KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w23 Sibat rûp. 31
  • Hizkirina Wan Kirên Wanda Dihate Kifşê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Hizkirina Wan Kirên Wanda Dihate Kifşê
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
  • Têmên Mîna Wê
  • Hîn be wekî di Xizmetêda Hê Cêribandî bî; Şedetîkirin Korara
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2020)
  • Alî Kora Bike, ku Pêbihesin Derheqa Yahowa
    Qulixkirina Meye Padşatiyê 2015
  • Niha Ez Dikarim Alî Meriya Bikim
    Birca Qerewiliyê: Niha Ez Dikarim Alî Meriya Bikim
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
w23 Sibat rûp. 31

[ji aliyê çepêva] Marsêlo, Yomara û Hîvêr. Destê her kesîda Welgerandina Dinya Teze ser zimanê Îspanî bi nivîsara Braîlê heye

Hizkirina Wan Kirên Wanda Dihate Kifşê

YOMARA û birên wê Marsêlo û Hîvêr, Guatemalayêda gundekî biçûkda dijîn. Yomarayê tevî Şedên Yehowa destpêkir Kitêba Pîroz hîn be. Wext şûnda, herdu birên wê jî destpêkirin Kitêba Pîroz hîn bin. Lê problêmek hebû. Hersêk jî kor bûn û wana nizanibû bi nivîsara Braîlê bixûnin. Lema jî, kê tevî wana hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir, wanra abzasa û rêzên ji Kitêba Pîroz dixwendin.

Çûyîna ser civata jî bona wan gelek çetin bû. Wana nikaribû tenê herin Oda civatê, ya ku riya 40 deqa bû. Lê xûşk-birên civatê alî wan dikirin ku ewana herin ser hemû civîna. Gava wana destpêkir ser civîna Bijîn û Xizmet kin pê dersa derên, xûşk-bira alî wan dikirin, wekî ewana xeberên dersa xwe ezberî kin.

Sala 2019-da ji meha Gulanê, civîn îda gundê wanda dihatine derbazkirinê. Wî çaxî, jin û mêrekî ku pêşengên hertim bûn, derbazî wî gundî bûn. Rast e wana nivîsara Braîlê nizanibû, wana xwera nêt danî, wekî wan hersêka xwendin û nivîsandina Braîlê hîn kin. Ew jin û mêr çûne kitêbxanekê û wana xwera kitêb destxistin, wekî nivîsara Braîlê hîn bin, seva ku merivên din hîn bikin.

Marsêlo ser civatê caba xwe dide

Çend meh şûnda, Yomara, Marsêlo û Hîvêr, dikaribûn nivîsara Braîlê hêsa bixûnin.a Bi vî cûreyî, ewana ruhanîda pêşda çûn. Niha ew hersêk ça pêşengên hertim xizmet dikin. Usa jî, Marsêlo bûye berdestiyê civatê. Temamiya heftiyêda, hersêk bi xîret Yehowara xizmet dikin. Xîreta wan, kesên din jî hêlan dike.

Ewana bona hizkirin û alîkariya civatê gelek razî ne. Yomara usa dibêje: “Ji vê rojêva ku me Şedên Yehowa nas kir, ewana nîşanî me dikin, wekî bi rastî me hiz dikin”. Marsêlo usa dibêje: “Civata meda dostên meye gelek baş hene, û em bûne neferên malbeteke ji cûre-cûre mileta, ya ku bi hizkirina xwe yektiyêda ye”. Yomara û herdu birên wê hizreta wê rojê ne, gava bi çevên xwe bivînin ku dinya wê çawa bibe cinet! (Zebûr 37:10, 11; Îşaya 35:5)

a Broşûra bi navê Hîn bin bi Nivîsara Braîlê Bixûnin, ya ku hatiye derxistinê, wekî alî merivên kor bike, ku bi nivîsara Braîlê bixûnin û binivîsin.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin