Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin
© 2023 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
3-9 TÎRMEHÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | EZRA 4-6
“Dest Nedin Karê Mala Xwedê”
Ji Xewn-Xeyala Zekerya Mêrxasiyê Bistîne
13 Şixulê avakirina paristgehê çiqas hatibû qedexekirinê jî, kesên cabdar, dêmek Yêşûyê Serekkahîn û Zerûbabel Welî, “ji nûva dest bi avakirina Mala Xwedê ya li Orşelîmê kir” (Ezra 5:1, 2, ÎM). Hine Cihû diqewime difikirîn ku safîkirina wan safîkirina xirab e. Dijmina wê bidîtana ku ewana çawa paristgehê ava dikin, û wê çi ji destê wana bihata bikirana, wekî riya wan bigirin. Lema jî Yêşû û Zerûbabelra nîşanek lazim bû ku Yehowa bi rastî pişta wan digire, û nîşaneke usa bi rastî jî hate dayînê. Gelo çawa?
w86 1/2 29, çargoşe ¶2-3
“Çevê Xwedayê Wan li Ser Rûspiyên Cihûya bû”
Çaxê Cihû ji Babîlonê vegeriyan, weke 16 sala wana tiştekî nedikir. Hagay û Zekerya pêxember cimetê hêlan kirin, wekî ewana tezekirina paristgeha Yehowa berdewam kin. Lê hine wext şûnda, serokên Farisa riya wan girtin, wekî ewana evî şixulî berdewam nekin. Wana digot: “Kê fermana avakirina vê Malê û qedandina avayê da we?” (Ezra 5:1-3, ÎM).
Caba vê pirsêva gelek tişt girêdayî bû. Hergê rûspî bitirsiyana, tezekirina paristgehê wê derbêra bihata sekinandinê. Û hergê wana sert caba wan seroka bida, ji bo wê yekê jî şixulê wan dikaribû bihata sekinandinê. Lema jî rûspiya (bin rêberiya Zerûbabel Welî û Yêşû Serekkahînda) şêwira xwe kirin û cabeke baş hazir kirin. Wana derheqa fermana Koreş Padşa kire bîra wan seroka, bi saya kîjanî Cihûya îzin standibûn, ku şixulê tezekirina paristgehê destpêkin. Seroka zanibûn ku polîtîka Farisî tu car qanûnê naguhêze, lema jî wana serwaxtî dane kifşê û miqabilî fermana padşê derneketin. Ji bo vê yekê, şixulê avakirina paristgehê berdewam dibû, heta ku Daryûs Padşa îzina fermî da, ku ew şixul berdewam be (Ezra 5:11-17; 6:6-12).
Ji Xewn-Xeyala Zekerya Mêrxasiyê Bistîne
7 Wede şûnda problêma wan safî bû. Sala 520 B.D.M., padşakî teze, Daryûs I, ser Farisê hukum dikir. Sala duda ya hukumdariya xweda, ewî dît ku qedexekirina avakirina paristgehê bêqanûnî ye. Lema jî Daryûs îzin da, wekî şixulê avakirinê berdewam be (Ezra 6:1-3). Serda jî, padşa temî da miletên der-dor, wekî riya şixulê avakirinê negirin û pê pera û tiştên bona avakirinê komekê bidine wan (Ezra 6:7-12). Û Cihûya şixulê avakirina paristgehê weke çar salada xilaz kirin, dêmek sala 515 B.D.M.-da (Ezra 6:15).
Ji Xewn-Xeyala Zekerya Mêrxasiyê Bistîne
16 Usa jî, Yehowa bi saya “xulamê amin û serwaxt” rêberiyê dide me (Metta 24:45). Carna dibeke em rind fem nekin ku çira “xulamê amin” filan rêberî daye. Mesele, dibeke mera bê gotinê ku gerekê em xwe bona teşqeleke tebiyetê hazir kin, lê em dibeke difikirin ku tiştekî usa welatê meda nikare biqewime. Yan jî diqewime em difikirin ku “xulamê amin” derheqa pandemîyekê bi zêdeyî fesal e û xemgîn dibe. Heger em bifikirin wekî rêberiya ku em distînin, badîhewa ye, wê baş be em çi bikin? Halekî usada, wê baş be ku em bînin bîra xwe wekî Îsraêliya ji guhdayîna rêberiya Yêşû û Zerûbabel çawa kar stand. Carna, rêberiya ku xizmetkarên Xwedê distandin sêrîda bêkêr dihate kifşê, lê paşê eşkere dibû ku bi saya vê rêberiyê emirê meriva xilaz dibû (Hakimtî 7:7; 8:10).
Xizna Kitêba Pîroz
w93 15/6 32 ¶3-5
Gelo Tu Dikarî Îtbariya Xwe Kitêba Pîroz Bînî?
Ev qurûş şeherê Tarsûsêda hatibû çêkirinê, kîjan ku niha ser erdê Tirkyayê, aliyê başûr-rohilatê ye. Ev qurûş qirna çara B.D.M.-da hatibû çêkirinê, hêna serwêrtiya weliyê Farisa bi navê Mazêûs. Ser vê qurûşê hatibû nivîsarê ku ew, weliyê “aliyê dinî çem e”, dêmek aliyê Çemê Feratêye din bû. Lê ev yek çira dîna me dikişîne ser xwe?
Ecêbmayî ye ku derheqa vê yekê tu dikarî Kitêba Pîrozda jî bivînî, ya ku cem te heye. Ezra serê 5:6 heta serê 6:13 besa nivîsandina xeberdana orta Daryûs padşa û Tattenay, weliyê “aliyê dinî çem” dike. Xeberdan derheqa vê yekê diçû, ku Cihû gerekê Orşelîmêda paristgehê ava kin. Ezra bergirekî hoste bû, yê ku Qanûna Xwedê kopî dikir. Em bawer in ku ewî her tişt rast û zelal nivîsî ye. Ezra serê 5:6 û serê 6:13-da tu dikarî bixûnî ku ewî derheqa Tattenay got, wekî ew “weliyê aliyê dinî çem e”.
Ezra derheqa vê yekê nêzîkî sala 460 B.D.M. nivîsî, weke 100 sal pêşiya vê yekê, gava ev qurûş hate çêkirinê. Rast e hine meriv dikarin bifikirin, wekî beskirina qulixê kesekî, yê ku berê dijît, tiştekî usa ferz nîne, lê hergê tu van tiştên hûrda jî îtbariya xwe nivîskarên Kitêba Pîroz bînî, hemikî tuyê îtbariya xwe hemû tiştî bînî, çi ku wana nivîsiye.
(Ezra 6:13) Wê gavê weliyê aliyê dinî çem Tattenay, Şetar-Bozenay û hevalên wan, ji ber ku qiral Daryûs şandiye, hema li gor wê kirin.
(Marqos 12:15-30) Lê durûtiya wan ku Îsava eyan bû got: “Çima hûn min dicêribînin? Minra zîvekî bînin ku ez bibînim”. 16 Wana jêra zîvek anî. Ewî ji wan pirsî: “Ev nivîsar û sifet yên kê ne?” Wana got: “Yên Qeyser in”. 17 Îsa wanra got: “Wekî usa ye, çi ku yên Qeyser in bidine Qeyser û çi ku yên Xwedê ne bidine Xwedê”. Û ser wî ecêbmayî man. 18 Hinek sadûqiyên ku digotin mirî ranabin, hatine cem Îsa û jê pirsîn: 19 “Dersdar! Mûsa mera nivîsiye: ‘Heger birê yekî bêzuret bimire û jinê stûxar bihêle, bira birê wî jina wî bistîne û warê birê xwe şîn ke’. 20 Awa heft bira hebûn. Birê mezin jinek stand, bêzuret mir. 21 Biçûkê wî ew jin stand, ew jî bêzuret mir, usa jî hate serê yê sisiya. 22 Xulese van her heft bira jî ew jin stand û bêzuret mirin, pey wanra jî ew jin mir. 23 De îjar wê Roja Rabûnê, gava mirî rabin, eva jina wê kîjan birayîra bikeve? Çimkî her hefta jî ewa standibû”. 24 Îsa li wan vegerand û got: “Ne hûn ji dest vê yekê xalifî ne, ku ne nivîsara zanin, ne jî qewata Xwedê? 25 Gava yên mirî ji mirinê rabin, wê ne bizewicin û ne jî mêr kin, çimkî ewê mîna milyaketên ezmana bin. 26 Lê derheqa rabûna miriyada, çima we Kitêba Mûsada nexwendiye serhatiya dara diriyêda ku çawa Xwedê Mûsara dibêje: ‘Ez Xwedêyê Birahîm, Xwedêyê Îshaq û Xwedêyê Aqûb im’? 27 Ew ne Xwedêyê miriya ye, lê Xwedêyê zêndiya ye. Rastî jî hûn lap xalifî ne!” 28 Qanûnzanekî ku şer-dewê wan bihîst û dîna xwe jî dayê, ku Îsa çawa qenc caba wan da, nêzîkî Îsa bû û jê pirsî: “Kîjan temî ser hemû temiyara ye?” 29 Îsa lê vegerand: “Ev e temiya ser temiyara: ‘Bibihê, Îsraêl! Xudan Xwedêyê me Xudanek e. 30 Xudan Xwedêyê xwe hiz bike, bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe, bi temamiya hişê xwe û bi temamiya qewata xwe’.
10-16 TÎRMEHÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | EZRA 7-8
“Ezra bi Rabûn-Rûniştina Xwe Yehowa Rûmet Dikir”
w00 1/10 14 ¶8
Hînbûna Kêrhatî û Hewas
8 Belê, hizkirina me hindava Xebera Xwedê gerekê ji dil be. Çaxê em pareke ji Kitêba Pîroz dixûnin, em gerekê ser bifikirin û ji vê yekê lezetê bistînin. Em gerekê ser fikirên ruhanîye kûr, rind dişirmîş bin. Seva vê yekê, em gerekê rihet bifikirin û dua bikin. Em gerekê mîna Ezra, dilê xwe bona xwendin û hînkirina Xebera Xwedê hazir kin. Derheqa wî usa hatiye nivîsarê: “Çimkî Ezra dilê xwe dabû ser hînbûn û pêkanîna Şerîeta [Qanûna] Xudan û li Îsraêlê hînkirina qanûn û rêbaza” (Ezra 7:10, ÎM). Dîna xwe bidinê, ku Ezra bona çi dilê xwe hazir dikir. Ewî lêkolîn dikir, çi ku pêdihesiya dianî sêrî û meriva hîn dikir. Em gerekê çev bidine wî.
si 75 ¶5
Kitêbeke ji Kitêba Pîroz Nomêra 13 —1 Dîrok
5 Tu kes mîna Ezra nikaribû usa rast û zelal derheqa terîxiyê binivîse. “Çimkî Ezra dilê xwe dabû ser hînbûn û pêkanîna Şerîeta [Qanûna] Xudan û li Îsraêlê hînkirina qanûn û rêbaza” (Ezra 7:10, ÎM). Yehowa bi saya ruhê xweyî pîroz alî wî dikir. Çaxê padşê Farisa, serwêrê împêriya hemdinyayê dît, ku bîlaniya Ezra ji Xwedê ye, ewî cabdariyên gelek mezin, herêma Cihûdayêda, da wî (Ezra 7:12-26). Çaxê padşa hukum da Ezra, û Yehowa piştgiriya wî kir, û hemû nivîsarên terîxiyêye rast, yên wî çaxî, ber destên Ezra bûn, hingê ewî îda dikaribû dîrok binivîse, dêmek derheqa terîxiyê her tişt rast binivîse.
it-1 1158 ¶4
Milûktî
Alî Dike wekî Rêberiya Rast Bistînin. Merivê ku xwe ber Xwedê nimiz dike, dikare bawer be ku Xwedê wê rêberiya wî bike. Cabdarîke gelek mezin stûyê Ezrada bû, ew gerekê bibûya rêberê cimeta Îsraêlê, gava ewana ji dîltiya Babîlonê vedigeriyane Orşelîmê. Ev hebûn 1 500 mêr, xêncî kahîn, Netînîm, jin û zara. Wana tevî xwe gelek zêr-zîv hildabûn, seva ku paristgehê bixemilînin. Lema jî lazim bû ku rêva kesek wana xwey ke, lê Ezra nedixwest ji padşê Farisa nobedara bixwaze, wekî usa neyê kifşê, ku ew gumana xwe dide ser meriva. Xêncî vê yekê hê pêşda, ewî padşêra got: “Destê Xwedayê me, ji bo qenciyê li ser hemû kesan e ku lê digerin”. Lema jî Ezra got, wekî cimet rojî bigire û xwe ber Xwedê nimiz ke. Wana ji Xwedê lava dikir, wekî ew rêva wana ji hemû qeziya xwey ke. Xwedê duayê wan bihîst û wana ji dijmina xwey kir û ewana sax-silamet gihîştine Orşelîmê (Ez. 8:1-14, 21-32, ÎM). Çaxê Daniyêl pêxember dîltiya Babîlonêda bû, ewî xwe ber Xwedê nimiz kir û rêberiya wî digeriya. Lema jî Yehowa rema xwe wîra da kifşê û melek bi xewn-xeyalekê şande cem wî (Dn. 10:12).
Xizna Kitêba Pîroz
w06 15/1 19 ¶10
Fikirên Sereke ji Kitêba Ezra
7:28–8:20—Çira gelek cihû nexwestin tevî Ezra vegerin Orşelîmê? Rast e îda 60 sal zêdetir derbaz bibû, ku pareke Cihûya ji dîltiyê vegeriyabûn ser erdê xwe, dîsa jî Orşelîm bi temamî tije nebibû. Seva Cihûya vegerin Orşelîmê dihate hesabê emirekî teze destpêkin û rastî çetinaya û gelek tiştên xof bên. Orşelîmêda aliyê komfort û matêrîalîda jîyîneke usa tune bû, çawa Babîlonêda cem hineka hebû. Xêncî vê yekê, riya heta Orşelîmê jî gelek xof bû. Wan Cihûyara ku safî kiribûn vegerin Orşelîmê, bawerîke qewî hindava Yehowa lazim bû û xîreteke mezin hindava hebandina temiz, û usa jî mêrxasî lazim bû, seva ku bikevine rêke usa xof. Hela hê Ezra jî hewcê piştgiriya Yehowa bû, û çaxê Yehowa alî wî kir, ewî mêrxasîke mezin stand. Gava cimet mêrxasiya wî dît, 1 500 malbet, dêmek weke 6 000 meriv hêlan bûn, ku tevî wî herin. Paşê Ezra xem kir, wekî 38 Lêwî û 220 Netînîm jî tevî wan herin.
(Ezra 8:1) Û serokên mala bapîra vana ne û dema qiraletiya qiral Artahşaşta navnîşa yên ku tevî min ji Babîlê derketine ev e:
(Marqos 12:31-44) Ya duda jî ev e: ‘Hevalê xwe weke xwe hiz bike’. Ji van mestir tu temî tune”. 32 Îjar qanûnzan wîra got: “Rast e, Dersdar! Te rast got, ku Xudan yek e û ji wî pêştir yekî mayîn tune. 33 Û bi temamiya dil, bi temamiya aqil, bi temamiya qewatê Xwedê hizkirin û hevalê xwe jî weke xwe hizkirin ser her qurbanên şewitandinê û qurbanên mayînra ye”. 34 Îsa dîna xwe dayê, ku wî bi aqilî caba xwe da, jêra got: “Tu ji Padşatiya Xwedê ne dûr î”. Pey vê yekêra, îdî tu kesî newêribû tiştek ji wî bipirsiya. 35 Gava ku Îsa paristgehêda hîn dikir, got: “Qanûnzan çawa dibêjin ku Mesîh kurê Dawid e? 36 Ne Dawid xwexa pê Ruhê Pîroz dibêje? ‘Xudan gote Xudanê min: Li milê minî rastê rûnê, heta ku ez dijminên te bikime binê piyên te’. 37 Awa Dawid xwexa ku wî Xudan hesab dike, îdî ew çawa dibe kurê Dawid?” Wê elaleta giran bi dil û eşq guhdariya Îsa dikir. 38 Hînkirina xweda ewî digot: “Hevza xwe ji wan qanûnzana bikin, yên ku hiz dikin bi çuxên dirêj bigerin, bazarada silavê bidine wan, 39 kinîştada kursiyên pêşin bigirin û şayiyada jî herema jorin rûnên. 40 Evana alîkîva malên jinebiya hûfî xwe dikin, aliyê dinva jî bi durûtî duayê xwe dirêj dikin. Dîwana wanê hê giran be”. 41 Îsa li pêşberî peredanga paristgehê rûnişt û dîna xwe dayê, ku elaletê çawa pere davîtine peredangê. Gelek dewletiya gelek avîtinê. 42 Jinebîke belengaz jî hat û du pol, ku dikire qurûşek, avîtê. 43 Îsa şagirtên xwe gazî cem xwe kirin û wanra got: “Ez rast wera dibêjim, ku evê jinebiya belengaz ji van hemûya zeftir avîte peredangê, 44 Van hemûya ji zêdeya hebûka xwe avîtinê. Lê evê vê belengaziya xweda çî wê hebû ku pê ebûrê xwe bikira hemû avîtê”.
17-23 TÎRMEHÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | EZRA 9-10
“Axiriya Xirab ji bo Neguhdarîkirinê”
w06 15/1 20 ¶1
Fikirên Sereke ji Kitêba Ezra
9:1, 2—Çiqasî xof bû zewac tevî cimetên din? Cimeta ku ji dîltiyê vegeriya, gerekê heta hatina Mesîh, temizaya hebandina rast xwey kirana. Zewac tevî cimetên din gelek xof bû seva ewên ku xwe li hebandina rast digirtin. Ji bo wê yekê, ku hineka ne ji cimeta Îsraêlî xwera jin hildane, ewana hêdî-hêdî dikaribûn tevî pûtparista bibûna yek û hin jî hînî eyd-qeydên wan bûna. Hingê Mesîh wê bihata cem kê? Bêşik, Ezra gelek dilteng dibû ji bo wê yekê, çaxê didît wekî çi diqewimî.
w09 1/10 10 ¶6
Gelo Yehowa Çi ji Me Dixwaze?
Guhdarîkirina bi hazirbûnê, tê keremkirinê. Mûsa got: “Emir û qeyde-qanûnên Xudan xweyî kî, kîjan ku ez niha bona qencîya te li te emir dikim” (Rêza 13). Belê, her qanûnên Yehowa û ew çi ku ew ji me dixwaze, bona kara me ne. Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku “Xwedê hizkirin e” (1 Yûhenna 4:8). Lema jî ewî qanûnên usa dane me, yên ku wê heta-hetayê me bextewar kin (Îşaya 48:17). Hergê em îda niha wan tişta bikin, çi ku Yehowa ji me dewa dike, wî çaxî emê ji dilşkestîbûnê bêne xweykirinê, û bin serwêrtiya Padşatiya Xwedê jîyîneke baş bistînin.
Xizna Kitêba Pîroz
w06 15/1 20 ¶2
Fikirên Sereke ji Kitêba Ezra
10:3, 44—Çima zar tevî kulfeta, ji Îsraêlê hatibûn berdanê? Hergê zar wêderê bimana, dayîk dikaribûn paşda vegeriyana cem zarên xwe. Him jî zarên biçûk hewce ne, wekî dayîk bona wan xem bikin.
(Ezra 10:44, DT) Her kes ji wan jinên xerîbra zewicî bûn, û wana jinên xwe tevî zara berdan.
(Marqos 13:1-14) Gava Îsa ji paristgehê derket, ji şagirtên wî yekî wîra got: “Dersdar! Hela dîna xwe bidê ev çi kevir in û çi avayî ne!” 2 Îsa li wî vegerand û gotê: “Tu van avayiyên mezin dibînî? Ev hemûyê jî wêran bin, li vir kevirê li ser kevir nemîne!” 3 Gava Îsa li çiyayê Zeytûnê, li pêşberî paristgehê rûniştibû, Petrûs, Aqûb, Yûhenna û Endrawis başqe jê pirsîn: 4 “Bêje me, ew tişt wê kengê biqewimin? Û berî qewimandina wan hemûya, çi nîşanê bibin?” 5 Hingê Îsa caba wan da û got: “Haş ji xwe hebin, ku tu kes we nexapîne. 6 Gelek wê pê navê min bên û bêjin: ‘Ez im Mesîh’ û wê geleka bixalifînin. 7 Gava hûn dengê şera û besa şera bibihên, hûn xwe unda nekin. Gerekê ev tişt biqewimin, lê ew hê ne axirî ye. 8 Miletê rabe ser milet, padşatiyê rabe ser padşatiyê, cî-ciya wê erdhej û xelayî-celayê bibin. Lê ev hemû mîna êşa kulfetê ye, ku destpêdike pê digire. 9 Haş ji xwe hebin! Wê we bibine ber dîwana û kinîştada wê we bikutin. Bona min wê we ber welî û padşa bidine sekinandinê, wekî hûn ber wan şedetiyê bidin. 10 Gerekê pêşiyê Mizgînî hemû miletara bê dayînê. 11 Gava ku we bigirin bibine ber dîwanê, pêşda xem nekin ku hûnê çi bêjin. Lê wê demê çi wera bê dayînê, wê jî bêjin, çimkî ne ku hûnê xeber din, lê Ruhê Pîroz. 12 Bira wê birê xwe bide kuştinê û bav kurê xwe. Zarê rabine ser dê û bavê xwe û wan bidine kuştinê. 13 Û bona navê min hûnê ber çevê hemûya reş bin. Lê ewê ku heta xilaziyê teyax ke, ewê xilaz be. 14 Çaxê hûn wê Heramiya Wêrankirinê bibînin, li wî ciyê necayîz sekinî”, (ewê ku dixûne bira fem bike) “hingê ewên ku Cihûstanêda ne bira birevine çiya.
24-30 TÎRMEHÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | NEHEMIYA 1-2
“Min Xwedayê Ezmanara Dua kir”
w08 15/2 3 ¶5
Bira Yehowa Timê Bîra Teda be
Cara em dikarin bikevine dereceke usa, ku wedê me tune be, dirêj dua bikin. Carekê Artahşaşt, Padşê Farisa têderxist wekî şeravdarê wî, Nehemiya, dilteng bibû û ji wî pirsî: “Tu çi dixwazî?” Vê demê Nehemiya “Xwedayê Ezmanara dua kir”. Eşkere ye ku wedê wî tune bû, wekî kela dilê xwe Xwedêra birêje, lema jî diqewime ewî dilê xweda, kin dua kir. Lê yeke Xwedê duayê wî bihîst, û padşa îzin da wî, wekî ew here dîwarên Orşelîmêye hilşiyayî ava ke (Bixûne Nehemiya 2:1-8, ÎM). Ça em divînin, hela hê duayên kin jî, yên ku em dilê xweda dibêjin, dikarin bêne bihîstinê.
be 177 ¶4
Çaxê Kesek Nişkêva Pirsekê Dide
Çi dikare alî te bike wekî tu cabeke layîq bidî, gava kesek nişkêva pirsekê dide te? Vê yekêda çev bide Nehemiya, ewî pêşiya ku caba Artahşaşt padşa bida, kin dilê xweda dua kir (Nm. 2:4). Dêmek paşî duakirinê, derbêra hişê xweda caba pirsa wî hazir ke: (1) Fikirekê bijbêre, derheqa kîjanê gerekê xeber dî (dikarî van fikira hildî ji Şêwirkirin ser Hîmê Kitêba Pîroz). (2) Bifikire ku kîjan rêzên Kitêba Pîroz bidî xebatê, wekî van fikira zelal kî. (3) Bifikire ku ça xeberdanê destpêkî, seva ku hewasa guhdarvan pêşda bînî. Paşî vê yekê, xeberdana xwe destpêke.
Xizna Kitêba Pîroz
w86 15/2 25
Hebandina Rast Serdikeve
Na, çimkî halê Orşelîma wêrankirî, gelek wext, dêmek “şev û roj” bibû meniya duayên Nehemiya (1:4, 6, ÎM). Çaxê mecal kete destê Nehemiya, wekî Artahşaşt padşara derheqa xwestina xwe bêje, ku here dîwarên Orşelîmê ava ke, Nehemiya dîsa dua kir. Yehowa bi vê yekê caba duayê wî da, ku wîra îzin hate dayînê, wekî dîwarên Orşelîmê sêrîda ava ke.
Ders bona Me: Nehemiya bona rêberiyê timê Yehowara dua dikir. Em jî gerekê “her gav dua bikin”, û çaxê em safîkirinên ferz dikin, em gerekê vê yekê li gora rêberiya Yehowa bikin (Romayî 12:12).
(Nehemiya 2:4, ÎM) Padşa minra got: “Tu çi dixwazî?” Min Xwedayê Ezmanara dua kir
(Marqos 13:15-30) Û ewê ku ser xanî ye bira jorda neyê xwarê û nekeve hindur, wekî tiştekî hilde. 16 Û ewê ku kewşênda ye bira venegere ku potê xwe hilde. 17 Lê wey li hemla û destdergûşa wan rojada! 18 Dua bikin ku ev yek zivistanêda neqewime. 19 Çimkî wan rojada wê tengasîke usa bibe, wekî ji roja ku Xwedê dinya efirandiye heta niha nebûye û ne jî wê bibe. 20 Heger Xudan ew roj kin nekirina, tu kes xilaz nedibû, lê bona xatirê wan bijartiyên ku wî bijartine, ew roj kin kirine. 21 Hingê, heger yek wera bêje: ‘Mesîh va ye li vir e’, yan jî: ‘Wa ye dera han e’, bawer nekin. 22 Çimkî mesîh û pêxemberên derew wê derên. Wê nîşan û keremeta bikin, heger dest wanva bê, wê bijartiya jî bixalifînin. 23 Lê hûn haş ji xwe hebin! Min her tişt pêşda wera got. 24 Lê wan rojada, pey wê tengasiyêra, ‘rûyê royê wê bê girtinê û hîvê ronaya xwe nede, 25 steyrkê ji ezmên bikevin, û topên ezmana wê ji riyên xwe derên’. 26 Û hingê wê bibînin, Kurê Însan bi qewata mezin û rûmet ewrava tê. 27 Wî çaxî ewê milyaketên xwe bişîne û bijartiyên xwe ji her çar qulba berev ke, ji perên erdê girtî heta perên ezmên. 28 Ji dara hêjîrê dersekê hîn bin: Çaxê ku çiqilên wê ter dibin û belgên wê dibişkivin, îdî hûn zanin ku havîn nêzîk e. 29 Usa jî gava hûn bibînin ku ev yek diqewimin, bizanibin ku ew nêzîk e, li ber şêmîkê ye. 30 Ez rast wera dibêjim, eva nisila derbaz nabe, heta ku ev hemû tişt neqewimin.
31 TÎRMEHÊ–6 TEBAXÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | NEHEMIYA 3-4
“Gelo Tu Xwe ji Şixul Paş Dixî?”
w06 1/2 10 ¶1
Fikirên Sereke ji Kitêba Nehemiya
3:5, 27. Em gerekê vî şixulî kîjan ku em bona hebandina rast dikin, tu car ça şixulekî nimiz hesab nekin. Usa jî em gerekê şixulê Xwedê înkar nekin, mîna hine Tekoayên “esilzade”. Lê em dikarin çev bidine Tekoayên milûk, yên ku bi rezedilî hazir bûn, qewat û wedê xwe bona şixulê Xwedê xerc kin.
Yehowa bona Qirara Xwe wê Te Ça Bide Xebatê?
11 Gelek qirne şûnda, qîzên Şallûm nava wan merivada bûn, yên ku Yehowa ew dane xebatê, seva dîwarên Orşelîmê teze kin (Nehem. 2:20; 3:12). Rast e bavê wan serwêr bû, yeke qîzên Şallûm hazir bûn ew şixulê giran û xof bikin (Nehem. 4:15-18). Ewana ne mîna mêrên Tekoaya bûn, kîjan ku navdar bûn û xwe nimiz nekirin, wekî vê xebatêda komekê bidin (Nehem. 3:5). Bidine ber çevê xwe, qîzên Şallûm çiqas şa bûn, çaxê dîwar nava 52 rojada hate xilazkirinê! (Nehem. 6:15). Îro jî, xûşkên xîret şabûnê distînin çaxê xizmetiya mexsûsda şixul dikin, ew heye avakirin û tezekirina wan avaya, kîjan ku tesmîlî Yehowa kirine. Seva ew şixul pêşda here, mera xûşkên usa xîret, zên û amin lazim in.
w04 1/8 18 ¶16
Nihêrandina Rast Xwey kin
16 Hemû Mesîhî, çawa yên cahil usa jî yên emirda mezin, gerekê nihêrandina rast derheqa hurmet-rûmetê xwey kin. Civatêda gerekê hemû cûre şixul bêne kirinê. Mirûzê xwe neke gava şixulekî usa didine te, kîjan ku bi nihêrandina hine meriva, ça şixulekî nimiz tê hesabê (1 Samûyêl 25:41; 2 Padşatî 3:11). Dê-bavno, hûn zarên xwe hêlan dikin, wekî ewana bi dil û can dest bavêjine hemû şixula, kîjan ku ser civata û civatên mezin gerekê bêne kirinê? Gelo ewana divînin, ku hûn xwexa jî van şixula dikin? Birakî me ku ofîsa serekeda xizmet dike, heta roja îro mesela dê-bavê xwe bîr nake. Ew dibêje: “Çaxê dê-bavê min, Oda Civatê û civata mezin temiz dikirin, dihate kifşê wekî ev şixul bona wan gelek ferz bû. Ewana timê hazir bûn civatêda û bona xûşk-bira hemû şixula bikin, û ev yek ça tiştekî nimiz hesab nedikirin. Mesela wan alî min dike, wekî ez Beytelêda hemû şixul bi dil û can bikim”.
Xizna Kitêba Pîroz
w06 1/2 9 ¶1
Fikirên Sereke ji Kitêba Nehemiya
4:17, 18—Çi cûreyî ewên ku dîwar ava dikirin, bi destekî dixebitîn? Bona wan, kê ku barên giran dibirin dianîn, ev yek çetin nîbû. Wana bar didane ser serê xwe, yan jî ser namilên xwe, û pê destekî digirtin, lê pê destê din “çek digirtin”. Lê kê ku dîwar ava dikirin, pê herdu desta dixebitîn, lema jî wana “şûrê xwe girêdabûn” û dixebitîn. Gava dijmin hicûmî ser wan dikir, ewana hazir bûn miqabilî wan şer bikin.
(Nehemiya 4:17, 18, ÎM) Barkêş bi destekî xwe barê xwe, bi destê din jî çek hildigirtin. 18 Avakar, şûrê xwe girêdabûn û dixebitîn. Borîvan jî li bal min bû.
(Marqos 14:1-14) Awa du roj şûnda wê Cejina Derbazbûnê û Cejina Nanê Şkeva bibûya. Serekên kahîna û qanûnzana mecalekê digeriyan, ku çawa Îsa dizîva bi fêlbaziyê bigirin, bikujin 2 û digotin: “Bira ev yek cejinêda nîbe, wekî cimet ranebe ser niga”. 3 Gava Îsa li Beytanyayê mala Şimhûnê kotîda, li ser sifrê rûniştî bû, kulfetek hat, derdaneke wêye alabastirêyî rûnê nardêyî safî û gelekî biha hebû. Wê ew şûşe şkênand û ew rûn rête ser serê Îsa. 4 Hineke wir hêrs ketin û hevra digotin: “Heyfa vî rûnî! Çima eva ziyana bû? 5 Me dikaribû ev rûna sêsid zîvî zêdetir bifirota û belayî feqîra kira”. Bi vî awayî ew kulfeta rezîl kirin. 6 Lê Îsa got: “Ji wê kulfetê vegerin! Çima hûn xatirê wê dikevin? Ewê tiştekî qenc bona min kir. 7 Feqîrê her gav tevî we bin. Kengê hûn bixwazin, hûn dikarin qenciyê wanra bikin. Lê ezê her gav nav weda nîbim. 8 Çi ji destê wê dihat ewê kir. Ewê pêşda bedena min definkirinêra rûn kir. 9 Ez rast wera dibêjim, dinyayêda kîderê eva Mizgîniya bê dannasînkirinê, wê kirina vê kulfetê jî bona bîranîna wê bê gotinê”. 10 Hingê Cihûdayê Îsxeryotî, yekî ji her donzdeha, çû cem serekên kahîna, wekî Îsa bide destê wan. 11 Wan jî gava ev yek bihîst, şa bûn û pere wîra soz dan. Û Cihûda ji hingêva mecalekê digeriya ku çawa Îsa bide destê wan. 12 Roja pêşine Cejina Nanê Şkevada ku berxa qurbana Cejina Derbazbûnê dihate serjêkirinê, şagirta ji Îsa pirsî: “Tu li ku dixwazî Şîva Cejina Derbazbûnê bixwî, wekî em herin tera hazir kin?” 13 Îsa du şagirtên xwe şandin û wanra got: “Herine bajêr. Merivekê rastî we bê, cêrê avê li ser mila. Pey wî herine wê mala ku ew diçê 14 û bêjine xweyê malê: ‘Dersdar dibêje: Kanê ew oda mêvana, ya ku ezê têda tevî şagirtên xwe şîva Cejina Derbazbûnê bixwim?’
7-13 TEBAXÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | NEHEMIYA 5-7
“Nehemiya Dixwest Xizmet ke, ne ku Wîra Xizmet kin”
w02 1/11 27 ¶3
Piştgirên Hebandina Rast Yên Berê û Niha
Nehemiya ne tenê wede û feresetên xwe bona kara meriva dida xebatê, lê ewî aliyê perada jî piştgiriya hebandina rast dikir. Pê perê xwe ewî Cihûya ji dîltiyê aza dikir. Ewî perê xwe bê selef, deynî dida kesên din. Ewî tu car barê giran nedikire stûyê Cihûya û ji wana heq dewa nedikir, ku wîra diket çawa serwêr. Serda jî xêncî merivên der-dor, ewî timê 150 Cihû û serwêr têr dikir. Ewî her roj “gayek, şeş pezên bijare û mirîşk” bona wan dida serjêkirinê. Xêncî vê yekê, ewî “deh roja carek”, cûre-cûre şerav dida ber wan, û ew her tişt ewî kîsê xwe dikir (Nehemiya 5:8, 10, 14-18, ÎM).
“Bira Destên Te Sist Nebin”
Yehowa destên Nehemiya û yên ku tevî wî bûn qewî kir, seva ewana şixulê avakirinê bikin. Wana hema nava 52 rojada avakirina dîwarên Orşelîmê xilaz kirin! (Nehem. 2:18; 6:15, 16). Wedê avakirinê, Nehemiya berpirsiyarê avakirinê bû, lê yeke ewî xwe bêşixul nedihîşt. Ewî xwexa jî alîkarî dida avakirinêda (Nehem. 5:16). Îro jî, gelek rûspî çev didine Nehemiya û alîkariyê didin wedê avakirina Odên Civata, û civatên mezin. Usa jî ewana alîkariyê didin wedê temizkirin û tezekirina Oda Civata mihala xweda. Xêncî vê yekê, ewana tevî xûşk-birên sistbûyî derdikevin xizmetiyê seva wan bişidînin, yan jî teseliya wan dikin. Usa ewana destên wan qewî dikin, yên ku ji bo xemgîniya xwe sist bûne. (Bixûne Îşaya 35:3, 4.)
w00 1/2 32
Çi Tê Hesabê ku Yehowa Wê Te Bîr Bîne?
Ça ji Kitêba Pîroz tê kifşê, Xwedê bîr tîne bi vê yekê, ku destpêdike tiştekî bike. Mesele, çaxê erd 150 roja, ji bo sêlavê binê avêda bû, “Xwedê Nuh bîr anî, . . . hingê Xwedê bak li erdê rakir û av sekinî” (Destpêbûn 8:1). Bi qirna şûnda, çaxê Şimşon kor kiribûn û dest-nigên wî zincîr kiribûn, ewî Xwedêra dua kir: “Ya Xudan, Xudan, ez lava dikim, min di bîra xweda bîne û ez lava dikim, tenê vê carê ya Xwedê, min xwurt [qewî] bike”. Yehowa bi vê yekê Şimşon bîr anî, ku qewateke mezin da wî, bi saya çi jî ewî qira dijminên Xwedê anî (Hakimtî 16:28-30). Lê dereca Nehemiyada, Yehowa xîreta wî kerem kir û Orşelîmêda hebandina rast hate vegerandinê.
Xizna Kitêba Pîroz
w07 1/7 30 ¶15
“Bi Qenciyê Tu ser Xirabiyê Keve”
15 Ya sisiya, dijminên Nehemiya dixwestin bi saya Şemaya ku nemam bû, zorê Nehemiya bikin, wekî ew Qanûna Xwedê biteribîne. Şemaya gote Nehemiya: “Li Mala Xwedê, li hundurê Paristgehê em hev bibînin, lê em deriyê Paristgehê bigirin. Çimkî wê ji bo kuştina te werin!, ÎM”. Şemaya gote Nehemiya ku dixwazin wî bikujin, û ku ew tenê paristgehêda dikare xwe veşêre, wekî xilaz be. Lê Nehemiya kahîn nîbû, lema jî hergê ewî paristgehêda xwe veşarta, wê gune bikira. Gelo Nehemiya wê Qanûna Xwedê biteribanda, seva ku emirê xwe xilaz ke? Nehemiya caba wî usa da: “Kesekî mîna min ji bo sax bimîne, dikeve Paristgehê? Ez nakevimê, ÎM”. Gelo Nehemiya çi cûreyî ji vê telikê xilaz bû? Rast e ewî zanibû ku Şemaya Îsraêlî ye, lê “Xwedê ew neşandiye, ÎM”. Çimkî pêxemberê Xwedêyî rast, wê tu car hêlan nekira, wekî ew Qanûna Xwedê biteribîne. Îjar jî Nehemiya îzin neda wekî dijmin wî bixalifînin. Hine wede şûnda ewî got: “Dîwar, roja pêncî û dudada, roja bîst û pêncê Îlonêda hate temamkirin” (Nehemiya 6:10-15; Jimar 1:51; 18:7).
(Nehemiya 6:13, ÎM) Ji bo vî karî, pere dabûn wî. Ji bo ez bitirsim, bi ya wî bikim û gune bikim. Wan xwest navê min xirab kin û tinazê xwe bi min bikin.
(Marqos 14:15-31) Hingê ewê li qatê jorin odeke mezine hevdayî û hazir nîşanî we ke, li wê derê şîvê bona me hazir kin”. 16 Şagirta da ser rê çûne bajêr û çawa ku wanara gotibû usa jî dîtin û şîva Cejina Derbazbûnê hazir kirin. 17 Gava ro çû ava, Îsa tevî her donzdeha çû wê derê. 18 Çaxê li ser sifrê rûniştin û nanê xwe dixwarin, Îsa got: “Ez rast wera dibêjim, yekî ji we wê nemamiya min bike, yê ku tevî min nên dixwe”. 19 Ew ber xwe ketin û destpêkirin yek-yek ji wî pirsîn: “Dibe ku ez im?” 20 Ewî wanra got: “Ew yek nava we her donzdehada ye, yê ku periyê xwe tevî min tasêda dike. 21 Rast Kurê Însan wê usa here çawa ku bona wî hatiye nivîsarê. Lê wey li wî merivê ku nemamiya Kurê Însan bike! Wîra hê qenc bû ku ew qet dinê neketa”. 22 Gava wana hê nan dixwar, Îsa nan hilda şikirî da, kerkir da şagirta û got: “Han hildin! Eva bedena min e”. 23 Peyra kas hilda şikirî da û da wan. Hemûya jî ji wê vexwar. 24 Û wanra got: “Eva xûna min e bona peymana nû, ku bona geleka tê rêtinê. 25 Ez rast wera dibêjim, îdî ez ji vir şûnda ji berê vê mêwê venaxwim, heta wê roja ku ezê Padşatiya Xwedêda ji ya nû vexwim”. 26 Paşê wana zebûrek stira, derketin çûne çiyayê Zeytûnê. 27 Û Îsa wanra got: “Hûn hemûyê jî ji min pişk bin herin, çimkî nivîsar e: ‘Ezê li şivên xim û pezê jî bela-belayî be’. 28 Lê gava ku ez ji mirinê rabim, ezê berî we herime Celîlê”. 29 Petrûs jêra got: “Heger hemû jî ji te pişk bin herin, lê ez na”. 30 Îsa wîra got: “Ez rast tera dibêjim, hema îşev hê berî ku dîk du cara bang de, tê sê cara min înkar kî”. 31 Lê Petrûs ser ya xwe dima û digot: “Heger cî bê, ezê tevî te bimirim jî, lê tu car te înkar nakim!” Hemûya jî aha digot.
14-20 TEBAXÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | NEHEMIYA 8-9
“Şabûna Xudan, Hêza We Ew e”
w13 15/10 21 ¶2
Em ji Duayên Lêwiya Çi Hîn Dibin?
2 Mehek pêşiya vê civînê, derheqa kîjanê ku jorê hatibû gotinê, Cihû avakirina dîwarên Orşelîmê îda xilaz kiribûn (Nm. 6:15). Cimeta Xwedê 52 rojada dîwar avakirin, û paşê vê yekê îda dîna xwe dane hewcên xweye ruhanî. Roja pêşin ya meha din, dêmek Tîşrîda, Cihû tevayî top bûn, seva ku guh bidine Ezra û Lêwiyên din, çaxê wana Qanûna Xwedê bi dengê bilind gerekê bixwenda û şirovekira (şikilê 1). Hemû malbet, dêmek “kesê ku dikare fem bike”, “sibê heta nîvro” sekinîbûn û guh didane wan. Meseleke çiqas baş e bona wan, civatên kê jî odên gelek rihetda derbaz dibin! Lê qe usa nebûye, wekî fikirên we ser civatê diçe ser tiştekî usa, çi ku haqas ferz nîne? Hergê usa ne, bînin bîra xwe mesela wan Îsraêliya, yên ku ne tenê guh didan, lê usa jî gava dibihîstin, hêsir çevê wan dibarî û agir dilê wan diket, wekî wana guh nedida Qanûna Xwedê (Nm. 8:1-9, ÎM).
w07 15/7 22 ¶9-10
Gelo Hûnê “Bi Saya Ruhê Pîroz Bimeşin”?
9 Bextewarî hîmê şabûnê ye. Yehowa “Xwedêyê xwezilî” ye, dêmek Xwedêyê şa ye (1 Tîmotêyo 1:11; Zebûr 104:31). Kur şabûnê distîne, gava qirara Bavê xwe tîne sêrî (Zebûr 40:8; Îbranî 10:7-9). “Şabûna Xudan, hêza [me] ew e” (Nehemiya 8:10).
10 Şabûna ku ji Xwedê ye, dilrihetiyê dide me hela hê wî çaxî jî, gava em rastî çetinaya, derdên giran û peyketina tên. Zanebûna derheqa Xwedê, şabûneke gelek mezin mera tîne! (Metelok 2:1-5) Em bi saya dostiya tevî Xwedê şabûnê distînin, hîmê kîjanê zanebûna rast, baweriya hindava Xwedê û qurbana Îsa Mesîh ye (1 Yûhenna 2:1, 2). Dîsa menîk ku çira em bextewar in, ev e, ku em para biratiya hemdinyayê ne (Sêfanya 3:9; Hagay 2:7). Usa jî hêviya me û şixulê meye qîmet, dêmek belakirina mizgîniyê, şabûnê mera tîne (Metta 6:9, 10; 24:14). Xêncî vê yekê, hêviya meye jîyîna heta-hetayê heye (Yûhenna 17:3). Belê, axiriya gelek baş hîviya me ye, lema jî em gerekê “tenê şa” bin (Qanûna Ducarî 16:15).
Xizna Kitêba Pîroz
it-1 145 ¶2
Aramî
Hine wext şûnda, çaxê Cihû ji dîltiya Babîlonê vegeriyan, Ezra kahîn wan Cihûyara ku Orşelîmêda top bibûn, Qanûna Xwedê dixwend, û Lêwiya jî şirovedikirin. Nehemiya 8:8-da usa tê gotinê: “Ji Nivîsa Şerîeta [Qanûna] Xwedê bi awaîkî eşkere xwendin. Wana wateya [nêta] wê gotin ku tişta hatiye xwendin bê femkirinê, ÎM”. Lê gelo çira ev Qanûn gerekê bihata şirovekirinê? Çimkî diqewime têksta Îbranî, ser zimanê Aramî hatibû nivîsarê, lema jî ev yek gerekê cimetêra bihata zelalkirinê. Diqewime gava Cihû dîltiyêda bûn, wî çaxî ewana derbazî ser zimanê Aramî bibûn. Çi jî hebû, ev dihate hesabê şirovekirina vê yekê, çi ku dihate xwendinê, û hergê Cihûya zimanê Îbranî fem dikirin, dîsa jî lazim bû, ku wanra bê şirovekirinê, wekî wana diha kûr nêta vê fem kira.
(Nehemiya 8:2, ÎM) Roja pêşî ya meha heftada Ezrayê Kahin, Nivîsa Şerîetê [Qanûnê] anî pêşberî civakê. Jin, mêr û her kesê ku dikare fem bike li wir bû.
(Nehemiya 8:8, ÎM) Ji Nivîsa Şerîeta [Qanûna] Xwedê bi awayekî eşkere xwendin. Wan wateya [nêta] wê gotin ku tişta hatiye xwendin bê femkirin.
(Marqos 14:32-46) Pey wê yekêra ew çûne wî ciyê ku jêra Gêtşemanî dibêjin û ewî şagirtên xwera got: “Vira rûnên, heta ku ez dua bikim”. 33 Wî Petrûs, Aqûb û Yûhenna tevî xwe birin û destpêkir keser kişand û xweda şewitî. 34 Wî wanra got: “Dilê min haqas derd û keder e, mîna ber mirinê. Vira bimînin û hişyar bin”. 35 Hinekî pêşda çû, xwe deverû avîte erdê û dua kir, ku heger mecal hebe, eva siheta ser wîra derbaz be. 36 Û got: “Abba, Bavo! Her mecal ji destê te tê. Evê kasê ji min dûr xe. Lê bira xwestina min nîbe, lê ya te be”. 37 Paşê hate cem şagirta, ew razayî dîtin û gote Petrûs: “Şimhûn, tu razayî? Te nikaribû ku sihetekê tu hişyar bimayî? 38 Hişyar bimînin û dua bikin, wekî hûn nekevine nava cêribandinê. Belê ruh razî ye, lê beden sist e”. 39 Dîsa çû dua kir, xût ew xeber gotin. 40 Û hat dîsa ew xewêda dîtin, çimkî çevên wan ji xewê venedibûn. Û nizanibûn çi caba wî bidana. 41 Cara sisiya jî hat û wanra got: “Hûn hela hê razayî ne û rihet dibin? Bes e! Wext pêra gihîşt. Va ye Kurê Însan dikeve destê gunekara. 42 Rabin em herin. Va ye ewê ku nemamiya min dike nêzîk bû”. 43 Hema hingê gava wî hê xeber dida, Cihûdayê ku yek ji her donzdeha bû, hat. Ewî tevî xwe ji aliyê serekên kahîna, qanûnzana û rûspiyada elaleteke giran anîbû, bi dara û şûra. 44 Awa nemamê wî eşeret dabû wan û gotibû: “Ez kîjanî ku ramûsim, ew e, wî bigirin û bi fesal bibin”. 45 Hema hingê jî Cihûda hate cem Îsa û got: “Dersdar!” û ramûsa. 46 Wana dest avîte Îsa û ew girtin.
21-27 TEBAXÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | NEHEMIYA 10-11
“Wana Bona Yehowa Gelek Tişt ji Xwe Kêm Kir”
w98 15/10 22 ¶13
Orşelîm Layîqî Navê Xwe ye
13 Ev safîkirineke ferz, ku cimeta Xwedê wedê Nehemiya kiribû, wana hazir kir bona tesmîlkirina dîwarê Orşelîmê. Lê dîsa pirseke ferz gerekê bihata safîkirinê. Niha Orşelîm, der-dorê kîjanê dîwarekî mezin pê 12 dergeha bû, hewcê diha zêde bineliya bû. Rast e hine Îsraêlî têda dijîtin, dîsa jî “Orşelîm berfire û mezin bû, lê gelê [cimeta] têda kêm bû” (Nehemiya 7:4, ÎM). Seva ku ew problêm bê safîkirinê, cimetê peşk avît, wekî ji deh meriva yek, here bajarê pîroz, dêmek Orşelîmêda bijî. Cimetê dua li wan hemûya kir, kê ku bi rezedilî hazir bûn herin Orşelîmêda bijîn (Nehemiya 11:1, 2). Roja îroyîn ew meseleke gelek baş e bona wan, mecala kîjana heye derbazî wî cîyî bin, kîderê ku belakirina mizgîniyêda hewcetiya mezin heye!
w86 15/2 26
Hebandina Rast Serdikeve
Ji bo vê yekê ku hine Îsraêlî milkê xwe hîştin û derbazî Orşelîmê bûn, wana hine aliyava zirar stand û xercên wan jî zef bûn. Usa jî diqewime bineliyên wî şeherî, dikaribûn rastî cûre-cûre derecên xof bihatana. Ji bo vê yekê kesên din hesab dikirin, ku ewana hêjayî paya ne, û dua dikirin wekî Yehowa wana kerem ke.
Xwedê yên Amin Qebûl Dike
15 Çaxê em xwe tesmîlî Yehowa dikin, em soz didine wî wekî emê timê qirara wî bînin sêrî. Û em zanin ku seva anegorî vî sozî bijîn, lazim e tiştekî qurban kin. Lê hêsa nîne ewê yekê bikin. Çimkî cara dibeke ji me bê xwestinê ku tiştekî usa bikin, çi me xweş nayê. Çaxê em tiştên usa qurban dikin, û Xwedêra usa xizmet dikin ku nakevine heyra komforta xwe, bi vê yekê em aminiya xwe îzbat dikin. Lê keremên Xwedê timê ji wan hemû qurbana ku em dikin mezintir in (Malx. 3:10). Lê em çi dikarin hîn bin ji qîza Yeftah?
Xizna Kitêba Pîroz
w06 1/2 11 ¶1
Fikirên Sereke ji Kitêba Nehemiya
10:34—Çira ji cimetê dihate dewakirinê wekî dara bînin? Qanûna Mûsada derheqa vê yekê tu tişt nedihate gotinê. Lê ew dewakirin hine derecava girêdayî bû. Seva ku qurban bihatana şewitandinê, gelek dar lazim bû. Ça kifş e, nava cimetêda kê ku ji Babîlonê vegeriyabûn, gelek Netînîm tune bûn, dêmek xulamên ne Îsraêlî, yên ku paristgehêda xizmet dikirin. Lema jî peşk davîtin, ku her kes dor bi dor, dar baniyana paristgehê.
(Nehemiya 10:34, ÎM) “Li ser gorîgeha Xwedayê me Xudan, li gorî ku di Şerîetêda [Qanûnêda] hatiye nivîsandin, ji bo şewatê û li gorî binemalên me ku her sal di demên diyarkirîda, ji bo goriyê dara bînin gorîgeha Xwedayê me, kahîn, Lêwî û gel bi hevra peşk avît.
(Marqos 14:47-59) Lê yekî ji yên ku tevî wî sekinî bûn, şûrê xwe kişand li xulamê serekkahîn xist û guhê wî pekand. 48 Hingê Îsa wanra got: “Tê bêjî we ser qaçaxekîda girtiye, ku hûn bi dara û şûra hatine min bigirin? 49 Ne ez her roj tevî we paristgehêda bûm min hûn hîn dikirin, lê we ez nedigirtim. Lê bona ku nivîsar bêne sêrî, ev yek qewimî”. 50 Hingê hemû şagirta ew hişt û revîn. 51 Xortek pey wî diçû, parçekî kitanê li bedena wiye tezî pêçayî bû. Elaletê ew girt, 52 lê wî ew kitan hişt û rût-tezî ji destê wan revî. 53 Îsa birine cem serekkahîn. Hemû serekên kahîna, rûspî û qanûnzan wir civiyan. 54 Petrûs dûrva pê-pê pey wî çû, heta kete hewşa serekkahîn. Wir tevî nobedara li ber êgir rûnişt û xwe germ dikir. 55 Serekên kahîna û temamiya civîna giregira jî li şedetîke miqabilî Îsa digeriyan, wekî wî bikujin, lê ne didîtin. 56 Geleka miqabilî wî şedetiya derew dida, lê şedetiya wan hevdu nedigirt. 57 Hingê hinek rabûn û miqabilî wî şedetiya derew dan û gotin: 58 “Me bihîst ku vî merivî digot: ‘Ezê vê paristgeha ku bi desta hatiye çêkirinê hilşînim û sê rojada paristgeheke dine bê destlêketin çêkim’”. 59 Lê şedetiya wan jî hevdu nedigirt.
28 TEBAXÊ–3 ÎLONÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | NEHEMIYA 12-13
“Çaxê Hevala Dijbêrî Yehowara Amin be”
it-1 95 ¶5
Amonî
Çaxê Tobiya ji hewşa paristgehê hate derxistinê, cimetêra qanûna Xwedê ji kitêba Qanûna Ducarî 23:3-6 hate xwendinê, kîderêda nivîsîbû, ku Amonî û Mowabî nikarin bibin para civata Îsraêliya, û cimetê destpêkir vê yekê hilde hesab (Nm. 13:1-3). Ev temî weke 1 000 sal pêşda hatibû dayînê, çimkî Amonî û Mowabî nexwestin alî Îsraêliya bikin, gava ewana nêzîkî Erdê Sozdayî dibûn. Ça kifş e ev yek dihate hesabê, ku ji van mileta tu kes nikaribû bibûya para cimeta Îsraêlê û ji van tişta kar bistanda, ji çi jî Îsraêliya distand. Lê ev yek nedihate hesabê, ku tu kes ji Amoniya û Mowabiya nikaribûn tevî Îsraêliya xeberdana yan jî nava wanda bimana û wan kerema bistandana, kîjan ku Xwedê dida cimeta xwe. Mesele, Kitêba Pîrozda tê gotinê derheqa eskerekî Dawid bi navê Tselek, yê ku Amonî bû, derheqa kîjanî jorê hatibû gotinê, û usa jî derheqa Rûtê, ya ku Mowabî bû (Rt. 1:4, 16-18).
w13 15/8 4 ¶5-6
“Hûn Hatine Buhurtî-Jibarekirinê”
5 Bixûne Nehemiya 13:4-9. Roja îroyîn cûre-cûre tişt dikarin ser me hukum kin, ji bo çi jî dibeke mera çetin be ruhanîda qewî bimînin. Were em mesela Elyaşîb û Tobiya bînin bîra xwe. Elyaşîb serekkahîn bû, lê Tobiya Amonî bû û diqewime weliyê padşê Farisa bû, bin hukumê kîjanîda erdê Cihûdayê bû. Tobiya û bergirên wî nedihîştin wekî Nehemiya dîwarên Orşelîmê ava ke (Nm. 2:10). Îzina Amoniya tunebû bikevine hewşa paristgehê (Qn.Dc. 23:3). Wekî usa ne çira serekkahîn, xwaringeha paristgehêda cî da Tobiya?
6 Tobiya bû dostê Elyaşîb yê nêzîk. Tobiya û kurê wî Yehohanan, qîzên Cihûya xwera jintî anîbûn, û gelek Cihû derheqa Tobiya tiştên baş digotin (Nm. 6:17-19). Nebîkî Elyaşîb qîza Sanballatra zewicî bû, yê ku serwêrê Sameriyayê bû, û dostê Tobiyayî lapî nêzîk bû (Nm. 13:28). Ev heleqetiya wan îzbat dike, ku çira Serekkahîn Elyaşîb îzin da yekî necihû, yê ku dijminê cimeta Xwedê bû, ser wî hukum ke. Lê Nehemiya aminiya xwe Yehowara da kifşê, ku hemû hûr-mûrên Tobiya ji xwaringeha paristgehê girt avît.
w96 15/3 16 ¶6
Nava Çetinayada jî Amin in
Hergê em bi dil û can Yehowara amin in, emê tevî dijminên wî tu car hevaltiyê nekin. Lema jî Aqûbê şandî usa nivîsî: “Bêesilno! Hûn nizanin kê vê dinê hiz dike, ew neyartiyê li Xwedê dike? Awa kî dixwaze bibe yarê dinê, ew xwe dike neyarê Xwedê” (Aqûb 4:4). Em jî dixwazin Xwedêra amin bin, derheqa çi jî Dawid nivîsîbû: “Xudan, ez ça nejenime yên dijenine Te? Ça zivêr nebim, ji raberên himberî Te? Ez wan ber çevê xwe lap davêjim, ez wan xwera dijmin hesab dikim” (Zebûr 139:21, 22). Em wan meriva, yên ku hemdê xwe miqabilî Xwedê guna dikin, çawa bira hesab nakin, û tu heleqetiya me tevî wan tune. Lema jî aminiya me hindava Yehowa, gerekê îzin nede me, wekî em tevî dijminên Xwedê xeber din, ça şexsî usa jî bi saya têlêvîsyonê.
Xizna Kitêba Pîroz
it-2 452 ¶9
Miqam
Paristgehêda stirandina kilama gelek ferz bû. Ev ji vê yekê tê kifşê, ku Kitêba Pîrozda gelek car derheqa stiranbêja tê gotinê, û ku ewana ji şixulên Lêwiyaye din aza bûn, seva ku dîna wan bi temamî ser şixulê wan be (1 Dr. 9:33). Hela hê paşî vegerandina ji Babîlonê jî, ewana dihatine hesabê komeke Lêwiyaye mexsûs. Ev ji vê yekê tê kifşê, ku rêznemeya kesên vegerandîda, ewana başqe hatibûn nivîsarê (Ez. 2:40, 41). Padşê Farisa Artahşaşt, hela hê ferman jî da, li gora kîjanê ewana û komên dine mexsûs, ji xerc dihatine azakirinê (Ez. 7:24). Paşê fermana padşê derket, wekî her roj bona hewcên stiranbêja xem bikin. Rast e ev ferman ji Artahşaşt padşa hatibû derxistinê, lê ça kifş e ev yek ji Ezra bû, çimkî Artahşaşt cabdarî dabûne destê wî (Nm. 11:23; Ez. 7:18-26). Femdarî ye ku hemû stiranbêj Lêwî bûn, lê Kitêba Pîroz wana ça komeke mexsûs kifş dike, gava besa stiranbêj û Lêwiya dike (Nm. 7:1; 13:10).
(Nehemiya 13:10, ÎM) Herwiha min fem kir ku parên Lêwiya nedane wan û Lêwî û stiranbêjên ku xizmet dikirin jî vegeriyane zeviyên xwe.
(Marqos 14:60-72) Hingê serekkahîn rabû nava wanda sekinî û ji Îsa pirsî: “Bona van şedetiya ku evana miqabilî te didin tu çima cabekê nadî?” 61 Lê ewî dengê xwe nekir û tu cab neda. Serekkahîn dîsa ji wî pirsî û gotê: “Tu yî Mesîh, Kurê Yê Pîroz?” 62 Îsa gotê: “Ez im. Û hûnê Kurê Însan li kêleka Yê Herî Zor, li milê wiyî rastê rûniştî û li ser ewrên ezmên tê bibînin”. 63 Hingê serekkahîn kincên xwe qelaştin û got: “Îdî şede çî mera ne? 64 We kifiriyê wî bihîst! Weva çawa xuya dibe?” Hemûya jî ew neheq kirin gotin, ku ew yê kuştinê ye. 65 Hingê hineka destpêkir tûyî wî kirin, rûyê wî nixamtin, dane ber kulma û jêra gotin: “De pêxembertiyê bike!” Nobedara jî ew bir û dane ber şemaqa. 66 Gava Petrûs li jêrê hewşêda bû, ji cariyên serekkahîn yek hate wir. 67 Ewê ku dît Petrûs xwe li ber êgir germ dike, li wî nihêrî û got: “Tu jî tevî ewî nisretî bûyî, tevî Îsa”. 68 Lê ewî înkar kir û got: “Ez nizanim û fem nakim ku tu çi dibêjî”. Ew ji hewşê derkete sivderê, dîk bang da. 69 Gava ku cariyê ew li wê derê dît, dîsa gote yên dor-bera sekinî bûn: “Eva jî yekî ji wan e”. 70 Lê ewî dîsa înkar kir. Û hinekî şûnda, yên ku wir sekinî bûn, dîsa Petrûsra gotin: “Hebe-tunebe tu jî ji wan î, çimkî tu ji Celîlê yî û xeberdana te jî te difiroşe”. 71 Lê Petrûs dest bi nifira kir, sond xwar û got: “Ez wî merivî nas nakim, bona kîjanî hûn dibêjin”. 72 Pêra-pêra dîk cara duda bang da. Û Petrûs ew gotina Îsa ku wîra gotibû anî bîra xwe: “Berî ku dîk du cara bang de, tê sê cara min înkar kî”. Li ser vê yekê destpêkir giriya.