KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwyp serê 100
  • Çi Bikim Hergê Min Qeydekî Malbetê Teribandiye?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çi Bikim Hergê Min Qeydekî Malbetê Teribandiye?
  • Pirsên Cahila
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Gerekê çi nekî
  • Şîreta diha baş
  • Ez Gerekê Çi Bikim wekî Dê-Bavê Min Îtbariya Xwe Min Bînin?
    Pirsên Cahila
  • Çima Dê-Bavê Min Sînora Minra Datînin?
    Pirsên Cahila
Pirsên Cahila
ijwyp serê 100
Dê-bav berxwe dikevin ku qîza wan derengî ketiye û tevî wê xeber didin.

PIRSÊN CAHILA

Çi Bikim Hergê Min Qeydekî Malbetê Teribandiye?

Hemû malbetada qeyde hene, mesele çi çax gerekê bêne mal, çiqas wedê xwe ser hacetên elektronîk xerc kin û ça xwe hindava merivada bigirin.

Lê hergê te qeydekî malbetê teribandiye? Çi ku qewimî, tu îda nikarî biguhêzî, lê bixebite ku derecê hê xirab nekî. Ev gotar vê derecêda wê alî te bike.

  • Gerekê çi nekî

  • Şîreteke baş

  • Hine cahil çi dibêjin

Gerekê çi nekî

  • Hergê dê-bavê te haş pê tune ne, wekî te qeydekî malbetê teribandiye, dibeke tu bixwazî evê yekê ji wan veşêrî.

  • Lê hergê dê-bavê te pêhesiyane, wekî te qeydekî malbetê teribandiye, hingê tê rastî cêribandinê bêyî, ku xwe heq derxî, yan jî kesekî din vê yekêda neheq kî.

Ev her du mêtod kêrhatî nînin. Çima? Çimkî çaxê tu tişta vedişêrî yan jî xwe heq derdixî, ev nîşana vê yekê ye, ku tu hê nikarî cabdariyê hildî ser xwe. Û ev yek wê dê-bavê tera jî bide kifşê, wekî tu hê zar î.

“Derewa bikî, tu car safîkirineke baş nîne. Wede şûnda rastî wê eyan be û cezakirin diha sert be. Lê hergê tu serê-sêrîda rastiyê bêjî, cezakirin wê usa sert nîbe” (Dîana).

Şîreta diha baş

  • Şaşiyên xwe bîne ser xwe. Kitêba Pîroz dibêje: “Ewê ku neheqîya xwe vedişêre xêrê nabîne” (Metelok 28:13). Dê-bavê te zanin, wekî carna tuyê şaşiya bikî, çimkî ev yek tebiyetî ye. Ewana tenê dixwazin, wekî tu rastiyê bêjî.

    “Dê-bavê te wê hindava teda diha rem bin, hergê tu wanara rast bêjî. Usa ewana wê hê îtbariya xwe te bînin” (Olîviya).

  • Baxşandinê hîvî ke. Kitêba Pîroz dibêje: “Şkestî bin” (1 Petrûs 5:5). Bi rastî jî lazim e milûk û şkestî bî, seva ku xwe heq dernexî û bêjî: “Bibaxşînine min”.

    “Merivên ku her car xwe rast derdixin, îsafa xwe xirab dikin. Axiriyêda hergê ewana tiştekî xirab jî bikin, îsafa wan wê îda wana neçerçirîne” (Hêtêr).

  • Axiriya kirên xwe qebûl ke. Kitêba Pîroz dibêje: “Guh bidine şîreta” (Metelok 8:33). Dewsa ku bikî kute-kut, wê baş be cezakirina ji dê-bava qebûl kî.

    “Bi kute-kutê tu derecê diha xirab dikî. Qewatê bide xebatê, ku cezakirinê qebûl kî û zef dîna xwe nede wê yekê, ku çi sînor tera danîne” (Cêyson).

  • Bixebite, ku dê-bavê te dîsa îtbariya xwe te bînin. Kitêba Pîroz dibêje: “De hûn xeysetê xweyî berê ji xwe dûr xin” (Efesî 4:22). Xwe maqûl bigire, tiştên bi aqilayî bike, wekî dê-bavê te bivînin ku tu merivekî cabdar î û îtbariya xwe te bînin.

    “Hergê tu ser xwe dixebitî, ku safîkirinên bîlanî bikî û dîsa şaşiya bernedî, axiriyêda dê-bavê te wê teda dudilî nebin” (Karînê).

ŞÎRET: Seva ku îtbariya dê-bavê xwe qazanc kî, lazim e hê zêde bikî ne ku çiqas ewana ji te dewa dikin. Mesele careke mayîn, çaxê cîkîda diçî, hergê tu derengî nakevî jî, gava vedigerî, rêva dê-bavê xwera têlê xe û bêje, wekî tu îda têyî mal. Bi wê yekê ewana wê fem bikin, wekî tu dîsa dixwazî îtbariya wan qazanc kî.

Hine cahil çi dibêjin

Darîûs.

“Çaxê tu kirên xwe ji dê-bavê xwe vedişêrî, usa tu derewa dikî. Yeke axiriyêda dê-bav wê derheqa şaşiyên te pêbihesin û cezakirin wê diha sert be. Lema jî wê baş be serê-sêrîda her tiştî wanara rast bêjî” (Darîûs).

Sîêra.

“Çaxê em bona kirên xwe kesekî din neheq dikin, usa em didine kifşê, wekî em hê negihîştî ne û nikarin bona kirên xwe cabdariyê hildin ser xwe. Hergê em şaşiyê xwe qebûl nakin û baxşandinê naxwazin, dê-bavê me îda wê nikaribin îtbariya xwe me bînin” (Sîêra).

Wekilandin: Çi bikim hergê min qeydekî malbetê teribandiye?

  • Şaşiyên xwe bîne ser xwe. Dê-bavê te zanin, wekî carna tuyê şaşiya bikî, çimkî ev yek tebiyetî ye. Ewana tenê dixwazin, wekî tu rastiyê bêjî.

  • Baxşandinê hîvî ke. Bi rastî jî lazim e milûk û şkestî bî, seva ku xwe heq dernexî û bêjî: “Bibaxşînine min”.

  • Axiriya kirên xwe qebûl ke. Dewsa ku bikî kute-kut, wê baş be cezakirina ji dê-bava qebûl kî.

  • Bixebite, ku dê-bavê te dîsa îtbariya xwe te bînin. Xwe maqûl bigire, tiştên bi aqilayî bike, wekî dê-bavê te bivînin ku tu merivekî cabdar î û îtbariya xwe te bînin.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin