KILAMA 8
Yehowa Sitara Me ye
Ya Neşirkirî
(Zebûr 91)
1. Yehowa sitara me yî,
Em te bawer dikin.
Bin sya xwe tu me xwey ke,
Emê hîvya te bin.
Xwedayê meyî pir qewat,
Timê em teda îtbar in.
Yehowa birca me yî,
Heqya te timê eyan e.
2. Dijmin wê bi hezara,
Ber me wê bikevin.
Xwedê bo me xem bike,
Sitar mera çar bin.
Tirsa emê nelerizin,
Çi jî bibe em natirsin.
Wê yekê em bivînin,
Hergê bin perê Xwedê bin.
3. Yehowa wê te xwey ke,
Telik ji te dûr be.
Tê tu car dilteng nebî,
Wê rê tera vebe.
Menî tune tu bitirsî,
Ji wan kê dike zulimî.
Yehowa, Xweyê me yî,
Ça zinar î tu seva me.
(Usa jî binihêre Zeb. 97:10; 121:3, 5; Îşa. 52:12).