Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin
© 2023 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
4-10 ÎLONÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ESTER 1-2
“Mîna Esterê Milûk bin”
Wedê Çetinaya Şkestî Bimînin
11 Çaxê kesek payê me dide, wî çaxî mera dikare çetin be milûk bimînin. Were dîna xwe bidin serhatiya Ester. Ester gelek bedew bû, hin jî salekê qesirêda ser wê tiştên gelek biha xerc dikirin û ber wê diçûn-dihatin. Ew nava gelek jinada bû, yên ku ji temamiya Împêriya Farisê bûn, û yên ku gelek dixwestin wekî padşa wan begem ke. Lê padşa bona xwe Ester bijart wekî bibe jin-padşa wî, û hela hê wî çaxî jî ew nehate guhastinê. Ew ne bû yeke xwehiz û qure, lê ew milûk û nerm ma û usa jî qedirê meriva digirt (Est. 2:9, 12, 15, 17).
ia 130 ¶15
Ewê Pişta Cimeta Xwedê Girt
15 Çaxê siriya Esterê hat wekî here cem padşê, jêra îzin hate dayînê ku çi dixwaze xwera hilde, diqewime bona vê yekê, ku xwe bixemilîne. Lê ewê milûktî da kifşê û tu tişt hilneda, xêncî vê yekê, çi ku Hêgay jêra gotibû (Ester 2:15). Ça tê kifşê, Esterê zanibû ku pê bedewbûna xwe wê dilê padşê nekire. Dewsê, wê milûktî û berbihêriya wê, dilê padşê bigirta, çi ku qesirêda haqas nedidane kifşê. Gelo Ester rast bû?
Wedê Çetinaya Şkestî Bimînin
12 Hergê em milûk in, kinc, xemilandin, û rabûn-rûniştina me wê bi namûsî, maqûl û bi qedir be. Çaxê em milûk in, hingê em dikarin dilê meriva bikirin, ne ku hergê em xwe qure kin yan payê xwe bidin. (Bixûne 1 Petrûs 3:3, 4; Yêrem. 9:23, 24). Çi jî em dilê xweda derheqa xwe difikirin, ew wê eyan be bi kirên me. Mesele, em dikarin xwe usa bidin kifşê, wekî em şixulekî mexsûs dikin, yan wekî em tiştekî konfîdênsiyal zanin, yan jî em rind nas dikin birên cabdar. Yan jî dibeke em xwe qure dikin ku me xwexa şixulekî mezin kiriye, lê bi rastiyê merivên din jî alî me kirine. Lê were em dîna xwe bidine ser mesela Îsa. Îsa tu car xwe nîşan nedikir wekî ew çiqas aqil û bîlan e. Ewî timê giliyên ji Xebera Xwedê digot, çimkî ewî nedixwast, wekî meriv wî rûmet kin. Nêta wî ew bû, wekî gişk bizanibin giliyên wî ji Yehowa ne û wekî meriv Xwedê rûmet kin (Yûhn. 8:28).
Xizna Kitêba Pîroz
We Zanibû?
Lêkolînkara nivîsarek dîtin, ya ku besa mêrekî bi navê “Mardûka” dike (bi zimanê Kurmancî: Mordokaî). Ev mêr li Şûşanê dibeke ça hesabkar dixebitî. Artûr Angnad, êkspêrtekî terîxiyê yê Rohilata Navîn, got ku heta wê demê, ev nivîsar “xêncî Kitêba Pîroz, kaniya tek bû, ya ku besa Mordokaî dike”.
Ji wî çaxîva, zandara bi hezara nivîsarên Farisa welgerandine. Nava wanda, kevirên Persepolîsê hene, yên ku nava kevir-kuçikada dîtin, kîderê ku berê ciyê xiznê bû, nêzîkî sûrên bajêr. Ev kevir ji hêna serwêrtiya Ksêrks I ne, û bi zimanê Elamî ne. Li ser wan, çend nav hene, yên ku kitêba Esterda nivîsar in.
Navê mêrekî bi navê “Mardûka”, li ser çend kevirên ji Persepolîsê kifşkirî ye, yê ku wedê serwêrtiya Ksêrks I qesira Şûşanêda, ça nivîskarê padşê dixebitî. Ser kevirekî tê gotinê ku “Mardûka” welger bû. Ev yek li gora Kitêba Pîroz e. Ew qesira Ahaşveroş Padşada (Ksêrks I) berdestî bû, û ewî herî kêm ser du zimana xeber dida. Mordokaî li Şûşanê ber dergehê qesira padşê rûdinişt (Ester 2:19, 21; 3:3). Ev dergeh çawa avayîkî mezin bû, û berdestiyên qesirê li wêderê dixebitîn.
Gelek tiştên ku ser kevira derheqa “Mardûka” têne gotinê û tiştên ku Kitêba Pîroz li ser Mordokaî dibêje, wek hev in. Ewana wedekîda û cîkîda dijîtin, û ça hesabkar dixebitîn. Dêmek, ew hemû tişt çi ku derheqa “Mardûka” û Mordokaî tê gotinê, didine kifşê wekî ew merivek bû.
(Ester 2:5) Li Sûsa qesirda merivekî cihû dima, navê wî Mordokay bû, kurê Yaîrê, Şîmîyê, Kîsê ji bereka Binyamînîya.
(Metta 1:1-24) Ev e reqema rikinyata Îsa Mesîh, rikinyata Dawid, rikinyata Birahîm: 2 Birahîmra Îshaq bû, Îshaqra Aqûb bû, Aqûbra Cihûda û birava bûn, 3 Cihûdara Pêrês û Zera bûn, (navê diya wan Tamara bû), Pêrêsra Hesrûn bû, Hesrûnra Ram bû, 4 Ramra Amînadav bû, Amînadavra Nehşon bû, Nehşonra Selmon bû, 5 Selmonra Bowaz bû, (navê diya wî Rexab bû), Bowazra Ovêd bû, (navê diya wî Rût bû), Ovêdra Yêşa bû 6 û Yêşara Dawid padşa bû. Dawid padşara Silêman bû, (diya wî berê kuleta Ûriya bû), 7 Silêmanra Rehobowam bû, Rehobowamra Ebiya bû, Ebiyara Asaf bû, 8 Asafra Yêhoşefat bû, Yêhoşefatra Yoram bû, Yoramra Ûziya bû, 9 Ûziyara Yotam bû, Yotamra Ahaz bû, Ahazra Hizqiya bû, 10 Hizqiyara Minaşe bû, Minaşera Amos bû, Amosra Yoşiya bû 11 û Yoşiyara Yexoniya û birava bûn. Wî çaxî cimet sirgûn çû Babîlonê. 12 Lê pey sirgûnçûyîna Babîlonêda, ji Yexoniyara Şaltiyêl bû, Şaltiyêlra Zerûbabel bû, 13 Zerûbabelra Abiyûd bû, Abiyûdra Êlyaqîm bû, Êlyaqîmra Azûr bû, 14 Azûrra Sadoq bû, Sadoqra Axîn bû, Axînra Êlyûd bû, 15 Êlyûdra Êlazar bû, Êlazarra Metan bû, Metanra Aqûb bû, 16 Aqûbra Ûsiv bû, mêrê Meryemê, ya ku Îsa ji wê welidî, ku Mesîh tê gotinê. 17 Awa ji Birahîm heta Dawid çardeh nisil derbaz bibûn, ji Dawid heta sirgûnçûyîna Babîlonêda çardeh nisil û ji sirgûnçûyîna Babîlonêda heta Mesîh dîsa çardeh nisil bûn. 18 Bûyîna Îsa Mesîh bi vî tiherî bû. Meryema diya wî Ûsivra nîşankirî bû, lê dergîstiya xweda Meryem bi hukumê Ruhê Pîroz hemle kifş bû. 19 Lê Ûsivê dergîstiyê wê ku merivekî rast bû, nexwest wê rûreş ke, fikirî ku dizîva wê berde. 20 Çaxê Ûsiv hê ser vê yekê difikirî, milyaketekî Xudan xewnêda wîva xuya bû û gotê: “Ûsivê kurê Dawid! Netirse, ku dergîstiya xwe Meryemê bistînî. Ewî ku wê ji wê bibe, ew ji Ruhê Pîroz e. 21 Ewê kurekî bîne û gerekê tu navê wî Îsa daynî, çimkî ewê cimeta xwe ji gunên wan xilaz ke”. 22 Ev her tişt aha qewimî, wekî ew gotina Xudane bi zarê pêxember bê sêrî ku dibêje: 23 “Va qîza bikir wê hemle be, kurekê jêra bibe û navê wî Îmmanûyêl wê daynin”, ku tê femkirinê: “Xwedê tevî me ye”. 24 Gava Ûsiv ji xewê hişyar bû, ewî li gora gotina milyaketê Xudan kir, dergîstiya xwe stand.
11-17 ÎLONÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ESTER 3-5
“Alî Kesên Din Bikin Ruhanîda Pêşda Herin”
it-2 431 ¶7
Mordokaî
Înkar Dike Serê Xwe Ber Haman dayne. Paşî vê yekê Ahaşveroş Hamanê Agagî, ça serwêrekî mezin kifş kir û hemûyara ferman da, ku gava ev derbaz dibe, ber wî ta bin. Lê Mordokaî tu car ber wî ta nedibû, çimkî Cihû bû (Es. 3:1-4). Ev yek girêdayî bû heleqetiya Mordokaîva tevî Yehowa Xwedê, kîjanîra ew ji bûyînê, çawa Cihû hatibû tesmîlkirinê. Îsraêlêda tiştekî normal bû, gava meriv ber kesekî xweyîqedir ta dibû. Mordokaî ber Haman ta nedibû ne ji bo vê yekê, ku nedixwast qedir hindava wîda bide kifşê, lê menî tiştekî din bû (2 Sm. 14:4; 18:28; 1 Pd. 1:16). Diqewime Haman Amalêk bû, û Yehowa raste-rast gotibû ku wê “tev Amalêk qurne-qurne şer ke” (Drk. 17:16, binihêre HAMAN). Safîkirina Mordokaî aminiya wî hindava Xwedêva girêdayî bû, ne ku şixulê polîtîkîva.
it-2 431 ¶9
Mordokaî
Xem Dike ku Îsraêlî Bêne Xilazkirinê. Çaxê ferman derket ku Cihû bêne qirkirinê, Mordokaî bawer bû, wekî Xwedê usa kir, ku Ester bikeve qesira padşê, seva ku Cihû bêne xilazkirinê. Mordokaî gote Esterê, ku cabdarîke mezin ser wê ye, û jêra got ku ew bona alîkariyê, lavaya padşê bike. Rast e ji bo vê yekê emirê Esterê dikete bin qeziyê, lê yeke ew qayîl bû (Es. 4:7–5:2).
ia 133 ¶22-23
Ewê Pişta Cimeta Xwedê Girt
22 Çaxê Esterê hîvîkirina Mordokaî bihîst, dibeke ew gelek tirsiya. Ev yek bona baweriya wê cêribandineke mezin bû. Ewê derheqa tirsa xwe eşkere gote Mordokaî. Ewê derheqa qanûna padşê anî bîra Mordokaî, ku hergê kesek bê gazîkirina padşa here cem padşê, ewê bê kuştinê. Tenê hergê padşa şiva xweye zêrîn dirêjî wî kesî ke, ewê neyê kuştinê. Gelo paşî vê yekê ku Waştîyê gura padşê nekir, Ester dikaribû bawer bûya ku padşa wê hindava wêda rem be? Esterê gote Mordokaî, ku îda 30 roj e padşê gazî wê nekiriye! Ji bo vê yekê Ester dikaribû bifikire, wekî padşa naxwaze lê bivîne û dilê wî ser wê sar bûye (Est. 4:9-11).
23 Caba Mordokaî baweriya Esterê qewî kir. Ewî gotê ku hergê ew tiştekî neke, wê alîkarî bona Cihûya ji alîkî dinva bê. Lê gelo Ester dikaribû bawer bûya, ku hergê peyketin zêde be jî, ewê xilaz be? Vê derecêda Mordokaî bawerîke mezin da kifşê hindava Yehowa, yê ku wê tu car îzin nede, wekî cimeta Wî bê qirkirinê û sozê Wî neyê sêrî (Yêşû 23:14). Mordokaî gote Esterê: “Kî zane ku tu bona roja îroyîn nebûyî xanima padşê” (Est. 4:12-14). Mordokaî bi temamî îtbariya xwe Yehowa dianî. Gelo nehêja ye ku em çev bidine wî? (Metlk. 3:5, 6)
Xizna Kitêba Pîroz
kr 160 ¶14
Her Tiştî Dikin ku bi Azayî Xizmet kin
14 Îro Şedên Yehowa mîna Esterê û Mordokaî her tiştî dikin, ku bikaribin bi azayî Yehowara xizmet kin, çawa ku Ewî temî daye (Est. 4:13-16). Gelo tu jî dikarî vê yekêda kar bikî? Belê. Tu dikarî seva xûşk-bira timê dua bikî, yên ku ji bo safîkirina dîwanêye nerast diçerçirin. Duayên usa alîkarîke gelek mezin e bona wan xûşk-bira, yên ku rastî peyketina tên (Bixûne Aqûb 5:16). Gelo Yehowa caba duayên usa dide? Belê, em gelek car şixulên dîwanêda serdikevin, û ev yek îzbat dike, ku Yehowa duayên me dibihê! (Îbrn. 13:18, 19)
(Ester 4:12-16) Gotinên Esterê gîhandine Mordokay. 13 Mordokay cab li ser Esterêda şand û gotê: “Nefikire ku tu mala padşêda yî, ji hemû cihûya tê tenê xilaz bî. 14 Awa heger tu vî wextîda xwe ker kî, wê ji cîkî din komek û azadî bigihîje cihûya, lê tu û mala bavê xweva hûnê unda bin, kî zane ku tu bona roja îroyîn nebûyî xanima padşê”. 15 Hingê Esterê cab ser Mordokayda şand û gotê: 16 “Here hemû cihûyên ku Sûsayêda dimînin top ke û bona min rojî bigirin, sê roja ne şev ne roj, ne bixwin ne vexwin. Ezê jî usa tevî carîyên xwe rojî bigirim û ser qanûnêra derbaz bim, bikevime cem padşê, heger bimirim jî bira bimirim”.
(Metta 2:1-15) Gava Îsa Beytlehma Cihûstanêda, rojên padşatiya Hêrodesda bû, hingê çend steyrnas ji rohilatê hatine Orşelîmê 2 û gotin: “Kanê Padşê cihûyayî ku gerekê bibûya? Me steyrka wî li rohilatê dît û em hatine, ku serê xwe li ber wî daynin”. 3 Gava Hêrodes padşa ev yek bihîst, tevîhev bû û temamiya Orşelîmê jî pêra. 4 Hingê ewî hemû qanûnzanên cimetê û serekên kahîna civandin û ji wan pirsî: “Kîderê gerekê Mesîh bibe?” 5 Wana jêra got: “Beytlehma Cihûstanêda, çimkî bi destê pêxembera aha nivîsar e: 6 ‘Ya Beytlehma welatê Cihûda, tu li nav serwêrên Cihûdayêda ne yê herî biçûk î, çimkî serwêrekê ji te rabe, ku şivantiyê cimeta min Îsraêlê bike’”. 7 Hingê Hêrodes dizîva gazî steyrnasa kir û wextê xuyabûna steyrkê ji wan pê hesiya. 8 Paşê ew şandine Beytlehmê û got: “Herin bona kurik eseyî pê bihesin. Çaxê ku hûn wî bibînin, minra bêjin, ku ez jî bêm serê xwe li ber daynim”. 9 Gava wana ev tişt ji padşê bihîst, çûn. Û ew steyrka ku li rohilatê dîtibûn pêşiya wan çû, heta ser wî ciyê ku kurik lê bû sekinî. 10 Gava wana ew steyrk dît, gelekî eşq û şa bûn, 11 çûne hindur, kurik tevî diya wî Meryemê dîtin, li ber wî deverû çûn, serê xwe li ber danîn û xiznên xwe vekirin, pêşkêşên zêr, bixûrê erebî û zimir dane wî. 12 Lê wan xewnêda emir stand, ku venegerine cem Hêrodes, ew îdî rêke dinva çûne welatê xwe. 13 Gava ku ew ji wir çûn, milyaketekî Xudan xewnêda Ûsivva xuya bû û gotê: “Rabe kurik û diya wî hilde bireve Misirê. Li wir bimîne heta ku ez tera bêjim, çimkî Hêrodesê kurik bigere, ku wî bikuje”. 14 Ûsiv jî rabû kurik û diya wî hildan, şev çûne Misirê 15 û heta mirina Hêrodes ewana li wir man. Ev yek aha bû, ku ew gotina Xudane bi zarê pêxember hatibû gotinê bê sêrî: “Min ji Misirê gazî kurê xwe kir”.
18-24 ÎLONÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ESTER 6-8
“Meseleke Baş Xeberdanêda”
ia 140 ¶15-16
Esterê Bîlanî û Mêrxasî Da Kifşê û Hazir bû Emirê Xwe Bike Bin Qeziyê
15 Bi saya vê yekê ku Esterê sebir da kifşê û lez neket xwestina xwe padşêra bêje, tiştên usa qewimîn ku Haman hate cezakirinê. Ça tê kifşê ji Yehowa bû, wekî vê şevê xew nedikete çevê padşê (Metlk. 21:1). Lema jî Xebera Xwedê me hêlan dike, ku bi sebir hîviya Xwedê bin (Bixûne Mîxa 7:7). Gava em hîviya Yehowa ne, Ewê bi cûrê lapî baş problêmên me safî ke, ne ku em xwexa.
Ewê bi Mêrxasî Xeber da
16 Esterê safî kir wekî îda dirêj neke û roja duda wedê kêfkirinê her tiştî padşêra gilî ke. Gelo çawa? Gava padşa xwexa lê pirsî, ku xwestina wê çi ye, hingê mecal jêra vebû xwestina xwe jêra bêje (Est. 7:2). “Wexta gotinê” hat ku Ester xeber de.
ia 140 ¶17
Esterê Bîlanî û Mêrxasî Da Kifşê û Hazir bû Emirê Xwe Bike Bin Qeziyê
17 Em dikarin bidine ber çevê xwe, ku ça Esterê kin Xwedêra dua kir û paşê gote padşê: “Heger min li ber çevê te kerem dîtîye, padşayî xweş be û heger xwestina min li padşê xweş tê, bira emirê min li min bê pêşkêşkirinê û ji ber hîvîkirina minva jî, miletê min!” (Est. 7:3). Dîna xwe bidinê, ku Esterê bi vê xeberdana xwe, padşêra da kifşê, wekî qedirê safîkirinên wî digire. De bidine ber çevê xwe, ku Ester çiqas ji kulfeta padşêye pêşin, Waştîyê, cude dibû, ya ku bi hemdê xwe mêrê xwe nimiz kir! (Est. 1:10-12) Xêncî vê yekê, Esterê neda rûyê mêrê xwe, ku ewî îtbariya xwe Haman dianî. Lê ewê tenê lavaya padşê dikir, wekî emirê wê xilaz ke.
ia 141 ¶18-19
Esterê Bîlanî û Mêrxasî Da Kifşê û Hazir bû Emirê Xwe Bike Bin Qeziyê
18 Hîvîkirina Esterê padşa tevlihev kir. Kê îzin daye xwe emirê jin-padşê bike bin qeziyê? Esterê got: “Ez miletê xweva qirkirin, kuştin û undakirinêra hatine firotanê. Heger em çawa xulam û xu-lamok hatibûna firotanê, minê qet deng nekira, lê belê neyar nikare zîyana padşê lê vegerîne” (Est. 7:4). Dîna xwe bidinê, ku Esterê raste-rast derheqa problêmê got, û usa jî serda zêde kir, ku hergê ew û cimeta wê çawa dîl bihatana firotanê, wê dengê xwe nekira. Çimkî qirkirina temamiya cimetê wê ziyaneke mezin bida padşê, lema jî ewê xwe ker nekir.
19 Mesela Esterê me hîn dike, ku ça bi hostetî meriva bidine bawerkirinê. Hergê wera lazim be derheqa problêma xwe merivê xweyî nêzîkra, yan jî kesekî xweyîhukumra gilî kin, wî çaxî sebir, qedirgirtin û dilsaxî wê alî we bike (Metlk. 16:21, 23).
Xizna Kitêba Pîroz
w06 1/3 11 ¶1
Fikirên Sereke ji Kitêba Ester
7:4—Qirkirina Cihûya wê ça zirar bida padşê? Çaxê Esterê bi nermî got, ku hergê ew çawa dîl bihatana firotanê, bi vê yekê ewê da kifşê, ku padşa wê çi zirar bistanda, hergê qira Cihûya bianiyana. Ew 10 000 telant zîv, ku Haman soz dabû, tiştek nîbû himberî wan pera, kîjan ku Haman dikaribû bona xizna padşê qazanc kira, hergê Cihû çawa dîl bihatana firotanê. Xêncî vê yekê, hergê ew nêta Hamane xirab bihata sêrî, padşa dikaribû Ester jî unda kira.
(Ester 7:4) Çimkî ez miletê xweva qirkirin, kuştin û undakirinêra hatine firotanê. Heger em çawa xulam û xu-lamok hatibûna firotanê, minê qet deng nekira, lê belê neyar nikare zîyana padşê lê vegerîne.
(Metta 3:1-14) Wan rojada Yûhennayê nixumdar rabû nava beriya Cihûstanê dannasîn kir 2 û digot: “Ji gunekirinê vegerin, çimkî Padşatiya Ezmana nêzîk bûye”. 3 Yûhenna ew bû, bona kîjanî Îşaya pêxember gotibû: “Dengek beriyêda dike gazî: ‘Riya Xudan hazir bikin û şiveriyên wî rast bikin’”. 4 Kincê Yûhenna ji pirça devê bû û qayîşeke çerm li piştê bû. Xwarina wî jî kulî û hingivê çolê bû. 5 Hingê cimeta Orşelîm û temamiya Cihûstanê û hemû aliyên çemê Ûrdunê dihatine cem wî, 6 gunên xwe didane rûyê xwe û ji wî li nav çemê Ûrdunê dihatine nixumandinê. 7 Gava Yûhenna dît ku ji fêrisî û sadûqiya jî gelek hatine wekî bêne nixumandinê, ewî gote wan: “Çêjikên mera! Kê wera got, ku hûn ji xezeba tê birevin? 8 De bi kirên qenc bidine kifşê, ku hûn ji gunekirinê vegeriyane. 9 Û nav xweda nefikirin nebêjin: ‘Birahîm bavê me ye’. Ez wera dibêjim, ku Xwedê ji van kevira jî dikare zara Birahîmra derxe. 10 Va ye balte li ser rawê darê ye. Her dara ku berê qenc neyne, wê bê birînê û avîtinê nava êgir. 11 Ez we bona gunevegerandinê bi avê dinixumînim, lê yekî ji min qewattir wê bê. Ez ne hêja me çarixê wî jî bigirime destê xwe. Ewê we pê Ruhê Pîroz û êgir binixumîne. 12 Melheba wî destê wîda ye. Ewê bêdera xwe paqij ke, genimê xwe bike embarê, lê kayê wê bi agirê ku natemire bişewitîne”. 13 Hingê Îsa ji Celîlê hate Ûrdunê, cem Yûhenna, ku ji wî bê nixumandinê. 14 Lê Yûhenna bona vê yekê wîra qayl nedibû û gote wî: “Ez hewce me ku bi destê te bême nixumandinê û tu têyî cem min?”
25 ÎLONÊ–1 COTMEHÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ESTER 9-10
“Ewî Hukumê Xwe bona Kara Xwe Nedida Xebatê”
it-2 432 ¶2
Mordokaî
Mordokaî dewsa Haman girt û gustîla padşêye bi mor stand, pê kîjanê hemû dokûmênt dihatine morkirinê. Ahaşveroş padşa mal-milkê Haman da Esterê, ewê jî ev her tişt tesmîlî Mordokaî kir. Mordokaî bi îzina padşê ferman derxist, bi saya kîjanî îzina Cihûya hebû bi qanûnî xwe biparêzin. Bona Cihûya dema şabûn û azayê destpêbû. Gelek bineliyên împêriya Farisa, rêlîgiya Cihûya qebûl kirin. Û 13 Adarê, roja ku hatibû kifşkirinê wekî hemû Cihû bêne qirkirinê, Cihû bi çek hazir bûn, wekî xwe xwey kin. Ji tirsa Mordokaî ku bibû serwêr, hemû welî û wezîrên padşê, pişta Cihûya girtin. Şeherê Şûşanêda fermana Mordokaî, rojekê jî hate dirêj kirinê. Nav temamiya Împêriya Farisada, Cihûya 75 000 dijmin kuştin, nava kîjanada deh kurên Haman bûn jî (Es. 8:1–9:18). Mordokaî ferman da, Esterê jî piştgiriya wî kir, wekî her sal 14 û 15 Adarê cejina Pûrîmê derbaz kin. Wan roja wana kêf dikir, mêvanhizî didane kifşê û alî kesîba dikirin. Cihûya ev cejin qebûl kirin û temî dane zureta xwe, wekî ewana û yên ku tevî wan bibine yek, timê evê cejinê derbaz kin. Welêtda Mordokaî merivê duda bû, û Cihûya gelek qedirê wî digirt, çimkî ewî her tişt bona kara wan dikir (Es. 9:19-22, 27-32; 10:2, 3).
it-2 716 ¶5
Pûrîm
Nêt. Hine meriv dibêjin, wekî cejina Pûrîmêda, ya ku roja îroyîn Cihû derbaz dikin, gelek tiştên modêrn zêde kirine û îda nayê kifşê ku ew cejina rêlîgî ye, lê bi rastî berê usa nîbû. Mordokaî û Ester xizmetkarên Xwedêyê rast bûn, û ew cejin hatibû sazkirinê, wekî navê Xwedê rûmet kin. Emirê Cihûya kete bin xofê, çimkî Mordokaî Yehowara amin bû, lema jî Yehowa ewana xilaz kirin. Ça tê kifşê Haman Amalêk bû, dêmek ji wê cimetê bû, kîjan ku ji Yehowa hatibû nifirkirinê û gerekê bihata qirkirinê. Mordokaî qedirê temiya Xwedê digirt, lema jî ber Haman ta nebû (Es. 3:2, 5; Drk. 17:14-16). Xêncî vê yekê, ji giliyên Mordokaî ku ewî gote Esterê (Es. 4:14), tê kifşê wekî ew bawer bû, ku Xwedê wê Cihûya xilaz ke. Ester jî pêşiya ku bona hîvîkirina xwe biçûya cem padşê û wî teglîfî ser kêfê kira, rojî digirt. Ev yek dide kifşê, wekî ewê alîkarî ji Yehowa dixwest (Es. 4:16).
cl 101-102 ¶12-13
Gava Hûn Qewatê Didine Xebatê, “Çev Bidine Xwedê”
12 Yehowa temî daye rûspiya, wekî rêberiya civatê bikin (Îbranî 13:17). Ew birên ruhanîda cêribandî, gerekê hukumê ku Xwedê daye wan, seva vê yekê bidine xebatê, wekî bona civatê xem bikin. Gelo ew yek tê hesabê wekî rûspî gerekê ser xûşk-bira hukum kin? Na! Rûspî gerekê bi milûktî hindava vê cabdariyê nihêrandina rast xwey kin (1 Petrûs 5:2, 3). Kitêba Pîrozda bona rûspiya usa tê gotinê: “Şivantiya civîna bawermendên Xwedê bikin ya ku wî bi xûna Kurê xwe bi dest xistiye” (Karên Şandiya 20:28, ÎM). Ev menîke gelek ferz e, wekî civatêda hindava hemûyada nerm û merîfet bin.
13 Mesele, hevalê teyî nêzîk tiştekî ku wîra gelek qîmet e, tesmîlî te bike û tera bêje ku lê bibî xweyî. Tu zanî wekî ewî gelek biha ev tişt kiriye. Gelo tuyê ça lazim e vî tiştî nebî xweyî? Hema bi vî cûreyî Xwedê tiştekî ku bona wî gelek qîmet e, tesmîlî rûspiya kiriye, ev heye civat, endemên kîjanî beramberî berxa dibin (Yûhn. 21:16, 17). Yehowa berxên xwe usa qîmet dike, ku pê xûna Kurê xweyî tayê tenê Îsa Mesîh, kiriye. Ev qîmeta lape mezin e, ku Yehowa daye. Rûspiyên milûk vê yekê bîr nakin û ça lazim e miqatî berxê wî dibin.
Xizna Kitêba Pîroz
w06 1/3 11 ¶4
Fikirên Sereke ji Kitêba Ester
9:10, 15, 16—Çira Cihûya “dest neavîtin talanê”, hergê li gora fermana padşê wana dikaribû ev yek bikira? Ev eşkere nîşan dike, wekî nêta wan ev nîbû ku tiştekî qazanc kin, lê ev bû ku xwe biparêzin.
(Ester 9:15, 16) Cihûyên Sûsayêda çardehê meha Adarê jî civîyan û Sûsayêda sêsid merî kuştin, lê dest ne-dane hebûka wan. 16 Cihûyên mayîye qezayên padşêda jî civî-yan, pişt dane pişta hev, ku xwe xwey kin û ji dijmina rihet bûn, ji neyarên xwe heftê pênc hezar merî kuştin, lê dest nedane hebûka wan.
(Metta 4:1-15) Hingê Ruh Îsa bire beriyê, ku ji Mîrêcin bê cêribandinê. 2 Ewî çil roj û çil şevî rojî girt, peyra birçî bû. 3 Yê ku dicêribîne nêzîkî wî bû û gotê: “Heger tu Kurê Xwedê yî, de bêje van kevira ku bibine nan”. 4 Lê Îsa lê vegerand û gotê: “Nivîsar e: ‘Însan tenê bi nên najî, lê bi her xebera ku ji devê Xwedê derdikeve’”. 5 Hingê Mîrêcin ew bire Bajarê Pîroz, ser bilindciya banê paristgehê da sekinandinê 6 û gote wî: “Heger tu Kurê Xwedê yî, de xwe bavêje xwarê, çimkî nivîsar e: ‘Xwedê wê temiya te bide milyaketên xwe û wê te ser destê xwe bigirin, wekî nigê te kevir nekeve’”. 7 Îsa gotê: “Ev jî nivîsar e: ‘Xudan Xwedêyê xwe necêribîne’”. 8 Hingê Mîrêcin ew bir rakire ser çiyakî gelekî bilind û hemû padşatiyên dinyayê, rewşa wanva nîşanî wî dan 9 û gote wî: “Heger tu deverûya bêyî, serê xwe li ber min daynî, ezê van hemûya bidime te”. 10 Hingê Îsa gotê: “Dûrî min here, Cino! Çimkî nivîsar e: ‘Serê xwe li ber Xudan Xwedêyê xwe dayne û tenê wî bihebîne!’” 11 Wî çaxî Mîrêcin ew hişt çû û milyaket hatin jêra berdestî kirin. 12 Gava Îsa bihîst, wekî Yûhenna hate girtinê, ew rabû çû Celîlê. 13 Ewî Nisret hişt, çû Kefernahûma devê gola Celîlê, li nav sînorê Zebûlonê û Nefteliyê cîwar bû. 14 Ev yek aha bû, ku ew gotina bi zarê Îşaya pêxember bê sêrî: 15 “Welatê Zebûlonê û welatê Nefteliyê, li ser riya berbi golê, wî aliyê Ûrdunê, Celîla necihûya,
2-8 COTMEHÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ÎBO 1-3
“Berdewam ke Hizkirina Mezin Hindava Yehowa Bide Kifşê”
Çev Bidine Bawerî û Guhdariya Nuh, Daniyêl, û Îbo
16 Îbo rastî kîjan tengasiya hat? Emirê xweda Îbo rastî tengasiyên gelek giran hat. Pêşiya wan tengasiya, ew “ji hemûya lawên Rojhilatê . . . yê herî mezin bû” (Îb. 1:3). Ew dewletî, navdar, û gelek xweyîqedir bû (Îb. 29:7-16). Lê yeke ew tu car qure nebû û pişta xwe neda Xwedê. Yehowa wî nav kir xizmetkarê “min”, û paşî wan giliya ewî derheqa Îbo got: “[Ew] zilamê rast û kamil; ji Xwedê ditirse û ji xirabiyê xwe vedikîşîne” (Îb. 1:8).
17 Lê wextekî gelek kinda, emirê Îbo lapte hate guhastinê. Ewî hemû tişt unda kir, û usa dilteng bibû ku mirin xwera dixwest. Em zanin meniya kul-derdên wî Şeytanê buxdanbêj bû, yê ku şer avîte Îbo yançi ew bona kara xwe Xwedê dihebîne. (Bixûne Îbo 1:9, 10.) Yehowa ev yek pişt guhê xweva neavît. Lê ewî mecal da Îbo, seva ew aminiya xwe jêra îzbat ke, û nîşan ke wekî ew bi dilê temiz û ji hizkirinê Xwedê dihebîne.
Bêqisûrtiya Xwe Xwey kin!
10 Şeytan ewan buxdana davêje her kesî. Lê çi cûreyî? Ew dibêje wekî hûn bi rastî Yehowa Xwedê hiz nakin, hûnê tengasiyada jêra xizmet nekin, û ku bêqisûrtiya we qelp e (Îb. 2:4, 5; Eyan. 12:10). Hûn çi ser xwe texmîn dikin ji bo van buxdana? Ew yek dilê we dêşîne, usa nîne? Lê hela bifikirin derheqa vê yekê: Yehowa usa îtbariya xwe we tîne, ku mecaleke mexsûs dide we. Ew dihêle wekî Şeytan bêqisûrtiya we bicêribîne. Lê Yehowa dudilî nabe ku hûn dikarin bêqisûrtiya xwe xwey kin, û îzbat kin ku Şeytan derewîn e. Û Yehowa soz dide, ku vê yekêda wê alî we bike (Îbrn. 13:6). Bidine hesabê xwe ew qedirekî çiqas mezin e, ku Xweyê temamiya gerdûnê îtbariya xwe me tîne! Hûn divînin çiqas ferz e bêqisûr bin? Çaxê em bêqisûr dimînin, em eşkere dikin ku Şeytan derewîn e û em navê Bavê xweyî qenc pîroz dikin û piştgiriya cûrê serwêrtiya wî dikin. Lê çi alî me dike, wekî ewî hunurî unda nekin?
Xizna Kitêba Pîroz
Ji Gotinên Xilaziyê yên Îsa Dersa Hîn be
9 Îsa Mesîh çi got? Demeke kin pêşiya mirina xwe, ewî usa got: “Xwedêyê min, Xwedêyê min, te çima ez hiştim?” (Metta 27:46). Kitêba Pîroz raste-rast zelal nake ku ewî çima usa got. Dîsa jî, em dikarin ji van gotina hine tişta hîn bin. Mesele, bi van giliya, Îsa Mesîh pêxembertiya ji Zebûr 22:1 anî sêrî. Usa jî, ev gilî nîşan dikin ku Yehowa li der-dora Kurê xwe ‘çeper nezivirand’ (Îbo 1:10). Îsa fem dikir ku Bavê wî ew bi temamî tesmîlî dijmina kiribû, wekî ew bikaribe heta mirinê bê cêribandin. Tu kesekî din mîna wî nehatiye cêribandin. Xêncî vê yekê, van gotina nîşan dikir ku Îsa Mesîh bêsûc bû û hêjayî mirinê nîbû.
(Îbo 1:10) Ma te li dora wî, li dora mala wî û li dora her tiştên wî yên hene, çeperê nezivirand? Te bereketê da karê destên wî û malên wî, li welat zêde bûn.
(Metta 5:1-15) Çaxê Îsa elalet dît, hilkişiya çiyê, rûnişt û şagirtên wî hatine cem wî. 2 Ewî dest bi hînkirina xwe kir û wanra got: Dannasîniya serê çiyê 3 “Xwezî li ruhfeqîra, çimkî Padşatiya Ezmana ya wan e. 4 Xwezî li hezniya, çimkî ber dilên wanda wê bê hatinê. 5 Xwezî li şkestiya, çimkî dinyayê para wan be. 6 Xwezî li wan, ku tî û birçiyê rastîqedandinê ne, çimkî ewê têr bin. 7 Xwezî li dilrema, çimkî ewê remê bibînin. 8 Xwezî li dilpaqija, çimkî ewê Xwedê bibînin. 9 Xwezî li wan, ku edilayiyê dikin, çimkî ewê zarên Xwedê bêne hesabê. 10 Xwezî li wan, ku bona rastîqedandinê têne zêrandinê, çimkî Padşatiya Ezmana ya wan e. 11 Xwezî li we, gava bona navê min we bêhurmet kin, bizêrînin û her cûre buxdan li we bikin. 12 Eşq û şa bin, çimkî heqê we li ezmana gelek e. Bi vî cûreyî pêxemberên ku berî we hebûn, zêrandin. 13 Hûn xwêya erdê ne. Lê heger xwê tema xwe unda ke, paşê ewê bi çi temê bistîne? Îdî wê kêrî tiştekî neyê. Wê bigirin bavêjine nav dest-piya. 14 Hûn ronaya dinyayê ne. Heger bajarek serê çiyê ye, nayê veşartinê. 15 Kesek jî çirê vênaxe û nake binê firaqê, lê datîne ser pêçirê, ku ronayê bide hemûyên ku malêda ne.
9-15 COTMEHÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ÎBO 4-5
“Xwe ji Înformasiya Nerast Xwey kin”
it-1 713 ¶11
Elîfaz
2. Yek ji sê hevalên Îbo (Îb. 2:11). Ew Temanî bû, lema jî ça kifş e ev ji zureta nuxriyê Esaw bû, dêmek ji xeza rikiniyata Birahîm bû û merivê Îboyî dûr bû. Ew û zureta wî ji bo bîlaniya xwe, xwe qure dikirin (Yêrem. 49:7). Ça kifş e, ji her sê hevalên Îbo Elîfaz yekî diha xweyî qedir bû, û kifş e ev gişka mestir bû. Wedê xeberdanê, berî pêşin ewî xeber dida û xeberdana wî diha dirêj dikişand.
w05 15/9 26 ¶2
Xwe ji Fikirên Xirab Dur Bigirin!
Çaxê Elîfaz derheqa hukumê qewatên jorin dianî bîra xwe, ewî got: “Ruhek ji ber minva derbaz bû; mûyên bedena min hilperiyan. Ew sekinî, lê belê min dîtina wî ne bijart; li ber çevên min wecek hebû; gava her tişt bêdeng mabû, dengekî bihîstim” (Îbo 4:15, 16). Lê ew çi “ruh” bû, ku ser fikirandina Elîfaz hukum kir? Ji cûrê xeberdana Elîfaz dihate kifşê, ku ew melekê Xwedê nîbû (Îbo 4:17, 18). Ew ruhekî xirab bû. Lema jî Yehowa Elîfaz û du hevalên wî, bona xeberdana wane nerast sûcdar kir (Îbo 42:7). Belê, Elîfaz bin hukumê cinda bû. Xeberdana wî li gora xwestina Xwedê nîbû.
w10 15/2 19 ¶5-6
Propaganda Mîrê-cina Înkar kin
Mîrê-cina bi saya hevalekî Îbo dêmek Elîfaz got, ku meriv sist in û bê hêvî ne. Çaxê Elîfaz Îbora xeber dida û ser meriva got ku ewana “xaniyên ji heriyê”-da dijîn, ewî serda zêde kir: “Ew ku, bingehên wan axêda ye, berî bizûzê tên eciqandin. Nava sibeh û êvarêda wêran dibin; berî ku hayê kesekî ji wanva hebe, bi bêdawîbûnê tune dibin” (Îb. 4:19, 20).
Rêzeke dinda em beramberî ‘derdanên herîye’ sist dibin (2 Korn. 4:7). Em merivne sist in, çimkî gune û mirin derbazî ser me bûye. Hergê em gumana xwe tenê bidine ser xwe, emê nikaribin miqabilî hicûmkirinên Mîrê-cina teyax kin. Lê çawa Mesîhî em bê alîkarî nemane. Rast e, em şaşiya dikin, lê dîsa jî em ber çevê Xwedê qîmet in (Îşa. 43:4). Him jî Yehowa ruhê pîroz dide wan, kê ku ji wî dixwaze (Lûqa 11:13). Ruhê Xwedêyî pîroz dikare “zorayiya qewatê” bide me, wekî em bikaribin hemû kul-derdên ji Mîrê-cina, teyax kin (2 Korn. 4:7; Fîlî. 4:13). Hergê em miqabilî Mîrê-cina derên û “baweriyêda hîmgirtî” bimînin, Xwedê wê me qewî ke û bişidîne (1 Pet. 5:8-10). Lema jî em gerekê Mîrê-cina netirsin.
mrt 32 ¶13-17
Xwe ji Înformasiya Qelp Biparêzin
● Pêbihese ku ev înformasiya ji ku tê û bi îtbar e yan na
Kitêba Pîroz çi dibêje: “Her tiştî bicêribînin” (1 Têsalonîkî 5:21).
Pêşiya ku tiştekî bawer kî û vê înformasiyayê kesekîra bişînî, îzbat be wekî ev rast e, hela hê vî çaxî jî heger ev înformasiya gelek bela bûye û nûçeyada gelek car hatiye gotinê. Lê çi cûreyî tu dikarî înformasiyayê bicêribînî?
Pêbihese ku ev înformasiya ji ku tê û bi îtbar e yan na. Organîzasiyên nûçeya û usa jî yên din, gelek car înformasiya nerast didine xebatê bona kara xwe yan jî polîtîkê. Lêkolîn ke hela kaniyên dinda jî ev înformasiya heye. Carna heval bê hemdê xwe pê êmaîla yan jî malperên sosyal înformasiya nerast hevdura dişînin. Lema jî lez nekevin her înformasiya bawer kin, heta ku îzbat nebin hela ev rast e yan na.
Dîna xwe bidinê hela ev înformasiya derheqa çi ye û îzbat bin wekî ev înformasiya rast e. Pêbihesin ev yek çiçax qewimiye û îzbatiya lêkolîn kin. Îlahî vî çaxî gelek fesal bin, gava înformasiyeke çetin bi cûrekî hêsa elam dikin, yan jî çaxê tiştekî usa nûçeyêda elam dikin, ya ku êmosiyên mezin pêşda tîne.
Xizna Kitêba Pîroz
w03 15/5 22 ¶5-6
Sist Nebin û Reva Jîyînêda Ser Kevin
Em teşkîleteke usada nin, kîjanêda xizmetkarên Xwedêye rast in. Ew yek dikare me qewî ke û bişidîne. Keremeke çiqas mezin e, ku em nava biratiya hemdinyayêda nin, ya ku bi hizkirinê tije ye! (1 Pet. 2:17) Em dikarin hevdu qewî kin û hêlan kin.
Were em dîna xwe bidine mesela Îbo. Hela hê hevalê Îboyî qelp Elîfaz jî, nikaribû derheqa kirên Îboyî qenc negota, mesele ewî got, wekî Îbo kesên sist qewî dikir û alî ketiya dikir (Îbo 4:4). Lê derheqa xwe em çi dikarin bêjin? Her kes ji me borcdar e alî xûşk-bira bike, wekî ewana berdewam kin Yehowara xizmet kin. Çawa ku Kitêba Pîrozda tê gotinê, em gerekê “destên qels hêzdar [qewî] bikin, çokên sist bişidînin” (Îşaya 35:3, ÎM). Wê baş be ku em nêtê bidine pêşiya xwe, wekî ser her civatekê xûşk yan birakî bişidînin (Îbranî 10:24, 25). Hergê em bi dilgermî payê wan bidin, ku ewana çetinayada jî berdewam dikin Yehowara xizmet kin, ev yek wê alî wan bike rastiyêda bimînin û reva jîyînêda serkevin.
(Îbo 4:4) Gotinên te, yên ku tilpekî dibûn li ser pêlanva girt û te çokên ku diketin, zeximandin.
(Metta 5:17-32) Nefikirin ku ez hatime nivîsarên pêxembera û Qanûnê xirab kim. Ez nehatim ku xirab kim, lê wan hemûya bînime sêrî. 18 Ez rast wera dibêjim, berî derbazbûna erd û ezman, deqek yan jî herfeke biçûk ji Qanûnê wê unda nebe, heta ku hemû bêne sêrî. 19 Awa kî ji van temiya yeke here biçûk xirab ke û meriva usa hîn ke, ewê Padşatiya Ezmanada ji hemûya biçûktir bê hesabê. Lê kî ku wana pêk bîne û hîn bike, ewê Padşatiya Ezmanada mezin bê hesabê. 20 Lema ez wera dibêjim, heger rastiya we ji rastiya qanûnzan û fêrisiya zêdetir nîbe, hûn tu car nakevine Padşatiya Ezmana. 21 We bihîstiye ku pêşiyara hatiye gotinê: ‘Nekuje! Kî ku bikuje, dîwana wî wê bê kirinê’. 22 Lê ez wera dibêjim, kî ser birê xwe hêrs keve, wê bibe deyndarê dîwanê û kî bêje birê xwe: ‘Bê aqil’, ewê bibe deyndarê dîwana civîna giregira û kî ku bêje: ‘Axmax’, wê bibe deyndarê agirê dojê. 23 Awa heger tu hediya xwe bînî ser gorîgehê û li wir bê bîra te, ku dilê birê te ji te maye, 24 hediya xwe wê derê li ber gorîgehê bihêle û pêşiyê here birê xwera li hev were û paşê were hediya xwe bide. 25 Çaxê neyarê te te kaşî cem hakim dike, rêda tevî wî zû li hev were. Heger na, ewê te bide destê hakim, hakimê jî te bide destê berdestiyê xwe û te bavêje kelê. 26 Ez rast tera dibêjim, tu ji wir dernakevî heta polê paşin nedî. 27 We bihîstiye ku hatiye gotinê: ‘Ziniyê neke’. 28 Lê ez wera dibêjim, kî bi temê xirab jinekê binihêre, ewî dilê xweda îdî tevî wê zinêkarî kir. 29 Awa heger çevê teyî rastê te ji rê derdixe, wî derxe û ji xwe bavêje. Bona te hê qenc e ku endemekî te unda be, lê bedena te pêva nekeve cenimê. 30 Û heger destê teyî rastê te ji rê derdixe, wî jêke û bavêje. Tera hê qenc e ku endemekî te unda be, lê bedena te pêva nekeve cenimê. 31 Ev jî hatiye gotinê: ‘Kî kulfeta xwe berde, bira kaxaza jinberdanê bide wê’. 32 Lê ez wera dibêjim, kî ku bê sebebiya qaviyê jina xwe berde, ew dibe sebebê zinêkirina wê, heger dîsa ew mêr ke û kî ku yeke mêrberdayî bistîne, ew ziniyê dike.
16-22 COTMEHÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ÎBO 6-7
“Çaxê Emir Zef Çetin Dibe”
w06 15/3 14 ¶10
Fikirên Sereke ji Kitêba Îbo
7:1; 14:14—Çi tê hesabê xebata bi mecbûrî û rojên dîltiyê? Kul-derdên Îbo usa giran bûn, ku ewî emirê xwe beramberî xebateke girane bi mecbûrî kir (Îbo 10:17). Ji roja mirinê heta saxbûnê, meriv gorêda ça bêjî dibe dîl, lema jî Îbo ev yek beramberî rojên dîltiyê kir.
Yehowa Nêzîkî Dilşkestiya ye
JIYANA me bi rastî jî kin û “têrî tengasiyê” ye (Îb. 14:1). Lema, em carina dilteng dibin. Hine xizmetkarên Yehowa Xwedê, yên ku li demên berê dijîtin, eynî tişt texmîn dikirin. Hine ji wan hela hê mirinê jî xwera dixwestin (1 Padş. 19:2-4; Îb. 3:1-3, 11; 7:15, 16). Lê belê, wana xwe dispart Yehowa, û ewî timê qewat û mêrxasî dida wan. Serhatiyên wana bona dilbîniya û hînbûna me hatine nivîsandin (Rom. 15:4).
g 1/12 16 ¶2-4
Çaxê Emir Ber Çevê Te Reş Dibe
Hergê hûn difikirin, wekî dereca we bêçare ye, bîr nekin ku hûn vî halîda tenê nînin, kul-derdê her kesî heye. Kitêba Pîrozda tê gotinê ku: “Hemû efirîn heta niha bi hevra dikine zare-zar” (Romayî 8:22). Diqewime niha usa tê kifşê, wekî problêmên we wê neyne safîkirinê, lê wext şûnda dereca we dikare sivik be. Lê niha çi dikare alî we bike?
Dilê xwe hevalekî xwera veke, kîjan ku bi îtbar e û ruhanîda qewî ye. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Heval her gav hiz dike, bira bûye bona roja oxirmê giran” (Metelok 17:17). Îbo merivekî rast bû, derheqa kîjanî Kitêba Pîrozda tê gotinê, çetinayada ewî hestên xwe venedişart. Çaxê emir ber çevê wî reş bû, ewî got: “Ez giliyê di hundurê xweda serbest berdim; bi êşa canê xweva bibêjim” (Îbo 10:1). Çaxê em kesekî bi îtbarra dilê xwe vedikin, êşa dilê me sivik dibe û em îda bi cûrekî mayîn ser problêmê dinihêrin.
Duada dilê xwe Xwedêra vekin. Hine meriv difikirin, wekî pê dua meriv tenê dilê xwe rihet dike. Lê Kitêba Pîroz tiştekî din dibêje. Zebûr 65:2 derheqa Yehowa tê gotinê “Tu ku dua dibihêyî”, û 1 Petrûs 5:7 derheqa Xwedê dibêje “Ew bona we xem dike”. Kitêba Pîrozda gelek car tê gotê, ku çiqas ferz e îtbariya xwe Xwedê bînin. Mesele:
“Bi temamîya dilê xwe xwe bispêre Xudan, gumana xwe nede li ser hişê xwe. Hemû rîyên xweda tu Xwedê nas ke û Ewê hemû şiverîyên te rast-dûz ke” (METELOK 3:5, 6).
“Ew mirazê wan dike, kîjan ku ji Wî ditirsin,
zarînîya wan dibihê û wan xilaz dike” (ZEBÛR 145:19).
“Em li ber Xwedê rûsipî ne, çimkî em zanin, heger em tiştekî li gora xwestina wî jê bixwazin, ew dengê me dibihê” (1 YÛHENNA 5:14).
“Xudan ji nepaka dûr e, lê duayê rasta dibihê” (METELOK 15:29).
Hergê em Xwedêra bêjin ku em rastî çi çetinaya tên, ewê alî me bike. Xebera Wî me hêlan dike, wekî “timê Wîda guman bin, . . . Wîra dilê xwe vekin” (Zebûr 62:8).
Xizna Kitêba Pîroz
Guh Bidine Hev, Hev Nas kin û ser Hev Şewat bin
10 Em jî dikarin çev bidine Yehowa vê yekêda, ku xûşk-bira fem kin. Bona vê yekê em gerekê wana rind nas kin. Çawa? Pêşiya û paşî civatê tevî wan xeber din, tevayî xizmet kin, û çaxê dikarin wana teglîfî mala xwe kin, ku tevayî nan bixwin. Hergê hûn usa bikin, hûnê pêbihesin, wekî ew xûşk ya ku bi texmîna we hevalhiz nîne, bi rastî şermoke ye, yan jî ew bira ku hûn difikirîn pey pera dikeve, bi rastî mêvanhiz û merd e, yan jî ew xûşk ya ku tevî zarên xwe dereng tê civatê, malda nefer miqabilî wê ne (Aqûb 4:12). Hemikî em gerekê fesal bin, wekî “tevî şixulê xelqê” nebin (1 Tîmt. 5:13). Lê yeke wê baş be em xûşk-bira rind nas kin û haş ji derecên wan hebin, yên ku ser xeysetê wan hukum bûne. Usa emê diha rind wana fem bikin.
(Îbo 6:29) De vegerin, bira neheqî nebe; belê, dîsa vegerin; doza min rast e!
(Metta 5:33-48) We ev jî bihîstiye ku pêşiyara hatiye gotinê: ‘Derew sond nexwe û sondê xwe li ber Xudan bîne sêrî’. 34 Lê ez wera dibêjim, tu car sond nexwin, ne bi ezmên, çimkî ew textê Xwedê ye, 35 ne jî bi erdê, çimkî ew ciyê bin piyên wî ye, ne jî bi Orşelîmê, çimkî ew bajarê Padşê mezin e 36 û ne jî bi serê xwe sond bixwe, çimkî tu nikarî mûkî sipî kî yan reş kî. 37 Lê bira gotina we bibe ‘belê-belê’ yan jî ‘na-na’. Ji vê zêdetir ji Mîrêcin e. 38 We bihîstiye ku hatiye gotinê: ‘Çev dewsa çev û diran dewsa diran’. 39 Lê ez wera dibêjim, miqabilî xiraba nesekinin. Heger yek şemaqekê li rûyê teyî rastê xe, yê din jî bide ber. 40 Û heger yek te kaşî ber dîwanê ke û bixwaze kirasê te ji te bistîne, potê xwe jî jêra bihêle. 41 Û heger yekî qulixêda zorê li te bike, wekî kîlomêtirekê te bibe, tevî wî duda here. 42 Bide wî, kî ji te dixwaze û berê xwe ji wî neguhêze, yê ku dixwaze ji te deyn bike. 43 We bihîstiye ku hatiye gotinê: ‘Hevalê xwe hiz bike û bijene dijminê xwe’. 44 Lê ez wera dibêjim, dijminên xwe hiz bikin û bona wan dua bikin, yên ku we dizêrînin, 45 wekî hûn bibine zarên Bavê xweyî Ezmana. Çimkî ew teva xwe derdixe hin ser qenca, hin jî ser xiraba û baranê dibarîne hin ser rasta, hin jî ser nerasta. 46 Heger hûn hizkirên xwe hiz bikin, hûnê çi heq bistînin? Ne xercgir jî usa dikin? 47 Û heger hûn tenê silavê bidine birên xwe, îdî hûn çi tiştî ji ewên din zêdetir dikin? Ne pûtparist jî usa dikin? 48 Awa kamil bin, çawa ku Bavê weyî Ezmana kamil e.
23-29 COTMEHÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ÎBO 8-10
“Hizkirina Xwedêye Amin, Me ji Derewên Mîrê-cina Xwey Dike”
w15 1/7 12 ¶3
Gelo bi Rastî Em Dikarin Xwedê Xweş bên?
Îbo pey hev rastî gelek kul-derda hat, lê ew hêjayî van kul-derda nîbû. Îbo difikirî ku Xwedêra yeke, ew Wîra amin e, yan na (Îbo 9:20-22). Îbo usa aminiya xweda bawer bû, ku usa dihate kifşê, wekî ew xwe ji Xwedê heqtir derdixe (Îbo 32:1, 2; 35:1, 2).
Hizkirina Yehowaye Amin Tera Çi Karê Tîne?
14 Hizkirina Xwedêye amin me aliyê ruhanîva diparêze. Dawid Yehowara usa dua kiribû: “Sitargeha min Tu yî, ji tengasîyê Tu min xwey dikî, bi stiranên azadîyê Tu dora min digirî . . . Huba amin wê bigire dora wan, kîjana gumana xwe dane ser Xudan” (Zebûr 32:7, 10). Çawa wedê berê, bajar bi sûra dihatin parastin, hizkirina Yehowaye amin jî dora me digire û me ji tiştên ku dikarin aminiya me unda bikin, xwey dike. Usa jî, ji bo hizkirina amin, Yehowa me dikişîne bal xwe (Yêremiya 31:3).
Xizna Kitêba Pîroz
w10 15/10 6-7 ¶19-20
“Kê Nêt-Fikira Xudan Pê Hesiya”
19 Em derheqa “nêt-fikira Xudan” çi hîn bûne? Seva ku em nêt-fikirên Yehowa fem bikin, em gerekê Kitêba Pîroz lêkolîn kin û bihêlin wekî ew ser me hukum ke. Em gerekê nefikirin, ku Yehowa mîna me sînorkirî ye, û em gerekê li gora nihêrandin û fikirên xwe Wî sûcdar nekin. Îbo got: “[Xwedê] mîna min ne mirov e ku ez bersivê bidim wî û em hevra herin dadgehê [dîwanê]” (Îbo 9:32). Gava em destpêdikin nêt-fikirên Yehowa fem bikin, em jî mîna Îbo dikarin bêjin, wekî her tişt çi ku em derheqa wî pêhesiyane, “qeraxa rêyên wî ne” û derheqa wî tenê piste-pist tê bihîstin (Îbo 26:14).
20 Em çi gerekê bikin, çaxê Nivîsarên Pîrozda parekê dixûnin û mera çetin e nêt-fikira Yehowa fem bikin? Hergê paşî lêkolînê dîsa jî em cabeke zelal derheqa vê pirsê nastînin, em dikarin hesab kin, ku îtbariya me hindava Yehowa tê cêribandinê. Em gerekê bîr nekin, wekî van derecada wê bê kifşê hela em zanin, ku çi xeyset-hunurên Yehowa hene. Lê were em bi milûktî vê yekê jî qebûl kin, wekî em nikarin bi temamî her tiştên ku Yehowa dike, fem bikin (Waîz 11:5). Usa emê tevî Pawlosê şandî qayîl bin, ku got: “Çiqasî kûr in dewlemendtî, serwaxtî û zanebûna Xwedê! Qirarên wî çiqasî ji hiş-aqila dûr in û kes serederiyê ji riyên wî nake! Çawa nivîsar e: ‘Kê nêta Xudan pê hesiya? Yan kê bû şîretkarê wî? Yan kê pêşda tiştek daye wî, wekî ew dîsa li wan vegerîne?’ Çimkî her tişt ji wî, bi wî û bona wî ne. Şikir ji wîra heta-hetayê. Amîn” (Rom. 11:33-36).
(Îbo 9:32) Ew mîna min ne mirov e ku ez bersivê bidim wî û em hevra herin dadgehê [dîwanê].
(Metta 6:1-12) Haş ji xwe hebin, ku hûn qenciyên xwe ber meriva nekin, wekî ji wan bêne kifşê. Yan na, hûn ji Bavê xweyî ezmana heq nastînin. 2 Awa çaxê tu xêra dikî, pêşiya xwe boriyê nexe, çawa durû kinîşt û kûçada dikin, wekî meriv pesinê wan bidin. Ez rast wera dibêjim, ku wana heqê xwe îdî standiye. 3 Lê çaxê tu xêra dikî, bira destê çepê nizanibe destê rastê çi xêr kir, 4 ku xêrên te dizîva bin. Û Bavê teyî tiştên ku tu dizîva dikî dibîne, wê heqê te bide te. 5 Gava hûn dua dikin, mîna durûya nebin. Ew hiz dikin kinîşt û meydanada bisekinin dua bikin, ku ber meriva bêne kifşê. Ez rast wera dibêjim, îdî wana heqê xwe standiye. 6 Lê çaxê tu dua dikî, bikeve oda xwe, derî li xwe bigire û Bavê xwera ku nayê dîtinê duayê xwe bike. Û Bavê teyî tiştên ku tu dizîva dikî dibîne, wê heqê te bide te. 7 Gava ku hûn dua dikin, mîna pûtparista pirxeber nebin. Wana tirê bona pir xeberdana wan duayên wanê bêne bihîstinê. 8 Hûn mîna wan nebin, çimkî berî xwestina we, Bavê we zane çi wera lazim e. 9 Lê hûn aha dua bikin: ‘Bavê meyî ezmana! Navê te pîroz be, 10 Padşatiya te bê, emirê te be, çawa li ezmên, usa jî li ser erdê. 11 Nanê meyî rojê roj bi roj bide me. 12 Deynên me bibaxşîne, çawa ku em dibaxşînine deyndarên xwe.
30 COTMEHÊ–5 MIJDARÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ÎBO 11-12
“Sê Tişt ku Çawa Bîlaniyê Qazanc kin û Karê Bistînin”
w09 15/4 6 ¶17
Îbo Navê Yehowa Rûmet Dikir
17 Îbo bi alîkariya çi aminiya xwe xwey dikir? Bêşik, pêşiya ku ew rastî kul-derda bihata, dostiya wî tevî Yehowa îda qewî bû. Em nizanin Îbo haş pê hebû ku Mîrê-cina Yehowa neheq dikir yan na, lê dîsa jî ewî safî kiribû Yehowara amin bimîne. Ewî got: “Heta ku ez hilma xweye dawîn bidim, ezê bêsûciya xwe ji xweva neqetînim!” (Îb. 27:5). Gelo ça Îbo heleqetiya xwe tevî Yehowa usa qewî kir? Bêşik ewî gelek qîmet dikir zanebûna vê yekê, ku Yehowa çawa bû hindava Birahîm, Îshaq û Aqûb, kîjan ku merivên wîyî dûr bûn. Usa jî gava Îbo dîna xwe dida efrîna, ewî gelek hunurên Yehowa didît (Bixûne Îbo 12:7-9, 13, 16).
Yehowa Te Tu Cara Tenê Nahêle
10 Tevî xûşk û birên amin hevaltiyê bike. Civatêda xûşk û birên ji cûre-cûre kok û kûltûra hene. Hine ji wan cahil in, hine jî emirda mezin in. Tu dikarî ji wan her kesa tiştekî hîn bî. Mesele, tu dikarî ji bîlaniya xûşk û birên ku ji te mezintir in, hîn bibî (Îbo 12:12). Usa jî, tu dikarî ji yên ku te biçûktir in jî gelek tişta hîn bibî. Dawid jî ji Yonatan biçûktir bû, lê ewana bûne dostên hev (1 Samûyêl 18:1). Dawid û Yonatan alî hevdu dikirin ku nava tengasiyên giranda jî Yehowara xizmet bikin (1 Samûyêl 23:16-18). Xûşkeke bi navê Îrîna, ya ku malbeta xweda tek Şeda Yehowa ye, dibêje: “Xûşk û birên me bi rastî dikarin bibin malbeta me ya ruhanî. Bi saya wan, Yehowa dikare bê hewara me”.
11 Hine kes şermoke ne, û wanra hêsa nîne ku xwera hevalên teze bivînin. Xûşkeke şermoke bi navê Ratna, ya ku gava bû Şeda Yehowa rastî miqabilîbûnê hat, usa dibêje: “Min fem kir ku ez hewcê piştgirî û alîkariya xûşk û bira me”. Rast e, carna dibeke zor e dilê xwe kesekîra vekî, lê bizanibe ku ev yek dikare riya te bona dostîke nêzîk veke. Dost û hevalên te hilbet hazir in ku dilê te qewî kin û piştgiriya te bikin, lê gerekê tu wanra bêjî ku ew çawa dikarin vê yekê bikin.
12 Seva ku tu xwera hevalên teze bivînî, tevî xûşk û bira derkeve xizmetê. Karol usa dibêje: “Çimkî min tevî xûşka xizmetêda û şixulên ruhanîda wext derbaz dikir, min gelek dostên baş qazanc kirine. Gelek sala, Yehowa bi saya van dosta piştgiriya min kiriye”. Bi rastî jî gelek ferz e ku em tevî xûşk û birên amin hevaltiyê bikin, çimkî Yehowa dikare bi saya dostên usa mêrxasiyê bide me û alî me bike ku em xwe tenê texmîn nekin (Metelok 17:17).
it-2 1190 ¶2
Bîlanî
Bîlaniya Xwedê. Tenê bîlaniya Yehowa tam e (Rm. 16:27; Ent. 7:12). Zanebûn ev e, ku haş hine îzbatiya hebin. Yehowa Efirandarê “ji her-heyê heta-hetayê” ye (Zb. 90:1, 2), Ew derheqa gerdûnê her tiştî hûr bi hûr zane. Ewî hemû qanûn û normên fîzîkî saz kirine, bi alîkariya kîjana meriv lêkolîna dikin û tişta çêdikin, bê vê yekê meriv wê nikaribûna pêşda biçûna (Îb. 38:34-38; Zeb. 104:24; Metlk. 3:19; Yêrem. 10:12, 13). Lê bi rastî bona meriva normên Yehowaye nav-namûsiyê diha ferz in, çimkî bê van norma emirê meriva wê pûç, bê nêt û nebaş bûya (Qan. Dcr. 32:4-6; binihêre YEHOWA [Xwedê û normên wîye nav-namûsiyê]). Yehowa her tiştî zane (Îşa. 40:13, 14). Carna Yehowa dihêle wekî hine tiştên miqabilî normên wî, pêşda herin û bêne sêrî. Lê her tişt destê wîda ye, ew ça bixwaze wê usa be û çi ku ewî soz daye wê eseyî bê sêrî (Îşa. 55:8-11; 46:9-11).
Xizna Kitêba Pîroz
w08 1/8 11 ¶5
Çawa Cahilara Ziman Bivînin
▪ Gelo ez fem dikim ku zara min bi rastî çi dixwaze bêje? Îbo 12:11-da tê gotinê: “Çawa dev, tema tiştê dixwe hiltîne, gelo guh jî gotinê usa nacêribîne?, ÎM”. Gerekê têderxî wekî kur yan qîza te çi dixwaze bêje. Mesele, ewana dikarin giliyên usa bêjin: “Tu timê min dewsa zara datînî!” yan jî “Tu qe guh nadî min!” Dewsa ku zara xwera şer kî, ku çira ew usa dibêje, wê baş be fem bikî ku bi wan giliya ew çi dixwaze bêje. Besa xeberê, giliyên wî “Tu timê min dewsa zara datînî!” dikare bê hesabê “Ez têderdixim, wekî tu îtbariya xwe min naynî”, lê xebera “Tu qe guh nadî min!” dikare bê hesabê “Min fem bike”. Usa bikin, ku hûn fem kin, wekî bi rastî zara we çi dixwaze bêje.
(Îbo 12:11, ÎM) Çawa dev, tema tiştê dixwe hiltîne, gelo guh jî gotinê usa nacêribîne?
(Metta 6:13-34) Û me nebe cêribandinê, lê me ji yê xirab xilaz ke, çimkî padşatî, qewat û rûmet yên te ne, hetahetayê. Amîn’. 14 Heger hûn neheqiyên merivaye hindava weda ku dikin bibaxşînin, Bavê weyî Ezmana jî wê we bibaxşîne. 15 Lê heger hûn neheqiyên meriva nebaxşînin, Bavê we jî neheqiyên we nabaxşîne. 16 Gava ku hûn rojî digirin, mîna durûya medekirî nîbin. Ew medê xwe dikin, wekî meriv bizanibin ku ew rojî ne. Ez rast wera dibêjim, ku wana heqê xwe standiye. 17 Lê çaxê tu rojî digirî, serçevê xwe bişo, serê xwe şe ke, 18 wekî meriv nizanibin ku tu rojî yî, lê tenê Bavê teyî ku nayê dîtinê zanibe. Û Bavê teyî tiştên ku tu dizîva dikî dibîne, wê heqê te bide te. 19 Li ser dinê xiznê xwera necivînin. Li vê derê zeng û bizûz xirab dikin û diz derevedikin didizin. 20 Lê xiznê xwera li ezmên bicivînin. Li wê derê zeng û bizûz xirab nakin û diz jî derevenakin nadizin. 21 Çimkî xizna te kîderê be, dilê te jî wê li wê derê be. 22 Çira bedenê çev e. Heger çevê te pak e, temamiya bedena teyê ronayî be. 23 Lê heger çevê te xirab e, temamiya bedena teyê terî be. Awa heger ew ronaya ku nav teda ye terî ye, terî wê çiqas zêde be! 24 Tu kes nikare du axara xulamtiyê bike, çimkî yan wê hîlê wî ji yekî here û yê dinê hiz bike, yan jî wê qedirê yekî bigire û yê dinê bêhurmet ke. Hûn nikarin hin Xwedêra, hin jî hebûkêra xulamtiyê bikin. 25 Lema ez wera dibêjim, bona emirê xwe xema nekin, ku hûnê çi bixwin û çi vexwin, ne jî bona bedena xwe, ku hûnê çi li xwe kin. Ne emir ji xwarinê qîmettir e û beden jî ji kinca? 26 Dîna xwe bidine teyredên ezmên. Ewana ne direşînin, ne didirûn û ne jî embarada dicivînin, lê Bavê weyî Ezmana risqê wan digihîne. Ne hûn ji wan qîmettir in? 27 Îdî ji we kî dikare bi xemên xwe deqekê ser emirê xweda zêde ke? 28 Û bona kinca hûn çima xem dikin? Dîna xwe bidine sosinên çolê, çawa şîn dibin, ne dixebitin û ne jî dirêsin. 29 Lê ez wera dibêjim, ku Silêman jî li nava temamiya wê xêr-xizna xweda mîna ji wan yekê xwe nekir. 30 Heger gîhayê çolê, ku îro heye û sibê davêjine nava êgir, Xwedê usa dixemilîne, lê çiqas zêde wê li we ke, kêmbawerno? 31 Îdî xem nekin û nebêjin: ‘Emê çi bixwin?’ yan: ‘Çi vexwin?’ yan jî: ‘Çi li xwe kin?’ 32 Pûtparist li pey wan hemû tişta dikevin, lê Bavê weyî ezmana zane ku hûn hewcê wan hemû tişta ne. 33 Lê berê pêşin li Padşatiya Xwedê bigerin û bikin ku rastiya wî biqedînin û ew hemûyê wera bêne dayînê. 34 Îdî bona roja sibê xema nekin, çimkî roja sibê wê bona xwe xema bike. Xemên rojê besî wê ne.