DERSA 52
Çima Gerekê Dîna Xwe Bidin Kincxwekirin û Xemilandina Xwe?
Me hemûya xweş tê, wekî kinca bijbêrin û safî kin, ku çi xwe kin û ça xwe çêkin. Hergê em hine prînsîpên Kitêba Pîroz hildin hesab, ev yek wê alî me bike, wekî kincên usa xwera bijbêrin, ku him me xweş bên, him jî dilê Yehowa şa be. Were em hine prînsîpa şêwir kin.
1. Kîjan prînsîp alî me dikin, ku safî kin çi xwe kin û ça xwe çêkin?
Em gerekê “bi kincên layîq, şermê û berbihêriyê xwe bixemilînin”, û temizayê xwey kin, seva eşkere be, ku em “riya Xwedêda diçin” (1 Tîmotêyo 2:9, 10). Were em van çar prînsîpa şêwir kin: (1) Kincên me gerekê “layîq” bin. Diqewime te ser civata dîtiye, ku Şedên Yehowa cûre-cûre kinca xwe dikin. Lê kincxwekirin û xweçêkirina me, timê qedir hindava Xwedê dide kifşê. (2) Kincxwekirina bi “şermê” tê hesabê, wekî kincên usa xwe nekin, bi kîjana dîna meriya zef bikişe ser me, ji bo çi jî ewana bi temê xirab me binihêrin. (3) Em bi “berbihêriyê” kinca xwe dikin, çaxê em pey her stîleke teze yan modeyê naçin, kîjan ku zef belabûyî dibin. (4) Pê kincxwekirin û xweçêkirina me, gerekê timê meriyara eyan be, ku em “riya Xwedêda diçin” û Xwedayê rast dihebînin (1 Korintî 10:31).
2. Çawa kincxwekirin û xweçêkirina me dikare ser xûşk-bira hukum be?
Hemikî kincxwekirinêda azaya bijartina me heye, lê em gerekê timê fesal bin, ku merivara nebine likumandin. Ji me her kes her tiştî dike, ku meriva eciz neke, lê “aliyê qenciyêda li hevalê xwe xweş bê, ku baweriyêda bişide” (Bixûne Romayî 15:1, 2.)
3. Çawa kincxwekirin û xweçêkirina me dikare dîna meriya bikişîne berbi hebandina rast?
Em timê dixebitin, ku kincên me layîq bin, îlahî çaxê diçine civata û mizgîniyê bela dikin. Em naxwazin, ku dîna meriva ji mizgîniya ferz bikişînin ser xwe. Lê dewsê em dixwazin, ku bi kincxwekirina xwe “hînkirina bona Xilazkirê me Xwedê, her aliyava bixemilînin”, wekî meriv bixwazin hê zêde derheqa rastiyê pêbihesin (Tîto 2:10).
KÛR LÊKOLÎN KE
Şêwir ke, ku çawa kincxwekirin û xweçêkirina me dikare meriya bide bawerkirinê, ku em Mesîhiyên rast in.
Kincxwekirin û xemilandina me dide kifşê, ku em qedirê merivên xweyîhukum digirin, yan na. Rast e Yehowa dila dinihêre, lê dîsa jî kincxwekirin û xemilandina me gerekê qedir hindava wîda eyan ke
4. Pê kincxwekirina xweye baş em qedir hindava Yehowa didine kifşê
Meniya here ferz kîjan e, wekî em bona kincxwekirina xwe xem bikin? Bixûne Zebûr 47:2, û paşê van pirsa şêwir ke:
Çawa ev yek ku navê Yehowa ser me ye, gerekê ser kincxwekirina me hukum be?
Bi texmîna te bi bîlanî ye, ku em bona kincxwekirina xwe xem bikin, gava diçine civata û mizgîniyê bela dikin? Çima erê, û çima na?
5. Çi wê alî me bike, wekî rast safî kin, çi xwe kin û ça xwe çêkin?
Firqî tune kincên me biha yan erzan bin, em gerekê hemû derecada temiz û layîq bin. Bixûne 1 Korintî 10:24 û 1 Tîmotêyo 2:9, 10. Paşê şêwir ke, ku em çima kincên usa xwe nakin, yên ku . . .
layîq û maqûlî nînin
gelek teng in, vekirî ne, û temê xirab pêşda tînin
Rast e îro Mesîhî bin Qanûna Mûsada nînin, lê dikarin ji wan qanûna gelek tişt derheqa nihêrandina Yehowa hîn bin. Bixûne Qanûna Ducarî 22:5, û paşê evê pirsê şêwir ke:
Çima em gerekê xwe ji kincxwekirin û xemilandina usa dûr bigirin, ku mêra dike mîna jina, jina jî dike mîna mêra?
Bixûne 1 Korintî 10:32, 33 û 1 Yûhenna 2:15, 16, û paşê van pirsa şêwir ke:
Çima em gerekê xem bikin bona wê yekê, ku kincxwekirin û xemilandina me, merivên dor-berê me û civatê eciz neke?
Kîjan cûrê kincxwekirin yan xemilandinê, mihala teda diha tebiyetî ye?
Bi texmîna te hine ji wan cûrê kincxwekirin û xemilandinê, dikarin bona Mesîhiya nelayîq bin? Şiroveke.
Em dikarin bi cûre-cûre kinca li xwe kin û xwe bixemilînin, û dîsa jî Yehowa xweş bên
HINE MERIV DIBÊJIN: “Îzina min heye, çi dixwazim wê jî li xwe kim.”
Lê tu ça difikirî? Çima?
TEMAMKIRIN
Çaxê em derheqa kincxwekirin û xemilandina xwe safîkirinên baş dikin, usa em qedir hindava Yehowa û meriya didine kifşê.
Wekilandin
Çima kincxwekirin û xemilandina me bona Yehowa ferz e?
Em gerekê kîjan prînsîpa hildin hesab, çaxê safî dikin ku çi li xwe kin û ça xwe bixemilînin?
Çi cûreyî kincxwekirin û xemilandina me dikare hukum be ser nihêrandina meriya derheqa hebandina rast?
HÊ ZÊDE PÊBIHESE
Binihêre ku meriv çi dikarin bifikirin, gava kincxwekirina te bivînin.
Pêbihese, ku çima bi bîlanî ye pêşiya ku tatû bikin, bifikirin.
“Gelo Kitêba Pîrozda Derheqa Tatû Çi Tê Gotinê?” (Gotara ji malperê)
Pêbihese derheqa hine prînsîpên din jî, yên ku dikarin alî te bikin, wekî safîkirinên baş bikî.
“Tu bi Kincxwekirina Xwe, Xwedê Rûmet Dikî?” (“Birca Qerewiliyê”, Îlon, 2016)
Çawa kulfetekê karibû nihêrandina rast nav xweda pêşda bîne, hindava kincxwekirina merivên din?
“Kinc û Xemilandin bona Min Kevirê Likumandinê Bûn” (“Hişyar Bin!”, 22 Kanûna Pêşin, 2003)