Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin
2-8 ÇILEYÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 PADŞATÎ 22-23
“Çira Gerekê Milûk bin?”
w00 15/9 29-30
Yehowa Yoşiyayê Milûk Qebûl Dikir
Berbangêda şixulê tezekirina paristgehê destpêbûye. Bêşik Yoşiya gelek ji Yehowa razî ye wekî ev ziyan, kîjan ku rabera dane mala Xwedê, tê rastkirinê. Wedê xebat diçû, Şafan hat seva ku padşara tiştekî bêje. Lê çi destê wîda ne? Destê wîda kitêbeke gulometkkirî ye! Ew dibêje, wekî Serekkahîn Hîlkiya “pirtûka zagona Xudan ya ku bi destê Mûsava hatiye dayîn dît” (2 Dîrok 34:12-18). Destnivîsara Qanûnêye orîjînalî çiqas qîmet e!
Yoşiya hizret e pêbihese ku destnivîsarêda çi tê gotinê. Gava Şafan evê kitêbê wîra dixûne, ew difikire wekî ew û cimeta wî qanûnê tînin sêrî yan na. Giliyê derheqa hebandina rast û usa jî nifirên bona yên ku pey hebandina qelp diçin, gelek ser Yoşiya hukum dibin. Çaxê Yoşiya têderdixe, wekî cimeta wî ji qanûnên Xwedê çiqas dûr çûye, ew kincê xwe diqelişîne û temiyê dide Hîlkiya, Şafan û yên dinêna: “Herin li ser gotinên wê nivîsê, ji bo min, gel û tevaya Cihûdayê, ji Xudan bipirsin. Xezeba dijwar ya Xudan ya li dijî me, mezin e. Çimkî bav û kalên me guh nedan gotinên vê nivîsa ku ji bo me hatiye nivîsandin” (2 Padşatî 22:11-13, ÎM; 2 Dîrok 34:19-21).
w00 15/9 30 ¶2
Yehowa Yoşiyayê Milûk Qebûl Dikir
Qasidên Yoşiya diçine Orşelîmê cem Hûldaya pêxember. Hûlda gotina Yehowa elamî wan dike, wekî nifirên ku kitêba gulometkkirîda nivîsar in, wê bêne serê cimeta ku pişta xwe daye hebandina rast. Lê ji bo wê yekê ku Yoşiya ber Xwedê şkest, ew wê nevîne ku ça ew nifir têne sêrî. Ew wê bê çelkirinê û edilayêda here cem kal-bavên xwe (2 Padşatî 22:14-20; 2 Dîrok 34:22-28).
Xizna Kitêba Pîroz
(2 Padşatî 23:24, 25, ÎM) Herwiha Yoşiya ji bo gotinên Şerîeta [Qanûnê] di nivîsa Hîlqiyayê Kahîn di Mala Xudanda dîtibû hat nivîsandin pêk bîne, cinbaz, kesên bi ruha dişêwirîn, pûtên malê, pûtên din û li welatê Cihûdayê û li Orşelîmê tiştên kirêt ku hatine dîtin, hemû ji holê rakirin. 25 Li gorî tevaya Şerîeta Mûsa, bi tevaya dil û canê xwe, bi tevaya hêza xwe wekî padşakî ku li Xudan vegere, ne beriya wî û ne jî piştî wî tu kesê wek wî derneket.
(Marqos 2:16-28) Gava qanûnzanên ji nava fêrisiya dîtin ku Îsa tevî xercgir û gunekara li ser sifrê rûniştî ye, ji şagirtên wî pirsîn: “Çima ew tevî xercgir û gunekara dixwe û vedixwe?” 17 Çaxê Îsa bihîst, wanra got: “Saxlem ne hewcê hekîm in, lê nexweş. Ez ne hatime gazî yên rast kim, lê gazî gunekara”. 18 Carekê şagirtên Yûhenna û fêrisiya rojî digirtin. Çend meriv hatine cem Îsa û jê pirsîn: “Çima şagirtên Yûhenna û yên fêrisiya rojiya digirin, lê şagirtên te rojî nagirin?” 19 Îsa gote wan: “Heta zeva tevî wan e, gelo dibe ku xwendiyên dewatê rojî bigirin? Heta zeva tevî wan e, ew nikarin rojî bigirin! 20 Lê roj wê bên, gava zeva ji wan bê hildanê, hingê wê rojê wê rojî bigirin. 21 Tu kes pê parçê nû kinca kevin pîne nake. Heger usa bike, parçê kinca kevinva dirûtî wê zorê li kinca kevin bike û ciyê qelişî wê hê li ber hevva here. 22 Û ne jî kesek şerava nû dike meşkên kevin. Heger usa bike, şerava nû wê meşka biteqîne, hin şeravê unda be, hin jî meşk. Lê şerava nû dikine meşkên nû”. 23 Îsa rojeke şemiyê nava zeviyara derbaz dibû û şagirtên wî rêva destpêkirin simbilên gênim çinîn. 24 Fêrisiya Îsara got: “Binihêre! Çima şagirtên te roja şemiyê tiştê necayîz dikin?” 25 Îsa li wan vegerand û got: “We qet nexwendiye ku Dawid ji hewcetiyê çi kir, gava ew û yên pêra birçî bûn? 26 Ew wextê serekkahîn Evyatarda kete Xana Xwedê û nanê Xwedêra dayî xwar, ku ew nan pêştirî kahîna ne cayîz bû yekî din bixwara. Serda jî ew nan da yên tevî xwe”. 27 Paşê ser gotina xweda zêde kir gote wan: “Roja şemiyê bona însên hate danînê, ne ku însan bona roja şemiyê! 28 Awa gotî Kurê Însan Xudanê roja şemiyê ye jî”.
w01 15/4 26 ¶3-4
Hûn Dikarin Bextewar bin, Hergê jî We Biçûktayêda Lezet Nedîtiye
Rast e, biçûktaya Yoşiya wedekî çetinda derbaz bibû, dîsa jî Yoşiya tiştên qenc ber çevê Yehowa dikir. Serwêrtiya wî usa baş bû, wekî Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Li gora hemûya zagona Mûsa, bi hemûya dilê xwe û bi hemûya canê xwe û bi hemûya qewata xwe qiralekî mîna wî vegeriya Xudan, berî wî jî nebû û li pey wî jî derneket” (2 Padşatî 23:19-25).
Mesela Yoşiya hêlaneke çiqas mezin dide wan, biçûktaya kîjana ku çetin derbaz bûye! Em ji mesela wî çi hîn dibin? Çi alî Yoşiya kir, wekî riya rast bijbêre û xwe li vê rê bigire?
9-15 ÇILEYÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 PADŞATÎ 24-25
“Bîr Neke ku Em Çi Wedeyîda Dijîn”
w01 15/2 12 ¶2
Roja Yehowaye Dîwanê Nêzîk e!
2 Çaxê padşê cahil Yoşiya, pêxembertiya Sêfanya bihîst, ewî diha zelal fem kir ku çiqas ferz e Cihûdayê ji hebandina qelp temiz kin. Lê ewî nikaribû pê kirina xwe zulmiya nava cimetê bi temamî kuta kira, ne jî karibû gunê kalkê xwe Minaş, bi temamî bida hildanê, çimkî Minaş “Orşelîmê bi xûna bêsûca” tije kiribû (2 Padşatî 24:3, 4, ÎM; 2 Dîrok 34:3). Lema jî roja Yehowaye Dîwanê wê eseyî bihata.
w07 15/3 11 ¶10
Fikirên Sereke ji Kitêba Yêremya
Sala 607 B.D.M. Îda sala 11 bû ça Tsedekiya serwêrtî dikir. Nebûkedneser Padşê Babîlonê îda 18 meh bû ku dora Orşelîmê girtibû. Roja hefta, meha pênca, sala 19 ya serwêrtiya Nebûkedneser, Nebûzaradan fermandarê parêzvana nêzîkî Orşelîmê dibe (2 Padşatî 25:8). Nebûzaradan zomêda ya ku dora dîwarên Orşelîmê lêxistibûn, derecê lêkolîn dike, seva ku şeher zeft ke. Sê roj şûnda, roja deha ya vê mehê, Nebûzaradan dikeve Orşelîmê û agir pê dixe (Yêremya 52:12, 13).
Xizna Kitêba Pîroz
(2 Padşatî 24:3, 4, ÎM) Bi rastî ev tişt bi fermana Xudan hat serê Cihûdayê ku ji ber çevê xwe rake. Ji ber tevaya gunehên Minaşe 4 û xûna bêsûca ku wî rijand, ev hat serê wî. Çimkî wî Orşelîmê bi xûna bêsûca dagirt. Loma Xudan nexwest wî bibaxşîne.
(Marqos 3:1-15) Û Îsa dîsa kete kinîştê. Li wê derê merivek hebû, ku destê wî kişiyabû. 2 Û çevê hineka ser wî bû, gelo roja şemiyê ewê wî qenc ke yan na, wekî xeyba wî bikin. 3 Îsa merivê destkişiyayîra got: “Rabe vê govekê bisekine!” 4 Paşê wanra got: “Roja şemiyê qencîkirin cayîz e, yan xirabîkirin? Ruhekî xilaz kin, yan unda kin?” Lê wan deng nekir. 5 Îsa bi hêrs li dora xwe nihêrî, bona serhişkiya wan ber xwe ket û wî merivîra got: “Destê xwe dirêj ke”. Ewî jî dirêj kir û destê wî qenc bû. 6 Fêrisî derketine derva û pêra-pêra tevî Hêrodesiya şêwirîn, ku çawa wî bidine kuştinê. 7 Îsa tevî şagirtên xwe çû devê golê. Ji Celîlê elaleteke giran pey wî çû. 8 Gava ku wana kirinên wî bihîstin, ji Cihûstanê, Orşelîmê, Îdûmeyayê, wî aliyê Ûrdunêyî rohilatê, usa jî ji qeza Sûr û Saydê gelek meriv hatine cem wî. 9 Û Îsa ji dest elaletê şagirtên xwera got, ku wîra qeyikekê hazir kin, wekî nekeve li ber defa. 10 Çimkî Îsa gelek meriv qenc kirin, usa ku yên nexweş topî ser dibûn, wekî destê xwe bidana wî. 11 Dema ku ruhên heram ew didîtin, li ber wî deverûya xwe davîtine erdê, dikirine qîrîn û digotin: “Tu Kurê Xwedê yî!” 12 Lê Îsa hişk temî li wan dikir, ku bona wî nekine dengî. 13 Îsa hilkişiya çiyê û merivên ku wî dixwestin gazî cem xwe kirin. Ew jî çûne cem wî. 14 Ewî donzdeh meriv bijartin, navên wan “şandî” danî, ku tevî wî bimînin û wan bişîne, wekî dannasîn kin. 15 Û hukum da wan ku cina derxin.
w05 1/8 12 ¶1
Fikirên Sereke ji Kitêba 2 Padşatî
24:3, 4. Yehowa nexwest “bibaxşîne” Cihûdayê, çimkî Minaş gelek xûn rêtibû. Xûna merivên neneheq ber çevê Xwedê qîmet e. Em dikarin bawer bin, wekî Yehowa wê heyfê wan meriya veke, yên ku xûna merivên neneheq dirêjin (Zebûr 37:9-11; 145:20).
16-22 ÇILEYÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 DÎROK 1-3
“Kitêba Pîroz, Kitêba Îzbatiya ye, ne ku ya Çîroka”
w09 1/9 14 ¶1
Gelo Adem û Hêwa Merivên Rêalî Bûn?
Werên em derheqa du rikiniyata şêwir kin. Ya pêşin kitêba Yekê Dîrok, serê 1-9-da nivîsar e, û ya duda kitêba Lûqa, serê 3-da nivîsar e. Wan nivîsarada hûr bi hûr derheqa 48 û usa jî 75 nisila tê gotinê. Lûqa derheqa rikiniyata Îsa Mesîh nivîsiye, lê Dîrokda derheqa rikiniyata padşa û kahînên cimeta Îsraêl tê gotinê. Wan du rikiniyatada navê merivên navdar têne hildanê, mesele Silêman, Dawid, Aqûb, Îshaq, Birahîm, Nuh û Adem. Ew hemû meriv, navê kîjana wan du rikiniyatada têne hildanê, merivên rêalî bûn û Adem jî bi rastî merivê pêşin bû.
w08 1/6 3 ¶4
Nuh û Sêlav—Îzbatkirî ye, ne ku Çîrok e
Du rikiniyat derheqa kîjana Kitêba Pîrozda nivîsar e, îzbat dikin wekî Nuh merivê rêalî bû (1 Dîrok 1:4; Lûqa 3:36). Ezra û Lûqa ku rikiniyat nivîsî bûn, lêkolînkarên gelek baş bûn. Lûqa dîna xwe dida rikiniyata Îsa Mesîh heta Nuh.
w09 1/9 14-15
Gelo Adem û Hêwa Merivên Rêalî Bûn?
Were şêwir kin hînkirina derheqa kirînê, çi ku bona gelek bawermenda qîmet e. Anegorî vê hînkirinê, Îsa Mesîh jîyîna xweye kamil ça kirîn bona însanetê berva daye, wekî wana ji guna xilaz ke (Metta 20:28; Yûhenna 3:16). Ça em zanin, kirîn ev heye berdêla ku tê dayînê, seva tiştê undabûyî vegerînin. Lema jî Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî Îsa “xwe ji ber kirîna gişkava da” (1 Tîmotêyo 2:6). Kirîna Îsa gerekê berdêla çi bûya? Kitêba Pîroz caba vê pirsê dide: “Çawa hemûyên ji Adem bûyî dimirin, usa jî hemûyên ji Mesîh bûyî wê sax bin” (1 Korintî 15:22). Jîyîna Îsaye kamil kîjan ku ewî bona merivên guhdar berva da, layîqî vê jîyîna kamil bû, kîjan ku Adem baxçê Êdênêda ji bo gune unda kir (Romayî 5:12). Femdarî ye, hergê Adem merivê rêalî nîbûya, kirîna Îsa jî wê nelazim bûya.
Xizna Kitêba Pîroz
(1 Dîrok 3:1-3) Adem, Şît, Enos, 2 Kenan, Mahalalel, Yared, 3 Henox, Metûşaleh, Lamex.
(Marqos 3:16-31) Her donzdehên bijartî ev in: Şimhûn (ku navê wî kire Petrûs), 17 Aqûbê Zebedî û Yûhennayê birê wî, (ewî navê Boanerces li wan kir, ku tê femkirinê: “Kurên Gurîniya Ezmên”) 18 Endrawis, Fîlîpo, Bertolomeyo, Metta, Tûma, Aqûbê kurê Halfawo, Tedayo, Şimhûnê welatparist 19 û Cihûdayê Îsxeryotî yê ku bû nemamê Îsa. 20 Paşê Îsa çû malekê. Dîsa haqas elalet civiya, heta ku nikaribûn nanê xwe jî bixwarana. 21 Gava yên ji xûn û qinêta wî bihîstin, derketin wî bigirin, çimkî wana digot: “Ewî hişê xwe unda kiriye!” 22 Û ew qanûnzanên ku ji Orşelîmê berjêr bibûn, digotin: “Belzebûl wîda heye! Ew bi hukumê serwêrê cina cina derdixe!” 23 Îsa jî ew gazî cem xwe kirin û bi mesela wanra got: “Mîrêcin çawa dikare xwexa xwe derxe? 24 Heger nav Padşatîkêda tifaq tunebe, ew nikare bimîne. 25 Mala ku bêtifaqî bikevê, ew mal nikare bimîne. 26 Heger Mîrêcin rabe himberî xwe û bibe dutîretî, ew nikare bimîne û wê xilaziya wî bê. 27 Lê belê tu kes nikare bikeve mala mêrxasekî û hebûka wî talan ke, heger pêşiyê wî mêrxasî girênede. Gava girêda, hingê wê bikaribe mala wî talan ke. 28 Ez rast wera dibêjim, her gune û çi kifiriyê ku bikin wê li bendên dinê bêne baxşandinê, 29 lê kî ku kifiriya Ruhê Pîroz bike, tu car li wî nayê baxşandinê. Ewê bi wî guneyî heta-hetayê sûcdar be”. 30 Îsa ev yek got, çimkî wan digot: “Ruhê heram wîda heye”. 31 Hingê dê û birayên Îsa hatin, li derva sekinîn, yek şandine pey wî û gazî wî kirin.
it-1 911 ¶3-4
Rêza Rikiniyata
Navê Jina. Navê jina, rêza rikiniyatada tenê hingê dihate nivîsarê, gava bona wê yekê meniya terîxiyêva girêdayî hebû. Mesele, Destpêbûn 11:29, 30-da navê Sarayê (Saray) tê gotinê. Ça tê kifşê menî ew bû, ku Zureta Sozdayî gerekê ji wê pêşda bihata, ne ku ji jineke Birahîme din. Vê serhatiyêda usa jî derheqa Mîlkayê tê gotinê, çimkî ev pîrika Rêvêkayê bû, Rêvêka jî jina Îshaq bû. Usa tê îzbatkirinê, wekî Rêvêka meriva Birahîm bû, çimkî Îshaq gerekê jineke ji tu miletekî din nestanda (Dsp. 22:20-23; 24:2-4). Ev yek ku Destpêbûn 25:1-da navê jina Birahîme din, Qitûra nivîsar e, dide kifşê wekî paşî mirina Sarayê Birahîm dîsa zewicî. Eyan dibe ku çaxê Yehowa bi keremetî usa kir, ku Birahîmê emirda mezinra zar bibe, 40 sal paşî wê yekê dîsa jî wîra zar dibûn (Rm. 4:19; Dsp. 24:67; 25:20). Usa jî eyan dibe, wekî çi cûreyî Îsraêlî, Midyanî û berekên Erebiye din merivê hev in.
Xêncî wê yekê navê jinên Aqûb, dêmek Lêa û Rahêl û usa jî navê cariyên Aqûb tevî kurên wan nivîsar in (Dsp. 35:21-26). Ev yek alî me dike fem kin heleqetiya Yehowa tevî kurên wan kulfeta. Hema ji bo meniyên wî cûreyî navê jinên din jî diketine nava rêza rikiniyata. Navê jina, hingê jî dihate nivîsarê, gava wana mîrata bavê xwe distandin (Jm. 26:33). Navê Tamarê, Rexabê û Rût hate nivîsarê ji bo menîke mexsûs. Ji wan her kesî tiştekî muhîm kiribû, lema jî navê wan rêza rikiniyata Îsa Mesîhda hate nivîsarê (Dsp. 38; Rt. 1:3-5; 4:13-15; Mt. 1:1-5). Navê hine kulfetên din jî rêza rikiniyatada, 1 Dîrok 2:35, 48, 49; 3:1-3, 5-da nivîsar in.
23-29 ÇILEYÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 DÎROK 4-6
“Duayên Min Derheqa Min Çi Dibêjin?”
w10 1/10 23 ¶3-7
“Tu ku Dua Dibihêyî”
Yabets timê dua dikir. Ewî duayê xwe bi wê yekê destpêkir, ku ji Xwedê kerem xwest. Paşê jî ewî sê tişt ji Yehowa xwest, çi ku baweriya wî eyan kirin.
Ya pêşin, Yabets ji Xwedê hîvî kir: “Sînorên min fire bike” (rêza 10). Ew merivê xweyîqedir nedixwest erdê xelqê zeftî xwe bike. Xwestina wî bona erdê nîbû, lê bona meriva bû. Diqewime ewî dixwest, ku Yehowa sînorên wî fire kira, seva ku hê zêde xizmetkarên Xwedêyê rast wêderê cîwar bûna.
Ya duda, Yabets ji Yehowa hîvî dikir: “Destê te bi minra be”. Bi sîmbolîk destê Xwedê tê hesabê qewata Wî, ku ew bona halxweşiya xizmetkarên xwe dide xebatê (1 Dîrok 29:12). Yabets dilê xwe Xwedêra vekir, çimkî zanibû, wekî qewata Xwedê digihîjê alî wan meriva bike, yên ku îtbariya xwe wî tînin (Îşaya 59:1).
Ya sisiya, Yabets usa got: “Bona ku êşê nekişînim min ji şer xilaz bike!” Yabets bi van giliya “bona ku êşê nekişînim”, ne ku dixwest qeziya neyne serê wî, lê wekî ji bo qeziya dilteng nebe.
Duakirina Yabets dide kifşê nihêrandina wî hindava hebandina rast û usa jî bawerî û îtbariya wî hindava Xwedê ku dua dibihê. Lê gelo Yehowa ça caba duayê wî da? Ev serhatiya Yabets bi van giliya xilaz dibe: “Xwedê, tiştê ku xwestibû da wî”.
Xizna Kitêba Pîroz
(1 Dîrok 5:10) Û di rojên Saûlda, bi Hagriyanra cengê [şer] kirin û vana bi destên wanva ketin û di rojhilata Gîleadêda, ew di hemûya welêtda, di çadirên wanda rûniştin.
(Marqos 4:1-15) Îsa dîsa li devê golê dest bi hînkirinê kir. Elaleteke usa mezin li dora wî civiya, kerba ew kete qeyika li ser golê û rûnişt. Temamiya elaletê li devê golê bû 2 û wî bi mesela ew hînî gelek tişta dikirin. Hînkirina xweda digot: 3 “Guhdarî! Toximreş rabû çû ku toxim bireşîne. 4 Çaxê ewî toximê xwe direşand, hinek jê ketine devê rê, teyrede hatin û ew xwarin. 5 Û hinek ketine ser erdê kevirî, li wir ku xwelî kêm bû. Ew zû şîn bûn, çimkî telaşê xweliyê ne kûr bû. 6 Çaxê tev derket, ew şewitîn û çimkî rawên wan tunebûn, hişk bûn. 7 Û hinekên din ketine nava stiriya, stirî rabûn ew xeniqandin û ber nedan. 8 Û hinekên din jî ketine nava erdê qenc û şîn bûn, mezin bûn û hineka sî, hineka şêst, hineka sed car ber dan”. 9 Û Îsa wanra got: “Guhê kêyî bihîstinê heye bira bibihê”. 10 Gava Îsa tenê ma, her donzdeha tevî yên dora wî girtibûn, bona van mesela jê pirsîn. 11 Ewî caba wan da û got: “Wera hatiye dayînê ku hûn surên Padşatiya Xwedê bizanibin, lê bona wan, yên ku derva ne, her tişt bi mesela tê gotinê, 12 wekî: ‘Çiqasî binihêrin jî, nebînin, çiqasî bibihên jî, fem nekin, wekî nebe ku vegerin û li wan bê afûkirinê’”. 13 Hingê Îsa wanra got: “Hûn vê meselê fem nakin? Lê îdî hûnê hemû mesela çawa fem bikin? 14 Toximreş xeberê direşîne. 15 Ewên li devê rê ku xeber lê tê çandinê, ew in, ku gava dibihên, pêra-pêra Mîrêcin tê û xebera dilê wanda çandî derdixe.
w05 1/10 9 ¶7
Fikirên Sereke ji Kitêba Yekê Dîrok
5:10, 18-22. Wedê serwêrtiya Şawûl Padşa, berekên Îsraêlî yên ku ji Ûrdunê aliyê rohilatê dijîtin, qira Hagriyan anîn, kîjan ku du cara ji van zêdetir bûn. Eskerên Îsraêliya karibûn wan alt kin, çimkî îtbariya xwe Yehowa dianîn û alîkarî ji wî dixwestin. Were em jî mîna wan şerê ruhanîda bi temamî îtbariya xwe Yehowa bînin (Efesî 6:10-17).
30 ÇILEYÊ–5 SIBATÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 DÎROK 7-9
“Tu Dikarî bi Alîkariya Yehowa Cabdariyên Çetin Bînî Sêrî”
w05 1/10 9 ¶8
Fikirên Sereke ji Kitêba Yekê Dîrok
9:26, 27. Gelek cabdariyên dergevanên Lêwî hebûn. Ewana merivên îtbar bûn, lema jî kilîtên dergehên ciyên pîroz tesmîlî wan kiribûn. Wana her roj dergehên paristgehê vedikir. Mera jî hatiye tesmîlkirinê ku merivên mihala xwera mizgîniyê bela kin û alî wan bikin ku bibine xizmetkarên Yehowa. Em jî gerekê mîna Lêwiya merivên usa bin, wekî Yehowa îtbariya xwe me bîne.
w11 15/9 32 ¶7
Tu Çaxê Rastî Çetinaya Têyî, Dikarî Çev Bidî Pînhas?
Îsraêla berêda ser Pînhas gelek cabdariyên giran hebûn, lê bi saya mêrxasiyê, femkariyê û îtbariya hindava Yehowa, ewî karibû çetinayada jî cabdariyên xwe bîne sêrî û pêşdaçûyî be. Yehowa razî bû ku Pînhas ça bona cimeta Xwedê xem dikir. Weke 1 000 sal şûnda Ezra ji bîna ber Xwedê, nivîsî: “Pêşiyê Pînehasê lawê Eleazar, li ser wan serok bû û Xudan bi wîra bû” (1 Dîr. 9:20). Bira Yehowa bi wanra be jî, yên ku rojên meda nava cimeta wîda cabdariya hildidin ser xwe û rêberiyê didin, û usa jî bi wan hemû Mesîhiyara be, yên ku bi xîret xizmet dikin.
Xizna Kitêba Pîroz
(1 Dîrok 9:33) Û vana qesîdevana [dengbêj, DT], serokên malên bapîrên Lêwiyiyan in; wekî din xizmetekî nedidîtin û di odeyada rûdiniştin; ji ber ku bi şev û roj ji wanra kar hebû.
(Marqos 4:16-32) Ewên li ser erdê kevirî ew in, ku gava xeberê dibihên, ew zû bi eşq û şa wê qebûl dikin, 17 lê çimkî rawên wan tunene, ew dirêj taw nakin. Û gava bona xeberê rastî tengasiya yan zêrandinê tên, zû ji rê dikevin. 18 Û ewên nava stiriyada hatine çandinê ew in, ku xeberê dibihên, 19 xemên vê dinyayê, derewên dewletiyê û xwestina tiştên din dikevine navê û xeberê dixeniqînin, ew bê ber dimînin. 20 Û ewên erdê qencda hatine çandinê ew in, ku xeberê dibihên, qebûl dikin, hinek sî, hinek şêst û hinek jî sed car ber didin”. 21 Û Îsa wanra got: “Gava çirê tînine hindur, bona çi tînin? Bona bin selikê tînin, yan bona bin nivînê? Ne bona danîna ser pêçirê tînin? 22 Tu tiştê veşartî tuneye ku neyê aşkerekirinê û ne jî tiştekî dizîva heye ku nekeve ber ronayê. 23 Guhê kêyî bihîstinê heye bira bibihê”. 24 Îsa wanra got: “Dîna xwe bidine tiştên ku hûn dibihên. Hûn bi çi çapê bipîvin, bi wê pîvanê jî wê wera bê pîvanê û serda jî wê hê zêde be. 25 Çimkî kêra ku heye, wê hê lê zêde be û kêra ku tune, çi heye jî wê jê bê standinê”. 26 Û Îsa got: “Padşatiya Xwedê mîna vê yekê ye: Merivek toxim direşîne nav erdê. 27 Û radizê, radibe. Şev û roj toxim şîn dibe, bilind dibe û xwexa pê nahese ku ev çawa dibe. 28 Erd ji xwe ber dide, pêşiyê zîl, paşê simbil, peyra jî genimê gihîştî simbilda. 29 Gava ku ber digihîje, meriv îdî desê davêjê, çimkî dema nandirûnê pêra gihîştiye”. 30 Û Îsa got: “Em Padşatiya Xwedê mîna çi bişibînin? Yan jî em wê bi kîjan meselê şirovekin? 31 Ew mîna hebeke toximê xerdalê ye ku ji hemû toximên ku ser erdê têne çandinê hûrtir e. 32 Lê gava ew tê çandinê digihîje, ji hemû pincara mestir dibe û çiqilên mezin dide, usa ku teyredên ezmên dikarin xwe bidine bin siya wê”.
w10 15/12 21 ¶6
Yehowara Bistirê!
6 Yehowa bi saya pêxemberên xwe temî da xizmetkarên xwe, wekî bi kilama pesina bidine wî. Stiranbêjên Lêwî, seva ku wedê wan hebe kilama binivîsin, miqama çêkin û hazir bin ku bistirên, ji borcdariyên din aza dibûn, yên ku Lêwiya dianîne sêrî (1 Dîr. 9:33).
6-12 SIBATÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 DÎROK 10-12
“Xwestina Xwe Qewî ke, wekî Qirara Yehowa Bînî Sêrî”
w12 15/11 6 ¶12-13
“Min Hîn ke, ku Emirê Te Biqedînim”
12 Dawid ew prînsîp yên ku Qanûnêda eyan dibûn, fem dikirin û emirê xweda dianîn sêrî. Em vê yekêda dikarin çev bidine Dawid. Hela dîna xwe bidinê ku çi qewimî çaxê Dawid tî bû û got: “Xwezîka yek ji bîra ku li Beytlehmê li ber derî ye, avê bide min!” Sê eskerên Dawid dizîkava ketine şeher, kîjan ku Filistiya zeft kiribûn, û av Dawidra anîn. Lê Dawid “nexwest ku wê vexwe û wê wek pêşkêşiyekê ji Xudanra rijand”. Lê gelo çira ewî usa kir? Dawid got: “Kirina vêya bira Xwedê ji min dûr bike; gelo ez xûna van zilamên ku canê xwe avîtine xeterê vexwim? Ji ber ku wê bi bihayiya canê xwe anîn” (1 Dîr. 11:15-19).
13 Dawid ji Qanûnê zanibû wekî xûn gerekê ber Yehowa bê rêtinê û neyê xwarinê. Ewî usa jî fem dikir ku çira gerekê usa bihata kirinê. Dawid zanibû, wekî “emirê her bînberî xûnêda ye”. Lê wîra av anîn, ne ku xûn. Çira Dawid nexwest vexwe? Ewî fem dikir prînsîpa ku qanûnêda eyan dibû. Bona Dawid ev av weke xûna wan sê eskera, qîmet bû. Lema jî Dawid nikaribû evê avê vexwe. Dewsa ku vexwara, ewî safî kir evê avê birêje (Qan. Kah. 17:11; Qan. Dcr. 12:23, 24).
Bira Qanûn û Prînsîpên Xwedê Îsafa Te Hîn kin
5 Hergê em dixwazin ji qanûnên Xwedê karê bistînin, em gerekê wan qanûna ne ku tenê bixûnin û bizanibin, lê em gerekê qayîm hiz bikin û qîmet kin. Xebera Xwedê dibêje: “Xirabiyê bikerihin [nefiret kin] û qenciyê hez bikin” (Ams. 5:15). Lê ça em dikarin vê yekê bikin? Ya pêşin, em gerekê mîna Yehowa ser tişta binihêrin. Bifikirin ser vê meselê: Besa xeberê hûn şev xirab radizên, û hekîmê we wera dîêtayê dinivîse, dibêje ku sportêva mijûl bin, û hine tişt emirê xweda biguhêzin. Paşê çaxê we hemû şîretên wî dane xebatê, we dît wekî problêma we safî bû! Femdarî ye, hûnê bona wê alîkariyê ji wî hekîmî gelek razî bin.
6 Efirandarê me jî mera qanûn dane, kîjan ku dikarin me xwey kin ji axiriya xirab ku gune tîne, û emirê me baş kin. Bifikirin ku em çiqas karê distînin gava gura wan temiyên Kitêba Pîroz dikin, mesele çaxê xwe dûr digirin ji derewiyê, fêlbaziyê, diziyê, bênamûsiyê, zorbetiyê û sêrbaziyê. (Bixûne Metelok 6:16-19; Eyan. 21:8) Gava em divînin ku em çiqas keremên baş distînin çaxê gura Yehowa dikin, dilê me hindava Yehowa û qanûnên wî bi razîbûnê û hizkirinê tije dibe.
Xizna Kitêba Pîroz
(1 Dîrok 12:33) Ji Zebûlûnê pêncî hezar kesên ku bi hemû haletên cengêva [şer] derketine artêşê, yên ku dikarin dûzena cengê daynin û ne bi du dilî ne û di cengêda rêz dibin.
(Marqos 5:1-14) Ewana derbazî wî berî gola Celîlê bûn û gihîştine topraxên Girasînê. 2 Gava ku Îsa ji qeyikê derket, hingê ji nav goristana merivek rastî wî hat, ku ruhê heram pêra bû. 3 Ew nav goristanada dima û tu kesî îdî nikaribû bi zincîra jî ew girêda. 4 Çimkî gelek cara ew bi qeyd û zincîra girêdabûn, lê wî zincîr qetandibûn û qeyd şkênandibûn. Tu kesî nikaribû ew zeft bikira. 5 Timê şev û roj goristanada û serê çiya dikire qîrîn, pê kevira xwe birîndar dikir. 6 Gava ewî dûrva Îsa dît, bezî, xwe avîte ber niga 7 û bi dengekî bilind kire qîrîn û gotê: “Tu çi ji min dixwazî, Îsayê Kurê Xwedêyê Herî Jorin? Tu xatirê Xwedê kî, min nede cefê!” 8 Ewî ev yek digot, çimkî Îsa digotê: “Hey ruhê heram! Ji vî merivî derkeve!” 9 Îsa jê pirsî û got: “Navê te çi ye?” Ewî jî got: “Navê min Komeşker e, çimkî em gelek in”. 10 Û gelekî reca ji Îsa dikir, ku wan ji wê topraxê dernexe. 11 Wir li sîngê çiyê sûrîkî berazayî mezin diçêriya. 12 Ruhên heram reca ji Îsa kirin û gotin: “Me bişîne nava beraza, em bikevine nava wan”. 13 Ewî jî îzin da wan, ruhên heram derketin û ketine nava beraza. Ew sûrî nêzîkî du hezar beraza bû, ew jorda revî, xwe ji kendêlda avîtine golê û xeniqîn. 14 Berazvan revîn çûne bajar û gunda, ev yek gilî kirin. Û binelî hatin ku tiştên bûyî bibînin.
it-1 1058 ¶5-6
Dil
Xizmetiya “Bi Hemûya Dil”. Dilê sîmbolîk ji dilê fîzîkî cude dibe, çimkî ev dikare duparî be. Dawid dua dikir: “Dilekî yekpare bide min, seva ku ez bitirsim ji te” (Zb. 86:11, ÎM). Ev duakirina wî dide kifşê, wekî dilê meriv dikare duparî be hindava vê yekê, çi ku ew hiz dike û ditirse. Dilê merivê usa dikare duparî be û ew hebandinêda mîna ava “golî” be, dêmek bê xîret Xwedêra xizmet ke (Zb. 119:113; Ent. 3:16). Xêncî wê yekê çaxê meriv du axara qulix dike yan jî derewa dike, dêmek tiştekî difikire, lê tiştekî din dibêje, dilê wî dibe duparî (1 Dr. 12:33; Zb. 12:2). Îsa durûtî sert sûcdar kir, çi ku dide kifşê ku dilê meriv duparî ye (Mt. 15:7, 8).
Merivê ku dixwaze dilê Xwedê şa ke, gerekê wê yekê pê nîv dilî neke, lê bi hemûya dilê xwe Xwedêra xizmet ke (1 Dr. 28:9). Seva wê yekê lazim e gelek qewat xerc kin, çimkî dil xapînok û qels e (Yêr. 17:9, 10; Dsp. 8:21). Çi dikare alî me bike ku dilê xwe tam xwey kin? Duakirina bi dil (Zb. 119:145; Lr.Yêr. 3:41), xwendina Kitêba Pîroze herrojî (Ez. 7:10; Mtl. 15:28), belakirina mizgîniyêye bi xîret (beramber kin Yêr. 20:9), û hevaltiya tevî wan yên ku bi temamiya dilê xwe tevî Yehowa ne (beramber kin 2 Pd. 10:15, 16).
13-19 SIBATÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 DÎROK 13-16
“Çaxê Pey Rêberiyê Diçin, Em Serdikevin”
w03 1/5 10-11
Tu Nihêrandina Yehowa Digerî?
12 Paşî wê yekê çaxê Sindoqa Peymanê hate vegerandinê li Îsraêlê û gelek sal Kîryat-yearîmêda ma, Dawid Padşa xwest evê derbazî Orşelîmê ke. Ewî tevî serokên cimetê şêwir kir û got ku hergê wanra qenc bê xuyanê û “ev kar ji Xwedayê me Xudan be”, Sindoqa Peymanê gerekê derbazî Orşelîmê kin. Lê ewî qewat neda xebatê seva ku qirara Yehowaye ser vê pirsê pêbihese. Hergê ewî lêkolîn kira, wê tu car Sindoqa Peymanê pê firxûnê nebira. Li gora qirara Xwedê, Lêwiyên ji bereka Qohat gerekê ew ser milê xwe bivirana. Derecên dinda Dawid gelek car nihêrandina Yehowa dipirsî, lê îjar ewî usa nekir. Evê yekê axiriya xirab anî. Wext şûnda Dawid got: “Xwedayê me Xudan li me xist”. Çira? Çimkî wana Yehowa “negeriyan” û ça lazim bû qirara wî pênehesiyan (1 Dîrok 13:1-3; 15:11-13; Jimar 4:4-6, 15; 7:1-9).
w03 1/5 11 ¶13
Tu Nihêrandina Yehowa Digerî?
13 Çaxê axiriya-axiriyê Lêwiya Sindoqa Peymanê derbazî Orşelîmê, mala Ovêd-Edom kirin, kilama ku Dawid nivîsîbû, hate stiranê. Evê kilamêda xeberên dilgermî hebûn. Têda dihate gotinê wekî gerekê timê Yehowa, qewata wî û rûyê wî bigerin, usa jî kirên wîye mexsûs bînin bîra xwe, him jî keremet û dîwanên wî bîr nekin (1 Dîrok 16:11, 12).
Xizna Kitêba Pîroz
(1 Dîrok 16:31) Bila ezmana kêfxweş bibin, erd jî bi kêfê bikeve! Û di nava neteweyanda [miletada] bila bê gotin: Xudan serwêriyê dajo!
(Marqos 5:15-29) Û hatine cem Îsa, dîna xwe danê, wê ew merivê cinaketiyî ku komeşkereke cina pêra bû, kincê wî lê, ser hişê xweda hatî rûniştî ye. Hingê ew tirsiyan. 16 Ewên ku ev yek dîtibûn cimetêra gilî kirin, ku çi hate serê wî cinaketî û beraza. 17 Hingê wana reca ji Îsa kir, ku ew ji topraxa wan here. 18 Gava Îsa kete qeyikê, ewî ku cinaketî bû, reca jê kir, ku tevî wî here. 19 Lê Îsa nehişt û jêra got: “Vegere mala xwe û neferên mala xwera bêje, ku Xudan bona te çi kir û çawa li te hate remê”. 20 Ew jî çû û destpêkir çi ku Îsa bona wî kiribû qeza Dêkapolîsêda bela kir û her kes ecêbmayî dima. 21 Gava Îsa dîsa bi qeyikê derbazî wî berê din bû, elaleteke giran li dora wî civiya. Gava ew li devê golê bû, 22 yekî ji serwêrên kinîştê ku navê wî Yayîro bû hate cem wî, gava wî Îsa dît, xwe avîte nigên wî, 23 gelek reca jê kir û got: “Qîzika min li ber mirinê ye. Were û destên xwe dayne ser wê, ku qenc be û bijî”. 24 Îsa rabû tevî wî çû. Elaleteke giran pey wî diçû û tengasî didane wî. 25 Wir kulfetek jî hebû, ku donzdeh salê wê bûn, ser xûnê vebibû. 26 Ewê gelekî destê hekîmada kişandibû û hemû hebûka xwe xerc kiribû, lê tu çare lê nebibû û serda hê xirab bibû. 27 Ewê derheqa Îsada bihîst, piştêva hate nava elaletê û li kincê wî ket. 28 Çimkî ewê dilê xweda digot: “Heger ez tenê kincê wî jî kevim, ezê qenc bim”. 29 Û pêra-pêra xûn jê çikiya û texmîn kir, ku ji êşa xwe qenc bû.
w14 15/1 10 ¶14
Padşê Her-Heyî Yehowa Bihebîne
14 Çaxê Dawid Sindoqa Peymanê derbazî Orşelîmê dikir, Lêwiya ji şabûnê kilam stiran. Vê kilamêda tê gotinê, wekî bira nava miletada bê elamkirinê, ku Yehowa bûye Padşa (1 Dîr. 16:31). Lê pirs pêşda tê: “Hergê Yehowa usa jî Padşayê heta-hetayê ye, ça dikaribû ew hingê bibûya Padşa?” Yehowa dibe Padşa çaxê hukumê xweyî serwêrtiyê eyan dike yan jî çaxê kesekî kifş dike seva wedekîda bi navê wî serwêrtiyê bike, yan jî çaxê dereceke konkrêt safî dike. Ev cûrê serwêrtiya Yehowa gelek ferz e. Pêşiya mirina Dawid, Yehowa soz da wî, wekî padşatiya wî wê her-heyî be. Ewî gotê: “Ezê piştî te yekî ji zureta te derînim û padşatiya wî xurt [qewî] bikim” (2 Sam. 7:12, 13, ÎM). Ev zuret paşî 1 000 salî zêdetir pêşda hat. Gelo ew kî bû û kengê bû Padşa?
20-26 SIBATÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 DÎROK 17-19
“Wedê Dilşkestîbûnê, Şabûna Xwe Unda Neke”
w06 15/7 19 ¶1
Dîna Xwe Bidine Ser Qenciya Teşkîleta Yehowa
NIVÎSARÊN Îbranîda Dawid merivekî gelek navdar e, çimkî derheqa wî gelek nivîsar e. Ew şivan, sazbend, pêxember û padşa bû. Ewî bi temamî îtbariya xwe Yehowa dianî. Dostiya wîye nêzîk tevî Xwedê, ew hêlan kir wekî bona Yehowa Xwedê malê ava ke. Ev mal, dêmek paristgeh, gerekê bibûya ev cî, kîderê ku Xwedêyê rast bihebandana. Dawid zanibû, wekî avakirina paristgehê û her tiştên wêva girêdayî, wê cimeta Xwedêra şabûneke mezin û kerema bîne. Lema jî Dawid distira: “Xwezî li wî ku Tu [Yehowa] dibijêrî û nêzîkî Xwe dikî, ku ew hewşên Teda bimîne. Emê ji xêr-bereketa Mala Te, ji Paristgeha Teye pîroz têr bin” (Zebûr 65:4).
Şabûnê Bistîne ji Şixulên ku Tu bona Yehowa Dikî
11 Mîna vê yekê, wê baş be ku tu jî cabdariyên xwe bi xîret bînî sêrî. Heger tu “temamiya wextê xwe” tesmîlî şixulê belakirina mizgînê dikî û şixulên civatê bi dil û can tînî sêrî, tuyê şabûnê bistînî (Karên Şandiya 18:5; Îbranî 10:24, 25). Xwe rind hazir bike, wekî tu bikaribî civatêda pê cabên xwe xûşk-bira bişidînî. Dersên ku tu bona civata “Bijîn û Xizmet kin” distînî, rind û bi xîret hazir ke. Heger civatêda tera şixulek bê dayînê, vî şixulî wededa û bi temamî bîne sêrî. Derheqa tu şixulê ruhanî nefikire ku hêja nîne wextê xwe ser xerc kî. Feresetên xweda pêşda here û şixulên xweda bibe hoste (Metelok 22:29). Çiqas tuyê bi şixulên ruhanî û şixulên civatêva mijûl bî, tuyê hê zû pêşda herî û diha zêde şabûnê bistînî (Galatî 6:4). Serda jî, gava kesekî din kifşkirinekê distîne, ya ku te jî dixwest bistanda, ev yek ku tu şixulên civatêva mijûl î, wê alî te bike wekî tu tevî wî şa bî (Romayî 12:15; Galatî 5:26).
Xizna Kitêba Pîroz
(1 Dîrok 17:16-18) Û qiral Dawid ket hundir û li ber Xudan rûnişt û got: Ya Xudan Xwedê, gelo ez kî me û mala min çi ye ku te min anî heta vê derê? 17 Û ev di çevê teda tiştekî biçûk hate xuyanî kirin, ya Xwedê! Û te demekî dirêj bona mala vî qûlê xwe got û te mîna ku ez zilamekî bilind bim li min nihêrî, ya Xudan Xwedê! 18 Ji ber mezintiya ku ji vî qûlê te ye, îdî Dawid dikare çi ji tera bêje? Ji ber ku tu bi vî qûlê xwe zanî.
(Marqos 5:30-43) Îsa destxweda pê hesiya ku qewatek jê çû, nav elaletêda zivirî û pirsî: “Kê li kincên min ket?” 31 Şagirtên wî gotin: “Tu dibînî ku elalet tengasiyê dide te, lê tu dibêjî: ‘Kê li min ket?’” 32 Lê Îsa dor-berê xwe dinihêrî ku bibîne, kê ev yek kir. 33 Hingê kulfet li xwe hesiya ku çi li wê qewimî, bi tirsê û lerizekê hat xwe avîte ber wî û her tişt rast got. 34 Îsa wêra got: “Evdê! Baweriya te tu qenc kirî. Bi xêr û silamet here û ji êşa xwe qenc be”. 35 Îsa hê xeber dida, ji mala serwêrê kinîştê meriv hatin û gotin: “Qîza te mir, îdî zemetê nede dersdar”. 36 Lê Îsa guh neda gotina wan, wî serekê kinîştêra got: “Netirse, tenê bawer bike!” 37 Ewî nehişt ku kes pey wî here, pêştirî Petrûs, Aqûb û Yûhennayê birê wî. 38 Çaxê gihîştine mala serekê kinîştê, Îsa dît wê hêwerza wan e, digirîn û dikine qare-qar. 39 Gava ew kete hindur, wanra got: “Çima hûn dikin qalme-qalm û digirîn? Zar nemiriye, lê hênijiye”. 40 Wana qerfê xwe pê dikir. Lê Îsa hemû derxistine derva, dê û bavê qîzikê tevî her sê şagirtên xwe hildan û kete ciyê ku qîzik lê bû. 41 Destê qîzikê girt û gote wê: “Talîta qûm!” ku tê femkirinê: “Qîzik, ez tera dibêjim, rabe!” 42 Qîzik pêra-pêra rabû û geriya. Ew donzdeh salî bû. Ewên ku dîtin hişê serê wan çû. 43 Îsa hişk temî li wan kir, ku vê yekê kesîra nebêjin û wanra got, ku xwarinê bidine wê.
w20.02 12, çargoşe
Em Yehowa Bavê Xwe Gelek Hiz Dikin
Gelo Yehowa Dîna Xwe Dide Min?
Qe pirseke usa bal te pêşda hatiye: “Nava bi mîlyarda meriva ser erdê, gelo Yehowa bi rastî dîna xwe dide min?” Hergê erê, hûn tenê nînin, bal gelek merivên qenc pirseke usa pêşda tê. Dawid Padşa nivîsî: “Xudano! Însan çî ye Tu dîna Xwe didêyî, benî-adem ku Tu bona wî xem dikî?” (Zeb. 144:3) Dawid dudilî nedibû, ku Yehowa ew rind nas dike (1 Dîr. 17:16-18). Yehowa bi saya Xebera xwe û teşkîleta xwe, te jî dide bawerkirinê, wekî ew dîna xwe dide te û divîne tu ça hizkirina xwe wîra didî kifşê. Dîna xwe bide hine van rêzên ji Xebera Xwedê, yên ku wê alî te bikin vê yekêda bawer bî:
• Hela hê tu nehatibûyî bûyînê jî, Yehowa tu nas dikirî (Zeb. 139:16).
• Yehowa zane dilê teda çi ye û fikirên te jî zane (1 Dîr. 28:9).
• Yehowa xwexa her duayên te dibihê (Zeb. 65:2).
• Kirên te dikarin dilê Yehowa yan şa kin yan jî bêşînin (Metlk. 27:11).
• Yehowa xwexa te nêzîkî xwe kiriye (Yûhn. 6:44).
• Yehowa te usa rind zane, ku hergê tu emirê xwe jî unda kî, ewê te ji mirinê rake. Yehowa wê bedena teze bide te, û hiş-aqil, bîranîn û xeyset-hunurên te, wê dîsa usa bin çawa îro (Yûhn. 11:21-26, 39-44; Kar. Şand. 24:15).
27 SIBATÊ–5 ADARÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 DÎROK 20-22
“Alî Cahila Bikin ku Ewana Pêşda Herin”
Ew Tişt Bispêre Merivên Amin
8 Bixûne 1 Dîrok 22:5. Dawid fikirî wekî kurê wî Silêman wê nikaribe rêberiya avakirina paristgehê bike, çimkî Paristgeh gerekê gelek mezin bûya, lê Silêman cahil û necêribandî bû. Lê yeke Dawid bawer bû, wekî Yehowa wê alî kurê wî bike, seva ewî şixulî bîne sêrî. Lema çi destê Dawid dihat ewî kir, ewî gelek matêryal hazir kir bona avakirinê.
Ew Tişt Bispêre Merivên Amin
7 Dawid dilteng nebû, wekî wê paristgehê ava neke û navê wî wê eyan nebe ku ewî paristgeha Xwedê ava kir. Çaxê paristgeh ava bû, ew nas bû ça paristgeha Silêman, ne ku ya Dawid. Dawid dibeke berxwe diket, wekî nikaribû nêta dilê xwe bîne sêrî, lê ewî alîkariya mezin da bona avakirinê. Ewî seva avakirinê xebatçî hazir kirin, usa jî hesin, sifir, zîv û zêr, û usa jî darên erzê top kir. Xêncî vê yekê, ewî dil da ber kurê xwe Silêman: “Niha kurê min, bira Yehowa tevî te be, û tu pêşda herî û mala Xwedêyê xwe Yehowa ava kî, çawa ku ewî derheqa te gotiye” (1 Dîr. 22:11, 14-16, DT).
Dê-Bavno, Hûn Alî Zarên Xwe Dikin wekî Bêne Nixumandinê?
14 Rûspî dikarin alîkariyê bidine wan dê-bava, yên ku piştgiriya zarên xwe dikin, wekî nêtên ruhanî daynin pêşiya xwe. Xûşkeke me ya ku 70 sala zêdetir ça pêşeng xizmet dikir, derheqa xeberdana xwe tevî Çarzl T. Rassêl gilî kiriye, çaxê ew şeş salî bû. Ewê got: “Ewî 15 deqe tevî min xeber dida derheqa nêtên mine ruhanî”. Ew xeberdan gelek ser wê hukum bû. Belê, giliyên baş û dildayîn dikare gelek wext bîra merivada bimîne (Metlk. 25:11). Civatêda rûspî dikarin dê-bava û zarên wan teglîf kin, wekî Oda Civatêda hevkariyê bikin. Besa xeberê, şixul bidine wan zara yan jî cahila anegorî sal û feresetên wan.
15 Xûşk-birên civatêda jî dikarin alîkariyê bidine cahila. Ewana dikarin dîna xwe bidinê ku ça cahil ruhanîda pêşda diçin. Besa xeberê, çaxê zar ser civatê caba xwe rind didin, yan jî civatêda pê dersê derdikevin, yan jî dibeke mektebêda şedetiyê didin, yan jî cêribandinêda amin dimînin, xwe negirin û payê wan bidin. Wê kêrhatî be ku em nêtê xwera daynin, wekî pêşiya yan jî paşî civatê tevî cahila xeber din. Wî cûreyî ewana wê texmîn kin wekî para “civata mezin” in, dêmek teşkîleta Xwedê (Zeb. 35:18).
Xizna Kitêba Pîroz
(1 Dîrok 21:15) Û Xwedê bona ku Orşelîmê xera bike, milyaketekê jêra şand û dema ku wî xera dikir, Xudan nihêrî û ji ber asiwê poşman bû û ji milyaketê xerakirra got: Bes e! Niha destê xwe bikişîne. Û milyaketê Xudan li ber bêndera Ornanê Yebûsî sekinîbû.
(Marqos 6:1-14) Îsa ji wira derket û çû cî-miskenê xwe. Şagirtên wî jî pey wî çûn. 2 Çaxê roja şemiyê hat, wî kinîştêda dest bi hînkirinê kir û geleka ku bihîst zendegirtî mabûn û digotin: “Evî merivî ev tişt ji ku anîne? Ev çi serwaxtî ye ku jêra hatiye dayînê? Û ev çi keremet in ku bi destê wî diqewimin? 3 Ne ev necar e? Ne ev kurê Meryemê û birê Aqûb, Yûsês, Cihûda û Şimhûn e? Ne xûşkên wî li vir nav meda ne?” Bi vî awayî ew ji wî çûn. 4 Îsa wanra got: “Pêxember tu ciyî ne bêqedir e, pêştirî nava cî-miskenê xwe, merivên xwe û mala xweda”. 5 Ewî li wê derê nikaribû tu keremet bikira, tenê destê xwe danî ser çend nexweşa û ew qenc kirin. 6 Ew ser nebaweriya wan ecêbmayî ma. Îsa li gundên dor-bera digeriya û hîn dikir. 7 Wî her donzdeh gazî cem xwe kirin, destpêkir ew cot-cot şandin û hukumê li ser ruhên heramra da wan. 8 Temî da wan û got: “Bona rê, pêştirî şivdara destê xwe tu tiştî xwera hilnedin: Ne nan, ne tûrik û ne jî pera ber pişta xweda. 9 Çarixên xwe bikine piyê xwe, lê du dest kiras xwera hilnedin”. 10 Serda zêde kir gote wan: “Ew mala ku hûn bikevinê, wê malêda jî bimînin, heta hûn ji wî ciyî derkevin. 11 Ew ciyên ku we qebûl nekin û guhdariya gotina we nekin, gava hûn ji wir derên, toza nigên xwe dawşînin, wekî wanara bibe şedetî”. 12 Ew jî rê ketin çûn û dannasîn dikirin ku meriv ji gunekirinê vegerin. 13 Wana gelek cin derdixistin û rûn li gelek nexweşa didan û ew qenc dikirin. 14 Hêrodes padşa ev yek bihîst, çimkî nav û dengê Îsa derketibû. Hineka digot: “Eva Yûhennayê nixumdar e ji nav miriya rabûye. Lema jî pê wî keremet têne kirinê”.
w05 1/10 11 ¶6
Fikirên Sereke ji Kitêba Yekê Dîrok
21:13-15. Yehowa temî da melekê xwe, wekî belabûna nexweşiya kotîbûnê bide sekinandinê, çimkî zelûliya cimeta wî, wî çetin dihat. Bi rastî jî Yehowa yekî gelek dilşewat e.