KILAMA 94
Razî ne seva Xebera Xwedê
Ya Neşirkirî
1. Razî ne Yehowa, tu yî Bavê me,
Xebera Pîroz te pêşkeş daye me!
Bi ruhê pîroz hatye temam lêkirinê.
Ronaya xeberê vekir rya rastyê.
2. Kûraya dilê me enene dike.
Nêt û fikrê me, ew timê rast dike.
Qanûn hertim zelal in, û ew bêqisûr in.
Rêberyê didin me ku rast safî kin.
3. Xebera te bo me hat hazirkirin.
Pêxembera ew, seva me lêkirin.
Bawerya mezin bide temyê te xwey bikin.
Seva Xebera te, em zor spas dikin!
(Usa jî binihêre Zeb. 19:9; 119:16, 162; 2 Tîmt. 3:16; Aqûb 5:17; 2 Pet. 1:21).