KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwbr23 Gulan rûp. 1-15
  • Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin
  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2023)
  • Binserî
  • 1-7 GULANÊ
  • Ji Serhatiyên Kitêba Pîroz Dersê Xwera Hildin
  • w15 15/8 11-12 ¶8-9
  • Bifikirin ser Hizkirina Xwedê ku Kuta Nabe
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • w17.03 20 ¶10-11
  • Bi Hemûya Dilê Xwe Yehowara Xizmet kin
  • 8-14 GULANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 DÎROK 20-21
  • “Baweriya Xwe Xwedêyê Xwe Yehowa Bînin”
  • w14 15/12 23 ¶8
  • Xilaziya vê Dinya Xirab Em Yektiyê Xwey Dikin
  • w21.11 16 ¶7
  • Cotên Teze Zewicî—Şixulê Yehowa Daynin ser Ciyê Pêşin!
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • it-1 1271 ¶1-2
  • Yoram
  • 15-21 GULANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 DÎROK 22-24
  • “Yehowa Mêrxasa Xelat Dike”
  • w09 1/4 24 ¶1-2
  • Rûyê Hevalên Xirabda Yoaş ji Yehowa Dûr Ket
  • w09 1/4 24 ¶3-5
  • Rûyê Hevalên Xirabda Yoaş ji Yehowa Dûr Ket
  • it-1 379 ¶5
  • Definkirin, Ciyê Definkirinê
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • it-2 1223 ¶13
  • Zekerya
  • 22-28 GULANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 DÎROK 25-27
  • “Yehowa Dikare ji Vê Zêdetir Bide Te”
  • it-1 1266 ¶6
  • Yoaş
  • w21.08 30 ¶16
  • Çawa Qenciya Yehowa “Tem kin”?
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • w07 15/12 10 ¶1-2
  • Gelo Şîretkarê Weyî Ruhanî Heye?
  • 29 GULANÊ–4 HEZÎRANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 DÎROK 28-29
  • “Tu Dikarî Yehowara Xizmet kî, Hergê Zarotiya Te Nebaş Derbaz Bûye jî”
  • w16.02 14 ¶8
  • Çev Bidine Dostên Yehowayî Nêzîk
  • w16.02 14 ¶9-11
  • Çev Bidine Dostên Yehowayî Nêzîk
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • w12 15/2 24-25
  • Natan bi Aminî Hebandina Rast Diparast
  • 5-11 HEZÎRANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 DÎROK 30-31
  • “Gava Em Tevayî Dicivin Em Karê Distînin”
  • it-1 1103 ¶2
  • Hizqiya
  • it-1 1103 ¶3
  • Hizqiya
  • it-1 1103 ¶4-5
  • Hizqiya
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • w18.09 6 ¶14-15
  • “Heger Hûn vê Yekê Zanin, Hûnê Xwezilî bin Gava Biqedînin”
  • 12-18 HEZÎRANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 DÎROK 32-33
  • “Kesên Din Wedê Tengasiya Bişidîne”
  • it-1 204 ¶5
  • Asûr
  • w13 15/11 19 ¶12
  • Heft Şivan, Heyşt Serok—Îro bona Me Çi Têne Hesabê
  • w13 15/11 19 ¶13
  • Heft Şivan, Heyşt Serok—Îro bona Me Çi Têne Hesabê
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • w21.10 4-5 ¶11-12
  • Çi ye bi Rastî Tobekirin?
  • 19-25 HEZÎRANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 DÎROK 34-36
  • “Gelo Tu ji Xebera Xwedê bi Temamî Karê Distînî?”
  • it-1 1157 ¶4
  • Hûlda
  • w09 15/6 10 ¶20
  • Hindava Mala Yehowa Xîret be!
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • w17.03 27 ¶15-17
  • Ji Serhatiyên Kitêba Pîroz Dersê Xwera Hildin
  • 26 HEZÎRANÊ–2 TÎRMEHÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | EZRA 1-3
  • “Bihêle Bira Yehowa Te Bide Xebatê”
  • w22.03 14 ¶1
  • Ji Xewn-Xeyala Zekerya Mêrxasiyê Bistîne
  • w17.10 26 ¶2
  • Erebe û Tac We Xwey Dikin
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • w06 15/1 19 ¶1
  • Fikirên Sereke ji Kitêba Ezra
Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2023)
mwbr23 Gulan rûp. 1-15

Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin

© 2023 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania

1-7 GULANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 DÎROK 17-19

“Ser Meriva usa Binihêre Çawa Yehowa Dinihêre”

w17.03 24 ¶7

Ji Serhatiyên Kitêba Pîroz Dersê Xwera Hildin

7 Niha were şêwir kin derheqa Yehoşefatê kurê Asa. Gelek xeyset-hunurên wîyî baş hebûn. Ewî gelek kirên baş kir, çimkî xwe disparte Xwedê. Lê yeke ewî jî safîkirinên neaqilayî kir. Mesele, ewî qîza Ahabê zulm, kurê xwera jintî xwest. Xêncî vê yekê, ew û Ahab mil dane hev, seva tevî Sûriya şer bikin. Lê Mîxa pêxember pêşda ew şîret kir wekî neçe şer, yeke Yehoşefat çû û ancax ji mirinê xilaz bû. Paşî vê qewimandinê ew vegeriya Orşelîmê (2 Dîr. 18:1-32). Gava Yehû pêxember wî dît, ew pirseke usa da wî: “Gelo lazim e alîkariyê bidî yên xirab, û wana hiz bikî yên ku Yehowa nefret dikin?, DT”. (Bixûne 2 Dîrok 19:1-3.)

w15 15/8 11-12 ¶8-9

Bifikirin ser Hizkirina Xwedê ku Kuta Nabe

8 Yehowa dixwaze em bizanibin, ku ew me hiz dike, û ew dîna xwe dide ser tiştên din, ne ku ser neqedandîbûna me. Ew tiştên baş nav meda digere (2 Dîrok 16:9). Werin em binihêrin meselekê, ku çawa Yehowa tiştên baş nava padşayê Cihûda Yehoşefatda dît. Yehoşefat safîkirina nerast kir çaxê tevî Ahab padşayê Îsraêlê bû yek û miqabilî Sûryayê derket di Ramot-gîledêda. Rast e 400 pêxemberên qelp digotine Ahabê zulm, ku wî şerîda ew wê serkeve, lê pêxemberê Yehowayî rast Mîkaya gote Yehoşefat û Ahab, ku hergê ewana herin şer bikin, wê bidine der. Hema usa jî qewimî. Wî şerîda Ahab hate kuştinê, lê Yehoşefat ancax xilaz bû. Paşî wî şerî, Yehowa Yehû da xebatê ku Yehoşefat hilê û şîret ke ji bo şaşiya wî. Lê usa jî Yehû gote Yehoşefat: “Teda tiştên qenc hatin dîtin” (2 Dîrok 18:4, 5, 18-22, 33, 34; 19:1-3).

9 Çend sal pêşda Yehoşefat ferman dabû serwêra, lêviya û keşîşa ku herine hemû şeherên Cihûda, seva ku meriva qanûna Yehowa hîn kin. Wana ew şixul usa rind kirin, ku hela hê merivê ji miletê din jî derheqa Yehowa pêhesiyan (2 Dîrok 17:3-10). Rast e paşê Yehoşefat safîkirina nerast kir, lê Yehowa kirinên wîye baş kîjan ku ewî berê kiribû, bîr nekir. Ev mesele me gelek dilgerm dike, çimkî cara em jî şaşiya berdidin. Lê hergê em bi dil û can wîra qulix dikin, ew wê berdewam ke me hiz bike, û wê bîr neke wan tiştên baş ku me kiriye.

Xizna Kitêba Pîroz

w17.03 20 ¶10-11

Bi Hemûya Dilê Xwe Yehowara Xizmet kin

10 Yehoşefat jî mîna bavê xwe Asa bû (2 Dîr. 20:31, 32). Yehoşefat jî alî cimeta xwe dikir, wekî Yehowa bigerin. Bona vê yekê, ewî cûre-cûre şeherada bi kitêba Qanûna Yehowa cimet hîn dikir (2 Dîr. 17:7-10). Ew hela hê jî çû padşatiya Îsraêlêye bakûrê, çiyayê Efrayîmê, seva cimetê vegerîne berbi Yehowa (2 Dîr. 19:4). Belê, Yehoşefat padşa “bi hemûya dilê xwe” Yehowa digeriya (2 Dîr. 22:9).

11 Yehowa dixwaze hemû meriv ser topa dinyayê derheqa wî pêbihesin. Vê yekêda em gişk jî dikarin alîkariyê bidin. Lê gelo te ev nêt daniye pêşiya xwe, wekî her meh Xebera Xwedê meriva hîn kî û wana berbi Xwedê bînî? Hergê tu dixwazî tevî kesekî hînbûna Kitêba Pîroz destpêkî, tu bona vê yekê Xwedêra dua dikî? Gava tu aliyê xweda hemû tiştî bikî, Xwedê wê ese alî te bike wekî hînbûna Kitêba Pîroz destpêkî. Lê hergê kesek bixwaze wekî tu Kitêba Pîroz wî hîn kî, tu hazir î wedê xweyî aza xerc kî? Mîna Yehoşefat em jî dikarin alî wan xûşk-bira bikin yên ku ruhanîda sist bûne, wekî ewana vegerine bal Yehowa. Usa jî rûspî alî wan dikin yên ku ji civatê hatine derxistinê û dibeke kirên xweyî xirab terk dane.

(2 Dîrok 17:9) Û li Cihûdayê hînî gel [cimetê] kirin û li cem wan pirtûka zagonê [qanûnê] ya Xudan hebû û li hemû bajarên Cihûdayê geriyan û hînî netewê [milet] kirin.

(Marqos 9:1-14) Û ewî wanra got: “Ez rast wera dibêjim, ku hinekên li vir sekinî hene wê mirinê nebînin, heta ku nebînin Padşatiya Xwedê bi qewat tê”. 2 Pey şeş rojara Îsa tevî xwe Petrûs, Aqûb û Yûhenna hildan û rakirine çiyakî bilind, li wir ew tenê bûn. Hingê li ber wan reng-rûyê wî hate guhastinê. 3 Kincên wî usa çîl-qerqaş bûn û haqasî biriqîn, ku li ser rûyê erdê tu tiştekî kincsipîkirinê nikaribû ew haqasî sipî bikira. 4 Hingê Êlyas û Mûsa wanva xuya bûn û tevî Îsa xeber dan. 5 Petrûs Îsara got: “Dersdar, çawa rind e ku em vir in! De emê sê holika çêkin, yekê tera, yekê Mûsara û yekê jî Êlyasra”. 6 Ew usa tirsiya bûn, ku Petrûs nizanibû çi bêje. 7 Wê gavê ewrek derket li ser wan kire sî û dengek ji ewr hat: “Ev e Kurê minî delal! Guhdariya wî bikin!” 8 Nişkêva şagirta li dora xwe nihêrî, pêştirî Îsa kesek nedîtin. 9 Çaxê ji çiyê dihatine xwarê, Îsa temî li wan kir got: “Çi ku we dît tu kesîra nebêjin, heta ku Kurê Însan ji mirinê ranebe”. 10 Şagirta ev temî xwey kir û ji hevdu pirsîn, ka mena rabûna ji mirinê çi ye. 11 Û wana jê pirsî: “Gelo çima qanûnzan dibêjin pêşiyê gerekê Êlyas bê?” 12 Ewî jî wanra got: “Rast e, pêşiyê Êlyasê bê û her tiştî cî bi cî bike. Lê çima hatiye nivîsarê, ku Kurê Însan wê gelekî cefê bikişîne û bê bêhurmetkirinê? 13 Lê ez wera dibêjim, Êlyas hatiye jî û çawa ku bona wî hatibû nivîsarê, usa jî serê wî kirin, çawa ku dilê wan xwest”. 14 Gava vegeriyane cem şagirtên din, dîtin li dora wan elaleteke giran girtiye û qanûnzan jî wanra ketibûne dewê.

8-14 GULANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 DÎROK 20-21

“Baweriya Xwe Xwedêyê Xwe Yehowa Bînin”

w14 15/12 23 ¶8

Xilaziya vê Dinya Xirab Em Yektiyê Xwey Dikin

8 Hêna Yehoşefat padşada cimeta Xwedê rastî dijminekî qewî hat, yê ku ji elaleteke mezin bû û dor-berê wan dijît (2 Dîr. 20:1, 2). Cimeta Xwedê nedixwest pê qewata xwe dijmina alt ke. Lê wana hewara xwe Yehowa daxist (Bixûne 2 Dîrok 20:3, 4). Ewana ne ku başqe hatine cem Yehowa, mesele kê ça dixwest û kê ça rast hesab dikir, lê çawa Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Hemûya Cihûda, tevî pitika, pîreka û lawên xwe li ber Xudan sekinandî bûn” (2 Dîr. 20:13). Çawa cahil usa jî yên emirda mezin, her kes bi aminî pey rêberiya Yehowa çû, û Yehowa ewana ji dijmina xwey kirin (2 Dîr. 20:20-27). Bi rastî eva meseleke gelek baş e, ku çaxê cimeta Xwedê rastî çetinaya tê, gerekê çi bike.

w21.11 16 ¶7

Cotên Teze Zewicî—Şixulê Yehowa Daynin ser Ciyê Pêşin!

7 Yehowa bi saya Lêwîkî bi navê Yahazîêl Yehoşefatra usa got: “Rêz girê bidin û bisekinin, . . . xilaziya [ji] Xudan bivînin” (2 Dîrok 20:13-17). Bi rastî tu kes bi vî cûreyî naçe şer! Lê ev rêberî ne ku ji merivekî, lê ji Yehowa bû. Lema jî Yehoşefat xwe bi temamî sparte Xwedê û guh da wî. Gava ew tevî cimeta xwe berbi dijmina çûn, ewî ne ku eskerên herî cêribandî, lê stranbêjên bêçek danî rêza pêşin. Yehowa sozê xwe anî sêrî û ordiya dijmina qir kir (2 Dîrok 20:18-23).

Xizna Kitêba Pîroz

it-1 1271 ¶1-2

Yoram

Yoram mîna bavê xwe Yehoşefat nîbû, ewî xwe li rastiyê nedigirt, çimkî dibeke dikete ber bayê jina xwe Atalyayê (2 Pd. 8:18). Xêncî vê yekê, ku Yoram şeş birên xwe û çend serokên Cihûdayê kuşt, ewî usa jî bineliyên xwe kişande berbi xudanên qelp (2 Dr. 21:1-6, 11-14). Padşatiya wî bi temamî tevlihev bibû. Pêşiyê Edom miqabilî wî rabû, paşê jî Lîbna (2 Pd. 8:20-22). Êlyas nema xweda Yoramra usa got: “A vay, wê Xudan bi lêxistinekî mezin li netewa [cimeta] te û li lawên te û jinên te û li hemû malên te bixe û ji ber nexweşiyê, heta ku roj bi rojê rûviyên te derkevin tuyê bi nexweşiya rûviya zef nexweş bikevî” (2 Dr. 21:12-15).

Hema usa jî qewimî. Yehowa hîşt wekî Ereb û Filistî bikevine Cihûdayê, û jin û kurên Yoram dîltî bivin. Xwedê tenê kurê wîyî biçûk Yehoahaz (navê kîjanî usa jî Ahazya bû) xwey kir, seva xatirê peymana Padşatiyê, ku ewî tevî Dawid girêdabû. “Xudan ji rûviyên [Yoram], bi nexweşiya ku baş nabe li wî xist”. Du sal şûnda “ji ber nexweşiya wî rûviyên wî derketin” û ew mir. Bi vî cûreyî jîyîna wî merivê xirab kuta bû, û tu kes ji bo mirina wî ne jî xemgîn bû. Ew bajarê Dawidda defin kirin, lê ne wan tirbada, kîderê ku padşa dihatine definkirinê. Paşî wî, kurê wî Ahazya bû padşa (2 Dr. 21:7, 16-20; 22:1; 1 Dr. 3:10, 11).

(2 Dîrok 21:14, 15) Û a vay, wê Xudan bi lêxistinekî mezin li netewa [cimeta] te û li lawên te û jinên te û li hemû malên te bixe 15 û ji ber nexweşiyê, heta ku roj bi rojê rûviyên te derkevin, tuyê bi nexweşiya rûviya zef nexweş bikevî.

(Marqos 9:15-30) Hingê temamiya elaletê ku Îsa dît, gelekî ecêbmayî ma, berbi wî bezîn û silav danê. 16 Îsa ji şagirta pirsî: “Hûn bona çi wanra ketine dewê?” 17 Ji nav elaletê merivekî lê vegerand û got: “Dersdar! Min kurê xweyî ruhê lalva girtî anî cem te. 18 Kîderê ku pê digire wî erdê dixe, kef dêv dikeve, diran lê dikine çirke-çirk û req dibe. Min hîvî ji şagirtên te kir, ku vî ruhî derxin, lê nikaribûn”. 19 Îsa li wan vegerand û got: “Hey nisilê nebawer! Heta kengê ezê tevî we bim? Heta kengê ezê li we sebir kim? Wî bînine cem min”. 20 Wana kurik anîne cem Îsa. Gava ku ruhê heram Îsa dît, pêra-pêra kurik veçirikand. Ew kete erdê, kef dêv ket û pirpitî. 21 Îsa ji bavê wî pirsî: “Ji kengêva ev yeka tevî wî diqewime?” Ewî got: “Ji zarotiyêda. 22 Û vî ruhî gelek cara eva avîtiye nava êgir û avê, ku wî bikuje. Lê heger ji destê te tê, tiştekî bike bira gunê te li me bê, alîkariya me bike!” 23 Îsa wîra got: “Belê heger ji destê te tê wekî bawer bikî? Bona yê bawer dike her tişt jî dibe”. 24 Wê gavê bavê kurik kire qîrîn û got: “Ez bawer dikim. Alîkariya nebaweriya min bike!” 25 Gava Îsa dît ku elalet dibeze, topî ser wî dibe, li ruhê heram hilat û got: “Hey ruhê ker û lal, ez emirî ser te dikim: Ji kurik derkeve û careke din nekevî nava wî!” 26 Ruh kire qîrîn, kurik qayîm veçirikand jê derket. Û kurik bû mîna miriya, usa ku geleka digot: “Ew mir!” 27 Lê Îsa destê wî girt, ew rakir. Kurik jî rabû sekinî. 28 Çaxê Îsa kete malê, şagirtên wî başqe jê pirsîn: “Me çima nikaribû ew cin derxista?” 29 Îsa li wan vegerand û got: “Cinê vî cûreyî bi tu tiştî dernayê, pêştirî bi dua”. 30 Ji wir çûn û nav Celîlêra derbaz bûn. Îsa nedixwest ku kes vê yekê bihese,

15-21 GULANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 DÎROK 22-24

“Yehowa Mêrxasa Xelat Dike”

w09 1/4 24 ¶1-2

Rûyê Hevalên Xirabda Yoaş ji Yehowa Dûr Ket

HALÊ Orşelîmê kîderê ku paristgeha Xwedê bû, ecêba reş diqewimî. Ahazya padşa teze hatibû kuştinê. Lê diya wî Atalya tiştekî usa kir, çi ku meriv ne jî dikare bide ber çevê xwe. De bidine hesabê xwe, ewê ferman da wekî hemû nebiyên wê, dêmek kurên Ahazya bikujin! Zanin çira? Çimkî ewê dixwest textê padşatiyê zeftî xwe ke.

Lê ew haş pê tune bû, wekî nebîkî wê, Yoaş, sax maye. Dixwazî pêbihesî ev yek ça qewimî? Meta Yoaş, navê kîjanê Yehoşeba bû, wî paristgeha Xwedêda veşartibû. Vê yekêda mêrê wê Yehoyada alî wê kir, yê ku Serekkahîn bû. Tevayî ewana miqatî Yoaş dibûn.

w09 1/4 24 ¶3-5

Rûyê Hevalên Xirabda Yoaş ji Yehowa Dûr Ket

Weke şeş sala derheqa vê yekê tu kesî nizanibû. Wî wedeyî Yoaş gelek tişt derheqa Yehowa Xwedê û qanûnên Wî pêdihesiya. Lê çaxê Yoaş bû heft salî, Yehoyada safî kir, wekî kurê padşê îda gerekê textê padşatiyê war be. Tu dixwazî pêbihesî, wekî ewî çi kir û çi hate serê pîrika Yoaş, Atalyaya zulm?

Yehoyada dizîkava gazî nobedarên padşê kir û wanra gilî kir, ku ça tevî jina xwe kurê padşê xilaz kir. Çaxê Yehoyada, Yoaş nîşanî wan kir, wana fem kir, wekî ew padşê qanûnî ye. Û bona vê yekê wana şêwira xwe kir, ku çi bikin.

Yehoyada, Yoaş nîşanî cimetê kir, tac danî ser serê wî û ew kire padşa. Temamiya cimetê “çepika xistin û gotin: ‘Her bijî padşa!’” Hingê nobedarên padşê dora padşê girtibûn, û hazir bûn wî biparêzin. Çaxê Atalyayê qîrîniya cimetê bihîst, ku ça şa dibin, leze-lez hate ber paristgehê û destpêkir bike qare-qar. Lê Yehoyada ferman da, wekî lê bivin û bikujin (2 Padşatî 11:1-16, ÎM).

it-1 379 ¶5

Definkirin, Ciyê Definkirinê

Serekkahînê amin Yehoyada, bi qedir-siyanetê tevî padşên din “li bajarê Dawid” defin kirin. Kitêba Pîroz dibêje, ku tenê ew, yê ku ji xeza padşatiyê nîbû, usa bi qedir hate definkirinê (2 Dr. 24:15, 16).

Xizna Kitêba Pîroz

it-2 1223 ¶13

Zekerya

12. Zekerya, kurê Yehoyada serekkahîn bû. Paşî mirina Yehoyada, Yoaş Padşa terka hebandina rast da û guh da şîretkarên xirab, ne ku Zekerya pêxember, yê ku kurmetê wî bû (2 Dr. 22:11). Zekerya sert elamî cimetê dikir, ku axiriya kirên wan wê gelek xirab be. Dewsa ku tobe bikin, wana Zekerya hewşa paristgehêda dane ber kevira. Zekerya ber mirinê got, wekî bira Yehowa evê yekê bivîne û heyfê hilde. Ev xwestina wî pêxembertî bû û hate sêrî. Sûrya zirareke mezin da Cihûdayê, û Yoaş bi destê du xulamên xwe hate kuştinê, seva “xûna lawên kahîn Yehoyada”. Sêptûagînta Yûnanî û Vûlgataya Latînîda tê gotinê, wekî Yoaş hate kuştinê, seva ku heyfa xûna “lawê” Yehoyada bê hildanê. Lê têksta Masorêtî û Pêşîtta Sûryayîda, xebera “law”, gelekanîda hatiye xebitandinê. Diqewime ji bo vê meniyê gelekanîda hatiye xebitandinê, çimkî dide kifşê wekî Zekerya kurê Yehoyada, yekî xweyîqedir û xweyê hunurên baş bû. Ew him pêxember, him jî serekkahîn bû (2 Dr. 24:17-22, 25).

(2 Dîrok 24:22) Bi vî awayî qiral [padşa] Yoaş, xêra ku bavê Zekerya Yehoyada jêra kiriye bîra xweda neanî û lawê wî kuşt. Û dema dimir: Bira Xudan bivîne û lê bigere! got.

(Marqos 9:31-44) çimkî wî şagirtên xwe hîn dikir û wanra digot: “Kurê Însan wê bikeve destê meriva, ewê wî bikujin, lê pey kuştinêra roja sisiya wê rabe”. 32 Lê wana ev gotin fem nedikir, ditirsiyan jî ku ji wî bipirsin. 33 Û ew hatine Kefernahûmê. Gava Îsa malda bû, ji şagirta pirsî: “Hûn rêda bona çi hevra ketibûne dewê?” 34 Wana dengê xwe nekir, çimkî rêda nav hevda xeber dabûn, ka ji wan kî ye yê herî mezin. 35 Îsa rûnişt, gazî her donzdeha kir û wanra got: “Heger yek dixwaze bibe yê pêş, gerekê ew bibe yê herî paş û xulamê hemûya”. 36 Û destê zarokekê girt, nav wanda da sekinandinê, paşê ew zarok da hemêza xwe û wanra got: 37 “Kî zarokeke aha bi navê min qebûl ke, ew min qebûl dike. Û kî ku min qebûl dike, ew ne ku min, lê yê ku ez şandime qebûl dike”. 38 Yûhenna Îsara got: “Dersdar! Me merivek dît ku bi navê te cin derdixistin, lê me nehişt, çimkî ew pey me nayê”. 39 Lê Îsa got: “Pêşiyê li wî negirin. Kesek tune ku bi navê min keremetekê bike û pêra-pêra bikaribe hindava minda xirab xeber de. 40 Çimkî ewê ku ne miqabilî me ye, ew pişta me ye. 41 Ez rast wera dibêjim, ewê ku tase av bide we bona xatirê wê yekê, ku hûn para Mesîh in, ewê heqê xwe qet unda neke. 42 Kî ku ji van biçûka yekî, yê ku baweriya xwe min tîne ji rê derxe, wîra hê qenc e, ku beraşek stûyê wîva bê girêdanê û bê avîtinê nava berê. 43 – 44 Heger destê te, te ji rê derdixe, wî jêke! Bona te hê qenc e, ku tu qop bikevî jiyînê, ne ku du destên te hebin û herî cenimê, nava agirê ku qet natemire.

22-28 GULANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 DÎROK 25-27

“Yehowa Dikare ji Vê Zêdetir Bide Te”

it-1 1266 ¶6

Yoaş

Yoaş usa jî wedelû sed hezar eskerên xwe peretî da Padşê Cihûdayê, wekî ew tevî Edomiya şer bike. Lê pê şîreta “zilamê Xwedê” ew esker paşda vegerandin. Rast e îda wana pêşda heqê xwe 100 telantên zîv ($660 600) standibû, lê ji bo vê yekê ku ewana paşda vegerandin mal, hêrsa wan rabû. Diqewime çimkî ewana difikirîn, wekî wê vî şerîda dijmina bişêlînin û tiştên wan xwera hildin. Lema jî gava ewana vedigeriyane ciyê xwe aliyê bakurê, rêva wana destpêkir bajarên padşatiya başûrê bişêlînin ji Sameryayê (kîderê ku diqewime wana zoma xwe danîbûn) heta Beyt-Horonê (2 Dr. 25:6-10, 13).

w21.08 30 ¶16

Çawa Qenciya Yehowa “Tem kin”?

16 Hazir be bona Yehowa qurbana bikî. Seva ku em dilê Yehowa şa kin, ne lazim e em terka her tiştî bidin, çi ku em hiz dikin (Waîz 5:19, 20). Lê heger em xizmeta xwe zêde nakin, çimkî hazir nînin qurbana bikin, em dikarin bibine mîna merivê ji mesela Îsa, yê ku bi jîyîneke rihet dijît, lê Xwedê ne xema wî bû (Lûqa 12:16-21 bixûne). Birakî bi navê Krîstîan, yê ku Fransayêda dijî, usa dibêje: “Min ça lazim e wext û qewata xwe bona Yehowa û bona malbeta xwe xerc nedikir”. Krîstîan û jina wî safî kirin bibine pêşeng. Lê seva bigihîjin vê nêtê, lazim bû ewana xebata xwe bihêlin. Seva ku ebûra xwe bikin, wana mal û ofîs temiz dikirin, û hîn bûn bi perê biçûk razî bin. Gelo ewana poşman bûn ku haqas tişt ji xwe kêm kirin? Na! Krîstîan dibêje: “Em ji xizmeta xwe diha zêde şabûnê distînin, çimkî divînin ça xwendekarên Kitêba Pîroz û yên ku em serlêdana wan dikin, derheqa Yehowa pêdihesin û ruhanîda pêşda diçin”.

Xizna Kitêba Pîroz

w07 15/12 10 ¶1-2

Gelo Şîretkarê Weyî Ruhanî Heye?

ÛZÎYA 16 saliya xweda bû padşê padşatiya Cihûdaya başûrê. Ewî pêncî sala zêdetir, xilaziya qirna neha heta destpêka qirna heyşta B.D.M., padşatî dikir. Ji cahiltiyê Ûzîya tiştên ku “çevê Xudanda rast e” dikir. Lê çi alî wî dikir, ku ewî xwe li riya rastiyê digirt? Nivîsareke terîxiyêda usa tê gotinê: “[Ûzîya] berdewam dikir Xwedayê rast bigere rojên Zekeryada, yê ku şîretkarê wî bû û xwedêxof bû. Û heta ku ewî Yehowa digeriya, Xwedayê rast bona wî her tişt li hev dianî” (2 Dîrok 26:1, 4, 5).

Derheqa Zekerya, dêmek şîretkarê padşê, Kitêba Pîrozda heçî zef vê parêda em pêdihesin. Zekerya, yê ku Ûzîyayê cahil hîn dikir wekî Xwedayê rast bitirse, gelek baş ser wî hukum dikir û ew hêlan dikir, wekî tiştên rast bike. Kitêbekêda tê gotinê, ku ça tê kifşê Zekerya “gelek baş serederî Nivîsarên Pîroz derdixist, aliyê ruhanîda cêribandî bû û bi hostetî zanebûn derbazî meriva dikir” (The Expositor’s Bible). Zandarekî Kitêba Pîroz derheqa Zekerya got: “Ewî pêxembertî rind zanibû . . . yekî femkar, xwedêxof û heyf bû, lema jî ça kifş e ewî gelek baş ser Ûzîya hukum kir”.

(2 Dîrok 26:4, 5) Û li gor her tiştên ku bavê wî Amatsya çêkiriye, yên ku çevên Xudanda rast e kir. 5 Û rojên Zekeryayê ku zanîna Xwedêda wî perwerde dike dest bi lêgerîna Xwedê kir û rojên ku li Xudan digeriya Xwedê karê wî serfiraz kir.

(Marqos 10:1-16) Îsa ji wir rabû çû sînorê Cihûstanê û derbazî wî aliyê çemê Ûrdunê bû. Dîsa elaletê li dora wî girt û çawa edetê wî bû, ewî dîsa ew hîn kirin. 2 Ji fêrisiya hinek nêzîkî wî bûn û jê pirsîn, wekî wî bicêribînin: “Gelo li gora Qanûnê rast e, ku mêr jina xwe berde?” 3 Îsa caba wan da û got: “Mûsa çi temî da we?” 4 Wana got: “Mûsa îzin da, ku mêr kaxaza jinberdanê binivîse û jinê berde”. 5 Lê Îsa wanra got: “Ji dest serhişkiya we Mûsa ev temî wera nivîsî. 6 Lê serê sêrîda, wextê efirandinê Xwedê ew ‘nêr û mê xuliqandin’. 7 ‘Bona vê yekê mêrê dê û bavê xwe bihêle, xwe li jina xwe bigire 8 û her du wê bibine bedenek’. Awa îdî ew ne dudu ne, lê bedenek in. 9 Bona vê yekê ewên ku Xwedê ew kirine yek, bira meriv wan ji hevdu neqetîne”. 10 Gava ew dîsa malda bûn, şagirta bona vê meselê ji wî pirsîn. 11 Îsa wanra got: “Kî ku jina xwe berde û yeke din bistîne, hindava wêda zinêkariyê dike 12 û heger jin jî mêrê xwe berde û yekî din bistîne, zinêkariyê dike”. 13 Awa zarok danîne cem Îsa, ku destê xwe dayne ser wan, lê şagirt li yên danîn hilatin. 14 Gava ku Îsa ev yek dît, hêrs ket û wanra got: “Bira ew zarok bêne cem min, pêşiya wan negirin, çimkî Padşatiya Xwedê para yên aha ye. 15 Ez rast wera dibêjim, kî Padşatiya Xwedê mîna zarokekê qebûl neke, ew tu car nakeve nava wê”. 16 Paşê ew zar dane hemêza xwe, destê xwe danî ser wan û dua li wan kir.

29 GULANÊ–4 HEZÎRANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 DÎROK 28-29

“Tu Dikarî Yehowara Xizmet kî, Hergê Zarotiya Te Nebaş Derbaz Bûye jî”

w16.02 14 ¶8

Çev Bidine Dostên Yehowayî Nêzîk

8 Dereca Hizqiya mîna dereca Rût nîbû. Ew nava cimeteke usada mezin dibû, kîjan ku tesmîlî Yehowa bibû. Lê ne hemû Îsraêlî Xwedêra amin bûn. Bavê Hizqiya, Ahaz Padşa, merivekî zulm bû. Ewî usa kir ku cimet kete nava pûtparistiyê, û ewî hela hê paristgeha Yehowa jî bêhurmet kir. Hin jî ewî hela hê birên Hizqiya kire nava agir, seva ku wana bike qurban xudanê qelpra. Bi rastiyê jî zarotiya Hizqiya gelek xirab û çetin bû (2 Padş. 16:2-4, 10-17; 2 Dîr. 28:1-3).

w16.02 14 ¶9-11

Çev Bidine Dostên Yehowayî Nêzîk

9 Hizqiya hêsa dikaribû bibe mîna bavê xwe, ku zulm û hêrs be, û miqabilî Xwedê be. Ew merivên ku zarotiya wan ne usa xirab bû ça ya Hizqiya, difikirin ku meniya wan heye “dilê xweda ji Xudanra hêrs” bin yan ser teşkîleta wî (Metlk. 19:3). Û hinek difikirin ku çimkî zarotiya wan xirab bû, lema ewana bi jîyîna xirab dijîn, û dibeke çev didine dê-bavê xwe û şaşiyên wan dikin (Hezql. 18:2, 3). Lê gelo ew yek rast e?

10 Mesela Hizqiya ser vê pirsê eyan cabê dide: Ew yek nerast e! Tu menî tune ku meriv ser Yehowa hêrs be. Çimkî zulmî ku vê dinya xirabda heye, ne ji Yehowa ye (Îb. 34:10). Rast e dê-bav dikarin yan xirab yan baş hukum bin ser zarên xwe (Metlk. 22:6; Kols. 3:21). Lê vê yekêva girêdayî nîne ku axiriyêda zar wê yekî ça be. Çimkî Yehowa pêşkêşeke qîmet daye me, ew heye azabûna bijartinê, dêmek em dikarin xwexa safî kin ku emê çi bikin û yekî ça bin (Qan. Dcr. 30:19). Lê Hizqiya ça ew pêşkêş da xebatê?

11 Rast e bavê Hizqiya yek ji padşên Cihûdayî xirab bû, lê Hizqiya yek ji padşên baş bû. (Bixûne 2 Padşatî 18:5, 6.) Ewî çev neda bavê xwe. Ewî guhê xwe dida pêxemberên Yehowa, mesele Îşaya, Mîxa û Hoseya. Em dikarin bidine ber çevê xwe ku ewî çawa kûr guhê xwe dida wan merivên amin, seva ku ji Yehowa şîret û rastkirinê bistîne. Tiştên xirab kîjan ku bavê wî kir, Hizqiya rast kir. Mesele, ewî paristgeh temiz kir, û ji Xwedê hîvî kir ku gunê cimetê bibaxşîne, û hemû pût kuta kir (2 Dîr. 29:1-11, 18-24; 31:1). Çaxê Hizqiya rastî çetinaya hat, mesele çaxê padşê Aşûrê Sanherîb hucumî ser Orşelîmê kir, ewî mêrxasî û bawerî da kifşê. Ewî îtbariya xwe Xwedê anî, ku ew wê wana xilaz ke û usa jî bi mesela xwe û bi giliya cimet qewî kir (2 Dîr. 32:7, 8). Rast e wedekê Hizqiya qure bû, lê yeke ewî xwe nimiz kir û poşman bû (2 Dîr. 32:24-26). Eyan e ku Hizqiya îzin ne da ku zarotiya wî ser wî hukum be, û ew bibe yekî zulm. Dewsê ewî da kifşê ku Yehowa dostê wî ye. Bi rastiyê jî Hizqiya bona me meseleke baş e.

Xizna Kitêba Pîroz

w12 15/2 24-25

Natan bi Aminî Hebandina Rast Diparast

Xizmetkarê Yehowayî amin Natan, bi dil û can piştgiriya nêta Dawid kir, wekî avayê pêşin bona hebandina rast, ava bike. Lê vê derecêda, ça tê kifşê Natan bi navê Yehowa xeber neda, lê fikir û hestên xwe jêra got. Vê şevê, Yehowa temî da vî pêxemberî, wekî ew padşêra elametîke din bêje: paristgeha Yehowa wê Dawid ava neke. Ewê yekê wê kurekî wî bike. Lê Natan jêra usa jî got, wekî Xwedê tevî Dawid peymanê girêdide, bi saya kîjanê wê “textê padşatiya wî her û her” bimîne (2 Sam. 7:4-16, ÎM).

Çi ku Natan pêşiyê derheqa avakirina paristgehê gotibû, li gora qirara Xwedê nîbû. Lê yeke ev pêxemberê milûk bê kute-kut gura xebera Yehowa kir û xwestina Wî anî sêrî. Gava Xwedê bi cûre-cûre mêtoda me şîret û rast dike, em jî gerekê çev bidine mesela Natan! Ji xizmetiya Natan eyan e, wekî paşî vê yekê Yehowa dîsa jî wî qebûl dikir. Usa tê kifşê wekî Natan tevî Gad pêxember ji bîna ber Xwedê rêberî da Dawid, wekî 4 000 sazbendên bona xizmetiya paristgehê organîze ke (1 Dîr. 23:1-5; 2 Dîr. 29:25).

(2 Dîrok 29:25) Û li gor emrê Gadê ku Dîtiyê Dawid e û yê qiral e û li gor pêxember Natan Lêwiyiya bi zîla û bi santûra û bi çenkanva xistin mala Xudan; ji ber ku ev emir bi navdîtiya pêxemberên wî, ji Xudan bû.

(Marqos 10:17-31) Gava Îsa riya xweda diçû, yek berbi wî bezî, çû li ber wî çok da û jê pirsî: “Dersdarê qenc, ez çi bikim, wekî jiyîna heta-hetayê war bim?” 18 Îsa wîra got: “Tu çima minra dibêjî qenc? Qenc tenê Xwedê ye, pêştirî wî kesekî din tune. 19 Tu temiya zanî: ‘Nekuje, zinêkariyê neke, nedize, şedetiya derew nede, xûdana xelqê nexwe, qedirê dê û bavê xwe bigire’”. 20 Ewî got: “Dersdar, ev hemû jî min ji cahiltiya xweda xwey kirine”. 21 Îsa lê nihêrî, ew hiz kir û gotê: “Hê kêmasîke te heye. Here çî te heye bifiroşe, belayî feqîra ke, hingê xizna te wê li ezmên hebe. Û pey min were”. 22 Li ser vê gotinê wî reng avît, medekirî çû, çimkî gelek hebûka wî hebû. 23 Îsa li dora xwe nihêrî û şagirtên xwera got: “Dewletiyara çiqas zemet e, ku bikevine Padşatiya Xwedê!” 24 Şagirt ser van gotinên wî ecêbmayî man, lê Îsa dîsa dûmayî kir û got: “Lawno! Wanra çiqas zemet e, bikevine Padşatiya Xwedê, yên ku gumana xwe datînine ser dewleta xwe! 25 deve wê qula derziyêra hê rihet derbaz be, ne ku dewletî bikeve Padşatiya Xwedê”. 26 Şagirt gelekî ecêbmayî man û hevra gotin: “Îdî kî dikare xilaz be?” 27 Îsa li wan nihêrî û got: “Ew tişt ji destê mêriv nayê, lê ji destê Xwedê tê, çimkî Xwedê dikare her tiştî bike”. 28 Hingê Petrûs destpêkir jêra got: “Awa me hemû tişt hiştiye û pey te hatine”. 30 û li vê dinê sed qat mala, bira, xûşka, diya, zara û erda tevî zêrandina nestîne û dinya dinda jî jiyîna heta-hetayê. 31 Lê gelekên pêş wê bibine yên paş û yên paş wê bibine yên pêş”.

5-11 HEZÎRANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 DÎROK 30-31

“Gava Em Tevayî Dicivin Em Karê Distînin”

it-1 1103 ¶2

Hizqiya

Xîreta Hindava Hebandina Rast. Hizqiya xîreta xwe hindava hebandina rast da kifşê, çaxê 25 saliya xweda bû padşa. Berî pêşin ewî paristgeh vekir û teze kir. Paşê ewî gazî kahîn û Lêwiya kir û wanra got: “Xwedayê Îsraêlê Xudanra peyman danînê xistime aqilê xwe”. Ev yek peymana aminiyê bû. Rast e peymana Qanûnê qewatêda bû, lê cimetê ev pişt guhê xweva davît, lema jî Padşatiya Cihûdayêda ev Qanûn dîsa jî ça bêjî tezeda kirine qewatê. Hizqiya bi xîret destpêkir Lêwiya li gora xizmetiya wan kifş ke, û usa jî stiranbêj û sazbend dîsa ser ciyê wan cî-war kir, bona ku pesinê Yehowa bidin. Ew yek meha Nîsanêda diqewimî, gava gerekê Cejina Derbazbûnê derbaz kirana, lê paristgeh, kahîn û Lêwî paqij nîbûn. Heta 16 Nîsanê paristgeh îda hate paqijkirinê, û tiştên lazim dîsa têda cî-war kirin. Paşî vê yekê, lazim bû gunekewandineke mexsûs ya temamiya Îsraêlê bikirana. Pêşiyê, seroka qurbanên bona gune anîn, bona padşatiyê, ciyê pîroz û cimetê, û paşê cimetê bi hezara qurbanên şewitandinê anîn (2 Dr. 29:1-36).

it-1 1103 ¶3

Hizqiya

Ji ber ku cimet paqij nîbû û nikaribû wededa Cejina Derbazbûnê derbaz kira, Hizqiya qanûn da xebatê, ya ku îzin dida wekî yên ku nepaqij in, mehek şûnda vê cejinê derbaz kin. Ewî ser vê cejinê ne ku tenê gazî bineliyên Cihûdayê kir, lê usa jî gazî Îsraêliya kir. Ewî qasid bi nema şandin nav temamiya welêt, ji Beer-şebayê heta Danê. Geleka qerfê xwe wan qasida dikirin, lê hineka, îlahî ji berekên Aşêr, Minaşe û Zebûlon, xwe şkênandin û hatin. Hinekên ji bereka Efrayîm û Îsaxar jî hatin. Xêncî vê yekê, gelek necihû jî, yên ku Yehowa dihebandin, hatin. Diqewime piştgirên hebandina rastra, yên ku padşatiya bakurêda dijîtin, hêsa nîbû bêne ser vê cejinê. Miqabilî wan jî derketin û qerfê xwe wan dikirin, çimkî padşatiya deh berekî halekî gelek xirabda bû, ew pêda ketibû nava hebandina qelp, û tirsa Asûriya ser wan bû (2 Dr. 30:1-20; Jm. 9:10-13).

it-1 1103 ¶4-5

Hizqiya

Paşî Cejina Derbazbûnê, 7 roja Cejina Nanê Şkeva derbaz dikirin, ya ku bi şayîke usa derbaz dibû, ku temamiya civînê safî kir, wekî dîsa heft roja jî vê cejinê derbaz kin. Rast e hingê wedekî çetin bû, lê yeke bi saya kerema Yehowa “li Orşelîmê kêfxweşek mezin çêbû; ji ber ku ji rojên Silêmanê lawê Dawidê qiralê Îsraêlêva, li Orşelîmê mîna vêya nebû” (2 Dr. 30:21-27).

Ev ne ku şabûneke wedelû bû, lê bi rastî vegerandina hebandina rast bû. Cimeta ku ev cejin derbaz kir, pêşiya ku vegeriyana malên xwe, heykelên pîroz, bilindcî û gorîgeh wêran kirin, û stûnên pîroz jî nava temamiya erdê Cihûdayê û Binyamîn, û hela hê erdê Efrayîm û Minaşeda jî hûrdexweşî kir (2 Dr. 31:1). Hizqiya xwexa vê yekêda wanra mesele hîşt, ku merê sifir hûrdexweşî kir, kîjan ku Mûsa çêkiribû, çimkî cimetê ew mer xwera kiribû pût û bixûr ber dişewitand (2 Pd. 18:4). Paşî vê cejina mezin, seva ku hebandina rast dîsa jî bihata xweykirinê, Hizqiya kahîna parevekir ser koma û her tişt kir, wekî xizmetiya paristgehêda berdewam be. Hizqiya temî da gişka wekî li gora Qanûnê, deheka û berên pêşin bînin, çi ku kahîn û Lêwiyara diket, û cimetê bi dil û can ev yek kir (2 Dr. 31:2-12).

Xizna Kitêba Pîroz

w18.09 6 ¶14-15

“Heger Hûn vê Yekê Zanin, Hûnê Xwezilî bin Gava Biqedînin”

14 Ew yek ku ça em guh didine meriva, eyan dike ku em çiqas milûk in. Kitêba Aqûbda 1:19-da tê gotinê: “Bihîstinêda serxwe be”. Vê yekêda Yehowa xwexa meseleke baş hîştiye (Destp. 18:32; Yêşû 10:14). Bifikirin ku em çi dikarin hîn bin ji vê derecê, ya ku nivîsar e kitêba Derketinda 32:11-14. (Bixûne.) Yehowa mecal da Mûsa wekî fikirên xwe bêje, lê Ewî dikaribû nehîşta jî. Gelo hûnê bikaribin guh bidine fikirên wî merivî, kîjan ku nihêrandina nerast da kifşê, û paşê jî pey giliyên wî herin? Yehowa yeke timê bi sebir guh dide wan meriva, yên ku bi baweriyê jêra dua dikin.

15 Wê baş be her kes xwe bicêribîne û wan pirsa bide xwe: “Hergê Yehowa xwe milûk dike hindava cimeta xwe û guh dide wan, mesele çawa ewî guh dida Birahîm, Rahêl, Mûsa, Yêşû, Manoah, Êlyas û Hizqiya, lê ez gerekê usa nekim? Ez ça dikarim hê zef qedirê xûşk-birên xwe bigirim, wana qîmet kim, guh bidime fikir û şîretên wan, û hela hê jî şîretên wanî baş bînim sêrî? Civata xweda yan jî malbetêda, lazim e ez hê zêde dîna xwe bidime ser kê? Ez çi gerekê bikim bona wan?” (Destp. 30:6; Hakim. 13:9; 1 Padş. 17:22; 2 Dîr. 30:20).

(2 Dîrok 30:20) Û Xudan, Hizqiya bihîst û li netewê borand [baxşande cimetê]

(Marqos 10:32-45) Awa ew li ser rê bûn û hevraz diçûne Orşelîmê, Îsa li pêşiya wan diçû, şagirt ecêbmayî diman û ewên li pey dihatin ditirsiyan. Ewî dîsa her donzdeh dane alîkî û destpêkir ew tiştên ku wê serê wî biqewimiyana wanra got: 33 “Va ye em hevraz diçine Orşelîmê. Kurê Însan wê bikeve destê serekên kahîna û qanûnzana. Ewê jêra kuştinê derxin û wî bidine destê necihûya 34 û ewê qerfê xwe li wî bikin, tûkinê, bidine ber qamçiya, wî bikujin, lê roja sisiya wê ji mirinê rabe”. 35 Hingê kurên Zebedî, Aqûb û Yûhenna nêzîkî Îsa bûn û gotinê: “Dersdar, em dixwazin wekî em ji te çi hîvî kin, tu bona me bikî”. 36 Ewî jî ji wan pirsî: “Hûn çi dixwazin ku ez bona we bikim?” 37 Wan jêra got: “Îzinê bide ku rûmeta teda ji me yek li milê teyî rastê, yê din jî li milê teyî çepê rûnê”. 38 Îsa wanra got: “Hûn nizanin çi dixwazin. Gelo hûn dikarin ji wê kasê vexwin, ya ku ezê vexwim? Yan jî bi wê nixumandinê bêne nixumandinê bi kîjanê ezê bême nixumandinê?” 39 Wana jêra got: “Em dikarin”. Îsa wanra got: “Belê hûnê vexwin ji wê kasa ku ezê vexwim û bêne nixumandinê bi wê nixumandina ku ezê pê bême nixumandinê, 40 lê îzina li milê minî çep û rastê rûniştinê ne destê minda ye. Ew cî bona wan in, kîjanara hatine hazirkirinê”. 41 Gava her dehe şagirtên din ev yek bihîst, dilê wan ji Aqûb û Yûhenna ma. 42 Lê Îsa ew gazî cem xwe kirin û got: “Hûn zanin yên ku nav miletada serwêr têne hesabê, serwêrtiyê li wan dikin û giregirên wan jî hukumî ser wan dikin. 43 Lê nava weda gerekê usa nîbe. Kî ku nava weda dixwaze bibe yê mezin, gerekê bibe berdestiyê we. 44 Û kî ku nava weda dixwaze bibe pêş, gerekê bibe xulamê hemûya. 45 Çimkî Kurê Însan jî nehatiye ku jêra berdestiyê bikin, lê wekî ew xwexa berdestiyê bike û emirê xwe bide, ku geleka bikire”.

12-18 HEZÎRANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 DÎROK 32-33

“Kesên Din Wedê Tengasiya Bişidîne”

it-1 204 ¶5

Asûr

Sanherîb. Kurê Sargonê II, yê ku sala 14 ya padşatiya Hizqiyada (732 B.D.M.) hicûmî ser padşatiya Cihûdayê kir (2 Pd. 18:13; Îş. 36:1). Ew yek qewimî, çimkî Hizqiya, dixwest welêt ji barê Asûrê aza ke. Ji bo kirên Ahazê bavê Hizqiya, ewana ketibûne bin nîrê Asûriya (2 Pd. 18:7). Hingê Sanherîb çû şer ser Cihûdayê, û bi gotina wî ewî 46 bajar zeftî xwe kir (beramber ke Îş. 36:1, 2). Çaxê Sanherîb zoma xwe ber Lakîşê danî, ewî ji Hizqiya 30 telantên zêr dewa kir, (weke $11 560 000) û 300 telantên zîv (weke $1 982 000) (2 Pd. 18:14-16; 2 Dr. 32:1; beramber ke Îş. 8:5-8). Rast e Hizqiya ev zêr-zîv dane wî, lê Sanherîb usa jî bi saya qasidê xwe dewa kir, wekî Orşelîm tesmîl be (2 Pd. 18:17–19:34; 2 Dr. 32:2-20). Hingê, şevekêda Yehowa 185 000 eskerên Asûrî qir kir. Ji bo vê yekê, padşê Asûrîyî babax, mecbûr bû vegere Nînewayê (2 Pd. 19:35, 36). Wede şûnda wêderê du kurên wî ew kuştin, û ser textê Asûriyê kurê wî Êsar-Haddon rûnişt (2 Pd. 19:37; 2 Dr. 32:21, 22; Îş. 37:36-38). Ew hemû qewimandin, xêncî qirkirina 185 000 eskerên Asûrî, usa jî tê gilîkirinê nivîsarên kevinda yên Sanherîb û kurê wî Êsar-Haddon.—ŞIKIL, Para 1, rûp. 957.

w13 15/11 19 ¶12

Heft Şivan, Heyşt Serok—Îro bona Me Çi Têne Hesabê

12 Yehowa timê hazir e pêş meva van tişta bike, çi ku ji qewata me der e. Lê ew usa jî dixwaze, wekî em aliyê xweda çi destê me tê bikin. Hizqiya şêwira xwe tevî “serok û egîtên xwe” kir, û wana tevayî safî kir wekî “avên çevkaniyên derveyî bajêr bigirin . . . Hizqiya qewat dît û hemû ciyên xirabûyî yên dîwêr ava kir û wê heta qûleya bilind kir û ji derva dîwarekî din ava kir . . . û pir çek û mertal çêkir” (2 Dîr. 32:3-5). Hingê, Yehowa seva ku cimeta xwe xwey ke û rêberiyê bide wan, merivên mêrxas da xebatê, dêmek Hizqiya, serokên wî û pêxemberên ruhanîda qewî.

w13 15/11 19 ¶13

Heft Şivan, Heyşt Serok—Îro bona Me Çi Têne Hesabê

13 Gelek ferz bû avên çevkaniyê bigirin û dîwarên bajêr qewî kin, lê paşê çi ku Hizqiya kir diha ferz bû. Ewî mîna şivanekî dilovan, cimet top kir û giliyên usa wanra got, çi ku mêrxasî da wan: “Ji qiralê Asûrê . . . netirsin û nekevin bêzariyê; ji ber ku yê bi mera ye, ji yê ku bi wîra ye mezintir e; yê ku bi wîra ye bazûyê ji goşt e, lê belê Xwedayê me, yê bona ku alîkariyê mera bike û cengên me bike bi mera ye, Xudan e!” Ew gilî wê çiqas baweriya wan qewî kira, ku Yehowa wê pêş cimeta xweva şer bike. Giliyên Hizqiya padşa dilê cimetê rihet kirin. Dîna xwe bidinê, cimetê xût ji giliyên wî qewat stand. Padşa, serok û egîta, û usa jî Mîxa û Îşaya pêxember, dane kifşê wekî şivanên baş in, çawa ku Yehowa bi pêxemberê xwe ew yek pêxembertî kiribû (2 Dîr. 32:7, 8; bixûne Mîxa 5:5, 6).

Xizna Kitêba Pîroz

w21.10 4-5 ¶11-12

Çi ye bi Rastî Tobekirin?

11 Wede şûnda, Yehowa guh da duayên Minaş. Ewî dît ku Minaş hate guhastinê û ev yek ji duayên wî eşkere bû. Lema, Yehowa guh da wî û ew vegerand ser textê padşatiyê. Belê, Minaş pê kirên xwe îzbat kir, wekî ewî ji dil tobe kiribû. Bi vê yekê ew ji Ahab cude bû, çimkî ewî jîyîna xwe guhast. Ewî destpêkir pûtparistî bide hildanê û piştgiriya hebandina rast kir (2 Dîrok 33:15, 16 bixûne). Minaş bi deha sala ser malbeta xwe, ser esilzada û ser cimeta xwe xirab hukum kiribû. Lema, wîra mêrxasî û bawerî lazim bû, wekî şaşiyên xwe rast ke. Diqewime, neviyê wî Yoşiya bi saya mesela wîye baş, bû padşakî gelek baş (2 Padşatî 22:1, 2).

12 Em dikarin ji serhatiya Minaş çi ders hîn bin? Ewî qurebûna xwe şkênand, xwe ber Yehowa nimiz kir û duakirinêda baxşandin ji wî xwest. Serda, ewî kirên xwe jî rast kir. Minaş gelek xîret kir wekî zirara ku ewî anî, bide hildanê, û bi dil û can Yehowa diheband. Usa jî ewî alî kesên din kir, wekî ewana jî Yehowa bihebînin. Serhatiya Minaş dikare dilbîniyê bide kesên ku gunên giran kirine, çimkî ev serhatî zelal nîşan dike, wekî Yehowa qenc e û hazir e bibaxşîne meriva (Zebûr 86:5). Belê, heger kesek ji dil tobe bike, ew dikare bê baxşandinê.

(2 Dîrok 33:15, 16) Û îlahên biyan [xudanên xerîb] û ji mala Xudan pûtê û hemû pêşkêşîgehên ku li çiyayê mala Xudan û li Orşelîmê çêkirine rakir û wan avît derveyî bajêr. 16 Û pêşkêşîgeha Xudan tamîr kir û li ser wê qurbanên xweşî û şikiriyê pêşkêş kir û bona ku ji Xwedayê Îsraêlê Xudanra qûltiyê [xizmet] bikin emir da Cihûdayê.

(Marqos 11:1-15) Gava ew nêzîkî Orşelîmê bûn û gihîştine çiyayê Zeytûnê û gundên Beytfacê û Beytanyayê, hingê Îsa du şagirtên xwe şandin 2 û wanra got: “Herine wî gundê pêşberî xwe. Hema çawa ku hûn bikevinê, hûnê ceşikeke girêdayî bibînin ku hê kesek lê siyar nebûye. Ewê vekin û bînin. 3 Û heger yek ji we bipirse û bêje: ‘Hûn çima vê yekê dikin?’ bêjinê: ‘Xudanra lazim e û wê destxweda bişîne vir’”. 4 Ew şagirt çûn û li ber derî li kûçê, ceşikeke girêdayî dîtin. Gava vedikirin, 5 hinekên wir sekinî pirsîn: “Hûn çi dikin? Çima wê ceşikê vedikin?” 6 Şagirta caba wan usa da, çawa ku Îsa wanra gotibû. Û ew hiştin. 7 Ceşik Îsara anîn, kincên xwe avîtine ser wê û ew li wê siyar bû. 8 Geleka kincên xwe ser rê radixistin, hineka jî ji kewşên çiqilên dara dibirîn, ser rê radixistin. 9 Yên li pêşiya wî û pey wî ku diçûn dikirine qîrîn: “Hosanna! Bimbarek e ewê ku bi navê Xudan tê! 10 Bimbarek e ew Padşatiya bavê me Dawide ku tê. Hosanna Yê Herî Jorinra!” 11 Îsa kete Orşelîmê, çû paristgehê. Çevê xwe li her tiştî gerand, lê çimkî îdî êvar bû, tevî her donzdeha çû Beytanyayê. 12 Roja dinê, gava ew ji Beytanyayê derdiketin, Îsa birçî bû. 13 Dûrva dareke hêjîrêye belgdayî dît, berbi wê çû, ka tiştekê ser hebe. Gava gihîşte darê, pêştirî belga tiştek nedît, çimkî hê ne wextê hêjîra bû. 14 Hingê ewî wê darêra got: “Bira îdî tu kes tu car berê te nexwe”. Şagirtên wî ev gotin bihîstin. 15 Û ew hatine Orşelîmê. Îsa kete paristgehê û destpêkir ewên ku paristgehêda dikirîn û difirotin derxistine derva. Textên serafa û kursiyên kevotkfiroşa welgerandin

19-25 HEZÎRANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 DÎROK 34-36

“Gelo Tu ji Xebera Xwedê bi Temamî Karê Distînî?”

it-1 1157 ¶4

Hûlda

Gava Yoşiyara kitêba qanûnê xwendin, kîjan ku Hîlkiya serekkahîn wedê tezekirina paristgehê dîtibû, Yoşiya çend mêr şandin wekî ji Yehowa bipirsin. Ewana hatine cem Hûldayê, û ewê xebera Yehowa gote wan, ku ew hemû belayên ku vê kitêbêda nivîsar in, wê bêne serê cimeta raber. Hûldayê usa jî got, wekî Yoşiya wê wan hemû bela nevîne, û bi rihetiyê tevî kal-bavên xwe bê definkirinê, çimkî ewî xwe ber Yehowa nimiz kir (2 Pd. 22:8-20; 2 Dr. 34:14-28).

w09 15/6 10 ¶20

Hindava Mala Yehowa Xîret be!

20 Wedê tezekirina paristgehê, ku Yoşiya organîze kiribû, Hîlkiya serekkahîn kitêba Qanûna Yehowa dît, ku bi destê Mûsa hatibû dayînê. Ewî ew kitêb da Şafanê alîkarçiyê padşê, kîjanî jî ew kitêb ber padşê xwend (Bixûne 2 Dîrok 34:14-18). Gelo ew yek ça ser padşa hukum kir? Padşa ji dilşkestîbûnê derbêra pêsîra xwe çirand û temî da çend mêra, wekî herin ji Yehowa bipirsin. Xwedê pê devê Hûldaya pêxember got, wekî ew wan hine eyd-qeydên rêlîgî ku nav cimeta Cihûdayêda bela bibûn, sûcdar dike. Lê ev xîreta Yoşiya ku dixwest pûtparistiyê bide hildanê, bîra Yehowa neçûbû. Rast e bona temamiya cimetê hatibû pêxembertîkirinê, ku wê bela bêne serê wan, lê Yoşiya qebûlkirina Yehowa unda nekir (2 Dîr. 34:19-28). Em ji vê yekê çi hîn dibin? Em jî mîna Yoşiya padşa, gerekê derbêra pey rêberiya Yehowa herin. Em usa jî gerekê bîr nekin wekî çi dikare biqewime, hergê hebandinêda raberîbûn yan jî neaminî dilê meda çîl bide. Em usa jî gerekê dudilî nebin, ku Yehowa wê xîreta me jî hindava hebandina rast qebûl ke, çawa xîreta Yoşiya.

Xizna Kitêba Pîroz

w17.03 27 ¶15-17

Ji Serhatiyên Kitêba Pîroz Dersê Xwera Hildin

15 Lê ji şaşiya Yoşiya Padşa em çi şîretê hîn dibin? Ewî ji bo şaşiya xwe emirê xwe unda kir. (Bixûne 2 Dîrok 35:20-22.) Neko Padşa Yoşiyara got wekî ew miqabilî wî dernakeve, lê Yoşiya bêy menî çû ser wî şer. Kitêba Pîroz dibêje wekî giliyên Neko ku ewî Yoşiyara got “ji devê Xwedê” bûn. Wekî usa ne, çira Yoşiya çû tevî wî şer bike? Kitêba Pîrozda nayê gotinê.

16 Lê Yoşiya çi gerekê bikira? Ew gerekê pêbihesiya hela giliyên Neko bi rastiyê ji Xwedê bûn yan na. Gelo çawa? Ewî dikaribû ji Yêremya bipirsiya, yê ku pêxemberê Yehowa bû (2 Dîr. 35:23, 25). Lê Kitêba Pîrozda nayê gotinê wekî ewî hema usa jî kir. Xêncî vê yekê, ew gerekê bifikiriya ku Neko himberî Orşelîmê nediçû, lê ew çû Karkemîşê wekî tevî miletekî din şer ke. Hin jî, Neko ne navê Xwedê bêhurmet kir û ne jî cimeta wî. Dêmek neaqilayî bû ku tevî Neko şer bike. Ji vê yekê em çi dersê xwera hîn dibin? Çaxê em rastî çetinaya tên yan jî safîkirina dikin, pêşiyê em gerekê bifikirin ku qirara Yehowa çi ye derheqa vê yekê.

17 Çaxê em gerekê tiştekî safî kin, lazim e bifikirin ku kîjan prînsîpên Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin û ça wan prînsîpa bi aqilayî bidine xebatê. Hine derecada dibeke me xwexa bona wê pirsê edebyetên meda lêkolîn kiriye, yan jî dibeke me şîret ji rûspiya xwestiye. Rûspî dikarin prînsîpên Kitêba Pîroz nîşanî me kin, kîjan ku dereca meda wê alî me bikin. Dîna xwe bidin vê meselê: Xûşkek ku mêrê wê nebawer e, rojekê dixwaze here xizmetiyê (Kar. Şand. 4:20). Lê mêrê wê dixwaze wekî ew malda bimîne. Ew jina xwera dibêje wekî wana zûdava tevayî wede derbaz nekirine, lema dixwaze wekî vê rojê tevayî derbaz kin. Xûşk ser çend rêzên ji Kitêba Pîroz difikire, ku ew gerekê gura Xwedê bike û usa jî temiya Îsa bîne sêrî ku mizgîniyê bela ke (Met. 28:19, 20; Kar. Şand. 5:29). Ew usa jî zane, ku gerekê gura mêrê xweda be û berbihêr be (Efes. 5:22-24; Fîlî. 4:5). Pirs pêşda tê, lê mêrê wê dixwaze wekî ew qe neçe xizmetiyê, yan tenê vê rojê? Em gerekê serwaxt bin wekî safîkirinên usa bikin, ku Xwedê xweş bên û îsafa me jî temiz bimîne.

(2 Dîrok 35:20-23) Paşî hemûyên vana amade kirina Yoşiya ya malê, qiralê [padşê] Misirê Neko, bona li cem Feratê, li dijî [miqabilî] Karkemîş cengê [şer] bike derket û Hoşiya li dijî wî rabû. 21 Lê belê qiralê Misirê şandiya jêra şandin û got: Ya qiralê Cihûdayê, çiyî te ji min heye? Ez îro ne li himberî te, tenê li himberî mala ku pêra cenga min heye diçim û Xwedê minra bi gotina: Bilezîne emir da min; ji Xwedayê tevî mine xwe biparêze ku bira te helaq [qir] neke! 22 Û Yoşiya berê xwe jê neda alî, lê belê bona ku bi wîra cengê bike, qilafetê [kincên] xwe guhast û gotinên Neko yê ku ji devê Xwedê ne, guhdarî nekir û bona ku çemê Megîddoda cengê bike hat. 23 Û yên ku tîrê davêjin, tîr avêtin qiral Yoşiya û qiral ji koleyên xwera got: Min bibin; ji ber ku ez bi birîna xedar birîndar ketim!

(Marqos 11:16-31) û nehişt, ku tu kes tiştekî paristgehêra derbaz ke. 17 Ew hîn kirin û got: “Çima ne nivîsar e: ‘Mala min wê bona hemû mileta mala dua bê hesabê’? Lê we ew kiriye ‘şkefta qaçaxa’”. 18 Serekên kahîna û qanûnzana ev yek bihîstin, destpêkirin dikirin ku wî bikine fesalê bikujin. Ewana ji wî ditirsiyan, çimkî temamiya elaletê ser hînkirina wî zendegirtî mabû. 19 Gava ku ro çû ava, ew ji bajêr derketin. 20 Serê sibehê, gava ewana ber darêra derbaz bûn, dîtin ku ew dara hêjîrê rawê xweva hişk bûye. 21 Kete bîra Petrûs û ewî Îsara got: “Dersdar, dîna xwe bidê, ew dara hêjîrêye ku te nifir lê kir hişk bûye”. 22 Îsa wanra got: “Baweriya we bira ser Xwedê hebe. 23 Ez rast wera dibêjim, kî ku vî çiyayîra bêje: ‘Rabe xwe bavêje berê’ û dudilî nebe, lê bawer bike ku gotina wî wê biqewime, usa jî wê bibe. 24 Bona vê yekê ez wera dibêjim, hûn çi ku nava duada bixwazin, bawer bikin ku we îdî standiye û xwestina we wê bê sêrî. 25 Û gava ku hûn disekinin û dua dikin, bibaxşînin, heger tiştekî we hindava kesekîda hebe, wekî Bavê weyî ezmana jî neheqiyên we bibaxşîne we. 26 Lê heger hûn nebaxşînin, Bavê weyî ezmana jî neheqiyên we nabaxşîne we”. 27 Û ew dîsa hatine Orşelîmê. Dema ku Îsa paristgehêda digeriya, serekên kahîna, qanûnzan û rûspî hatine cem wî 28 û jê pirsîn: “Tu bi çi hukumî van kira dikî? Kê ev hukum daye te, ku tu van kira bikî?” 29 Îsa wanra got: “Ezê jî tiştekî ji we bipirsim. Heger we caba min da, ezê jî wera bêjim, ku ez bi çi hukumî van kira dikim: 30 Hukumê nixumandina Yûhenna ji ezmên bû yan ji meriva? Caba min bidin!” 31 Ewana nav hevda şêwirîn û gotin: “Heger em bêjin: ‘Ji ezmên bû’, ewê bêje: ‘Lê we çima baweriya xwe wî neanî?’

26 HEZÎRANÊ–2 TÎRMEHÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | EZRA 1-3

“Bihêle Bira Yehowa Te Bide Xebatê”

w22.03 14 ¶1

Ji Xewn-Xeyala Zekerya Mêrxasiyê Bistîne

PAŞÎ ku Îsraêlî bi deha sala Babîlonêda girtî bûn, Yehowa Xwedê “ruhê Koreşê Padşê Faris hişyar kir”, ku wana aza ke. Padşa ferman da wekî ewana vegerin welatê xwe û mala Yehowa tezeda ava bikin (Ezra 1:1, 3, ÎM). Xizmetkarên Yehowa seva vê fermanê çiqas şa bûn! Wana wê îda bikaribûya vegerin welatê ku Xwedê dabû wan û dîsa wêderê wî bihebînin.

w17.10 26 ¶2

Erebe û Tac We Xwey Dikin

2 Zekerya zanibû ku Cihûyên kîjan ku vegeriyabûn Orşelîmê, xizmetkarên Yehowa bûn. “Xwedê ruhên wan hişyar kirine” seva ewana Babîlonêda mal-halên xwe bihêlin herin (Ezr. 1:2, 3, 5). Wana ew welat hîşt hînî kîjanî bibûn, û derbazî cîkî usa bûn, ku geleka ji wan qe ne jî dîtibûn. Bona wan ferz bû ku paristgeha Yehowa ava bikin, lema bona vê yekê ewana riya gelek dirêj çûn. Riya wan weke 1 600 km bû. Belê, ew rêke gelek çetin bû.

Xizna Kitêba Pîroz

w06 15/1 19 ¶1

Fikirên Sereke ji Kitêba Ezra

1:3-6. Îro hine Şedên Yehowa mîna wan Îsraêliyên ku Babîlonêda mabûn, nikarin ça xizmetkarên hertim xizmet kin yan jî derbazî wan ciya bin, kîderê ku hewcetî heye. Lê ewana piştgirî û hêlanê didine wan xûşk-bira, yên ku dikarin xizmetiya xwe zêde kin. Ewana usa jî dikarin pê qurbankirinên rezedilî piştgiriya şixulê belakirina mizgîniyê û hazirkirina şagirta bikin.

(Ezra 1:5, 6, ÎM) Her kesê Xwedê ruhê wî hişyar kir, serekên binemalên eşîrên Cihûda û Binyamînê, kahîn û Lêwiyiya, destpê kir ku herin Mala Xudan li Orşelîmê ji nûva ava bikin. 6 Cînarên wan alîkariya wan kir. Taximên zîvîn, zêr, mal, heywan û tiştên hêja, tevî pêşkêşên dilxwaziyê dan wan.

(Marqos 12:1-14) Û bi mesela dest bi xeberdanê kir, wanra got: “Merivekî rezê tiriya danî, dora wê sûr kir, hewzekî tirîhincirandinê têda kola, hêlaneke nobedara çêkir û ew bi kirê da rezvana, çû welatekî din. 2 Wextda xulamek şande cem rezvana, wekî ji wî rezî berê para xwe bistîne. 3 Lê wana ew girt, kutan û destvala verêkirin. 4 Û wî dîsa xulamekî din şande cem wan, lê wana serî lê şkênand û ew robet kirin. 5 Ewî yekî din şand, wana ew jî kuşt. Wî gelekên din şandin, wana hinek ji wan kutan û hinek jî kuştin. 6 Bona wî tenê yek mabû ku bişanda, kurê xweyî delal. Xulese rabû ew jî şand, digot: ‘Hilbet wê ji kurê min şerm bikin’. 7 Lê rezvan li hev şêwirîn û gotin: ‘Ev e warê wî! Werin em vî bikujin, mîratê mera bimîne’. 8 Hingê ew girtin kuştin û cinyazê wî ji rez derxistine der. 9 De îjar xweyê rez wê çi bike? Ne ewê bê qira rezvana bîne û rez bide hinekên din? 10 Çima we ew nivîsar nexwendiye? ‘Ew kevirê ku hosta texsîr kir, ew bû serê enîşkê. 11 Ev yek ji aliyê Xudanda qewimî û li ber çevê me heyr-hujmekar e!’” 12 Serwêrên cihûya fem kirin, ku Îsa ev mesele anî ser wan, kirin ku wî bigirin, lê ji elaletê tirsiyan, kerba ew hiştin û çûn. 13 Paşê wana hineke ji fêrisiya û piştgirên Hêrodes şandine cem wî, wekî wî bi xeberên devê wî bigirin. 14 Ewana hatin û jêra gotin: “Dersdar! Em zanin ku tu yekî rast î. Minetê ji kesî nagirî, çimkî nav merivada firqiyê danaynî, lê riya Xwedê rast hîn dikî. Gelo rast e ku em xerc bidine Qeyser yan na? Em bidin, yan nedin?”

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin