurê Xwedê bû!” 55 Li wê derê gelek kulfet jî hebûn, ku dûrva dinihêrîn. Ew ji Celîlê li pey Îsa hatibûn, berdestî wîra kiribûn. 56 Meryema Mejdelanî, Meryema diya Aqûb û Ûsiv û diya her du kurên Zebedî li nav wanda bûn. 57 Berê êvarê merivekî dewletî ji Arîmetyayê hat, ku navê wî Ûsiv bû. Ew jî yek ji şagirtên Îsa bû. 58 Ew çû cem Pîlato û cinyazê Îsa ji wî xwest. Wê gavê Pîlato emir kir ku cinyaz bê dayînê. 59 Ûsiv cinyaz hilda, qedekê kitaniyî paqijda kefen kir 60 û danî nav tirba xweye nû ku qeyêda kolabû. Paşê ewî kevirekî mezin holî ber derê tirbê kir û çû. 61 Meryema Mejdelanî û Meryema din li wê derê bûn û pêşberî eskerên nobedar li ber danîn. 62 Roja din ku pey roja tivdarekkirinê bû, serekên kahîna û fêrisiya li cem Pîlato civiyan 63 û gotin: “Em xulam, tê bîra me, ku ewî derewîn saxtiya xweda digot: ‘Ezê roja sisiya ji mirinê rabim’. 64 Niha emir ke ku heta roja sisiya miqatî tirbê bin, nebe ku şagirtên wî bên wî bidizin û cimetêra bêjin: ‘Ew ji mirinê rabûye’. Îdî xalifandina paşiyê ji ya pêşiyê xirabtir be”. 65 Pîlato wanra got: “Va ne wera eskerên nobedar. Herin çawa ku hûn zanin usa jî miqatî tirbê bin”. 66 Ew jî çûn miqatî tirbê bûn, kevir mor kirin û eskerên nobedar li ber danîn.
28 MIJDARÊ-4 KANÛNA PÊŞIN
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 PADŞATÎ 11-12
“Kulfeta Zulm û Qure Tê Cezakirinê”
it-1 209
Atalya
Atalyayê çev dida diya xwe Îzabêlê. Ewê mêrê xwe Yoram, kîjanî ku heyşt sala padşatî dikir, hêlan dikir tiştên xirab bike (1 Pd. 21:25; 2 Dr. 21:4-6). Xêncî wê yekê Atalyayê xûna gelek merivên neneheq dirêt. Çaxê kurê wêyî zulm, Ahazya salek paşî destpêka serwêrtiya xwe mir, ewê hemûyên ji xeza padşa qir kir. Wî çaxî tenê Yoaşê biçûk sax ma, çimkî serekkahîn û kulfeta wîye ku meta Yoaş bû, ew veşartin. Paşî wê yekê Atalyayê xweserîxwe şeş sala (nêzîkî sala 905-899 B.D.M.) serwêrtî kir (2 Dr. 22:11, 12). Kurên wê paristgeha Yehowa talan kirin û tiştên pîroz bona hebandina Bael dane xebatê (2 Dr. 24:7).
it-1 209
Atalya
Çaxê Yoaş bû heft salî, Yehoyada Serekkahînê xwedêxof, kurik derxist ji ciyê ku wî vedişartin û tacê padşê da ser serê wî, yê ku bi qanûnî wîra diket. Çaxê Atalya deng û qûjîniya cimetê bihîst, reve-rev çû berbi paristgehê û gava dît çi diqewime, kire qarînî û got, wekî nemamiya wê dikin. Yehoyada Serekkahîn ferman da, wekî wê ji heyata paristgehê derxin û ber dergehê hespên qesirê, bikujin. Ça tê kifşê, ji neferên mala Ahabê zulm, Atalya ya paşin bû ku hate kuştinê (2 Pd. 11:1-20; 2 Dr. 22:1–23:21). Ev gilî çiqas rast derketin: “Ji gotina ku Xudan bona mala Ahab gotiye, wê qet yek jî vala dernekeve” (2 Pd. 10:10, 11; 1 Pd. 21:20-24).
Xizna Kitêba Pîroz
(2 Padşatî 12:1, ÎM) Gava Yoaş bû padşa heft salî bû. Yoaş di heft saliya padşatiya Yêhûyê Padşahê Îsraîlêda bibû Padşahê Cihûdayê. Wî li Orşelîmê çil sala padşatî kir. Dayika wî Sîvyaya Bîr-Şevayî bû.
it-1 1265-1266
Yoaş
Serekkahîn Yehoyada bona Yoaş mîna bav û şîretkar bû. Heta ku ew sax bû, cem padşê cahil her tişt baş bû. Ew çaxê 21 salî bû, îda du jinên wî hebûn. Navê yekê Yehoaddan bû. Wana wîra kur û qîz anîn. Bi wê yekê xeza Dawid, ji kîjanê Mesîh gerekê pêşda bihata, ya ku hindik mabû biqetiya, dîsa qewî bû (2 Pd. 12:1-3; 2 Dr. 24:1-3; 25:1).
(Metta 28:1-15) Pey şemiyêra, roja yekşemê serê sibehê zû Meryema Mejdelanî û Meryema din hatin ku tirbê bibînin. 2 Nişkêva erd qayîm hejiya, çimkî milyaketekî Xudan ji ezmên hate xwarê, kevir ji ber tirbê wêda kir û ser rûnişt. 3 Dîndara wî mîna birûskê bû û kincê wî mîna berfê sipî bûn. 4 Nobedar ji tirsa wî tevîhev bûn û bûne mîna miriya. 5 Milyaket wan kulfetara got: “Netirsin! Ez zanim hûn li wî Îsayî digerin, yê ku hate xaçkirinê. 6 Ew ne li vir e, çimkî ew ji mirinê rabûye, çawa ku ewî gotibû. Werin wî ciyê ku ew paldayî bû bibînin. 7 Zû herin bêjine şagirtên wî: ‘Ew ji mirinê rabûye û ewê berî we here Celîlê. Li wir hûnê wî bibînin’. Va ye min wera got”. 8 Ew bi xof û eşqeke mezin lez ji tirbê derketin û lezandin ku şagirtara bêjin. 9 Nişkêva Îsa rastî wan hat û got: “Silav li we!” Ewana nêzîkî wî bûn, xwe avîtine nigên wî girtin û serê xwe ber danîn. 10 Hingê Îsa wanara got: “Netirsin! Herin bêjine birên min, ku ew herine Celîlê û li wir wê min bibînin”. 11 Çaxê ku kulfet çûn, hinek ji nobedara hatine bajêr û tiştên ku qewimîbûn serekên kahînara gotin. 12 Serekên kahîna tevî rûspiya civiyan û şêwirîn. Paşê wana gelek pere dane nobedara 13 û gotin: “Bêjin: ‘Çaxê em xewêda bûn, şagirtên wî hatin ew dizîn’. 14 Û heger ev tişt bigihîje guhê welî, emê wî razî kin û we bêxem kin”. 15 Wana jî pere hildan û usa kirin, çawa ku hatibûne hînkirinê. Û ev gotin li nav cihûyada heta roja îro bela bûye.
5-11 KANÛNA PÊŞIN
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 PADŞATÎ 13-15
“Ewê ku bi Dil û Can Qewatê Dide Xebatê, Gelek Kerema Distîne”
w10 15/4 26 ¶11
Tu bi Xîret Temiyên Îsa Tînî Sêrî?
11 Dereceke ji jîyîna Padşê Îsraêlê Yoaş, dide kifşê, wekî çiqas ferz e xizmetêda xîret bin. Yoaş xemgîn dibû, wekî Îsraêl şerda tevî Sûrya wê bide der, lema jî bi xemgînî çû cem Êlîşa û ber wî giriya. Pêxember wîra got, wekî ji pencerê tîra bavêje aliyê Sûryayê. Evê yekê dida kifşê, wekî wî şerîda Yehowa wê alî wan bikira ku serketana. Hemikî, ji bo wê yekê padşa qewî bû. Paşê Êlîşa gote Yoaş, wekî tîrê xwe hilde û erdê xe. Yoaş tenê sê cara tîr erdê xistin. Ji bo wê yekê Êlîşa hêrs ket, çimkî hergê Yoaş pênc yan şeş cara tîr erdê xistana, wî çaxî ewî wê koka Sûryayê bi temamî bianiya. Dêmek Yoaş wê tenê sê cara Sûrya alt kira, û ew jî ne bi temamî. Yoaş xîret neda kifşê, lema jî serketina wî bi temamî nîbû (2 Padşatî 13:14-19). Em ji vê derecê çi hîn dibin? Yehowa wê gelek kerema bibarîne ser wan kesa, yên ku bi dil û can û bi xîret temiyên wî tînin sêrî.
Xwedê Wan Meriva Xelat Dike, yên ku bi Dil û Can Wî Digerin
Yehowa kê xelat dike? Pawlos got: “Xwedê . . . wê wan xelat ke, kîjan ku li wî digerin”. Ferhengekêda, ya ku bona welgerên Kitêba Pîroz e, tê gotinê wekî giliyê Yûnanî, yê ku vê rêzêda hine tercimanada hatiye welgerandinê ça “bi xîret li wî digerin”, nayê hesabê “herine cîkî, ku wî bigerin”. Lê nêta wî gilî ev e, ku “hebandinêda” gerekê nêzîkî Xwedê bin. Ferhengeke din jî şirovedike, wekî ev xebera Yûnanî bi wî cûreyî hatiye nivîsarê, ku dide kifşê xîretkêşiyê û qewata ku meriv bi dil û can dide xebatê. Ça tê kifşê, Yehowa wan meriya xelat dike, baweriya kîjana wana hêlan dike bi xîret û bi dil û can wî bihebînin (Metta 22:37).
Yehowa xizmetkarên xweye amin ça xelat dike? Ew jîyîna heta-hetayê Cinetêda ser erdê soz dide. Ev xelat kûraya merdanî û hizkirina wî eyan dike (Eyantî 21:3, 4). Ewên ku bi dil û can Yehowa digerin, hela hê niha jî bêhesab kerema distînin. Bi saya ruhê wîyî pîroz û bîlaniya Xebera wî, em dikarin bextewar bin û ji jîyînê lezetê bistînin (Zebûr 144:15; Metta 5:3).
Xizna Kitêba Pîroz
(2 Padşatî 13:20, 21, ÎM) Êlîşa mir û hate veşartin [çelkirin]. Her sal di biharêda rêbirên [qaçaxên] Moavê, êrîşî welat dikirin. 21 Rojekê gava miriyek dihat veşartin dîtin ku komeke rêbira tê. Wan mirî avît gora Êlîşa û reviyan. Gava mirî li hestiyên Êlîşa ket, sax bû û rabû ser piya.
w05 1/8 11 ¶3
Fikirên Sereke ji Kitêba 2 Padşatî
13:20, 21: Gelo ev keremet dide kifşê, wekî hestûyên meriva ku pîroz hesab dikirin, gerekê bihebînin? Na. Kitêba Pîrozda nayê gotinê wekî ber hestûyên Êlîşa serê xwe datanîn. Ev keremet û usa jî hemû keremetên ku Êlîşa dikirin çaxê sax bû, bi saya qewata Xwedê hate standin.
(Marqos 1:1-15) Mizgîniya Îsa Mesîhê Kurê Xwedê bi vî tiherî destpêbû: 2 Çawa ku kitêba Îşaya Pêxemberda hatiye nivîsarê: “Va ye ezê qasidê xwe pêşiya teva bişînim. Ewê bona te rê hazir ke”. 3 “Dengek beriyêda dike gazî: ‘Riya Xudan hazir bikin û şiveriyên wî rast bikin’”. 4 Awa Yûhenna beriyêda xuya bû, cimet dinixumand û dannasîn dikir, ku ji gunekirinê vegerin û bêne nixumandinê, wekî gunên wan bêne baxşandinê. 5 Ji hemû welatê Cihûstanê û temamiya cimeta Orşelîmê dihate cem wî, gunên xwe didane rûyê xwe û çemê Ûrdunêda bi destê wî dinixumîn. 6 Yûhenna kinceke ji pirça devê li xwe kiribû û li pişta xwe jî qayîşeke çerm girêdabû. Xwarina wî kulî û hingivê çolê bû. 7 Ewî dannasîn dikir û digot: “Yekî ji min qewattir wê bê. Ez ne hêja me, ku ta bim û benê çarixê wî jî vekim. 8 Min hûn bi avê nixumandin, lê ewê we bi Ruhê Pîroz binixumîne”. 9 Û wan rojada Îsa ji bajarê Nisreta Celîlê hat û bi destê Yûhenna çemê Ûrdunêda hate nixumandinê. 10 Hema çawa Îsa ji avê derket, dît ku ezman vebûn û Ruh mîna kevotkekê li ser wî danî. 11 Û dengek ji ezmana hat ku digot: “Tu yî Kurê minî delal, ez ji te razî me”. 12 Wê gavê Ruh berê Îsa da beriyê. 13 Ew çil rojî li beriyê ma û ji Mîrêcin hate cêribandinê. Ew tevî rewira bû û milyaketa jêra berdestî kirin. 14 Pey girtina Yûhennara Îsa çû qeza Celîlê û dest bi dannasîniya Mizgîniya Xwedê kir 15 û digot: “Wext pêra gihîştiye, Padşatiya Xwedê nêzîk bûye, ji gunekirinê vegerin û baweriya xwe Mizgîniyê bînin!”
12-18 KANÛNA PÊŞIN
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 PADŞATÎ 16-17
“Sînorê Teyaxa Yehowa Heye”
it-2 908 ¶5
Şalmaneser
Îsraêlê Bindest Dike. Çaxê Hoşeya Îsraêlêda padşatî dikir (nêzîkî sala 758-740 B.D.M.) Şalmaneserê V kete nav Palêstînayê, Hoşeya kire bin destê xwe û mecbûr kir, wekî her sal wîra xerc bide (2 Pd. 17:1-3). Lê hine wext şûnda Hoşeya nexwest xerc bide Şalmaneser û usa jî tevî Padşê Misirê navê kîjanî So bû, peyman girêda ku miqabilî Şalmaneser derkevin (Binihêre SO). Ji bo wê yekê Şalmaneser Hoşeya kire girtîgehê û dora Sameriyayê girt ku zeft ke. Sê sal şûnda ev şeherê qewî hate wêrankirinê û Îsraêlî kirine dîl (2 Pd. 17:4-6; 18:9-12; beramber ke Hs. 7:11; Hz. 23:4-10).
it-1 414-415
Dîltî
Bineliyên padşatiya Îsraêlêye bakurê, ya deh bereka û padşatiya başûrê ya Cihûdayê, ya du bereka, birine dîltiyê. Meniya sereke ku çima ewana bûne dîl ew bû, ku wana terka hebandina rast dan û destpêkirin serê xwe ber xudanên qelp daynin (Qn.Dc. 28:15, 62-68; 2 Pd. 17:7-18; 21:10-15). Pêşiya wê yekê Yehowa timê pêxember dişandin cem wan, wekî vegerine hebandina rast, lê yeke cimetê guh nedida pêxembera (2 Pd. 17:13). Tu padşakî deh bereka yê Îsraêlê hebandina qelp kuta nekir, kîjan ku Padşê Îsraêlêye pêşin Yerovam, pêşda anî. Padşatiya başûrê ya Cihûdayê jî, kîjan ku dihate navkirinê “xûşka Îsraêlê”, guh nedida şîretên Yehowa û ji mesela Îsraêlê ku birine dîltiyê, ders xwera hilneda (Yêr. 3:6-10). Axiriyêda Cihûda jî mîna Îsraêlê dîltî birin. Xêncî wê yekê, ew du milet ji cî-ciya dihatine aksorkirinê.
Xizna Kitêba Pîroz
(2 Padşatî 17:29, ÎM) Her milet êdî îlahên [xudanên] xwe jî çêdikirin. Wan li bajarên ku hatin bicîkirin îlah çêdikirin û datanîn paristgehên bilindciyên ku Sameryayiya ava kirine.
it-2 847
Samerî
Cara pêşin xebera “Samerî” Nivîsarên Pîrozda hatiye xebitandinê paşî gilîkirina derheqa zeftkirina padşatiya Sameriyayê ya deh bereka, kîjan ku sala 740 B.D.M.-da qewimî. Bineliyên padşatiya bakurê serê-sêrîda hatibûn navkirinê Samerî, dêmek hê pêşiya zeftkirinê. Lê wext şûnda merivên ji miletên din jî, ku ji ciyên dine Împêriya Asûrî derbazî Sameriyayê kiribûn, hatine navkirinê Samerî (2 Pd. 17:29). Ça tê kifşê, Asûriya hemû Îsraêlî ji Sameriyayê aksor nekiribûn. Li gora 2 Dîrok 34:6-9 (beramber ke 2 Pd. 23:19, 20) wedê serwêrtiya Yoşiya hine Îsraêlî Sameriyayêda hê mabûn. Wede şûnda xebera “Samerî” ser wan zuretên Îsraêliya dihate gotinê, kîjan ku Sameriyayêda mabûn û usa jî ser zuretên wan miletên din, ku hatibûne şandinê wekî Sameriyayêda bijîn. Bi logîkî ye bifikirin wekî hine Samerî hatibûn bûyînê ji zewaca Îsraêliya tevî xerîba. Wede şûnda xebera “Samerî” diha zêde dihate hesabê dînê meriva, ne ku milet yan welat. Merivên ku endemên vê sêkta rêlîgî bûn, ya ku wedê berê Şekemêda û Sameriyayêda gelek belabûyî bû, nav dikirin “Samerî”. Usa jî ew meriv nav dikirin “Samerî”, yên ku baweriya xwe rêlîgiya Cihûdî nedianîn (Yn. 4:9).
(Marqos 1:16-30) Gava Îsa li devê gola Celîlê digeriya, rastî Şimhûn û Endrawisê birê wî hat. Wana tor davîte golê, çimkî mesîgir bûn. 17 Îsa gote wan: “Pey min werin, ezê we bikime nêçîrvanên meriva”. 18 Wana jî hema wê demê torên xwe hiştin û pey wî çûn. 19 Dema ku Îsa ji wî ciyî pêşda çû, rastî kurên Zebedî, Aqûb û Yûhennayê birê wî hat. Wana qeyikêda torên xwe hîvêz dikirin. 20 Hingê Îsa gazî wan kir, wana jî bavê xwe Zebedî tevî pala qeyikêda hişt û pey wî çûn. 21 Ew gihîştine Kefernahûmê. Îsa wê roja şemiyê rast kete kinîştê û dest bi hînkirinê kir. 22 Ewana li ser hînkirina wî zendegirtî mabûn, çimkî ewî mîna yekî xweyîhukum ew hîn dikirin, ne ku mîna qanûnzana. 23 Hingê kinîşta wanda merivek hebû, ku ruhê heramva girtî bû. Wî kire qîrîn û got: 24 “Tu çi ji me dixwazî, ya Îsayê Nisretê? Tu hatiyî qira me bînî? Ez zanim tu kî yî. Tu Pîrozê Xwedê yî!” 25 Îsa lê hilat û got: “Ker be û jê derkeve!” 26 Hingê ruhê heram ew veçirikand û bi dengekî bilind kire qîrîn û jê derket. 27 Hemû zendegirtî man, hevra ketine pirs- pirsiyara û digotin: “Ev çi yek e? Çi hînkirineke nû ye! Bi hukum ew emirî li ruhên heram dike û ew jî êlimî wî dibin”. 28 Û nav û dengê Îsa pêra-pêra hemû dor-berên Celîlê bela bû. 29 Gava ku Îsa ji kinîştê derket, tevî Aqûb û Yûhenna rast çûne mala Şimhûn û Endrawis. 30 Xwesiya Şimhûn tayêda paldayî bû. Hingê bona wê Îsara gotin.
19-25 KANÛNA PÊŞIN
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 PADŞATÎ 18-19
“Dijmin Çi Cûreyî Dixwazin Me Sist kin”
w05 1/8 11 ¶5
Fikirên Sereke ji Kitêba 2 Padşatî
18:19-21, 25: Gelo Hizqiya tevî Misiriya peyman girêdabû? Na. Çaxê Rabşak wê yekêda Hizqiya neheq dikir, ewî derew dikir. Usa jî derew dikir, çaxê digot, wekî yan çi ew niha temiya Xwedê tîne sêrî. Lê bi rastî, Hizqiya Yehowara amin bû û îtbariya xwe tenê wî dianî.
w10 15/7 13 ¶3
“Netirse, Ezê ji Tera Bibim Alîkar”
Rabşak dixwest şik û tirs bikira dilê Îsraêliya, lema jî bi fêlbazî derew dikir. Ewî got: “Gelo ew ne [Yehowa ye] ku Hîzqiya bilindciyên perizînê û gorîgehên wî tune kirin?! . . . Xudan ji minra got: ‘Li dijî vî welatî rabe û xirab bike’” (2 Pd. 18:22, 25, ÎM). Bi wê yekê Rabşak dixwest bigota, wekî Yehowa ji cimeta xwe razî nîne û lema jî wê wana neparêze. Lê ew yek derew bû. Yehowa ji Hizqiya û Cihûya razî bû, çimkî wana hebandina rast vegerandibûn (2 Pd. 18:3-7).
w13 15/11 19 ¶14
Roja Îroyîn bona Me Çi tê Hesabê Heft Şivan û Heyşt Serok?
14 Padşê Asûrî zoma ordiya xwe Lakîşêda lêxistibû, dêmek ji Orşelîmê aliyê başûr-roavayê. Ji wêderê ewî sê wekîl şande Orşelîmê, seva ji cimeta wêderê dewa bike wekî tesmîl bin. Wekîlê wî, sernavê kîjanî Rabşak bû, cûre-cûre mêtod dida xebatê, seva bigihîje nêta xwe. Ewî ser zimanê Îbranî xeber dida û qewat dida xebatê, wekî cimet razî be nemamiya padşê xwe bike û tesmîlî Asûriya be. Xêncî wê yekê, ewî soz dida cimetê, wekî wê wana derbazî erdekî usa bike, ku ewana ji jîyînê lezetê bivînin (Bixûne 2 Padşatî 18:31, 32). Paşê Rabşak dibêje, wekî ça xudanên miletên din nikaribûn xizmetkarên xwe ji destê Asûriya xilaz kirana, hema usa jî Yehowa wê nikaribe Cihûya xilaz ke. Cimetê serwaxtî da kifşê, xwe ker kir û ser buxdan û derewên wî cab neda. Derecên usada xizmetkarên Yehowayî îroyîn jî xwe hema usa didine kifşê (Bixûne 2 Padşatî 18:35, 36).
yb74 177 ¶1
Para 2; Almanya
Endemên teşkîleta Nasîsta, yên ku dihatine navkirinê SS, gelek car mêtodên ecêb didane xebatê, wekî meriva mecbûr kin dêklarasiyayê qol kin, ku terka baweriya xwe didin. Lê ecêbmayî ew e, çaxê hineka qolê xwe datanîn, SS hê zêde miqabilî wan derdiketin û ewana dizêrandin. Karl Kurst dibêje: “Girtîgeha Nasîstada Şedên Yehowa ji hemûşka zêdetir dihatine zêrandinê. Nasîsta tirê wekî bî wî cûreyî wê bikaribin zorê bidine me hemûşka, ku dêklarasiyayê qol kin. Ev yek gelek car ji me dewa dikirin. Hineka qolê xwe danîn, lê gelek derecada ewana mecbûr bûn salekê zêdetir hîviyê bin, wekî wana ji girtîgehê aza kin. Nava wî wedeyîda SS gelek car ber hemûşka, ewên ku qolê xwe danîbûn, rezîl dikirin. Nasîsta digot ku ewana tirsonek û durû ne û zorê wan dikirin, wekî pêşiya ku ji girtîgehê herin, dora bawermendên xwe awa gotî ‘gerîna bi qedir’ bikin”.
Xizna Kitêba Pîroz
(2 Padşatî 19:37, ÎM) Gava ew li paristgeha îlahê [xudanê] xwe Nîsrox çû ser çoka, Adram-Melek û Sareserê kurên wî, rabûn ew bi şûra kuştin û reviyan herêma Araratê. Kurê wî Êsar-Haddon li ciyê wî bû padşa.
it-1 155 ¶4
Arxêolojî
Mesele, li gora Kitêba Pîroz Padşê Asûriyayê Sanherîb ji destê du kurên xwe Adram-Melek û Sareser hate kuştinê. Kurê wî Êsar-Haddon ser textê wî rûnişt û bû padşa (2 Pd. 19:36, 37). Lê nivîsarên Babîlonîda hatibû gotinê, ku wedê tevlihevbûnê ku 20 Têbêtê qewimî, Sanherîb bi destê kurekî xwe hate kuştinê. Bêros jî, kîjan ku qirna sisiya B.D.M.-da keşîşê Babîloniya bû, û usa jî Padşê Babîloniya Nabonîd, kîjan ku qirna şeşa B.D.M.-da dijît, ev yek digotin. Lê ser kudorekî ji Prîzma Êsar-Haddon, dêmek kurê Sanherîb ku paşî bavê xwe bû padşa, zelal nivîsar e, wekî birên (gelekanîda) Êsar-Haddon miqabilî bavê xwe rabûn, ew kuştin û revîn. Derheqa vê yekê terîxzan Fîlîp Bîbêrfêld kitêba xweda usa nivîsiye: “Nivîsarên terîxiya Babîlonî, Nabonîd û Bêros şaş dibûn. Tenê elametiya Kitêba Pîroz rast derket. Ev yek hate îzbatkirinê bi saya elametiya Êsar-Haddon, ku hûr bi hûr evê derecê gilî dike. Bi rastî ev terîxiya Babîloniya û Asûriya Kitêba Pîrozda diha rast hatiye gotinê, ne ku kaniyên Babîlonîda. Ev îzbatkirin alî me dike têderxin, wekî em gerekê îtbariya xwe kîjan kaniyê bînin, hergê elametiya kanîke din û nivîsarên Kitêba Pîroz hev negirin” (“Universal Jewish History”, 1948, Para I, rûp. 27).
(Marqos 1:31-45) Îsa jî çû nêzîk, destê wê girt rakir û tayê jê berda, rabû berdestî wanra kir. 32 Êvarê, gava ro çû ava, hemû nexweş û yên cinaketî anîne cem wî. 33 Temamiya cimeta bajêr li ber dêrî civiya. 34 Îsa gelek merivên bi nexweşiyên cûre-cûre qenc kirin. Gelek cin jî derxistin û nedihişt ku cin xeber din, çimkî cina zanibû ku ew kî ye. 35 Qereberbanga sibehê rabû, derket çû cîkî xewle û wir dua kir. 36 Şimhûn û yên tevî wî li Îsa geriyan 37 û gava ku wan ew dît, gotinê: “Hemû li te digerin”. 38 Îsa wanra got: “Em herine gund-bajarên nêzîk, wekî ez li wan dera jî dannasîn kim, çimkî ez bona vê yekê hatime”. 39 Û li temamiya Celîlê digeriya, kinîştên wanda dannasîn dikir û cin derdixistin. 40 Û yekî kotî hat, li ber Îsa çok da, reca jê kir û gotê: “Heger tu bixwazî, dikarî min paqij kî”. 41 Gunê Îsa pê hat, destê xwe dirêj kir lê ket û gotê: “Ez dixwazim. Paqij be!” 42 Û pey vê gotinêra destxweda kotîbûn jê çû û ew paqij bû. 43 Îsa pêra-pêra ew derxiste der, hişk temî li wî kir 44 û wîra got: “Binihêre tu kesîra tiştekî nebêjî, lê here xwe nîşanî kahîn ke û çawa ku Mûsa temî daye, hediya xwe bide, wekî hemûyara bibe şedetî, ku tu paqij bûyî”. 45 Lê ew meriv derket destpêkir aşkere got û eva yeka bela kir, usa ku Îsa îdî nikaribû aşkere biçûya bajarekî, lê ji bajêr der li ciyên xewle dima. Û cimet ji her aliyava dihatine cem wî.
26 KANÛNA PÊŞIN-1 ÇILEYÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 PADŞATÎ 20-21
“Duakirin Yehowa Hêlan Dike Kar Bike”
ip-1 394 ¶23
Baweriya Padşa Hate Xelatkirinê
23 Çaxê Sanherîb miqabilî Cihûdayê derket, Hizqiya Padşê Cihûdayê giran nexweş ket. Îşaya pêxember wîra dibêje, wekî ewê bimire (Îşaya 38:1). Padşê 39 salî gelek dilteng dibe. Ew ne ku tenê bona sihet-qewata xwe ber xwe dikeve, lê usa jî bona axiriya cimeta xwe. Orşelîm û Cihûda halekî giranda bûn, çimkî Asûriya dixwestin hicûmî ser wan bikin. Hergê Hizqiya bimiriya, kî wê rêberiya şerê tevî Asûriya bikira? Him jî wî çaxî kurê Hizqiya tune bû, ku paşî wî serwêrtî bikira. Hizqiya bi kela dilê xwe dua dike û bi dirozga lavaya Yehowa dike ku rema xwe wî bîne (Îşaya 38:2, 3).
Bi Hemûya Dilê Xwe Yehowara Xizmet kin
16 Wede derbaz bû û Hizqiya usa nexweş ket ku ber mirinê bû. Ewî duada lavaya kir, wekî Yehowa bîne bîra xwe ku ew ça amin bû Jêra. Yehowa caba duayê wî da û lê qenc kir. (Bixûne 2 Padşatî 20:1-3.) Ji Kitêba Pîroz em zanin wekî îro Yehowa me bi keremet qenc nake û emirê me jî dirêj nake. Lê yeke, em dikarin mîna Hizqiya bawer bin wekî Yehowa wê alî me bike. Em jî dikarin Yehowara evî gilî bêjin: “Ya Yehowa, lava dikim, bîne bîra xwe, çawa ez bi aminî û bi hemûya dil li ber te digeriyam, DT”. Gelo hûn bawer dikin wekî Yehowa dikare û dixwaze alîkariyê bide we, hela hê jî çaxê hûn nexweş in? (Zeb. 41:3)
g01 7/22 13 ¶4
Dua Ça Dikare Alî Min Bike?
Wedê berê hine mêrên bi baweriya qewî, raste-rast û hela hê bi keremetî jî caba duayên xwe distandin. Mesele, çaxê Hizqiya Padşa giran nexweş ket, destpêkir lavaya Xwedê bike ku wî xilaz ke. Xwedê caba wî da: “Duaya te bihîstim, hêstirên çevên te dîtim; a vay, ezê te qenc bikim” (2 Padşatî 20:1-6). Xwedê alî gelek mêr û kulfetên din jî dikir, yên ku wîra amin bûn (1 Samûyêl 1:1-20; Daniyêl 10:2-12; Karên Şandiya 4:24-31; 10:1-7).
Xizna Kitêba Pîroz
(2 Padşatî 21:13) Û ezê benê Sameriyê yê pîvanê û şakula [tereze] mala Ahab bi ser Orşelîmêva bişidînim û zilamek çawa sehanekê paqij dike, paqij dike û li ser rû werdigerîne, ezê Orşelîmê jî usa paqij bikim.
it-2 240 ¶1
Terezeya Rastkirinê
Tereze lazim bû seva ku avayî rast bê avakirinê, yan jî pêbihesin ev avayî yê hilşandinê ye yan na. Derheqa bineliyên Orşelîmêye serhişk, Yehowa pêxembertî kir: “Benê Sameriyê yê pîvanê û şakula [tereze] mala Ahab bi ser Orşelîmêva bişidînim”. Çaxê Yehowa Sameriya û mala Ahab bi sîmbolîk çap kir, ewî dît wekî ewana aliyê namûsiyêda xirab bûne û gerekê bêne kutakirinê. Xwedê dixwest bi wî cûreyî dîwana Orşelîmê û serwêrên wê jî bike. Heramiya şeher eyan bû û axiriyê ew hate hilşandinê. Ev yek sala 607 B.D.M.-da qewimî (2 Pd. 21:10-13; 10:11). Bi saya Îşaya pêxember Yehowa serwêrên Orşelîmêye qure û zulmra elam kir wekî xezebeke giran wê bîne serê wan. Ewî got: “Ezê heqiyê bikim benê pîvanê û rastiyê bikim şaqul [tereze]” (Îş. 28:14-19, ÎM).
(Marqos 2:1-15) Pey çend rojara Îsa vegeriya Kefernahûmê. Hingê hate bihîstinê, ku ew malda ye. 2 Malêda haqas meriv civiyan, heta ku li ber dêrî jî cî-sitar tunebû. Îsa xebera Xwedê ew hîn dikirin. 3 Û meriv hatin, ji nav wanda çar meriva şilûşetek hildabûn danîne cem Îsa. 4 Lê ji dest elaletê rê nedîtin ku nêzîkî Îsa bûna, wana banê xaniyê ku Îsa têda bû qul kir û merivê şilûşet berêva daxistine jêrê. 5 Gava ku Îsa baweriya wan dît, gote yê şilûşet: “Lawo, gunên te hatine baxşandinê”. 6 Ji qanûnzana hinek wira rûniştibûn û dilê xweda digotin: 7 “Evî han çima usa xeber dide van kifiriya dike? Pêştirî Xwedê kî dikare guna bibaxşîne?” 8 Destxweda ruhê Îsava eyan bû ku evana aha difikirin, ewî got: “Hûn çima tiştên aha dilê xweda difikirin? 9 Kîjan rihet e, şilûşetra bêjin: ‘Gunên te hatine baxşandinê?’ yan bêjinê: ‘Rabe bera xwe hilde û bigere?’ 10 Lê wekî hûn bizanibin ku hukumê Kurê Însan heye li ser erdê guna bibaxşîne . . .” 11 gote yê şilûşet: “Ez tera dibêjim, rabe bera xwe hilde, here mala xwe”. 12 Ew jî pêra-pêra li ber çevê her kesî rabû, bera xwe hilda, derket û çû. Hemû jî heyîrî man, şikirî dane Xwedê û gotin: “Me tiştekî usa tu car nedîtiye!” 13 Îsa dîsa çû devê golê. Temamiya elalet dihate cem wî û ewî jî ew hîn dikirin. 14 Çaxê Îsa rêda çû, Lêwiyê kurê Halfawo li ciyê xerchildanê rûniştî dît û gotê: “Pey min were”. Ew jî rabû pey Îsa çû. 15 Gava Îsa mala Lêwîda ser sifrê bû, gelek xercgir û gunekar tevî wî û şagirtên wî li ser sifrê rûniştibûn, çimkî yên pey wî diçûn gelek bûn.