MÎNA ÎSA BIJÎN
Duayên Me bona Yehowa Qîmet in
Duayên li Xwedê qebûl mîna bixûra bînxweş in, kîjan ku paristgehêda ser gorîgehê dişewitandin (Zb. 141:2). Çaxê em hizkirin û razîbûnê Bavê xweyî ezmanara didine kifşê, usa jî derheqa derdê dilê xwe û xwestinên xwe wîra gilî dikin û bin rêberiya wîda dimeşin, usa em nîşan dikin, wekî dostiya xweye tevî wî qîmet dikin. Yehowa usa jî duayên kine civatêda hesab dike ça pareke hebandinêye ferz. Bê şik, Yehowa wê gelek şa be hergê em duayên xweyî şexsîda dilê xwe wîra vekin û jêra gilî kin, ku em bi rastî çi difikirin, çi texmîn dikin, û him jî hergê em êpêce wede wîra xeber din (Mtl. 15:8)!
BINIHÊRIN VÎDÊO “EZ HERTIM DUA DIKIM” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
Birê Conson xizmetêda çi qedir standibû?
Duayên Birê Conson ça didane kifşê, wekî ew îtbariya xwe Yehowa tîne?
Tu ji serhatiya Birê Conson çi hîn bûyî?