KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwbr23 Mijdar rûp. 1-14
  • Kanî bona “Bijîn û Xizmet kin Bernama Civînê”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kanî bona “Bijîn û Xizmet kin Bernama Civînê”
  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2023)
  • Binserî
  • 6-12 MIJDARÊ
  • Fikirên Sereke ji Kitêba Îbo
  • w94 1/10 32
  • Gelo Tu Ber Xwedê Dewletî yî?
  • Yehowa bona Te Xem dike!
Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2023)
mwbr23 Mijdar rûp. 1-14

Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin

© 2023 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania

6-12 MIJDARÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ÎBO 13-14

“Heger Meriv Bimire, Gelo Dikare Dîsa Bijî?”

w99 15/10 3 ¶1-3

Meriv Dixwazin Emirê Dirêj Qazanc kin

ÎRO heçî zef meriv wê tevî wan giliya qayîl bûna, kîjan ku weke 3 500 sal pêşda hatibûn nivîsarê, çimkî îro jî emir zû derbaz dibe. Gava meriv ancax destpêdike tema jîyînê fem ke, ev kal-pîr dibe û dimire. Lema jî ecêbmayî nîne ku meriv bi qirna pey vê yekê ketine, wekî emirê xwe dirêj kin.

Hêna Îboda, Misiriya organên cinsî yên heywanên nêrîn dixwarin, çimkî ewana difikirin, ku bi vê yekê wê dîsa cahil bin. Nêta alxîmîkaye sereke ev bû ku êlêksîra jîyînê qazanc kin. Geleka ji wan bawer dikirin, ku hergê wana bi alîkariya xîmiyayê, ji mêtalên din zêr çêkira, ev yek wê emirê meriva dirêj kira, û usa jî hergê meriv ji firaqên zêr xwarin bixwarana wê bi emirekî dirêj bijîtana. Berê Çînêda, merivên ku piştgiriya hînkirinên Taoîzmê dikirin, bawer dikirin, ku bi saya mêdîtasiyayê, bînkişandina rast û dîyêtayê wê bikaribin ser prosêsa xebitandina navdil hukum kin, bi saya çi jî wê bikaribin emirê nemirî qazanc kin.

Lêkolînkarekî Îspanî bi navê Xoan Ponsê dê Lêon, pey vê yekê ketibû ku kaniya cahiltiyê dest xe. Qirna 18-da doxdirekî kitêba xweda (Hermippus Redivivus), temî dabû wekî qîzên bikir bikine odeke biçûk û paşê hulma bînkişandina wan derdanada top kin û bidine xebatê, seva ku emirê xwe dirêj kin. Hemikî ev hemû mêtodên wan kêrî tu tiştî nedihatin.

w15 15/4 32 ¶1-2

Gelo Dara Birî Dikare Dîsa Şîn be?

HIMBERÎ dara Erzê ya Lubnanê, dara zeytûnêye ji cisnê girê [Olea europaea], ne haqas bedew e. Lê ev bax dikare ber hewaya gelek sert jî sebir ke. Hene darên zeytûnêye usa, ku weke 1 000 salî ne. Koka wan dikare hela hê hingê jî şîn be, hergê bax bêne birînê jî. Heta ku koka darê saxlem e, ev dikare dîsa şîn be.

Îboyê amin bawer bû, ku hergê ev bimire jî, wê dîsa bikaribe bijî (Îbo 14:13-15). Ewî mesela darê anî, diqewime ev dara zeytûnê bû, wekî baweriya xwe hindava vê yekê bide kifşê, ku qewata Xwedê heye, dîsa lê vegerîne jîyînê. Ewî got ku hela hê “ji bo darekê hêvî heye, bê birîn jî, dîsa zîl [çîl] dide”. Çaxê paşî zihayê baran tê, koçê baxa zeytûnêye ziha dîsa dikare çiqla bide. Wî çaxî ewê mîna baxa teze daçikandî, çiqlê xwe berde (Îbo 14:7-9).

w11 1/3 22 ¶5

“Tê Bîra Efirandinên Destên Xwe Bikî”

Ji giliyên Îbo tê kifşê ku Yehowa Xwedêkî çiqas dilrem e: Ew hezkirinê dide kifşê hindava wan merivada, yên ku mîna Îbo xwe tesmîlî wî dikin û dixwazin ku Ew rêberiya wan bike (Îşaya 64:8). Yehowa xizmetkarên xweye amin gelek qîmet dike. Ew gelek bîra wan xizmetkarên xwe dike, yên ku mirine. Çawa ku zandarek dibêje, xebera Îbranî “bîra kesekî bikî” êmosiya û xwestina lape qayîm dide kifşê. Belê, Yehowa ne tenê xizmetkarên xwe bîra xweda xwey dike, lê ew hizreta vê yekê ye, ku wana dîsa vegerîne jîyînê.

Xizna Kitêba Pîroz

it-1 191

Kozî

Kozî jî sîmbola tiştekî bêkêr û bê qîmet bû. Gava Birahîm tevî Yehowa xeber dida ewî got “Ez ku toz û kozî me” (Dsp. 18:27; usa jî binihêre Îş. 44:20; Îb. 30:19). Lê Îbo ser merivên ku berdiliya qelp didan got, wekî giliyên wan “metelokên ji xweliyê” ne (Îb. 13:12).

(Îbo 13:12) Tiştên ku hûn bîra xweda tînin metelokên ji xweliyê ne, kelehên we jî kelehên ji heriyê ne.

(Metta 7:1-15) Loma nekin, ku lome li we nebin. 2 Hûn çi loma bikin, ew lome jî wê li we bibin û hûn bi çi çapê bipîvin, bi wê çapê jî wera wê bê pîvanê. 3 Tu çima qirşikê çevê birê xweda dibînî, lê kêranê çevê xweda nabînî? 4 Yan jî çawa tu dikarî bêjî birê xwe: ‘Bihêle ku ez qirşik ji çevê te derxim’, lê va ye kêran çevê teda heye? 5 Durû! Pêşiyê kêranê çevê xwe derxe. Paşê tê qenc bibînî ku çawa qirşik ji çevê birê xwe derxî. 6 Tiştê buhurtî nedine sa û ne jî durên xwe bavêjine ber beraza. Heger na, berazê wan bin nigên xweda pêpes kin û seyê jî vegerin we bidirînin. 7 Bixwazin hûnê bistînin, bigerin hûnê bibînin, derî xin wê ber we vebe. 8 Çimkî kî ku dixwaze distîne, kî ku digere dibîne û kî ku derî dixe ber vedibe. 9 Ji we kîjan e ew meriv, ku kurê wî nan jê bixwaze, ew kevir bidê? 10 Yan jî mesî bixwaze, ew mer bidê? 11 Hûn ku xirab in, zanin tiştên qenc bidine zarên xwe, lê Bavê weyî ezmana wê çiqas tiştên qenc bide ewên ku ji wî dixwazin. 12 Her çi ku hûn dixwazin meriv bona we bikin, hûn jî usa wanara bikin. Ev e mena hînkirina Qanûnê û pêxembera. 13 Derê tengra bikevine hindur, çimkî fire ye ew derî û ber e ew riya ku dibe berbi undabûnê û gelek in ewên ku wêda diçin. 14 Lê gelekî teng e ew derî û zemet e ew riya ku dibe berbi jiyînê û hindik in ewên ku wê rêyê dibînin. 15 Hevza xwe ji pêxemberên derew bikin. Ewê bi postê pêz bêne cem we, lê hindurva gurên peranî ne.

13-19 MIJDARÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ÎBO 15-17

“Berdiliyêda Çev Nedine Elîfaz”

w05 15/9 26 ¶4-5

Fikirên Xirab Înkar kin!

Her sê xeberdana Elîfazda fikireke usa derbaz dibe, ku yan çi Xwedê tiştên usa ji meriva dewa dike, wekî tu kes nikare bîne sêrî, ku bikaribe lê razî ke. Ewî derheqa Xwedê usa gote Îbo: “Binêrin, ew bi xulamên xwe ne ewle ye, milyaketên xweda jî şaşiya divîne” (Îb. 4:18, ÎM). Paşê ewî usa got: “Xwedê ji pîrozên xwera ewle nîne, heta ezman jî çevê wîda ne paqij in” (Îb. 15:15). Û ewî pirsî: “Heger tu rast bî, gelo wê dilê Karîndar xweş be?” (Îb. 22:3, ÎM). Bîldad tevî nihêrandina Elîfaz qayîl bû, lema jî usa got: “Li gorî wî biriqîna hîvê jî tuneye, steyrk li ber çevê [Xwedê] nepaqij in” (Îb. 25:5, ÎM).

Em gerekê ji fikirên usa xwe dûr bigirin, çimkî emê destpêkin bifikirin, ku Xwedê tiştên ji qewata me der ji me dewa dike. Fikirên usa dikarin heleqetiya meye baş tevî Yehowa xirab kin. Hergê em usa bifikirin, gelo emê xwe ça bidine kifşê, gava kesek şîret bide me? Dewsa ku şîretê qebûl kin, diqewime dilê me “hindava Xudanda bînteng dibe”, dêmek em destpêkin ser Xwedê neqayîl bin (Mtl. 19:3). Gelo wî çaxî ruhaniya me wê çi halîda be!

w15 15/2 9 ¶16

Çev Bidine Îsa Milûktî û Dilşewatiyêda

16 Xeberên meye dilşewat. Dilşewatî me hêlan dike, wekî em pê xeberên xwe ber dilê merivên diltengda bên (1 Têsalonîkî 5:14). Lê çi em dikarin bêjin wekî wana dilgerm kin? Em dikarin wanara bêjin, ku em çiqas bona wan xem dikin. Em dikarin payê wan bidin, û alî wan bikin ku ewana bivînin hunur û feresetên xweye baş. Em dikarin bînine bîra wan, ku Yehowa ewana anîne ser riya rast û ewana gerekê ji Yehowa razî bin (Yûhenna 6:44). Em dikarin wana bidine bawerkirinê, ku Yehowa gelek xem dike bona hemû qulixkarên xwe, yên ku dilşkestî ne (Zebûr 34:18). Xeberên meye dilşewat bi rastî jî dikarin dilgerm kin wan, yên ku hewcê berdiliyê ne (Metelok 16:24).

Xizna Kitêba Pîroz

w06 15/3 14 ¶11

Fikirên Sereke ji Kitêba Îbo

7:9, 10; 10:21; 16:22—Gelo ew giliyên Îbo têne hesabê, ku ewî baweriya xwe rabûna miriya nedianî? Vira Îbo derheqa vê yekê digot, çi ku zutirekî gerekê bihata serê wî. Diqewime ewî dixwest bigota, ku hergê ew bimire, merivên ku rojên wîda dijîtin, wê îda nikaribûna wî bidîtana. Hergê bi nihêrandina wan meriva binihêrin, Îbo tu car wê paşda venegeriya mala xwe û tu kes wê haş ji wî tunebûya, heta roja ku Xwedê kifş kiribû. Dibeke Îbo usa jî dixwest bigota, ku tu kes bi xwestina xwe wê nikaribe ji dîyarê miriya vegere. Ev yek ku Îbo baweriya xwe rabûna miriya dianî, tê kifşê ji giliyên wî, ku Îbo 14:13-15-da nivîsar in.

(Îbo 16:22) Ji ber ku çend sal derbaz bibe, ezê herim riya ku ez jê venagerim.

(Metta 8:1-12) Paşê Îsa ji çiyê hate xwarê, elaleteke giran da pey wî çû. 2 Hingê yekî kotî hat xwe avîte ber wî û gotê: “Xudan! Heger bixwazî, tu dikarî min paqij kî”. 3 Îsa destê xwe dirêj kirê lê ket û gotê: “Ez dixwazim. Paqij be!” Û destxweda ew ji kotîbûnê paqij bû. 4 Hingê Îsa jêra got: “Binihêre, tu kesîra tiştekî nebêjî, lê here xwe nîşanî kahîn ke û hediya ku Mûsa temî daye bide, wekî hemûyara bibe şedetî, ku tu paqij bûyî”. 5 Gava Îsa kete Kefernahûmê, sersedek hate cem wî, hîvî jê kir û gotê: 6 “Xudan, xulamê min şilûşet malda paldaye, gelekî cefê dibîne”. 7 Îsa gote wî: “Ezê bêm wî qenc kim”. 8 Sersed lê vegerand û gotê: “Xudan, ez ne hêja me ku tu bêyî mala min. Lê tenê xeberekê bêje û xulamê minê bi wê xeberê qenc be. 9 Ez xwexa jî merivekî bin hukumda me û bin destê minda jî esker hene. Ez yekîra dibêjim: ‘Here’, diçe, yekî dinra dibêjim: ‘Were’, tê û xulamê xwera dibêjim: ‘Vî tiştî bike’, dike”. 10 Gava Îsa ev yek bihîst, zendegirtî ma û gote ewên ku pey wî diçûn: “Ez rast wera dibêjim, Îsraêlêda jî min bawerîke aha yekîda nedîtiye. 11 Ez wera dibêjim, ku gelekê ji rohilatê û ji roavayê bên û şayiya Padşatiya Ezmanada tevî Birahîm, Îshaq û Aqûb rûnên, 12 lê zarên Padşatiyê wê bêne avîtinê teriya derva. Li wir wê bibe girî û çirke-çirka dirana”.

20-26 MIJDARÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ÎBO 18-19

“Tu Car Xûşk-Birên Xwe Nehêle”

w22.01 16 ¶9

Dersên ku Em ji Hêsirên Îsa Hîn Dibin

9 Dilbîniyê bide kesên ku şînê dikin. Xêncî vê yekê ku Îsa tevî Merta û Meryemê giriya, ewî guh da wan û ber dilê wanda hat. Wê baş be ku em jî ber dilê wan merivada bên, yên ku şînê dikin. Rûspîkî bi navê Dan, yê ku li Avstralyayê dijî, dibêje: “Çaxê min jina xwe unda kiribû, ez hewcê berdiliyê bûm. Çend bira tevî jinên xwe hazir bûn şev û roj guh bidin min. Ewana seva hêsirên çevên min eciz nedibûn û nedigotin ku îda bes e. Usa jî, wana gelek alî min dikir. Mesele, gava min xwe bêtaqet texmîn dikir, wana ereba min dişûşt, bona min diçûne dikanê û xwarin hazir dikirin. Usa jî, wana gelek cara tevî min dua dikir. Ewana rastî jî ‘bona roja oxirmê giran’ minra bûn dost û bira” (Metelok 17:17).

w21.09 30 ¶16

Gava Merivekî Me Yehowa Dihêle

16 Berdewam ke piştgiriya malbetên usa bike. Hizkirin û dilgermiya te wanra gelek lazim e (Îbranî 10:24, 25). Carna, gava kesek ji civatê tê derxistinê, hine xûşk-bira xwe ji malbeta wî jî dûr digirin, tê bêjî ewana jî ji civatê hatine derxistinê. Tu car vê şaşiyê nekin! Îlahî xûşk-birên cahil, dê-bavê kîjana Yehowa hîştin, hewcê payî û dilbîniyê ne. Marîa, mêrê kîjanê him ji civatê hatibû derxistin him jî malbeta xwe hîşt, dibêje: “Hine hevalên min dihatin mala min ku xwarinê mera çêkin û alî me bikin wekî tevî zara qulixkirina malbetê derbaz kim. Wana êşa min fem dikir, û ewana tevî min digiriyan. Gava tiştên nerast derheqa min bela dikirin, wana xwe ker nedikirin û ber meriva ez diparastim. Wana bi rastî gelek qewat didane min!” (Romayî 12:13, 15).

w90 1/9 22 ¶20

Gelo Tu Xîret Dikî ku Cabdariya Bistînî?

20 Koma rûspiya gerekê fem bike, ku çaxê berpirsiyar yan jî alîkarçiyê civatê cabdariya xwe unda dike, ew yek bona wan strêseke mezin e, hela hê hingê jî, hergê ew bira xwexa safî kiriye evê cabdariyê bihêle. Hergê ew meriv ji civatê nehatiye derxistinê û rûspî têderdixin ku ew dilteng e, ewana gerekê ber dilê wîda bên û ruhanîda alî wî bikin (1 Têsalonîkî 5:14). Ewana gerekê wîra bidine kifşê, ku ew civatêra lazim e. Hela hê hergê wîra şîret hatibû dayînê jî, yeke merivê milûk û şêkirdar wê dîsa bikaribe civatêda cabdariya bistîne.

Xizna Kitêba Pîroz

w94 1/10 32

Qewata Xebera Qenc

Çaxê Îbo hewcê berdiliyê bû, ewî ji Elîfaz û du hevalên wî, tu xebereke qenc nebihîst. Wana digotê wekî ew xwexa neheq e, ku ketiye wî halî, çimkî dibeke dizîkava xirabî kiriye (Îbo 4:8). Ferhengeke Kitêba Pîrozda usa tê gotinê: “Îbo hewcê berdiliyê ye, lê dewsa vê yekê, ew çend giliyên rêlîgîye bedew dibihê, yên ku yan çi ‘rast’ in”. Îbo ji giliyên wan usa tevlihev bû, ku got “Gelo hûnê heta kengê min eciz bikin û bi gotina min biperçiqînin?” (Îbo 19:2)

Em gerekê tu car îzinê nedine xwe, wekî riyê giliyê meda, xizmetkarê Xwedê dilteng be û bigirî (Beramber ke Qanûna Ducarî 24:15). Kitêba Pîrozda usa tê gotinê: “Mirin û jîyîn destê zimên in, yê ku jê hiz dikin ji berên wî dixwin” (Metelok 18:21).

(Îbo 19:1, 2, ÎM) Eyûb [Îbo] lê vegerand û got: 2 “Gelo hûnê heta kengê min eciz bikin û bi gotina min biperçiqînin?

(Metta 8:13-34) Paşê Îsa sersedra got: “Here! Bira li gora baweriya te tera be”. Û wê demê xulamê wî qenc bû. 14 Gava Îsa hate mala Petrûs, xwesiya wî tayêda paldayî dît. 15 Ewî destê xwe da destê wê û tayê jê berda, rabû berdestî wîra kir. 16 Gava ro çû ava, gelek cinaketî anîne cem wî. Ewî bi xeberê ruhên heram derxistin û hemû nexweş qenc kirin. 17 Ev aha bû, ku ew gotina bi zarê Îşaya pêxember bê sêrî, ku nivîsar e: “Ewî nexweşiyên me hildan û êşên me birin”. 18 Çaxê Îsa elalet dora xwe dît, emir li şagirta kir ku herine wî berî golê. 19 Hingê qanûnzanek nêzîkî wî bû û gotê: “Dersdar! Tu kuda jî herî, ezê pey te bêm”. 20 Îsa gote wî: “Rûviyara qul hene, teyredên ezmênra jî hêlîn, lê bona Kurê Însan cîk tune ku serê xwe lê dayne”. 21 Şagirtekî wî gotê: “Xudan! Îzinê bide min ku ez pêşiyê herim bavê xwe defin kim”. 22 Lê Îsa jêra got: “Tu pey min were. Bira mirî miriyê xwe defin kin”. 23 Gava Îsa kete qeyikê, şagirtên wî tevî wî çûn. 24 Nişkêva firtoneke mezin li golê rabû, usa ku qeyik pêlada unda dibû. Lê ew razayî bû. 25 Hingê şagirt nêzîkî wî bûn, ew hişyar kirin û gotinê: “Xudan! Me xilaz ke! Em unda dibin!” 26 Îsa gote wan: “Çima hûn usa tirsonek in kêmbawerno?” Wê demê rabû li bayê û golê hilat û hemû tişt seqirîn. 27 Merivên tevî wî ecêbmayî man û gotin: “Ev kî ye, ku ba û gol jî êlimî wî dibin?” 28 Gava Îsa derbazî wî aliyê topraxên Gerdarînê bû, du cinaketî ji nav goristana derketin û rastî wî hatin. Ew usa har bûn, ku kesek nikaribû wê rêra derbaz bûya. 29 Wana kire qîrîn û gotin: “Tu çi ji me dixwazî, Kurê Xwedê? Ji wext zûtir hatî cefê bidî me?” 30 Ji wana wêdatir sûrîkî berazayî mezin diçêriya. 31 Cina reca ji wî dikir û digotinê: “Heger tu me derdixî, bihêle em herin bikevine nava sûriyê beraza”. 32 Ewî gote wan: “Herin!” Ew jî derketin çûn ketine nava beraza û ew sûrî pêva jorda revî, xwe ji kendêlda avîtine golê û xeniqîn. 33 Berazvan revîn çûne bajêr, çi ku hatibû serê cinaketiya gotin. 34 Hingê hemû merivên bajêr derketine pêşiya Îsa û gava ew dîtin, reca ji wî kirin ku ji erdê wan here.

27 MIJDARÊ–3 KANÛNA PÊŞIN

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ÎBO 20-21

“Aminî Hebûkêva Girêdayî Nîne”

w07 1/8 29 ¶12

Gelo Tu Ber Xwedê Dewletî yî?

12 Îsa xwestina ku ber çevê Xwedê dewletî bin, beramberî qazanckirina hebûnê kir. Bi vê yekê Îsa dixwest bigota, wekî ya here ferz emirê meda gerekê qazanckirina hebûkê nîbe û ne jî lezeta ji wan tişta, çi ku dibeke bal me heye. Em gerekê çi ku cem me heye usa bidine xebatê, wekî heleqetiya xwe tevî Yehowa qewî kin û bi vê yekê emirê xwe dewletî kin. Usa emê ber çevê Xwedê dewletî bin. Gelo çira? Çimkî Ewê keremên mezin ser meda bibarîne. Kitêba Pîrozda tê gotine: “Duayê Xudan hebûkê dide û kederê serda zêde nake” (Metelok 10:22).

Xizna Kitêba Pîroz

w95 1/1 9 ¶19

Serketina Himberî Mîrê-cina û Kirên Wî

19 Îbo himberî “fikirên” ku wî dilteng dikirin, şer dikir, yên ku Mîrê-cina bi saya Elîfaz û Zofar derbazî wî dikirin (Îbo 4:13-18; 20:2, 3). Ji bo derdê giran, Îbo destpêkir derheqa wan tişta qal-bal xeber de, çi ku hiş-aqilê wî alt kiribûn (Îbo 6:2-4; 30:15, 16). Elîhû rind guh da Îbo û alî wî kir, wekî ew ser dereca xwe bi çevê Yehowa binihêre, bîlaniya kîjanî bê sînor e. Îro jî rûspiyên dilşewat bona xûşk-bira xem dikin û kesên dilteng bargiran nakin. Lê ewana çev didine Elîhû û bi sebir guh didine wan, û ji Xebera Xwedê berdiliyê didine wan (Îbo 33:1-3, 7; Aqûb 5:13-15). Lema jî hemû merivên dilteng, firqî tune ji çi dilteng bûne, dikarin civatêda ji Xebera Xwedê dilbîniyê bistînin, û hela hê merivên usa jî, yên ku mîna Îbo ji “xewn û xeyala” ditirsin (Îbo 7:14; Aqûb 4:7).

(Îbo 20:2, ÎM) Fikirên min dikin ku ez bersivê bidim, ji ber vê yekê kelecana [ber xwe ketina] min pir e.

(Metta 9:1-14) Îsa kete qeyikê paşda vegeriya hate bajarê xwe. 2 Wê derê şilûşetek nivînêda paldayî anîne cem. Gava Îsa baweriya wan dît, gote yê şilûşet: “Lawo, ser xwe be! Gunên te hatine baxşandinê”. 3 Lê ji qanûnzana hinek nav xweda fikirîn: “Eva kifiriya dike”. 4 Fikirên wan Îsava eyan bûn û got: “Hûn çima dilê xweda tiştê xirab difikirin? 5 Kîjan rihet tê gotinê: ‘Gunên te hatine baxşandinê’, yan ‘Rabe û bigere’? 6 Lê wekî hûn bizanibin ku hukumê Kurê Însan heye li ser dinê guna bibaxşîne”, hingê gote yê şilûşet: “Rabe nivîna xwe hilde, here mala xwe!” 7 Ew jî rabû çû mala xwe. 8 Gava elaletê ev yek dît, xofê ew girtin û şikirî dane Xwedê, ku ev hukum daye meriva. 9 Îsa ji wir pêşda çû, yekî ku navê wî Metta bû li ciyê xerchildanê rûniştî dît û gotê: “Pey min were”. Ew jî rabû pey Îsa çû. 10 Gava Îsa mala Mettada ser sifrê rûniştibû, gelek xercgir û gunekarên din hatin tevî Îsa û şagirtên wî rûniştin. 11 Çaxê fêrisiya ev yek dît, şagirtên wîra gotin: “Çima dersdarê we tevî xercgir û gunekara dixwe û vedixwe?” 12 Lê gava Îsa ev yek bihîst wanara got: “Saxlem ne hewcê hekîm in, lê nexweş. 13 Herin mena van xebera hîn bin: ‘Ez remê dixwazim, ne ku qurbanê’. Ez nehatime gazî yên rast kim, lê gazî gunekara”. 14 Hingê şagirtên Yûhenna hatine cem wî û gotinê: “Çima em û fêrisî gelek cara rojî digirin, lê şagirtên te rojî nagirin?”

4-10 KANÛNA PÊŞIN

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ÎBO 22-24

“Gelo Meriv Dikare Kêrî Xwedê Bê?”

w05 15/9 27 ¶1-3

Fikirên Xirab Înkar kin!

Ev fikir ku Xwedê yekî sert e, mîna vê yekê ye, ku meriv ber çevê Wî kêrî tiştekî nayên. Xeberdana xweye sisiyada Elîfaz pirsî: “Gelo meriv dikare kêrî Xwedê bê? Yan jî yekî femkar dikare karê bide wî?” (Îbo 22:2, DT). Bi nihêrandina Elîfaz, meriv bona Xwedê tu tişt nînin. Bîldad jî fikireke usa got: “Gelo mirov çawa li hizûra Xwedê dikare rast be? Yê ji jinekê çêdibe, çawa dikare pak be?” (Îbo 25:4, ÎM). Bi giliyên xwe, ewî Îbo sûcdar dikir, ku çawa ew, merivekî ku wê bimire, îzinê dide xwe wekî ber Xwedê xwe rast hesab ke?

Îro hine meriv dilteng in, çimkî ewana xwe kêrî tu tiştî hesab nakin. Dibeke ser wan hukum kiriye cûrê mezinkirina wan, halê jîyîna wan, yan jî cudebûna orta milet û rasa. Lê Mîrê-cina û cinên wî şabûnê distînin, gava meriv têne nimizkirinê û dilteng in. Hergê meriv derewê Mîrê-cina bawer ke, ku ew badîhewa qewatê xerc dike, wekî Xwedê razî ke, ew dikare dilteng be û sist be. Wede şûnda ew meriv dikare bixalife û hela hê pişta xwe jî bide Xwedê (Îbranî 2:1; 3:12).

Çaxê meriv mezin dibe û sihet-qewata wî îda sist dibe, ew dikare bifikire wekî çi ku ew niha bona Xwedê dike, tu tişt nîne himberî vê yekê, çi ku ewî cahiltiyêda dikir, gava hê sihet-qewat û ser xwe bû. Belê, gelek ferz e bîr nekin, ku bi rastî Mîrê-cina û cinên wî dixwazin wekî em bawer kin, ku xîreta me ber Xwedê boş-betal e. Em gerekê derbêra fikirên usa ji hişê xwe derxin!

w95 15/2 27 ¶6

Ders ku Ça Problêma Safî kin

Gava sê hevalên Îbo xeber dan, wana ne ku bîlaniya Xwedê eyan kir, lê fikirên xwe wîra gotin, çi ku Îbo diha dilteng kirin. Elîfaz hela hê got, ku Xwedê “bi xulamên xwe ne ewle ye”, dêmek îtbariya xwe xizmetkarên xwe nayne, û xema Yehowa nîne, ku Îbo jêra amin e yan na (Îbo 4:18, ÎM; 22:2, 3). Gelo ji wan giliya xirabtir qe tiştek heye, ku dilê meriya bêşîne! Lema jî ecêbmayî nîne, ku wext şûnda Yehowa Elîfaz û hevalên wî sûcdar kirin, çimkî wana buxdan avîte Wî. Yehowa gote wan, we “ser min ya rast negot” (Îbo 42:7, ÎM). Lê paşê, wana diha tiştên ecêb got.

w03 15/4 14-15 ¶10-12

Cahilên ku Dilê Yehowa Şa Dikin

10 Çawa ku Kitêba Pîrozda tê gotinê, Mîrê-cina ne ku tenê aminiya Îbo kire bin şikê, lê hemû xizmetkarên Xwedê, û te jî. Ewî derheqa hemû meriva gote Yehowa: “Mirov [ne tenê Îbo lê hemû meriv] ji bo canê xwe her tiştî dide” (Îbo 2:4, ÎM). Lê ev pirsa ferz ça te jî dikeve? Çawa ku Metelok 27:11-da tê gotinê, Yehowa dibêje, wekî tu dikarî tiştekî bidî wî. Gelo ew çi ye? Hela bifikire, Xwedayê Himzor te teglîf dike, wekî tu pirsa lape ferz dinyalikêda, kar bikî. Ew yek cabdarî û qedirekî gelek mezin e! Gelo tuyê bikaribî bînî sêrî, çi ku Yehowa ji te dewa dike? Îbo anî sêrî (Îbo 2:9, 10). Îsa jî anî sêrî, û nava terîxiyêda bêhesab meriv jî ev dewakirina Xwedê anîne sêrî, nav wanda gelek cahil jî hebûn (Fîlîpî 2:8; Eyantî 6:9). Bawer be ku tu jî dikarî. Lê bîr neke, vê pirsêda meriv nikare tenê dîna xwe bidê, ku ew pirs wê ça safî be. Vê pirsêda em gerekê bi kirên xwe bidin kifşê, ku em pişta kê digirin, ya Yehowa yan Mîrê-cina. Lê tuyê çi bijbêrî?

Yehowa bona Te Xem dike!

11 Gelo bona Yehowa ferz e ku tuyê çi bijbêrî? Gelo bes nîne ku îda haqas meriv Xwedêra amin mane, wekî caba pirsa Mîrê-cina bidin? Mîrê-cina digot ku tu kes ji bo hezkirinê Yehowara xizmet nake, û îda hatiye îzbatkirinê ku ew gotina wî derew e. Lê dîsa jî Yehowa dixwaze wekî tu vê pirsêda aliyê wî bigirî, çimkî ew xût bona te xem dike. Îsa got: “Bavê weyî ezmana naxwaze ku ji van biçûka yek unda be” (Metta 18:14).

12 Belê, bona Yehowa ferz e ku tuyê kîjan rê bijbêrî. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî him kirên merivaye baş, him jî yên xirab ser Yehowa hukum dikin. Mesele, çaxê Îsraêlî gelek car miqabilî Yehowa derdiketin, bi vê yekê wana Wî “bînteng dikirin” (Zebûr 78:40, 41). Wedê Nuh, pêşiya Sêlavê, “xirabîya meriva li ser erdê zêde” bibû, û ji bo vê yekê Yehowa “gelekî dilteng bû” (Destpêbûn 6:5, 6). Bifikire ev yek çi tê hesabê. Hergê tu riya xirab bijbêrî, tuyê dilê Efirandarê xwe bêşînî. Ev yek nayê hesabê wekî Xwedê bi zêdeyî tişta hildide dilê xwe, yan jî dikeve ber bayê êmosiya. Dewsê, ev te hez dike û bona halxweşiya te xem dike. Û çaxê tu tiştên rast dikî, bi vê yekê dilê Yehowa şa dibe. Û Ew ne tenê bona vê yekê şa dibe, ku dikare caba Mîrê-cina bide, lê çimkî mecal jêra tê dayînê, wekî te kerem ke. Belê, Ew gelek dixwaze vê yekê bike (Îbranî 11:6). De bide hesabê xwe, Bavê teyî Ezmana, Yehowa, yekî çiqas bi hezkirinê tije ye!

Xizna Kitêba Pîroz

w04 15/7 21-22

Bira Nêtên Teye Ruhanî Efirandarê Te Rûmet kin

Were em şêwir kin ku ça Yehowa gerdûn diefirand, dêmek nêta xwe derheqa erdê dianî sêrî. Bi van giliya “û bû êvar û sibeh”, Yehowa wextên efirandinê, ku pey hev dihatin, ji hev cude kir (Destpêbûn 1:5, 8, 13, 19, 23, 31). Efirandarê me, destpêka her wextê efirandinê, zanibû ku nêta wî çi ye, dêmek vê rojê ewî çi dixwest bikira. Paşê Ewî îda destpêdikir biefirîne (Eyantî 4:11). Îbo derheqa Yehowa got ku “canê wî çi bixwaze wî dike” (Îbo 23:13, ÎM). Ça kifş e, gava Yehowa “dîna xwe da hemû kirina xwe”, ew şa bû, çimkî ewana “gelekî qenc bûn” (Destpêbûn 1:31).

Seva ku nêtên me bêne sêrî, xwestina me jî gerekê qewî be. Lê çi dikare alî me bike, wekî xwestineke usa pêşda bînin? Çaxê erd “bêcûre û vikî-vala bû”, Yehowa dida ber çevê xwe, ku axiriyêda çaxê nêta wî bê sêrî, erd wê çiqas bedew be, wê bibe mîna mircaneke xas kosmosêda, û wê navê wî hurmet-rûmet ke. Hergê em jî derheqa axiriya nêta xwe bifikirin, ku ev yek wê çi karê bîne, wî çaxî xwestina me wê diha zêde be, ku bigihîjine nêta xwe. Tonîyê 19 salî hema usa jî kir. Çaxê Tonî cara pêşin çû fîlîala Şedên Yehowa ya Ewropaya Roavayê, ew zendegirtî ma. Ji vî çaxîva ji hişê wî dernediket, ku jîyîn û xizmetiya wêderê çiqas xweş e! Tonî timê derheqa vê nêtê difikirî û berdewam dikir bigihîje nêta xwe. Ew çiqas bextewar bû, çaxê çend sal şûnda wî teglîfî Beytelê kirin!

(Îbo 23:13, ÎM) Ew bi tena serê xwe ye, kî dikare wî bizivirîne? Canê wî çi bixwaze wî dike.

(Metta 9:15-38) Îsa gote wan: “Qet dibe ku xwendiyên dewatê şînê bikin, heta ku zeva tevî wan e? Lê rojê bên, gava zeva ji wan bê hildanê, hingê wê rojî bigirin. 16 Kesek pê parçê nû kinca kevin pîne nake, çimkî parçê kinca kevinva dirûtî wê zorê li kinca kevin bike û ciyê qelişî wê hê li ber hev here. 17 Ne jî şerava nû dikine meşkên kevin. Heger usa be, meşkê biteqin, şeravê birije û meşkê jî xirab bin. Lê şerava nû dikine meşkê nû û her du jî têne xweyîkirinê”. 18 Gava Îsa hê ev yeka wanara digot, serwêrek hat xwe avîte ber nigê wî û gotê: “Qîza min hêja miriye. Lê were destê xwe dayne ser wê û ewê bijî”. 19 Îsa rabû tevî şagirtên xwe da pey wî çû. 20 Kulfeteke nexweş, ku donzdeh salên wê bûn ser xûnê vebibû, piştêva hat û rîşiyên kincê Îsa ket. 21 Ewê nêta xweda danîbû: “Heger ez tenê kincê wî kevim, ezê qenc bim”. 22 Îsa ser milê xweva vegeriya ew dît û gotê: “Evdê! Ser xwe be! Baweriya te tu qenc kirî”. Û wê demê ew kulfet qenc bû. 23 Gava Îsa gihîşte mala serwêr, dîna xwe dayê, wê elalet tevîhev bûye û bilûrvan jî zelûlî lê dixin 24 û gote wan: “Derkevin! Qîzik nemiriye, lê hênijiye”. Wana qerfê xwe pê dikirin. 25 Lê gava cimet derxistine derva, Îsa çû hindur destê wê girt û qîzik rabû ser xwe. 26 Eva deng-besa temamiya wî welatîda bela bû. 27 Gava Îsa ji wir derket çû, du merivên kor dane pey wî kirine qîrîn û gotin: “Kurê Dawid! Me were remê!” 28 Gava ku gihîştine malê, ew her du kor hatine cem wî. Îsa ji wan pirsî û got: “Hûn bawer dikin, ku ez dikarim alî we bikim?” Wana got: “Belê Xudan”. 29 Hingê Îsa destê xwe da çevên wan û got: “Li gora baweriya we wera be”. 30 Wê demê çevên wan vebûn. Îsa hişk temî li wan kir û got: “Haş ji xwe hebin, ku tu kes vê yekê nehese”. 31 Lê ew derketin, temamiya wî welatîda nav û dengê wî bela kirin. 32 Çaxê ewana derketin çûn, hineka cinaketîkî lal anî cem Îsa. 33 Gava ewî cin derxist, yê lal xeber da. Elalet ecêbmayî ma û got: “Li Îsraêlê jî tiştekî aha tu car neqewimiye”. 34 Lê fêrisiya digot: “Ew bi hukumê serwêrê cina cina derdixe”. 35 Îsa hemû gund û bajara digeriya, kinîştên wanda hîn dikir, Mizgîniya Padşatiyê dannasîn dikir û li nav cimetê hemû cûre nexweşî qenc dikirin. 36 Gava ewî elalet dît, gunê wî li wan hat, çimkî ewana mîna pezê bê şivan, beredayî û belabûyî bûn. 37 Hingê ewî şagirtên xwera got: “Nandirûn gelek e, lê pale hindik in. 38 Awa hîvî ji xweyê dirûnê bikin, wekî pala nandirûna xwera bişîne”.

11-17 KANÛNA PÊŞIN

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ÎBO 25-27

“Aminî Nayê Hesabê Bêqisûrtî”

it-1 1210 ¶4

Aminî

Îbo. Derheqa Îbo, yê ku orta wedê mirina Ûsiv û destpêka xizmetiya Mûsa dijît, tê gotinê ku ew “mirovekî kamil [Îbranî, tam] û dilrast bû. Ji Xwedê ditirsiya û xwe ji xirabiyê dûr dixist” (Îbo 1:1, ÎM; binihêre ÎBO). Ev yek ku pirsa derheqa aminiya meriva dikeve nava pirsa ku Mîrê-cina pêşda anî, eşkere tê kifşê ji xeberdana Mîrê-cina tevî Yehowa, gava wana derheqa Îbo xeber dida. Ev yek hingê qewimî, çaxê Mîrê-cina hate ser civîna meleka tevî Xwedê. Mîrê-cina buxdan avîte Îbo, ku yan çi ew bona kara xwe Xwedêra xizmet dike, ne ku ji bo aminiyê. Usa evî aminiya Îbo kire bin şikê. Rast e Xwedê îzin da Mîrê-cina, wekî hebûkê, û hela hê zarên Îbo jî ji wî bistîne, yeke Mîrê-cina nikaribû zorê Îbo bike, ku ew Xwedêra amin nemîne (Îbo 1:6–2:3). Paşê Mîrê-cina got, ku rast e Îbo hebûk û zarên xwe unda kir, lê heta ziyan negihîje canê wî, ewê amin bimîne (Îbo 2:4, 5). Lê hela hê nexweşiya giran, kute-kuta jina wî, ku pişta xwe bide Xwedê, ten û sûcdarkirina hevalên wî, yên ku norm û nêtên Xwedê dikirine bin şikê, ser Îbo hukum nekirin, û ew Xwedêra amin ma (Îbo 2:6-13; 22:1, 5-11). Ewî got: “Heta nefesa xwe ya dawî, ezê dev ji kamiliya xwe bernedim. Ezê rastiya xwe bigirim û bernedim, hemû roja, wê dilê min, min sûcdar neke” (Îbo 27:5, 6, ÎM). Bi saya aminiya xwe, Îbo îzbat kir, wekî Dijminê Xwedê derewîn e.

w19.02 3 ¶3-5

Bêqisûrtiya Xwe Xwey kin!

3 Çi cûreyî xizmetkarên Xwedê bêqisûrtiyê didine kifşê? Ewana bi temamiya dilê xwe Yehowa hiz dikin û jêra amin dimînin, û timê pê kirên xwe dilê wî şa dikin. Dîna xwe bidinê, xebera bêqisûr çi tê hesabê. Kitêba Pîrozda xebera ku hatiye welgerandinê “bêqisûr”, tê hesabê “tam” yan jî “bêkêmasî”. Besa xeberê, çaxê Îsraêliya Yehowara heywan qurban dikirin, Qanûnê ji wan dewa dikir, wekî heywan bêkêmasî bin (Qan. Kah. 22:21, 22). Cimeta Xwedêra îzin tune bû, wekî heywanên usa qurban kirana, kîjan mesele, bênig, bêguh, bêçev bûna, yan nexweş bûna. Bona Yehowa gelek ferz bû, wekî ew heywan tam û sax-silamet bûna (Malx. 1:6-9). Em dikarin Yehowa fem kin, ku çira bona wî ew yek ferz bû. Çaxê em dixwazin tiştekî bikirin, mesele êmîş, kitêb, yan jî hacetekê, em naxwazin kêmasiya wî tiştî hebe, yan qul yan jî xirabbûyî be. Em dixwazin ew tişt tam û rind be. Yehowa jî dixwaze, wekî hizkirin û aminiya me hindava wîda, tam û bêkêmasî be.

4 Lê gelo seva bêqisûr bin, em gerekê bêgune bin? Ne em gelek şaşiya dikin û kêmasiyên me hene! Dîna xwe bidine du meniya, ku çira eseyî nîne em bêgune bin, seva ber çevê Xwedê bêqisûr bin. Ya pêşin, Yehowa dîna xwe nade ser şaşiyên me. Xebera wî dibêje: “Xudan, heger dîna Xwe bidî guneyên me, kî wê bikaribe ber Te bisene, Xweyo?” (Zeb. 130:3). Ew zane wekî em gunekar in û kêmasiyên me hene, lê yeke ew bi merdanî me dibaxşîne (Zeb. 86:5). Ya duda, Yehowa zane sînorên me, û ew ji me haqas dewa nake çiqas em nikarin. (Bixûne Zebûr 103:12-14.) Wekî usa ne, çi tê hesabê çevê wîda tam û bêkêmasî bin?

5 Seva xizmetkarên Yehowa bêqisûr bin, hizkirin gelek ferz e. Hizkirina me û aminiya me hindava Bavê meyî ezmana, gerekê tam û bêkêmasî be. Hergê wedê cêribandina û tengasiya em hizkirina xwe hindava wî unda nakin, ew tê hesabê wekî em bêqisûr in (1 Dîr. 28:9; Met. 22:37). Dîna xwe dîsa bidine ser sê derecên Şedên Yehowa, besa kîjana me jorê kir. Bifikirin, wana çira usa kir. Femdarî ye, wê qîzikê xweş nehata, wekî mektebêda pêkenî be, ew gedê cahil jî nedixwest ber derî şermî be, û malxê malê jî nedixwest, wekî xebata xwe unda ke. Lê wana prînsîpên Yehowayî rast zanibûn, û hiş-aqilê wan tenê ser vê yekê bû, ku dilê Bavê xweyî ezmana şa kin. Hizkirina wan hindava Xwedê, qewat da wan, wekî wî ser hemû tiştîra bigirin. Wî cûreyî wana îzbat kir, wekî bêqisûr in.

Xizna Kitêba Pîroz

w16.11 9 ¶3

Cimeta Xwedê Terbet e, Çimkî Guh Dide Xebera Xwedê

3 Efrîn îzbat dikin wekî Xwedê terbet û pergal e. Kitêba Pîroz dibêje: “Xudan, bingeha dinê bi zaniyarêva avêt û ezmana bi aqilîva cîh kir” (Metlk. 3:19). Em tenê derheqa “qeraxên rêyên [Xwedê]” zanin û “tenê piste-pist tê bihîstin derheqa wî” (Îb. 26:14, DT). Rast e em hinekî zanin derheqa planêta, steyrka, galaktîka, lê hela hê ew hine tişt jî rind didine kifşê, wekî gerdûnêda her tişt ça terbetî û cî-war e (Zeb. 8:3, 4). Nava galaktîkada bi mîlyona steyrk hene, û ewana gişk jî bi terbetî cîguhastî dibin. Planêtên ku nava sîstêma tevêda hene, ew jî bi terbetî dora tevê dizvirin. Belê, em eyan divînin wekî Yehowa ça bi hostetî û bîlanî erd û ezman çêkir, û ew hêja ye ku em pesina bidine wî, wîra amin bin û wî bihebînin (Zeb. 136:1, 5-9).

(Îbo 26:14, ÎM) Ev tenê keviya [qeraxên] karên wî ne û tişta me jê bihîstiye pistêneke biçûk e! Lê kî dikare gurmîna hêza wî fem bike?”

(Metta 10:1-15) Îsa her donzdeh şagirt gazî cem xwe kirin û hukum da wan ku ruhên heram derxin, hemû êş û nexweşiya jî qenc kin. 2 Navê her donzdeh şandiya ev in: Yê pêşin Şimhûn, ku Petrûs tê gotinê û birê wî Endrawis, Aqûbê Zebedî û birê wî Yûhenna, 3 Fîlîpo û Bertolomeyo, Tûma û Mettayê xercgir, Aqûbê Halfawo û Tedayo 4 Şimhûnê welatparist û Cihûdayê Îsxeryotî, ewê ku nemamiya Îsa kir. 5 Îsa ev her donzdeh şandin, temî li wan kir û got: “Neçine nava necihûya û nekevine bajarên Sameryayê. 6 Lê pêşiyê herine nav pezên mala Îsraêlêye undabûyî. 7 Gava hûn herin, dannasîn kin û bêjin: ‘Padşatiya Ezmana nêzîk bûye’. 8 Nexweşa qenc kin, miriya sax kin, kotiya paqij kin, cina derxin. We bêheq standiye, bêheq jî bidin. 9 Li ber pişta xweda tu tiştî hilnedin: Ne zêr, ne zîv, ne sifir, 10 ne tûrik bona rê, ne du dest kiras, ne çarix, ne şivdar, çimkî pale hêjayî risqê xwe ye. 11 Çi bajar yan gundê ku hûn bikevinê, maleke hêja bibînin û li wir bimînin, heta ku hûn ji wir diçin. 12 Gava hûn herine malê, silavê bidine wê û bêjin: ‘Edilayî vê malêra’. 13 Û heger ew mal hêja ye, bira silava we li ser wê be, lê heger ne hêja ye, bira silava we li we vegere. 14 Lê kî ku we qebûl neke û guhdariya xeberên we neke, gava ku hûn ji wê malê, yan jî ji wî bajarî derdikevin, toza nigên xwe dawşînin. 15 Ez rast wera dibêjim, Roja Axretê halê welatê Sodom û Gomorayê wê ji ya wî bajarî çêtir be.

18-24 KANÛNA PÊŞIN

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ÎBO 28-29

“Gelo Tu Çev Didî Îbo?”

w02 15/5 22 ¶19

Dilrem Bin Hindava Wan Merivada Kî Ku Hewcê Alîkariyê ne

19 Ji wan serhatiyên Kitêba Pîroz ku me dîna xwe dayê, tê kifşê wekî dilremî hindava wan merivada jî didine kifşê, yên ku hewcê alîkariyê ne. Seva ku zureta Birahîm berdewam bûya, ew hewcê alîkariya Bêtûêl bû. Lê Aqûb hewcê alîkariya Ûsiv bû, seva ku ew erdê Kenanêda bihata çelkirinê. Nahomî jî nikaribû bê alîkariya Rût bibûya xweyê zuret. Ne Birahîm, ne Aqûb û ne jî Nahomî bê alîkariya kesên din nikaribûn. Îro jî, îlahî wan merivara gerekê dilremiyê bidine kifşê, yên ku hewcê alîkariyê ne (Metelok 19:17). Em gerekê çev bidine Îbo, yê ku bona wan meriva xem dikir, kê ku diçerçirî, “sêwiyê ku bê alîkar e xilaz dikir” û alî wan dikir, emirê kîjana bin xofêda bû. Îbo usa jî “dilê jinebî, bi kêfê şa dikir” û “korara çev, kulekara pî” bû (Îbo 29:12-15).

it-1 655 ¶10

Kinc

Kitêba Pîrozda xebera kinc gelek car bi sîmbolîk tê xebitandinê. Pê kincên meriv dikarin têderxin, ku ew para kîjan teşkîletê ye, yan jî piştgiriya çi dike. Usa jî bi saya kincên sîmbolîk, derheqa kîjan ku Kitêba Pîrozda tê gotinê, dikarin têderxin ku filan meriv piştgiriya çi dike, û kirên wî çi îzbat dikin, çawa ku meteloka Îsada derheqa kincxwekirina ser dewatê hatiye gotinê (Metta 22:11, 12; binihêre PAPAX; SENDEL). Kitêba Eyantî 16:14, 15-da Îsa got ku Mesîhî dikare ruhanîda xewra here û kincên xweye sîmbolîk unda ke, bi saya kîjanî ew çawa şedê Xwedêyê rast ji kesên din cude dibe. Hergê ew kincên xwe unda ke, ewê wedê “şerê wê Roja Mezine Xwedêyê Hemû Zorayiyê”, bê qirkirinê.

w09 1/2 15 ¶3-4

Navê Meriv Çi Eyan Dike?

Çaxê meriv tê bûyînê, ew nikare xwexa xwera nav bijbêre. Lê her kes ji me dikare xwexa hukum ke ser vê yekê, ku ewê çi nav qazanc ke, dêmek ewê merivekî çi cûreyî be (Metelok 20:11). Pirsekî usa bidine xwe: “Hergê mecala Îsa û şagirta hebûya, wana wê çi nav bida ser min? Kîjan nav wê eyan kira, ku ez merivekî çi cûreyî me û xweyê kîjan hunura me?”

Ew pirseke gelek ferz e. Gelo çira? Silêman, yê ku Padşakî bîlan bû, usa got: “Navê qenc ji hebûka pir qenctir e” (Metelok 22:1). Belê, navê baş ber çevê meriva gelek qîmet e. Lê hergê em ber Xwedê navekî baş qazanc kin, ji vê yekê qîmettir tu tişt tune. Çira em dikarin usa bêjin? Çimkî Xwedê soz dide, ku navên wan meriva, yên ku ji Wî xof dikin, wê li “pirtûkek bîranînê” bêne nivîsarê û Ewê emirê heta-hetayê bide wan (Malaxî 3:16; Eyantî 3:5; 20:12-15).

Xizna Kitêba Pîroz

g00 7/8 11 ¶3

Devken bin, Ew bona We Kar e!

Gelo tiştek tê guhastinê çaxê hûn dikenin? Qe bal we usa qewimî ye gava devkeniya kesekî, dilê we hêsa û rihet kiriye? Yan jî dibeke usa qewimî ye, wekî ji bo vê yekê ku meriv devken nîbû, we xwe rihet texmîn nedikir û eciz dibûn? Belê, devkenî bi rastî jî gelek tişt dikare biguhêze. Ev yek hukum dike him ser wî merivî kê devken e, him jî ser wî, kêra dikenin. Merivekî bi navê Îbo dijminên xwera usa got: “Ew nebawer bûn, ez bi wanra dikeniyam û nikaribûn zelaliya wecê min şêlo bikin”, dêmek wana nikaribû beşera wîye xweş xirab kira (Îbo 29:24). “Zelaliya” serçevê Îbo dida kifşê, ku ew merivekî devken û bi beşera xweş bû.

(Îbo 29:24) Hin ew ne bawer bûn, lê belê ez bi wanra dikeniyam û nikaribûn zelaliya wecê min şêlo bikin.

(Metta 10:16-31) Awa ez we dişînim çawa pez nava gura. Îdî mîna mera serwaxt bin û mîna kevotka dilsax. 17 Lê hevza xwe ji meriva bikin, ewê we bibine ber dîwana û kinîştên xweda we bidine ber qamçiya. 18 Rûyê minda wê we bibine ber weliya û padşa, ku hûn ber wan û necihûya şedetiyê bidin. 19 Lê çaxê we bibine ber dîwana, xem nekin ku hûnê çawa yan çi xeber din. Tiştên ku hûnê xeber din, wê demê wera wê bê dayînê. 20 Çimkî ne ku hûnê xeber din, lê Ruhê Bavê weyî ku nava weda ye wê xeber de. 21 Bira wê birê xwe bide kuştinê, bavê jî kurê xwe û zar jî wê himberî dê û bavê xwe rabin û wan bidine kuştinê. 22 Bona navê min hûnê ber çevê hemûya reş bin. Lê kî ku heta xilaziyê sebir ke ewê xilaz be. 23 Û gava nav vî bajarîda we bizêrînin, birevine bajarekî din. Ez rast wera dibêjim, heta hatina Kurê Însan, hûn hemû bajarên Îsraêlê pêra nagihînin bigerin. 24 Şagirt ji dersdarê xwe ne mestir e û ne jî xulam ji axayê xwe. 25 Besî şagirt e, wekî mîna dersdarê xwe be û xulam jî mîna axayê xwe be. Heger malxê malêra ‘Belzebûl’ gotin, hingê neferên wîra wê çi bêjin? 26 Awa îdî tu car ji meriva netirsin. Tiştekî dizîva tune ku derneyê û ne jî veşartî ku kifş nebe. 27 Çi ku ez teriyêda wera dibêjim, ewî nav ronayêda bêjin û çi ku hûn guhada dibihên, ser bana bikin dengî. 28 Û ji wan netirsin yên ku bedenê dikujin, lê nikarin ruh bikujin. Lê hûn ji wî bitirsin, yê ku dikare ruh û bedenê cenimêda unda ke. 29 Ne du çivîk bi diravekî çarqurûşê têne firotanê? Lê yek jî ji wan bêyî emirê Bavê we nakeve erdê. 30 Lê çi li we dikeve, her têlekî porên serê we jimartî ne. 31 Îdî netirsin. Hûn ji gelek çivîka qîmettir in.

25-31 KANÛNA PÊŞIN

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ÎBO 30-31

“Îbo Çawa Amin Ma”

w10 15/4 21 ¶8

Çevê Xwe Ji Tiştên Necayîz Dûr xe!

8 Mesîhiyên rast ji dilhavijiyê û çevhavijiyê xweykirî nînin. Lema jî Xebera Xwedê me hêlan dike fesal bin hindava vê yekê, ku em çi dinihêrin û çi dixwazin (1 Korintî 9:25, 27; bixûne 1 Yûhenna 2:15-17). Îboyê amin fem dikir, wekî ev yek ku meriv ser çi dinihêre, xwestina wîva girêdayî ye. Ewî got: “Min bi çevê xwera peymanekê çêkir, gelo ezê çawa li keçikekê binêrim?” (Îbo 31:1, ÎM). Îbo safî kiribû wekî ne ku tenê bi cûrê necayîz destê xwe nede kulfetekê, lê hela hê îzinê jî nede xwe derheqa vê yekê bifikire. Îsa da kifşê, wekî meriv gerekê hiş-aqilê xwe ji fikirên bênamûs temiz xwey ke, çaxê got: “Kî bi temê xirab jinekê binihêre, ewî dilê xweda îdî tevî wê zinêkarî kir” (Metta 5:28).

w08 1/9 11 ¶4

Derheqa Axiriya Kirên Xwe Bifikirin

Pêşiya ku rêkêra herin, wê baş be ji xwe bipirsin: “Ew rê min dibe kîderê?” Cara seva ku xwe ji tiştên xirab xwey kî, tu dikarî bisekinî û bifikirî, wekî kirên te wê çi axirî tera bînin. Ewên ku bi hemdê xwe tiştên nerast dikin, emirê xwe xirab dikin û gelek çetin dikin. Mesele, ewana nexweşiya AIDS (SPÎD) û cûre-cûre nexweşiyên din dikevin, yên ku ji heleqetiya sêksûalî pêşda tên. Ewana usa jî rastî hemlebûna bê xwestin, abort û heleqetiya xirab tên, û him jî îsafa netemiz wana diçerçirîne. Pawlosê şandî raste-rast got, ku çi hîviya wî merivî ye, yê ku bi emirekî bênamûs dijî, dêmek ewê “Padşatiya Xwedê wê war nebe” (1 Korintî 6:9, 10).

w10 15/11 5-6 ¶15-16

Cahilno, Pey Rêberiya Xwedê Herin

15 Ça tu difikirî, aminiya te kengê diha tê cêribandinê, gava meriv der-dora te hene, yan çaxê tu tenê yî? Çaxê tu mektebêda yî yan ser xebatê, dibeke tu ruhanîda hişyar î. Tu hazir î bona vê yekê, hergê nişkêva aminiya te bê cêribandinê. Lê wedê hêsabûnê tu xwe rihet texmîn dikî û hingê hêsa dikarî bêyî cêribandinê.

16 Çira gava tu tenê yî, wî çaxî jî gerekê gura Yehowada bimînî? Bîr neke, tu dikarî yan dilê Yehowa şa kî, yan jî bêşînî (Destpêbûn 6:5, 6; Metelok 27:11). Bona Yehowa rabûn-rûniştina te ferz e, çimkî Kitêba Pîrozda tê gotinê ku “ew bona we xem dike” (1 Petrûs 5:7). Ew dixwaze wekî tu guh bidî wî, çimkî ev yek bona kara te ye (Îşaya 48:17, 18). Hine xizmetkarên Xwedê Îsraêla berêda, temiyên wî pişt guhê xweva davîtin û ev yek dilê wî dêşand (Zebûr 78:40, 41). Lê Xwedê Daniyêl pêxember gelek hez dikir. Ev yek tê kifşê ji vê yekê, çaxê melekê Yehowa derheqa Daniyêl got, “zilamê ku gelek jê hatiye hezkirin” (Daniyêl 10:11, ÎM). Gelo çira? Daniyêl Xwedêra amin bû ne ku tenê hingê gava meriv der-dora wî hebûn, lê usa jî gava tenê bû (Bixûne Daniyêl 6:10).

Xizna Kitêba Pîroz

w05 15/11 11 ¶3

Guhdayîna bi Hezkirinê

Hevalên Îbo gelek car gotinên wî dibihîstin, lê dîsa jî Îbo got “Ax! Xwezî kesê guhdariya min dike hebe!” (Îbo 31:35). Gelo çira ewî usa got? Çimkî rast e wana guh didane Îbo, lê ewî texmîn nedikir, ku ewana hindava wîda dilşewat in. Wana bona wî xem nedikir û ne jî hestên wî hildidane hesab. Lê Petrûsê şandî şîreteke usa da: “Hemû jî ser nêtekê bin, ser hev şewat bin, hev hiz bikin, rem û şkestî bin” (1 Petrûs 3:8). Gelo em ça dikarin dilşewatiyê bidine kifşê? Mecalek ku ça em dikarin vê yekê bikin ev e, wekî merivra bidine kifşê, ku em hestên wî hildidin hesab û aliyê xweda her tiştî dikin, wekî wî fem bikin. Mesele, em dikarin bi giliyên usa ber dilê wanda bên û bêjin, “dibeke tera nehêsa ye”, yan jî “diqewime dilê te dêşe, ku te fem nakin”, û bi vê yekê bidine kifşê, wekî dilê me ser wana dişewite. Usa jî em dikarin bi giliyên xwe fikirên wî merivî biwekilînin û bi vê yekê bidine kifşê ku em wî fem dikin. Bi hezkirinê guh bidine kesekî, tê hesabê ne tenê dîna xwe bidin ser nêta xeberên wî, lê usa jî bi saya xeberên wî, hestên wî fem bikin.

(Îbo 31:35, ÎM) Ax! Xwezî kesê guhdariya min dike hebe! Va ye mora min, bira Karîndar bersiva min bide! Xwezî nivîsa doza ku dijminê min nivîsiye destê minda be!

(Metta 11:1-15) Çaxê Îsa temiyên ku dane her donzdeh şagirtên xwe xilaz kirin, ji wî ciyî çû nav bajarên wan, ku hîn ke û dannasîn ke. 2 Gava Yûhenna kelêda bona şixulên Mesîh bihîst, çend şagirtên xwe şandine cem wî 3 û jê pirsîn: “Tu ew î, yê ku gerekê bihata, yan em hîviya yekî din bin?” 4 Îsa caba wan da û got: “Herin, çi ku hûn dibînin û dibihên Yûhennara bêjin. 5 Kor dibînin, seqet digerin, kotî paqij dibin, ker dibihên, mirî radibin û feqîrara jî Mizgînî tê dayînê. 6 Û xwezî li wî, ku minda şik nakeve”. 7 Gava ewana çûn, Îsa bona Yûhenna elaletêra destpêkir got: “Hûn derketine beriyê çi bibînin? Qamîşekî ku ji bayê diheje? 8 Yan hûn derketin çi bibînin? Merivekî kincê nazik li xwe kirî? Ne ewên ku kincê nazik li xwe dikin, ew malên padşada ne? 9 Yan hûn derketin çi bibînin? Pêxemberekî? Belê ez wera dibêjim, ji pêxemberekî jî mestir e. 10 Eva ew e, bona kîjanî nivîsar e: ‘Va ye ezê qasidê xwe pêşiya teva bişînim. Ewê riya te pêşiya teva hazir ke’. 11 Ez rast wera dibêjim, ji nava ewên ku ji kulfeta dinê ketine, tu kes ji Yûhennayê nixumdar mestir nebûye. Lê Padşatiya Ezmanada yê herî biçûk ji wî mestir e. 12 Ji rojên Yûhennayê nixumdar heta niha Padşatiya Ezmana bi zorbetiyê tê hicûmkirinê û yên zorbe dikin ku zeftî xwe kin. 13 Çimkî hemû pêxembera û Qanûnê heta Yûhenna bona Padşatiya Ezmana şedetî dan. 14 Û heger hûn dixwazin vê yekê qebûl kin, ew e Êlyasê ku gerekê bihata. 15 Guhê kêyî bihîstinê heye bira bibihê.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin