KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w23 Mijdar rûp. 2-7
  • Em ji ku Zanin wekî Yehowa wê Dinê Bike Cinet?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Em ji ku Zanin wekî Yehowa wê Dinê Bike Cinet?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • YEHOWA ÇI SOZ DAYE?
  • YEHOWA WÊ ESEYÎ SOZÊ XWE BÎNE SÊRÎ
  • “VA EZ HER TIŞTÎ NÛ ÇÊDIKIM”
  • “EV XEBERNE AMIN Û RAST IN. . . . HER TIŞT HATE SÊRΔ
  • “EZ IM ALFA Û OMÊGA”
  • BAWERIYA XWE HINDAVA SOZÊ YEHOWA HÊ QEWÎ KIN
  • Qirara Xwedê seva Erdê Çi ye?
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • “Cinetêda Emê Hev Bivînin!”
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2018
  • Qirara Yehowa wê Ese Bê Sêrî!
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
w23 Mijdar rûp. 2-7

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 46

Em ji ku Zanin wekî Yehowa wê Dinê Bike Cinet?

“Her kesê ku xwera li ser rûyê erdê keremê dixwaze, wê aliyê Xwedayê rastiyêda bê keremkirinê” (ÎŞAYA 65:16, DT).

KILAMA 3 Bawerî, Îtbarî û Hewara Me Xwedê ye

VÊ GOTARÊDAa

1. Îşaya pêxember çi gote Îsraêliya?

ÎŞAYA pêxember Yehowa nav kir Xwedayê rastiyê. Ev xebera ku ça “rastî” hatiye welgerandinê, raste-rast tê hesabê “amîn” (Îşaya 65:16, DT). Û xebera “amîn” tê hesabê “bira usa be”. Gava ev xeber Kitêba Pîrozda ser Yehowa yan ser Îsa Mesîh tê xebitandinê, ev îzbat dike ku filan tişt bi temamî rast e. Îşaya Îsraêliyara eşkere kir, wekî Yehowa pêşda çi dibêje, hema usa jî dibe. Wedê berê, Yehowa gelek cara îzbat kiriye, ku ew xweyê sozê xwey ye.

2. Em çima dikarin baweriya xwe sozên Yehowa bînin, û emê dîna xwe bidine kîjan pirsa?

2 Gelo em dikarin baweriya xwe wan sozên Yehowa bînin, yên ku derheqa axiriyê ne? Nêzîkî 800 sal paşî hêna Îşaya pêxember, Pawlosê şandî şirovekir, ku çira sozên Xwedê hertim rast in. Pawlos derheqa Xwedê usa got: “Nabe ku ew derew derê” (Îbranî 6:18). Çawa ku ji kanîkê him ava teze, him jî ava şor dernakeve, Yehowa jî, yê ku Kaniya rastiyê ye, nikare derewa bike. Lema jî em dikarin baweriya xwe hemû gotin û sozên wî bînin. Vê gotarêda, emê dîna xwe bidine van pirsa: Yehowa bona axiriyê çi soz daye me? Û em ji ku zanin, wekî sozê Xwedê wê bi rastî bê sêrî?

YEHOWA ÇI SOZ DAYE?

3. (a) Kîjan sozê ji Kitêba Pîroz bona xizmetkarên Xwedê qîmet e? (Eyantî 21:3, 4) (b) Hine kes derheqa vî sozî çi dibêjin?

3 Sozê ku emê niha dîna xwe bidinê, bona hemû xizmetkarên Xwedê qîmet e (Bixûne Eyantî 21:3, 4). Yehowa bona axiriyê soz daye, ku “îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk”. Gava em mizgîniyê merivara bela dikin, em bi şabûnê wanara besa vê rêza xweş dikin. Gelo hine merivên ku vî sozî dibihên, çi dibêjin? Diqewime ewana dibêjin: “Ev giliyên xweş in, lê tenê xewn û xeyal e”.

4. (a) Yehowa çi zane û pêşda çi divîne? (b) Xêncî sozê xwe, Yehowa çi daye nivîsarê?

4 Hemikî gava Yûhennayê şandî ji bîna ber Xwedê ev sozê derheqa jîyîna Cinetêda nivîsî, Yehowa zanibû ku emê îro kesên dinra derheqa vê gumanê bêjin. Usa jî Yehowa berêda zanibû, ku gelek meriv wê baweriya xwe sozên wî neynin (Îşaya 42:9; 60:2; 2 Korintî 4:3, 4). Lê em çawa dikarin xwe û kesên din bidine bawerkirinê, ku giliyên ji Eyantî 21:3, 4 wê bi rastî bêne sêrî? Seva ku em baweriya xwe vî sozê xweş bînin, Yehowa îzbatiyên vê yekê daye nivîsarê. Emê niha wan îzbatiya şêwir kin.

YEHOWA WÊ ESEYÎ SOZÊ XWE BÎNE SÊRÎ

5. Kîjan rêz alî me dikin, ku em sozê Xwedê derheqa Cinetê bawer kin û ew rêz çi dibêjin?

5 Rêzên Kitêba Pîroz nîşan dikin, ku em dikarin baweriya xwe sozê Yehowa bînin. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Hingê ewî li ser text rûniştî got: ‘Va ez her tiştî nû çêdikim’. Û minra got: ‘Binivîse, çimkî ev xeberne amin û rast in’. Usa jî gote min: ‘Her tişt hate sêrî. Ez im Alfa û Omêga, Destpêbûn û Axirî’” (Eyantî 21:5, 6a).

6. Giliyên ji Eyantî 21:5, 6 çawa baweriya me hindava sozê Xwedê qewî dikin?

6 Ev giliyên Kitêba Pîroz çima baweriya me hindava sozê Xwedê diha qewî dikin? Bi van giliya, Yehowa ça bêjî qolê xwe datîne ser dokûmêntekê, wekî merivên aminra îzbat ke, ku ewê eseyî sozê xwe bîne sêrî. Ev sozê Xwedê Eyantî 21:3, 4-da hatiye nivîsarê. Lê paşê rêzên 5 û 6-da, em dîsa ça bêjî qolê Yehowa divînin, ya ku me hê zêde dide bawerkirinê, wekî wê sed selefî sozê xwe bîne sêrî. Emê niha van giliyên Yehowa hûr bi hûr lêkolîn bikin.

7. Rêza 5-da, kê xeber dide, û ev yek çira ferz e?

7 Rêza 5 usa destpêdibe: “Hingê ewî li ser text rûniştî got” (Eyantî 21:5a). Ev giliyên mexsûs in, çimkî ev yek ji van sê dereca ye, gava kitêba Eyantîda Yehowa xwexa xeber dide. Belê, yê ku ev soz daye, ne melek e, ne jî Îsa Mesîh ye, lê xwexa Yehowa ye! Ev yek rastiya van giliya îzbat dike, yên ku ew paşê dibêje. Gelo çira? Çimkî Yehowa “xweyê gotina xwe” ye (Tîto 1:2). Ev yek nîşan dike, ku hêja ye wekî em bi temamî îtbariya xwe giliyên ji Eyantî 21:5, 6 bînin.

“VA EZ HER TIŞTÎ NÛ ÇÊDIKIM”

8. Yehowa çawa nîşan dike, ku ewê sozê xwe bîne sêrî? (Îşaya 46:10)

8 Paşê Yehowa xebereke usa dibêje: “Va” (Eyantî 21:5). Xebera Yûnanî, ya ku ça “va” hatiye welgerandinê, kitêba Eyantîda gelek car hatiye xebitandinê. Kitêbek dibêje, wekî ev gilî “dîna xwendevana dikişîne ser gotinên ku paşî vê tên”. Paşê Xwedê got: “Va ez her tiştî nû çêdikim”. Yehowa wê van guhastina axiriyêda bîne sêrî. Ew zane ku ew sozê wî wê eseyî bê sêrî, lema jî ew usa xeber dide, tê bêjî ew îda hatiye sêrî (Bixûne Îşaya 46:10).

9. (a) Giliyê “ez her tiştî nû çêdikim” dîna me dikişînine ser çi? (b) Çi wê bê serê “erd” û “ezmanên” ku niha hene?

9 Emê niha van giliya lêkolîn bikin: “Va ez her tiştî nû çêdikim” (Eyantî 21:5) Ev serî ji Eyantî, dîna me dikişîne ser guhastinê û tezekirinê. Ya yekê, Yehowa wê çi biguhêze? Eyantî 21:1 usa dibêje: “Erd û ezmanê berê derbaz bûn”. “Ezmanê berê” ew serwêrtiyên polîtîkî ne, yên ku bin hukumê Mîrê-cina û cinên wîda nin (Metta 4:8, 9; 1 Yûhenna 5:19). Kitêba Pîrozda, “erd” dikare bê hesabê bineliyên erdê (Destpêbûn 11:1; Zebûr 96:1). Lema jî “erdê berê” tê hesabê merivên xirab. Yehowa wê halê “erd” û “ezmanê” ku hene, axiriyêda ne tenê diha baş ke, lê wê bi temamî biguhêze. Dewsê, ewê “ezmanekî nû”, dêmek serwêrtiya teze saz ke, û usa jî wê ‘erdekî nû’ saz ke, dêmek merivên rast, yên ku wê bin vê serwêrtiyêda bijîn.

10. Yehowa wê çi nû bike?

10 Gelo Yehowa wê ça her tiştî nû bike? (Eyantî 21:5) Yehowa wê meriva û dinyayê dîsa bigihîne bêqisûrtiyê. Çawa ku Îşaya pêşda gotibû, temamiya dinyayê wê mîna baxçê Êdênê bibe baxçekî xweş. Emê jî bêne nûkirinê, dêmek emê bi temamî bêne qenckirinê. Kesên seqet, ker, lal û kor wê qenc bin û hela hê mirî jî wê bêne rakirinê (Îşaya 25:8; 35:1-7).

“EV XEBERNE AMIN Û RAST IN. . . . HER TIŞT HATE SÊRΔ

11. Yehowa çi ferman da Yûhenna, û çira?

11 Em çira dîsa dikarin baweriya xwe Xwedê bînin? Yehowa Yûhennara got: “Binivîse, çimkî ev xeberne amin û rast in” (Eyantî 21:5). Yehowa ne tenê got “binivîse”, lê usa jî got ku çira gerekê vê yekê bawer kin. Ewî got: “Çimkî ev xeberne amin û rast in”, dêmek giliyên Xwedê rast û bi îtbar in. Ça baş e ku Yûhenna guh da vê temiya Xwedê. Lema jî em dikarin derheqa sozê Xwedê bixûnin û derheqa wan kerema bifikirin, yên ku Cinetêda hîviya me ne.

12. Yehowa çira dibêje: “Her tişt hate sêrî”?

12 Paşê Xwedê çi dibêje? Ew dibêje: “Her tişt hate sêrî” (Eyantî 21:6). Niha Yehowa usa xeber dide, tê bêjî giliyên wî derheqa Cineta sozdayî îda hatine sêrî. Belê, îzina wî heye usa xeber de, çimkî tu tişt nikare wî bide sekinandinê, ku nêta xwe bîne sêrî. Paşê, Yehowa me dîsa dide bawerkirinê, wekî ew xweyê sozê xwe ye.

“EZ IM ALFA Û OMÊGA”

13. Çira Yehowa ser xwe dibêje “Alfa û Omêga”?

13 Çawa hate gotinê, Yehowa sê cara pê xewn-xeyala Yûhennara xeber da (Eyantî 1:8; 21:5, 6; 22:13). Her sê cara jî, Yehowa got: “Ez im Alfa û Omêga”. Alîfbeya Yûnanî bi herfa alfa destpêdibe û bi herfa omêga xilaz dibe. Bi wan giliya, “Alfa û Omêga”, Yehowa dide kifşê, ku gava ew destpêdike tiştekî bike, bê şik ew wî tiştî tîne sêrî.

Şikil: qirara Yehowa tê sêrî. 1. “Alfa”. Adem û Hêwa baxçê Êdênêda. 2. Miqabilên ku ev yek pêşda anîn: Şeytan, Adem û Hêwa emirê xweyî mezinda, birca Babîlonê, mezel, esker, tankek, teyarên şer, qirêjbûna hewayê û merivên ku protêsta dikin. Him jî, du şikilên din nîşan dikin, ku qirara Yehowa çawa tê sêrî: Îsa Mesîh li ser stûna cefê ye, ku kirînê nîşan dike. Merivên rast ji zureta Adem û Hêwayê, xizmetkarên Yehowa yên berê û yên îro. 3. “Omêga”. Merivên bextewar tevayî Cinetêda dixebitin.

Gava Yehowa destpêdike tiştekî bike, ew wî tiştî bi temamî tîne serî (Binihêre abzasa 14, 17)

14. (a) Yehowa kengê got “Alfa”, û wê kengê bêje “Omêga”? Meselê bîne. (b) Giliyên ji Destpêbûn 2:1-3 çi îzbat dikin?

14 Yehowa Adem û Hêwayêra got, ku qirara wî bona meriva û erdê çi ye. Kitêba Pîroz dibêje: “Xwedê dua li wan kir û Xwedê wanra got: ‘Şîn bin û li hev zêde bin, erdê tijî kin û xweyîtîyê lê bikin’” (Destpêbûn 1:28). Çaxê Yehowa cara pêşin derheqa qirara xwe got, ev yek destpêk bû, dêmek “Alfa” bû. Lê çaxê qirara wî bi temamî bê sêrî û merivên guhdar ji zureta Adem û Hêwayê dinyayê tije kin û bikine Cinet, ev yek wê “Omêga” be. Çaxê efirandina “erd û ezman temamîya nexşên xweva li ser hevda hatin”, hingê Yehowa tiştekî usa got, çi ku da kifşê wekî sozê wî wê eseyî bê sêrî (Bixûne Destpêbûn 2:1-3). Yehowa got ku roja hefta, rojeke pîroz e. Ev çi tê hesabê? Ev yek nîşan dike, wekî qirara Yehowa bona meriva û erdê, wê xilaziya roja hefta bi temamî bê sêrî.

15. Çira dibeke usa dihate kifşê, ku Mîrê-cina riya Xwedê girt wekî qirara Xwe bîne sêrî?

15 Çaxê Adem û Hêwa miqabilî Xwedê rabûn, ewana bûne merivne gunekar, him jî wana gune û mirin derbazî zuretên xwe kirin (Romayî 5:12). Diqewime usa dihate kifşê, ku Mîrê-cina riya Xwedê girt, wekî qirara Wî hindava meriva û erdê neyê sêrî. Lê gelo qe dibû, wekî Mîrê-cina nêta Yehowa bida sekinandinê? Dibeke Mîrê-cina difikirî ku Yehowa nikare xweyê sozê xwe be. Diqewime ew difikirî ku Xwedê wê bona pêkanîna qirara xwe Adem û Hêwayê bide kuştinê û dewsa wan, jin û mêrekî bêqisûr biefirîne. Lê hergê Xwedê usa bikira, Mîrê-cina wê bigota ku Xwedê derewa dike. Gelo çima? Çimkî li gora Destpêbûn 1:28, Yehowa gotibû Adem û Hêwayê, wekî dinya wê bi zureta wan tije be.

16. Çira diqewime Mîrê-cina difikirî, ku Yehowa wê xweyê sozê xwe nîbe?

16 Dibeke Mîrê-cina usa jî difikirî, ku Yehowa wê bihêle wekî Adem û Hêwa zarên qisûrdar bînin dinyayê, yên ku wê qet negihîştana bêqisûrtiyê (Waîz 7:20; Romayî 3:23). Bê şik, vê derecêda Mîrê-cina wê bigota, ku Yehowa xweyê sozê xwe nîne. Gelo çira? Çimkî dinya wê bi merivên kamil tije nebûya. Û bi vê yekê, qirara Xwedê ya esilî wê nehata sêrî.

17. Yehowa pirsa miqabilîbûna Mîrê-cina û merivên pêşin çawa safî kir, û axiriya vê yekê wê ça be? (Binihêre usa jî şikil.)

17 Yehowa pirsa miqabilîbûna Mîrê-cina û merivên pêşin, gelek baş safî kir. Mîrê-cina ne jî dikaribû bifikiriya, ku Yehowa çi dikare bike (Zebûr 92:5). Yehowa hîşt ku Adem û Hêwayêra zar bibin. Û çimkî Yehowa derewa nake, giliyên wî rast hatine sêrî. Yehowa îzbat kir, ku ew her tiştîda rast û serfiraz e. Ew bawer bû ku sozê wî wê bê sêrî û soz da wekî ewê bi saya kirînê, ji zureta Adem û Hêwayê kesên guhdar xilaz ke (Destpêbûn 3:15; 22:18). Mîrê-cina ev yek qet hilneda hesab! Gelo çira? Çimkî Yehowa ji hezkirina mezin, Îsa ça qurban bona me berva da (Metta 20:28; Yûhenna 3:16). Ev hunur bal Mîrê-cina tune ye, ew tenê xwe hez dike. Dêmek, bi saya kirîna Îsa Mesîh çi mecal wê vebin? Xilaziya Serwêrtiya Hezarsalî ya Mesîh, çawa ku Yehowa berêda qirar kiribû, cinetêda ser erdê wê merivên kamil û guhdar bijîn. Hingê Yehowa wê bêje, ku ew yek “Omêga” ye.

BAWERIYA XWE HINDAVA SOZÊ YEHOWA HÊ QEWÎ KIN

18. Em çira dikarin bawer bin, ku dinya wê bibe Cinet? (Binihêre çargoşe “Ji bo Sê Meniya Em Baweriya Xwe Sozê Yehowa Tînin”).

18 Vê gotarêda, me dît ku em çira dikarin bawer bin, wekî dinya wê bibe Cinet. Gelo em çawa dikarin kesên din bidine bawerkirinê, ku ev sozê Xwedê wê bi rastî bê sêrî? Ya yekê, Yehowa xwexa vî sozî dide. Kitêba Eyantî dibêje: “Hingê ewî li ser text rûniştî got: ‘Ez her tiştî nû dikim!’” Qewat, bîlanî û xwestina Xwedê heye, wekî sozê xwe bîne sêrî. Ya duda, Yehowa zane wekî çi ku ewî gotiye, wê eseyî bê sêrî. Lema jî ew usa dibêje: “Ev xeberne amin û rast in. . . . Her tişt hate sêrî!” Ya sisiya, gava Yehowa tiştekî destpêdike, ew digihîje nêta xwe. Giliyên “Ez im Alfa û Omêga” vê yekê îzbat dike. Yehowa wê îzbat ke, ku Mîrê-cina derewîn e û nikare riya Wî bigire, ku nêta xwe bîne sêrî.

Ji bo Sê Meniya Em Baweriya Xwe Sozê Yehowa Tînin

Textê ku dibiriqe bi sîmbolîk Yehowa eyan dike.
  • “Hingê ewî li ser text rûniştî got: ‘Va ez her tiştî nû çêdikim’” (Eyantî 21:5).

Yûhennayê şandî ser pêrgamêntê dinivîse.
  • “Û minra got: ‘Binivîse, çimkî ev xeberne amin û rast in’. . . . ‘Her tişt hate sêrî’” (Eyantî 21:5, 6).

Herfên Yûnanî alfa û omêga.
  • “Ez im Alfa û Omêga” (Eyantî 21:6)

19. Hergê kesên din hindava sozê Xwedê dudilî dibin, tu çi dikarî bikî?

19 Her car gava tu meriyara besa Cinetê dikî, tu baweriya xwe hindava sozê Yehowa hê qewî dikî. Hergê tu kesekîra besa gumana ji Eyantî 21:4 bikî û ew bêje, “Ev gilî gelek xweş in, lê tenê xewn û xeyal in”, tu dikarî çi bikî? Tu dikarî rêzên 5 û 6 bixûnî û şirovekî. Nîşan ke, ku Yehowa hertim xweyê sozê xwe ye, çimkî Yehowa ça bêjî qolê xwe daniye (Îşaya 65:16).

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Fikira ku Yehowa xwexa soz daye wekî erd wê bibe Cinet, çira dilê me rihet dike?

  • Kîjan gilî nîşan dikin, ku sozê Xwedê wê bi rastî bê sêrî?

  • Em çawa dikarin baweriya xwe hindava sozê Xwedê hê qewî kin?

KILAMA 145 Cineta Sozdayî

a Vê gotarêda emê şêwir kin, ku çira em dikarin bawer bin, wekî Yehowa wê dinya bike Cinet. Her car gava em merivara besa vê hêviyê dikin, em baweriya xwe hindava sozê Yehowa hê qewî dikin.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin