Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin
6-12 ADARÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 DÎROK 23-26
“Xizmetiya Paristgehêda bi Cûrê Herî Baş tê Organîzekirinê”
it-2 241
Lêwî
Dawid şixulê Lêwiya rind organîze kiribû. Ewî berpirsiyar, serok, hakim, dergehvan, cabdarên bona xiznê û usa jî gelekên din kifş kirin, ku paristgehêda, hewşada û xwaringehada, wedê qurbananînê û paqijkirinê alî kahîna bikin. Usa jî ewana bona çap û dirêjaya tişta cabdar bûn û şixulên nobedariyê dikirin. Lêwiyên stiranbêj, mîna kahîna ser 24 koma hatibûn parevekirinê, û dor bi dor xizmet dikirin. Cabdarî bi peşkavîtinê parevedikirin. Û bi vî cûreyî safî dikirin ku filan dergehvan wê ber kîjan dergehyî bisekine (1 Dr. 23; 25; 26; 2 Dr. 35:3-5, 10).
it-2 686
Kahîn
Paristgehêda kahîn bin rêberiya cûre-cûre serokada xizmet dikirin. Cabdarî bi peşkavîtinê parevedikirin. Ji 24 koma her komek salê du cara, heftêkî xizmet dikir. Ça kifş e, wedê cejina gava cimetê bi hezara qurban dianî, hingê hemû kahîn xizmet dikirin, çawa ku wedê tesmîlkirina paristgehê (1 Dr. 24:1-18, 31; 2 Dr. 5:11; beramber ke 2 Dr. 29:31-35; 30:23-25; 35:10-19). Kahîn dikaribû wedekî din jî xizmet kira, hergê ewî kahînên din eciz nedikir, yên ku cabdariya xwe dianîne sêrî. Li gora edetên rabîna, wedê xizmetiya Îsa ser erdê, kahîn usa zef bûn, wekî ev xizmetkirina wane ku heftêkî dikişand, bi kom ser malbeta dihate parevekirinê, û anegorî hejmara nefera, her malbetek heftiyêda rojek yan hê zêde xizmet dikir.
it-2 451-452
Miqam
Gava Dawid karê avakirina paristgeha Yehowa dikir, ewî 4 000 Lêwî başqe kirin, wekî ewana ça stiranbêj û sazbend xizmet kin (1 Dr. 23:4, 5). Ji wana 288 hatibûn hînkirinê, wekî bi stirana şikiriyê bidine Yehowa, û ewana vê yekêda hoste bûn (1 Dr. 25:7). Bona hemû stiranbêja sê sazbendên cêribandî cabdar bûn, dêmek Asaf, Hêman û Yedûtûn (navê kîjanî diqewime usa jî Eytan bû). Ev yek ku her kes ji wan ji rikiniyata sê kurên Lêwî bûn, dêmek Gêrşon, Qohat û Mêrarî, dertê ku nava stiranbêj û sazbendada yên ku paristgehêda xizmet dikirin, hebûn mêrên ji her sê malbetên Lêwiyaye sereke (1 Dr. 6:16, 31-33, 39-44; 25:1-6). Bi temamî 24 kurên Asaf, Hêman û Yedûtûn hebûn, û her kes ji wan dikete nava hejmara 288 sazbendên cêribandî, besa kîjana me jorê kir. Her yek ji wan kura, bi peşk hatibûn bijartinê, wekî bibine serkarê komeke stiranbêj û sazbenda, nava kîjanîda, xêncî serkar, usa jî 11 sazbendên cêribandî hebûn, ji kurên wî û Lêwiyên din. Bi vî cûreyî, 288 ([1 + 11] × 24 = 288) Lêwî ku sazbendên cêribandî bûn, mîna kahîna dihatine parevekirinê ser 24 koma. Hergê 3 712 ‘şagirt’ bi vî cûreyî hatibûn parevekirinê, dêmek kêmî-kêm 155 ‘şagirt’ diketine nava her 24 koma. Dertê her sazbendekî cêribandîra, 13 ‘şagirt’ diket (1 Dr. 25:1-31). Lê borîvan ne diketin nava hejmara Lêwiyên sazbend, çimkî ewana kahîn bûn (2 Dr. 5:12; beramber ke Jm. 10:8).
it-1 898
Dergehvan
Paristgehêda. Hine wext pêşiya mirina xwe, Dawid cabdarî da Lêwiya û kesên ku paristgehêda xizmet dikirin. Nava wanda usa jî dergehvan hebûn, hejmara kîjana 4 000 bû. Çaxê dora komên dergehvana dihat, wana heftêkî xizmet dikir. Wana nobedariya paristgehê dikir û dîna xwe didane vê yekê, wekî dergeh wedê xweda bêne vekirinê û dadanê (1 Dr. 9:23-27; 23:1-6). Xêncî vê yekê, hinek ji van cabdar bûn bona van qurbana, yên ku cimetê seva hewcên paristgehê dianî (2 Pd. 12:9; 22:4). Wede şûnda, çaxê serekkahîn Yehoyada, Yoaş ça padşa kifş kir, ewî nobedar danîn ber dergehên paristgehê, wekî ewana padşê cahil ji Atalyayê jin-padşa xwey kin, ya ku textê padşatiyê zeft kiribû (2 Pd. 11:4-8). Gava Yoşiya padşa koka pûtparistiyê dianî, dergehvana ji paristgehê hûr-mûrên hebandina Baelva girêdayî derxistin û ji bajêr der şewitandin (2 Pd. 23:4).
Xizna Kitêba Pîroz
Hebandina Rast Wê Şabûna Te Zêde Bike
10 Kilamên me pareke hebandina me ye (Zebûr 28:7). Îsraêliya hebandinêda kilam ça pareke ferz hesab dikirin. Dawid Padşa 288 mêrên ji bereka Lêwî, ça stiranbêjên paristgehê kifş kiribû (1 Dîrok 25:1, 6-8). Em jî dikarin bi saya kilamên pesindayînê nîşan kin, wekî em Xwedê hiz dikin. Bona vê yekê, eseyî nîne ku em xweyê dengê xweş û zîz bin. Soz mesele, gava em xeber didin, “em hemû jî gelekî şaşiya dikin”, lê dîsa jî, em civatada û xizmetêda aza xeber didin (Aqûb 3:2). Lema jî, gerekê em nefikirin ku heger dengê me haqas xweş nîne, em nikarin bi kilama pesinê Yehowa bidin.
(1 Dîrok 25:7, 8) Tevî birên xwe, yên ku wanra bona Xudan sitirandin hatiye hîn kirin, hejmara hemûyên ku bi huner bûn, dusid heyştê heyşt bûn. 8 Û hemû, yê mezin jî, yê biçûk jî, yê dide hîn kirin jî, yê hîn dibe jî, wek hev bona wezîfeyên [cabdariyên] xwe peşk avîtin.
(Marqos 6:15-29) Lê hineka jî digot: “Eva Êlyas e”. Hinekên din jî digotin: “Eva pêxemberekî mîna pêxemberên berê ye”. 16 Lê gava Hêrodes ev yek bihîst, got: “Eva ew Yûhenna ye, yê ku min serê wî lêxistiye, ji nav miriya rabûye!” 17 – 18 Çimkî Hêrodes Hêrodiya jina Fîlîpoyê birê xwe standibû, lê Yûhenna jêra gotibû: “Ne rast e ku tu jina birê xwe bistînî”. Hêrodes jî kerbî Hêrodiyayê Yûhenna dabû girtinê, girêdabû û avîtibû kelê. 19 Lema Hêrodiyayê kîn Yûhennara dajot, dixwest wî bide kuştinê, lê nikaribû, 20 çimkî Hêrodes ji Yûhenna vedikişiya û ew xwey dikir. Ewî zanibû ku Yûhenna merivekî rast û buhurtî ye. Gava ku guhdariya gotina wî dikir, serê wî tevîhev dibû, lê dîsa bi hewas guh dida gotina wî. 21 Awa carekê mecal vebû. Hêrodes bona roja bûyîna xwe, esilzada, serhezarên eskera û giregirên Celîlêra mesref danî. 22 Gava qîza Hêrodiyayê kete hindur û reqisî, ev yek li dilê Hêrodes û teglîfkiriyên li ser sifrê rûniştî xweş hat. Hingê padşê gote qîzikê: “Tu ji min çi bixwazî, ezê bidime te”. 23 Û wî jêra sond xwar got: “Tu ji min çi bixwazî, ezê bidime te, heta nîvê padşatiya xwe jî!” 24 Qîzik derkete derva û çû ji diya xwe pirsî: “Ez çi bixwazim?” Diya wê jî got: “Serê Yûhennayê nixumdar”. 25 Qîzikê lezand çû cem padşê û xwestina xwe jêra got: “Ez dixwazim ku tu niha serê Yûhennayê nixumdar li ser siniyê bidî min”. 26 Padşa gelekî ber xwe ket, lê çimkî li ber teglîfkiriya sond xwaribû, nexwest sozê xwe betal kira. 27 Padşê pêra-pêra emirî ser celat kir, ku here serê Yûhenna bîne. Celat jî çû kelêda, serê wî lêxist 28 û li ser siniyê anî û da keçikê. Ewê jî ew hilda bir da diya xwe. 29 Gava şagirtên Yûhenna ev yek bihîstin, hatin cinyazê wî birin kirine tirbê.
13-19 ADARÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 DÎROK 27-29
“Bavekî bi Hizkirin Kurê Xwe Şîret Dike”
w05 15/2 19 ¶9
Bîr Neke wekî Tu Mesîhî yî
9 Rastiya Kitêba Pîrozda îzbat be. Seva ku em bi rastî ça xizmetkarên Yehowa bêne hesabê, em gerekê Xebera Xwedê rind bizanibin (Fîlîpî 1:9, 10). Her Mesîhî, firqî tune ew çend salî ye, gerekê xwexa îzbat be, ku baweriya wî ser hîmê Kitêba Pîroz e. Pawlos şîret da Mesîhiya: “Her tiştî bicêribînin, tiştên qenc qewîn bigirin” (1 Têsalonîkî 5:21). Mesîhiyên cahil gerekê fem bikin, wekî ewana wê nikaribin pê baweriya dê-bavên xweye xwedêxof bijîn. Dawid kurê xwe Silêmanra got, wekî “Xwedayê bavê xwe binas e [nas bike] û bi hemûya dil” jêra xizmet bike (1 Dîrok 28:9). Belê, Silêmanê cahilra bes nîbû tenê dîna xwe bidê, ku ça bavê wî Dawid baweriya xwe hindava Yehowa qewî dike. Ewî xwexa gerekê Yehowa nêzîk nas kira, û ewî hema usa jî dikir. Ewî lavaya Xwedê dikir: “Zanîn û hîkmetê [bîlaniyê] bide min ku ez li ber vê netewê [cimetê] derkevim û bikevim” (2 Dîrok 1:10).
w12 15/4 16 ¶13
Bira Dilê Te bi Temamî Tevî Yehowa be
13 Ders eşkere ye. Baş e gava em timê nava şixulên ruhanîda nin, mesele timê diçine civata û xizmet dikin. Lê Yehowara bi temamiya dilê xwe xizmet kin, hê zêde tê hesabê (2 Dîr. 25:1, 2, 27). Hergê Mesîhî kûraya dilê xweda “tiştên pişt xweva hiştî” hê hiz dike, dêmek tiştên vê dinê, ew dikare heleqetiya xweye baş tevî Xwedê xirab ke (Lûqa 17:32). Tenê hingê emê “hêjayî Padşatiya Xwedê” bin, hergê em “ji xirabiyê zivêr bin, xwe li qenciyê bigirin” (Rom. 12:9; Lûqa 9:62). Lema jî, her kes ji me gerekê miqatî xwe be, wekî tu tişt ji dinya Mîrê-cina, çiqas ew mera xweş û kêrhatî bê kifşê jî, riya me negire wekî em bi temamiya dilê xwe Xwedêra xizmet kin (2 Korn. 11:14; bixûne Fîlîpî 3:13, 14).
Mêrxas be û Şixul Pêşda Bive
20 Dawid Padşa anî bîra Silêman ku Yehowa wê tevî wî be, heta ku avakirina paristgehê xilaz be (1 Dîr. 28:20). Ev giliyên bavê wî hiş û dilê wîda man, û rast e ew cahil û necêribandî bû, yeke tu tiştî rê wî negirt. Ewî bi mêrxasiya mezin ew şixul destpêkir û pê alîkariya Yehowa ev paristgeha mezin û bedew xilaz kir nava 7 û nîv salada.
21 Belê, çawa Yehowa alî Silêman kir, ew wê alî me jî bike seva em mêrxas bin û şixulê xwe bînin sêrî, hin malbetêda hin jî civatêda (Îşa. 41:10, 13). Çaxê em bi mêrxasî Yehowara xizmet dikin, em dikarin dudilî nebin ku ew wê me hin niha, hin jî axiriyêda kerem ke. Lema jî mêrxas bin û şixulê Xwedê pêşda bivin!
Xizna Kitêba Pîroz
Hevalê Baş be Hevaltiya Xwe Unda Neke
Dîsa hevalên Dawid hebûn, yên ku wedê çetinaya bi aminî kêleka wî bûn. Mesele, Kitêba Pîroz Hûşa nav dike “hevalbendê Dawid” (2 Sam. 16:16; 1 Dîr. 27:33). Diqewime ew wezîr bû, yê ku hevalê padşayî nêzîk bû. Û cara Hûşa fermanên usa dianî sêrî, yên ku konfîdênsiyal bûn.
Çaxê kurê Dawid Abşalom textê padşatiyê zeft kir, gelek Îsraêlî aliyê wî girtin. Lê Hûşa tevî Dawid ma. Çaxê Dawid reviya ku xwe xilaz ke, Hûşa hingê jî tevî wî çû. Dilê Dawid gelek dêşiya, çimkî kurê wî tevî merivên ku Dawid îtbariya xwe wan dianî, miqabilî wî derketibûn. Lê Hûşa Dawidra amin ma, ew hela hê jî hazir bû bona wî emirê xwe bike bin qeziyê. Çawa Dawid jêra gotibû, ew çû bal dijmina û nehîşt wekî nêta wan bê sêrî. Hûşa ew yek kir ne ji bo borcdariya xwe çawa wezîr, lê çimkî ew hevalê amin bû (2 Sam. 15:13-17, 32-37; 16:15–17:16).
(1 Dîrok 27:33) Û Ahîtofêl mişawrê [şîretkarê] qiral [padşê] bû û Hûşayê Arkî hevalê qiral bû.
(Marqos 6:30-44) Û şandî vegeriyane cem Îsa, hemû tiştên ku kiribûn û hîn kiribûn jêra gotin. 31 Îsa wanra got: “De werin em tenê herine cîkî xewle û hinekî rihet bin”. Çimkî gelek dihatin û diçûn, wana mecal nedidît ku nanê xwe jî bixwarana. 32 Û ew tenê bi qeyikê çûne cîkî xewle. 33 Lê geleka ku çûyîna wan dît, ew nas kirin, ji hemû bajara peya bezîn û berî wan gihîştine wî ciyî. 34 Çaxê Îsa ji qeyikê derket û wî elaleteke giran dît, hingê gunê wî li wan hat, çimkî ew mîna pezên bê şivan bûn. Destpêkir gelek tişt ew hîn kirin. 35 Îdî çimkî dereng bû, şagirtên Îsa hatin û gotinê: “Ev der cîkî xikî-xwelî ye, wext jî îdî dereng e. 36 Bihêle ku ew herine gund û bergên der-dora û xwera tiştên xwarinê bikirin”. 37 Lê Îsa li wan vegerand û got: “Hûn xurek bidine wan!” Jêra gotin: “Em herin weke bahê dusid zîvî nan bikirin û wan bidine xwarinê?” 38 Îsa wanra got: “Herin binihêrin, ka çend nanên we hene”. Gava ku pê hesiyan, gotin: “Pênc nan û du mesî hene”. 39 Wî emir kir ku hemû jî kom-kom li ser gîhayê şîn rûnên. 40 Ew jî kom-kom, sed-sed, pêncî-pêncî li erdê rûniştin. 41 Îsa her pênc nan û her du mesî hildan, berê xwe ezmênda kir şikirî da, ew nan kerkirin û da şagirtên xwe, wekî ew daynine ber elaletê. Û her du mesî jî li hemûya bela kir. 42 Hemûya xwar û têr bûn. 43 Ji wan nan û mesiya donzdeh seleyên tijî hûrik berev kirin. 44 Yên ku ji wî nanî xwarin weke pênc hezar mêrî bûn.
20-26 ADARÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 DÎROK 1-4
“Silêman Padşa Safîkirineke Neaqilayî Dike”
it-1 174 ¶5
Ordî
Serwêrtiya Silêman nava terîxiya ordiyên Îsraêlêda, gelek mexsûs bû. Wedê padşatiya wî edilayî hebû, lê yeke ewî hejmara ereba û hespa zêde dikir. (Binihêre EREBE.) Heçî zef ji van hespa Misirêda dikirîn. Seva ku van hespa û ereba cî kirana, lazim bû nav temamiya padşatiyêda şeher bihatana avakirinê (1 Pd. 4:26; 9:19; 10:26, 29; 2 Dr. 1:14-17). Lê Yehowa tu car ev kirê Silêman kerem nedikir. Paşî mirina wî û parevebûna padşatiyê, ordiya Îsraêlî qewata xwe hêdî-hêdî unda kir. Îşaya nivîsîbû: “Wey li wan ku ji bo alîkariyê diçin Misirê, xwe dispêrin hespa. Ji ber ku pir in, bi erebên hespa, ji ber ku pir hêzdar in [qewat in], bi siyara ewle ne. Lê li Pîrozê Îsraêl nanêrin, li Xudan nagerin” (Îş. 31:1, ÎM).
it-1 427
Erebe
Pêşiya padşatiya Silêman, erebên ordiya Îsraêliya bona şer hindik bûn. Xwedê temî dabû, wekî padşa hejmara hespa zêde nekin, çimkî bêxofiya Îsraêliya vê yekêva girêdayî nîbû. Femdarî ye, ew dihate hesabê ku îzina wan tune bû gelek ereba qazanc kin (Qn.Dc. 17:16). Çaxê Samûyêl cimetêra pêşda got, ku padşa barekî çiqas giran wê bike stûyê wan, ewî got: “Wê kurên we dayne ser erebeyên şer û wana bike siyarên xwe” (1 Sm. 8:11, ÎM). Abşalom û Adoniya, yên ku dixwestin padşatiyê bikine bin destê xwe, xwera erebe qazanc kirin, pêşiya kîjana 50 mêr direviyan (2 Sm. 15:1; 1 Pd. 1:5). Gava Dawid padşê Tsobayê zeft kir, ewî 100 hespên bona ereba xwera hîşt (2 Sm. 8:3, 4; 10:18).
Silêman Padşa gava ordiya Îsraêlî qewî û zêde dikir, ewî hejmara ereba heta 1 400 hevî zêde kir (1 Pd. 10:26, 29; 2 Dr. 1:14, 17). Xêncî Orşelîmê, hebûn cî û bajarên din, ku nas bûn ça bajarên bona ereba, kîderê ku van ereba xwey dikirin (1 Pd. 9:19, 22; 2 Dr. 8:6, 9; 9:25).
Xizna Kitêba Pîroz
w05 1/12 19 ¶6
Fikirên Sereke ji Kitêba 2 Dîrok
1:11, 12. Xwestina Silêman Yehowara nîşan kir, wekî ewî bi dil û can dixwest bîlanî û zanebûnê qazanc ke. Belê, duayên me eyan dikin ku nêta dilê me çi ye. Lema jî gelek ferz e bifikirin û enene kin hela em derheqa çi dua dikin.
(2 Dîrok 1:11, 12) Û Xwedê Silêmanra got: Madem ku dilê teda ew hebû û te dewlemendtî, mal û şeref û canê yên ku ji te dikerihin [nefret dikin] nexwest, ne jî temena [jîyîna] dirêj xwest; lê bona ku tu daraziyê ji netewa [cimeta] min ya ku min te li ser wan kiriye qiralra bike, te bona xwe zanîn û hîkmetê [bîlaniyê] xwest; 12 Zanîn û hîkmet tera hate dayîn û ezê usa dewlemendtî û mal û şerefê bidine te ku, qiralên berî teda mînaka wê tune bû; ne jî wê yên ku paşî te werinda tiştekî usa bibe.
(Marqos 6:44-56) Yên ku ji wî nanî xwarin weke pênc hezar mêrî bûn. 45 Destxweda ewî pêyî ser şagirtên xwe kir, ku bikevine qeyikê û pêşiya wî derbazî wî berî golê, Beytsaydayê bin, heta ku xwexa cimetê verêke. 46 Pey verêkirinêra rabû çû serê çiyê, ku dua bike. 47 Gava ku ro çû ava, qeyik nava golêda bû û Îsa tenê devê golê bû. 48 Îsa dît ku şagirt bêrkişandinêda gelekî zemetê dikişînin, çimkî ba miqabilî wan bû. Nêzîkî qereberbangê Îsa ser golêra peya diçû nêzîkî wan dibû. Wî xwest ku ber wanra derbaz bûya, 49 lê çaxê wana dît ku Îsa ser golêra peya diçe, wan tirê xeyaleke ku dibînin û kirine qîrîn. 50 Çimkî hemûya jî ew dît û tirsiyan. Lê Îsa wê demê deng da wan û got: “Ser xwe bin! Ez im. Netirsin!” 51 Hingê ew kete qeyikê cem wan û ba sekinî. Şagirt ecêbmayî man, hişê serê wan çû, 52 çimkî ew qewimandina li ser nên hê serê wanda rûneniştibû, femê wan dadayî bû. 53 Ew derbazî wî berî golê bûn û li aliyê Cênîsartêva gihîştine bejê. 54 Gava ji qeyikê peya bûn, cimetê pêra-pêra Îsa nas kir. 55 Ew temamiya wê qezayê virda-wêda bezîn û destpêkirin nexweş nivînava danîne wî ciyê ku dibihîstin Îsa lê bû. 56 Her ciyên ku Îsa diçûyê, heger bajar bûna, gund bûna, berge bûna, nexweş bazarada dadanîn û hîvî jê dikirin ku tenê li rîşiyên kincên wî kevin. Û hemûyên ku lê diketin, ji nexweşiyên xwe qenc dibûn.
27 ADARÊ–2 NÎSANÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 DÎROK 5-7
“‘Dilê Min wê Herdem’ li Wir Be”
w02 15/11 5 ¶1
Civata Bernedin
Paşê, gava Dawid Orşelîmêda padşatî dikir, ewî gelek dixwest, wekî bona pesindayîna Yehowa, maleke hîmgirtî wîra ava ke. Lê çimkî Dawid timê diçû şer, Yehowa gote wî: “Tuyê navê minra xanî ava nekî”. Dewsa Dawid, Yehowa kurê wî Silêman bijart, wekî jêra paristgehê ava ke (1 Dîrok 22:6-10). Silêman sala 1026 B.D.M., tesmîlkirina vê paristgehê bi cûrê mexsûs derbaz kir, avakirina kîjanê heft sal û nîv kişand. Yehowa ev avayî qebûl kir û got: “Min dua û lavakirina te bihîst ku te li ber min kir. Min ev mala ku te ji bo navê min heta hetayê têda hebe çêkiriye, pîroz kir. Çevên min û dilê min wê herdem li wir bin” (1 Padşatî 9:3, ÎM). Heta ku Îsraêlî Yehowara amin diman, Yehowa ev paristgeh qebûl dikir. Lê hergê wana pişta xwe bidana wî, Yehowa wê kerema xwe ji vî cîyî hilda, û ev mal ‘wê bibûya qûça kevira’ (1 Padşatî 9:4-9; 2 Dîrok 7:16, 19, 20).
it-2 1077-1078
Paristgeh
Terîxî. Ev paristgeh hebû heta sala 607 B.D.M., gava ordiya Babîloniya, bin serwêrtiya Nebûkedneser padşa ew wêran kir (2 Pd. 25:9; 2 Dr. 36:19; Yêr. 52:13). Ji bo vê yekê ku Îsraêlî gelek car diketin nava pûtparstiyê, Yehowa îzin da, wekî miletên din hicûmî ser Cihûda û Orşelîmê bikin, û carna xizna paristgehê jî talan kin. Usa jî hebû wede, gava paristgeh qe ber tiştekî hesab nedikirin. Weke 33 sal şûnda paşî tesmîlkirina paristgehê, (993 B.D.M.) Şîşak Padşê Misirê, wedê serwêrtiya kurê Silêman, Rehobowam, xizna paristgehê zeftî xwe kir (1 Pd. 14:25, 26; 2 Dr. 12:9). Asa Padşa (977-937 B.D.M.) mala Yehowa hurmet dikir. Lê yeke seva ku Orşelîmê biparêze, ewî neaqilayî kir, ku ça ruşet zêr-zîvên ji xizna paristgehê, da padşê Sûryayê, Ben-hadad I, seva ku ew peymana tevî padşê Îsraêlê Baaşa, betal ke (1 Pd. 15:18, 19; 2 Dr. 15:17, 18; 16:2, 3).
Xizna Kitêba Pîroz
w10 1/12 11 ¶7
Ew “Dilê Meriva” Zane
Duayê Silêman rastî jî dilbîniyê dide me. Meriv dikarin bi temamî fem nekin dilê meda çi ye, û “derd û kulên” me çi ne (Metelok 14:10). Lê Yehowa zane çi dilê meda heye û êşa me texmîn dike. Gava em dilê xwe ber Yehowa dirêjînin, barê me diha sivik dibe. Kitêba Pîroz dibêje: “Hemû xemên xwe bavêjine ser wî, çimkî ew bona we xem dike” (1 Petrûs 5:7).
(2 Dîrok 6:29, 30) Ji aliyê zilamekî [merivekî] her yek ji nav zilama; yan jî ji aliyê hemûya Îsraêl ya netewa [cimeta] te duayek yan jî lavayek hebe, her kes bi asîwa [kula] xwe û derdê xwe bizanibe û destên xwe berbi vî xanîyîva veke; 30 wê gavê ji ezman, ji warê xweva bibihîse û lê biborîne û her zilamê ku tu dilê wîva zane, li gor hemû riyên wî bide; ji ber ku tu dilê meriva, tenê tu zanî.
(Marqos 7:1-15) Fêrisiya û hinek qanûnzanên ku ji Orşelîmê hatibûn, dora Îsa girtin. 2 Wana dît ku hineke ji şagirtên wî bi destên qilêr, awa gotî destneşûştî nan dixwin. 3 Çimkî fêrisî û hemû cihû pey raw-rizimên kal û bavên xwe diçin, heta ku destên xwe rind neşon, nanê xwe naxwin 4 û ji bazarê jî çi tînin, heta avê nexin, naxwin. Gelek edetên din jî hene, ku ji kal û bava hildane û diqedînin: Mesele, mîna şûştina tasa, şerbika û firaqên sifire mayîn. 5 Hingê fêrisî û qanûnzana ji Îsa pirsîn: “Çima şagirtên te pey raw-rizimên kal û bava naçin û bi destneşûştî nan dixwin?” 6 Ewî li wan vegerand û got: “Îşaya bona we durûya rast pêxembertî kiriye! Çawa ku hatiye nivîsarê: ‘Eva cimeta bi zarê xwe qedirê min digire, lê dilê wan ji min dûr e. 7 Badîhewa min dihebînin, temiyên meriva çawa qanûnên min cimetê hîn dikin’. 8 Hûn temiyên Xwedê dihêlin û pey raw-rizimên merivayiyê dikevin”. 9 Û got: “Hûn temiyên Xwedê rind didine alîkî, wekî raw-rizimên xwe xwey kin. 10 Mesele, Mûsa gotiye: ‘Qedirê dê û bavê xwe bigire’ û ‘Ewê ku gilîkî qolayî dê û bavê xwera bêje, gerekê bê kuştinê’. 11 Lê hûn dibêjin: ‘Kî ku diya xwera yan bavê xwera bêje: Ew alîkariya ku gerekê ji min bigihîje te, ew qurban e’, (awa gotî diyarîk e ku Xwedêra tê dayînê) 12 hûn îdî nahêlin ku ew tiştekî dê û bavê xwera bike! 13 Bi vî awayî, hûn bi wan raw-rizimên xweye ku derbazî nisilên nû dikin, xebera Xwedê dikine xwelî. Û hûn gelek tiştên aha dikin”. 14 Hingê Îsa elalet dîsa gazî cem xwe kir û gote wan: “Hûn hemû guhdariya min bikin û fem kin. 15 Tiştekî usa tune, ku ji derva bikeve nav-dilê mêriv û wî biherimîne, lê ew tiştên ku ji dil dertên, ew mêriv diherimînin”.
10-16 NÎSANÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 DÎROK 8-9
“Ewê Bîlaniyê Qîmet Dikir”
w99 1/11 20 ¶4
Çaxê Merdaniyê Didî Kifşê
Jin-padşa Şebayê seva ku here cem Silêman, bêşik gelek wede û qewata xwe xerc kir. Tê kifşê wekî padşatiya Şebayê ser erdê Komara Yemenêye îroyînda bû. Dêmek seva ku bigihîşta Orşelîmê, jin-padşa Şebayêra tevî karwana deveyên wê, lazim bû 1 600 kîlomêtir rê biçûna. Bi giliyên Îsa, jin-padşa Şebayê “ji serê dinê hat”. Gelo çira ewê cefakî usa mezin kişand, wekî bikeve rêke usa dûr? Berî pêşin, ewê dixwest “serwaxtiya Silêman bibihê” (Lûqa 11:31).
w99 1/7 30 ¶4-5
Serlêdana ku Hate Xelatkirinê
Çi jî hebû, jin-padşa Şebayê “tevî karwanekî pir mezin, bi deveyên biharatê û heta bêjî bes bi zêr û kevirên hêja barkirî” hate Orşelîmê (1 Padşatî 10:2a, ÎM). Hine meriv dibêjin, wekî komeke bi çeka pey vî “karwanekî pir mezin” dihat, wekî rêda wan biparêze. Û ev yek femdarî ye, çimkî jin-padşa yeke xweyê hukumê mezin bû, û gelek tiştên qîmet tevî xwe dibir, yên ku roja îroyîn beramberî bi deha mîlyona dolara dibe.
Lê dîna xwe bidinê ku jin-padşayê bihîstibû, wekî rûmet û navdariya Silêman bi saya “navê Xudan” bû. Lema jî nêta çûyîna wê arş-vêrş nîbû. Eşkere ye, ku berî pêşin nêta wê ev bû, wekî bîlaniya Silêman bibihê, û dibeke hela hê derheqa Yehowa Xwedêyê wî jî tiştekî pêbihese. Diqewime ew ji rikiniyata Sem yan Ham bû, yên ku Yehowa dihebandin, lema jî dibeke jêra hewas bû derheqa dînê kal-bavê xwe pêbihese.
w99 1/7 30-31
Serlêdana ku Hate Xelatkirinê
Çaxê jin-padşa Şebayê bîlaniya Silêman û dewlemendtiya wî dît, ji “metalbûnê devê wê vekirî ma” (1 Padşatî 10:4, 5, ÎM). Hine meriv dibêjin wekî ev tê hesabê ku ji ecêbmayîbûnê ewê nikaribû “bîna xwe jî bikişîne”. Lêkolînkarek hela hê dibêje ku diqewime jin-padşa ji vê yekê xeriqî jî! Çi jî hebû, jin-padşa çi dît û bihîst, ew ji vê yekê zendegirtî ma. Ewê got ku mecala xulamên Silêman heye ku guh bidine bîlaniya padşa, û ewê pesinê Yehowa da, ku Ewî textê padşatiyê da Silêman. Paşê ewê pêşkêşên biha da padşê, tenê zêr hergê bi bahê îroyîn hesab kin, qasî 40 000 000 dolarî bû. Silêman jî gelek pêşkêş dane wê, “her tiştên ku xwest dayê” (1 Padşatî 10:6-13, ÎM).
it-2 990-991
Silêman
Çaxê jin-padşa Şebayê rewş-rûmeta paristgehê û mala Silêman dît, û usa jî dît, ku çawa xwarin û vexwarinê datînin ser sifira, çev kincxwekirina xulamên wî ket, û dît ku paristgehêda çawa hertim qurbanên baş têne dayînê, “îdî pêra can nema”. Lema jî ewê got: “Nîvê zanyariya te jî minra nehatiye agahî dayîn [gotinê] û tu ji nav û dengê ku hatiye guhê min bilindtir î”. Ewê usa jî got, ku xwezî li xulamên wî, wekî padşakî usara xizmet dikin. Çi ku ewê dît, lê hêlan kir pesin û şikirî bide Yehowa Xwedê, yê ku hizkirina xwe Îsraêlîra da kifşê û Silêman kire padşa, wekî ew bi heqiyê dîwana meriva bike (1 Pd. 10:4-9; 2 Dr. 9:3-8).
Xizna Kitêba Pîroz
it-2 1097
Text
Kitêba Pîrozda ji hemû padşên Îsraêlê hûr bi hûr tenê derheqa textê padşatiyêye Silêman tê gilîkirinê (1 Pd. 10:18-20; 2 Dr. 9:17-19). Ça kifş e, textê wî ‘Eywana Textda’ hatibû danînê, ev avayîkî Orşelîmêda bû, yê ku ser Çiyayê Moriyayê bû (1 Pd. 7:7, ÎM). Ev text ji “diranên fîla” hatibû çêkirinê û rûyê wê ji zêrê xalis bû, mildankên vî hebûn, û pişt vî jî perdekî gilover dardakirî bû. Rast e diqewime ev text heçî zef ji diranên fîla hatibû çêkirinê, lê li gora mêtodên avayên paristgehê, text dibeke ji dar hatibû çêkirinê, rûyê vî zêrkirî bû û bi diranên fîla xemilandî bû. Û gava meriv dîna xwe didanê, tê bêjî ev bi temamî ji zêr û diranên fîla bû. Paşî vê yekê ku Kitêba Pîrozda derheqa şeş pêpelînga tê gotinê, ev usa dibêje: “Li her du aliyê ciyên rûniştinê mil hebû û li ber mila şêr disekinîn” (2 Dr. 9:17-19). Ev yek ecêbmayî nîne, çimkî şêr bi sîmbolîk hukumê padşatiyê eyan dikir (Dsp. 49:9, 10; Ent. 5:5). Ça tê kifşê ev 12 heykelên şêr, 12 berekên Îsraêlêva girêdayî bûn, û diqewime bi sîmbolîk didanê kifşê, ku ewana bin hukumê padşêda nin, yê ku ser text rûniştiye, û piştgiriya wî dikin. Usa jî binpîke ji zêr textva bû. Li gora gilîkirina derheqa textê ku ji diranên fîla û zêr bû, pişt kîjanî perdekî gilover dardakirî bû û şêr pêşberî vî bûn, nîşan dike wekî ev rewşa xweva ji hemû textên wî çaxî çêtir bû. Ev yek li gora lêkolînên arxêoloja, neqişên ser heykelên berê û li gora nivîsara ye. Lema jî nivîskarê kitêba Dîrok usa got: “Li qe tu welatî tiştekî usa ne hatibû çêkirin” (2 Dr. 9:19).
(2 Dîrok 9:19) Û li her şeş pêlikî, li her du aliyê wê, donzdeh şêr disekinîn; li qe tu welatî tiştekî usa nehatibû çêkirin.
(Marqos 7:17-32) Gava ji elaletê qetiya hate mal, şagirtên wî mena wê meselê jê pirsîn. 18 Îsa li wan vegerand û got: “Hûn hê nagihîjine giliya? Çima hûn fem nakin, çi ku ji derva dikeve nav-dilê mêriv, nikare wî biherimîne. 19 Çimkî ew ne ku dikevine dilê wî, lê diçine zikê wî û ji wir jî dertên derva”. (Bi vî awayî Îsa da kifşê, ku hemû xwarin jî helal in.) 20 Û got: “Ew tiştên ku ji dilê mêriv derdikevin, ew wî diherimînin. 21 Çimkî ji hindur, ji dilê meriv fikirên xirab derdikevin: Qavî, dizî, kuştin, 22 zinêkarî, timayî, xirabî, fêlbazî, toltî, çevê xirab, buxdanbêjî, kubarî û bêaqilî. 23 Ev hemû tiştên xirab ji dil derdikevin û mêriv diherimînin”. 24 Îsa ji wê derê rabû çû sînorê Sûrê. Çû malekê û nedixwest ku kesek pê bihesiya, lê nikaribû xwe veşarta. 25 Kulfeteke ku qîzika wê ruhê heramva girtî bû, bona Îsa pê hesiya, lez hat û xwe avîte ber nigên wî. 26 Ew kulfet yûnan bû, esilê xweda jî ji Fînîkya Sûryayê bû. Wê lava ji Îsa kir, ku cin ji qîza wê derxe. 27 Îsa wêra got: “Bihêle bira pêşiyê zar têr bin, çimkî ne rast e ku nan ber zara hildin û bavêjine ber sa”. 28 Ewê li wî vegerand û got: “Belê Xudan, ne se jî wan hûrikên ber zaraye binê sifrêda mayî dixwin?” 29 Hingê wî kulfetêra got: “Bona xatirê vê gotina te, tu dikarî herî. Cin ji qîzika te derket”. 30 Kulfet çû mala xwe, dîna xwe dayê, wê qîzik nav nivînêda palda ye û cin jî jê derketiye. 31 Pey wê yekêra Îsa ji sînorê Sûrê derket, nava Saydêra derbaz bû, qeza Dêkapolîsêra hate gola Celîlê. 32 Merivekî ker û lal anîne cem wî û lava jê kirin ku destê xwe dayne ser wî.
17-23 NÎSANÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 DÎROK 10-12
“Kara Şîreta Bîlan”
Ewî Dikaribû Keremên Xwedê Bistanda
Rehobowam tevhevbû, û nizanibû çi bikira. Hergê ewî xwestina cimetê bianiya sêrî, ewî malbeta xweva û yên ku qesira wîda bûn, dikaribûn hebûk û tiştên qîmet unda kirana. Alîkî dinva jî, hergê ewî xwestina wan pişt guhê xweva biavîta, cimet wê miqabilî wî rabûya. Lê gelo ewî çi kir? Ew pêşiyê çû bal şîretkarên bavê xwe, yên ku emirda mezin bûn. Lê paşê ew çû bal cahilên ku emirda qasî wî bûn. Ewî şîretên wan cahila qebûl kir, û safî kir wekî tevî cimetê sert be. Ewî caba wan usa da: “Bavê min nîrê we giran kir; lê belê ezê bi ser wêva bixim; bavê min we bi qamçiyan perwerde kir; lê belê ezê we bi tûpişkanva perwerde bikim!” (2 Dîr. 10:6-14).
w01 1/9 28-29
Çawa Tu Dikarî Safîkirinên Baş Bikî
Usa jî Yehowa birên cêribandî civatada kifş kiriye, tevî kîjana em dikarin şêwira xwe bikin, gava mera lazim be safîkirineke ferz bikin (Efesî 4:11, 12). Lê çaxê şîret dixwazî, çev nede wan kesa, yên ku bal cûre-cûre meriva şîreta dixwazin, heta ku vê şîretê bibihên, kîjan ku dilê wan tê, û paşê jî pey vê şîretê diçin. Em gerekê mesela Rehobowam bîra xweda xwey kin. Çaxê ewî gerekê safîkirineke ferz bikira, ewî ji mêrên emirda mezin, yên ku tevî bavê wî xizmet kiribûn, şîreteke bîlan stand. Lê ewî şîreta wan pişt guhê xwe avît û şêwira xwe tevî kesên cahil kir, yên ku qasî wî bûn. Ewî şaşîke mezin berda, ku guh da şîreta wan cahila û rûyê vê yekêda ewî heçî zef padşatiya xwe unda kir (1 Padşatî 12:1-17).
Şîreta ji wan meriva bixwazin, yên ku emirda cêribandî ne, Kitêba Pîroz rind zanin, prînsîpên vê qîmet dikin û emirê xweda didine xebatê (Metelok 1:5; 11:14; 13:20). Wede bivînin wekî ser wan prînsîp û hemû înformasiya ku wera hatiye dayînê, kûr dişirmîş bin, kîjan ku pirsa weva girêdayî ye. Hergê hûn ser hemû dereca, li gora nihêrandina Yehowa binihêrin, safîkirina rast wê bona we diha zela be (Fîlîpî 4:6, 7).
it-2 768 ¶1
Rehobowam
Ji bo babaxî û bêremtiya Rehobowam, heçî zef Îsraêlî miqabilî wî rabûn. Tenê berekên Cihûda û Binyamîn piştgiriya mala Dawid kirin. Usa jî kahîn û Lêwiyên ji herdu padşatiya pişta wî girtin û hine kesên ji padşatiya deh berekî (1 Pd. 12:16, 17; 2 Dr. 10:16, 17; 11:13, 14, 16).
Xizna Kitêba Pîroz
it-1 966-967
Cinên Mîna Bizina
Ça ji giliyên Yêşû 24:14 tê kifşê, hebandina qelp ya Misiriya ser Îsraêliya hukum bû, gava ewana wêderê dijîtin. Lê Hezeqêl nîşan dike, wekî wana xwe li edetên pûtparista digirt, hê gelek wext paşî derketina ji Misirê jî (Hz. 23:8, 21). Ser hîmê vê yekê zandar dibêjin, wekî temiya Xwedê ku ewî beriyêda dabû Îsraêliya, qedexe dikir wekî qurbana cinara bînin, yên ku mîna bizina bûn (Qn.Kh. 17:1-7), û ew yek ku Yerovam kahîn kifş kirin bona xizmetiya ‘bizinên mîna cina û bona golikên ku ewî çêkiribûn’ (2 Dr. 11:15), nîşan dike wekî Îsraêlî xwe li cûrekî hebandina bizinara girtibûn, ya ku Misirêda gelek belabûyî bû, îlahî Misira Jêrînda. Li gora giliyên Hêrodot (II, 46), bin hukumê Misiriyada, cem Yûnaniya bawerî hindava Pan û satîra pêşda hat, xudanên mêşeya yên bi temê xirab, kîjana ku paşê neqiş dikirin bi stirûya, poç û nigên bizina. Hinek dibêjin wekî cûrê wan xudanên ku nîvîda merî nîvîda heywan bûn, bû destpêka vê yekê ku Şeytan neqiş dikirin bi poç, stirû û sima. Ew yek usa jî nava Mesîhiyên qelpda belabûyî bû, qirna 5 heta 10 D.M..
Yeke zelal nîne ku ev xebera Îbranî (sêîrîm) “yên pirçot” bi rastî çi tê hesabê. Hinek dibêjin wekî ew tê hesabê bi rastî bizin yan jî pûtên mîna bizina. Lê ewana vê yekê raste-rast nikarin bêjin, çimkî rêzên dinda îzbatkirina vê yekê tune ye. Dibeke ew xeber dide kifşê, wekî ewên ku xudanên qelp dihebandin, wan xudana hişê xweda usa didane ber çevê xwe, ku rûva mîna bizina bûn yan jî pirçot. Yan jî dibeke xebera “bizin” dihate xebitandinê ça nefretî hindava hemû pûta. Mesele, xebera Îbranî, ya ku gelek rêzên Kitêba Pîrozda tê xebitandinê hindava pûta, ji xebera ku tê hesabê “edebe” pêşda tê, lê yeke ew nayê hesabê wekî pûta bi rastî ji edebê çêdikirin (Qn.Kh. 26:30; Qn.Dc. 29:17).
(2 Dîrok 11:15) Û bona ciyên bilind û bona nêriya [bizina] û bona golikên ku çêkirine, xwera kahîna danîn.
(Marqos 8:1-15) Wan rojada dîsa elaleteke giran civiya. Tiştekî wanî xwarinê tunebû ku bixwarana, Îsa gazî şagirtên xwe kir û got: 2 “Gunê min li vê elaletê tê. Ev sê roj e tevî min e û tiştekî wanî xwarinê tune. 3 Heger ez wan birçî verêkime malên wan, dilê wanê rêva xweva here û ji van hinek jî ji ciyên dûr hatine”. 4 Şagirtên wî lê vegerandin û gotin: “Li vê beriyê emê ji ku haqas nan dest xin, ku vê cimetê têr kin?” 5 Îsa ji wan pirsî: “Çend nanên we hene?” Wana got: “Heft”. 6 Hingê emir kir ku elalet ser erdê rûnê. Ewî ew heft nan hildan şikirî da, ew kerkirin û paşê dane şagirtên xwe, ku daynine ber elaletê. Wana ew danîne ber wan. 7 Û çend mesiyên wane biçûk jî hebûn. Îsa bona wan jî şikirî da û got: “Van jî daynine ber elaletê”. 8 Wana xwar û têr bûn. Paşê heft zembîl ji hûrikên bermayî berev kirin. 9 Ewên ku xwarin, weke çar hezar meriva bûn. Gava ku Îsa ew verêkirin, 10 pêra-pêra tevî şagirtên xwe kete qeyikê û çûne qeza Dalmanûtayê. 11 Fêrisî hatin û destpêkirin Îsara ketine dewê. Ew dicêribandin û ji wî nîşanek ji ezmên dixwestin. 12 Kûr keser hatê û got: “Çima eva nisila li nîşanekê digere? Ez rast wera dibêjim ku vî nisilîra nîşanek nayê dayînê”. 13 Wî ew hiştin, dîsa kete qeyikê û derbazî wî berî golê bû. 14 Îjar şagirta bîr kiribû ku xwera nan hildana. Li cem wan, qeyikêda pêştirî nanekî tiştekî wanî xwarinê tunebû. 15 Îsa temî da wan û got: “Miqatî xwe bin, hevza xwe ji hevîrtirşkê fêrisiya û usa jî yê Hêrodes bikin”.
24-30 NÎSANÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 DÎROK 13-16
“Îtbariya Xwe Yehowa Bîne—Çiçax?”
Birên Cahil – Hûn Çawa Dikarin Îtbariya Xûşk-Bira Qazanc kin?
12 Cahiltiya xweda, Asa Padşa yekî milûk û mêrxas bû. Mesele, paşî mirina bavê xwe Ebîya, gava Asa bû padşa, ewî destpêkir pûtparistiyê kuta ke. Usa jî, ewî cimeta Cihûdara got ku bira ewana Yehowa bigerin û guh bidin qanûnên wî (2 Dîrok 14:1-7). Gava Zerahê Etyopî tevî mîlyonekî eskerên xwe kete welatê Cihûda, Asa Padşa ji Yehowa alîkarî xwest. Ewî fem dikir ku heger Yehowa alî wan bike, hejmara wan qet ne ferz e. Lema Asa ji dil bawer dikir ku Yehowa dikare wî û miletê wî xilaz ke. Asa xwe dispart Bavê xweyî ezmanî, û Ewî dijminên wî bin dest kirin (2 Dîrok 14:8-12).
Birên Cahil – Hûn Çawa Dikarin Îtbariya Xûşk-Bira Qazanc kin?
13 Gava mîlyonek esker miqabilî Asa Padşa derketin, ev yek bi rastî jî problêmeke mezin bû. Asa ji Yehowa alîkarî xwest, û ev yek safîkirineke baş bû. Lê sed heyf ku gava problêmeke biçûk pêşda hat, Asa ji Yehowa alîkarî nexwest. Wexta ku padşê Îsraêl Baaşa dixwest hicûmî Cihûda bike, Asa ji padşê Sûryayê alîkarî xwest. Axiriya vê safîkirinê gelek xirab bû. Yehowa bi saya Hananî pêxember Asara usa got: “Madem ku te xwe sipart qiralê [padşê] Sûriyê û te xwe nesipart Xwedayê xwe Xudan, lema artêşa qiralê Sûriyê ji destê teva reviya û xilaz bû”. Ji wê demê, Asa Padşa mecbûr bû ku timê şer bike (2 Dîrok 16:7, 9; 1 Padşatî 15:32). Ji serhatiya wî em çi hîn dibin?
Birên Cahil – Hûn Çawa Dikarin Îtbariya Xûşk-Bira Qazanc kin?
14 Milûk bimîne û timê xwe bispêre Yehowa. Wexta ku tu hatî nixumandinê, te bawerîke mezin eyan dikir û te xwe dispart Yehowa. Û Yehowa tu di malbeta xweda qebûl kirî. Niha jî gelek ferz e ku tu berdewam kî xwe bispêrî wî. Gava tu safîkirinên gelek ferz dikî, hilbet hêsa ye ku tu baweriya xwe Yehowa bînî. Lê gava tu safîkirinên herrojî dikî, tu hingê jî rêberiya Yehowa digerî? Mesele, gava tu xwera xebatekî digerî, wedederbazkirinê dijbêrî yan ji xwera nêta datînî, tu car xwe nespêre aqilê xwe. Prînsîpên Kitêba Pîroz bigere, yên ku wê alî te bikin wekî tu safîkirinên rast bikî, û pey wan prînsîpa here (Metelok 3:5, 6). Heger tu usa bikî, tuyê dilê Yehowa şa bikî û bona xûşk-bira bibî mesela baş (1 Tîmotêyo 4:12 bixûne).
Xizna Kitêba Pîroz
Bi Hemûya Dilê Xwe Yehowara Xizmet kin
7 Her kes ji me dikare xwe bicêribîne, hela dilê me bi temamî Yehowara amin e yan na. Mesele, pirsên usa bidine xwe: “Gelo ez timê gura Yehowa dikim? Gelo ez çi dikim seva hebandina rast û ruhaniya civatê temiz xwey kim?” Bifikirin derheqa serhatiya Asa. Ewî mêrxasiya gelek mezin da kifşê çaxê miqabilî pîrika xwe Maaka derket, ya ku diya padşa bû! Cara dibeke tu jî mîna Asa rastî derecên usa bêyî ku tera mêrxasî lazim bê. Mesele, bide ber çevê xwe, merivê teyî nêzîk yan jî hevalê te gune kiriye, lê gunê xwe nayne rûyê xwe û gerekê ji civatê bê derxistinê. Tuyê çi bikî, gelo tuyê dîsa tevî wî merivî hevaltiyê bikî? Gelo hingê dilê te wê te berbi çi hêlan ke?
(2 Dîrok 15:16) Û Maakaya dayika qiral [padşa] Asa jî ji qiralîçetiyê rakir, ji ber bona Aşera pûtekî mekrûh [heram] çêkiribû û Asa pûtê wê jêkir û kir toz û newala Kîdronêda wê şewitand.
(Marqos 8:16-32) Lê ewana nav hevda xeber didan û digotin: “Nanê me tune, lema aha dibêje”. 17 Îsava eyan bû ku ew çi dibêjin û wanra got: “Hûn çima nav hevda xeber didin, ku nanê we tune? Hela hê hûn fem nakin? Û serê weda rûnanî, hela hê nagihîjine giliya? 18 Çevê we hene, hûn nabînin? Guhê we hene, hûn nabihên? Çawa nayê bîra we, 19 çaxê min pênc nan bona pênc hezar meriva kerkirin? We ji hûrikên bermaya çend seleyên tijî berev kirin?” Wan lê vegerand û gotin: “Donzdeh”. 20 “Û gava min heft nan bona çar hezar meriva kerkirin, we çend zembîlên tijî bermayî berev kirin?” Wan got: “Heft”. 21 Îsa wanra got: “Lê çima hûn hê fem nakin?” 22 Û ew hatine Beytsaydayê. Hineka merivekî kor anî cem Îsa û lava jê kirin, ku destê xwe dayne ser wî. 23 Ewî jî destê merivê kor girt, ji gund derxiste der, çevên wî bi tûka xwe şil kirin û destên xwe danîne ser wî, pirsî: “Tu tiştekî dibînî?” 24 Ewî jî li jorê nihêrî û got: “Ez meriva dibînim, lê mîna dara ne, ku digerin”. 25 Dîsa Îsa destên xwe danîne ser çevên wî, meriv zûr bû nihêrî û çevên wî vebûn, her tişt zelal dît. 26 Îsa ew şande mala wî û jêra got: “Nekeve nava gund”. 27 Îsa tevî şagirtên xwe çû gundên Qeyseriya Fîlîpoyê û rêda ji şagirtên xwe pirsî: “Bi texmîna meriva ez kî me?” 28 Wan lê vegerand û gotin: “Hinek dibêjin Yûhennayê nixumdar e, hinekên din dibêjin Êlyas e, hinekên mayîn jî dibêjin yek ji pêxembera ye”. 29 Îsa ji wan pirsî: “Lê hûn çi dibêjin? Bi texmîna we ez kî me?” Petrûs lê vegerand û gotê: “Tu Mesîh î”. 30 Ewî temî li wan kir, ku derheqa wîda kesîra tiştekî nebêjin. 31 Pey vê yekêra Îsa destpêkir şagirtên xwe hîn kir, ku gerekê Kurê Însan gelekî cefê bikişîne, ji aliyê rûspiya, serekên kahîna û qanûnzanada bê texsîrkirinê û kuştinê, lê roja sisiya ji mirinê rabe. 32 Ewî ev yek zelal got. Hingê Petrûs ew da alîkî û lê hilat.